30 april 2016

Xwezî em kurd jî bi qasî somaliyan miletperwer bûna

Ferqa me û somaliyan
Li Swêd rast, çep, sosyalîst, îslamîst, bi kurtî hemû komele û rêxistinên somaliyan, hemû şexsiyetên somalî, rojnamevan, mamoste, akademîsyen, endamên partiyên cuda, yanî hemû somaliyên li Swêd tiştek in, xwedî navekî ne bi hev ra li hemberî parlamentera Partiya Çep Amineh Kakebaveha kurd beyanek derxistine û xwestine Partiya çep wê ji partiyê bavêje.
Xwedêgiravî Amineh Kakebavehê heqaret li somaliyan û li îslamê kiriye…
Amineh Kakebavehê, bi şaşî vîdeoyek li ser somaliyên îslamîst belav kiriye û di binê wê da şiroveyek nivîsîye.
Lê dû ra gava dîtiye ku vîdeo sexte ye, tu têkiliya wîdeoyê û teksta binî bi hev tuneye, vîdeo rakiriye û ji somaliyan uzrê xwe xwestiye.
Ji ber ku Amineh Kakebaveh bi somalî nizane, nizanîbûye têkiliya axaftina vîdeoyê û tekstê bi hev tuneye, vîdeo ji alî hin kesên rasîst ve hatiye amadekirin.
Tiştê bala min kişand li hemberî vê şaşiya Amineh Kakebavehê, somaliyên ji her fikir û baweriyê, rast, muhafazekar, sosyalîst, îslamîst û hemû rêxistinên wan yên li Swêd li hemberî Amineh Kakebavehê bûne yek û bi hev ra îstîfa wê xwestine.
Hemû rêxistinên somaliyan, hemû somaliyên nas bi hev ra xwestine Partiya Çep Amineh Kakebavehê ji partiyê îxrac bike.
Hûn tifaqê, hevkariya û hesasiyeta netewî dibînin?
Hûn dibînin li hemberî bûyereke biçûk jî milet çawa tê ba hev û çawa tifaqa xwe dike yek bû bi hev ra reaksiyonê nêşan dide.
A miletbûn ev e.
Em kurd li tu derê, li tu welatî nikanin tifaqeke wiha bikin, yekîtiyeke wiha nîşan bidin.
Em kurd tu carî nikanin berjewendiyên netewî di ser ferqîyat û dijayetiyên xwe yên fikrî, îdeolojîk û siyasî ra bigrin.
Em kurd tu carî nikanin wek ferdên miletekî bifirkirin û hereket bikin, em tim wek endamên partiyekê difikirin û hereket dikin.
Lema wek milet çi neheqî û heqaret li me bibe jî em tu carî nikanin bi hev ra reaksiyoneke wek ya somaliyan nîşan bidin.
Ji ber ku em nebûne milet, ruhê miletbûnê bi me kurdan ra pir kêm e, zeîf e.
Li Swêd heta nuha tirkan, ereban, somaliyan û kesên îslamîst di medyaya sosyal da gelek caran heqaretê li kurdan, li gerîla, li pêşmerge û li serokên kurdan kirine.
Lê hemû komele û rêxistinên kurdan yên li Swêd, kurdên ji her fikir û baweriyê tu carî bi hev ra reaksiyoneke wiha nîşan nedane, tu carî bi hev ra beyaneke wek ya somaliyan belav nekirine.
Dibê ev beyana somaliyan ya li hemberî Amineh Kakebavehê ji me ra bibe numûne, dibê her kurd ji vê tifaqa somaliyan ya li hemberî jineke kurd ya kurdperwer dersekê bigre.
Di vê beyana somaliyan ya li hemberî Amineh Kakebavehê da miheqeq tiliya tirkan, ereban û îslamîstan heye.
Tirkiye, hêzên îslamîst û faşîstên tirk dixwazin heyfa Mehmet Kaplanê ji kursiya xwe ya wezîrtiyê bû ji kurdan bigrin.


Emerîka û Rûsya çi bikin jî ereb li hev nakin

Emerîka û Rûsya çi bikin jî ereb li hev nakin, kes nikane ereban li hev bîne. Ereb ji gotinê fêm nakin... 
Li Bexdayê sunniyan dîsa xwîna şîiyan herikandiye, zilamên Mukteda El Sadr girtine ser meclîsê, parlamenter reviyane.
Bexda li bin guhê hev ketiye, dewlet nemaye.
Bi kurtî ereb dev ji hev bernadin, dinya xera bibe jî ereb li hev nakin.
Li gorî kultura wan, li gorî felsefe û îdeolojiya wan ya erebîtiyê û îslamê dibê yek şexs, yek malbat, yek eşîr hukim bike, dibê hukim di destê zorba û dîktatorekî tenê da be.
Demokrasî memokrasî, azadiya fikrî û pluralîzmim ne li gorî ereba ye, ereb tiştê wiha ebeden qebûl nakin.
Ereb û demokrasî?
Şerê sunnî û şîiyan ev 1336 sal in dom dike, ev 1336 sal in ji bo ku aliyek îktîdarê bi aliyekî din ra parve neke, ji bo ku hukim ji destê xwe bernede hev û du dixwin, wek hovan xwîna hev diherikînin.
Gava sunnî tên ser hukim şîiyan dipelixînin.
Gava şîî tên ser hukim îcar ew sûnniyan dipelixînin.
Yek yekî qebûl nake, yek hurmetê nîşanî mafê yê din nake.
Û belkî ev şerê sunnî û şîiyan 1336 salên din jî dom bike.
Di sedsala 21ê da ereb hîn di sedsala heftan da dijîn, hîn dijminatiya Elî û Muawiya, ya Hesen û Ezîd bi hev ra dajon, hîn ji bo Kerbelayê neyartiya hev dikin, hesab ji hev dipirsin û xwîna hev diherikînin.
Em werin roja îro.
Emerîka û Rûsya çi bikin jî li Îraqê û li Sûriyê ereb li hev nakin, li hev nayên û hevûdu qebûl nakin.
Ji ber ku kultura wan, îdeolojî û felsefeya wan ya sedsala 7a ye, ew hîn li Kerbelayê ne.
Çawa ku ev 1336 sal sunnî û şîiyan li hev nekirin, erebên Îraqê û Sûriyê jî ewê tu carî li hev nekin û hevûdu qebûl nekin.
Çare dibê ji hev biqetin, Sûrîye û Îraq di nabêna erebên sunnî, şîî û kurdan da perçe bibe, sunnî dewleta xwe, şîî dewleta xwe û kurd jî dewleta xwe çêkin.
Dibê dinya, Emerîka û Neteweyên Yekbûyî vê rastiyê bibînin û li gorî wê hereket bikin.
Demokrasî, pluralîzim, wekhevî, edalet, azadî ne mefhûmên ne li gorî kultur û felsefeya ereban e, ev îş bi zorê nabe.
Çawa ku Yemen, Afganîstan bi zorê nebûn welatên sosyalîst, Îraq û Sûriyê jî bi zorê nabin welatên demokratîk. Dibê Dinya dev ji sewda guhertina ereban berde, ereb nabin demokrat, demokrasiyê, wekheviyê qebûl nakin.
Bala xwe bidin Suûdî û di heqê ereban da bibin xwedî qenaet. Dewletê ereban dibê wek Erebîstana Suûdî bin, ji ber ku ew rejîmên wer dixwazin.


Zirar di rexneyê da tuneye

Zirar di rexneyê da tuneye, rexne motora pêşdaçûnê ye
Di 27ê nîsanê da li Efîrênê, li herêma Til Rifet û Eyn Deqneyê çeteyên Tirkyê yên girêdayî Ehrar El-Şam, Feyleq El-Şam, Ceyş El-Sunne, Ehfad Selaheddîn û Sultan Murad êrîşeke mezin birin hêzên YPGê û YPJê û HSDê.
Şer 10 saetan ajot û êrîşkaran derbeke mezin xwarin, 83 term li pey xwehîştin û yên sax man paş da reviyan Tirkiyê, ba xwediyên xwe.
Di 28ê nîsanê da YPGê di merasimekê da 63 termên çeteyên êrîşkar li ser TIRekê teşhîr kir.
Ev teşhîrkirina termên çeteyan ji alî gelek kurdî ve hat rexnekirin. Min bi xwe jî ev yek rast nedît û rexne kir.
Van rexneyan tavilê tesîra xwe nîşan dan û Salih Muslim û berpirsiyarên PYDê û YPGê yên din rexne qebûl kirin û gotin teşhîrkirina terman şaş bû, dibê em metodên neyarên xwe bi kar neynin.
Yanî şaşiya xwe qebûl kirin.
Bi rastî jî dibê kurd tenuzulî metodên wiha nemirovî, barbar nekin. Yê kirinên Daîşê yên hovane şaş, neînsanî bibîne dibê eynî tiştî neke û destûrê nede bûyerên wiha.
YPG dibê bi tu hawî metodên Daîşê bi kar neyne, tu carî dev ji normên exlaqî û însanî bernde.
Tiştên wiha nemirovî li dinyayê ji me ra ne sempatiyê, antîpatiyê çêdike.
Lema jî dibê meriv metod û temayulên wiha rexne bike, xweş nebîne. Ev him ne rast e û him jî ne li kara me ye.
Vê bûyerê jî nîşan da şelafî şêleke ne baş e, ji karê bêtir zirarê dide kurdan û tevgera kurd.
Belkî gelek şelaf û mirîdên PKKê jî teşhîrkirina terman rast neditîn, lê ji ber ku ji cesareteke medenî bêpar in, ji ber ku ne xwedî îrade û fikir in lema jî newêrin tiştê şaş dibînin jî rexne bikin.
Ji hêz û partiyên kurd ra ne murîd û şelaf, dost û rexnegirên, ronakbîrên, kesên xwedî cesaretek medenî, kêsên xwedî fikir lazim in, dibê însan biwêribin şaşiyan rexne bikin.
Di şer da jî hin prensîp û normên navnetewî hene, dibê meriv guh bide wan prensîp û normên exlaqî û însanî.
Em miletekî azadîxwaz in, em dixwazin dinya li hemberî dewleta tirk ya faşîst û çeteyên Daîşê derkeve û kirinên wan yên neînsanî û hov mahkûm bike.
Lema jî dibê em wek wan nekin. Ev yek him ne rast e û him jî zirarê dide têkoşîna miletê kurd.
Bira kurd wek ereb û tirkan li dinyayê ne bi wahşet û barbariyê, bi însaniyeta xwe, bi medeniyeta xwe werin naskirin.
Dibê di şer da jî em kurd ji dijminên xwe medenîtir û însantir bin, dibê di nabêna me da ferqek hebe.
Mesela PKKê heta nuha tu carî heqaret li termên leşkeran nekiriye.
Lê dewleta tirk her roj heqaretê li cenazeyên gerîla dike. Ev rûreşiya wan e.
Ji ber ku dewleta tirk heqaretê li cenazeyên gerîla dike PKK jî eynî tiştî nake. PKK tişetekî rast dike, wek dewleta tirk ji însaniyetê dernakeve.

XXX

Heger YPG jî ewê tiştê Daîş dike bike, wê demê dibê Daîşê rexne neke.Yê kirinên Daîşê şaş, neînsanî bibîne dibê eynî tiştî neke.
YPG dibê bi tu hawî metodên Daîşê bi kar neyne, tu carî dev ji normên exlaqî û însanî bernde.

29 april 2016

Berê ne wiha bû


Berê ne wiha bû, berê durûtî hewqasî ne zêde bû, eyb bû.
Lê nuha însan wek şekaleke qetiyayî pir deform bûne, him li nahl dixin, him li mîx dixin, him binê gotinên kesê hatiye rexnekirin mohr dikin û him jî binê gotinên yê rexne kiriye.
Him hevalê diz in û him jî hevalê şivên in.
Him ji yê neheq ra dibêjin tu rastî û gotinên wî diecibînin û him jî ji yê bi heq ra dibêjin tu rastî ü rexneya wî tesdîq dikin.
Bi kurtî dilê kesî ji xwe nahêlin, çep hewce be çep lêdixin, rast hewce be rast lêdixin.
Zemên, sîstemê kultur û exlaqê înasanan guhertiye, gelek kes ne dew in, ne jî mast in, bûne çeqilmast....
Berê ne wiha bû, berê şelafî şerm bû, şexsiyeta însên ne wek hevîr bû. Zemên însan ji hev da xist, şexsiyeta wî perçe kir...

XXX
Ji ber ku bi hev ra bi kurdî peyivîn tirkan ew kêr kirin
Li bajarê Ûşakê du karkirên kurd(Eren Somer û Ufuk Çelîk) li parqekê ji ber ku bi hev ra bi kurdî peyivîn  hatin kêrkirin.
Eren û Ufuk ji ber ku bi hev ra bi kurdî dipeyivîn bekçiyên parkê ji wa ra gotiye, ”li vir hûn nikanin bi kurdî bipeyivin” û xwestine ew ji parkê herin. Lê herdu karkir ranebûne, gotine wan tu sûc nekiriye, lema jî ew ji wir naçin.
Li ser vê israra herdu kurdan du polîs hatine, piştî kontrola nasnameya wan, ew bi zor ji parkê derxistine der.
Piştî ku ew derketine derî parkê, sê kesan bi kêran êrîşî wan kirine û herdu jî giran birîndar kirine.
Li gel ku birînên herdu kurdan giranin jî emniyeyê hesê êrîşkar berdane. Helbet ev jî ne tiştekî nuh û xerîb e. Li Tirkiyê, di îktîdara AKPê da van salên dawî êdî lêdan û kuştina kurdan ne sûc e, her tirk viya zane û lema jî bêtirs êrîşî kurdan dikin.
Ne dûr î îhtîmalê ye bekçî û  polîsan ew hersê kes li wan elimandibin û dabin kêrkirin.
Li Tirkiyê hema hema her roj tiştên wiha dibin, hema hema her roj tirk li metropolan ji ber ku bi hev ra bi kurdî peyivîne, ji ber ku di telefonê da bi kurdî peyivîye êrîşî kurdan dikin, lînc dikin.
Ji xwe medya tirk êdî bûyerên wiha ya nanivîse ya jî pir kêm dinivîse, xêra medyaya sosyal haya meriv ji êrîşên wiha çêdibe.
Tirk di her fersendê da kîn û nefreta xwe ya li hemberî kurdn eşkere dikin, naxwazin kurd li welatê wan, li bajarên wan bijîn, lema jî hertim êrîşî wan dikin, wan lînc dikin, kêr dikin û dikujin.
Tu tiştekî kurdn  êdî bi tirkan ra nemaye, tirk bi çavên dijmin li kurdan dinêrin, dibê em viya fêm bikin û heger pir û pir ne mecbûr bin neçin welatê wan, neçin ji tirkên faşîs ra xulamtiyê nekin.
dibê em li Kurdistanê bi nanozikê bixebitin, zikekî têr û zikekî birçî bin lê neçin ji tirkan ra rêcberiyê û xulamtiyê nekin.
Miletekî tehamulî zimanê meriv neke, ji ber ku meriv bi zimanê xwe peyivî meriv kêr bike, meriv naçe ji wî miletî ra rêcberiyê nake.
Rêcberî û xulamtiya tirkan ne xelasî ye, çare dibê em ji bindestiyê xelas bibin, bibin xwedî welat û xwe îdare bikin. Tu carî bi çavê welatê xwe li Tirkiyê nenêrin, Tirkiye ne welatê me ye, welatê me Kurdistan e, dibê berê me wê dabe.




