29 februari 2016

Erdogan dibêje emê tu carî nehêlin kurdên Sûriyê xelas bibin


Serokkomarê Tirkiyê Erdogan, di seyheta xwe ya Afrîka Rojava da, di balafirê da careke din jî gotiye ewê nehêlin kurd li Kurdistana Sûriyê bibin xwedî statuyeke siyasî. Mêrikan bûna bela û ketine deriyê me, xwîna xwe kirine çavên xwe.
Li ser perçebûna Sûriyê, Sûriye ewê bibe sê perçe, Erdogan gotiye:
”Li ser vê perçebûnê ev endîşe nuha bi her kesî ra heye. Ev endîşe bi me ra jî heye.
Çima?
Ji ber ku hinek piştgiriya korîdora(xebîs naxwaze bibêje ´kanton´ ya jî herêma otonom, dibêje ´korîdor´) ku PYD û YPG dixwazin çêkin dikin.
Ev kêsên piştgiriyê dikin kî ne, hûn jî û em jî dizanin û taqîp dikin.
Me wek Tirkiyê berê jî got ku emê destûrê nedin li bakurê Sûriyê korîdoreke wiha çê bibe. Û di vî warî da ci hewce be jî emê bikin.
Me ev jî ji wan ra got.
Ji ber ku gava li wir korîdoreke terorîstan çê bibe, ji bo me her gav problem e, tahlûke ye.
Me ji hemû dostên xwe ra got emê fersendê nedin tiştekî wiha.
Bi taybetî me ev yek ji hêzên koalîsyonê ra got…”
Wek tê dîtin mêrik dibêje wek Tirkiye emê nehêlin kurdên Sûriyê jî wek kurdên Îraqê bibin xwedî maf û statu.
Û mêrik sebebê vê dijminatiya xwe jî vekirî gotiye, ” gava li wir korîdoreke terorîstan çê bibe, ji bo me tahlûke ye.”
Yanî gava li Sûriyê kurd bibin xwedî desthilat, ev yek ewê tesîrê li kurdên Tirkiyê jî bike, lema jî ewê nehêlin kurd bigihîjin vê hedefa xwe.
Û ji bo mudaxeleyeke wiha jî dibê bi PKKê, PYDê û YPGê ra di nava şer da bin, ji wan ra bibêjin ”terorîst” û filan û bîvan.
Yanî meriv dikane bibêje sebebê êrîşên ser Cizîrê, Nisêbînê, Hezexê, Silopiyê, Dêrikê û Sûrê, Kurdistana Sûriyê ye, serketinên YPGê û miletê kurd e.
Ji bo ku serê YPGê bike, dibê bi kurdên Tirkiyê ra jî ne li ehv be, di nava şer da be.
Çimkî gava wiha nekin, PYDê û YPGê dost bibînin, bi wan ra di nava têkliyeke baş da bin nikanin vê dijminatiyê bikin û van gotinan bibêjin.
Mesela Tirkiye îro dixwaze bi kurdan ras ser bike pir vekirî ye. Vê meselê ne hewceye meriv zêde dirêj bike.
Ya muhîm li hemberî vê dewleta devbixwîn û êrîşkar emê siyaseteke çawa bimeşînin û çawa xwe biparêzin?
Bi baweriya min hukûmeta AKPê û dewleta rirk bi gotinê, bi heyran û qurbanê, bi ricayê nayê rê û dev ji vê neyartiya xwe ya bi kurdan ra bernade. Dewlet jî û hukûmeta AKPê jî ji vê nuxtê pir dûr in.
Tirkiye dev ji siyaseta xwe ya antî-kurd bernade, ji ber ku hîn nêta wan tuneye kurdan nas bikin û mafên wan yê netewî bidin.
Hîn jî li bende helandina kurdan e. Heger ne wiha bûya hewqasî neyartiya kurdên Sûriyê nedikrin û nedibûn hevalêDaîşê û Nusrayê.
Lema jî dibê PYD û ENKS û hemû kurd li hemberî vê dewleta zalim û faşîst di her warî da hêzên xwe, îmkanên xwe bikin yek û xwe biparêzin.
Û her wisa têkiliyên xwe yên bi Emerîka û Rûsyayê ra jî xera nekin, xurttir bikin.
Çare ev e, dibê em xwe biparêzin.

XXX
Di 27ê mehê da çeteyên Daîşê ji Tirkyê êrîşeke mezin birin ser Girê Spî. Lê di vê êrîşa mezin da mezin têk çûn, 100 meyt li pey xwe hîştin û paş da vegeriyan şargehên xwe yên li Tirkiyê.
Diyar e vê têkçûna Daîşê artêşa tirk pir aciz kiriye, lema jî îro bi berbanga sibê ra îcar artêşê bi xwe, bi çekên giran êrîş kiriye û bajar daye ber topan.
Li gorî xeberên ji herêmê tên artêşa tirk leşkerekî giran, tank û panzêran li ser sînor bi cî dike.
Wek meriv texmîn dike Tirkiye di êrîşên ser kurdên bin xetê da bi israr e, guh nade rica û aciziyên Emerîkayê jî.
Lê hêvî dikim Emrîka gavê pass da navêje û vê siyaseta xwe ya mutefîkiya bi PYDê ra bidomîne û kurdan di nîvê rê da nehêle.
Tiştê meriv ji beyanên Erdogan û Davutoglu fêm dike ewê tu carî kurdan rehet nehêlin, dibê di şer da werin şikandin, dibê zorê bibînin.


XXX
Însan di gerdûnê(kaînatê)da ne bi qasî gewdeyê(laşê) xwe, bi qasî dilê xwe cî digre.
///Yaşar Kemal
Gotineke xweş e

28 februari 2016

Ya teslîm bibin ya jî emê we bikujin

Ergun Babahan, di nivîsa xwe da daxwazên Tirkiyê pir xweş xulase kiriye, gotiye Tirkiye dibêje:
”Bira Esad here, PKK teslîm bibe, YPG ji ortê rabe.!”
Rast e, Erdogan û Davutoglu eynî wisa dibêjin. Tirkiye ji kurdên Tirkiyê û Sûriyê ra dibêje:
”Ya bê qeyd û şert teslîm bibin û li Sûriyê û Tirkiyê tiştekî nexwazin, ya jî emê we hemûyan bikujim”!
Lê hin kurdên zilamên dewletê, yên her êvar di telewîzyona dewletê da ji bo çend quruşên rezîl abûqatiya dewletê û hukûmetê dikin ji dêlî ku vê rastiya Babahan gotiye bibînin û li dijî vê zorbatiya dewleta tirk derkevin, demagojiya xendekan dikin, bi hawakî pir rezîl û namerdane dibêjin:
”Kurdên Tirkiyê di behiştê da(di cinetê da) dijîn.”
Meriv ne şelafekî erzan, ne neyarê gelê xwe be di rojeke ku dewlet Kurdistanê wêran dike da nabêje “Tirkiye ji bo kurdan behişt e” !
Lê xwezî kesên wiha dibêjin Muhsîn Kizilkaya tenê bûya, yên wek wî pir in. Di telewîzyonên dewletê û tirkan xwe ber hev diguherin…


XXX
Azerî li Kurdistana rojhilat li herêma Şino û Nexdê ji bo ku namzedê kurdan hilbijartina parlamenteoyê qezenc kirine bi şîara ” Merg bo kurd” yanî mirin ji bo kurdan, êrîşî kurdan kirine.
Diyar e hemû miletên ji toxumê tirk neyarê miletê kurd in. Jahra tirkan di dilê azeriyan da jî heye û ez dikanim bibêjim ku kîn û nefreta azeriyan ya li hemberî kurdan ji ya tirkan mezintir e, ne biçûktir e…

Ez wê rojê qet ji bîr nakim

 30 sal di ser kuştina serokwezîrê Swêd yê kevn Olof Palme ra derbas bû, lê hîn jî qatil nehatiye girtin.
30 sal berê di 28ê sibata 1986a da Palme hat kuştin. Ew roj wek îro tê bîra min, min çawa bihît û me çi kir, yek yek di bîra min da maye.
Wê rojê kongreya Federasyonê hebû, ji bo ku ez li salonê hin haziriyan bikim, ez zû ji mal derketim.
Kongreya me li ABFê, li avahiyeke nêzî (150-200 gavan jê wê da)ciyê bûyerê ewê çê bibûya.
Gava ez ji metroyê derketi, ji xwe bûyer li ber deriyê metroyê bûbû, min bûyer bihîst.
Bi sedan însan li ciyê bûyerê kom bûbûn, piraniya însanan hêsir dibarandin, ji kesî deng dernediket. Her kesî bi awirên melûl û bi xemgîniyeke bêtarîf li hev dinêrî. Însan di şokekê da bûn.
Xwîna Palme hîn paqij nekiribûn. Ew xwîna serokwezîrê welatekî bû, xwîna merivekî bi nav û deng bû.
Ciyê Palme lê hatibû kuştin bûbû bêndereke gul û kulîkan. Hinekan mûm vêxistibûn û bi çend rêzan hestên xwe nivîsîbûn. Vê seremoniyê dom dikir. Kulîlk, mûm û notên kin yên li ser kaxetan bi rengekî bênabên zêde dibûn.
Me kongra xwe texîr kir.
Swêd di şokê da bû, meriv nikanîbû bawer bikira…
Li ser kuştina Palme gelek terorî hene, ji van teoriyan yek jî li ser PKKê ye. Li gorî îdîa seokê komîsyona Palme Hans Holmêr, tiliya PKKê di kuştina Palme da heye...
Lê ev îdîa Hans Holmer tu carî nehat îspatkirin. Hemû kurdên hatin girtin berdan…
Kuştina Palme, di dilê swêdiyan da wek birîneke nekewiyayî ye.
Ez Palme bi hurmet bibîr tînim.

Kûçik pê li dêla kûçik nake

Bulent Arinçê ku hêviya hin kurdan bû, bala xwe bidinê ji bo Erdogan û kurdan çi gotiye...
Bulent Arinçê ku hin siaysetmedar û ronakbîrên me jê pir hez dikin, wî wek merivekî bi merhamet, xwedî ûjdan, demokrat û van dawiyan jî wek raqibê Erdogan didîtin, di konferansekê da wek murîdekî, wek amîgoyekî, wek dîlbazekî profesyonel û faşîstekî neyarê kurdan, Erdogan bi asîmanan xistiye, ew kiriye Rustemê Zal û gotiye ji ber ku yekî wek Erdogan heye û îro serokkomar e ew pir kêfxweş e, ew gelkî spasdarê Erdogn e.
Arinçê herî kêm bi qasî Erdogan faşîst û neyarê miletê kurd, li ser ”terorê” û şerê dewletê yê li hemberî kurdan jî ji Erdogan kêmtir nemaye, gotiye:
”Micadeleya li hemberî terorê înşelah ewê bi ser keve. Û piştî ku rewş hat nuxteyeke ku vana nikanibin pişta xwe rast bikin, serê xwe rakin, bi tedbîreke siyasî û civakî emê li Tirkiyê ji nuh ve yekîtiya milî û biratiyê tesîs bikin…”
Wek tê dîtin Arinç jî dixwaze dewlet pişta kurdan bişkîne û him jî wiha bişkîne ku nikanibin serê xwe rakin.
Welhasilî kelam kûçik pê li dêla kûçik nake, dibê em viya baş bizanibin...

XXX
Dibê her kurd çend rismên Sûrê û Cizîrê û leşker û tîmên di nav wan xirbeyan da piyase dikin li malên xwe bi darde kin. Ji bo ku em her roj li wan fotografan binêrin û vê barbariya tirkan ji bîr nekin.
Dibê Masûm Suer çend rismên wiha amade bike û derxe piyasê.

XXX
Mixabin hin kurd êdî bûne wek tajiyên Erdogan, tu bi daran, bi kuçan jî bi wan kevî ji ber deriyê AKPê û dewleta tirk dûr nakevin.


XXX
Dewleta tirk, hukûmeta Mehmet Şîmşek, Metîner, Mîroglu, Mehdî Eker û bi hezaran kurdên din Dêrika Çiyayê Mazî jî kiriye Sûr û Cizîr.
Dibê meriv van risman bike afîş û li kurdan belav bike. Ji bo ku em her roj lê binêrin û vê wahşeta vê dewletê ji bîr nekin. 

27 februari 2016

Dewleta tirk sola Daîşê di teqê ra avêt


Gava ez rismên, dîmenên xerabeyên Sûrê û Cizîrê û piyasekirina bi sedan leşkerên tirk yên di nava wan xerabeyan, wan derên wêran da dibînim xwe wenda dikim, ji xwe fedî dikim.
Ji ber ku leşkerên tirk dikanin vê wahşetê bînin serê me û dîsa jî wek boxan li ser wê axê bimînin, dîsa jî li wan bajaran, di nava kurdan da bigerin û em nikanin tiştekî bi wan bikin, ez dikevim binê erdê.
Tiştê dewleta tirk li Cizîrê, li Sûrê, li Hezexê û li Nisêbînî kiriye ji tiştê Daîşê li Kobanê kir ne kêmtir e.
Tiştê Daîşê li Kobanê kir, dewleta tirk jî eynî tişt li Cizîrê û li Sûrê kir û hîn jî dike. Lema jî tu ferqa Daîşê û dewleta tirk tuneye.
Û di nabêna kurdên hevalên Daîşê û kurdên hevalên AKPê da jî tu ferq tuneye. Dewleta tirk ji zûda ye sola Daîşê di teqê ra avêtiye, di wahşatê da Daîşê derabs kiriye.

Mehdî Eker, Mehmet Şîmşek wek wezîrên Daîşê ne, di nabênê da tu ferq tuneye. Tiştê Daîşê aniye serê kurdan, AKPê jî dike û heta jê zêdetir jî dike.
Kurdê hîn jî bi AKPê ra ye, hîn jî wekîl û wezîrê AKPê ye êdî ew jî dijmin e, dibê meriv bi vî çavî li van kurdan binêre.

XXX
Hin siyasetmedar hîn jî diherin bi zilamên AKPê û dewleta tirk yên li Kurdisanê ne rûdinin û bi wan ra minaqeşeyên siyasî dikin, bi van zilam û xulamên dewleta tirk ra pêşeroja kurdan minaqeşe dikin.
Ev ne rast e û heta şerm e, dibê meriv hevaltiya wan ya bi vê hukûmeta neyarê kurdan ra şerm bibîne û rexne bike.
Hevalbendiya bi dijmin ra, bi partiyeke li ser hukim ra dibê meriv şerm bibîne, mahkûm bike û bi kesên wiha ra rûnene.
Kurdê ku bi rastî kurd be, kurdperwer be, xwe wek siyasetmedar û ronakbîrekî kurd bibîne hîn jî nabe hevalê AKPê û nûnerê wê yê Kurdistanê, di telewîzyonan da abûqatiya hukûmeta AKPê nake.
Dewletê Sûr wêran kiriye, ji xerabeyên Sûrê 500 mîtro wê da di studyoya eynî dewletê da bi nûnerê eynî dewletê û hukûmetê ra minaqeşeyên siyasî şerm e, komedî ye.
Dibê meriv zilamên dewletê, cahşîtiyê hewqasî jî meşrû neke...
Kesên wiha qorîcî û cahşên dewletê yên siyasî ne, tu ferqeke wan ji çahşên çekdar tuneye. Ferq karê wan û xizmeta wan e...


