30 juni 2016

ABFê Federasyona Tirk ji endametiyê avêt


ABFê(Rêxistina xwendin û perwerdekirinê)di dîroka xwe ya 100 salî da cara pêşî ye komeleyekê(organîzasyonekê, rêxistinekê) ji endametiya xwe davêje, îxrac dike.
Seroka ABFê Helen Petterşon di beyana xwe da gotiye:
– Rêxistinên endamên me xwedanê hin nirxên bingehîn yên hevbeş in, xuya ye ku Federasyona Tirk ne li gor van nirxan tev digere.
Federasyona Tirk ji zûda ye ketiye destên faşîst û îslamîstan û êdî ne wek federasyoneke biyanî û li gorî nirxên ABFê yên demokratî û hevbeş, li gorî îdeolojiya Gurên Boz û siyaseta AKPê û îslamîstan hereket dike.
Ji federasyoneke kîtlewî, demokratîk bêtir, bûye rêxistineke îllegar ya irqçî û faşîst.
Erê navê wê, federasyoneke biyanî ye, lê ajandeyeke wê ya bi dizî heye û tim li giorî vê ajandeya faşîst û AKPê dixebite.
Lê îsal bi tesadufî piştî axaftina cîgirê Federasyonê Leylanî ya li dijî ermeniyan pûrê vê rêxistina faşîst derket ortê, têkiliyên wê yên bi MHPê ra yek bi yek eşkere bûn.
Û meselê di medyaya sosyal û di medyaya Swêd da olaneke mezin da.
Wezîrê avahiyan Mehmet Kaplan û gelek îslamîst û tirkên din ji partiya Keskan û ji partiyên din îstîfa kirin.
Nuha li Swêd Federesyona Tirk wek rêxistineke irqçî û faşîst û rêxistineke neyarê kurd û ermeniyan tê dîtin.
Îxrackirina Federasyona Tirk ji ABFê bûyereke pir mezin e, ev tê wê maneyê tirk ne xwediyê kultur û nirxên demokratîk û însanî ne û lema jî ciyê wan di nava rêxistinên Swêd yên kîtlewî û demokratîk da tuneye.
Bi kurtî tirk li Tirkiyê çi mal û çi mirov in, xwediyên kîjan îdeolojiyên irqçî û faşîst in, li Swêd jî eynî tişt in.
Tirkên Yozgatê, Tarabzon û Gîresûnê çi bin, yên li Swêd jî eynî ne, xwediyê eynî îdeolojiya faşîst in.
Yanî Kurmê şîrî heta pîrî…


XXX
Erdogan vê rociya remezan dîsa xwe berdaye, dîsa çiya li çiya qelibandiye. Camêr gotiye:
”Emê destûrê nedin dewleta paralel. Ketibûn serokkomariyê jî, belkî hîn jî hene. Em li ser vê dixebitin. Bixwazin kanin îstîfa bikin û herin, lê belê emê nehêlin vira lekedar bikin.”
Ji ber ku Qesira wî 1000 ode ne, gelek zilamên Gulen di hundur da xwe veşartine. Wa ya dike nake, nikane wan bigre.
Ev mêrik mitomanekî pir mezin e, derewa neke rehet nake. Ciyê wî ne meqamê serokkomariyê ye, nexweşxane ye.
Lê xwediyên wî kor in, nabînin.
Merivekî saxlem gotinên wiha berradayî neke.
Lê tirk li van gotinên tewşomewşo guhdarî dikin û jê ra li çepikan dixin…
Diyar e yên li dora wî jî ji wî xerabtir in…
Li gorî Erdogan merivên Gulen di hundur qesrê da xwe veşartina û ew nikane wan bigre...