28 april 2016

Tirkan xwestin kurdan di meclîsê da lînc bikin


Parlamenterên AKPê di meclîsê da êrîsî parlamenterê HDPê yê Şirnexê Feraht Oncu û grûba HDPê kirin, gotin ”terorîst, dibê hûn di zindanê da bin” û xwestin Ferhat Encu û parlamenterên HDPê lînc bikin.
Ji ber ku Encu qala zulma leşker û polîsên tirk kir, teror ü zulma ew bûbû şahid anï zimên. Vê yekê mebûsên AKPê dîn û har kir û dest bi zorbatiyê kirin.
Di êrîşa parlamenterên AKPê da çend parlamenterên HDPê birîndar bûn.
Tirk êdî ruyê xwe yê rast nîşan didin, leşker, polîs, milet, di meclîsê da, li her derê bi kîn û nefreteke mezin, wek gurên har yên devbixwîn êrîşî kurdan dikin.
Bi van êrîşan tirk dixwazin kurdan teslîm bigrin, serî bi kurdan bidin tewandin, kurd dev ji doza mafên xwe yên netewî berdin.
Leşker û polîsên tirk Kurdistanê wêran dikin, bajarên kurdan yek bi yek ji bin da xera dikin, bi topan, bi rakêtan li bajaran didin. Wisa xuya ye dixwazin kurdan ji Kurdistanê derxin û tiştê anîn serê ermenî yûnanan bînin serê kurdan jî.
Û di meclîsê da jî nahêlin kes qala vê jenosîd û tehcîra wan bike, yên devê xwe vedikin lînc dikin.
Rewş pir cidî ye, ji ber ku carê dest pê kirine û li gorî wan şert û merc jî musaîd in, lema jî dixwazin kurdan ji pertav da bixînin.
Hukûmeta AKPê carê biryara xwe daye, li Kurdistanê ewê şer bidomîne, li hemû bajarên tevgera kurd ya netewî lê xurt e ewê bajon ser kurdan.
Di van êrîşan da AKP ne bi tenê ye, MHP û heta dereceyekê CHP jî piştgiriyê dide êrîşên dewletê yên ser kurdan. Yanî li hemberî kurdan hemû partiyên tirk di nava tifaqê da ne.
Kurd çi bikin jî civata tirk li dijî dewleta xwe ranebe û piştgiriyê nade kurdan. Çend şexsên titk yên êrîşên dewletê rexne dikin jî tu tesîrê li civatê nakin, tirk wan jî xayin û hevalên terorîstan dibînin.
Bi rica û libergerê, bi bangên ”aştiyê” Erdoga-Davutoglu dev ji vê siyaseta êrîşkar bernadin, ewê êrîşên xwe bidomînin.
Lema jî dibê meriv xwe biçûk nexe û zêde li ber Erdogan negere, hûn çi bikin jî pere nake, ewê êrîşên xwe bidomînin.
Heger we yê piştî 3 mehan bigota siyaseta xendekan şaş bû, dibê me wiha nekira, we dest bi şerê nava bajran nekira. Û nuha jî êdî ji dewletê ra fersendek peyda bûye, dixwain vê fersendê baş bi kar bînin û Kurdistanê bikin qişleyeke leşkerî û beökî jî bi sedhezaran erebên Sûriyê lê bi cî bikin.
Yanî ji bo kurd û Kurdistanê plan û programên dewletê yên pir xerab hene, em nuha hîn wan nizanin, lê meriv kane texmîn bike.
Lema jî di demekm nêzîk da, heger hin bûyerên ne di hesêb da neqewimin, dewlet ewê dev ji vê siyaseta xwe ya şer bernede.
Em çi dikin bikin dibê piştgiriya dinyayê bigrin. Dibê Neteweyên Yekbîyî, dinya li dijî van êrîşên Tirkiyê derkeve, mudaxele bike.
Ji bo vê jî dibê hêzên kurd li derve dîplomasiyeke pir aktîv bimeşînin. Bi taybetî jî HDP dibê pir aktîv bixebite. Ji ber ku ew nûnerên gel yên meşrû ne û dinya li wan guhdarî dike.

XXX

Dawiya dawî Tirkiye ewê bibe Sûriye û Îraq, her ku here şer ewê mezintir bibe.
Îcar gava Tirkiye bibe Sûriye û Îraq gelo ewê ji kurdan ra baş be ya xerab be ez nizanim...
Tirkiye ewê bibe Sûriye û Îraq çimkî hemû partiyên tirk, miletê tirk, artêşa tirk, dewleta tirk, medyaya tirk dixwazin koka kurdan biqelînin, tiştê anîn serê ermeniyan bîni serê kurdan jî.
Bi qasî ku xuya ye nêt û armanca dewletê û Erdogan ev e.

27 april 2016

Dibê em hewqasî jî ne saf bin, Daîş rakêtan navêje ji Tirkiyê da !

Dibê em hewqasî ne saf bin û ji virên Davutoglu, guya Daîşê rakêtan davêje ji wan da bawer nekin.
Daîş rakêtên Davutoglu û Erdogan dane wan li hemberî Tirkiyê bi kar nayene.
Tirkiyê ew rakêt ji bo ku li hemberî kurdan û Sûriyê bi kar bîne dan Daîşê û ew jî wisa bi kar tîne.
Bikaranîneke eksê vê ne mimkûn e.
Heger Daîş tirştekî wiha bike Tirkye ewê di eynî rojê da bi sedan merivên û serokên Daîşê bigrin, ewê Daîşê di nava hefteyekê da bifetisînin.
Lema jî îdîayên daîş rakêtan davêje ji Tirkiyê da vir e, xapandin e. Dixwazin zilamên xwe, çeteyên xwe wek dijminên xwe nîşanî me bidin.
Ev ne rast e.
Daîş bêyî hay û daxwaza MITê rakêtan navêje ji Tirkiyê da.
Bi virên viha Tirkiye bingeha midaxeleya Kurdistana rojava amade dike.
Hukûmeta AKPê bi Daîşê, Nusrayê û çeteyên xwe yên din negihîşt armanca xwe. Lema jî îcar taktîkeke din bi kar tîne, îcar jî dixwaze Daîşê ji bo îşxala xwe bike bahane.
Ji bo ku Tirkiye li Sûriyê û li ser maseya Cenevreyê hêz be, aliyek be dibê li Sûriyê xwediyê hêzeke leşkerî be.
Erdogan tiştê bi hevaltiya Daîşê bi dest nexist, dixwaze bi dijminatiya wê bi dest xe.
Meseleev e, sebebê rakêtên Daîşê ev e.
Daîş bêyî haya MITê li Tirkiyê kesî nakuje û bombeyan nateqîne.
Daîş dijminatiya Tirkiyê nake, zirarê nade hukûmeta AKPê.
raketên davêje Kilîsê bawer nekin.
Ji ber ku Daîş girêdayî Tirkiyê ye, xêra alîkariya Tirkiyê li ser niga ye. Bêyî alîkariya Tirkiyê nikane bijî, nikane li Sûriyê bimîne.
Ji ber vê yekê jî dibê meriv ji gotinên Davutoglu, efendin Daîş rakêtan divêje ji me da qet bawer neke.

XXX
Li her deran dinyayê faşîst û çep du îdeolojî, du tevgerên li hemberî hev in. Tenê li Tirkiyê çep/sosyalîst û faşîst li hemberî kurdan bûne wek goşt û nenûkê…
Ev tebayê dişibe însên lê ne însan e navê wî Gokçe Firat û edîtorê kovara ”Turk Solu” ye…


XXX
Lîstikvanê ciwan û xebatkarê Rûdawê Alan Ciwan, bi performansa xwe ya di lîstika ”Di tuwaletê da” xelata lîstikvanê herî baş yê salê girt.
Rojnameya Hurriyetê ji ber îdeolojiya xwe ya irqçî û antî-kurd navê Alan Ciwan kiriye ”Ayah Ciwah”!
Ji ber ku kurd e henekê xwe bi navê wî kiriye.
Rojnameya Tirkiyê ya herî mezin hîn tahmul nake navê kurdekî rast binivîse.
Li dinyayê tu medya û civat bi qasî ya citirkan ne irqçî û faşîst e. Ya tirkan ji faşîstiyê, nazîstiyê jî wêdatir e
Ji şansê me yê xerab ra miletekî ne însan, ji medeniyetê bêpar û bi hemû dem û dezgehên xwe ve, bi medyaya xwe ve irqçî û faşîst bûye dijminê me.

26 april 2016

Seroka PENa tirk gotina ”Kurdistanê” sansur kir, PENa kurd dengê xwe nekir


Bi piştgiriya PENa navnetewî du roj berê li Diyabekrê konferanseke bi navê ”Aştî, çawa û ji bo kê?” hat çêkirin.
Cîgirê serokê PENa navnetewî Eugene Schoulgin û Prof. Dr. Jean Pierre Maşias jî beşdarî konferansê bûn û di konferansê da peyivîn.
Eugene Schoulgin û Prof. Dr. Jean Pierre Maşias, di axaftinên xwe da gotina Kurdistanê çend caran bikaranîn. Lê belê seroka PENa tirk Zeynep Orala tercumanî dikir, gotina Kurdistanê bi kar neanî, sansur kir.
Yanî li gel ku Eugene Schoulgin û Prof. Dr. Jean Pierre Maşias di axaftinên xwe da gotine li Kurdistanê wiha, wiha dibe, gotina Kurdistanê bi kar anîne, Zeynep Oralê gotina Kurdistanê tim guhertiye û di dewsa wê da gotineke din bi kar aniye.
Û ji PENa kurd, ji beşdarên konferasnsê yek kurd li dijî vê sansura Zeynep Oralê derneketiye, jê ra negotiye tu çawa kanî li ber çavê hewqas însan vê tahrîfatê bikî?
Tu bi kîjan mafî gotinên van camêran û him jî di huzûra wan da diguherînî?
Lê ne tenê li dij sansorê derneketin, dû ra gava mesele di medyaya sosyal da îfşa bû, li ser hat peyivîn, hinekan bi hawakî fedyok Zeynep Oral parastin, xwestin meselê bincil bikin.
Ji bo ku bersîva çima we dengê xwe nekir nedin.
Li vir mesele ne fikir û dîtinên Zeynep Oralê ye.
Li vir tiştê mewzûbahîs sansurke pir vekirîye e û ev jî bêexlaqiyeke mezin e. Dibê meriv bi tu hawî vê teserufa Zeynep Oralê ya nîjadperest xweş nebîne.
Zeynep Oral, di heqê kurdan û Kurdistanê da çi difikire serbest e, lê dibê di wergerê da sexteakriyê û tahrîfatê neke, mafê wê tuneye axaftina xelkê biguhere, ev bêexlaqî ye, miroveke demokrat e, bi exlaq wiha nake.
Gava dewlet, faşîst, TRT6, AKP navê Kurdistanê sansur dikin, tahrîfatên bi vî rengî dikin kurdên PENê, nivîskar û beşdarên wê konferansê wiha bêdeng namînin, xweş nabînîn. Lê bala min lê ye ji Zeynep Orala tirk ra muameleyeke taybet dikin, jê ra mîtroyeke din bi kar tînîn, naxwazin meselë mezin bikin, naxwazin li ser bipeyivin.
Ev him ne rast e û him hî ne xweş e.
Kî di civînekê da, li ber çavê belkî bi sedan kesî sextekariyeke wiha bike dibê meriv xweş nebîne, li dij derkeve û jê ra hincetan peyda neke.
Tiştê Zeynep Oralê kiriye sansur e, bêexlaqî ye, dibjeriya kurd û Kurdistanê ye...
Dibê kurdek li dijî vê sansura Zeynep Oralê derketa û ev sanur û tahrîfata wê di konferansê da îfşa bikira…
Heger kurdekî Barzanîcî, kurdekî HAK-PARê, kurdekî ne nêzî PKKê û HDPê eynî sansor bikira PENa kurd ewê wiha bêdeng nema, ewê qiyamet rakira.
Gelo ewê ji wî kurdî ra çi bigotana û çi nav lêkirina ?
Lê ji ber ku Zeynep Oral tirk e, bala min lê kurdên PENê xwe kerr û lal dikin, naxwazin jê ra tiştekî bibêjin...

XXX

Grûbên çep û îslamîstên tirk neyarên kurdan e, ji destên wan were ewê rahêjin sîleha dewletê û li hemberî kurdan şer bikin.
Û gava bi kurdan ra şer nekin jî alîkariya dijminên kurdan dikin, kî bi kurdan ra şer bike piştgiriya wan dikin.
A ji ber vê neyartiya wan ya siyasî û îdeolojîk e rast, çep û îslamîstên tirk piştgiriya Daîşê û hemû qatilên cîhatçî dikin.
Nuha jî grûbek bi navê ”Sol”, li Îraqê li hemberî pêşmergeyan piştgiriya xwe bi mîlîsên şîî ra îlan kiriye, gotiye "çeteyên kurd yên girêdayî pêşmergeyan li Xurmatî êrîşî taxa şîiyan kirin."

25 april 2016

Çîmentoyê dinyayê jî êdî nikane kurd û ereban bi hev ve bizeliqîne

Du roj berê li bajarê Xurmatuyê milîsên sîî Hessda Ssebî êrîss hêzeke pêssmerge kirin, di êrîssë da 5 efserên pêssmerge kusstin û efser û 4 pêssmerge jî birîndar bûn. Ji milîssên êrîsskar jî 12 kes katin kusstin û gelek kes jî birîndar bûn.
Gava arab dikevin tengasiyê dibin asstîxwazê dinyayê, destê biratiyê dirêjî kurdan dikin û dibêjin sser ne bass e, em bira ne, dibê em gelssên xwe bi diyalogê ccareser bikin.
Lê gava xurt dibin, dibin gurên har û tavilê êrîssî kurdan dikin. Dibê kurd wan taktêkên ereban bibînin û nehêlin li Kurdistanê bicî bibin û kanibin êrîssî kurdan bikin.
Lê esas sebebê vê rewşê, vê kaosê Emerîka ye.
Emerîka bi israr dixwaze kurd ji Îraqê veneqetin. Gava ereb dibînin Emerîka ne li pişt kurda ye, ji bo serxwebûnê piştgiriyê nade kurdan, ereb cesaretê digrin û diwêrin êrîşî kurdan bikin.
Esas di praktîkê da tu tiştekî kurd û ereban yê mişterek nemaye, bingeha jiyaneke bi hev ra zûda ye ji ortê rabûye.
Tiştê herî rast dibê kurd serxwebûna xwe îlan bikin lê viya jî Emerîka hîn qebûl nake. A problem ev e.
emerîka bibêje erê li Sûriyê jî û li Îraqê jî kurd ewê serxwebûnê îlan bikin, bi kêmanî li Îraqê nuha ewê bikin.
Ya xerab dostekî me yê saxlem, piştgiriyeke me ya xurt tuneye…

Hukûmeta AKPê dixwaze li der li hundur her tirk bibe muxbîr

Tirkiye dixwaze hemû tirk û hemwelatiyên Tirkyê li Hollandayê ji Tirkiyê ra ajantiyê bikin, hemû bibin muxbîrên dewleta tirk
Konsulê Tirkiyê yê bajarê Rotterdamê ji hemû komele û rêxistinên tirk ra nivîseke şandiye û gotiye kesên bi riya medyaya sosyal ya jî bi e-mailê li serokkomar Erdogan, li Tirkiyê û miletê tirk heqaret dikin îxbarî wan bikin.
Û wa ye jineke tirk ya rojnamevan ya li Hollandayê dijî li Tirkiyê do li mala wê ya li Kûşadasi girtin. Ji ber ku di rojnameya Metroyê da Erdogan rexne kiriye.
Yanî Tirkiye ji hemû Tirkên li Ewrûpayê dijîn dixwaze ji Tirkiyê ra, ji Erdogan ra ajantiyê bikin, herkes bibe muxbîr û ajan.
Ez texmîn nakim ev daxwaza Tirkiyê bi Hollandayê tenê ve sînorkirîbe , miheqeq li hemû welatên din jî ji tirkan û komeleyên tirk eynî tişt xwestine.
Tiştên wiha pîşikê Erdogan e, ew li Tirkiyê jî bi riya muxtran û gelek riyên din eynî tiştî dike. Erdogan ji muxtran ra eşkere got, kî ji mihelê dihere, kî kî tê, kî bar dike, li mehelê çi dibe, çi nabe dibê muxtar raporî emniyetê bikin.
Û nuha jî dixwazin vê sîştemê li Ewrûpayê jî têxin praktîkê.
Hukûemta Hollanda li hemberî vê nameya konsulê Tirkiyê yê Rotterdamê reaksiyoneke baş û mezin nîşan da û nota da Tirkiyê.
Dibê ne Hollanda tenê, Yekîtiya Ewrûpayê jî bi xurtî biçe ser Tirkiyê û bala Tirkiyê bikşîne. Dibê ji Tirkiyê ra were gotin YE tiştên wiha ebeden qebûl nake û heger careke din tiştekî wiha were dîtin ewê Tirkyê ceza bikin. Yanî dibê Tirkiye bivikê bibîne, heta bivikê, tirsê nebîne, tirk dev ji xebatên wiha bernadin.


Ma bi zor e tirk nabin însan

Amedsporê îro li Anqerê bi Ankaragucu re lîst. Tirkan wek hertim dîsa êrîşî kurdan kirin û 5 birêvebirên Amedsporê lînc kirin.
Yanî careke din jî îspat kirin ku tirk miletekî hov e, irqçî û faşîst e, ji însaniyetê, ji medeniyetê ji bin da bêpar e.
Ji destpêkê heta dawiya maçê alîgirên Ankaragucuyê sloganên li dijî kurdan û nîjadperest qîriyan.
Lê li gel hemû êrîş û heqaretan jî Amedsporê maç 1-2 qezenc kir. Vê yekê alîgirên tirk dîn û har kir.
Piştî gola duduyan ya Denîz Nakî, terefdarên Ankaragucu daketin sahê û wek gurên har êrîşî lîstikvanên Amedsporê kirin. Êrîş birin ser protokola Amedsporê û 5 îdareciyên Amedsporê lînc kirin.
Ne dewleta tirk tenê, miletê tirk jî miletekî hov, wahş û ji medeniyetê bêpar e. Bayê centîlmeniyê, însaniyetê, medeniyetê bi serê wan neketiye û weselam.

XXX
Tirkan ew lînc kirine, ew dîsa jî çûne aşxaneyeke tirkan. Lê tirkan xwarin nedaye wan, ew qewitandine
Berpirsiyaerekî Amedsporê gotiye li Enqereyê ew çûne aşxaneyeke tirkan xwarin nedaye wan, yanî mêrikê tirk ew ji aşxaneya xwe qewitandine.
Wek Krîstîn Ozbey xanimê gotiye, li Anqerê bi sedan aşxaneyên kurdan hene, neçûne aşxaneyeke kurd, çûne yeka tirkan.
Ez bawer dikim ne bi tesadufî, pirsîne, bi zanîn çûne aşxaneyeke tirkan.
Û tirkan jî xwrin nedaye wan, ew ji aşxaneya xwe qewitandine. Tirk faşîst in, dijminê dijminê xwe ne û viya jî venaşêrin.
Lê kurdên me ne tu meriv in, li gel ku tirkan baş nas dikin, zanin tirk ji kurdan û ji Amedsporê nefret dikin, lê dîsa jî diçin ba wan.
Bi dîtina min tirkan qenc kirine ew ji aşxaneya xwe qewitandine. Vana qewitandin jî, kotek jî heq kirine. Xwezî li aşxaneyê jî baş ew nerm bikirana.
Meriv naçe ba kesê ji meriv hez neke
Meriv ne xwedî şexsiyet be, li ber xwe nekeve, newêribe ji neyarê xwe hez neke netîce ev sendroma Stockholmê ye.


24 april 2016

24ê nîsanê roja komkujiya ermeniyan


Di dîroka mirovahiyê da îro rojeke reş û pir bi xwîn e, sedûyeksaliya komkujiya ermeniyan e.
Di 24ê nîsana 1915a da Dewleta Osmanî ya tirki dest bi komkujiya miletê ermenî kir. Lema jî 24ê nîsanê wek roja jenosîda, komkujiya ermeniyan tê qebûl kirin.
Dewleta Osmanî di sala 1915a da, di nava hengameya Şerê Cîhanê yê Yekê da li Tirkiyê û Kurdistanê di nabêna salên 1915 û 1918a da herî kêm 1, 5 ermenî qetil kir û bi sedhezaran ermenî jî bi darê zorê ji cî û warên wan rakirin, tehcîr kirin.
Û dû ra jî dest danîn ser hemû mal û milkên ermeniyan û li merivên dewletê, li qatilên ku ermenî kuştibûn belav kirin.
Gava Ataturk hat ser hukim wî jî siyaseta Ittihatçiyan domand û wî jî mal û milkên, eraziyên hîn nehatibûn belavkirin, li merivên xwe, li qatilên ermeniyan belav kir.
Di ser komkujiya ermeniyan ra 101 dal derbas bûye, lê hîn jî dewleta tirk û miletê tirk jenosîda ermeniyan qebûl nakin, vir da û wê da çivan didin xwe û ji bo înkarê hezar bahane, qal û qîlan dibînin, dixwazin kurdên bindest jî bikin şirîkê qetlîama xwe.
Kurd bi tu hawî ne berpirsiyar û şirîkê komkujiya ermeniyan in. Di dema komkujiyê da ne dewleta kurdan hebû û ne jî artêşa wan.
Yê biryara tehcîrê û komkujiya ermeniyan da û komkujî kir û da kirin dewleta tirk e.
Lema jî ferdên kîjan miletî tevî qetlîamê bûbin jî berpirsiyarê komkujiyê dewleta tirk e.
Alayên Hemîdiyan, kurdên tevî komkujiyê bûne hemû jî girîdayî Dewleta Osmanî bûn û bi emir û destûra wan tevê bûne.
Alayên Hemîdiyan jî wek artêşa tirk, hêzeke girêdayî Dewleta Osmanî bû. Heger hin kesên ji Alayên Hemîdiyan ya jî hin kurdên din tevî komkujiyê bûne ev problemeke dewletê ye, dewlet berpirsiyar e, ne miletê kurd.
Çimkî Alayên Hemîdiyan him ne hêzeke kurdan ya serbixwe bû û him jî ne kurd tenê bûn.
Di nava Alayên Hemîdiyan da ne tenê kurd, tirk, ereb çerkez, azerî û gelek miletên din jî hebûn û girêdayî dewletê bûn. Heger van hêzan û hin kurdên din sûc kiribin dibê dewletê sûcdar bigirta û ceza bikira. Ev berpirsiyariya dewletê ye..
Nuha jî bi sedhezaran kurd di nav artêşa tirk da hene, herî kêm 60-70 hezar chaş(qorîcî) hene û wezîfeya wan jî kurştina kurda ye...
Erê bi eslê xwe kurd in lê leşkerên dewletê ne. Lema jî ne miletê kurd, dewlet berpirsiyarê wan e.
Li welatekî gava însanekî sûcek kir berpirsiyar ne miletê wî ew bi xwe ye, dibê dewlet wî kesî bigre û ceza bike.
Lema jî îdîayên tirkan ku kurd jî şirîkên komkujiyan ermeniyan in ne rast e, vireke tirka ye ya bêbingeh e. Kurdan ne ermenî qir kirine û ne jî şirîkê komkujiyê ne.
Dewleta tirk, pantukîstên tirk bi plan û program ermenî, rûm û hemû miletên ne musliman qetil kirin, tehcîr kirin ji bo ku miletekî nuh, miletê tirk çê kin û Tirkiyê û Kurdistanê jî bikin welatê tirkan tenê.
Lema ji Tirkiyê û Kurdistanê hemû miletên din paqij kirin û yên mayî jî mahkûmî asîmîlasyonê kirin.
Mayina kurdan heta nuha piçekî tesaduf e û piçekî jî ji ber piraniya nufûsa wan e, nikanîbûn piştî jenosîda ermeniyan 5-6 milyon kurd jî bi carê da wek ermeniyan qetil bikin. Xwestin vê komkujiyê hêdî hêdî bikin.
Tiştên anîn serê ermeniyan, rûman, suryanî-asûrî û kurdên êzdî îro dixwazin bînin serê kurdên mane, dixwazin kurdan jî wek ermeniyan ji alîkî da qir bikin û ji alîkî da jî bi darê zorê ji cî û warên wan rakin, yanî tehcîr bikin.
Netîce qatil jî, berpirsiyarê komkujiyê jî tirk in, dewleta tirk e.

23 april 2016

Keç û xortên kurd li Swêd dîrokê dinivîsin

Li Swêd çend grûbên Facebookê yên gencên, xortên kurdan hene, hemû jî şiyar, kurdpwere û pir aktîf in. Wek me ne feqîr û nezan in, gelkî jîr û zane ne. Her yekê wan bi sê çar zimanan zanin û demokrat in, azadîxwazin.
Ev yek jî wan xurt dike. Ji ber ku demokrasiyê, azadiyê, wekheviyê diparêzin, li dijî zulmê û hemû rejîmên dîktator in.
Ev yek wan li hemberî xortên tirk û îslamî xurttir dike. Çimkî xortên tirk û ereb û îslamî dîktatoran diparêzn, irqçî ne, sempatîzanên Daîşê ne.
Di îstîfakirina wezîrê avadaniyê Mehmet Kaplan da rol û tesîra van grûbên kurdan yên Faecebookê mezin e.
Van grûbên kurdan yên Facebookê her roj xêliya ser ruyê van faşîst û îslamîstên tirk û ereb û misilman radikin û têkiliya wan ya bi AKPê ra, bi Daîşê û antîsemîtan ra îfşa dikin; beyan û nivîsên  wan yên irqçî û faşîzan yek bi yek belav dikin.
Û ev yek jî di civata Swêd da olaneke mezin dide, ji kurdan ra sempatiyekê  çêdike.
Bi saya van grûbên kurdan yên medyaya sosyal, Gurên Boz, Millî Goruş li Swêd êdî wek hêzên faşîst û krîmînel tên dîtin.
Axaftina cîgirê Federasyona Tirk Barbaros Geylanî, bû wek vebûne Qutiya Pandora, hemû pîsî û têkiliyên faşîst û îslamîstên tirk û ereb û misilan raxist ber çavan. Civatê dît ku vana hin îmkanên demokrasiyê îstîsmar dikin û di nava partiyan da xwediyê ajandeyên bi dizî ne, dixwazin civatê îslamîze bikin.
Bi alîkariya van gûbên kurdan yên medyaya sosyal Swêd li faşîst û îslamîstên tirk û ereb bûye zîndan, medya Swêd wer li pey wan e. Ji bo ku ji lêpirsînê xelas bibin yek bi yek ji partiyan îstîfa dikin.
Ez kanim bibêjim li Swêd van grûbên kurdan yên medyaya sosyal êdî hêzeke, qeweteke civakî, siyasî ya mezin in, di civatê da, di nava partiyan da, di saha siyasî da kanin roleke pir mezin bilîzîn, kanin tesîreke mezin li hukûmetan bikin.
Li Swêd di nava xortan da grûbên herî aktîf kurd û îslamî ne. Lê ji nuha û pê da îşê tirkan, ereban û îslamiyan ewê gelkî zor be, çavê medyayê û yê polîs ew wer li ser wan be.
Ez bi keç û xortên kurd yên li Swêd pir serbilind im, hemû jî wek şêr û şepalan dixebitin, ji bo gelê xwe hêzeke mezin in.
Ez wan bi dil û can pîroz dikim.


XXX
Li Qamîşloyê di nabêna PYDê û rejîma Sûriyê da agirbest hat îlankirin. Bi qasî ku meriv ji derva dibîne hêzên rejîmê yên li Qamîşloyê ketin tengasiyê, cî li wan teng bû lema agirbest xwestin.
Baş e ku wel tirkan ne xurt in, heger xurt bûna wek çeteyên tirkan ewê zirareke mezin bidana kurdan.
Ji derve da, gava meriv ne di nava bûyeran da be, ne xwediyê agahiyên taybet be meriv nizane hêza dijmin li Qamîşloyê çi ye, YPG çiqasî xurt e û şer kane çi netîceyê bi xwe ra bîne.
Bêguman heger kurd kanibin, heger hêza wan têrê bike, çi bi rehetî û çi jî bi zor dibê hêzên tirk û ereb yên îşxalkar ji Kurdistana bakur û rojava derxin. Ev mafê me ye. Ji ber ku hebûna wan ya li Kurdistanê ne meşrû ye, zorbatî ye.
Lê gava meriv bizanibe hêza meriv têrê nake, piştgiriya derve tuneye, dijmin ji meriv xurttir e, yanî şertên der û hundur vê gavê ne di lehê meriv da ye meriv dest bi şer nake, bajarên xwe nade wêrankirin.
Bi kurtî ez naxwazim Qamîşlo jî wek Nisêbînê wêran bibe, bi sedhezaran kurd bi çol û çepelan kevin û di netîceyê d ajî em tiştekî bi dest nexin.
Heger bajarên me dike wêran bibin, bi sedan kurd werin kuştin dibê ev bedel mafekî bi xwe ra bîne, kurd li Sûriyê û Tirkiyê bibin xwedî dewlet, federasyon ya jî otonomî.
Ji PKKê, PYDê û hemû partî û hêzên kurd xwestina daxwazeke wiha rast e û mafê her kurdî ye.

22 april 2016

Roja rojnamegeriya kurdî li miletê kurd pîroz be !


22ê nîsanê roja rojnamegeriya kurdî ye.
Rojnameya kurdî ya pêşî Kurdistan di 22yê nîsana 1898an da, berî nuha 118 salan li paytexta Misrê li Qahîreyê ji alî lawê Mîr Bedirxan, Mîqdat Midhet Bedirxan ve hat derxistin.
Cara pêşî di sala 1973an da, 75 salan piştî derketina rojnameya Kurdistanê, li Kurdistana başûr 22ê nîsanê wek roja rojnamegerîya kurdî hat qebûlkirin.
Ji wê rojê da ye kurd hersal di 22ê nîsanê da derketina rojnameya kurdî ya pêşî Kurdistanê bi gelek aktîvîteyên cuda pîroz dikin.
Li ser hev 31 hejmarên rojnameya Kurdistanê derketin.
Çapa pêşî(28 hejmar) di sala 1972a da li Kurdistana başûr ji alî Dr. Kemal Fûad ve û çapa duduyan jî wek du cild di sala 1991ê da ji alî M. Emîn Bozarslan ve li Swêd bi tîpên erebî û kurdiya latînî hat weşandin.
Ji bo ku ji me ra rojnameya Kurdistanê derxist û miletê xwe kir xwedî rojnameya pêşî em kurd çuqasî minetdar û spasdarên Mîqdat Midhet Bedirxan bin jî hindik e, hezar carî mala wî ava û gorra wî buhuşt be.

XXX
Ez ditirsim tiştê PKKê anî serê bakur bîne serê rojava jî. Ditirsim Qamîşloyê jî bikin Nisêbîn.
Çima gelê xwe ji dijmin ra davêjin erdê, çima bajarên xwe didin wêrankirin min fêm nekir.

XXX
Berdevka karên derve ya Rûsyayê Mariya Zaharove gotiye, ”Belegeyên Tirkiye alîkariya Daîşê dike rojekê herksê bibîne.”
Helbet belge pir in.
Lê ya rast ne kuTirkiye alîkariya Daîşê dike, Daîş hêzeke girêdayî Tirkiyê ye, bi emir û qomûta Tirkiyê hereket dike.
Dibê meriv wiha bibêje.
Erdogan bixwaze kane bi yek emrî Daîşê ji Sûriyê derxe.
Lema jî gotina ”Tirkiye alîkariya Daîşê dike” kêm e, ya rast Tirkiyê Daîşê çêkir û li dinyayê belav kir.

XXX

Êdî dem hatiye miletê kurd tezkereya van partiyan, siyasetmedaran û serokên bi nav kurd lê bi ruh û fikirên xwe ne kurd in tije bike.
Bi her hawî diyar bû êdî ew ne nikanin rêberiya vî miletî û vê tevgere netewî bikin, zanîn û çapa wan êdî têrî rêberî û serokatiyeke wiha nake.
Dibê kesên di ve qonaxê da kanibin li hembnerî dewleta tirk siyaseteke netewî bimeşînin derkevin pêş û serokatiya vî meletî bikin...

21 april 2016

Gayê ehmeq kêra qesêb dialêse

Gayê ehmeq kêra qesêb dialêse, kurdê totikvala ji neyarê xwe hez dike, dewleta tirk wek dewleta xwe dibîne, Tirkiyê welatê xwe dibîne, ala tirk wek ala xwe dibîne.
Û lema jî dewletê naxwaze û kurdên dewletê dixwazin şaş dibîne, rexne dike.
Ji ber ku totikvala ye, ji ber ku ruhê kurdayetiyê pê ra tuneye tirk çi zilmê lê dikin jî ji tirkan sar nabe, dilê wî ebeden ji tirkan namîne.
Tirk bajarên wî wêran dikin, zarokên wî bi hovîtiyeke mezin qetil dikin, tecawizî bedena kesên kuştine dikin, guhên wan jê dikin, çavên wan derdixin, bi pişt wasiteyên leşkerî ve girê didin, carnan gû bi însanên wî didin xwarin, lê ew dîsa jî ji tirkan qut nabe, dîsa jî dev ji wezîrtî û parlamenteriya dewleta tirk bernade, dîsa jî ji partiyên tirk îstîfa nake, dîsa jî dev ji biratiya ”tirkan” bernade.
Çimkî hestê, ruhê kurdayetiyê pê ra tuneye, çimkî xîret û xurûr pê ra nemaye, lema jî dewleta tirk çi zulmê li gelê wî bike jî ji dewletê aciz nabe, dev ji slogana ”em û tirk bira ne” bernade.

XXX
Împarator Napoleon, generalê xwestibû wî bikuje da mahkimê û ji hakim ra jî xeber şand, got, ”Tu wî mahkûm bike, ezê wî efû bikim!”
Hakimê serokê mahkimê bersîveke dîrokî da Napoleon:
”Baş e, le kê min efû bike?”
Ne di dîroka Osmaniyan da û ne jî di ya Komara Tirkiyê da hîn hakimekî wiha mêr derneketîye.
A ji ber ku derneketiye îro li Tirkiyê edalat di bin emrê Erdogan da ye, ew çi emir û fermanê bide kîjan hakimî, ew emir û fermana wî bicî tê…


XXX
Dewlet pir muhîm e. Miletê bêdwlet bindest e û koleyê miletên xwedî dewlet e.
Dibê her kurd vê rastiyê baş îdrak bike û qet ji bîr neke.
Kurdê bibêje ez dewletê naxwazim, dewlet ji kurdan ra nelazim e kurdekî pîs e û zilamê xelkê ye.
Ji ber ku dewleta tirkan heye lema kanin Cizîrê, Nisêbînê, Sûrê, Şirnexê û Gewerê bişewitînin.
Û heta ku em bêdewlet bin ewê halê me tim ev hal be, ya jî emê tirkbûnê qebûl bikin û bibin tirk.
Miletê bêdewlet mahkûmî wendabûnê ye…

20 april 2016

Kî dijminatiya kurdan bike bela xwe dibîne!


Aynê kurdan ji Yasrî Khan ra jî nema...
Kurd miletekî mezlûm e, kî neheqiyê, zulmê li kurdan bike, neyartiyê bi kurdan bike zû dereng bela xwe dibîne...
Ya devê wan xwar dibe ya jî kursiya xwe, meqamê xwe wenda dikin…
Du roj berê Mehmet Kaplanê tirk û fassîstê îslamî bela xwe dît, ji wezîrtiyê hat avêtin.
Nuha jî yekî bi navê Yasrî Khan û ji Mehmet Kaplan xerabtir ne basstir, musilmanekî pir radîkal, yekî di hundurê xwe da dilsozê Daîssê , bi destê pîreka nagre û di eynî wextê da zilamê Erdogan, wî jî gotiye ewê dev ji Siyasetê û Partiya Hawîrdor berde.
Do di dema hevpeyvînê da nexwest bi destê reporta jin ya kanala 4a bigre.
Vê bûyerê li Swêd olanek mezin da û Yasri Khanê îslamîstê ekstrem îro ji Partiya Hawîrdor îstîfa kir û got ewê dev ji siyasetê jî berde.
Ew namzetê merkeza partiyê bû, di kongreyê da ewê bihata dereke gelkî muhîm û belkî bikirana wezîr jî.
Lê aynê kurdan jê ra nema, wek Mehmet Kaplan wî jî bela xwe dît û ji kursiya xwe bû…
Aqûbet li serê Erdoga-Davutoglu û hemû zalimên din be…
Amîn….
Li gorî medya Swêdî dinivîse, bêyî Yasrî Khan, wa ye Yasîn Ipekê Gurê Baz jî ji partiya Sosyaldemokratan hatiye qewirandin. Ji ber ku ew jî bi Mehmet Kaplan ra çûbû fitara komeleya Gurên Boz.
Tiştên baş dibin, faştîsên tirk û merivên Erdogan yek bi yek ji nava partiyan tên qewirandin. Swêdiyan fêm kirin gur heywanekî dirinde û pir tahlûke ye...


19 april 2016

Romano Prodî got Tirkiye YE bi multeciyan tehdît dike


Serokê Komisyona Ewrûpayê Romano Prodî gotiye ”Milyon û nîvek multeciyên di destê Tirkiyê da wek bombeyeke atomê ye, kînga bixwaze ewê vê bombeyê bavêje ser me.”
Rast e, lê Yekîtiya Ewrûpayê viya hîn nuh fêm dike.
Erdogan bi multeciyan Ewrûpayê tehdît dike, bi multeciyan ji YE wek serokekî mafyayê xûgê dixwaze.
Her kes viya dibîne.
Ji ber ku heta nuha hinek xûg ji Yekîtiya Ewrûpayê girt, lema jî efendî tamijî, hinekî din dixwaze.
Û ewê tu carî jî nebêje bes.
Li hemberî  YE du rê hene, ya ewê teslîmî Erdogan bibin û tim xûgê bidinê, jê ra bibin manga şîr, ewê tim wan bidoşe, ya jî ewê li hember rabin û xûgê nedinê bi zimanê ew jê fêm dike pê ra bipeyivin.

XXX
Tirkekî di e-mailike xwe da ji rojnameger Hayko Bagdat ra gotiye,
”Makîneya kincan ya taxê ya pêşî ketibû mala me(Hoover, 1953). Diya min piştî her şuyê(piştî her kincşuştinê) digot, ”Ya Rebî, tu musilmantiyê bike nesîbê vî gawirê ev makîne îcad kiriye. Tê bîra min carnan jî eynî dua ji bo Edîson dikir.”
Mentalîteya tirkan û musilmanan wiha ye, tirk wiha difikirin. Ji dêlî ku bibêje çima me ev îcad nekir, dibê em jî serê xwe bixebitinîn û îcadên wiha bikin, dibê xwezî ev misilman bûye.
Carê fêrî sifra hazir bûne, çavê wan tim li malê xelkê, li keda xelkê û welatê xelkê ye. Dixwazin xelk bike û ew bixwin…
Heger Edîson û mûcîdê makîna kincan îcad kir misilman bûna ji xwe nikanîbûn ev îcad bikirana. Îcad, ilim, teknîk, keşif ne karê misilmanan e.
Ji ber ku dînê îslamê, îdeolojiya îslamê nahêle însan bi tiştên wiha mijûl bibin, guneh e, kufur e. Hertiştî hewaleyî Xwedê dikin, hertişt di destê Xwedê daye. Tiştê dikeve ser milê mêrikê misilman dua ye, zikire û îbadet e…
Ma we qet dîtiya xoceyekî, alimekî, muftiyekî musilman îcadek kiribe?


Li hundur kurdan bi riya dîn dixapînin û li der jî dibêjin kurd îslamîstên radîkal in

Li hundur ji bo ku kurdan bikin îslamîst her dek û dolabên digerînin, li Diyarbekrê "kutlu dogum haftasi" yê pîroz diki û li Emerîkayê jî bi wî rismî antî-propaganedeya kurdan dikin, dibêjin bala xwe bidinê kurd çi îslamîstên radîkal û tahlûke ne.
Li gorî rojnamevan Mistefa Aram Acar dinivîse, ji bo ku medyaya Emerîkî cî bide pîrozbahiya civîn û meşa rojbûna Hz. Mihemed, ”kutlu dogum haftasi” ya li Diyarbekrê, dewleta tirk di nava keftelefteke pir mezin da ye.
Ji bo ku çapemeniya Emerîka cî bide xeberên li ser meş û çalakiyên ”kutlu dogum haftasi” yên çend roj berê li Diyarbekrê hat kirin pir dixebite.
Tirkiye li ser vê meselê gelek xeber û risim serwîsî medyaya Emerîkayê dike.
Tirk bi van xeberên li ser meş û civînên hêzên îslamî yên li Diyarbekrê ji Emerîkayê ra, ji emerîkiyan ra dibêjin kurdên hûn wan wek dostên xwe û Ewrûpayê dibînin di eslê xwe da ne terefdarên demokrasiya Rojava ne, ew terefdarên îslama radîkal in, li dijî nirxên we demokrasiya we ne.
Bi kurtî medyaya tirk bi sponsoriya dewletê û hukûmeta AKPê li Emerîkayê di heqê kurdan da vê propagandeyê dike, dibêje kurd îslamîst in. Heger hûn bawer nakin, fermo bala xwe bidin tişê li Diyarbekrê kirine.
Yanî kurdan wek miletekî li dijî Xerbê, li dijî Emerîkayê û mutefikên îslama radîkal nîşan didin, wê propogandayê dikin.
Û eynî dewlet li Tirkiyê rojbûna Hz. Mihemed yanî ”kutlu dogum haftasi” tenê li Diyarbekrê pîroz dike. Û ji bo ku pîrozbahî qelebalix bibe pereyeke mezin dirjîne, serokê diyanetê û bi dehan zilam, ajan, profesor û giregirên xwe dişîne Diyarbekrê.
Ji bo ku qelebalix bibe ji bajarên din bi otobozan însanan sewqî Diyarbekrê dike. Û dû ra jî bi vê kîteleya wan li Diyarbekrê top kiriye li Emerîkayê pê antî-propagandeya kurdan dike, bi wê kîtleya Diyarbekrê pê Emerîkiyan ditirsîne, dibê bala xwe bidinê kurd çiqasî îslamîstên radîkal in…
Dewleta tirk li hemberî kurdan tenê bi leşker û polîsên xwe şer nake, bi reşkirina kurdan, bi antî propagendeya kurdan, bi xebatên lobî û dîplomatîk jî şerekî mezin dike.
Armanca dewleta tirk ya esasî ew e ku li Emerîka, li Ewrûpa, li her dera dinayê kurdan çep, komunîst û îslamîstên radîkal nîşan bide. Û bi vî rismî jî dinya Rojava û Emerîkayê ji kurdan dûr bixin, kurdan wek miletî komunîst, terorîst û îslamîst nîşan bidin.
Dibê PKK, KCK, Hudapar, bi kurtî hemû hêzên kurdan û hemû kurd vê kemîna dewleta tirk, vê siyaseta dewleta tirk ya alçax bibînin û malzemê nedin destê vê dewleta faşîst.
Dibê kurd, bi taybetî jî bawermednd û hêzên kurd yên dînda êdî vê ”kutlu dogum haftasi” li Diyarbekrê û li bajarên kurdan pîroz nekin.
Bira li Konyayê, li Bursayê, Stenbolê pîroz bikin.
Dibê kurd bibpirsin çima ev roj, ev hefte tim li Diyarbekrê tê pîrozkirin?
çima tirk li bajarên xwe pîroz nakin?
Ji xwe li tu welatekî misilman pîrozbahiyeke bi vî navî, bi vî hawî tuneye, dewletê ji bo ku pê kurdan bixapînin û dû ra jî li derve pê antî-propagandeya wan bikin, di eleyhê kurdan da bikar bînin Diyarbekir hilbijartine.
Dibê kurd êdî vê plana dewlet tirk ya xayin pûç bikin….


18 april 2016

Heger em kurd ne misilman bûna tirkan nikanîbû ev zulm li me bikira !


Heger em kurd ne miletekî misilman bûna dewleta tirk nikanîbû ev zulma di dereceya wahşetê da li me bikira, nikanîbû bajarên me yek bi yek wêran bikira û bi hezaran mirovên me bikuşta, bêyî ku kes dengê xwe bike.
Bêyî ku kes ji tirkan ra bibêje çima hûn vê zulmê, vê barbariyê li kurdan dikin?
Ji ber ku em kurd misilman in û tirk jî misilman in lema jî dewletên îslamî ji dewleta tirk ra dengê xwe nakin, çavên xwe ji zulam tirkan ra digrin.
Û ji ber ku em miletekî ne xiristiyan in, dewletên xirstiyan jî dengê xwe nakin, nayên hawara me.
Çimkî em ne ji wan in, ne ji dînê wan in, ne kultura wan in, heta em wek misilman li dijî wan in, wan "kafir" dibînin.
Heger em ne miletekî misilman, xiristiyan bûna,Tirkiyê nikanîbû ev zulm li bikira, Emerîkayê, Ewrûpayê, Rûsyayê yanî dewletên xiristan ewê bihatana alîkariya me.
Lê îslamiyetê em him ji dêrê û him jî ji mizgeftê kirine. Ji ber ku neyarên me misilmann in, hemû miletên misilman û dewletên wan alîkariya neyarên m dikin.
Û xiristiyan jî ji ber ku em ne ji wan in nayên alîkariya me...
Tiştê dewleta tirk aniye serê me kurdan wahşetteke mezin e, jenosîd e, ji ber ku em kurd in bajarên me wêran dikin, me dikujin û bi çolan dixin û heqaretên mezin li me dikin.
A ji ber ku em kurd û misilman in dinya ji tirkan ra tiştekî nabêje û ji ber ku ew jî bi viya zanin barbariya xwe didomînin.
XXX

Lales Qaso Û ku kurd nebûna misilman wê kurd bi miletî ji holê jî rakiribana. heger êzîdî wek kurdên êzîdî li holê mabin, her çiqasî di nav kurdên misilman de heremolî jî jiya bûbin, ev ji ber ku bi kurdên misilman dorpêç bûbûn li holê mane. Împeretorên islamê bi hêz şû ewqasî jî barbar bûn. Kurd nikarîbûn nebana misilman. Îcar a baş ku mirov misilmaniya xwe bike kurdî  ji rê derxe û qtirovirî bike.

Zinarê Xamo Dînê îslamê kurd ji qirkirinê xelas kirin, heger kurd ne musilman bûna ereb, faris û osmaniyan ewê kurd ji ortê rakirana fikir û îdîayeke îsapta wê zor e, lê hêjayî minaqaşê ye. Ev îdîa kane rast be û kane eksê wê be jî. Jê ra lêkolînên cidî lazim e.
Em qebûl bikin ku ev dîtin rast e.
Lê kurdên bi xêra îslamê mane jî ne wek miletekî azad û dewleteke serbixwe, wek bindest û koleyên misilmanan mane.
Em ji tirk, ereb û farisan ra bûne xulam û leşker.
Li dinyayê bêyî qereçiyan rewşa tu miletekî din ji ya me ne xerabtir e, em 20 milyon kurd koleyên tirkan in.
Polîsekî tirk, leşkerekî tirk kane axayekî, begekî, malmezinekî, nivîskarekî, siyasetmedarekî, edîbekî kurd yê herî meşhûr bide ber şîrmaqan, destê wî li kelemcê xe û bi lextan bibe bavêje ereba xwe…
Cendirmeyekî tirk nehêle mebûs û wezîrekî kurd here bajarê xwe, here male xwe.
Hebûneke wiha ez çi bikim pê?
Xwezî em tunebûna !
Xwezî du, sê hezar sal berê musilmanan em ji ortê rakiribûna û me ev zulm û ev boqandina tirk, ereb û farisan nedîta.
Wê demê em hindik bûn, çend hezar bûn , wek nuha ne 40-50 milyon bûn.
Di sedsala 21ê da koletiya miletekî nufûsa wî 40-50 milyon însan rûreşiyeke mezin e.
Şerme meriv wek însan, wek milet qala hebûna xwe bike û bibêje baş e ku em hene.
Na weleh em tunebûna baştir bû!
Bi milyonan kurd çekên nayêrên xwe hilgirtine û pê me dikujin, bajarên me wêran dikin.
Ma meriv têkeve binê erdê ji viya ne çêtir e!
Efendim îslamê em ji qirkirinê xelas kirin, hema xwezî xelas nekira….
Xwezî em tunebûna


17 april 2016

Ez dixwazim xewneke xwe ji we ra bibêjim.


Ev çend roj in dîsa bi bapêşê ketime, yanî zekemî, arsimî bûme. Tiştekî xerîb e her sal çend caran ev bapêşa bêbext min digre û çend rojan ezab bi min dide kişandin.
Îro bi roj min xwe li ser nivînan dirêj kir, di xew ra çûm.
Ez di ser Diyarbekrê ra ya bi diya xwe ra ya jî bi pîrika xwe ra difiriyam...
Lê ez dibêjim diya min bû.
Em gelkî nizim difiriyan.
Kuçe û kolanên Diyarbekrê xir û xalî bûn, yek benîadem jî lê tunebû û li her der marên bêlibat xuya dikirin.
Marên biçûk, mezin, rengrengî bûn, kulor bûbûn, xwe li hev piçikandibûn, lê hemû jî bêtebat bûn, mirî xuya dikirin.
Mêlikahmed, kuça di ber Xana Hesen Paşa ra derbas dibe di nava toz û gemarê da bû û li her derê fitlên maran xuya dikirin…
Ez û diya xwe wek du qulingan li kêlek hev difiriyan, me bala xwe dida bajêr.
Min li hewa ji diya xwe pirsî, gelo hewqas mar çima li Diyarbekir hene û çima mirine?
Diya min got, îsal pir sar bû, ez bawer dikim ji sar û seqemê, ji sermayê mirine.
Ez newêrîbûm dakevim, diya min got, dakeve, netirse, hemû mirî ne...
Li ser vê peyva diya xwe em daketin kêleka kaniyeke pir xweş, xuşexuşa avêbû diherikî.
Lê marekî pir mezin, wek zîha, bi qasî anakondayekî mezin, devê wî ji hev, xwe li dora kaniyê piçikandibû. Ji bo ku meriv ji kaniyê av vexwara, dibê meriv di ser ra gav bikira.
Lê gava me nêzîkî lê kir, min dît ku ew jî mirî ye û yekî din ê bi qasî wî mezin, ew jî di erqa kaniyê da miribû.
Hîn me wiha bala xwe didayê, mangeyek reş ji wê da hat ser kaniyê, xwest devê xwe têxe kaniyê û avê vexwe.
Lê gava ew marê mezin dît veciniqî, xwe paş da vekişand. Û ji bo ku bizanibe mar mirî ye ya sax e, çend caran serê xwe nêzî serê mêr kir û paş da kişand. Dawiya dawî gava fêm kir ku mar ne sax e, mirî ye, di ser serê mêr ra devê xwe xist kaniyê û av vexwar.
Piştî av têr vexwar, dev li çenga mar ya jêr kir û zîfêlik jê qetand.
Ez matmayî mam, min got dayê, ma dewar goşt dixwe?
Berî ku diya min bersîva min bide, ez bi xwe hesiyam.
Min piçek xwîdan dabû.
Min hêzî ser xwe kir, min dît ku ez ne li Diyarbekrê, ne li ser kaniyekê me, li Stockholmê, li mal, di nava nivînan da me…
Ez ji tabîra xewnan tiştekî fêm nakim, gelo ev xewna min, dîtina marên mirî tê çi maneyê?


Dinya bi me da ketiye em jî bi hev da ketine

Serokên kurdan, partiyên kurdan yên xwedî hêz miletê kurd jî û siyaset jî rezîl kirin.
Ji dêlî ku li hemberî dijminên xwe tifaqa xwe, hêzên xwe bikin yek, bi hev ketine, êrîşî hev dikin.
Yek bi dijmin ra welatê xwe dide wêrankirin, yê din jîl ê temaşe dike, li dijî vê hovîtiya dewleta tirk tiştekî nabêje, tiştekî nake.
Dewleta tirk bajarên kurdan bi alîkariya PKKê yek bi yek wêran dike, em wek milet nikanin tiştekî bikin, li kuştin û wêrankirina wan temaşe dikin.
Li ser navê kurdayetiyê meriv çima û ji bo çi bajarên xwe yeko yeko bi vê dewleta faşîst û xwînxwar bide wêrankirin?
Û meriv zane netîce ewê wêrankirina bajêr û koçberî be.
Netîce Nisêbîn, Şirnex û Gewer jî kirin wek Cizîrê, li van bajaran jî bi rastî kevir li ser kevir nehîştin.
Wek Erdogan û Bahçelî xwestibû, Şirnexê, Nisêbînê û Gewerê topbaran dikin.

XXX
Ez nizanim ev mirin çi kurdên Stockholmê dixwaze, bela xwe ji me venake, rojê yekî ji nava me dibe. Êdî biçûn û hatina şînan em westiyan, çong kete ber me.
Çend roj berê Xalid Xoce ji vê dinya ronak, lê bêbext, ji nas û dostên xwe xatir xwest û berê xwe da gerdûneke din.
Îro em li şîna wî bûn.
Berê me li dawetan hevûdu didît, nuha jî em li şînan hevûdu dibînin.
Dewran guherî, êdî wexta mirinê ye…
Û di her şînekê da jî yek ji me kêm dibe. Wiha dom bike kesê ji me nemîne.
Û ez bawer dikim dawiya dawî rojekê ewê wer jî bibe…
Wek Hesenê Metê îro bi rê da ji min ra got, ”erê emê gişê bimrin, lê hema mirin nexweş e. Û ya xerab em tam hatine gihîştine umrê mirinê…”
Montaîgne gotiye, ”hemû roj berbî mirinê ve diçin, roja dawî dihgihîje wê.
Rast e, her roja derbas dibe hinekî din nêzî wê dibin…
2016-04-15

XXX
Tu tiştekî me û ereb û tirkan tevhev nemaye, şert û zemînê em bi hev ra bijîn ji ortê rabûye. Ya rast dibê em bibin cîranên hev. Lê ew jî ji me nayê, hêza me têrê nake.


16 april 2016

Gava mewzû kurd be hemû tirk dibin yek

Ji bo ku îmunîtêya(dokunulmazliga, muafiyeta) parlamenterên HDPê rakin, AKP hefta pêş me, roja çarşemî, pênşemê ewê pêşniyara guhertina Qanûna Esasî bibe meclîsê.
Ji nuha da MHPê û serokê CHPê Kiliçdaroglu gotine ewê piştgiriyê bidin pêşniyara AKPê.
Piştî guhertin aQanûna Esasî ewê îmunîteya çend parlamenterên HDPê rakin, yanî parlamenteriya Selahedîn Demirtaş û çend kesên din bixînin û wan bidin mahkimê û dû ra jî di nava çend rojan da bavêjin zindanê.
Tiştê Erdogan dixwaze ev e. Erdogan dixwaze heyfa xwe ji Demirtaş û çend parlamenterên din bigre, wan têxe hefsê.
Heger ev yek bû, wê demê dibê HDP ji meclîsê vekişe. Dibê HDP girtina yek mebûsê xwe jî qebûl neke. Heger hat û girtin, wê demê jî dibê HDP dev ji meclîsa tirkan berde û here nava gelê xwe.
Careke din derket ortê gava mesele dibe kurd, di nabêna MHPê, AKPê û CHPê da ferq tuneye, hemû jî li hemberî kurdan kanin dijayetiyên nabêna xwe bidin aliyekî û bibin yek.
Lema jî ciyê kurdan, îşê kurdan êdî bi tirkan ra û di nava partiyên tirk da tuneye, kurd dibê di nava partiyên kurd da bin.
MHP, AKP, CHP filan û bîvan netîce tirk in, hemû jî neyarên kurdan in û li gorî berjewendiyên tirkan û Tirkiyê hereket dikin.

XXX
Li ser HDPê û êrîş û yekîtiya tirkan li heberî wî
Dewleta tirk ya faşîst dixwaze her ferdê ji qewmê kurd mezinhaî, serdestî û xulamtiya tirkan bêyî qey û şert, bêyî îtîraz qebûl bike, tu carî li hemberî tirkan û dewleta tirk ranebe, tu carî ji bindestî û koletiya xwe ya ji tirkan ra gazinan neke.
Gava gazinan bike, gava bibêje hewqasî jî nabe, ew kes kemalîst be jî, li dijî Kurdistanê be jî, yekîtiya axa Tirkiyê biparêze jî dewlet û tirk wî efû nakin.
Dibêjin mafê koleyan tuneye li hemberî xwediyê xwe rabe, ji halê xwe gaznin bike.
Tiştê hukûmeta AKPê û dewleta tirk nuha dike ev e, yanî kurdên kemalîst jî, kurdên li dijî Kurdistanê jî, kurdên bi qasî AKPê û CHPê yekîtiya Tirkiyê diparêzin jî ceza dike, ji bo ku ji hin kurdên din ra bibin emsal, ji bi ku hin kurdên din jî wek wan li dijî tirkan û dewleta wan ranebin, ji bo ku hin kurdê din jî îtîrazî bindestî û koletiya xwe nekin û mafekî herî biçûk jî ji dewletê nexwazin.
Min xwest vê kîn û nefreta dewleta tirk û tirkan ya li hemberî kurdan nîşan bidim.
Yanî gava mewzû kurd be tirkên hemû tirk, hemû partiyên tirk dikanin tavilê gelşên nabêna xwe bidin aliyekî û li hemberî kurdan, heta li hemberî kurdên kemalîst jî bibin yek.
Dîtina min li ser HDPê û birêvebirên wê diyar e, min gotiye HDP nekeve meclîsê baştir e, min gotiye dibê kurd rayên xwe nedinê.
Lê ev nayê wê maneyê gava tirk van kurdên ez siyaseta wan şaş dibînim bavêjin zindanê, zulmê li wan bike, wan bikuje ezê kêfxweş bibim ya jî dengê xwe nekim.
Dewleta tirk, miletê tirk li kîjan kurdî zulmê, neheqiyê bike ezê li dij rabim û bibêjim ji ber ku kurd e vê zulmê lê dike. Û bixwazim kurd vê rastiyê fêm bikin û dev ji zilamtiya tirkan berdin û bibin kurdên netewî û ji dêlî yekîtiya Tirkiyê, Kurdistaneke serbixwe bixwazin



15 april 2016

Tirk ji rasîst û faşîstên xwe pir hez dikin

Tirk bi çavê swêdiyan li rasîst, faşîst û îslamîstên xwe nanêrin, ji wan pir hez dikin
Li Swêd ciyê rasîst û faşîstan di platformên resmî da tuneye, siyasetmedar bi rasîst û faşîstan ra dostniyê û hevaltiyê nakin.
Lê li Tirkiyê û li ba AKPê û Erdogan ne wihaye, faşîst, panturkîst û îslamîstên radîkal merivên welatperwer û herî maqûl bi îtîbar in, ciyê wan tim di protokolên resmî da heye. Kes bi çavê mirovên xwerab li rasîst û faşîstan nanêre, kes wan îzole nake.
Mesela miheqeq Leylanî, Dolek û serokê Gurên Boz Şenturk, di her fest û dawetên konslosê Tirkiyê yê Swêd da hene, di protokolê da ciyê wan sabît e. Di festa Azîz Sancar da konsulê Tirkyê û vana kesan hemû hebûn, hemû bi hev ra bûn.
Konsulê Tirkiyê yê Stockholmê tim bi van kesan ra civînan çê dike û wezîfê dide wan, li hemberî kurdan bi kar tîne.
Federeasyona Tir ya Swêd wek rêxistineke girêdayî sefareta Tirkiyê dixebite.
Yanî dewleta tirk, hukûemta AKPê, Erdogan û Davutoglu bi çavê swêdiyan li faşîstên Gurên boz û li îslamîstên faşîst nanêre, ew wan wek kesên miletpewer û muteber qebûl dikin.
Dibê kurdên di nava partiyan û di medya Swêd da dinivîsin viya jî ji swêdiyan ra îzah bikin.
Yanî dewleta tirk dewleteke faşîst e, sîştem faşîzim e, partiyên tirk hemû antî-kurd, antî-ermenî û faşîst in.
Li ba Erdogan, Leylanî, Dolek, Şentirk û Gurên Boz însanên pir baş û welatparêz in û lema jî ciya wan protokola resmî ya dewleta tirk da tim heye.

XXX
Erdogan dixwaze hemû çete û rêxistinên îslamîst ji Tirkiyê îdare bike…
Civîna Teşkîlata Hevkariya Îslamî li Stenbolê do qediya. 56 welatên endamê Teşkîlata Hevkariya Îslamî, pêşniyara Tirkiyê ya “Înterpola Îslamî” qebûl kirin.
Serokkomarê Tirkiyê Erdogan, di axaftina xwe da xwest Teşkîlata Hevkariya Îslamî jî wek Ewrûpayê û welatên xiristiyan di nabêna xwe da teşkîlateke polîsan û îstîxbaratê ya mişterek çêkin. Ev pêşniyara Erdogan ji alî 56 welatên musilman ve hat qebûlkirin. Navê înterpola musilmanan yê kin ”IIT” ye.
Merkeza IITê ewê li Tirkiyê li Stenbolê be. Diyar e Erdogan dixwaze hemû çete û rêxistinên îslamîst, cîhadîst ji Tirkiyê îdare bike…


14 april 2016

Dewleta tirk welatê wî wêran dike ew diçe Çanakkelê fatîhê ji miriyên tirkan ra dixwîne

Dewleta tirk Kurdistanê dişewitîne, bajarên me yek bi yek wêran dike, kurdên me diçin peykerên Çanakkaleyê ziyaret dikin.
Kurdekî bi navê M. Burhan Hedbî, ez bawer dikim ya ji Qoserê ye ya jî ji herêma Mêrdînê ye. Ez camêr nas nakim, lê yekî dîndar xuya dike.
Ew û sê kesên din çûne ziyareta monomentên/abîdeyên Çanakkaleyê, ji ruhê kesên di şerê li hemberî ”kuffaran” da şehîd ketine fatîhe xwendiye.
Belê gotiye ”kuffar” yanî kesê kafir, kesên ne misilman.
Têkiliya kurdan bi şerê Çanakkaleyê ra vireke kurdan e, ji bo ku xwe bi tirkan şîrîn bikin. Ji ber nezanî û kêmaqiliya xwe, xwe dikin şirîk.
Di dema Çanakkaleyê da jî kurd bindest bûn, xortên kurdan bi darê zorê dibirin leşkeriyê û nuha jî bi darê zorê dibin û kurdan bi kurdan didin kuştin.
Yên bi zor neçûbin jî ji ehmeqiya xwe çûne, meriv naçe xwe di ber neayrê xwe da nakuje, dewleta welatê meriv îşxal kiribe naparêze.
Kurdê îro hîn jî şerê Çanakkaleyê wek zafereke xwe qebûl bike û here li ber wan peykerên derewan têkeve hazirolê ji zanîn û şiûra netewî bêpar e û heyranê qatilê gelê xwe ye. Diyar e gotinên Erdogan, Bahçelî û Davutoglu jî tu tesîrê li hest û şiûra wan yê kurdayetiyê nake.
Dewleta tirk Cizîr, Nisêbîn, Gever, Şirnex, Silopî, Hezex û gelek bajarên Kurdistanê yên din bi erdê ra kirin yek, di van 3-4 mehên dawî da bi hezaran keç û lawên kurd bi hovîtiyeke mezin înfaz kirin, lê kurdekî wek Burhan Hedbî dîsa jî çend kurdên nezan dane dû xwe û çûye tewafa Çanakkaleyê û ji me ra propagandeya şerê Çanakkalê dike.
Û tam 176 kurdî jî ev ziyareta Hedbî ya Çanakkaleyê ecibandiye, gotine te pir baş kiriye.
Meriv nizane bigrî ya bikene.
Ev çi aqil e?
Gava tirk van kêmaqiliyên me dibînin miheqeq bi me dikenin û fêm dikin ku em miletekî çiqasî nezan û reben in.
Tirk zanin em miletekî nezan û berdayî ne, lema jî mêrikan pir bêperwa her zilmê û her heqaretê li me dikin, çimkî baş zanin ew çi zilmê li me bikin jî emê dîsa jî ji wan hez bikin. Xwenda û dîndarên me dîsa jî ewê ji gelê xwe ra propagandeya çîroka derewîn ya Çanakkaleyê bikin.
Çimkî em kurd mirovên bêşiûr û totikvala ne, em ji bindestiyê û koletiyê qet aciz nabin û pir rehet dibin heyranê celadê xwe.


13 april 2016

Erdogan Emerîka û Ewrûpa kir wek Tirkiyê

Rojnamevanê Emerîkî yê bi nav û deng Seymaur Hersh, di nivîsa xwe ya li ser Sûriyê û Tirkiyê da gotiye li Sûriyê gaza sarîn bi destê Tirkiyê hat bikaranîn û ji ber ku Tirkiye li pişt qetlîamê bû Emerîkayê ser meselê girt.
Min ev xeber îro weşand.
Laleş Qaso, di binê xeberê da li ser bêdengiya Obama û Emerîka ya li hemberî vê qetlîama Tirkiyê şiroveyeke pir balkêş kiriye.
Gotiye, di tarîxa Emerîkayê tu serokekî wek Obama nebûya mezinê Emerîka û ”di tarîxa Natoyê de tu hikûmeta bi qasî a AKPê ku pê li prensîpên Nato, prensîpên partiya Demokrat a Emerîkî û demokrasiya ewrupiyan nekir û AKP dîsa jî li ba hemiyan xwedî cihekî bilind e.”
Bi baweriya min ev tespîta Laleş Qaso rast e, bi rastî jî di dîroka NATOyê da tu welatî bi qasî Tirkiyê û hukûmeta Erdogan NATO rezîl nekir, tu welatî bi qasî Erdogan, Ewrûpa û demokrasiya Ewrûpayê neanî pênc peran.
Û bêyî Mubarek Obama tu serokekî Emerîkayê jî li hemberî sûc û qetlîameke hewqasî mezin wiha bêdeng nemaye.
Ji ber ku Obama him musilman e û him jî reşik e. Lema jî li hemberî tirkan ji binde siyaseteke tirsonek, li gorî dilê Erdogan û li dijî prensîpên demokrasiyê û mafê însanan meşand.
Tiştê Emerîkayê li Îraqê û li hemberî Seddam kir, li hemberî Erdogan û Tirkiyê nekir, ji tirkan ra çavên xwe girt.
Lê ev bêdengiya li hemberî Tirkiyê û Erdogan ji bo Emerîka û demokrasiya wan rûreşîyeke mezin e û dîrok ewê vê yekê binivîse…

Wê demê di nabêna we û AKPê da tu ferq tuneye

Seroka HDPê Fîgen Yuksedaga tirk a kemalîst do di civîna grûba partiya xwe da gotiye, ”
”Em hemwelatiyên welatê mişterek in. Emê li hemberî we(qest AKP, MHP ye)micadele bikin. Emê vî welatî jî ji we ra nekin êm, emê nehêlin ev welat were perçekirin û cihê kirin. Viya baş bizanin…”
Van tirkên kemalîst û siyasetmedarên bêşexsiyet miletê kurd perşîn kirin, ew û mezinên wan bûn sebebê wêrankirina Kurdistanê û kuştina bi hezaran keç û xortên kurd û nuha jî bi devê kemalîstan û AKPê dipeyivin û ji me ra dibêjin “emê nehêlin ev welat were perçekirin”!
Demirtaş jî gotiye îlankirina xweseriyê ne rast bû, “bi îlankirna xweseriyê em nagihîjin tu derê”!
Ê de were dîn nebe û kerasê xwe neçirîne?
Ê heger îlankirina xweseriyê şaş e û meriv pê nagihîje derekê, we çima piştgirî da xendekan û xweseriyê?
Hûn û PKK çima bûn sebebê wêrankirina Kurdistanê?
Bi saya xendekên we û şerê nava bajaran dewleta tirk Kurdistan ji nuh ve îşxal kir û seranserê Kurdistanê kir qişleyeke leşkerî. 
Piştî şerê xendekan dewleta tirk hêza xwe ya li Kurdistanê li gorî salek berê bi kêmanî deh qatan zêde kir.
Û hûn nuha rabûna dibêjin xweserî şaş bû û emë nehêlin ev welat perçe bibe!
Ma ev lîstek e?
Hûn zanin bi vê siyaseta xwe ya şaş we çi zirar da kurdan?
Heger hûnê nehêlin Tirkiye, “ev welat perçe bibe”, wê demê hûn çima bûn şirîkê hewqas malwêranî û hewqas xwîn?
Gelek herêmên Kurdistanê bûye Sûriye, kevir li ser kevir nemaye. Û di ser da jî hûn dibêjin tiştê bû ne rast bû.
Heger hûn jî wek partiên tirk li dijî perçebûna Tirkiyê ne û hûn jî naxwazin kurd bibin xwedî dewlet û statu, wê demê dev ji kurdan berdin û wê demê tu ferqeke we ji AKPê û CHPê tuneye.
Yê min bi xwe ev gotinên Demirtaş û Yuksekdagê ji bo min zêde ne surprîz in, roja ev partî çê bû ez li dij bûm û min got dibê kurd rayên xwe nedin vê partiya kemalîst.
Ji ber ku dixwaze kurdan û Kurdistanê entegreyî Tirkiyê bike. Min got heger ev partî barajê derbas neke û nekeve meclîsê ji bo kurdan baştir e, bi xêrtir e.
Lê gelek kurdî bawer nekir û bi ruh û can jê ra xebitîn û bi 80 parlamenteran şandin meclîsê. Lê netîce li ortê ye. Ji ber ku HDP ne xwediyê program û hedefeke netewî ye û ne jî xwedî îrade ye, ne bi sere xwe.
Lema jî ket vî halî û serêkên wê van peyvên çewtomewto dibêjin.
Lê meriv ji ku dera zirarê vegere kar e,
HDPê bi praktîka xwe ya piştî hilbijartinên par nîşan da ku ew ne layiqî vê piştgiriya miletê kurd e.
Lema jî dibê kurd êdî baş bizanin ku him PKKê û him jî HDPê bi vê siyaseta xwe ya şaş û malkambax zirareke mezin dan tevgera kurd ya netewî.
Bi saya vê siyaseta wan ya şaş dewleta tirk nuha li Kurdistanê bûye wek gurê har û Kurdistanê ji nuh ve îşxal dike.
Heger piçek hurmeta PKKê û HDPê ji gel ra hebe dibê xwe rexne bikin, uzrê xwe bixwazin û berpirsiayrên ev felaket anîn sere kurdan hesab bidin gel û kesên bi rastî kanibin pêşengiya gel bikin, kesên xwedî fikir û hedefên netewî derkevin pêş.


Emerîkayê zanîbû Tirkiyê li Sûriyê gaza Sarînê da bikaranîn

nivîsa Seymour Hersh bixwînin û bibînin bê Tirkiyê û Erdogan li Sûriyê çi kirine û çi nekirine. Heta bigihîje bikaranîna gaza sarîn jî tirkyê daye El- Nusrayê û ew jî bi emrê Erdogan bûye.
Û ji ber ku Tirkiye endamê NATOyê ye Emerîkayê dengê xwe nekiriye û rastî belav nekiriye. Lê Emerîka zane Nusrayê bi li ser daxwaza Tirkiyê û Erdogan bikaraniye.
Welhasilî kelam gava meriv nivîsê dixwîne meriv bi belge û delîl dibîne ku her tiştê li Sûriyê bûye hemû bi destê Erdogan û Tirkiyê bûye.
Helbet ji bo min ev agahdarî ne surprîz e, min tim gotiye Daîş, Nusra û çeteyên din hemû hêzên dewleta tirk yên bi maske ne, hemu girêdayî artêşa tirk û MITê ne, hemû bi emir û dîrektîfa tirkiyê- Erdogan hereket dikin, hemû li Tirkiyê hatin perwerdekirin, alîkariyên xwe yên lojîstîk ji Tirkiyê digrin.
Daîşê, Nusrayê bi destûra Tirkiyê hewqa hovîtî kirin û serî jêkirin.
Ji ber ku Erdogan xwest Sûriye hat wêrankirin, ji ber ku Erdogan xwest hewqas xwîn hat rijandin.
Erdogan û hukûmeta wî û dewleta tirk li Sûriyê sûcên, cirmên pir mezin yên li dijî însaniyetê kirine, Erdogan, Davutoglu û Fîdan û serekerkanê Tirkiyê bi sedhezaran însan dane kuştin, gaza sarîn li Sûriyê dan bikaranîn û di vê e^rîşê da herî kêm 1500 kes qetil kirin.
Ji bo ku Emerîka mudaxeleyî Sûriyê bike.
Lê Emerîkayê bi belge dît ku ne Sûriyê, El- Nusrayê gaz bikar aniye û Tirkiyê ev gaz daye wan.
Ji xwe sebebê ku Erdogan naxwaze îktîdarê berde ev e, ew zane roja AKP ji ser hukim da bikeve, roja ew kursiya xwe wenda bike ciyê wî Lahey e, zindan e….

XXX
Hevpeyvîneke pir hêja ye, heger wexta we hebe bixwînin
Li ser kurdan û Kurdistanê, li ser pêşereoja kurdên herçar perçên Kurdistanê, li ser awantaj û dezawantajên kurdan, li ser netîceyên şerê Sûriyê û Îraqê bi xwe ra anîn, şêla Emerîka û dinyayê ya li hemberî kurdan ya berê û ya nuha û îhtîmala yekîtiya kurdan û serxwebûna wan hevpeyvîneke pir cidî ye, Arzû Yilmaz analîz û tespîtên enteresant dike
Hevpeyvîn bi tirkî ye, kesên bi tirkî zanin heger wexta we hebe bixwînin.

XXX
Hemû dîktator gorên xwe bi destê xwe dikolin. Bi giliyê li karîkatorîstê alman êdî her alman zane ku Erdogan dîktatorekî zirzop e.
Formulärets överkant


12 april 2016

Ji ber ku kurd bêdewlet in lema herkes kane neheqiyê li wan bike


Gotinên cîgirê serokê Federasyona Tirk li Swêd, Barbaros Leylanî yên li dijî ermeniyan di medyaya Swêd da olaneke mezin da, ji roja şemiyê(9/4-16) da ye medyaya Swêd qala van gotnên Leylanî yên nîjadperest û faşîst dike.
Leylanî roja şemiyê di meşeke Federasyona Tirk da ji ermeniyan ra got ”kûşik, kûşikên emerîka” û ermenî bi ”qirkirinê” tehdîd kir.
Esas Leylanî û Federasyona Tirk ev ne cara pêşî ye xelkê bi jenosîdê tehdîtdikin.
Lê carên din hedef kurd bûn.
Ji ber ku îcar yên bi jenosîdê hatin tehdîtkirin ermenî ne lema medyaya Swêd ev reaksiyon nîşan da.
Barbaros Leylanî û Federasyona Tirk heta nuha gelek caran eynî tişt ji bo PKKê û kurdan jî gotin, êrîşî gelek meşên kurdan kirin, kurd bi dabançeyê birîndar kirin. Lê medyaya Swêd tu carî neçû ser van faşîstên tirk.
Ji xwe vê bêdengiya polîs û medyaya Swêd cesrat da tirkan û li orta Stockholmê bi qîrîn ji ermeniyan ra mirin xwestin, ew bi ”kûçiktiyê û mirinê” tehdît kirin, gotin:
”Kûçik, kûçikên emerîka li xwe miqate bin! Mirin ji ermeniyên kûçik ra! Mirin! Mirin!”
Ev cesaret û êrîşakariya tirkên Swêd û Ewrûpayê ne tesadefï ye, hemû bi organîze û piştgiriya hukûmeta AKPê û sefaretên Tirkyê yên li Ewrûpayê dibe.
Li Swêd çeteyên faşîst ji bo ku êrîşî kurdan bikin, her meş û çalakiyên wan sabote bikin ji teref sefîr û ateşeyên tirk ve tên sewq û îdarekirin.
Hemû sîte û medyaya tirkên Swêd irqçîtiyê, kîn û nefreta li hemberî kurdan belav dikin.
Lê ji ber ku hedef PKKû kurd in, lema jî polîs, dadgeh û medyaya Swêd li hemberî van hêzên faşîst û êrîşên wan tiştekî nakin, naçin ser wan.
Ev cara pêşî ye medyaya Swêd bi vî rengî diçe ser faşîst û îslamîstên tirk.
Hêvî dikim medyaya Swêd ji nuha pê da li hemberî êrîşên ser kurdan jî eynî hesasiyetê nîşan bide.
Li Swêd jî bêdewletî tesîra xwe nîşan dide, ji ber ku bêdewlet in kes hesabê wan nake. Meriv bêdewlet wek qereçî û parsekên kuçe û kolanan in. Bêkes û bêstar in…
Derket ortê Barbaros Leylanî ne tirk e, tirkmenekî ji Kerkûkê ye û li gorî agahdariyên hin tirkmenên kerkûkî di wexta xwe da ajanekî rejîma Seddam bûye û bi îxbarên xwe gelek kes dane îdamkirin.
Ji ber ku tirkmen rû nadin wî çûye ketiye nava Federasyona Tirk û îcar ji dewleta tirk û hukûmeta AKPê ra ajntiyê dike.

XXX
Hevpeyvîneke pir hêja ye, heger wexta we hebe bixwînin
Li ser kurdan û Kurdistanê, li ser pêşereoja kurdên herçar perçên Kurdistanê, li ser awantaj û dezawantajên kurdan, li ser netîceyên şerê Sûriyê û Îraqê bi xwe ra anîn, şêla Emerîka û dinyayê ya li hemberî kurdan ya berê û ya nuha û îhtîmala yekîtiya kurdan û serxwebûna wan hevpeyvîneke pir cidî ye, Arzû Yilmaz analîz û tespîtên enteresant dike
Hevpeyvîn bi tirkî ye, kesên bi tirkî zanin heger wexta we hebe bixwînin.


11 april 2016

Tirk careke din jî ermeniyan bi qirkirininê tehdît dikin


Şemiya borî(9/4-16)Federasyona Komeleyên Tirk li Stockholmê ji bo piştgiriya Azerbeycanê meşeke kir. Di meşê da cîgirê serokê Federasyonê, Barbaros Leylani jî axaftineke bi tirkî kir.
Barbaros Leylanî di axaftina xwe da ji ermeniyan ra got ”kûçik” û gelê ermenî bi ”mirinê”, bi jenosîdê tehdîd kir. Leylanî got:
”Ey irqdaşên min, roja yekbûnê ye.
Êdî bes e! Tirk şiyar dibin!
Dibê ermeniyên kûçikên Emerîkayê li xwe miqate bin!
Mirin ji ernemiyên kîçik ra!
Mirin!
Mirin!
Mirin!
Irqdaşên min!
Irqê tirk ewê bibe yek.
Dibê em nîşanî, swêdiyan û skandînawiyan bidin tirk kî ne!
Em ji xwînê hez nakin, lê belê gava hewce em kanin xwînê biherikînin.”
Gava ez dibêjim tirk miletekî faşîst û irqçî ye, hinek dost û haval gazinan ji min dikin, dibêjin wisa nebêje…
Helbet di nava tirkan da jî çend kesên baş, ne faşîst û însan hene.
Lê kesên ne faşîst û ne irqçî pir hindik in, çend kes in.
Ekseriyata tirkan, piraniya wan mahcirên kafkasî û balkanî ne û faşîst in, irqçî û nazîst in.
Ne li Tirkiyê tenê tirk wiha ne, li Swêd, li Almanya, li Fransa, li Emerîka, welhasilî kelam tirkên li her dera dinyayê faşîst û irqçî ne, li her derê tirk dijminên kurdan, ermeniyan, cuhuyan, Emerîkayê, Rûsyayê û cîhana xiristiyan in.
Tirk di salên 1960î da hatine Swêd û Ewrûpayê.
Ev nêzî 60 saqlî ne li Ewrûpayê ne, ev sê nifş in li Ewrûpayê tên dinê. Lê hemû jû jî nîjadperest û faşîs tin, heta bigihîje zarokên tirk yên 8-10 salî jî li Swêd xwediyê îdeolojiyeke irqçî û faşîst in, neyarên kurdan, ermeniyan û yahûdiyan in.
Tirk miletekî ji cinsê gur in, lema jî wek gur dirinde ne, lema jî ji gur hez dikin û gur kirine sembola xwe ya netewî.
Kemalîzim, panturkîzm faşîzim e, îdeolojiyeke li dijî însaniyetê ye. Û tirk jî heyranê kemalîzmê ne, ji Xwedê û Pêxember bêtir secdeyî Ataturk û kemalîzmê dibin.

XXX

Îcar dor hat Rûsyayê
Piştî teqînên li Brukselê, Erdogan Rûsya bi rengekî sergirtî tehdît kiribû û gotibû, bawer nekin ku bûyerên terorê yên bi vî rengî ewê li Parîsê û Brukselê tenê bibin, sibe ewê li Moskovayê jî bibe.
Bi rastî jî wa ye mêrik da kirin, çeteyên îslamî yên dewleta tirk waye îro li Rûsyayê li bajarê Stavropolê sê teqîn kirine. Li gorî xeberên heta nuha bêyî hersê êrîşkan birîndar û miriyên din tunene.
Erdogan mêrik natirse, kîjan dewlet li hemberî wî rabe, bi ya wî neke û ji PYDê û PKKê ra nebêje terorîst mêrik çeteyên xwe dişîne ser wan.
Tirkiye bi Daîşê û qatilên îslamî sîlehe baş bi destê xwe xistiye, êdî her dewletê bi van çeteyên xwe ditirsîne…

10 april 2016

Rûdaw termînolojiya medyaya tirk bi kar tîne


Berê gava serokwezîrê Kurdisyatana Federe Nêçîrvan Barzanî dihat Tirkiyê, xebera ziyaretê bi rojan berî ziyaretê xeber belav dibû, hatina Nêçîrvan Barzanî di medyaya Tirk û kurd da dibû xebereke mezin.
Lê ji ber ku çûn hatinên Nêrçîrvan Barzanî yên Tirkiyê hewqasî zêde bûne, êdî haya meriv jî jê çênabe, medyaya tirk jî êdî hema hema qet qala çûn û hatinên wî nake, wek xebereke biçûk jî tew cî nadin hatina wî.
Heger Rûdawê bi bi xebereke biçûk negota Nêçîrvan Barzanî li Tirkiyê ye, haya kesî ji hatina wî tunebû, kesî nebihîstibû Nêçîrvan Barzanî hatiye Tirkiyê.
Fena ku bi dizî here û were…
Rûdawê di xebera xwe da termînolojiya medyaya tirk ya irqçî û antî-kurd bikar aniye, gotiye:
”Serokkomar Recep Tayyip Erdogan, serokwezîrê Îdareya Herêma Kurd ya Îraqê(Irak Kürt Bölgesel Yönetimi, ´IKBY´)li Stenbolê qebûl kir.”
Dibê kurdek, medyaya kurd bi di xebereke wiha da vê termînolojiya tirkan bikar neyne. Ev uslûb û termînolojiyeke antî-kurd û Kurdistanî ye.
Bi qasî ku xuya ye Rûdawê xebera tirkî dîrekt ji ajansa tirk AA yê kopye kiriye û lema jî ji dêlî ku bibêje ”serokwezîrê Kurdistanê”,
”serokwezîrê herêma Kurdistanê” ya jî serkwezîrê herêma Kurdistana Federal”, gotiye ” Irak Kürt Bölgesel Yönetimi IKBY”, yanî îdareya kurd ya herêma Îraqê.
Bi Xwedê tirk pir jêhatî û mêr in û em kurd jî pir pîs û bêşexsiyet in...
Mêrikan medyaya herî nêzî PDKê jî kirine wek medyaya xwe, zimanê xwe xistine devê wan jî, êdî medyaya kurdên başûr jî termînolojiya medyaya tirk ya irqçî û antî-kurd bi kar tîne.
Eferim ji kurdayetî û ji esl û feslê we ra …
Min nuh dît, di xebera kurdî da gotine "Serokwezîrê Herêma Kurdistanê", lê di ya tirkî da gotina Kurdistanê tuneye.
Diyar e bi tirkî li gorî dilê tirkan dinivîsin û bi kurdî jî li gorî dilê kurdan, yanî herdu aliyan jî baş îdare dikin.

XXX

Ev çar pênc meh in artêş û polîsên dewleta tirk gelek bajarên Kurditanê wêran kirin, ji hezarî zêdetir kurd kuştin. Erdogan û Davutoglu fermana kurdan dan leşker û polîsên xwe, gotin êdî canên xwe nexin tahlûkê, bajaran ji dûr va topbaran bikin û hilweşînin, kevir li ser kevir nehêlin.
Ez zêde dirêj nekim, Erdogan û Davutoglu her heqaretli kurdan kirin, lê heta nuha yek kurdî jî ji AKPê û ji hukûmeta AKPê îstîfa nekir, yek kurd jî li hember vê barbariya dewletê û hukûmeta AKPê ranebû.
Ji bo ku parlamenter û wezîrekî kurd, serokekî AKPê yê bajarekî Kurdistanê ji AKPê îstîfa bike hîn çuqas zulm lazim e, dibê hukûmet hîn çi bîne serê kurdan gelo?

Kurd nezan û ji şiûrê netewî bêpar in


Hemşeriyên min çendak berê bi navê ”Wîranşehîrliyiz Ezelden/Em ji berê da wêranşarîne” sîteyek wekirine.
Rismên wêranşariyan diweşînin. Çend roj berê du rismên min jî weşandibûn. Min spasî wan kir. Mala wan ava be.
Min nuha dît ji eşîra Begara rismê yekî bi navê ”Hecî Mutlek Kete” bi rismê Seddam Husên ra jî weşandine.
Hecî Mutlek Kete rismê xwe li ber rismê Seddam Husên kişandiye û bi vî hawî rismê herduyan ketiye çarçeweyekê.
Begara eşîreke ereb e û diyar Hecî Mutlek jî yekî heyranê Seddam û neyarê miletê kurd bûye.
Lema jî mêrik rismê xwe li ber rismê Seddam girtiye û zarokên wî jî bi zanetî ev risim dane sîteya ”Wîranşehîliyiz Ezelden.”
Dibê berpirsiyarê sîteyê ev yek ferq bikira û ev risim neweşanda, rismekî din ji wan bixwesta.
Ji ber ku ew rismê Hecî Mutlek Kete diweşînin, çima ewê rismê Seddam jî xuya bike?
Li alî din ya meriv xemgîn dike xemsariya kurda ye, 48 kesan ev risim ecibandine, hinekên wan ereb bin jî, di nava van da gelekên wan kurd in.
Yek kurd jî ji belavkirina rismê Seddam Husên aciz nebûye û sîte rexne nekiriye. Ji ber ku hafizeya me ya netewî vala ye, zanîn û şiûrê me yê netewî heta tu bibêjî zeîf e.
Mêrikê ereb, heyranê Seddam Husên rismê Seddam Husên weşandiye, kurdên me ecibandine.
Ma trajediyeke ji viya mezintir heye?
Min ev şiroveya jêr li binê risim nivîsî:
”Seddam Husên qatilekî mezin e, bi emrê wî bi dehhezaran kurd hatin kuştin, bi emrê wî qetlîama Helebçeyê bû û hûn rismê vî qatilî û yê hezkirekî wî belav dikin.
Tu ferqeke Seddam ji Hîtler tuneye. Dibê hûn vî rismî rakin. Belavkirina rismê qatilan ne însaniyet e, sûc e.”

XXX
Waliyê Xarpêtê, Yusuf Ziya Dogerê mamosteyê 25 salan ji ber meqaleyeke wî ji kar derxistiye.
Ev nîna ye, tirnîna hîn li dû ye. Ewê bi hezaran kesên wek Yusuf Ziya ji kar derxin û bavêjin zinndanê.
Ez tim dibêjim, heger PKK ji dewleta tirk ra şîv be, kurdên din, kurdên dîndar jî di nav da paşşîv e.
Şerê dewleta tirk ne li hemberî PKKê û HDPê tenê ye, ne ku dixwaze wan tenê ji ortê rake, îro PKK ye lê sibe dora kurdên din e.
Çimkî ev dewlet ji partiyan bêtir neyarê qewmê kurd e, neyarê her kesê dibêjim ez kurd im û ji bo kurdan tiştekî dixwaze.

XXX

Ez bi xwe Davutoglu wek emirberekî Erdogan dibînim. Rebeno gotiye di nabêna wî û Erdogan da milîmek ferq tuneye.
Na weleh bira hebe ?
Kuro ji serê te zêdeye tu bêemriya Erdogan bikî û bibî xwediyê fikreke din.
Def di hustuyê te da, qolik di destê Erdofan da ye.

09 april 2016

Çuqas sal derbas bin jî em te ji bîr nakin

Mehmet(Aslan) Kaya,
-Di evîna xwe da bêşik,
di şerê xwe bêtirs,
di jiyana xwe da bêdek bû

Dîsa 9ê nîsanê hat, dîsa em çûn ser gorra kurdekî miletpewer, kurdekî canfîda û xizmetkarê kurd û Kurdistanê…
15 sal berê roja 9ê nîsanê miletê kurd û kurdên Swêd ewladekî xwe yê pir îstîsna û pir hêja, Xocê Xizirê hemû kurdên Stockholmê, Mehmet Aslan Kaya li Stockhoma xopan wenda kir.
15 sal berê, roja 9ê nîsanê wefta Aslan Kaya ya ji nişkave hemû kurdên Swêd û her kesê ew nas dikir gelkî xemgîn kir, her kesî dixwest ev xebera reş ne rast, derew be.
Lê mixabin xeber rast bû, dilê vî kurdê canfîda û xizmetkarê kurd û Kurdistanê  di temenekî xort da(49) sekinî û ji nava me koç kir.
Sal zû dibuhurin, 15 sal di ser wefata Aslan ra derbas bûn, wek her sal, îsal jî min û Hêvî xanimê piştî xurîniyê me xwe ji bo ziyareta wî hazir û amade kir û wek her sal em ketin riya gorristana Strandkyrkogarden.
Li ser riya me, li taxa Gullmarsplan gulfiroşek heye, her sal em nêrgizên xwe ji wir dikirin.
Lê ji şansê me ra îsal nêrgiz qediya bûn, em çûn ser gulfuroşekî din, li wir jî qediya bû. Lema ji mecbûrî me du çîçekên din kirîn.
Lê îsal me ji cîranê wî, ji gorra li kêlek wî, ji wî xortê feylî ra jî ku 5 rojan berî wefata Aslan ji alî hin xortan ve hatibûn kêrkirin û kuştin ra jî du gul kirîn.
Me got ew jî kurd e, bira ruhê wî jî bi yê Aslan ra kêfxweş û dilşa bibe.
Ezbawer dikim ewê kêfa Aslan gelkî ji vê yekê ra hatibe, çimkî ew tim ji xwe bêtir li kesên din difikirî, dixwest pariyê devê xwe têxe devê yekî din û xwe birçî bihêle.
Gava em ji mal derketin dinya ne ewr bû, me got wexta bibare.
Lê şansê me hebû ewr çûn hatin lê baran nebarî. Lema jî şemsiya di destê min da li min bû bar.
Berî me hin hevalên din jî çûbûn ser gorra wî û wan jî kulîlkên xwe dabûn ber serê wî.
Me jî kulîlkên xwe danîn kêleka kulîlkên din.
Aslan cixarekêşekî pir îstîsna bû, wî ji çayê û ji cixarê pir hez dikir, bêyî xwarin debar dikir, lê bêyî çay û cixare debar nedikir.
Lê îsal ez bê cixare çûbûm ser gorra wî. Ji ber ku ji serê salê da ye min dev ji cixarê berdaye, min ji bîr kir pakêtekê bi xwe ra bibim û denynim ser gorra wî.
Lema li ser gorra wî ne min cixare kişand û ne jî min cixareyek îkramî wî  kir.
Ev hinekî bêbextî bû
Ji bo vê yekê min uzrê xwe jê xwest.
Her sal gava em diçin ser gorra wî, em bîstekê sohbet dikin, ji wî bêtir ez jê ra qala ilm û xeberan dikim, qala halê kurdan dikim.
Îsal jî min wer kir.
Min got Aslan, kurd dibêjin sal bi sal, xwezî bi par, halê kurdan ji par û pêrar pir û pir xerabtir e.
Li her çar perçên Kurdistanê jî neyarên kurdan wek gurên har êrîşî kurdan dikin.
Bi taybetî jî li Tirkiyê û Sûriyê û heta li Îraqê jî halê kurdan pir xerab e. Îran ji xwe rojê çend kurdan îdam dike.
Li Tirkiyê dewletê di salên 1990î da gund dişewitandin û vala dikirin, lê nuha êdî dest bi wêrankirina bajaran kirine. Êdî bajaran vala dikin û dişewitînin.
Belkî tu yê bawer nekî lê Cizîr, Nisêbîn, Şirnex, Silopî, Hezex, Gever, Dêrik, Farqîn û Diyarbekira kevn  ji bin da wêran kirin, bi tank û topan û heta bi fuzeyan li bajran dixin.
Kes nizane rojê çend keç û xortên kurd ji alî leşker û tîmên dewletê ve tên qetil kirin, Kurdistan bûye gola xwînê.
Bi dîtina min di vê wêrankirina kurdistanê da para siyaseta PKKê jî heye.
PKKê di nava bajaran da xendek kolan û dest bi teqereqê kir. Vê yekê mane ji dewltê ra xweş kir, ji bo êrîşa ser bajaran qulpek jê ra çêkir. Û dû ra jî yek bi yek êrîş birin ser hemû bajarên kurdperwerî li xurt bû, bajar wêran kirin û gel jî bi çol û çepelan xistin.
Yanî meriv kane bibêje ku li Kurdistana bakur jî îro wek li Sûriyê û Îraqê herbeke mezin heye. Dewleta tirk êdî bi rengekî eşkere qala koçberkirin û qirkirina kurdan dike.
Ez bawer dikim di rojên pêş da rewşa kurdên bakur ewê gelkî xerabtir bibe.
Li Sûriyê îmkan û hêviyek çê bûye, îhtîmal heye kurdên Sûriyê jî wek kurdên başûr ji bindestiyê xelas bibin û bibin xwedî statuyeke siyasî.
Lê wek li Îraqê kirin, li Sûriyê jî tirk bela xwe ji kurda venakin, ji alîkî da qatilên Daîşê  û cîhadçiyên xwe rêdikin ser kurdan û gund û bajarên kurdan wêran dikin û ji alîkî da jî ew bi xwe kurdan topbaran dikin.
Û di warê siyasî û dêplomatîk da jî bi hemû îmkanên xwe li dijî kurdan dixebitin,  dibêjin gerek kurd li Sûriyê ji bindestiyê xelas nebin û nebin xwedî maf.
Lê di vir da ya muhîm şêla Emerîka ye.
Heta nuha Emerîkayê bi gotina tirkan nekiriye û dev ji piştgiriya PYDê û kurdan bernedaye.
Lê di pêşerojê da ewê çi bibe û ji civînên Cenewreyê çi derkeve hîn ne diyar e.
Hêvî dikim piştî civînên Cenewreyê û rawestina şer kurd bigihîjin mafên xwe yên netewî û em xeyalşikestî nebin.
Hêvî dikim Emerîka û heta dereceyekê Rûsya jî di rojên pêş da nekevin bin tesîra Tirkiyê û paşên xwe bi kurdan nekin.
Lê ya herî xerab di vê rewşa hewqasî giran da kurd hîn jî li ser hev in û ne bi tifaq in, hîn jî li hemberî neyarên xwe hêzên xwe nekirin yek.
Hêvî û daxwaza hemû kurdan ew e ku kurdên her çar perçên Kurdistanê rojekê berî rojekê hêzên xwe bikin yek.
Min dirêj kir, ez naxwazim bi van xeberên tahl û ne xweş serê te zêde biêşînim.
Bi kurtî halê me ne tu hal e.
15 sal zû derbas bûn, me, hemû dost û hevalên te pir bîriya te û sohbetên te kiriye.
Li her dera navê te derbas dibe, her kes bi hurmet û hezkirineke mezin qala te, qala camêrî, qala fedekarî, nefsbiçûkî û canfîdayiya te dike.
Em ji te pir hez dikin, em keda te, xizmeta te ji kurdên Swêd ra û ji gelê xwe ra kiriye tu carî ji bîr nakin.
Tu yê tim di dilê me da bijî….
Zinarê Xamo
2016-04-09

08 april 2016

Mêrik ji Lazqiyê heta bi Silêmaniyê welatê xwe dibîne !


Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu, dîsa gelek fort dane xwe û gotiye:

”Gava PKK îdareya li Erbîlê tehdîd bike, emê viya wek tehdîdeke li hemberî xwe qebûl bikin.
Gava PKK, Artêşa Azad ya Sûriyê û grûbên tirk yên hevalbendên Tirkiyê tehdîd bike, emê wek tehdîdeke li hemberî xwe qebûl bikin. Ji Lazqiyê heta bi Silêmaniyê êdî her tişt ewlekariya Tirkiyê ya netewî eleqedar dike.”

Mêrik xwe eynî wek Yavuz Sultan Selîm dibîne û wisa jî emir dide. Lê piccekî qam ü giraniya wî têrê nake…

Dostayîya bi kurdên başûr ra û tehdîda PKKê ya Hewlêrê demagojiyeke mezin e, vir e. Peyveke hewqasî sexte û deamgojiye ku naxwaze navê kurdan û Kurdistanê bigre devê xwe, lema jî gotiye ”îdareya Erbîlê”.

Hemû dinya xêra kurdan bixwaze û bibe dostê kurdan, tirk û dewleta tirk ebedin nabin dostên kurdan. Tirk, dijminên kurdan yên qanîqanî ne. Rih dibe bihost tirk nabe dost.

Heger bi rastî Davutoglu û dewleta wî hewqasî dostê kurdên basûr bûna, du sal berê gava Daîşê 30-40 km. nêzikî li Hewlêrê kir, dibê biçûna hawara kurdan.

Lê em zanin alîkariya kurdan ji wan xist jî nedan, ji kurdan ra gotin ”mixabin” merivên me di destê Daîşê da ne em nikanin alîkariya we bikin.

Lê di rastiyê yên çeteyên Daîşê şandibûn ser Hewlêrê dewleta Davutoglu bû, Daîşê bi daxwaz û emrê Tirkiyê dixwest êrîşî kurdan bike. Xwedê kir ku Emerîkayê lê da, ya na îşê kurdan xerab bû.

Lê gava Davutoglu dibêje heger PKK li Sûriyê grûbên dostên Tirkyê tehdîd bike, ewê viya li hemberî xwe qebûl bikin rast dibêje û bi vê jî qesta wî Daîş e, herêma di destê DAîşê da ye.

Davutoglu dibêje heger YPG êrîşê bibe ser Daîşê û wê ji herêma Cerablûsê derxe, emê vê yekê wek êrîşeke li hemberî xwe qebûl bikin.

Di beyana wî da ya rast û muhîm ev e, her êrîşa li hembrî Daîşê ewê li hembrî xwe qebûl bikin.
Ev rast e û ji xwe heta nuha jî Tirkyê di praktîkê da ev kiriye.
Û mesela ji Lazqiyê heta bi Silêmaniyê.

Wisa xuya ye Davutoglu xwe efeyê herêmê û xwediyê Sûriyê û Îraqê jî dibîne, mêrik bi çavê padîşahekî osmanî li xwe dinêre û Îraqê û Sûriyê jî wek welatê xwe dibîne.

Ev xewna "Mîsakî Milî" ye. Davutoglu wek serokwezîrekî kolonyalîst hîn jî çavê wî li tevahiya Kurdistanê û petrola kurda ye, bi para xwe ya girtiye ne razî ye, hinekî din dixwaze. Lema jî leşkerên xwe li Kurdistana başûr û Îraqê bicî dike.

Yanî bi vê gotinê Davutoglu dibêje çi li SUriyê û çi jî li Îraqê em qebûl nakin kurd azad bibin û bibin xwedî dewlet. Û em ji para xwe jî ne razî ne.

Yanî derdê Davutoglu bi kurdan ra ye, ew li pey kurda ye.
Lê vana gotin û fortên vala ne, fîl ji deve mezintir e, li herêmê fîl hene. Hûn zêde dipeyivin û zêde fortan didin xwe, lê tiştê tu dibêjî piçekî bejna te derbas dike….

XXX
Berê dewletê kurd hewqasî eşkere bi tenkîlê yanî bi qirkirinê îtham nedikir. Hewqasî eşkere nedigotin ya hûnê serî bitewînin ya jî emê serê we jêkin, ya hûnê koletiya tirkan qebûl bikin ya jî emê we îmha bikin, bajarên we wêran bikin.

Lê ev demeke Erdogan û Bahçelî êdî dev ji demagojiyê û xapandinê û edebiyata ”biratiyê” berdane, êdî pir vekirî dibêjin li pêş we du rê hene, ya hûnê doza tu mafan nekin û teslîm bibin û koletiya miletê tirk qebûl bikin ya jî emê we qir bikin û hemû bajarên we bi ser serên we da bihedimînin, we ji Kurdistanê derxin û mecbûrî koçberiyê bikin…

Lê hîn jî yek parlamenter, yek wezîr û yek kurd ji AKPê veneqetiya ye, hîn jî yek kurdê zilam û xulamê dewleta tirk negotye êdî bes e!

Ji xwe ji ber ku Erdogan zane ew çi bibêje jî, ew çi zulmê li kurdan bikin jî kurdên pê ra, kurdên carê bûne xulamên wan aciz nabin û dev ji wan bernadin….