XXX
Li gorî medyaya tirk dinivîse li Sûriyê bi destpêkirina agirbestê ra Daîşê êrîş biriye ser Girê Spî û hin mewziyên YPGê.
Daîş maîşê vir e, artêşa tirk e, bi navê Daîşê, bi kincên çeteyên Daîşê êrîşî kurdan dikin.
Ji xwe li Sûriyê herî kêm 5 hezar çeteyên dewleta tirk di nava Daîşê, Nusrayê û çeteyên din da li hemberî YPGê şer dikin.
Yanî êrîşên di bin navên cuda da taktîkên tirkan û Erdogan in.
Yên li Sûriyê li hemberî YPGê û kurdan şer dikin tirk in, dewleta tirk e û hinçete û qatilên wan yên ji her miletî ne.
Lê hemû jî girêdayî artêş û MITa Tirkiyê ne.

12 sal koletî


Di telewîzyona Swêd kanala 2a da min nuha li fîlmekî pir xweş û bi êş temaşe kir. Dilê min berê ji derd û kulan tijeye, vî fîlmî tew îşev ez gelkî xemgîntir kirim.
Navê fîlm ”12 sal koletî” ye.
Berî şerê navxweyî, li dora salên 1840î reşikekî azad bi navê Solomon Northup tê revandin û wek kole tê firotin.
Solomon reşikekî azad e, li New Yorkê li hotelekê li kemanê dixe û pê debara xwe dike. Lê perê qezenc dike tê ra debara wî nake.
Rojekê du kes pêşniyara karekî bi pereyekî hîn zêde jê ra dibin, dibêjin were di cîrkusekê da li kemanê xe. Solomon pêşniyarê bi kêfxweşî qebûl dike û bi wan ra dihere.
Û wek kole tê tê firotin.
Solomon Northuo 12 salan kole dimîne, di karên pir giran da dixebite.
Di van 12 salên koletiyê da gelek zulm û tahdeyiyê dibîne, qeleşî, bêbextî û camêriya merivên spî dibîne.
Axayê sipî yê ew kiriye merivekî pir zalim û namerd e, gelek zulmê lê dike.
Di sala 12a ya koletiya xwe da rastî yekî spî yê li dijî koletiyê tê. Ev rasthatin qedera wî diguhere, wî ji koletiyê xelas dike û digihîne malbata wî.
Merivê spî bi Solomon ra dibe alîkar, li ser navê wî ji malbata wî ra nameyekê dinivîse û tên wî dibin.
Fîlm bingeha xwe ji serpêhatiyeke rast digre. Ji ber ku Solomon Northop piştî azadbûna xwe kitêbek bi navê ”12 sal koletî” nivîsî û ev fîlm jî li ser bingeha wê çîrokê çê bûye.
Solomon Northup, xwediyê vê çîroka trajîk kînga û li ku mir nayê zanîn.
Fîlmekî pir xweş e, dibê meriv temaşe bike û jê ibretê bigre û zalimiya însên bibîne…
Rejîsorê fîlm: Steve McQueen e.

2016-02-26

Demokrasî dibê ji bo raqibên meriv jî hebe

Ji alî Kantona Kobanê ve yasaxkirina Rûdawê şaş e
Ji do da ye tê gotin ku Kantona Kobanê telewîzyona Rûdawê yasax kiriye.
Li gorî Avestakurd dinivîse, ”Konatona Kobanê bi awayekî fermî karê Rûdawê li Kobanî qedexe kiriye.”
Kantona Kobanê di beyana xwe da wiha gotiye:
” Ji ber karê ne profesyonel yê Rûdawê li rojava, di veguhestina nûçeyan de û ji ber ku xelkê gelekî gilî kiriye, Kantonê biryar daye ku karê Rûdawê li herêma Kobanê qedexe bike.”
Ev biryareke gelkî şaş e, azadiya fikrî û medyayê li gorî giliyên hin kesan yasax û serbest nabe. Ev argumentekî şaş e.
Her rojname û telewîzyon ne mecbûr e weşaneke li gorî dilê karbidestan, hukûmetan bike.
Dibê meriv muxalefetê û medyayeke muxalif jî qebûl bike. Ev yek Kantona Kobanê zeîf nake, belovacî wî xurt dike. Demokarasiya kurdan bi pêş dixe.
Kesên yasaxkirina Rûdawê rast bibînin û biparêzin, wê demê dibê li dijî girtina IMC TVê jî dernekevin, ji girtina wê jî gazinan nekin.
Lê em dizanin ji ber ku dewleta tirk îro IMC TV girt, eynî der û dor dewleta tirk rexne dikin, dibêjin ev dîktatorî ye, bêdengkirina medyaya muxalif e.
Netîce, li Kantona Kobanê yasaxkirina Rûdawê biryareke şaş e, ne li rê ye û sansor e.
Ez vê biryara berpirsiyarên Kantona Kobanê rast nabînim û şermezar dikim û hêvî dikim ku vê biryara şaş û neheq tavilê rakin.
Dibê em di her warî da ji dijminên xwe demokrattir bin, ya na tu ferqeke me ji tirkan namîne. Demokrasî dibê ne ji bo me tenê, ji bo raqibên me jî hebe.


26 februari 2016

Ez qet li ber girtina IMC TVê neketim

Dewleta tirk kanala IMC TVê girtiye.
Bi dîtina min baş kirin.
Ez qet li ber makevim.
Pere ji kurdan aqil û axaftin ji tirkan bû, hin jinên dimaldamayî û çepên bêkes û kemalîst 24 saetan aqil didan kurdan, şîret li kurdan dikirin û gelekê caran jî azar didan kurdan.
Baş bû ku girtin û kurd ji dezgeheke asîmîlasyonê xelas bûn.

Salê bi milyonan perê kurdan diçû diket bêrîka çend çepên tirk, çend jinên femînîst û çend tirkên bêkar yên li ortêmayî.

Lê ya herî xerabtir IMC TVê bi giranî dezgeheke xedar ya asîmîlasyonê û mejîşuştina kurdan bû, bi rengekî bênabên asîmîlasyon û ”Tirkîyeyîbûn” enjekteyî dil û mejujiyê kurdan dikir.
Baş bû ku girtin.

Û ez ji wera tiştekî hîn muhîmtir û hîn cidîtir jî bibêjim.
Heta ku PKK telewîzyonên bi tirkî veke û weşanên bi tirkî bike, tu carî giraniyê nade kurdî û ewê tu carî giraniyê nedê.

Telewîzyonên bi zimanê tirkî, zimanê tirkî, kurdî difetisîne, nahêle kurdî mezin bibe û bi pêş keve. Tirkî neyar û qatilê zimanê kurdî ye, ji ber ku wek dewleta xwe xurt e, kurdî dikuje, nahêle bi ser nigan keve. Dera telewîzyona tirkî lê hebe kêm kes li ya kurdî temaşe dike.

Kurdî li hemberî tirkî ewê tim wek zarokê dêmariyê û sêwî be û bi pêş nekeve.
Û heta ku telewîzyonên PKKê û yên nêzî PKKê yên bi tirkî hebin, gel jî ewê raxbetî telewîzyonên kurdî neke.
Ji ber ku weşanên bi tirkî di her warî da, bi piraniyeke mezin ji yên kurdî gelkî bi kalîtetir in. Pêşkêsvan û beşdarên programan jî hewetinê, ew jî ji yên kurdî bi qalîtetir in.

Ji bo ku PKK bi rengekî cidî giraniyê bide kurdî, dibê dev ji telewîzyonên tirkî berde.
Û di rewşa îro da jî bêyî PKKê tu hêzeke din nikane karekî wiha bike û ji bin barekî wiha rabe. Heger bixwaze tenê PKK dikane bike.
Û ew jî ez bawer nakim tiştekî wiha bike.

PKK bixwaze dikane telewîzyoneke tîcarî xurî bi kurdî wek ya El Cezîre veke.
PKKê ev 5 sal in perê xist IMCya tirkî û zikê tirkên ne tu zilam, heger ji bo telewîzyoneke kurdî ya tîcarî serf bikira gelkî baştir û bi feydetir bû û ji bo zimanê kurdî jî ewê şoreşeke mezin bûya.

Gerek ev gotinên min şaş neyên fêm kirin, wek ku ez piştgiriyê didim sansurê û bêdengkirina muxalefetê û fikrên cuda. 

Bi vê nivîsê helbet qesta min ne ew e, helbet ez li dijî her babetê sansurê me.
Helbet ez azadiya fikrî diparêzim.

Ez ji alî îdeolojîk û siyasî li meslê dinêrim.
Ez dibêjim ev kanal (û hemû kanalên bi tirkî) ji karê bêtir zirarê dide netewa kurd. Ji asîmîlebûna kurdan ra xizmetê dike.

Kurd êdî guh nadin kanalên tirkan, ji wan bawer nakin, wan wek kanalên dijmin dibînin.
Lê IMC TVê kurd wek kanaleke xwe dibînin û lema jî zêde lê temaşe dikin û guh didinê. 

Ev kanal, di warê îdeolojîk, kulturî û zimên da zirareke mezin dide kurdan, kurdan bi xweşî û nermik, nermik asîmîle dike, tirkîtiyê dixe serê kurdan. Rexneya min li vî aliyê, li vê tesrî IMC TVê ye.


Hafiza kurdan zeîf e

Asîmîlasyonê, siyaseta ”Tirkîyetiyê” aqil di serê piraniya kurdan da nehîştiye, dirhemek aqilê maye jî aqilekî çelqiyayî ye, bûye çeqilamst, gelek av, bi gotineke hîn rasttir ”aqilê tirkan” zêde tevê bûye.
Hin kurdên me êşa xwe, kul û kedera bajarên xwe yên wêran, derdê bi sedan miryên xwe yên ku ji alî dewleta Can Dundar ve li Cizîrê, li Sûrê û li Hezexê bi hovîtî hatin kuştin, sewitandin ji bîr kirine û bi azadbûna Dundar ra mijûl in, serên xwe ne bi trajediya xwe, bi rewşa Dundar ra diêşînin.
Termên zarokên me ku hemû jî gernasên canfêda bûn, her yek bergenîdî cîhanê bû hîn di nava xerabeyên Cizîrê û Sûrê da ne. em nikanin herin wan ji dijmin bistînin.
Em serê xwe bi vê malkambaxiyê û trajediya ji trajediyê jî mezintir e naêşînin, radibin wexta dididn bûyera Can Dundar.
Ev ji kêmaqiliyê jï wêdatir e....
Hemû nivîsên Can Dundar yên li dijî kurdan ji kok da ji bîr kirine.
Kurd ji dîroka xwe tecrûbê nagrin, serê wan wek kîsekî qul e, tiştek tê da nasekine. Zû dibe dostê neyarê xwe.
Ahmet Hakan çi mal û çi xebîs be, Can Dundar jî eynî ye.
Gotina “Hafıza-i beşer nisyan ile maluldur” tu dibêjî belkî ev gotin ”(kêmasiya hafizeya însên jibîrkirin e” ji bo kurdan hatiye gotin.
Ê qey jibîrkirin mexsûsî kurdan e.


Dewleta tirk heyfa PYDê ji me digre

Wek milet me pir kişandiye û em hîn jî dikşînin. Qetlîamên Cizîrê, Sûrê, Silopiyê, Hezexê, Şirnexê kurd hejandin, di dilê kurdan da, di hestên kurdan da birînên kûr vekirin, ev birînên xedar ewê zû bi zû, heta kurd negihîjin azadiya xwe nekewin.
Tirk heyfa Kurdistana rojava ji kurdên bakur digre, ji bo ku kurdên bakur jî wek kurdên rojava zêde pêşda neçin dewlet  ji nuha da tedbîr axwe digre, çavê kurdan ditirsîne.
Hêvî dikim li başûr û rojavayê Kurdistasnê di demeke nêz em xeberên xêrê bibihîzin û qet nebe li van herdu perçeyên Kurdistanê miletê kurd bigihîje azadiya xwe û bibe xwedî dewlet…
Heger partiyan kurd, siyasetmedarên kurd zîrek bin û biaqil hereket bikin dikane 4 dewletên kurd, 4 Kurdistan çê bibin. Destpêk dikane wiha be, dû ra, bi wextê ra ewê yekîtiya xwe çêkin.
Çê nekin jî tişt nabe, bira çend dewletên kurdan jî hebin, zirara me tê tuneye…
Ma 22 dewletên ereban tune ne?
Ma du dewletên arnawitan(Albanya û Kosovo)tune ne?
Yanî ne şert e yek dewleta kurdan hebe û herçar perçeyên Kurdistanê tavilê bibin yek. Tiştekî wiha ji xwe qet ne mimkûn e jî.
Ya muhîm kurd beşekî Kurdistanê bibin xwediyê dewleteke serbixwe. Li kïjan beşî ev îro mimkûn e dibê meriv giraniya xwe bide wir, aalîkariya wî beşî bike…
Bi vê siyasetê, bi vî aqilî kurdên bakur gelkî dûr û serxwebûnê ne….

XXX

Ez nizanim bi min wisa tê ya jî bi rastî wisa ye, însan gava bi kurdî dinivîsin, bi kurdî minaqaşe dikin bi edeb û sergiran in.
Lê gava bi tirkî dinivîsin û bi tirkî minaqaşe dikin, ji devê wan jahr û zuqûm dibare, zû dilê hev dihêlin, zû gotinên ne xweş ji hev ra dibêjin.
Ji ber ku ez bi tirkî nanivîsînim û nivîsên bi tirkî jî qebûl nakim pir bextewar im...

25 februari 2016

Tirk be "qehreman" e, kurd be "terorîst" e

Tirk be "qehreman" û "şehîd" e, kurd be "terorîst" û "canî" ye
Ji ber ku parlamentera HDPê ya Wanê Tugba Hezer çûye şîna malbata çalakvanê bûyera Anqerê Abdulbakî Somer, serokkomar Erdogan û serokwezîr Davutoglu qiyamet rakirine, dixwazin parlamenteriya Tugba Hezerê bi lez û bez bixînin û wî bavêjin zindanê.
Erdogan emir li ser emir dide meclîsê û dibêje hûn li bende çi ne, zû ji meclîsê bavêjin.
Gava leşker û polîsên wan kurdan dikujin xweş e û mêranî ye. Gava dibêjin me li Cizîrê 579 ”terorîs” kuştin, dibin qehreman.
Gava yekî wan tê kuştin dibe şehîd, cenazeyê wî bi helahop û bi merasima dewletê radikin.
Lê kurdan şînê jî yasax e. Dewlet dibêje emê we bikujin, lê dibê hûn me nekujin.
Emê miriyên xwe bi merasim rakin, giregirên dewletê ewê herin şîna yên me, lê dibê hûn ne me bikujin û ne jî şîna miriyên xwe çêkin.
Û kî here şîna ”terorîstan” jî emê çeza bikin.
Navê viya zorbatiye.
Însaneke bimre, were kuştin, çi kiribe jî malbata wî şîna xwe çê dike, nas û dost diçin şerxweşiya malbatê û şînê. Ev tiştekî însanî ye.
Ne tenê HDP, dibê hemû partiyên din jî, hemû siyasetmedar û ronakbîr jî li hemberî vê zorbatiya dewletê rabin û piştgiriyê bidin Tugba Hezerê û bibêjin emê şîna zarokên xwe bikin, yê mirî çi kiribe jî emê herin şîna malbatê.
Abdulbakî Somer çi kiribe jî netîce miriye û dê û bavekî wî jî heye. Tu dê û bav termê zarokê xwe li çolê nahêle, ev şêleke însanîye.
Helbet malbat ewê miriyê xweveşêre û şêna wî bike. Netîce wan jî ewladekî xwe wenda kiriye.
Û dema şîn çê dibe li gorî urf û adetên civata me, nas, dost ji bo xatirê malbatê diherin şînê. Ev nayê maneya her kesê diçe şînê bi dîtin û siyaseta yê mirî ra ye, tiştê yê mirî diparêze.
Lema jî tiştê Tugba Hezerê kiriye rast e, wezîfeyeke însanî, kultutî bi cî aniye.
Û ya din jî kurd ne mecbûr in wek dewletê bifikirin û bi çavên dewletê li miriyên xwe binêrin.
Lema jî dibê HDP, Tugba Hezerê bi tenê nehêle û xistina parlamenteriya wê jî ebeden qebûl neke, wek partî li dij derkeve. Qebûlkirina tiştekî wiha rezaleteke mezin û teslîmbûna AKPê ye.
Heger AKP di xistina parlamenteriya Tugba Hezerê da israr bike û parlamenteriya wê jê bistînin, wê demê jî dibê hemû parlamenterên HDP bi hev ra ji meclî vekişin û meclîsê ji tirkan ra bihêlin.
Dibê HDP bi tu hawî Tugba Hezerê bi tenê nehêle, wê teslîmî tirkan, van gurên devbixwîn neke.


Tirkiye îcar jî naxwaze Sûriye perçe bibe

Tirkiyê do nedixwest Îraq perçe bibe, îro jî dixwaze Sûriye perçe nebe
Min li dinyayê wek van dînciyên tirk, wek van berpirsiyarên hukûmeta AKPê mirovên virek û bêrû û sextekar nedît.
Û helbet bi qasî fassîstên gurên boz jî neyarên miletê kurd in, dibê meriv viya jî tu carî ji bîra xwe dernexe.
Wezîrê karên derve yê tirkiyê Mevlut Çavuşogluyê heramzade dawiya dawî sebebê ji bo çi ew êrîşê YPGê dikin ji devê xwe revandiye, him gotiye:
”YPG bi rejîmê ra di nava hevkariyê da ye” û him jî ”armanca YPGê ya esasî perçekirina Sûriyê ye. Tirkiye dixwaze Sûriye perçe nebe, yekparetiya axa xwe biparêze…”
Ev Tirkiye jî hema tim naxwaze yaho !
YPG, him bi rejîmê ra ye û him jî dixwaze Sûriyê perçe bike !
Helahela ev çawa dibe?
Hedê em bibêjin YPG dixwaze Sûriyê perçe bike.
Ê çi ji we ra?
Rejîm ”welatê” xwe perçe dike, çima agir ketiye nizanim ku dera we?
Demeg derdê we, kula dilê we, tirsa we, xofa we ev e, gerek kurd nebin xwedî maf û Sûriye perçe nebe…
Em kurd bi vê tirsa dilê we baş zanin, lê axirê wa ye te jî îtîraf kiriye çima hûn dijminatiya kurdan û PYD û YPGê dikin.
Kurro xayinê heramzade, bêşexsiyet, bonciyê tirkan, çi ji we ra Sûriye perçe dibe ya jî nabe?
Çi bi we ketiye li Sûriyê kurd û ereb çi dikin, çawa li hev dikin?
We li Îraqê jî eynî bêbavî, eynî xinizî kir.
We li wir jî bi salan got em nahêlin Îraq perçe bibe û hûn hîn jî dibêjin. We hîn jî dev ji neyartiya kurdan bernedaye.
Sibe heger kurdên başûr li Îraqê serxwebûna xwe îlan bikin, berî ereban hûnê êrîşî wan bikin, hûnê ji wan ra jî bibêjin “em naxwazin Îraq perçe bibe, dibê Îraq yekparetiay axa xwe biparêze…”
Lê kurdên başûr hîn jî hûn baş nas nekirine, hîn jî baweriya xwe bi we tînin, hîn jî we wek dostê xwe yê herî nêz û herî sadiq dibînin.
Ev jî malwêranî korfahmiya me kurda ye…


Tirkiyê got agirbesta Sûriyê me girê nade


Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davûtogluyê tatar û pantirkîst li ser agirbesta Sûriyê gotiye:
”Ji bo me YPG jî eynî wek Daîşê û Nusrayê rêxistineke terorîst e. Di agirbestê da navê YPGê wek rêxistineke terorîst derbas nabe. Dibê ev hebûya. Lê tuneye. Dibê YPG nebêje êdî agirbest e û Tirkiye nikane tiştekî bike. Gava ewlekariya me têxin xeterê emê êrişî wan bikin. Dibê ev wera zanîn ev agirbest ji bo Sûriyê ye, ji bo hêzên di nava Sûriyê da şer dikin. Ev agirbest Tirkiyê girê nade. Gava ewlekariya Tirkiyê mewzûbahîs be em guh nadin agirbestê. Û bêyî ku em ji kesî îznê bigrin û bipirsin çi hewce be emê bikin.”
Ev beyana Davutoglu ya bi gef û gurr nîşan dide ku agirbest ne li gorî dilê wan e, ji ber ku Daîş û Nusra û hemû terorîstên din li derveyî agirbestê ne.
Yanî him Rûsya û him jî hêzên hevpeyman ewê êrîşên xwe yên ser Daîşê û Nusrayê bidomînin.
Û ev jî helbet ne bi dilê Tirkiyê ye, çimkî ev hêz hemû yên Tirkyê ne, li ser navê Tirkyê şerê Esed û kurdan dikin.
Tirkiye dixwaze li Sûriyê van hêzên xwe yên çete biparêze lê nikane, ew fersend ji destê wan derketiye.
Lema jî Tirkiye ji Rûsya û Emerîkayê ra dibêje, madem we merivên min li derî agirbestê hîştine, ezê jî li YPGê û kurdan xim, êrîşên xwe yên li hemberî kurdan bidomînim.
Û heger Tirkiye tirsekê, hemberiyekê nebînin ewê êrîşên xwe bidomînin, di viya da dibê şika me tunebe.
Îcar li hemberî van êrîşên Tirkiyê, Emerîka û Rûsya ewê çi bibêjin, piştgiriyê bidin kurdan ya na, kurdan biparêzn ya na di rojên pêş da ewê baştir diyar bibe.
Lê ev şêla Tirkyê ji aliyekî da nîşan dide ku hukûmeta AKPê çiqasî neyarê miletê kurd e û ji aliyekî din da jî ji bo kurdan baş e, bi vê şêla xwe tên hemberî rûsan û emerîkiyan. Bi vê beyanê careke din derket ortê Tirkiye naxwaze şer biqede, Tirkiye ne li dijî Daîşê ye.
YPGê got ewê jî agirbesta Sûriyê qebûl dikin, lê belê mafê wan yê xweparastinê mahfûz e


Davutoglu: Em zanin emê çawa û kînga bersîvê bidin !


Serokwezîr Davutoglu, di kanala El Cezîre da sînayala êrîşeke mezin ya jî sînyala îşxala Kurdistana rojava da.
Davutoglu gotiye:
”Em zanin emê çawa û kînga bersîvê bidin. Her kesê bibîne Tirkiye dikane bersîvê bide her êrîşê û her meydan xwendinê.”
Ji vê bersîva Davutoglu meriv fêm dike ku hukûmetê biryara êrîşa ser Kurdistana rojava daye. Heta dikane îşxal be jî. Tenê li bende wext û zemanekî musaîd in.
Ji xwe her roj topbaranên xwe didomînin. Lê bi qasî meriv fêm dike dewletê biryara êrîşeke hîn mezintir daye. Promlem Rûsya û Emerîka ye. Tirkiye dixwaze destûra Emerîkayê bigre, lê Emrïka jî dibêje na. Roja Emerîka û Nato bibêje em li pişta we ne temam e. Yanî ew hazir in her dînîtiyê bikin.
Îcar ewê êrîşî ku derê bikin û êrîşeke bi çi hawî fikirîne em nizanin. Lê tiştê xuya ye dewleta tirk dev ji me bernade.
Di rojên pêş da ji topbaranan wêdatir ewê êrîşke gelkî mezintir bibin ser Kurdistana rojava û kurdan.
Li başûr jî ewê hin tiştan bikin.
Ez naxwzim reşbîn bim û moralê kesî xera bikim, lê tiştê meriv ji beyan û gotinên Davutoglu û Erdogan fêm dike, Tirkiyê berbî şerekî tirk û kurdan dihere.
Heger hukûmet bi lez dev ji vê siyaseta xwe ya şerxwez bernede, ku ez bawer nakim dev jê berde, li Tirkiyê û Kurdistanê ewê bûyerên pir mezin biqewimin. Tirkiye ewê bibe Yugoslawya, Îraq û Sûriye.
Rewş bi wî alî ve diçe.
Tiştên îro li Hezexê û Sûrê kirin ne alemetê xêrê ye, bi kîn û nefreta artêşa naziyan êrîşî kurdan dikin.
Rewş pir krîtîk e, dibê hêzên herçar perçeyeyên Kurdistanê, hemû hêz werin ba hev û rewşê analîz bikin, tedbîrên xwe bigrin.


24 februari 2016

Erdogan dixwaze kurdan ji meclîsê biqewitîne

Xwediyê Tirkiyê û pantirkîstê gurcî Recep Tayyip Erdogan, îro li qesra xwe dîsa bi muxtara ra civiyaye.
Li ser parêzbendiya(umînîtet, dokonulmazlik)parlamenterên HDPê Erdogan gotiye, ”êdî tahamula gelê me nemaye, dibê parlamento parêzbendiya wan rake û wan bide mahkimê.”
Yanî hemûyan ji parlamentoyê bavêje û dû ra jî bavêje xîndanê. Gotina xwediyê Tirkiyê të vë maneyê.
Hêvî dikim meclîs gurra wî bike hemû parlamenterên HDPê ji parlamentoya tirk biqewitînin. Ji xwe di binê van şertan da êdî hebûna kurdan di parlamentoya tirk da gelkî bêmane û xwe rezîlkirin e. Tirk, di wê meclîsê da her roj heqaretên mezin li kurdan, li HDPê, li PKKê, PYD û li YPGê dikin. Gotinên nemayî ji miriyên kurdan ra, ji keç û xortên ku canên xwe kirine qurbana welatê xwe.
Bi dîtina min êdî tu sebeb tuneye kurd di meclîsa tirk da bimînin û li hemberî heqaretên tirkan yên rojane hustuyê xwe xwar bikin.
Meclîsa wan serê wan bixwe, dibê kurd dev ji meclîsa tirk berdin û xwe wek parlamenterên miletê kurd îlan bikin.
Xwediyê Tirkyê û parntirkîstê gurcî Recep Tayyip Erdogan, li ser rewşa Sûriyê jî peyivîye û dîsa êrîşî PYDê û YPGê kiriye û gotiye:
”PYD û YPG jî rêxistinên terorîst in û lema dibê ew jî wek Daîşê li derî agirbesyê bimînin.”
Rûsya û Emerîka li zilamên wî yên Daîşê dixin, nikane bibêje lênexin, Daîş girêdayî artêşa me ye.
Ji dêlî wê, dixwaze ew jî heyfa Daîşê ji kurdan bigre, gund û bajarên kurdan topbaran û bombebaran be.
Hemû derdê wî ev e. Mêrik dixwaze li her derê şerê kurdan bike.
Seddam jî demakê wiha stûr bûbû, digot ezê koka kurdan biqelînim, lema rabû li hemberî kurdan çekên kîmyayî jî bi kar anî.
Lê taliya wî her kez dizane, wek mişkekî ji binê erdê, ji nava gû, toz û tebarê derxistin û dû ra jî bi sêdarê ve li ba bû.
Kî dikane bibêje taliya pantirkîstê gurcî Erdogan jî new ek ya Seddam be?


Dewlet Hezexê jî wêran dike

Ji hewa helîkopterên şer Hezexê didin ber rokêtan û ji erdê jî tank bajêr topbaran dikin.
Yanî li dewleta tirk li hemberî kurdan şerekî tam, şerekî mezin dimeşîne. Êdî li bajaran jî tankan û helîkopteran bikar tînin.
Ev çend roj in li Hezexê(Îdilê) dewletê qedexeya derketina derve îlan kiriye û ji xwe bajar jî vala bûye. Şer û pevçûnên di navbera hêzên tirk yên îşxalkar û çete û YPSê da bi rengekî bênabên berdewam e.
Hezex ji alî leşkerekî giran yê tirk va hatiye dorpêçkirin û bajêr bênabên topbaran dikin. Nuha jî bi helîkopreteran lê didin.
Ev yek ewê heta ku here ne diyar e, bajarên kurdan yek bi yek tên wêrankirin û bi sedhezaran însan perîşan bûne.
Dibê ev şer nebûya, dibê miletê kurd hewqas zirar nedîta, dibê hewqas bajar nehatana wêrankirin, lê madem ku vana hemû bûn, wê demê jî piştî şer dibê tu tişt wek xwe nemîne, têkiliya dewleta tirk û kurdan wek berê dom neke.
Ev bedel dibê wek Kurdistana rojava û başûr bi xwe ra karekê, qezenkê bîne. Ne ku hewqas malwêranî bi avê da here…

XXX

Em çi bikin jî jiyan ne adil e, mişt derd û kul û êş e, lê dîsa jî ji mirinê baştir e, hêja ye meriv bijî û bibîne.
Heger tu naxwazî jiyan li te bibe dojeh tim bi hêvî be, di rojên herî reş û tarî da jî xwe bêhêvîtiyê himêz neke, tu carî rû nedê…

23 februari 2016

Kurdiya bi herfên latînî cara pêşî bi Hawarê dest pê nekiriye



Piraniya kurdên Kurdistana bakur wisa dizanin ku kurdîya bi tîpên latînî cara pêşî  bi kovara "Hawar"ê  dest pê bûye.
Lê ev zanîna me ne rast e.
Li gorî Têmûrê Xelîl, ya rast elîfbeya kurdî ya bi herfên atînîl cara pêşî di sala 1928a da li Ermenîstê ji aliyê Erebê Şemo û Îsahak Marogûlovê asûrî ve hatiye çêkirin.
Û  piştî wê bi du salan jî yanî di sala 1930î di meha adarê da li Yêrêvanê hejmara  yekem ya rojnameya ”Ria Teze” bi wê elîfbeya tîpên latînî hatiye weşandin.
Yanî ”Ria Teze” du salan berî Hawarê bi herfên latînî derketiye.
Û ji xwe Mîr Celadet  di hejmara Hawarê ya 8a da qala vê elîfbeya bi tîpên latînî û rojnameya Ria Teze kiriye.
Mîr Celedet wiha nivîsîye:
-"Rûjnameke kurdmancî, bi herfên nû, bi kurdmancîyeke xwerû, li Rewanê, di şiklekî spehî û çeleng de derdikeve.
Vê paşîyê çend hejmarên wê gehiştine destê me. Çavên me pê biruhn bûn, dilê me şa û geş bû.
Kurdmancên Rewanê ji rûjnamê pêve çend kitêb jî derêxistine. Me sê-çar rûj mijûlahîya xwe bi wan kirin.
Ji nav rûpelên wan ên taze û ter bihna kulîlkên çiyayê Elegozê, bayê zozanên Serhedan dihatin. Di nav resmên wan de şal-û-şapikê kurdmancî, xencer û piştxencera kal û kalikên me dihatin dîtin.
Rêya Teze wek navê xwe taze ye, nû ye, nûbar e. Lê ji Hawarê kevintir, bi emr jê mezintir e. Hejmara wê a paşin ko gehiştiye destê me a pêncî û nehan e. Li gora ko Rêya-Teze rûjnameke dehrûjkî ye, berî salkê û hin dest bi derketinê kiriye".
Ferqa elîfbeya Erebê Şemo û Îsahak Marogûlov û ya Mîr Celadet hejmara herfan e. Di elîfbeya Mîr Celadet da 31 herf hene û di ya Erebê Şemo û Marogûlov da 39 herf hene.

Yanî 8 herfên elîfbeya Erebê Şemo û Marogûlov ji ya Mîr Celadet zêdetir in.  Lê herdu jî têpên latînî ne.
Ev nivîsa Têmûrê Xelîl, çîroka elîfbeya kurdî ya bi herfên latînî ya pêşî ronî dike. Nivîseke hêja ye.
Min bi xwe jî çend caran bi şaşî gotiye cara pêşî Hawarê elîfbeya latînî bi kar anî, lê ev ne rast e. Û di salên 1980î da min ew nivîsa Mîr Celadet xwendibû. Lê dîsa jî bala min nekişand.


Hêvî dikim ji nuha û pê da kurd vê şaşiyê rast bikin û heqê Erebê Şemo û Marogûlov û rojnameya Ria Teze nexwin.

Me bawer nedikir dewlet hewqas jî barbar be

Duran Kalkan gotiye, ”Me hesab nekir dewletê hewqasî jî barbar derkeve. Me digot nîhayet ew jî însan in. Lê belê em şaş fikirî ne.”
Wey roj baş !
Heger hewce be û bikanibe ev dewlet dikane sed qatî barbartir be. Dibê her kurd viya bizanibe.
Lê ne PKK tenê, gelek kurd di heqê dewleta tirk û tirkan da xwediyê qenaeteke pir şaş in.
Heger dinya midaxele neke, ne tirk tenê, ereb jî û faris jî ewê kurdan qir bikin. Tirkan jî, ereban jî û farisan jî heta nuha çend caran nîşan dane heger fersendê bibînin ew dikanin her barbariyê bikin.
Siaysetmedarê viya texmîn neke bira dev ji siyasetê berde û here ji xwe ra kerekî din bike.
Dibê her partî û siyasetmedarê kurd vê rastiyê, yanî dijminên me pir hov in, bizanibe û li gorî wê siyasetê bike.
Piştî hewqas tecrûbeyên dîrokî û mucadeleyeke çekdarî 33 dirêj, gotina “me texmîn nedikir dewlet hewqasî barbar derkeve” cahiliyeke mezin e, wê gavê we ev dewlet qet nas nekiriye.
Bi xendekan hûn fersendê didin vê dewleta tirk ji bo ku barbariya xwe nîşanî kurdan bide.

XXX
Abdulah Gul, merivekî ji Erdogan pir genîtir e, di warê îdeolojîk da ji Erdogan pir faşîsttir e û ew jî wek Erdogan û Bahçelî neyarekî miletê kurd e.
Gul gotiye, “Tirkiye rûbirûyê tehdît û tahlûkeyên pir mezin in. Ji roja komra tirk ava bûye û vir da ye Tirkiye tu carî wek îro neketiye xeterê.”
Û li ser êrîşên dewletê ser Efrînê û kurdên rojava û PYDê jî marê qartîşî gotiye, “yên dewletê îdare dikin xwedî agahdarî ne û tiştê rast dikin...”
Wek tê dîtin tu ferqeke wî ji Erdogan tuneye, dibê ev were zanîn...

XXX

Ez heyrana we, ne hewce ye em merivên CIA yê ya jî wî ewrûpî û vî rojnamevanî wek şahid nîşan bidin ku kurd li herêma xwe xurt in. Ma çavê me tuneye, em jî dibînin kurd li Kurdistana bakur, rojava û başûr têra xwe xurt û xwedî hêz in.
Heger ne wiha bûya Emerîka û Rûsya çima ewê bibûna mitefikên me û ji Tirkiyê ra bigotana êdî bes e ji tem ra.
Kes nikane xurtbûna kurdan înkar bike. Heger em li hev bin emê zora Tirkiyê jî bibin.

22 februari 2016

Protestokirin û zorbatî du tiştên cuda ne



Çend kesên xwenezanên nêzî PKKê li Swîsrê konferansa Kemal Burkay sabote kirin, nehîştin Burkay dest bi axaftina xwe bike.
Li ser vê bêedebî û zorbatiya wan, Kemal Burkay gelkî aciz bû û çend gotinên giran (yekî wek Burkay dibê bêtir kanîbûya hakimê hestên xwe bûya û ew gotinên ne xweş nekira) ji wan kesan ra kir û ew ji civînê qewitandin.
Tiştê bû bûyereke ne xweş e.
Ez nizanim ew 5-6 kes bi serê xwe hatibûn ya jî hinekan ji bo karekî wiha ew şandibûn wir.
Çawa be jî tiştê li hemberî Burkay kirin bêedebî û zorbatî ye, dibê meriv ebeden xweş nebîne û rexne bike.
Ez vê bêedebî û zorbatiya li hemberî Burkay hat kirin eyb dibînim û bi şîdet şermezar dikim.
Helebet meriv dikane her siyasetmedarê kurd û Kemal Burkay û dîtinên wî jî rexne û protesto bike. Ev mafê her kesî ye û dibê Burkay jî tahamul bike. Ev cure rexne beşekî demokrasiyê yê esasî ye, dibê meriv tahamul bike.
Lê ne ku di komela wan da, bi vê zorbatiyê nehêle Kemal Burkay bipeyive û dawiyê nede zorbatiya xwe.
Yanî tiştê wan kirin ji sînorên protestoyê derxistin. Ev him şaş e û him jî ne xweşe.
Heta nuha tu rêxistineke kurd, tu partî û gurûpeke kurd civîneke PKKê û komeleyeke nêzî wê sabote nekiriye. Lê PKKê û hevalên wan gelek caran kirine û heta li xelkê jî xistine.
Ez bi xwe him li Almanya û him jî li Swêd bûme şahidê vê zorbatiya hevalên PKKê.
Ya xerab wa ye hîn jî dev ji vî pîşikê xwe yê xerab bernedane. Ev ne tu hawe ye, dibê berpirsiyarên PKKê rê nedin zorbatiyên wiha, tiştên wiha êdî qebûl nekin û li ser vê bûyera ne xweş şêla xwe diyar bikin.

Tirkiye kînga bibêje "ji min hewqas" li Sûriyê şer diqede

Roja Tirkiye bibêje êdî ez tuneme, ji min heta vir, li Sûriyê di nava mehekê da şer diqede
Ji rojnameya Goruşê Ozlem Gursesê ji Husnu Mahallî pirsiye:
-Sûriye him etnîkî û him jî dînî herêmeke tevlihev e. Merivê çawa ji nava vê tevliheviyê derkeve?
Husnu Mahallî gotiye:
”BiraTirkiye sibe bibêje, ´keko min şaş kir, bi vî hawî ya jî bi wî hawî, ez êdî têkilî vî îşî nabim.´ Gelşa Sûriyê herî zêde ewê di nava mehekê da hel bibe. Hemû ewê biqedin, Daîş jî ewê biqede, Reqa jî ewê bikeve, rêxistinên terorê jî ewê biqedin.”
Ji destpêka şer da ye ez viya dibêjim, ji destpêka şer da ye ez dibêjim li Sûriyê Daîş maîş şer nake, hêza li Sûriyê şer dike û şer didomîne Tirkiye ye. Roja Tirkiye bibêje ”ez tuneme”, şer diqede.
Daîs, Nusra û navên din hemû maskeyên Tirkiyê ne, hemû jî girêdayî artêş tirk û MITa Tirkiyê ne.
Roja Tirkiye destê xwe ji ber wan bikşîne, roja Tirkiye wan ji Tirkiyê biqewitîne, roja Tirkiye wan neşîne Sûriyê, şer di demeke pir kin da diqede.
Ji ber ku ev şer, serê Erdogan e, ji bo ku Esed bixîne û hêzên îslamî bîne şer hukim şer da destpêkirin.
Dû ra kurd jî lê zêde bûn, ew jî tevî şer bûn.
Li ser vê, Erdogan îcar cepheyek li hemberî kurdan jî vekir, Daîş şand ser kurdan jî.

XXX
Li Diyarbekrê lewheyên riyan bûne kurdî û tirkî
Yanî wek Husnu Mahallî jî gotiye, roja Tirkiye bibêje, ”ez tuneme”, şer li Sûriyê zû diqede, Daîş jî û hemû hêzîn din jî tavilê belav dibin, Req tavilê dikeve.
Hemû mesele girêdayî Tirkiyê ye û Tirkiye jî girêdayî şexsekî ye, ew jî Erdogan e.


Xwedê kir ku dijminên me ev totikvala ne

Ez tim dibêjim Xwedê kir ku Erdogan û birêvebirên dewleta tirk ne biaqil in, merivên nîjadperest, faşîst û îrrasyonel in. Van pantirkîst û faşîstên kêmaqil Emerîka li Sûriyê bi zor kirin mitefikê me.
Ez nabêjim mala wan ava be, bira mala wan dîs jî bişewite û wêran bibe, lê heger ne ev siyaseta Erdoganê gurcî û Davutogluyê tatar ya ehmeqane bûya bi xwedî Emerîka û Rûsya di dinyayê da dev ji Tirkiyê bernedidan û xwe nêzî PYDê nedikirin, piştgirî nedidan kurdan.
Siyaseta Erdogan û Davutoglu ya antî-kurd û hevkariya bi Daîşê û hêzên cîhadîst ra Emerîka û dinya ji Tirkiyê dûr xist û kir dostê, mitefikê PYDê û kurdan.
Xanima min tim dibêje ”Xwedê li heqiyê ye”, hêvî dikim ne li Sûriyê tenê, li Tirkiyê jî ”Xwedê li heqiyê” be yanî zalim û neheqan ceza bike û mezlûman bi ser xe…

XXX
Dewleta tirk, hukûmeta AKPê çi bikin jî, Erdogan çi dek û dolaba bigerîne jî kurd li Kurdistana rojava(Sûriyê)miheqeq ewê bi ser kevin.
Erdogan xwe bidirîne jî Sûriye jî wek Îraqê ewê bibe dewleteke federal. Û ev xerabiya tirkan jî ewê ji wan ra bimîne.
Çimkî kurd bi heq û tirk û ereb neheq in.
Çimkî kurd xwedî dozekê, xwedî hedef û îdîalekê ne.
Dewleta tirk çi bike jî karwanê azadiyê ewê here bigihîje hedefa xwe.
Ji ber vê yekê ye ev 200 sal in faris, tirk û ereb dikin nakin, nikanin tevgera kurd ya netewî rawestînin, têk bibin.
Ji ber ku miletê kurd ji bo azadî û serxwebûna xwe bi mêraniyeke bêhempa li ber xwe dide…
Lema jî qet netirsin têkçûn ya zalim û neheqan û zafer jî ya me ye.

XXX
Ji bo ku tirk bigihîjin mistewa demokrasiya Îsraîl ji wan ra bi kêmanî 50 salên din lazim e
Ne dewlet û ne jî hukûmeta AKPê nafikirin zimanê kurdî wek zimanekî resmî qebûl bikin û di mekteban da bikin zimanê perwerdeyê.
Resmîbûna kurdî ji bo dewletê hîn jî xeta sor e, li gorî dewletê gerek kurd daxwazeke wiha ji dewletê nekin.
Li Îsraîla ku Erdogan û tirk radibin û rûdinin û rexne dikin, di mekteban da erebî him zimanekî resmî ye û him jî derseke mecbûrî ye. Xwendina erebî ji sinifa 1ê dest pê dike. Yanî ne tenê ji bo ereban, zarokên cihû jî erebî fêr dibin.
Lê li Tirkiyê dewlet ji bo kurdan bi şîdet li dijî mafekî wiha ye. Bira fêrbûna tirkan ya kurdî li wir bimîne, li ba tirkan du kurd newêrin bi hev ra bi kurdî bipeyivin.
Ji bo ku Tirkiye bigihîje mistewa demokrasiya Îsraîl, medeniyet û toleransa wan, ji tirkan ra bi kêmanî 50 salên din lazim e.


21 februari 2016

Kurd zarokên "Umetê" yên sêvî ne

Dibêjin Elî Şerîatî gotiye :
Kurd zarokên "Umetê yên sêvî ”ne.
Încîl Selçûk xanimê jî gotiye heger wiha be, wê demê meriv dikane bibêje "Ummet ji bo Kurdan mirî ye...”
Bi baweriya min ”umet” yanî hemû cîhana îslamî ne îro, ji roja roj da ji bo kurdan mirye.
”Umet”a heye jî bi ser û berê xwe, bi mezin û çûkên xwe, bi ereb, tirk û farisên xwe neyarê miletê kurd e.
Yanî ”umeta” sax ji ya mirî pir û pir xerabtir û zalimtir e.
”Umeta Îslamê” tu carî bi çavê miletekî ji xwe, miletekî misilman li kurdan nenêriye û lema jî tu carî destê alîkariyê dirêjî kurdan nekiriye, tim bi çavekî neyaran li miletê kurd nêriye.
Û ji bo ku wiha ye tirk, faris û erebên ku mezin û ezîzên ”Umeta Mihemed” in kurd kirine koleyên xwe û her roj xwîna kurdan diherikînin, tepa xwe ji ser serê kurdan tu carî kêm nakin, tu carî qebûl nakin kurd jî weke wan azad û xwedî welat û dewlet bin.
Ji ber ku ”Umeta Mihemed” kurdan ji xwe nahesibîne, jinên kurdan ji xwe ra, ji kesên necîp ra dikin cariye û li bazaran harac û mazat dikin...
Alimên ”Umeta Mihemed” yên herî mezin, malê kurdan, canê kurdan û namûsa kurdan lihemû misilmanan, li ”Umete Mihemed” xweş helal dikin.
Lê ji ber ku em kurd hinekî aqilsivik in em hîn jî, bi gotina kurdan xwe ji vê ”Ometê” dihesibînin…
Xwedê aqilekî bide dîndar û alimên me…

XXX
Helbet tirk ewê werin rê, helbet tirk ewê mafê kurdan qebûl bikin.
Çimkî çi bikin jî, çuqas kurdan bikujin jî ne kurd diqedin û ne jî dev ji doza xwe ya azadiyê berdidin.
Lema heta ji tirkan tê bira ji însaniyetê derkevin, bira qetlîaman bikin, bira bajarên me wêran bikin. bêfeyde ye, dawiya dawî ewê werin rê, teslîmî heqiyê bibin.
Lê ne nuha, hinekî din wext lazim e, dibê siyaseta Erdogan û hukûmeta ya şerxwaz û pantikkîst jî pûç bibe, dibê kurd hêviya tirkan ya ji şer pûç bikin, ji bo ku careke din tewesulî şaşiyeke wiha nekin.
Nîjadperest, irqçî, faşîst ji ber îdeolojiya xwe korfahm û kêmaqil in, ne bi aqilê xwe, bi hestên xwe hereket dikin.
PKK, miletê kurd ewê careke din nîşanî dewleta tirk û miletê tirk bide neyartiya wan ya bi kurdan ra şaş e, hesabê ew dikin şaş e û dibê ji vê riya şaş û tahlûke vegerin...
Emê bedelekî mezin bidin, lê wekî din tu rê tuneye, tirk bi gotinê nayên rê, biaqil nabin, dibê hêviya wan bi zorê were pûçkirin...


Nivîskarê ”Navê Gulê” jî wek her kesî mir !

Umberto Eco, nivîskarê ”Navê Gulê” jî wek her kesî mir !
Ne henek e, bi rastî jî mir…
Ew jî ji destê mirinê xelas nebû, Ezraîl di 84 saliya wî da bi gewriyê girt û got tiştê te kiriye bes e, têra te û hezar bav û kalên te dike…
Umberto Eco mir, lê belê ”Navê Gulê” ewê nemir be.
Umberto Eco di gelek warên edebî da gelek berhemên nemir dan, lê bi romana “Navê Gulê” nav û dengê wî li dinyayê belav bû.
Xweziya min bi dilê wî mêrî navekî nemir, eser û berhemên nemirli dû xwe bihêle…
Spas ji te ra Umberto Eco, ji bo ku te ”Dîroka Nexweşikiye” û ”Navê Gulê” ji me însaniyetê ra hîşt…
 
XXX
Çapxaneya Apecê, kitêbxaneya kurdî bi kitêbeke zarokan ya nuh ya gelkî hêja dewlementir kir. Spas ji bo Alî Çîftçî, xwediyê Apecê.
Îro li Kitêbxaneya Kurdî, nasandina kitêba bi navê ” Hêstirên Giraniayê” ya Elizabeth A Nolan xanimê bû.
Li gel ku li dereke din semînereke li ser Peymanan Sykes -Picot hebû, dîsa jî gelek kes hatibûn civîna nasandina kitêba Elizabeth A Nolan xanima emerîkî…
Memê Mala Hine wergerê kitêbê yê kurmancî ye, ew jî ji Stenbolê hatibû. Em dostên hev yên kev in.
Mala camêr ava, him kitêba min lê temî kiribû(Dr. Şivan) anîye û pê ra jî kîsikek qahwe û pakêtek şîraniya pê ra tê xwarin.
Ez çer gihîştim mal, min tavilê qahwa xwe çêkir û bi şîraniyê ra îkramî xanimê kir.
Gelek spas ji dostê hêja Memê Mala Hine ra. Him kitêb anî û him jî qahweyeke tahl bi me da vexwarin û pê ra jî devê me şîrîn kir.
Min dest bi xwendina pêşgotina kitêbê kir. Li ser jiyan, xebat û trajediya Dr. Şivan(Saît Kirmizitoprak) berhemeke pir hêja xuya dike. Kitêb bêyî gelk xerîte û gelek rism 735 rûpel in.
Çapa wî jî bi cild û pir xweşik û pir delal e. Çapeke layiqî Dr. Şivan û berhemeke hewqasî hêja ye.
Spas ji bo Weqfa Îsmaîl Beşîk jî ji bo ev kitêb hewqasî bi kalîte û xweşik çap kirine.
Li ser Dir. Şivan, ev berhema Salahattîn Alî Arik ya duduyan e. Navê kitêba berê, ”Dr. Şivan, Saît Elçî-Suleyman Muînî ve kurd trajedîsî(1960-1975)” e.

XXX

Weleh karê Qesra Spî zor e, ji tekzîbên derewên berpisiyarên hukûmeta AKPê pê ra nagihînin karekî din bikin.
Erdogan û berpirsiyarên hukûmetî li ser navê Qesra Spî derewan dikin û Qesra Spî jî piştî saetekê derewa tirkan pûç dikin.
Ev çend roj in hal û karê emerîkiyan pûçkirina derewên tirkan e. Îro jî derewa Erdogan tekzîp kirin, gotin tiştê Erdogan gotiye ne rast e, Obama ji Erdogan ra negotiye ew ji pêşdaçûna YPGê bi tirs in.

20 februari 2016

Kes kesî mecbûrî çûyina TRT6ê nake


Îlhamî Sîdar gotiye, ji ber ku Abdulah Kiran di TRT6ê da got, " Di xeta Cerablûsê da 90 km di destê Daîşê da ye, çima Tirkiye Daîşê topbaran nake, çima li Azezê kurdan topbaran dike?"
Li ser van gotinên Kiran, Îlhamî Işik û Muhsîn Kizilkaya har bûne, tu nemaye Kiran lînc bikin.
Kizilkaya û Îlhamî Işik bi her tiştê xwe ketine xizmeta dewleta tirk, ew êdî çaqokêş û qorîciyên dewleta tirk in.
Ji bo ku perê xwe helal bikin, helbet ewê şûrê dewleta tirk û hukûmeta AKPê bikşînin û topbarana tirkan biparêzin, li dijî kuştina zarok û jinên kurd dernekevin.
Ji ber ku carê bûne zilamên dewletê, mecbûr in xwediyê xwe bi ruh û can biparêzin.
Gava êrîşan neparêzin, rexne bikin, dewletê wan biqewirîne û hinkên din bîne.
Ji ber ku di nava kurdan da kesên bixwazin têkevin xizmeta neyarê xwe pir in.
Lê li alî din bi dîtina min êdî ne rast e kesên welatparêz herin di TRT6ê da bixebitin û bi kesên wiha ra hevaltiyê bikin.
Ji ber ku êdî ew zemîn nemaye. TRT6 bi carê da bûye platformeke antî-kurd ya nîjadperest. Dibê meriv qedrê xwe bigre û neçe nekeve nava zilamên dewletê.

Rukiye Özmen Ji Ismail Bêşikçi pirs kirin gelo çima dewlet nahêlê kurd bi xwe TV yan vekin lê dewlet dixwaze bi kurdî TV yan vekê Ismail Beşikçî wiha bersiv da bû, daku bi kurdî û bi kurdan xebera ji kurdan re bidin
Zinarê Xamo Rast gotiye, kurdên bêşexsiyet, yên amadene bibin zilamên dewleta tirk û ji kurdan ra xeberan bidin pir in. Mesele pere ye û li ba dewletê jî pere pir e.

Zekî Ozmen Hefteya borî min jî çend deqîqeyekî li bernamê nêrî. Kesê pêşkêşvan ku ji ber navê wî li ser ekranê derneket nizanim çi ye, heqê xwefiroşiya xwe tam diderxist. Qet rê nedida ku Abdullah Kiran ku hevokên xwe biqedîne û her tişta Kiran dixwast bibêje, wî bi babeteke bêelaqe diguhert. Ya rast dilê min bi Kiran şewitî, ji ber wekî mankenekî danîbûn wir û qet nedihiştin ku fikra xwe bibêje. Min hemû fêm kir lê min fêm nekir ka çawe Kiran ango Felat Dilgeş vê mûameleyê laqîqî xwe dibîne.

Zinarê Xamo Kes kesî mecbûrî çûyina TRT6ê nake, her kes bi daxwaza xwe diçe wir. Yê ji wê rewşê aciz bibe naçe wir.
Min jî dixwest Kiran ne li wir be, ne di nav wan kesan da be, lê wa ye li wir e.
Dewletê heta nuha bi sedan siyasetmedar, ronakvîr û serok birin TRT6ê, demekê karê xwe bi wan da kirin û dû ra, gava bêemriya dewletê kirin ya jî gotineke ne li gorî dilê wan gotin, yeko yeko qewitandin.
Û ji wan ra negotin sûcê we jî çi ye, ji bo çi em we diqewitînin.
Îbrahîm Guçlu bi xwe got, berpirsiyarên TRT6ê jê ra negotin çima me tu ji kar avêt. Pir xwest bizanibe lê jê ra negotin.
Nabêjin ji ber ku kurdan nas dikin, dixwazin hemû malzemeyê li piyasê biceribînin, heta ji wan tê gelek kesan lekedar bikin.


Dawiya dawî TAKê êrîşa Anqerê girt ser xwe


Ji xwe tiştê dewleta tirk dixwaze jî ev e.
Diyar e dewletê bi TAKê da qebûlkirin êrîşî bigre ser xwe.
Ya jî ev beyan li ser navê TAKê ji teref dewletê ve hatiye belavkirin.
Ev TAK navekî tarî ye.
Ez dibêjim rêxistineke, navekî KONTRA ye…
Çimkî bi beyanên xwe yên heta nuha tim zirar daye PKKê, kurdan û feyde gîhandiye dewletê, qozê destê dewletê xurt kiriye.
Yanî mesala TAKê qet nakeve serê min, ez dibêjim ev beyana dewletê ye.
Heger êrîş bi rastî jî TAKê kir çima sê rojan pa?
Ya jî em qebûl bikin ku TAK bi rastî heye, ”rêxistineke kurd” e û ev êrîş jî ji alî wê ve hat kirin.
Çima digre ser xwe?
Te derba xwe li dijmin xwestiye, çima tu dibêjî min kiriye?
Di vê qebûlkirinê da kara kurdan çi ye?
Cî li hukûmetê teng bûbû, bîn li Erdogan çikiyabû, bi vê beyanê TAK gihîşt hawara Erdogan û Davutoglu, ji bo ku Emerîka û dinya li hemberî PKKê piştgiriyê bide dewleta tirk.
Bêyî vê, ez tu feydeyeke vê beyana TAKê nabînim.
PKKê got me nekiriye û haya me jî jê tuneye.
Dibê PKK xwe ji vê beyana TAKê jî bêrî bike û bibêje têkiliya me bi TAKê tuneye, ev beyan vir e.

XXX
Emerîkayê Çavuşoglu derewkar derxist: Baweriya me bi YPGê heye
Wezîrê karên derve yê Trikiyê Mevlut Şavuşoglu îro got, wezîrê karên derve yê Emerîkayê John Kerry di telefonê da ji wî ra gotiye:
”YPG ne hêza ku meriv baweriyaxwe pê bîne”
Piştî vê îdîeya Çavuşoglu be çend saetan berdevkê wezareta karên derve yê Emerîkayê Mark Toner, ev îdîa Çavuşoglu tekzîp kir û got:
”Heta eksê wê were îspatkirin baweriya me ya bi YPGê ewê dom bike.”
Lê li ber xwe nakevin, hal û karê wan derew e. Rojê bi sedan derewa dikin, siyaseta wan li ser derewan ava bûye, tazwîrat, bêbextî ji xwe ra kirine sinet.

XXX

Yê bela xwe di xelkê bide zû dereng ewê bela xwe bibîne.
Tirk ewê bela xwe bibînin, çimkî agir kirine dawa û zulmeke nehatiye dîtin li tevayiya miletê kurd dikin.

19 februari 2016

Tirkiyê him merivên xwe dan kuştin û him jî derewa xwe bi kesî neda bawerkirin


Tirkên me yên totikvala ji bo ku êrîşî YPGê bikin bi teqînekê gelek zilamên xwe kuştin. Û Erdogan dû ra jî got, “a ji we ra îspat”, ma hûn hîn jî çi dixwazin?
Lê ya xerab dîsa jî dostê wan yê herî nêz Emerîka bawer nakir. Ji ber ku dereweke pir beloq bû...
Emerîka got heval, tiştê hûn dibêjin qet nakeve serê me û li gorî me “ne diyar e êrîş ji alî kê va hatiye kirin.”
Di zimanê dîplomasiyê da ev tê maneya dikane hûn jî bin...
Ma YPG dîn bûye tiştekî wiha bike, ma çima li Kurdistana bakur kurd neman PYG merivê xwe bişîne?
Sabotaja pir xwe xweşik û mikemel kirin, çend kes kuştin, lê xwîna wan bi avê da çû, rebanan nikanin çî bidin derewa xwe.
Ji wan ra van roja hinekî xerab hatiye...
Van rojan tiştê xêrê û pir baş dibin, hêvî dikim Emerîka li van zebanî û faşîstên kafkas û balkanî were xezebê...

XXX
Berdevkê wezareta karên derva yê Emerîkayê John Kirby gotiye, ”wan ji Tirkiyê ra gotiye êrîşî kurdên rojava nekin, topbarana xwe rawestînin” û ewê vê ”balkişandina xwe bidomînin”.
Lê belê Tirkiyê heta nuha guh nedaye Emerîkayê.
Ji ber ku tirs û kîna tirkan ya ji kurdan bi qasî têkiliya xwe bi Emerîkayê ra xera bikin mezin e.
De hêvî dikim têkiliyên wan xerabtir bibe…
Heta hûtên wek Rûsya û Emerîkayê jî nekevin şer, em bi tena serê xwe nikanin zora van faşîstan bibin.

XXX
 Şêwirmendê Erdogan Şeref Malkoç, resta Emerîkayê jî xwend û got:
“Ew dikanin balafirgeha Încîrlikê bigrin” û “Emerîka bi terorê ra ketiye nava eynî lihêfê” yanî Emerîka û “teror” di himêza hev da ne.
Û gelek gotinên giran yên din jî ji Emerîkayê ra kiriye, gotiye ew û Rûsya dixwazin Tirkiyê perçe bikin û heta tirk li vir bin kesê nikanibe Tirkiye perçe bike...
Beyaneke pir baş e, hêvî dikim birêvebirên Tirkiyê vê siyaseta xwe bidomînin.


Tirkiye agir bi ser kurdan da dibarîne serokê Kurdistanê PKKê şermezar dike


Tirkiyê li hemberî kurdan herbeke pir mezin û pir hovana daye destpêkirin. Cizîr wêran kir, bi sedan însan lê înfaz kirin. Û dewlet hîn jî li Cizîrê teroreke mezin dimeşîne, miameleya êsîran li gel dike.
Diyarbekir û Sûr jî di bin êrîş û topbaraneke mezin da ye û kes nizane li Sûrê çi qetlîam û wehaşet dibe!
Ev ne bes bû nuha jî dest bi topbarana Efrînê kirin, ev sê çar roj in wer agir bi ser Efrînê û gelek gundên din da dibarînin.
Do li Efrînê du kes kuştin û gelek jin û zarok jî birîndar kirin. Efrîn û gundên wê di bin êrîşeke pir mezin da ye.
Li hemberî van êrîşên dewleta tirk yên hovane yên li hemberî xelkê sivîl, hukûmeta Kurdistana federe, serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokwezîr Nêçîrvan Barzanî qet dengê xwe dernexistin, xwe kerr û lal kirin, yek carî jî êrîşîn dewletê, kuştina xelkê sivîl şermezar nekirin, dewleta tirk rexne nekirin. Di nava van çend mehên dawîda dewletê, li gorî ew dibêjin bi sedan kurd qetil kirin. Serokê Kurdistanê heta nuha tu beyan neda û ev teror û qetlên dewleta tirk rexne nekir.
Lê do teqîna Anqerê û ya Diyarbekrê wek du êrîşên terorîstî rexne kirine.
Hadê em bibêjin me mahkûmkirina teqîna Anqereê fêm kir, lê belê ya Diyarbekrê ya li dijî leşkerên tirk çima wek êrîşeke ”terorîstî” tê mahkûmkirin?
Ev cara pêşî ye serok Barzanî beyanek wih dide.
Ez bi xwe vê beyanê neheq û gelkî şaş dibînim.
Dewleta tirk li ber çavê wan her roj kurdên bakur û rojava qetil dike, gund û bajarên wan kirine gola xwînê dengê xwe nekin, lê kuştina leşkerên tirk wek ”terorîzmê” dibînin, ev siyaseteke şaş û neheqiyeke mezin e.
Tirk çiqasî neyarê kurdên bakur û rojava ne, hewqasî jî neyarên we û kurdên başûr in jî, lê hîn dora we nehatiye.
Ji bo dewleta tirk kurdê baş û xerab tuneye, tirk we dost nabînin û heta ku kurdên bakur bindest bin ewê tu carî jî we tost nebînin.
Gava li bakur û rojava bi ser kevin, ewê eynî tiştî bînin serê we jî.
Ma we ji bîr kir Tirkiyê çi anî serê we?
Baweriya bi dewleta tirk û tirkan şaşiyeke mezin e, lê hûn di vê şaşiyê da israr dikin.
Formulärets överkant


Tirsa perçebûnê bi tirkan ra bûye nexweşiyeke paronoîd


Ahmet Davutoglu di twitta xwe gotiye:
”Tirkiye yek perçe ye, em 78 milyon xwediyê wê hêz û qudret ne vê zoriyê li pey xwe bihêlin. Em li vir in, li ser van erda ne, emê ebediyen li vir bimînin.”
Ev psîkolojî ne ya merivekî normal e, ya nîjadperest û panturkîstekî paranoyak e.
Fena ku hinek ji wan ra dibêje ji Tirkiyê derkevin. Me tiştekî wiha negotiye, em tenê dibêjin ji Kurdistanê derkevin.
Tirk ketine panîka ewê ji vê herêmê werin qewitandin û hinekê wan paş da bişîne Asya dûr û Mogolîstanê.
Xwediyên vê psîkolojiya paranoîd dikanin her wahşetê, her dînîtiyê bikin.
Ji xwe lema li Cizîrê ew wahşet kirin, tirsa ewê ji vê herêmê werin qewitandin pir tahlûk e…
Siyasetmedarên tirk motajî terapiyê ne.

"Türkiye bir bütündür, 78 milyon bu zorluğu da aşacak güce, kudrete sahibiz. Biz buradayız, bu topraklardayız, ebediyen burada kalacağız. "
///Ahmet Davutoglu

XXX


Erdogan û Davutoglu nikanin cî bidin derewa xwe, bextê xwe davêjin lê dîsa jî her kes zane derewan dikin, bêbextiyê dikin.
Kes ji wan bawer nake.
Çimkî dereweke wisa dikin meriv zane derewe e, lema jê nayê bawerkirin.
Ma qey merivên PKKê nema çû yek ji PYD ê deyn kir?
Bi hezaran gerîla û canfîdayên PKKê hene, çima ewê vî karî bi yekî YPGê bide kirin?
Esebebî mûcîbeya vê deynkirina ji YPGê çi ye gelo?
Serokwezîrê welatekî, sorokkomarê welatekî dibê hewqasî jî ne virek be, hewqasî jî ne alçax û namerd be. 

18 februari 2016

Em şer naxwazin lê belê tirk dixwazin

Em şer naxwazin, lê gava hat,
emê bibêjin ber Mihemed selawat.
Balafirên tirk yên şer di ser Sûrê re ji nizm ve difirin. Dikanin bombebaran jî bikin. Ji ber ku kurd in.
Li Qendîlê didin.
Efrînê û gelek derên din jî bombebaran dikin.
Tirk mêraniya xwe nîşanî me didin, dixwazin me teslîm bigrin, dixwazin em li Tirkiyê û li Sûriyê bindestiyê qebûkl bikin.
Ev dewlet zulm û bêbextiya li kurdan neke tuneye, wa ye dibêje teqîna Anqerê YPGê kiriye. Min zanîbû ewê wiha bibêjin.
Û bi rengekî cidî propagendeya vê bêbextiya xwe jî dikin.
Ji xwe ji bo ku vê propagandeyê bikin ev teqîn kirin, dan kirin.
Nuha dewlet û medya bi hemû hêz û îmkanên xwe ewê vê bêbextiya xwe belav bikin.
Ma li dinyayê bêbextiyeke, buhtaneke, vireke, bênamûsiyeke ji viya mezintir dibe?
Dewletê li hemberî kurdan herbeke mezin daye destpêkirin. Dibê em kurd viya bibînin û li gorî wê hereket bikin.
Heta tirk di şer da têk neçin rehet nasekinin. Tiştê hat serê Seddam dibê were serê Erdogan jî.
Ez bawer dikim dawiya dawî ewê wisa jï bibe...
Em şer naxwazin, lê gava hat,
emê bibêjin ber Mihemed selawat.

XXX

Li gorî xebera Reutersê, Tirkiye li dora 2 hezar şervan şandiye aîkariya çeteyên Nusra û Daîşê yên li qeza Ezazê hatine dorpêçkirin.
Tirkiye ne 2 hezaran, ewê 20 hezaran jî bişîne. Û heger ew jî têrê neke ewê 20 hezar leşker jî bişîne.
Di viya da dibê şikna me tunebe.
Artêşa tirk êdî bi qatilên Daîşê û Nusrayê ra mil bi mil şer dikin. Ma ji xwe Erdogan û Davutoglu gotin, ji bo Ezaz nekeve destê YPGê ewê her tiştî bikin.

Texmîna min rast derket

Wek min texmîn dikir û do jî piştî teqînê min nivîsî, dewleta tirk ewê vê teqîna ku wan bi xwe kiriye, dane kirin, têxe hustuyê PKKê û heta PYDê.
Texmîna min rast derket, wa ye Davutoglu gotiye PKKê YPGê bi hev ra kirine.
PKK ne bes bû YPG jî pêve kirin.
Ev tirk merivên pir namerd in, ji bo ku bela xwe di kurdên rojava bidin elelecele ev teqîn kirin û çend kes dan kuştin. Ez dîza dibêjim sedîsed ew bi xwe ne.
Dibêjin 28 kuştî lê ez bawer nakim, min navê 28 kutiyan nedît. Dibê meriv ji hejmara kuştiyan jî û ya birîndaran jî bawer neke. Ji bo ku bûyerê mezin bikin dikanin hejmara mirî û birîndaran zêde nîşan bidin, ji wan tê. Çimkî ji exlaq û însaniyetê ji binde bêpar in.
Û gava bibêjin YPG ye wê demê bi rastî jî dewletê kiriye, bi merivekï xwe dane kirin.
Tiştê Davutoglu gotine hemû vir in, hemû buhtan in, ez bawer dikim navê dide jî vir e.
Îstîxbarata dinyayê ya herî xurt jî nikane piştî du saetan navê sûcdarê bûyerê tespît bike, lê tirk her tim tespît dikin.
Heger rast be wê demê qatil merivên wan wan e, ew qatil berê nas dikin.
Piştî bûyerê bi du sê saetan di nava 28 bedenên perçebûyî da tespîtkirina sûcdar ji mucîzeyê jî wêdatir e.
Carê ev yek yek bi serê xwe nîşan dide ku ya tiştê polîs dibêje ji bin da derew e ya jî sûcdar merivê dewletê ye, lema jï hewqasî zû navê wî eşkere kirin.
Ya na meriv vê buhtanê li YPGê nake.
PKK ne bes bû îcar dest avêtin YPGê.
Heger PKK bike çi hewceyî YGGê ye, ma qir ketiye kurdên nakur ewê here yekî ji Amûdê bînin?
Vana hemû bahaneyên gur e.
Însan çawa dikane hewqasî namered û bêşeref û virek bibe meriv fêm nake!
Ev dewlet heta hûn bibêjin namerd û bêşref e.
Meriv ne namerd û qebrax be dereweke wiha naken û nabêje YPG ye.
Lê ji birêvebirên dewleta tirk û hukûmeta AKPê ra êdî sînorê namerdiyê tuneye, ji însaniyetê dûr ketine, heya bi wan ra nemay. Lema jî her derewë, her buhtanê dikin.
Nêta wan heye êrîşî YPGê bikin. Lê ji bo tiştekî wiha ne hewceye hûn qetlê û buhtanên wiha bikin.
Ev dewlet nayê rê û dev ji bênamûsiyê bernade.


Ev karê "dewleta kûr" e


Tirkiye ji bo ku êrîşî PYDê û kurdên Sûriyê bike li Anqerê sabotajeke bi bombe da kirin û ket xwîna 28 kesan. 
Îro li Enqereyê teqînek çê bû û 28 kesan jiyana xwe wenda kirin û gelek(61) jî birîndar bûn. Tabî li gorî gotina wan, jimarên mirî û birîndaran dikane ne rast be. Ev dewlet, ji bo ku bela xwe di kurdan bide  her derewê, her bêbextiyê dike.
Me ev fîlm berê gelek caran dîtiye.
Tirkiyê wek her tim teqîn di cî da xist hustuyê PKKê. Belkî têxin hustuyê PYDê û YPGê jî. Ji bo ku êrîşî wan bikin. PKKê heta nuha tiştek negotiye.
Lê heger PKK be jî dibê negre ser xwe, ne hewce ye bigre ser xwe..
Ev teqîn karê MITê ye, sedîsed MITê bi hinek zilamên xwe da kirin, ji bo ku bikin bahaneya êrîşa ser kurdan.
Van faşîstan xwîna xwe kirine çavên xwe, miheqeq ewê êrîşî kurdên rojava bikin.
Ev sedîsed e...
Lê bira bikin, ewê poşman bibin.
Heger ev cînayet têrê neke, ewê yeka hîn mezintir bidin kirin. Yanî ji bo ku êrîşî kurdan bikin û nehêlin kurd li Sûriyê bibin xwedî maf ewê her qetlîamê bikin
Piştî teqînê bêyê ku lêkolînek were kirin, bêyî ku kes were girtin, bêyî ku delîl û îspateke hebe tavilê gotin PKK ye.
Ji xwe ji bo ku têxin hustuyê PKKê ev cînayet dan kirin, ketin xwîna hewqas însanî.
Heta tiştê hat serê Enwer Paşayê Îttîhatçî, Seddam Husên, Hîtler û Mîlosewîç neyê serê Erdogan, ew dev ji kurdan bernade, dibê di şer da hinek wî têk bibin. Heta Tirkiye, ev dewleta faşîst di şerekî da neşikiyê biaqil nabe…
2016-02-17

XXX
Hukûmeta AKPê terorîstên Daîşê îcar li Kurdistana bakur bi kar tîne.
Derket ortê dewleta tirk li Sûrê, li Bismilê, li Farqînê, li Cizîrê û li gelek derên din terorîstên Daîşê bi navê ”Tîmên Esedullha” li hemberî kurdan bi kar tîne.
Baş nayê zanîn ev hêza faşîst, irqçî û çete çi hêz e, girêdayî kê ye û ji kîjan miletî ye.
Li gorî agahiyên gel çeteyên hêzê bi hev ra bi erebî dipeyivin û bi îhtîmaleke mezin qatilên Daîşê ne, hukûmeta AKPê wan li Kurdistanê li dijî kurdan bikartîne.
Her tişt ji vê hukûmetê tê, tiştê bi Daîşê ü çeteyên din li Sûriyê û Kobanê anî serê kurdan, dixwazin li Kurdistana bakur jî eynîtiştî dubera bikin.


17 februari 2016

Gefên Davutoglu ji bo ku YPG riya nabêna wan û Daîşê negre

Ji bo ku Ezaz nekeve destê kurdan Davutoglu û Erdogan xwe perçe dikin, gefê li ser gefê li kurdan dixwin.
Serokwezîr Ahmet Davutoglu, li ser girtina Ezaz û Til Rifar gotiye:
”Ne mudaxeleya Tirkiyê bûya Ezaz û Til Rifar nuha girtibûn.Dema kîlometreyekê, yekûnîvê nêzîkî lê kirin me bala wan kişand. Me bala YPGê kişand. Me got hûnê derbasî rojavayê Ferêt nebin, hûnê nêzî Ezazê nebin. Nuha jî em dibêjin ewê nêz nebin.”
Nivîskarê rojnameya Yenî Şafakê û tirşikçiyê hukûmeta AKPê Abdulkadîr Selvî jî li ser van gotinên Davutoglu yên li ser muhîmiya Ezazê  û Til Rifarê gotiye:
”Ez dixwazim gotina serokwezîr, ”emê destûrê nedin ketina Ezazê” hinekî vekim. Heger nabêna Ezaz û Til Rifar were girtin têkiliya Tirkiyê bi muxalefetê ra ewê bi temamî qut bibe.
Heger Ezaz û Til Rifar têkevin destê YPGê ewê hemû tamarên me yên jînê ji kok da qut bibin.
Baş e tahlûkeyeke wisa heye?
Heye. Him jî tahlûke gihîştiye ber deriyê me.”
Wek tê dîtin hukûmet û dewleta tirk pir giringiyê din Ezazê, dixwazin wê qorîdorê miheqeq di destê xwe da bigrin.
Ji ber ku bi wê riyê xwe digihînin çeteyên Daîşê, Nusrayê û faşîstên li wir bi cî kirine.
Heger YPG wê korîdorê jî ji destê çeteyan bigre, wê çaxê bînê li wan û Tirkiyê dibire û wek Selvî jî gotiye, ewê ”tamarên wan yên jînê” werin qutkirin.
Berpirsiyarê YPGê yê leşkerî Rêdûr Xelîl, li ser tehdîdên Davutoglu gotiye:
”Emê Ezazê bigrin. Bira Davutoglu wek ku Sûriye malê wî yê bi tapûye nepeyive. Heta jê tê bira xwe rake û li erdê xe, emê Ezazê bigrin û têkiliyên wan yên bi çeteyan ra bibirrin. Bi vî hawî ewê li Sûriyê bingeha huzûrê were avêtin. Çimkî ji bo ku li Sûriyê huzûrê bicî bibe dibê  meriv Tirkiyê ji nabênê derxîne, ev şert e. Her roj ji Tirkiyê bi dehan TIRên tije sîleh û cebilxane dixin Sûriyê. Ji hedefên me yên acil yek jî gerek em rê li ber vê sewqîyatê bigrin.”

Nuha meriv fêm dike bê Davutoglu çima naxwaze Ezaz ji çeteyan were stendin û  têkeve destê YPGê. Ji ber ku bi di ser Ezazê ra alîkariyê dişînin ji çeteyên Daîşê ra.
Ji ber ku ji xeta Ezazê terorîstan tim takwîye dikin.

Êdî zarok jî dizanin Tirkiye çima dixwaze şerê YPGê bike ?


Heger were bîra we, çend meh berê Erdogan got:
”Emê tu carî destûrê nedin li bakurê Sûrîyê dewletek çê bibe. Bedelê vê çi dibe bila bibe emê nehêlin.”
Ma ji viya vekirîtir axaftin dibe?
Hûn dibîn Erdogan çima li dijî PYDê ye? Ne ji bo ku PYD nêzî PKKê ye û "terorîst" e, ji bo ku li bakurê Sûriyê dewletek çênebe, ji bo ku kurd nebin xwedî dewlet li dij e.
Û bo vê jî Erdogan, bi gotineke hîn rasttir dewleta tirk û hukûmeta AKPê(di nava vê da kurd jî pir in)dibêje bedelê wê ci be jî ewê nehêlin li Sûriyê kurd ji bindestiyê xelas bibin û bibin xwedî dewlet, federasyon ya jî otonomî.
Hewqas vekirî!
Baş e Tirkiye çima hewqasî li dijî azadiya kurdên Sûriyê ye, mesele çi ye?
Sebebê vê dijminatiya Tirkiya ya hewqasî mezin ya bi PYD, YPGê ra çi ye, çima Tirkiye naxwazin kurd li Sûriyê bibin xwedî maf û desthilat?
Sebebê wê pir basît e.
Ji bo ku mafekî nede kurdên xwe.
Ji bo ku ji kurdên bakur ra pişt çênebe dixwaze kurdên Sûriyê bifetisîne, PYDê û YPGê ji navê bibe.
Ji ber ku nêta AKPê û dewleta tirk ya di heqê kurdên xwe da pir xerab e, plana dewletê domandina şer û tirkkirina kurda ye.
Li gorî tirkan xelasiya kurdên Sûriyê ewê xelasiya kurdên Kurdistana bakur(Tirkiyê)bi xwe ra bîne, bi kêmanî ew ê nêz bike, ewê kurdên bakur jî bitahmijîne azadiyê û daxwaza wa nya rizgarbûnê xurt bike.
A ji ber vê, tirkan mirina xwe kirina çavê xwe û bela xwe ji kurdan venakin.
Û ewê tu carî nekin jî.
Bi îhtîmaleke mezin ewê têkevin Sûriyê û êrîşî YPGê bikin.
Bi vê êrîşê ra ewê HDPê û kurdên bakur jî pir biêşînin.
Belkî dest bavêjin kurdên ne nêzî, li dijî PKKê jî…
Çimkî dewleta tirk û hukûmet rizagarbûna kurdên rojava wek destpêka rizgarbûna kurdên Kurdistana Tirkiyê dibînin.
Lema jî dibê YPG, ENKS û hemû kurd ji êrîşeke Tirkiyê ra xwe hazir bikin û xafil neyên girtin.
Mesele ev e….
Meriv dikane bibêje şerê Sûriyê û derketina kurdan ya sahê hemû dek û dolab û planên Tirkiyê yên antî-kurd deşîfre kir.
Ji bo her kesî baş eşkere bû ku nêt û plana Tirkiyê di heqê kurdan da pir xerab e, di ajandeya Tirkiyê naskirina kurdên bakur tuneye, belovacî wê ûnkar û îmha hîn siyaseta dewletê ya esasî ye.
Derdê Tirkiye ne PKK, HDP û filan û bivan e, ew li dijî xelasbûna kurda ye, tu nêteke dewletê û hukûmeta AKPê tuneye tu mafî bide kurdên xwe.
Lema jî bi hemû hêza xwe dixebite rê li ber azadbûna kurdên Sûriyê jî bigre.
Û piştî vê saetê kurdê hîn jî bi AKPê ra bimîne, maneya xwe ew jî wek Erdogan dibêje:
”Emê tu carî destûrê nedin li bakurê Sûrîyê dewletek çê bibe. Bedelê vê çi dibe bila bibe emê nehêlin.”
Kurdê wiha nafikire, kurdê li dijî van gotinên Erdogan e dibê tavilê ji AKPê, ji mebûsiyê û ji wezîriyê îstîfa bike. Yê neke piştgiriyê dide van gotinên Erdogan û şirîkê êrîş û qetlîamên dewleta tirk e…


Neteweyên Yekbûyî jî Tirkiye ŞOK kir!


Ev demeke meriv di medyaya tirk da van sernivîsan(manşetan)dibîne:
-Ji Emerîka bersîveke matmayî!
-Ji Rûsyayê bersîveke matmayî!
-Ji Yekîtiya Ewrûyê beyaneke matmayî!
Û îro jî wa ye Neteweyên Yekbûyî dewleta tirk, hukûmeta AKPê, miletê tirk û medyaya tirk matmayî yanî ŞOK kiriye.
-Ji Neteweyên Yekbûyî ji bo YPGê bangeke matmayî li Tirkiyê !
Spas ji bo vê biryara dîrokî ya Konseya Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî ya li dijî êrîşên Tirkîyeyê ser kurdan û YPGê.
Hela hinekî sebir bikin, ev hîn destpêk e revok û faşîstên Kafkas û Balkanan!
Heta nuha tim ji we ra li hev hat û ji me ra jî tim çep geriya.
Bira carê kabê me feqîran jî mîr were
û ji we zalim û bêbavan ra çep bigere…

XXX
Miletê tirk dixwaze artêşa wan here li Sûriyê koka kurdan biqelîne
Li gorî beyana dîrektorê Lîkolîn A&Gê Alî Gur, ji sedî 61ê tirkan bi ruh û can piştgiriya îşxala Sûriyê (hûn viya Kurdistana rojva fêm bikin) dike.
Ji sedî 6, teqrîben piştgiriya hemû tirkan e, ji sedî 49ê mayî jî kurd, ereb, asûrî, suryanî, cuhû û qismek jî kesên çep û deokrat in.
Yanî li gorî vê anketê meriv dikane bibiêje miletê tirkma hema bi giştî dixwaze leşkerên wan herin li weletekî din li hemberî kurdan şer bikin û koka wan biqelînin.
Piştgiriya îşxalkirina Sûriyê helbet ji bo kurda ye, miletê tirk dixwaze artêşa tirk here têkeve Sûriyê û PYDê û YPGê biqedîne, tirştê artêşa tirk li hemberî PKKê dike, li hemberî PYDê û YPGê jî bike.
Lema ji sedî 61ê tirkan piştgirî daye îşxala Sûriyê…
Û hîn kurd hîn ji bi çavê ”biratiyê””dostiyê” li vî miletê zalim, rêbir û talankir dinêre…


XXX
Celal Başlangiç gotiye:
”Li welêt bi kurdan ra şer, li cîhanê bi kurdan ra şer !"
Rast e, rewş eynî wiha ye.
Lê belê vê herba li heberî kurdan îro dest pênekiriye, ji roja Tirkiye ava bûye dewleta tirk li der û li hundur li hemberî kurdan şerekî pir mezin û êrîşkar(agresîv) dike.
Li ser her buhosteke axa dinê şerê miletê tirk û Tirkiyê li hemberî kurdan heye û heta kurd azad nebin ewê şerê xwe bidomînin.

16 februari 2016

Dijminatiya bi kurdan ra tirk kirine zalim , bêexlaq û virekên di ser hev ra


Min nuha di kanala CNNê da 5-6 deqîqeyan li Denîz Baykalê keftar û cimeta pirs jê dikirin guhdarî kir.
Ji ber ku hewqas derewan, bêbextiyê, buhtanan û telaqreşiyêli kurdan dikin ez bi xwe nikanim zêde lê guhdarî bikim, bîna min teng dibe.
Bi baweriya min dijminatiya bi kurdan ra, kîn û nefreta ji kurdan, piraniya tirkan kiriye virek, bêûjdan, bêexlaq, telaqreş, bêbext, zalim, zorba, irqçî, bêmerhemet, durû, bêtolerans, antîdemokrat yanî çuqas wesf û qereketerê pîs û neînsanî heye, hemû jî bi wan ra xurt kiriye, ew ji însaniyetê, ji medeniyetê dûr xistine.
Çimkî gava derewan nekin, bêbextiyê nekin, rastiyê belovacî nekin, ji hemû wesf û xusûsiyetên însaniyetê û medeniyetê dûr nekevin, nikanin kurdan neheq û xwe jî bi heq nîşan bidin.
Ji bo ku meriv bibêje YPG rehet nasekine, ew êrîşî me dike û em jî bersîvê didinê, yanî li gorî angajmanê hereket dikin, dibê meriv ji exlaq, moral û ji hemû nirxên însaniyetê bêpar be, şuştîmuştî be.
Dibê meriv çamûr be û heta tu bixwazî rezîl be, namerd be.
Mixabin dijminatiya bi kurdan ra piraniya tirka wiha kiriye…
Meriv li kîjan programa telewîzyona tirk temaşe dike, li kîjan siyasetmedarî, întellektuelî, akademîsyenî û rojnamevanê tirk guhdarî dike, meriv dibîne ku ji însaniyetê pir dûr ketiye, ez nebêjim hemû, lê bi piraniya wan ra exlaq, ûjdan, moral, merhamet daketiye binê sifrê.
Hemû bûne kûreya derewan û zalimên ji hev xerabtir…

2016-02-16

XXX
Baykal tew heta Helebê dixwaze...
Denîz Baykalê faşîst, ji xwe ji sedî 99, 9ê siyasetmedarên tirk faşîst in û neyarên kurdan e, do di kanala CNNê da li dijî kurdan û PYDê derew, buhatan û bêbextiyên nemayî kirine, wek sosyaldemokratekî faşîst piştgirî daye êrîşên artêşa tirk yên ser kurdan, xwestiye artêşa tirk here têkeve axa Kurdistanê û Sûriyê û nehêle kurd li Sûriyê bibin xwedî maf.
Li gel van dîtinên wî yên antî-kurd, faşîzan û kolonyalîst gotiye:
“Heleb bajarekî sûnîyan e, nabe meriv vî bajarî teslîmî rejîmeke nuseyrî û elewî bike...
Yanî ev lawê dêlikê qol û faşîstê ozbek bi rengekî sergirtî dibêje, gerek Tirkiye heta Helebê ji erebên elewî û nuseyrî bigre û bi ser Tirkiyê ve berde.
Van mahcirên ji ber boqandina rûsan reviyan li herêmê bûn bela, li welatê me bûne qîr û di me geriyane, bûne gûyê ereban û di sola me geriyan e...

2016-02-16

15 februari 2016

Xwedê kir ku dijminên me ne biaqil in


Berdevkê wezîrê karên derve yê Tirkiyê Tanju Bîlgîç ji beyanên Emerîka yên li ser kurdan û YPGê pir û pir aciz bûye, wek mozeke sor aziriye û gotiye:
”Ji ber ku berdevkê wezareta karên derve yê Emerîkayê Kirby, Tirkiyê û rêxistineke terorîst ya wek PYDê wek hev dibîne em matmayî hîştin”, filan û bêvan….
Kurro ev tirk jî çi merivên bizok in, ma ev jî rexne û bersîv e?
Nûnerekî dewleta tirk dibê ji Emerîka gazinên wiha rebenokî neke, gotinên wiha sistopisto nebêje, dibê wek tirkekî qehreman resta Emerîkayê bixwîne, bibêje ”ezê tiliya xwe li çavê texim !
Ey Kirby, tu çawa kanî beyaneke wiha bidî, ma tu me nas nakî?
Û heta wek berdevkekî dewleta tirk dibê hin gotinên hîn girantir jî ji Kirby û Emerîkayê ra bigota...
Hêvî dikim hûn tirk vê siyaseta xwe ya agresîv û antî-kurd bidomînin. Bi xêra vê siayseta we belkî kurd sempatî alîkariya dinyî bigrin û ji bindestiyê rizgar bibin.
Di vir da dibê siyasetmedarên kurd xwedî asoyeke berfireh bin û mezin bifikirin û mezin bilizîn.
Li Sûriyê dinya bi me ra ye û li dijî Tirkiyê ye, em li hundur jî û li der jî ji Tirkiyê pir xurttir in. Ji ber ku em li dijî îdeolojiyeke barbar û faşîst in, em li dijî hêzeke bêmerhemet, bêtolerans, zalim, çete û qatil şer dikin.
Lê Tirkiye hevalê vê hêza barbar e.
Em ji bo azadiyê, demokrasiyê, wekheviyê, heq û huqûq şer dikin, lê Tirkiye li dijî van nirxan hemûyan e, hevalbendê Daîşê ye. Daîş seriyan jê dike, avahiyên dîrokê wêran dike.
Dinya viya dibîne.
Taju Bîlgîç, bi xwedê îdeolojiya tirkîtiyê hûn dîn kirine.
Bi navê Xwedê heta hûn xwediyê vê îdeolojiya faşîst ya antî-kurd bin, hûnê gelek carên din jî matmayî bimînin û xeyalşikestî bibin…
Bi serê rahmetiyê bavê te û bi serê wî seokê te yê çavbeloq û sergundor, ev nîna ye, tirnîna hîn li dû ye...
Piştî Rûsyayê îcar azaran didin Emerîkayê, îcar siyaset û beyanên Emrîkayê naecibînin û dixwazin dewleteke wek Emerîka têkeve bin emrê Tirkiyê û li gorî Tirkiyê dost û dijminê xwe tayin bike.
Nîjadperestiyê aqil ji serê we biriye…
Nîjadperesetiya tirk, neyartiya kurdan berpirsiyarên dewleta tirk û hukûmeta AKPê gelkî irrasyonel kirine, mêrikan ji Rûsyayê ra, ji Emerîkayê ra restê dikşînin, dixwazin hemû dinya wek wan dijminatiya kurdan bike.
Pantirkîst û nîjadperestên har, Xwedê aqilekî bide we û vê kîn û nefreta ji kurdan ji dilê we derxe…
Amîn…

Rûsyayê bîn li Tirkiyê çikandiye



Piştî êrîşên artêşa tirk ser hêzên kurd yên van rojên dawî, wezareta parastinê ya Rûsyayê bi beyanekê diyar ku heger sînorê Sûriyê were îhlalkirin wan emrê lêdanê daye balafirên xwe.
Dewleta tirk li bela xwe digeriya wa ye dît, elimîne devê kurdên bêkes. De heger mêr in bira herin li rûsan xin.
Hêvî dikim neyartiya kurdan belayeke mezin bide van pantirkîstên faşîst û tiştê hat serê Îraq û Sûriyê were serê wan jî.
Li gorî xebera Rûdawê, Rûsyayê îro jî li herêma Ezazê ceperên Daîsê bombebaran kiriye...

XXX
Diyar e Emerîka oşt kiriyê îcar dora Merkel e
Serokwezîrê Tirkiyê Davutoglu, bi riya telefonê ji Merkelê ra gotiye “li hemberî êrîşên YPGê ewê bêdeng nemînin û miheqeq bersîvê bidin.”
Di Merkelê da maden kişif kirine, lema jî êdî li dora wê diçin û tên, dixwazin bi riya wê Daîşê ji qedandinê xelas bikin.
Hela hûn bala xwe bidin van derewên bi boçik, “êrîşên YPG”?
Xwedêgiravî profesor û serokwezîrê welatekî ye, lê derewên ku kes jê bawer nake dike.
Her kes dizeneke ku YPGê tu carî êrîşî tirkiyê nekiriye û nake.
Mr. Bean derewan dike lê rebeno nikane cî bide derewên xwe.
Diyar e êdî xulqê Emerîkiyan nema li derewên wiha guhdarî bikin, lema jî oşt kirinê. Îcar rabûye telefonî Merkelê dike, wisa xuya ye Merkelê li gorî diranên xwe dibînin.
Lê heleke beyhûde ye, Emerîka êdî guh nade we û rûs jî li we hatine xezebê, lema jî numareya we qediye. Hêdî hêdî hûnê wek bonciyan li ser dêla xwe bikevin


XXX
Ev çend caran bi dehan koçberên kurd di derya(Egeyê) nabêna Tirkiyê û Yûnanîstanê da dixeniqin.
Di vê xeberê da jî qala xeniqîna 60 kesî tê kirin.
Du roj berê jî ji malbateke kurdên bakur 5 kes xeniqîn.
Bi dîtina min xeniqîna kurdan dikane sabotaj be. Dikane tiliya çete û MITê tirk têda hebe, yanî ne qeza be.
Helbet yên dixeniqin ne tenê kurd in, bi sedan ferdên gelek miletên din jî xeniqîne...
Lê bi qasî ez dizanim di hemû bot û keştiyan da însanên ji gelek welatên cihê tevhev bûne, yanî di tu botekê da ferdên miletekî tenê nexeniqîne. Bi kêmanî qezayên bi rengî pir kêm in.
Lê di qezayên kurdan da tenê kurd di bot û kelekan da hebûne.
Ez dibêjim bi qestî kurdan top dikin, perê wan jê distînin û dû ra jî dibin di deryayê da dixeniqînin.
Yanî tiştekî wiha qet ne dûr î îhtîmalê ye, tirk dikanin bikin.
Dibê kurd, hin rojnamevan "qezayên", xeniqînên kurdan bikolin. Rêberên wan kî bûne, kesên ji miletên din bi wan ra hebûne yan na, çawa xeniqîn û hwd.
Yanî ez ji ji tirkan bi şik im, li gorî bawriya min tirk dikanin bi zanetî kurdan bişînin mirinê.
Mesela dema ji wan vediqetin bota wan qul bikin...
Axir dibê kurd, rojnamevan li ser çîroka xeniqîna kurdan rawestin.

Ji Emerîka û Rûsyayê di eynî wextê da girtina alîkariyê serketineke mezin e


Mustafa Acar, li ser piştgiriya Emerîka û Rûsya ya bi PYDê û kurdên rojava ra tespîteke pir hêja kiriye, gotiye:
”Emerîka û Rûsya, di seranserê dîroka xwe da kêm caran biryara bi hev ra hereketkirinê dane.
Ji van biryaran ya herî girîng di Şerê Cîhanê yê Duyem da li hemberî artêşa Hîtler girtin. Emerîka çû hawara Artêşa Sor û artêşa Hîteler li nêzî Moskovayê tarûmar kir.
Biryara van herdu hêzên super ya duyem, li Kurdistana rojava alîkariya bi YPGê ra ye. Û parastina YPGê ji êrîşên artêşa tirk ya wek cûrekî artêşa nazî ya duyem.
Tifaqa Rûsya û Emerîkayê ya dema zulma nazîyan di guhertina qedera dinyayê da çiqasî heyatî bûbe, ji bo firênkirina êrîşkariya tirk, alîkariya Emerîka û Rûsyayê ya bi YPGêê û kurdan ra jî îro hewqasî muhîm e.
Ev herdu hêzên super ku ev serê salan e tim raqibên hev in îro li beşekî Kurdistanê hevfkir in, ev gelkî muhîm e. Fersendên wiha ji sedsalan carê nakeve destê kurdan. Gelo em di zanîna vê fersenda dîrokî da ne?
Geleo em amadene ku li gorî vê gavên siyasî bavêjin?”
Tiştê Mistefa gotiye rast e, bi rastî jî ji Emerîka û Rûsyayê bi hev ra alîkarî girtin ne tiştekî basît e, balanseke bi vî rengî hewqasî ye. Lema jî di vî warî da dibê meriv PYDê û Salih Mislim pîroz bike.
Û hêvî dikim ku PKK û PYD giringiya vê fersenda dîrokî bizanin û siyaseteke li gorî wê bimeşînin.
Li hemberî pozîsyona PYDê ya baş û xurt, rewşa Tirkiyê pir xerab e, di destê Tirkiyê da tenê zor, gef û şantaj maye. Wek dewleteke endamê NATO, di serî da Emerîka, hemû endamên Natoyê li dijî Tirkiyê ne û bi vê êrîşên xwe yên ser YPGê jî baş eşkere bû ku hevalê Daîşê ye û têlçûna Daîşê û Nusrayê qebûl nake.
Yanî di warê siyasî da rewşa kurdên rojava ji ya Tirkkiyê pir xurttir e, hêvî dikim dom bike…

XXX

Wezîrê parastinê yê Îsraîl Moshe Yaalon pir şîrîn şikirî peyivîye, gotiye ”Li Sûriyê ewê dewleta kurd ava bibe. Ji ber ku Sûriye ewê bibe sê perçe…”
Wey ez heyrana wî devî û wê texmîna te.
Ma em çi dixwazin, tiştê em dixwazin jî ji xwe ew e. Bi kêmanî ev 150 sal in em li pey vê dewletê ne.
Lê ya xerab û trajîk kurdên dikanin bibin dewlet, yên xwediyê wê hêzê ne dewletê naxwazin.
Dibê em zend û bendên xwe vemalin û van kurdên li dijî dewleta kurd îqna bikin, zerûretî û başiya dewleta kurd bi wan bidin qebûlkirin.
Meriv dewletê nexwaze kes bi zorê nade meriv.
Bi dîtina min jî li Kurdistana başûr û rojava wexta çêbûna dewleta kurd hatiye.
Şert kemîlî ne.
Îspata vê jî êdî ne em, xelk jî dibêje dema avabûna dewleta kurd hatiye.
Lema dibê PKK û PYD jî êdî wek PDKê û YNKê dewleteke netewî bixwazin

14 februari 2016

Ya meriv hevalê dewletê ye ya jî hevalê gelê xwe ye


Kurdê, partiya, ronakbîr û siyasetmedarê li hemberî êrîşa Tirkiyê ser kurdên rojava, ser Efrînê û hêzên YPGê bêdeng bimîne, vê êrîşa dewleta tirk bi şîdet protesto neke, ew çi demagojiyê bike jî ew hevalê dewleta tirk û hukûmeta AKPê ye.
Îro ya meriv li dijî çavsorî û êrîşkariya dewleta tirk e, ya jî hevalê wê ye, ya meriv hevalê gelê xwe yê mezlûm e, ya jî hevalê êrîşkaran, dostê Nusra û Daîşê ye.
Êdî çiv miv nema, her kes mecbûr e refê xwe diyar bike, ya meriv hevalê dewletê û siyaseta wê ya antî-kurd e,  ya jî li dij e...
Çimkî bêdengiya li hemberî êrîşên dewleta tirk, piştgiriya îndîrekt ya Nusra,Daîş û hêzên cîhadîst e. Ji ber ku Tirkiye ji bo ku kurd zora Daîşê û Nusrayê nebin êrîşî kurdan dikin.
Dibê meriv viya bi dengekî bilind û eşkere bibêje.
Û ya din jî îro PYD û Kurdistana rojava ye, lê sibe ewê dora PDKê û Kurdistana başûr be. Ev ji sedîsed e.
Tirk heta ku xwediyê vê îdeolojiya panturkîst ya nazîst bin nabin dostê tu hêzeke, tu partieyeke kurd. Dibê em biaqil bin û bi derewên tirkan nexapin...
Dewleta li Sûriyê nehêle kurd bibin xwedî maf, ewê li Îraqê jî nehêle û nexwaze. Tenê mesele dor e û wext e.
Dibê hukûmeta Kurdistana Federe, PDK, YNK, Goran û hemû kurd bizanibin ku ev dewlet ne li dijî hêzekê, partiyekê tenê ye, ew neyarê hemû kurda ye, naxwaze li tu beşekî Kurdistanê kurd azad bibin.
Vê rastiyê bibînin û dev ji neyartiya hev berdin.
Tirk dijminê qewmê we ne...

XXX
Li Cizîrê malan talan dikin
Leşker û polîsên tirk li Cizîrê gelek xaniyên li taxên Cûdî û Sûrê berê talan dikin û dû ra jî dişewitînin.
Dewleteke çawa malên xelkê, xaniyên xelkê dişewitîne?
Diyar e dixwazin şopên wahşet û qetlîama xwe wenda bikin. Lema jî her tiştî dikin rejik, komir.
Û ji ber ku dewleta tirk kurdan neyar dibîne, lema jî piştî qetlîam û talana xwe bajarên wan, mal û milkên wan jî dişewitîne.


Heta Erdogan zorê û mirinê nebîne dev ji kurdan bernade

Tirkiyê do bi şev cara duyem jî êrîşî hêzên YPGê kir, mirî û birîndar hene.
Heger bersîveke xurt neyê dayin ewê êrîşên xwe bidomînin û belkî têkevin Sûriyê jî.
Neyartiya kurdan mirina wan kiriye çavê wan.
Ka em binêrin Emerîka û Rûsya ewê îro çi bersîvê bidin Tirkiyê. Emerîka do banga rawestandina êrîşan li Tirkitê kir, lê Tirkyê guh neda banga Emerîka û cara duyem jî êrîş kir.
Bi balkişandinê, bi heyran û qurbanê Erdogan nasekine, dibê zorê û mirinê bibbîne.
Piştî beyana Davutoglu ya do bi şev û van êrîşan, kurdê hîn jî bi AKPê ra bimîne ew êdî ji kurdayetiyê û namûsê şuştiye, cahş e.
Bi vê beyana Davutoglu û êrîşên wan, baş diyar bû ku xendek mendek hemû vir in, derdê dewleta tirk bi kurdan ra ye, naxwazin li weletekî din jî kurd ji bindestiyê xelas bibin û bigihîjin azadiya xwe.
Yanî PKK, xendek hemû bahaneyên bêbingeh in.
PYDê heta nuha tu zirar nedeya Tirkiyê, dijminatiya Tirkiyê nekiriye, lê tirk dîsa jî bela xwe jê venakin.
Davutoglu do careke din got, "ewê nehêlin demografiya li bakurê Sûriyê were guhertin", yanî ewê nehêlin kurd bibin xwedî maf.

XXX
Tirkiye dixwaze kurdan bisekinîne ji bo ku çeteyên Daîşê ji herêmê paqij nekin.
Lema artêşa tirk êrîşî kurdan dike, lema bi lez û bez dihere hawara Daîşê.
Ji ber ku Tirkiye û Daîşê hevalê kunekê ne, ji ber ku Daîşê li ser navê Tirkiyê li Sûriyê û li hemberî kurdan şer dike.
Bi vê êrîşa Tirkyê ser kurdan ev şirîkatiya Tirkiyê û Daîşê, hevaltiya Erdogan bi Bexdadî ra baş îfşa bû.
XXX

Neyartiya bi kurdan ra Erdogan û Davutoglu kirin hevalê Daîşê. Bi Daîşê ra ewê jî cezayên xwe bikşînin.
Bingehê vê neyartiya bi kurdan ra îdeolojiya tirkîtiyê ye, pantirkîzm e. Enwer jî demakê wek Erdogan da dû vê îdeolojiya nazîst lê taliya wî tê zanîn. Pir ne dûr e ku taliya Erdoga-Davutoglu jî ewê wek ya Enwer be...

XXX

Ahmet Altan gotiye, ”Her benderuhê xwedî ûjdan, nabe terefdarê tankên zarokan dikujin.”
Lê gelek kurd ne hevalên zarokên li Cizîrê û Sûrê tên kuştin, hevalên tank û topên tirk in.

13 februari 2016

Tirkiyê dest bi şerê kurdên rojava kir


Serokwezîrê Tirkiyê Davutoglu gotiye, dibê YPG ji herêma Azaz paş da vekişe û balafirxana Mînnak ya ku Daîşê girtibû tavilê terk bike û careke din jî xwe nêzî herêma Azaz neke. Heger van daxwazên me tavilê bi cî neyne emê her tiştî bikin, yanî emê têkevin şer.
Û ya hîn jî muhîm Davutoglu gotiye ”dixwazin demografiya bakurê Sûriyê biguherin”!
Yanî kurd dikin li Sûriyê wek kurdên Îraqê bibin xwedî maf û desthilat, em viya qebûl nakin.
Yanî êdî kerr û kor jî fêm dike ku tiştê Tirkiyê bi Daîşê û Nusrayê bi dest nexist, îcar dixwaze bi xwe biceribîne.
Bi xwe bi kurdan ra tîkeve şer…
Ji bo ku kurd li Sûriyê nebin xwedî maf şer jî tê da, tirk ewê her tiştî bikin.
Ew bizanibin ewê şerê cîhanê jî derkeve, ewê dîsa jî têkevin Sûriyê û li kurdan xin.
Ji ber ku vê dewletê, vî miletî hebûna xwe bi tunebûna kurdan ve girê daye, ji bo ku ew hebin, dibê kurdan qir bikin.
Derdê wan êdî ne Esed mesed e, kurd in, tunekirin û bêmafhîştina kurda ye.
Ev pir vekirî ye.
Bi rica û libergerê dewleta tirk û hukûmeta AKPê dev ji siyseta xwe ya şerxwaz, agresîf û antî-kurd bernade.
Lema jî tiştê dibê kurd bikin haziriye şer e.
Him jî haziriye şerekî pir mezin.
Wêrankirina Cizîrê, Sûrê, Silopiyê, Şirnexê, Nisêbînê jî perçeyekî vî şerê dewleta tirk ya antî-kurd e.
Xendek mendek hemû vir û bahane ye.
Dewleta tirk dixwaze nuha tevgera kurdên Kurdista bakur û rojava yanî kurdên Tirkiyê û Sûriyê bipelixîne, ji bo demeke pir dirêj ji taqet da bixîne.
Heger bibûya û dinyayê qebûl bikira Tirkiyê ewê wek Seddam çekên kîmyayî bikar bianiya hemû kurd qir bikirana.
Bi dîtina min Cizîr provayeke biçûk ya vê programa dewleta tirk e, sivîl, zarok, birîndar hemû kurd kuştin, yek kes jî sax nehîştin.
Yanî jenosîda kurdan di programa Erdogan û birpirsiyarên dewletê da heye û tim jî hebûye.
Lê nuha ne belkî mimkûn e.
Lema jî ji dêlî kirina jenosîdeke mezin, Tirkiye dixwaze bi kurdên xwe û yên Sûriyê ra têkeve şerekî mezin, bi riya şer tiştê anîn serê ermeniyan bînin serê kurdan jî.
Di vir da helbet bersîv û şêla Emerîka pir muhîm e.
Hela ka em binêrin sibe li ser van gotinên Davutoglu yên îlanîherb Qesra Spî ewê çi bibêje û sinyaleke çawa bide me û Tirkiyê?
Emerîka ya ewê daxwaza Tirkiyê, ”dibê kurd li Sûriyê nebin xwedî maf û statu” qebûl bike û bi vî teslîmî tirkiyê bibe, ya jî ewê bersîveke baş bide vê tehdîda Tirkiyê ya şer.
Tabî heger tirk vê daxwaza xwe bi Emerîka û Rûsan û Ewrûpayê bidin qebûlkirin, sibe ewê eynî daxwazê ji bo kurdên Îraqê jî bikin. Ji bo wan jî ewê bahaneyeke şer bibînin û ji Îraqê bixwazin federasyonê xera bikin.
Yanî kurdên başûr jî di tahlûkê da ne, sibe tirk ewê eynî tiştî bînin serê wan jî. Ev sedîsed e.
Ji ber ku tiştê Davutoglu gotiye îlana şer e û qebûlnekirina hebûna kurda ye, mêrik qebûl nake li welatekî din jî kurd ji bindestiyê xelas bibin û bibin xwedî maf…
Lê li gel vê neyartiya tirkan ya hewqasî antî-kurd, hîn jî bi hezaran kurdên cahş û bêxîret ji AKPê dûr nakevin û di telewîzyonan da abûqatiya Erdogan û Davutoglu dikin…
Tirk bûne bela serê dinyayê, hela ka em binêrin dinya ewê çawaxwe ji vê bela mîkrop xelas bike….