29 juni 2016

91 sal derabs bûn lê dewleta tirk hîn zîhniyeta xwe ya anîtî kurd neguhertiye

91 sal berê di roja 29 hezîranê da Şêx Seîdê kal û 47 kurdperwerên endam û dilsozên Tevgera Azadî ji alî pantukîstên kemalîst ve li Diyarbekrê hatin îdamkirin.
Li gel ku 91 sal di ser vê qetlîama kurdan ra derbas bûye jî deleta tirk ya faşîst û hukûmeta AKPê hîn jî gorra Şêx Seîd yên kurdperwerên din nîşan nadin, bi israr hestiyên kesên qetil kirine vedişêrin, teslîmî malbatên wan nakin.
Ev jî zulm û nemiroviyeke bi qasî qetilkirina wan mezin e.
Dewleta tirk ji roja avabûye û vir da ye li Kurdistanê teroreke irqçî û faşîst dimeşîne û qetilkirina kurdan bênabên didomîne…
Tiştê dewleta tirk îro li Kurdisanê dike ji teror û qetlîamên dema Şêx Seîd mezintir in. Di nava salekê da 8 hezar kurd kuştin û bi dehan bajarên kurdan wêran kirin.
Dewlet îro li seranserê Kurdistanê li hemberî miletê kurd teroreke mezin dimeşîne, li her derê urfî îdare heye, ne qanûn û ne jî edalet maye, her tişt ketiye destê leşkeran.
Navê hukûmetê sivîl e lê ji alî leşkeriyan ve tê meşandin. Kurd di rewşeke pir xerab da ne.
Ez Şêx Seîd û hemû şehîdên kurd û Kurdistanê bi hurmet bibîr tînim. Şêx Seîd û hemû şehîn Kurdistanê ewê tim û tim di dilê gelê xwe da bijîn.

Negere li derên kaş nebîne xewnên fahş !

Berpirsiyarên tirk dibêjin teqîna terorîstî ya Stenbolê ya balafirxaneya ”Ataturk Havaalani” ji alî Dîşê ve hatiye kirin.
Hîn hûrguliyên bûyerê nehatina eşkerekirin lê li gorî delîl û agahiyên heta nuha bûyer Daîşê, hêzên îslamîst nîşan dide…
Ev îş wisa ye, netîceya hevaltiya bi terorîstan ra ev e.
Helbet Daîş û hemû cîhatçiyên bi salan ji alî hukûmeta AKPê ve hatin xwedîkirin, li ber deriyê Erdogan û di bin baskên dewleta tirk da mezin û bêslî bûn, ewê wisa rehet qebûl nekin Erdgon wan bifroşe, ji par ra kêr bike.
Tirkiyê van qatil û terorîstan bi salan li Sûriyê û li hemebrî kurdan bi kar anîn û nuha jî ji wan ra dibêjin karê me bi we qediya, em dixwazin hertişt dîsa vegere qeysa berê.
Em dixwazin dîsa bi Esed, Sîsî, Îsraîl û Rûsyayê ra bibin dost. Şer qediya, hesabê me şaş derket, em bi ser nekitin, lema jî yên mirin ji xwe mirin û yên sax mane jî dibê her kes here mala xwe.
Helbet Daîş û terorîstên heta nuha li Tirkiyê, li ber deriyê Erdogan û din hîmaya dewleta tirk da bêslî bûn ewê vê îxaneta Erdogan û Tirkiyê qebûl nekin.
Lê tiştên wiha ji MITa tirk bi xwe jî ne dûr e, gava Erdgoan feydê tê da bibîne kane emrê dînîtiyeke wiha bide, ji bo ku xwe mezlûm nîşan bidin, gunehê dinyayê bi xwe bînin.
Yanî dibê meriv li ser vî aliyê meselê jî raweste. Erdogan, ji bo ku dilê Pûtîn bigre, ambargoya rûsan ya li ser Tirkiyê rake kane her dînîtiyê, her qetlê bike.
Û di vê nabênê da Obama, Pûtîn gelek lîderên dunyayê jî ewê telefonî Erdogan bikin û pê ra bipeyivin.
Erdogn ji zû da ye bêriya axaftinên wiha û quretiyên piştî van axaftina kiriye.
Ji ber trajediyeke wiha be jî xwediyê Tirkiyê û bavê tirkan dixwaze serokek silavekê bidê, jê ra bibêje serê te sax be !
Heyfa xelkê sivîl û bêguneh e, li ciyê rehet siwîl, merivên bêsûc û bêguneh dibin qurbana siyaseta Erdogan û AKPê ya îslamîst û antî-kurd…

