16 december 2016

Yên li hemberî serxwebûnê asteng in kurd bi xwe ne



Roja Pênşemê (15-12-2016) li Zanîngeha Amerîka ya Duhokê li ser serxwebûna Kurdistanê, îmkan û astengiyên li pêş serxwebûnê konferanseke pir muhîm çê bû.
Li gel serok û berpirsiyarên hemû partiyên Kurdistana başûr, ji Emerîka û çend welatên Ewrûpayê jî gelek siyasetmedar, dîplomat û şexsiyetên muhîm beşdarî konferansê bûn û li ser serxwebûna Kurdistanê bîr û baweriyên xwe gotin.
Bi qasî ku meriv ji xeberên piştî konferansê fêm dike hemû beşdarên konferansê ji bo Kurdistana başûr gotine dema îlankirina serxwebûnê hatiye û ew piştgiriyê didin serxwebûna kurdan.
Mesrûr Barzanî piştî konferansê, li ser pirsa peyamnêrê Rûdawê ev yek teyid kiriye û gotiye:
“Hemû kes li gel wê yekê ne ku gelê Kurdistanê bigihê serxwebûna xwe, her kes dibêjin mafê we ye. Êdî ev yek dimîne ser biryara gelê Kurdistanê, hêvîdar im ev biryar zû were girtin. Eger asteng li pêş vê yekê(serxwebûnê) mabin, kurd bi xwe ne.Wekî din tu astengî li pêşiya serxwebûna Kurdistanê nînin.”
Wek tê dîtin Mesrûr Barzanî vekirî dibêje hemû dinya, yanî ji Emerîkayê bigre heta bi Fransayê, Îngilstanê, Qanada û Yekîtiya Ewrûpayê piştgiriya serxwebûna kurdan dike û hemû jî dibêjin serxwebûn mafê we ye.
Yên li pêş serxwebûnê asteng in tenê kurd in, heger kurd li başûrê Kurdistanê li hev bikin serxwebûn temam e.
Nuha êdî em nikanin bibêjin weleh dinya alîkariya me nake, dinya alîkariyê dike, dibêje serxwebûna xwe îlan bikin, lê kurd ne amade ne, kurd li hev nakin.
Gava Emerîka, Yekîtiya Ewrûpayê, dinya alîkariya serxwebûna meriv bike û meriv serxwebûnê îlan neke sebeb û argument çi bin jî meriv naxwaze ji bindestiyê rizagar bibe.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE