31 mars 2016

Li ser beyana KCKê ya li ser Mahîr Çayan û Denîz Gezmîş



KCKê di roja îdama Qazî Mihemed û hersê havalên wî da ne li ser Qazî Mihemed û komara Kurdistanê, li ser bûyera Kizildere û kemslîstên tirk Mahîr Çayan, Denîz Gezmîş belavokek belav kiriye, ew bibîr anîne û gotine ewê dev ji şoreş û îdialên wan bernedin, ewê xeta wan bidomînin.
Di belavokê da navê Îbrahîm Kaypakkaya jî heye, lê ez Kaypakkaya ji van herdu kemalîstan cuda dikim, Kaypakkaya merivekî hêja ye, nabe meriv bi Deniz û Mahîr ra miqayese bike.
Kemalîst kurd bin jî ji kemalîstên wek xwe hez dikin, kemalîstan bibîr tînin, tu carî nikanin bibin kurd.
Kurmê şîrî heta pîrî, kemalîst nabin kurd û Kurdistanî û weselam…
XXX
Fadil Özcelik Dest xweş. Le hevoka dawî jı ber çi? "kemalîst nabin kurd û Kurdistanî" Bi xwe taybetîya kemalîzmê ew e ku li diji kurd û Kurdistanê ye û ji ber vê yekê jî kurd û Kurdistanî nabe ku bibin kemalîst, heger bûn kemalîst êdî ne kurd in û ne Kurdistanî.

Zinarê Xamo Min jî wer gotiye, min gotiye kemalîst kurd bin jî nabin kurd û Kurdistanî. Di gotinê da şaşî tuneye.

XXX
Fadil Ozçelik:
Ya şikayet edecek ne var?
Neymiş, yok KCK, yok HDP Mahir Çayanları anıyormuş da Qazİ Muhammed´i anmıyormuş.
Eee, bunda anlaşılmayacak, sizin yakınmanıza sebep olacak ne var?
Mahir Çayan ve Qazi Muhammed yerden göğe kadar farklı iki dünya.
Biri karmakarışık, gerçekleş(e)meyen solcu mart darbesinin mağduru ve kurbanı, işgalci, ilhakçı kemalist, solcu/sosyalist ne desen var; diğeri işgal ve ilhaka karşı mücadele eden ve bu yolda mahkeme ve idam sehpasında "kahpeleri" aşağılayan ...Kürdistan Cumhurbaşkanı.
KCK ve HDP, Mahir Çayancı, Deniz Gezmişçi; Mustafa Kemal´in askerleri.
"Demokratik moderniteci". Ağaç ve hayvanları çok sever, güllere bayılırlar. Tek kusurları ise sadece insanlardan nefret etmek ve onları, hep boğazlamak ve boğazlatmak.
Bir "ilkel milliyetçi" olarak Qazi Muhammed´i sahiplenmemelerinde anlaşılmayacak ne var?
Siz "ilkel milliyetçi" olarak cuntacı Mahir Çayan yoldaşı sahiplendiniz de karşılık görmediğiniz için mi bu kadar dövünür durursunuz?
Doğruya doğru, yanlışa yanlış.
KCK ve HDP´ye haksızlık yapıyorsunuz, haksızlık.
Haksızsınız, haksız.
Birilerini olduğu gibi ya kabul edin ya red edin.
Değiştirmeye kalkmayın.
Hele sakın istediğiniz gibi görmeye yeltenmeyin.
Sonu hep hüsran olur.
Kaybeden siz olursunuz, karşınızdaki kazanır.
...
Kulaklarınız mı tıkalı, sağır mısınız?
Adamlar ve kadınlar gümbür gümbür bağırıyorlar, çağırıyorlar biz, onlardan yana yoldaşız diye..
Ben, senden yana değilim, senin karşındayım diyor.
Sen hala duymuyorsan..
Duyduğun halde bile duymamazlıktan geliyorsan..
Bu ağırlığın altından kalkamayıp şok üstüne şok yaşamakla geçiyorsa yılların, mükellef kılmışsan kendini hayal kırıklıklarına..
Suç ve yanlış kimde?
Niye sen, Qazi Muhammed´ten, Barzani´den, siyasi statü sahibi bir ülkeden, Ala renginden yana tercih yapma hakkına sahipsin de..
Başkaları tercihlerinde neden özgür olmasın?
Demokrasiden nasiplen arkadaş, demokrasiden.
Hem de ekolojik olanından.

XXX
Fadil, heger tu dixwazî fikrekî min, dîtineke min rexne bikî bi dizî neke, eşkere navê min bide û fikirê xwe bibêje. Bêyî ku tu navê min bidî, bi rengekî sergirtî te ji min ra gotiye, ” Siz "ilkel milliyetçi" olarak cuntacı Mahir Çayan yoldaşı sahiplendiniz de karşılık görmediğiniz için mi bu kadar dövünür durursunuz?”
A ev bîbextî ye…
Ez di jiyna xwe ya siyasî da tu carî ne bûme hevalê çepên tirk û ne jî min tu carî li Mahîr Çayan û Deniz Gezmîş û fikrê wan parastiye.
Lê belovacî wê, heta nuha min çend caran kurdên her sal Mahîr û Denîz bibîr tînin rexne kiriye. Ez bawer nakim tu bi viya nizanibî. Hinekî centîlmen be.
Ez viya jî bibêjim, ez PKKê, KCKê wek rêxistinên tirk û dijmin nabînim, ez wan wek partî rêxistinên kurd dibînim. Gava ji bo kurd û Kurdistanê tiştên baş dikin kêfa min tê û gava li gorî min şasiyekê dikin jî bi qasî ku hişê min diçe ser wan rexne dikim.
Dibe ku li gorî te PKK xerab e, pîs e, kemalîst e û tu carî baş nabe û lema jî dibê meriv tim bi wî çavî lê binêre û daxwaza başbûnê û xweguhertinê ebeden jê neke.
Lê ez wer nafirkirim, baweriya min bi guherîna însanan jî û partiyan jî heye, ez bawer dikim partiyek dikane berê baş be û dû ra xerab bibe û ya jîeksê wê.
Yanî ezz wek cenabê te reş û spî li meselê nanêrim.
Ez zanim gotinên min, rexneyên min bi qasî serê derziyê jî tesîrê li çepên tirk û kemalêsên di nava PKKê da ne nake, lê bêyî wan bi milyonan kurd bi PKKê ra hene. Ez bawer dikim pir hindik tesîra min û yên wek min li vê kîtleya kurd dibe. Bi kêmanî hêviya min ew e ku ez kanibim tesîrê li vê kîtleya kurd bikim û hest û fikrên netewî li ba wan xurt bikim.
Nîhayet siyaset hêvî ye…
Fadil, ezbenî, yê do KCK rexne kir û got hûn çima Mahîr Çayan bibîr tînin, lê Qadî Mihemed bibîr naynin ez im. Yanî min jî nivîseke wiha nivîsî.
Û te jî ew nivîsa min bi şiroveyeke kin rexene kir û min jî di bersîva xwe da got, ”kemalîst kurd bin jî nabin kurd û Kurdistanî. Di gotinê da şaşî tuneye.”
Û dû ra jî te li ser vê mijarê ev nivîsa bi tirkî nivîsîye û gotiye, ” Neymiş, yok KCK, yok HDP Mahir Çayanları anıyormuş da Qazİ Muhammed´i anmıyormuş da...”
Baş e ezê çawa viya negrim ser Xwe?
Tu dibêjî qesta te ne ez im, wê demî kî ye?
Bê min kê tiştekî wiha nivîsî, ji kerema xwe ra lînka wê belav bike, bira xwendevan jî û  ez jî bibînin û dilê min jî rehet bibe.
Lê heger qesta di serê te da ne ez bim jî, ji ber ku min jî eynî tiştê te bi tinaz rexneke kiriye gotiye û te jî ew nivîsa min rexne kiriye, lema dibê ez jî van gotinên te yên bi tinaz bigrim ser xwe, çimkî min jî gotibû ”KCK, Mahîr bibîr tîne lê Qadî Mihemed bibîr nayne…”
Ya cara berê min ji te pirşî, ne ku tiştek got ya jî bersîv da.
Û ez bawer dikim Kutbettîn jî nivîsa te weke ku min fêm kir, fêm kiriye û lema jî kêfa wî jê ra hatiye, nivîs belav kiriye û spasî te jî kiriye.
Bi kêmanî min bi xwe ji  gotina Kutbettîn ” Destxweş Fadıl'ê delal!” ev fëm kir…
Bi silavên dostaniyê.

 Zinarê Xamo Fadil, heger tu dixwazî fikrekî min, dîtineke min rexne bikî bi dizî neke, eşkere navê min bide û fikirê xwe bibêje. Bêyî ku tu navê min bidî, bi rengekî sergirtî te ji min ra gotiye, ” Siz "ilkel milliyetçi" olarak cuntacı Mahir Çayan yoldaşı sahiplendiniz de karşılık görmediğiniz için mi bu kadar dövünür durursunuz?”
A ev bîbextî ye…
Ez di jiyna xwe ya siyasî da tu carî ne bûme hevalê çepên tirk û ne jî min tu carî li Mahîr Çayan û Deniz Gezmîş û fikrê wan parastiye.
Lê belovacî wê, heta nuha min çend caran kurdên her sal Mahîr û Denîz bibîr tînin rexne kiriye. Ez bawer nakim tu bi viya nizanibî. Hinekî centîlmen be.
Ez viya jî bibêjim, ez PKKê, KCKê wek rêxistinên tirk û dijmin nabînim, ez wan wek partî rêxistinên kurd dibînim. Gava ji bo kurd û Kurdistanê tiştên baş dikin kêfa min tê û gava li gorî min şasiyekê dikin jî bi qasî ku hişê min diçe ser wan rexne dikim.
Dibe ku li gorî te PKK xerab e, pîs e, kemalîst e û tu carî baş nabe û lema jî dibê meriv tim bi wî çavî lê binêre û daxwaza başbûnê û xweguhertinê ebeden jê neke.
Lê ez wer nafirkirim, baweriya min bi guherîna însanan jî û partiyan jî heye, ez bawer dikim partiyek dikane berê baş be û dû ra xerab bibe û ya jîeksê wê.
Yanî ezz wek cenabê te reş û spî li meselê nanêrim.
Ez zanim gotinên min, rexneyên min bi qasî serê derziyê jî tesîrê li çepên tirk û kemalêsên di nava PKKê da ne nake, lê bêyî wan bi milyonan kurd bi PKKê ra hene. Ez bawer dikim pir hindik tesîra min û yên wek min li vê kîtleya kurd dibe. Bi kêmanî hêviya min ew e ku ez kanibim tesîrê li vê kîtleya kurd bikim û hest û fikrên netewî li ba wan xurt bikim.
Nîhayet siyaset hêvî ye…

Fadil Özcelik Kekê Zinar, heger ji çarçoveya xwe dernekeve, nebe xeber, nifir, çir û heqeret, ez ji niqaşên polîtîk narevim. Bi awayekî divê "nebe" nêrînên xwe vekirî dinivîsim. Ez nizanim ji ber çi ye ku ev cara duyem e ku tu gotinên min li xwe digirî. Di herdu caran de jî cenabê Te qet nehatîye ser hişê min û min rexne li nêrînên Te nekirîye. Bêrîya ku Tu bi vê bersîva dirêj xwe biwestînî Te karibû telefonek ji min re vekira. Li gel silavan.

Zinarê Xamo Fadil, ezbenî, yê do KCK rexne kir û got hûn çima Mahîr Çayan bibîr tînin, lê Qadî Mihemed bibîr naynin ez im. Yanî min jî nivîseke wiha nivîsî.
Û te jî ew nivîsa min bi şiroveyeke kin rexene kir û min jî di bersîva xwe da got, ”kemalîst kurd bin jî nabin kurd û Kurdistanî. Di gotinê da şaşî tuneye.”
Û dû ra jî te li ser vê mijarê ev nivîsa bi tirkî nivîsîye û gotiye, ” Neymiş, yok KCK, yok HDP Mahir Çayanları anıyormuş da Qazİ Muhammed´i anmıyormuş da...”
Baş e ezê çawa viya negrim ser Xwe?
Tu dibêjî qesta te ne ez im, wê demî kî ye?
Bê min kê tiştekî wiha nivîsî, ji kerema xwe ra lînka wê belav bike, bira xwendevan jî û ez jî bibînin û dilê min jî rehet bibe.
Lê heger qesta di serê te da ne ez bim jî, ji ber ku min jî eynî tiştê te bi tinaz rexneke kiriye gotiye û te jî ew nivîsa min rexne kiriye, lema dibê ez jî van gotinên te yên bi tinaz bigrim ser xwe, çimkî min jî gotibû ”KCK, Mahîr bibîr tîne lê Qadî Mihemed bibîr nayne…”
Ya cara berê min ji te pirşî, ne ku tiştek got ya jî bersîv da.
Û ez bawer dikim Kutbettîn jî nivîsa te weke ku min fêm kir, fêm kiriye û lema jî kêfa wî jê ra hatiye, nivîs belav kiriye û spasî te jî kiriye.
Bi kêmanî min bi xwe ji gotina Kutbettîn ” Destxweş Fadıl'ê delal!” ev fëm kir…
Bi silavên dostaniyê.

Fadil Özcelik Kekê Zinar careke din dibêjim, qesta min fikir û helwesteke sîyasî ye. Ev du care dubare dikim, ma hîn çi bikim?

Zinarê Xamo Spas, min fêm kir...

Lales Qaso Kek Zinar ez kefile Fadil im  ku ne ji te re gotiye ilkel miliyetci. Apoci ji en mina min u te u Fadil re dibejin ilkel miliyetci. Ma ne te bi xwe nexwes anibu li ser ku cima "heval" Qadi bo birnayinin wer hasil Pkki u cepen tirkan me wek ilkel miliyetci. yani tiroviri dibinin ha. te Fadil cewt fehm kiriye. Behna xwe fireh bike. tu e bibini ku Fadil ji we wek min bersiva te bide

Lales Qaso Ne tedit min gotubu ku Fadil rexna xwe li apoiyan u cepe tirkan kirir. U tu ji ne apoyiyi. icar tu cima digri ser xwe. Ki bi kurdi bipeyive u bi kurdi binivisone u li hertisten bi kurdi xwedi derkeve Apoyi yani sereketiya Pkke wan ilkel miliyetci u dijmine tirkan u dewleta wan dibinin.

Zinarê Xamo Lales, nivîsa min ya do ya li ser vê meselê careke din bixwîne, min gotibû:

"KCKê di roja îdama Qazî Mihemed û hersê havalên wî da ne li ser Qazî Mihemed û komara Kurdistanê, li ser bûyera Kizildere û kemslîstên tirk Mahîr Çayan, Denîz Gezmîş belavokek belav kiriye, ew bibîr anîne û gotine ewê dev ji şoreş û îdialên wan bernedin, ewê xeta wan bidomînin. "
Û Fadil jî ev nivîs rexne kiribû. Yanî dema ez bigrim ser xwe ji bin da ne neheq im.
Ya din ez naxeyidim, normal e min rexne bike. Ev mafê her kesî ye. Lê tistê bi min ne xwes hat bi tinaz ez rexne kiribûm. Min wisa fêm kir.

Fadil Özcelik Kekê Zinar mebesta min cenabê Te bûya, minê bi nav ev tişt bikira. Di nav me de niqaşên polîtîk normal e, heta pêwîst be carna ferz e jî. Bi vî awayî em li hevdu zêde dikin, lê kêm nakin. Gelek caran ez ne weke te û ne weke kekê Laleş mijarekê fêm dikim û dinirxînim û hûn jî weke min. Ev dewlemendî ye, em ji mejî û zanebûnên hevdu îstifade dikin. Her kurdek mamosteyê min e. Heger carekê ez û cenabê Te li ser mijarekê niqaşekê bikin, çi zirara xwe heye? Ez ji niqaşan jî serkeftin an wendakirinê fam nakim. Niqaşên bi kurdan re ji bo min dayin û stendina ango "alvêra" fikiran e. Hewce be qet şik neke ku ezê bi nav bi te an biraderekî mîna Te re ji niqaşekê nerevim. Lê vê carê na.






30 mars 2016

Pentagonê xwest hemû emerîkî tavilê Tirkiyê biterikînin

Emerîkayê(DYA) do ji nişkave ji hemû hemwelatiyên xwe yên li Tirkiyê ne xwest tavilê Tirkiyê biterikînin.
Basa(binkeha, şargeha)leşkerî ya herî mezin ya DYA û Natoyê li Tirkiyê li bajarê Edenê li Încîrlikê ye. Bi hezaran leşker û malbatên emerîkî li Încîrlîkê ne.
Ev banga Emerîka ya ji nişka ve li Tirkyê her kes matmayî hîşt. Emerîka li ciyê rehetiyê, tehdîd û sebebekî cidî tunebe bangake wiha li hemwelatiyên xwe nake. Miheqeq ji derekê bînek girtiye, miheqeq li hemberî hemwelatiyên xwe tehdîdek cidî dîtiye, lema ev biryara bi lez da.
Berî vê bi çend rojan Almanya û Belçîkayê jî biryarên wiha girtibûn...
Diyar e li Tirkiyê li hemberî emerîkî û ewrûpiyan hin tahlûke hene. Lê gelo ev tehlûke çi ne û ji kê tên?
Ez bawer nakim Emerîka û Ewrûpa ji leşkeran bitirsin û ji ber leşkeran birevin.
Yanî heger îhtîmala darbeyeke leşkerî hebe jî ez dibêjim ewê ne li dijî Emerîka û NATOyê, belovacî wê, darbeyeke dostê Emerîka û NATOyê be, bi kêmanî bixwaze piştgiriya Emerîkayê bigre.
Lema jî ez texmîn nakim Emerîkayê ji tirsa darbeyeke leşkerî ev biyar girtibe.
Ji vê bêtir Emerîka dikane ji zilamên MITê-Daîşê hesaban bike, MIT dikane wek kuştina turîstên alman, wek bûyera Taksîmê bi merivên xwe yên di nava Daîşê da emerîkiyan bidin kuştin û têxe hustuyê Daîşê, û dû ra jî çend kesan bigrin û bibêjin vana Daîş in.
Heta dikanin têxin hustuyê YPGê jî.
Dikanin bi ajanekî xwe yê kurdê Sûriyê, yekî di nava YPGê da li Încirlikê ya jî li dereke din çend emerîkiyan bidin kuştin û bibêjin, ”me ji w era digot PYD û YPG terorîst in we qebûl nedikir, mêza wa ye hûn kuştin…” filan û fîşmekan.
Him kurdên werin kirîn pir in û him jî kurdên neyarên qewmê xwe. Yanî tirk kanin tiştekî wiha li hev ragrin.
Ji bo ku Emerîka piştgiriya xwe ji ser PYDê û YPGê qut bike, Erdogan dikane her tiştî bike.
Ji bo ku YPGê di bin tohmetê da bihêle, ji bo ku nabêna Emerîka û PYDê xera bike, tirk tiştê nekin tuneye.
Ji xwe Erdogan her roj, bi israr dibêje ”YPG û Daîş bi hev ra kar dikin…”
Yanî ne tenê dibêje YPG ”terorîst” e, mêrik bêyî ku şerm bike, bêyî ku ji xwe fedî bike, dibêje YPG û Daîş bi hev ra dixebitin.
De îcar merivekî hewqasî çamûr û hewqasî bêexlaq û namerd bêguman bêbextiyê neke tuneye.
Hesabê Erdogan û tirkan ev e:
Gava Emerîka piştgiriyê nede PYDê, kurd ewê li Sûriyê wenda bikin û piştî qedandina şer û hatina aştiyê ewê nebin xwedî maf.
Yanî ji bo ku li Sûriyê kurd nebin xwedî maf dibê PYD û YPG alîkariyê ji Emerîkayê negrin û ji bo alîkariyê negrin jî dibê herdu jî terorîst werin îlankirin.

29 mars 2016

Heger PKK dixwaze li Sûriyê kurd bi ser kevin û tirk wenda bikin dibê xwe ji PYDê û YPGê dûr xe




Ji Radyoya Dengê Emerîka beşê kurdî Mustefa Aram Acar, li ser xebatên Tirkiyê yên li Emerîkayê li dijî kurdan hin agahiyên pir muhîm dane.
Aram Acar di nivîsa xwe da gotiye Tirk li Washingtonê bi hemû hêz û rêxistinên xwe yên li Emerîkayê , bi ateşe, lobî û hemû dîplomatên xwe ve dixebitin ji bo îspat bikin ku têkiliya PYDê bi PKKê ra heye, PYD girêdayî PKKê ye. Ji bo vê xebata vê lobiyê pereyekî zêde rijandine.
Lê belê li gel vê jî dezgehên emerîkî zêde di bin tesîra propagandeya tirkan da namînin, zêde guh nadin van xebat û hewildanên tirkan yên dîplomatîk.
Lê ev şêla Emerîka, ev israra qebûlnekirina terorîstiya PYDê, Tirkiyê pir nerehet û aciz dike.
Ji bo ku Emerîka guh nede kurdên Kurdistana Sûriyê, dev ji alîkariya PYD û YPGê berde dewleta tirk her riyê diceribîne, bi milyonan pera xerc dike.
Ji ber ku Obama heta nuha hîn jî soza civînê (randevûyê) nedaye Erdogan, tirk gelkî aciz in û ji bo ku soza civînekê ji Obama bigrin wek gêrikan  dixebitin, li Washîngtonê civînê li ser civînê dikin.
Hukûmeta AKPê û tirk ne li Emerîka tenê, li Ewrûpayê jî  ji bo ku PYDê û YPGê jî bi PKKê ve girê bidin û dû ra mohra terorîstiyê li wan jî xin eynî xebatê dikin. Li Ewrûpayê jî bi milyonan pera dirijînin.
Nuha li dinyayê li hemberî PYDê û YPGê sempatiyeke mezin heye. Ji ber ku YPG li hemberî rêxistineke wek Daîşê hov şerekî bêhempa dike, gerîlayên YPGê li gelek deveran zora qatil û hovên Daîşê birin. Ev qeheremaniya gerîlayên YPGê li dinyayê olan da, sempatiyeke mezin qezenc kir. Her kes wan wek şervanên azadiyê û demokrasiyê dibîne.
Ev gelkî muhîm e.
Lema jî îmaja PYDê û YPGê him li Ewrûpay û him jî li Emerîkayê pir baş e. Loma jî Emerîka him PYDê û YPGê terorîst nabîne û him jî piştgiriyê pê ra dike.
Lê nav û îmja PKKê li Ewrûpayê û li dinyayê mixabin ne baş e, li Emerîka û Ewrûpayê di lîsteya rêxistinên terorîst da ye. Tirk di vî warî da bi ser ketin. Di viya da sûcê PKKê jî pir e. PKKê bi xwe jî karê tirkan rehet kir.
Lema tirk dixwazin PYDê û YPGê jî wek PKKê têxin lîsteya terorîstan, ji bona vê bi milyonan dolar dirjînin
Nuha derxistina PKKê ji lîsteya terorê ne mimkûn e, guhertina îmaja wê pir û pir zor e, jê ra xebat û dîplomasiyeke bi salan lazim e.
Lema jî heger PKK naxwaze PYD û YPG jî wek wê têkeve lîsteya terorê, dibê xwe ji PYDê û YPGê dûr bixe.
Dibê PKK, PYDê û YPGê rehet û azad bihêle, xwe tevî karê wan neke û wan mecbûrî hildana al û flamayên PKKê û rismên Ocalan neke. Vana pir ne muhîm in, ya muhîm em zora vî neyarê xwe yê hov bibin.
Li Sûriyê ji kurdan ra fersend û îmkaneke dîrokî peyda bûye, helbet di vê da ked û para PKKê pir e, her kes viya zane.
Lê siyaset tiştekî din e. Ya muhîm dibê em li Sûriyê zora dewleta tirk ya faşîst bibin, dibê PYD û YPG alîkariya Emerîka wenda neke.
Bêyî alîkariya derve(Emerîka, Ewrûpa) ya leşkerî, dîplamsî û siyasî kurd nikanin zora Esad, Daîşê, Tirkiyê û muxalifên rejîmê bibin. Dijminên me pir lê dostên me tunene.
Ji xwe li dinyayê tu milet bêyî alîkariya derve rizgar nebûye, ev yek ji bo me kurdan bêtir rast e, bêtir mecbûrî ye.
Lema jî kîjan serok, kîjan partî dikane alîkariya dinyayê bigre bira ew derkeve pêş. Ya rast ev e, dibê PKK viya bibîne.
Dewleta tirk hebûna xwe bi tunebûna kurdan ve girê daye, dixwaze li tu beşekî Kurdistanê kurd ji bindestiyê xelas nebin.
Û ji bo vê jî çi lazim e wiya diya dikin, pera dirjînin, dîplamasiyê dikin, derewan û buhtanan dikin, zorê bikar tînin.
Netîce wek min li jor jî got, tiştê herî rast û maqûl PKK xwe ji PYDê û YPGê dûr xe, tu qulpan nedede destê dewleta tirk.
PYD him di şer da pir serketî ye û him jî di dîplomasiyê da.
Ya muhîm dewleta tirk li Sûriyê li hemberî kurdan bi ser nekeve û kurd bibin xwedî maf û statuyeke siyasî.
Ev yek bi kîjan riyê û bi pêşengiya kê û kîjan partiyê dibe bira bibe, qet ferq nake. Tiştê xuya ye ev yek ancax bi pêşendiya PYDê û YPGê mimkûn e. Lema dibê PKK vê îmkanê, vî şansê miletê kurd sabote neke, tu qoz û qulpê nede destê tirkan. 

Jiyan carnan nayê kişandin !


Jiyan carnan nayê kişandin, pir tahl û tirş dibe, meriv ne zane biqîre û ne jî zane sukût bike.
Carnan gotin pere nake.
Ne qîrîn û hawar pere dike û ne jî bêdengî.
Meriv nizane çi bike?
Jiyan mişt surprîz in, carnan meriv matmayî dihêle, heta dişeqizîne. Fena ku ji asîmanan da gomeyek bi ser serê meriv da bikeve.
Meriv nizane dilê xwe li kê rehet bike û li kê rehet neke !
Ji kê ra barek xeber bide û ji ê kê ra nede!
Li kê barek nifir bike û li kê neke!
Axir jiyan carnan pir bi êş e, bi meriv wek zelindarê tahl dibe û wek qîrê jî li ber çavê meriv reş dibe...
Hela piştî ku tu kurd î bihuşta te her tim ji nişka ve dikane bibe dojeh.
Lê xwedê kiriye ku hêvî tim zora bêhêvîtiyê dibe.
Qey ev rojên giran jî ewê derbas bibin.
Qey ev milet jî ewê rojekê bigihîje azadiya xwe.
Qey rojekê miletê kurd jî ewê ji van siyasetmedarên korfahm û xwelîser xelas bibe...

2016-03-28

XXX


Carnan meriv dixwaze dilê hinekan ji xwe bihêle. Lê ji bo ku xelk nebêje ev bi te nakeve, meriv hêrsa xwe berra hundurê xwe dide.
Ya ela ya sebûr !

2016-03-28

28 mars 2016

Tiştê hatiye serê kurdan neyê serê gurên serê çiyan

Ez bîstik berê bi mamosteyekî kurd ra peyivîm. Li bajarekî Derya Spî mamosteyê dibistana destpêkê ye.
Min li halê wî pirsî. Bi kurtî ji min ra got ”keko, weleh halê me halê êsîran e, êdî li van deran em xwe wek girtiyan, wek êsîran his dikin. Her neheqiyê û heqaretê li me dikin.”

Me gelkî sohbet kir, tiştên min ji devê wî bihîstin ne tenê meriv xemgîn dikirin, tiştên gelkî bi xof bûn.

Li bajarên tirkan li hemberî kurdan neyartiyeke pir vekirî û êrîşkar heye, kurd di binê êrîşeke mezin da ne. Ji ber tirkan daduxun, zulmê, heqaretê dadiqultînin, ya na nikanin li wan deran bimînin.

Dewlet ne bes e milet jî xwe daye ser, miletê tirk jî ji şêla dewletê û hukûmetê cesaretê digre û çavsoriyê û serkutiyê li kurdan dike.

Bi kurtî li Kurdistanê dewletê û li metropolan jî tirkan jiyan li kurdan kirine zindan.
Dewlet jî û tirk jî xwe li kurdan diboqînin, mêrikan em kirine manga bi ga...:((

Di mekteban da perwerdeyeke îslamî ya pir vekirî û întensîv heye, heta bigihîje zarokên sinifên yekê û duduyan jî bi navê hin rojan di merasiman da mecbûrî nimêjkirinê dikin.

Tirkiye bûye Suûdî, perwerde bûye wek ya welatekî li gorî qanûnên şerîetê tê îdarekirin. Tenê nav kêm e.

Kurd dixwazin êdî ji Tirkiyê vegerin welatê xwe. Meyla vegera Kurdistanê xurt bûye. Lê PKKê wa ye gelek bajarên Kurdistanê bi dewletê dan xerakirin. Kurd ewê bi ku da herin?
Welhasilî kelam tiştê hatiye serê me neyê serê kevir û daran, neyê serê gurên serê çiyan…



Tiştê hatiye serê me neyê serê kevir û daran...

Ez bîstik berê bi mamosteyekî kurd ra peyivîm. Li bajarekî Derya Spî mamosteyê dibistana destpêkê ye.
Min li halê wî pirsî. Bi kurtî ji min ra got ”keko, weleh halê me halê êsîran e, êdî li van deran em xwe wek girtiyan, wek êsîran his dikin. Her neheqiyê û heqaretê li me dikin.”

Me gelkî sohbet kir, tiştên min ji devê wî bihîstin ne tenê meriv xemgîn dikirin, tiştên gelkî bi xof bûn.

Li bajarên tirkan li hemberî kurdan neyartiyeke pir vekirî û êrîşkar heye, kurd di binê êrîşeke mezin da ne. Ji ber tirkan daduxun, zulmê, heqaretê dadiqultînin, ya na nikanin li wan deran bimînin.

Dewlet ne bes e milet jî xwe daye ser, miletê tirk jî ji şêla dewletê û hukûmetê cesaretê digre û çavsoriyê û serkutiyê li kurdan dike.

Bi kurtî li Kurdistanê dewletê û li metropolan jî tirkan jiyan li kurdan kirine zindan.
Dewlet jî û tirk jî xwe li kurdan diboqînin, mêrikan em kirine manga bi ga...:((

Di mekteban da perwerdeyeke îslamî ya pir vekirî û întensîv heye, heta bigihîje zarokên sinifên yekê û duduyan jî bi navê hin rojan di merasiman da mecbûrî nimêjkirinê dikin.

Tirkiye bûye Suûdî, perwerde bûye wek ya welatekî li gorî qanûnên şerîetê tê îdarekirin. Tenê nav kêm e.

Kurd dixwazin êdî ji Tirkiyê vegerin welatê xwe. Meyla vegera Kurdistanê xurt bûye. Lê PKKê wa ye gelek bajarênKurdistanê jî bi dewletê dan xerakirin.

Welhasilî kelam tiştê hatiye serê me neyê serê kevir û daran, neyê serê gurên serê çiyan…

XXX
Hin hemşeriyên min yên wêranşarî malpereke(sîteyeke) bi navê "Vîranşehîrlîyiz ezelden" yanî em ji berê da wêranşarî ne ava kirine.
Rismên wêranşariyan diweşînin.


Wek hemşeriyekî xwe camêran ez jî ji bîr nekirime, wefadarî û qedirşînasî nîşan dane, sê rismên min jî weşandine. Mala wan ava be,
Ez berpirsiyar û birêvebirên malpera "Wîranşehîrliyiz ezelden/em ji berê da wêranşarî ne" pîroz dikim û ji wan ra serketinê dixwazim.

27 mars 2016

Ferqa me û cihûyan



Telewîzyona Swêd programeke, fîlmekî  belgeyî bi navê Shoah li ser komkujiya cihûyan(yahûdiyan, mûsewiyan)ya dema Hîtle nîşan dide.
Li Almanyayê, li Polonyayê kesên bûne şahidên komkujiyê didin peyivandin, însan qala tiştên dîne, tiştên bûne şahid dikin, cihûyên êsîr çawa qeydkirî anîne nava gund, çawa xistine dêran, çawa kuştine, çihûyên dizanîbûn diçin mirinê çawa kirine qêrîn û hawar…
Û însanan çawa li wan temaşe kirine û newêrîbûne dengê xwe bikin…
Rast e cihûyan pir kişand, gelek zulm û qetlîam dîtin. Lê dawiya dawî bi saya biaqilî û zîrekiya xwe heyfa xwe ji hemû zaliman girtin û bûn xwedî dewlet.
Û nuha jî di vê cejna Paskalyayê da dinya bi hurmeteke mezin qala serpêhatiya wan dike, qala zulma li wan bûye dike û civatê ji vê dîrokî agahdar dike.
Esas tiştê di dîrokê da hatiye serê kurdan ji yê cihûyan qet ne kêmtir e, lê ji ber ku em ne cihû ne, ji ber ku em nebûne xwedî dewlet kes qala serpêhatiye me, qala komkujiyên di dîrokê da hatine serê me nake.
Em dev ji dîrokê berdin, tiştê ereb û tirk îro, a nuha li Sûriyê û li Tirkiyê tînin serê me ji jenosîda cihûyan ne kêmtir e.
Lê ji ber ku em kurd in û miletekî bextreş û bêkes in kes dengê xwe nake, kes ji dewleta tirk ra nabêje hûn çima vê wahşetê tînin serê kurdan?
Ereb û tirk bi tank û topan, bi rakêtan gund û bajarên me wêran dikin, keç û xortên me, cahilên me bi kîtlewî înfaz dikin, gel bi sedhezaran bi çol û çepelan dixin, jinên me, keçên me ji xwe ra dikin kole û li mazatan difroşin. Wek berxan serê me jê dikin.
Yanî dikin û dikin. Her zulmê, her barbariyê pir vekirî, pir eşkere li me dikin…
Qet natirsin, qet venaşêrin.
Heta reqlama wahşeta xwe jî dikin, bi medya sosyal li dunyayê jî belav dikin. Dixwazin her kes bibîne ku ew çi tînin serê kurdan.
Lê ji ber ku em ne cihû ne û dewleta me tuneye kes qala vê zulma tirk û ereb li me dikin nake, kes vê zulmê di telewîzyonên xwe da nîşan nade.
Erê cihûyan pir kişandin, neheqiyên pir mezin dîtin, lê axirê mêrikan bûn xwedî dewlet.
Gelo emê jî rojekê wek cihûyan bibin xwedî dewlet?
Geleo dinya ewê rojekê qala zulma li me jî bûye bike û di telewîzyonan da nîşan bide?
Ez naxwazim bêhêvî bim.
Hêvî dikim em jî ji bin vê zulma ereb, tirk û farisan xelas bibin û bigihîjin azadiya xwe.
Lê belhazir ez aqilê bi cihûyan ra heye bi me kurdan ra nabînim.
Em kurd bi comerdiyeke mezin xwe didin kuştin, xwîna xwe diherikînin, lê belê di siyasetê da em nagihîjin nenûka cihûyan, em sifir in.
Bi vê siyasetê, bi vî aqilê sivik em xwe çiqasî bidin kuştin jî wek cihûyan em nabin xwedî dewlet.
Cihû ji xwînê bêtir, bi saya aqilê xwe, bi saya jîrî û zîrekiya xwe bûn xwedî dewlet…
Û him jî li hemberî îtîraza 22 dewletên ereb û hemû cîhana musilman.
Lê em ne ji dîroka xwe û ne jî ji dîrok û tecrûbeyên cihûyan ders negirtiye.
Em bi destê xwe xweliyê li serê xwe dikin, îspata vê jî siyaseta PKKê ya xendekan e. Bi salan, bi xebat û fedekariyên mezi tiştê bi kevçî kom kiribû, nuha bi heskê belav dike, tarûmar dike…
Bi vê siyasetê bira rizgarbûna me li wir bimîne, em ji tirkan ra pir xerab avêtin erdê û dibêjin baş pê li serê me kin….



Erdogan bi bertîlkirinê nasekine

Di dîroka mirovahiyê da gelek şah û hukumdarên pri zalim û xweînrêj hatine dîtin. Pol Pot, Stalîn, Hîtler û Seddam Husên çend zalimên ji van hukumdaran bûn.
Him gelên wan û him jî cîhan ji van dîktatoran pir ditirsiya.
Ji ber ku bi rastî zalim û xwînrêj bûn, ji bo ku îktîdara xwe wenda nekin dikanîbûn her dînîtiyê, her barbariyê bikin.
Lema jî her kesî hevza xwe ji wan dikir, kesî nedixwest Seddam li wî were xezebê.
Dinyayê jî hefza xwe jê dikir.
Çawa em nuha qala zalimiya van dîktatoran dikin, rojek ewê were emê, dinyayê wek Seddam û Pol Pot qala zalimî û dîktatoriya Erdogan jî bikin.
Ewrûpayê demakê çawa hevza xwe ji Seddam dikir, gelek welat çawa ji Seddam ditirsiyan, nuha jî ji Ewrûpa ji Erdogan ditirse.
Ji dêlî ku YE li dij rabe û tiştên anîn serê Seddam û Mîlosewîç bînin serê wî jî, wî bertîl dikin, tawîzên siyasî didinê.
Erdogan ewê vana tawîzan hemûyan bigre, bes ewê tu carî bi bertîlan û bi tawîzan qîma xwe neyne, ewê viya ji xwe bike xû, bike adet û tim hin tiştên din bixwaze.
Yanî tawîz û bertîl Erdogan aşûnî dike û her ku biçe ewê hin tiştên din ji Ewrûpayê bixwaze. Û gava YE bibêje na, ewê dîsa çeteyên xwe têxe dewrê û çend bombeyan bide teqandin.
Lema jî çare ne bertîl û teslîmiyet e, micadeleye,
Mêrik her roj resta dinyayê dixwîne, gotinên nemayî ji Ewrûpayê ra, ji dîplomatên wan ra dike, bi milyonan koçber rê dike ser Ewrûpayê, bi terorîstên xwe li vî welatî û li wî welatî bombeyan dide teqandin.
Lê dîsa jî kes newêre tiştekî jê ra bibêje, kes newêre navê wî bigre devê xwe, kes newêre bibêje tu çima wiha dikî?
Ji ber ku Ewrûpa ji Erdogan ditirse…
Lê ev tirs heta derekê ye, aqûbeta wî jî dawiya dawî ewê wek ya hemû dîktatoran be…

Di hemû êrîşan da tiliya Tirkiyê xuya dike

Piştî ku meriv vê nivîsê dixwîne û ji van bûyeran agahdar dibe, meriv baştir îqna dibe ku di êrîşên Brukselê da miheqeq tiliya Dewleta Tirk heye, Tirkiyê îşareta ”bikin” daye terorîstan.
Du hefte berî bûyera Brukselê, yanî di 8ê adarê da ji Belçîkayê çar wezîr(Wezîrê karên derve Didier Reynders, wezîrê karên hundur Jan Jambon, wezîrê edaletê Koen Geens û wezîrê koçberiyê û îltacayê Theo Francken) ji bo ku mesela terorîstên Daîşê bi Tirkiyê ra bipeyivin çûne Tirkiyê.
Heyeta wezîran ya Belçîkayê di 9ê adarê da li Anqerê bi wezîrê karên hundur Efkan Ala, wezîrê karên derve Mevlut Çavuşoglu û wezîrê edaletê Bekir Bozdag ra rûniştine.
Berî bûyera Brukselê polîsên belçîkî avêtin ser malekê, di operasyonê da du terosîtên kuştin û 13 kes jî girtin. Di vê nabênê da polîs tespît kir serokê hucreya Belçîkayê Abdulhamîd Abaud li Tirkiyê ye. Lema jî Belçîkayê dixwst Tirkiye bi wan ra bibe alîkar.
Aliyê tirk ji heyeta Belçîkayê ra gotiye heta hûn li heberî siyasetmedarên kurd, komele û dezgehên kurdan tedbîrê negrin, li ser Daîşê em bi we ra hevkariyê nakin û tu agahdariyê nadin we.
Heyeta tirk wek şertê pêşî xwestiye Belçîka Remzî Kartal û Zubeyir Aydar teslîmî Tirkiyê bikin. Piştî vî şertê Tirkiyê hevdîtinê tu netîceyê nedaye û heyeta Belçîkayê vegeriya ye Belçîkayê.
Û di 22 adarê da jî terorîstan li Brukselê li balafirxaneya Zaventem û li metroya Maelbeekê ew êrîşên bombeyî kirin.
Gelkî balkêş e, him terorîstên êrîşa Parîsê pêk anîn û him jî yên Brukselê hemû jî têkiliya wan bi Tirkiyê ra çê bûye, çûne Tirkiyê, demakê li wir mane û dû ra vegeriyane.
Ji xwe ji hin terorîst ji Tirkiyê di ser Yûnanîstanê ra bi koçberan ra  derbasî Ewrûpayê bûne.
Yanî di hemû bûyeran da tiliya Tirkiyê xuya dike…
Tirkiyê bi van êrîşan ji Belçîkayê ragot, ya hûnê şertê meqebûl bikin û bi me ra li hemberî kurdan şer bikin ya jî ezê bi vî rengî terorîstan bişînim ser we û jiyanê li we bikim zîndan…
Nivîsê bixwînin, gelek agahiyên muhîm tê da hene...



26 mars 2016

Dewleta tirk li hemberî kurdan teroreke mezin daye destpêkirin

Her 7 endamên Komîteya Newroza Amedê jî hatin binçavkirin
Polîsên tirk vê sibehê girtin ser malên endamên Komîteya Amadekar a Newroza Amedê û her heft kes jî girtin û birin emniyetê.
Kesên hatine girtin ev in:
Seroka Komîteya Newrozê hevseroka DBPê ya Bajarê Amedê Hafîze Îpek, endamê Dîwana Serokatiyê ya KCDê Seydî Firat, Husnu Pervane, parêzer Mahmût Çîftçî, Abdulganî Alakan, Ramazan Kaval û Ayşe Çelîkbîlek .
Dozgerê dewleta tirk yê Amedê di heqê Newrozê da 4 lêpirsîn dabû destpêkirin.
Dewleta tirk li ser daxwaza Erdogan ev çend meh in fermana kurdan rakiriye, li Kurdistanê û Tirkiyê rojê 40-50 kesî digrin. Li alîkî dikujin û bajaran wêran dikin, li alîkî qefle bi qefle însanan digrin.
Bi kurtî li hemberî kurdan teroreke nedîtî tê meşandin. Ji qetlîama Dêrsimê vir da ye ev carapêşî ye li seranserê Kurdistanê û Tirkkiyê li hemberî kurdan çewisndin û teroreke hewqasî mezin tê meşandin.
Bi qasî ku xuya ye hukûmeta AKPê emir daye dewletê kurdên nêzî HDPê û PKKê ne hemûyan bigrin û bavêjin zindanê ya jî bikujin.
Çimkî roj tuneye li çend bajaran negrin ser malên kurdan û 40-50î kurdî negirin û tewqîf nekin.
Wiha dom bike heta salekê, du salan ewê hemû kurdên HDPê yên aktîf û serkêş paqij bikin, yek însanî jî li der nehêlin, bi dehhezaran bavêjin zindanan.
Destûr dan pîrozkirina Newrozê û nuha  jî hemûyan  digirin. Diyar e destûr ji bo girtinê bûye.
Û dû ra jî ewê dor were ser kurdên nuha li vê terora dewlwtê temaşe dikin.

25 mars 2016

Erdogan got piştî Belçîkayê îcar dora Rûsyayê ye

Erdogan dîktatorekî  pir cesûr e, 28 welatên Yekîtiya Ewrûpayê bi qirşekî jî nahesibîne, gefan li wan dixwe, wan eşkere tehdît dike. Bi milyonan koçberên ereb rê dike ser wan, terorîstan perwerde dike û dişîne Ewrûpayê. Û hemû ewrûpî bi viya zanin, lê dîsa jî kes newêre ji Erdogan û tirkan ra bibêje hilêbilê…
Piştî êrîşên terorîstê yên li Brukselê, Erdogan dîsa vekirî gotiye, heta ku hûn PYDê jî wek Daîşê terorîst qebûl nekin û piştgiriyê nedin siyaseta min ya Sûriyê teqînên wiha ewê tu carî nesekinin. Ji bo ku teqîninnebin dibê hûn wek min bikin.
Bala xwe bidinê mêrik çi gotiye:

”Vana bi mensûbên rêxistina terorîst li kêleka Konseya Ewrûpayê çandir dan vekirin. Di çandira xwe da potika xwe(yanî ala xwe) li ba dikin. Piştî du rojan çi bû? Alma mazlumun ahını, çıkar aheste aheste!”
Maneya biwêja” Alma mazlumun ahını, çıkar aheste aheste” wihaye:

”Xwedê nifira kesê zulm lê bûye miheqeq qebûl dike û heyfa wî miheqeq ji yê zalim digre.”

Yanî mêrik dibêje çê û xweş bû, dilê min rehet bû, we ev teror û qetlîam heq kiribû. Ji ber ku hûn zalim in, ji ber ku hûn bi gotina min nakin û ji PYDê ra nabêjin terorîst, lema jî baş bû ku ev îş hat serê we.
Tabî her kes zane ku ”terorîstiya” PYDê vir e, PYDê tu carî terorîstî nekiriye. PYD li hemberî hêzeke terorîst ya herî wahş û cinawir şerekî canfîda dike. Û ji xwe ev şerê PYDê Erdogan pir nerehet dike, dixwaze Daîş zeîf nebe. Çimkî qatilên Daîşê çeteyên wî nin, ew perwerde dikin.

Erdogan wek dîktatorekî ji ewrûpiyan ra dibêje, heger hûn dixwazin li bajarên we bombe neteqin, gerek hûn nehêlin kurd li Ewrûpayê belavokekê jî belav bikin. Em li Tirkiyê çi tînin serê kurdan, gerek hûn jî li welatên xwe eynî tiştî bînin serê wan, me ji we çi xwest gerek hûn wiya bikin. Gerek hûn alîkariya kurdên Sûriyê nekin.

Dema hûn alîkariya kurdên Sûriyê bikin û ji PYDê ra jî nebêjin terorîst, ezê jî rehetiyê nedim we, ezê jiyanê wiha li we bikim zindan,  tim li vir û li wir bi zilamên xwe bombeyan bidim teqandin.
Mêrik viya ne tenê ji Ewrûpayê ra dibêje, wa ye ji Rûsyayê ra jî gotiye:

”Ez ji welatên nuha destegê didin PYDê ra dibêjim. Heger hûn li ser menfaetê bi hev kevin PYD ewê eynî wek Daîşê êrîşên bi bombe bike. Ez ji vir bala Rûsyayê dikşînim. Ew dibêjin belkî wan ji PYDê ra buro vekirîye lema jî PYD ewê tiştekî bi wan neke. Şaş in. Li Rûsyayê jî ewê çalakiyê bikin.”
Wek tê dîtin, mêrik ji Rûsyayê ra jî eşkere dibêje ”tiştê li Brukselê çê bû ewê li Moskowayê jî çê bibe”.

Bi qasî ku meriv ji van gotinên Erdogan fêm dike, di rojên pêş da  ewê bi Daîşê li Rûsyayê jî êrîşên wek yên Brukselê û Parîsê bide kirin û dû ra jî bibêje PYDê kiriye, min ji we ra negot ewê tiştên wiha bibin.

XXX
Qiralê Urdunê Abdulah, giliyê Tirkiyê bi Emerîkayê kiriye, gotiye Tirkiye terorîstan perewerde dike û dişîne Ewrûpayê, ji terorîstan petrolê dikire, çûna terorîstan ya Ewrûpayê perçeyekî siyaseta Tirkiyê ye. Koçberan jî Tirkiye dişîne Ewrûpayê. Tirkiye ji bo ku siyaseta xwe li Sûriyê têxe praktîkê kurdan dike bahane.
Tiştê di xeberê da li ser Tirkiyê û hedefên Erdogan hatine gotin sedîsed rast in û heta hindik in.
Ji bo ku Yekîtiya Ewrûpayê piştgiriyê bidin siyaseta wî ya Sûriyê, Erdogan bi koçberan û bi terorîstên din destê xwe da Ewrûpayê tehdîd dike. Ji xwe beyanên Erdogan yên piştî teqînên Brukselê jî nîşandide ku tiliya Tirkiyê di bûyeran da heye. Ji ber ku Erdogan ji Ewrûpayê ra dibêje, ”heta ku hûn PYDê jî wek Daîşê terorîst îlan nekin û piştgiriyê nedin siyaseta min ya Sûriyê teqînên wiha ewê tu carî nesekinin.”
Lê ewrûpî pês in, tirsonek in, newêrin herin ser. Ya na, Erdogan ji zû da ye Seddam derbas kiriye…
Li ser Tirkiyê xebereke gelkî balkêş e.

Dewleta tirk berê Sûr wêran kir û nuha jî dest danî ser

Dewleta tirk berê Sûr wêran kir û nuha jî dest danî ser hemû mal û milkên xelkê
Her kes li bende bû yasaxa derketina derve li Sûrê ewê rabe û miletê vegere ser xerabeyên malên xwe.
Lê dewleta tirk ji dêlî wê ve bi fermana Erdogan dest danî ser Sûrê. Heyeta wezîran bi qerarnameyeke di 21ê mehê da hema hema tevayiya Sûrê kiriye malê dewletê û biyar jî di rojnameya resmî ya îro da hat weşandin.
Ev jî zafera PKKê ya xendekan e.
Ji alî huqûqî da xwediyên avahiyan û belediye kane çi bike û çi neke ez nizanim.
Gelo dewlet bi vê zorbatiyê, bêyî ku haya xwediyên milkan bigihînê, bêyî ku ji kesî bipirse kane dest deyne ser mal û milkên xelkê?
Û gava bike, xwediyên milkan û belediye kane çi bike?
Ev xesp û zorbatî gava dewletê ya pêşî ye, nehatiye gotin di gava duyem da dewlet dixwaze li Sûrê çi bike û rengekî çawa bidê.
Lê bi îhtîmaleke mezin di gava duyem da ewê Sûrê bikin qişleyeke leşkerî, ewê kurdan ji nava mal û avahiyên wan derxin, nehêlin kes xaniyên xwe lêkin û di dewsa wan da leşker û polîsan li wir bi cî bikin, bikin herêmeke di bin destê dewletê da. Belkî jî ereban bînin lê biçî bikin.
Li derên din jî ewê eynî tiştî bikin, ewê bi sedhezaran leşker û polîsên din jî li Kurdistanê bi cî bikin.
Şerê xendekan kurd ji dewletê ra avêtin erdê û dewlet ket ser dilê kurdan. Îcar emê vê dewleta tecawizkar û faşîst çawa ji ser xwe rakin ez nizanim…

XXX


Li gorî vê xebera Rûdawê, serokê Sûriyê Beşer Esad çav bi Erdogan ra kurç kiriye, gotiye ”ji bo parastina yekparetiya welatên xwe em mecbûr in bi ra bin.”
Yanî ji bo ku li Sûriye û li Tirkiye kurd nebin xwedî maf û Sûriyê û Tirkiye perçe nebe dibê em şerê hev nekin û li hemberî kurdan hêzên xwe bikin yek.
Dijminên kurdan çiqasî li dijî hev bin jî, çiqasî şerê hev bikin jî li hemerî kurdan tim dibin yek. Lema jî ev gotinên Esed zêde ne xerîb in.
Di normalê da dibê Esed li hemberî dewleta tirk û hukûmeta AKPê û Erdogan gelek gotinên giran bigota. Ji ber ku wan welatê wî wêran kirin û bi sedhezaran hemwelatiyên wî dan kuştin.
Lê li gorî wezîrê karên der yê Tirkiyê Şukru Sina Gurel, Esed di heqê berpirsiyarên Tirkiyê da yek gotineke xerab jî negotiye, gotiye dijminatiya wî bi tu kesî ra tuneye û ”em neçar in bira bin…”
Şukru Sina Gurel çima çûye Sûriyê, kê ew şandiye, Esed ji bo çi bi wî ra rûniştiye ew jî ne diyar e û tarî ye… 

24 mars 2016

Tirkan nehîştin wezîrê Kurdistana Federe bi kurdî bipeyive


Li ser vexwendina Tirkiyê ji Kurdistana Federe wezîrê çandiniyê(zîraetê)Abdulstar Mecîd li Konyayê beşdarî Fûara Teknolojiyên Zevî(erd)bû. Fûarê do dest pê kir û ewê heta 27ê mehê dom bike.
Bêyî Abdulstar Mecîd, ji hukûmeta AKPê wezîrê Gumruk û Tîcaretê Bulent Tufekçî û gelek berpirsiyarên din jî beşdarî merasima vebûna fûarê bûn.
Gava dor hat ser wezîrê Kurdistana Federe Abdustar Mecîd, berpirsiyarên fûarê xwestin Mecîd ya bi tirkî ya jî bi îngilîzî bipeyve.
Li ser vê daxwaza berpirsiyarên fûarê, Mecîd gotiye ew bi tirkî nizane û îngilîziya wî jî ne baş e, lema jî ew dixwaze bi kurdî bipeyve.
Lê berpirsiyarên fûarê qebûl nekirine ew li Tirkiyê, li bajarê Konyayê, li fûareke tirkan û di nava tirkan da û him jî li ba wezîr û gelek berpirsiyarên dewleta tirk bi kurdî bipeyive. Tiştekî wiha ne mimkûn e û qebûlkirina hebûna kurdan e.
Berpirsiyarên hukûmeta Kurdistana Federe ku her roj Erdogan û hukûmeta wî bi asîmanan dixin û wan wek dostên xwe yên sadiq dibînin, gelo piştî vê skandal û heqareta mezin ewê ji hukûmeta AKPê ra tiştekî bibêjin ya na?
Geleo ewê Tirkiyê protesto bikin ya jî vê heqareta tirkan jî wek gelek heqaretên wan yên din daqultînin?
Meriv çawa him wezîrê hukûmetekê biezimîne fûarê, lê nehêle bi zimanê xwe bipeyive!
Ev sosiret e!
Ev bûyer heqareteke mezin e him li Kurdistana Federe û him jî li miletê kurd.
Ne bûyereke ku meriv muhîm nebîne û li ser nesekine.
Lema jî dibê serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li hemberî vê heqareta li hukûmeta Kurdistanê û li miletê kurd bêdeng nemîne, miheqeq protesto bike, daxwaza uzirxwestinê bike.
Li alî din vê bûyer careke din jî nîşan da ku tirk û hukûmeta AKPê hîn jî Statuya Kurdistana Federe nas nakin û bi çavê neyar li wan û li kurdên başûr dinêrin.
Tirk û hukûmeta AKPê hîn jî qebûl nakin wezîrekî kurd li Tirkiyê bi kurdî bipeyive.
De îcar hukûmeta ku nehêle wezîrekî kurd û him jî ji welatekî din bi kurdî bipeyive, ewê çawa mafê kurdên xwe bide?
Kes nikane bibêje ev bûyer tiştekî şexsî ye û bêyî haya hukûmetê bûye. Ev ne rast e, bûyer li ba wezîrê hukûmetê bûye. Heger wezîr li dij derketa ji bavê berpirsiyarên fûarê zêdebû bêedebiyeke wiha bikirana. Tirk cesaretê ji hukûmetê digrin, li devê hukûmetê dinêrin…



Serê terorîstên êrîşên Brukselê jî ji Tirkiyê derket

Wek min texmîn kiribû serê terorîstên Brukselê jî ji Tirkiyê derket
Ev gotinên Erdogan yên li ser teqînên Brukselê pir muhîm e. Di vê axaftina wî da diyar dibe ji terorîstan yek li Tirkiyê bûye. Min berê jî got, miheqeq Tirkiye li pişt vê bûyerê ye, bêyî daxwaz û alîkariya Tirkiyê Daîş tiştekî wiha neke.
Lê diyar e serî gihîştiye Tirkiyê lema jî Erdogan di vê axatna xwe da dibêje meterorîstek girtiye û teslîmî Belçîkayê kiriye. Lê Belçîkayê îdîa Erdogan tekzîp kir, got tiştekî wiha tuneye.
Diyar e hin delîl ketine destê polîsên belçîkî lema jî Erdogan ketiye panîkê û mesele gelkî şêlo kiriye.
Erdogan bi van gotinên xwe ji Ewrûpayê ra eşkere dibêje, ya hûnê PYDê û PKKê jî wek Daîşê terorîst qebûl bikin û wek Daîşê li hemberî wan jî şer bikin ya jî ezê piştgiriya xwe ya Daîşê bidomînim.
Heger hûn dixwazin hin bombeyên din jî li welatê we neteqin, dibê hûn dev ji piştgiriya kurdan berdin û PYDê jî wek Daîşê terorîst îlan bikin û dû rajî emê bi hev ra him li Daîşê û him jî li PYDê bidin.
Heta hûn dev ji piştgiriya kurdan bernedin û PYDê jî wek rêxistineke terorîst îlan nekin emê dev ji piştgiriya Daîşê bernedin….
Beyaneke pir balkêş e, bixwînin.



XXX
Hema hema taliya hemû dîktatoran wek jiyana wan kêm zêde wek hev diqede, ya di zindanan da dirizin, ya tên kuştin, îdamkirin, ya jî direvin xwe davêjin dexlê dîktatorekî din.
Ez dibêjim taliya Erdogan jî ya ewê wek ya Mîlosevîç be ya jî wek ya Qeddafî û Seddam be. Yanî ev zulma li Sûriyê û li kurdan kir ewê jê ra nemîne…
Ji nuha da wa ye hin îşaretên wê tezahur dikin. Hêvî dikim Erdogan ne be dîktatorekî, zalimekî îstîsna û ji cezayê heq kiriye xelas nebe

23 mars 2016

Emerîka zane make terorîstan Tirkiye ye

Li gorî medyaya tirk dinivîse û wek kompleyeke li hemberî Tirkiyê bi nav dikin, Emerîka û Rûsya dixwazin Tirkiyê têxin lîsteya welatên destega malî didin terorîstan.
Yanî Emerîka û Rûsya dixwazin Tirkiyê wek welatê hevalbendê Daîşê îlan bikin.
Hêvî dikim xeber rast be û bi rastî jî wisa bikin. Herçî hevalbendiya Tirkiyê ya bi Daîşê ra helbert Emerîka û Rûsya pir baş zanin û destê wan da gelek delîl hene . Lê ewê van delîlan têxin praktîkê ya na di rojên pêş da emê bibînin.
Tirkiye di sala 2014a da ji lîsteya welatên perê reş spî dikin derket.
Li gorî xeberê ji bo ku Tirkiyê dîsa têxe lîste welatên piştgiriya malî bi terorîstan ra dike û perê reş spî dike, gava pêşî Emerîkayê avêtiye.
Wek tê zanîn ev demeke qala 3 bankeyên Tirkiyê yên mezin yên perê reş spî dike tê kirin, tê gotin ku Emerîkayê tespît kiriye ku 3 bankeyên Tirkiyê yên mezin ji terorîstan ra perê reş spî dikin.
Û herî dawî jî roja şemiyê Reza Sarrafê şirîk û hevkarê Erdogan û AKPê li Emerîkayê hat girtin.
Emerîka ji zûda ve bû li dû Sarraf bû. Ji ber ku Sarraf li ser navê hukûmeta AKPê bi Îranê û mafyayê ra gelek tiştên tarî û gelek şûcên mezin kiriye, ji bo Tirkiyê gelek perê reş spî kiriye. Lema jî pir ne dûr e ku serê îtîrafên Sarraf here bigihîje hukûmeta AKPê û Erdogan jî.
Miheqeq têkiliya girtina Reza Sarraf û van xeberên dawî yên li ser Tirkiyê bi hev ra heye.
Kûpê sirrê Erdogan û hukûmeta AKPê Reza Sarraf nuha di destê FBI da ye, ewê gelek tiştî pê bidin gotin û bi vê wesîlê gelek pîsiyên hukûmeta AKPê û Erdogan jî belkî eşkere bibin.

Dunya jî xera bibe tiliya Tirkan di teqînên Brukselê da heye

Tirk ji bo ku şopê ji ser xwe dagerînin, ji bo ku xwe li dijî Daîşê nîşan bidin piştî êrîşa Brukselê dest bi dezînformasyonê kirin, ji nişkave li Daîşê hatin xezebê, fermana Daîşê rakirin(!)
Li Stenbolê du terorîstên Daîşê girtine, 10 terorîst jî gava xwestine ji Sûriyê derbasî Tirkiyê bibin girtine û ji wan yek terorîstekî xwekuj bûye.
Hemû derew e, hemû dezînformasyon e, bi îhtîmaleke mezin tiliya MITê di êrîşa Brukselê da heye, ya terorîst tirk in, ji Tirkiyê hatine ya jî ji tirkan alîkarî girtine.
Yanî bi hawakî Tirkiye tevî meselê ye. Bêyî alîkariya Tirkiyê Daîş tiştekî nake. Hemû terorîstên Daîşê di ser Tirkiyê ra diherin Sûriyê û li wir pewrwerde dibin û dû ra jî di ser Tirkiyê ra vedigerin Ewrûpayê. Hemû di bin kontrola Tirkiyê da ne.
Polîsên belçîkî li taxa Schaerbeekê avêtine ser gelek malên tirkan û gelek tirk girtine. Maneya xwe şop diçe Tirkiyê. 



XXX
Dêmeg gava dewlet nexwaze însan werin kuştin û xwî biherike, Newroz bi selametî derbas dibe, bombe nateqin û însan namirin. Yanî girêdayî daxwaza dewletê ye. Gava bixwaze bombe diteqin û gava nexwaze nateqin.
Gelkî kêfxweş bûm Newroza Diyarbekrê bi selametî derbas bû û xwîna kurdan neherikî.

XXX
Mewlana gotiye, ”Heta bigihîje hêsirên çavan jî wezîfeyeke xwe heye, ji bo kenê ewê li pey were paqijî kiriye.”
Ev rojên reş û bi êş jî helbet ewê derbas bin, dawiya tariyê ronahî ye. Mimheqeq emê jî zû dereng rojên xweş û şadiyê bibînin

22 mars 2016

Terorîstên îslamî Bruksel kirin gola xwînê


Heta ku Yekîtiya Ewrûpa û Emerîka, Tirkyê û Erebîstana Suûdî wek welatên terorîst îlan nekin rehetî ji Ewrûpa ra tuneye, çeteyên Erdogan û Suûdî ewê her tim li vî bajarî û li wî bajarî bombeyan biteqînin û însanan bi hovîtî qetil bikin.
Ewrûpiyan hîn fêm nekirine ku Emîrê, mezinê Daîşê, Nusrayê û hemû cîhatçiyên terorîst Erdogan e, dewleta tirk û Suûdî li pişt wan in, bi fînans û alîkariya Tirkiyê û Suûdî çeteyên terorîst van qetlîaman dikin.
Kesên îro li Brukselê ev terora mezin kirin û 43 kes kuştin û belkî bi sedan jî birîndar kirn jî zarokên Erdogan û qiralê Suûdî ne, bêyî teşwîq, plan û alîkariya Tirkiyê û Suûdî teroreke hewqasî mezin ne mimkîn e, jê ra îmkan û planeke dûr û dirêj lazim e.
Miheqeq bi mehan berê zilamên xwe li balafirxaneyê wek karkir bi cî kirine. Ewrûpî pir saf û xêv in, hîn bawer nakin ku Tirkiye û Suûdî li pişt van terorîstan in, hîn bawer nakin ku êdî hemû û tirk wek û kesên dîndar tahlûkeyeke potansîyel in.
Dibê êdî ereb û tirkan û kesên cîhadçî negrin her karî, nexin her derê. Bi taybetî li balafirxaneyan dibê karê paqijiyê jî nedin wan.
Netîce heta Emerîka û Ewrûpa, Tirkiyê û Suûdî negrin lîsteya welatên terorîst, heta Erdogan û qiralê Suûdï wek serokên li pişt terorîstên cîhatçî îlan nekin dawiya felaketên wek yên Parîsê û Brukselê ewê tu carî neyê.
Sibe ewê li Londonê, li Bonê û li Stockholmê eynî tiştî bidin kirin...
Teqîna Stenbolê- Taksîmê jî numareyeke MITê û Erdogan e. Ji bo ku bibêjin Daîş êrîşî me jî dike li Taksîmê ew bûyer dan kirin û 3 cuhû û îraniyek dan kuştin.
Pir ne dûr e hin bûyerên din jî "li hemberî Tirkiyê" bi Daîe bidin kirin,çend tirkan, çend polîsên din jî bi "Daîşê" bidin kuştin. Nav Daîş e lê yên dikin û didin kirin dewleta tirk e.
Ji xwe piştî bûyerê Erdogan ev propgande kir, got Daîş êrîşî me jî dike lê hûn dengê xwe nakin...
Ya jî qatil diçû dereke kurd lê ne, mekanekî kurdan, bombe bi rê da bêhemdî teqiye.
Ne xwe Daîs ebeden zirarê neda tirkan. Ji xwe heta nuha di êrîşên Daîşê da yek tirk nemiriye, yên mirine hemû xerîb û kurd in.
Ewrûpî wisa bawer dikin bi bertîlkirina Erdogan ewê koçberan û êrîşên terorîstî bisekinînin. Lê ev xeyalekî vala ye, Erdogan carê ba li Ewrûpiyan anîye, ewê wan him bide kuştin û him jî baş bidoşe.

21 mars 2016

Di nabêna MHPê û AKPê, Bahçelî û Erdogan da tu ferq nemaye




Ji bo ku meriv bibîne di nabêna AKPê û MHPê da, di nabêna Devlet Baçeliyê faşîst û serokkomar Erdogan da tu ferq nemaye, heta Erdogan(û Davutoglu jî) çend dereceyan Bahçelî derbas kiriye, ji Bahçelî bêtir neyartiya kurdan dike ne hewceye meriv pisporê siyasetê be.
Her tişt eyan beyan e, Erdogan roj bi roj bi siyaseta xwe ya irqçî û antî-kurd dibe Bahçelî, heta Devlet Bahçelî bêmane dike.
Lema Erdogan doza hevkariyê li MHPê kiriye û gotiye, ”di nabêna MHPê û AKPê da ne mişterekên asgarî, mişterekên azamî hene.”
Rast e, êdî tu ferqeke siyasî û îdeolojîk di nabêna MHPê û AKPê da nemaye, her du partî bi rehetî kanin yekîtiya xwe çêkin…
Li Tirkiyê şêla însanan ya li hemberî mesela kurd, li hemberî çareseriya mesala kurd eyarê însanan yê rastî derdixe ortê. Ya dike merivekî nîjadperest û faşîst û şerxwaz ya jî dike merivekî demokrat û terfdarê diylogê û çareseriyê.
Erdogan carê bûye neyareê miletê kurd, lema jî her ku here ewê hartir û şerxwztir bibe, ewê tam bibe faşîstekî har û gurekî devbixwîn. Ji xwe wa ye ji nuh da bûye û derabes jî kiriye….
Lema jî banga Demirtaş û Karayilan ya diyalog û aştiyê xeyalekî vala ye, Erdogan bi PKKê, HDPê û kurdan ra tu aştî maştiyê çênake. Heta jê were ewê şerê li hemberî PKKê gurr bike, bajo ser PKKê û HDPê û bixwaze PKKê tasfiye bike, bi kêmanî baş ji hêz da bixîne.
Ji bo wê jî dibê PKK piştî vê saetê êdî tu hêviya diyalogê û destpêkirina hevdîtinan ji hukûmeta AKPê neke.
Ji ber ku AKP, hukûmet filan di rastiyê da tuneye, her tişt Erdogan e. Heger Erdogan bixwaze dikane bi PKKê ra di nva du sê mehan da her tiştî hel bike. lê nake û ewê neke jî.
Ji ber ku di şer û neyartiya kurdan da kara xwe dîtiye, îktîdara wî, serokatiya wî girêdayî berdawamiya şer û neyartiya kurda ye. Dewlet, artêş û miletê tirk piştgiriyê didn vê siayseta Erdogan ya şer û antî-kurd.
Lema jî heta jê were ewê neyartiya kurdan bike, ewê şer bidomînin...
Ji bo ku hukûmeta AKPê mecbûrî ji nuh hevdîtinan qebûl bike dibê mecbûr bibe, dibê tevgerek îktîdara Erdogan tehdît bike. Heta kursiya Erdogan nekeve tahlûkeyê ewê xwe nêzî hevdîtinan neke û dev ji şer û neyartiya kurdan bernede.
Yanî li der û li hundur ewê bêtir herin ser PKKê. Dibê PKK viya bibîne û li gorî wê tedbîrên xwe bigre...
Kurdistana Sûriyê û PYD jî di nava hedefën Erdogan û dewleta tirk da ye, heger bikanibin ewê êrîşî PYDê jî bikin...
Bi kêmanî hesabê wan ev e...

PARVE BIKE