XXX


Tiştekî xerîb e, heta nuha tirkan hîn negotine ev terorîstên li balafixaneya Ataturk hewqas însan kuştin gelo ji Tirkiyê ne ya jî ji derve hatine?
Heger ji derve hatine, ji kîjan welatî û bi kîjan balafirê hatin û keleş û bombe çawa xistine hundur?
Bi min fena ku bîna genî jê tê…
Ji ber ku Erdogan ji netîceyên polîtîk yên vê terora mezin gelkî memnûn xuya dike.
Pûtîn û Obamayê ku silav nedidan Erdogan, wa ye telefonî wî kirine. Tirk, medyaya hewz ji do da ye reqlama telefonên ji Erdogan ra hatine û gulên rûsan ji wan ra şandiye dikin. Tu nemaye bibêjin weleh ev îş baş bû, bira yeka din jî bikin…

28 juni 2016

Erdoganê digot belkî Îsral û Rûsya kurd in


Bi tirkî dibêjin ”zenda tu niknaî badî tu yê maç bikî/bukemedigin bilegi opeceksin” !
Yanî gava tu bi yekî nikanibî dibê tu têkçûna xwe, mexlûbiyeta xwe qebûl bikî…
Felsefa tirkan ev e.
Erdogan jî bi vê felsefê mezin bûye.
Dema çavê wî(tirkan) yekî bibire dibin dîkê şer, dibin şêr û piling.
Lê gava bibînin ku nikanin pê, tavilê xwe davêjin dexlê wî, destê wî maçî dikin û didin ser serê xwe.
Yanî mexlûbiyeta xwe qebûl dikin.
Erdogan wek pêxwsekî Qasimpaşayê, wek gurekî boz cahiliyek kir û xwe li hircê yanî xwe li Pûtîn û li Netanyahu, Sîsî rakişand.
Lê dereng be jî fêm kir ku ev ne xercê wan e, ew ne ew mêrê ku kanibe zenda Pûtîn, Netanyahû û Sîsî bade.
Lema jî nuha dixwaze destên wan maçî bike…
Dibê meriv jê ra neke kêmasî û qusûr, li gorî şîreta pêşiyên xwe hereket dike…
Heger sibe destê Esed jî maçî kir matmayî nemînin…


XXX
Erdogan digot belkî Îsraîl û Rûsya jî kurd in, ewê nikanibin tu zirarê bidin tirkiyê, lema pêxwas û çaqokêşê Qasimpaşayê gav û saetê xwe li Pûtîn û Netanyahu radikişand, quretiyên mezin dikir, fortên ji serê xwe mezintir dida xwe. Digot ez û ez…
Lê nuha her roj xwe davêje dexlê Pûtîn, name li ser nameyê jê ra dinivîse, uzrê xwe jê dixwaze, dibêje hûn çi dixwazin emê bidin, emê tazmînatê bidin, emê qatilê pîlot ceza bikin û gelek lava û şelefiynên din di nameya xwe da rêz kirine.
Lê rûs dibêjin uzir û tazmînat têrê nake, dibê Tirkiye siyaseta xwe ya Sûriyê û Îraqê jî biguhere.
Piştî bûyera Keştiya Mavî Marmarayê Erdogan, li hemberî Îsraîl jî gelek quretî kir, resta Îsraîl xwend, got:
”Vira Tirkiye ye, ne welatê qebîla û eşîran e. Kê dijminatiya me kiriye poşman bûye û hûnê jî poşman bibin. Heta ez li ser hukim bim têkiliyên me ewê bi Îsraîl ra tu carî normalîze nebe …” û gelek fortên din yên wek van dan xwe.
Her roj li meydanan fortên xwe û dewleta xwe dida.
Lê wek Rûsyayê em dibînin di mesela Îsraîl da jî çi gotiye eksê wê qebûl kiriye. Îsraîl tu daxwazeke Tirkiyê qebûl nekiriye.
Di 8 maddeyên peymana bi Îraîl ra yek daxwazek Tirkiyê jî nehatiye qebûl kirin. Di ser da bi vê peymanê soz dane Îsraîl ewê alîkariya Hamasê nekin, di NATO û Yekîtiya Netewan da ewê tu carî di eleyhê Îsraîl da nexebitin û piştgiriyê nedin terorîstan.Alîkariyek bişînin jî ewê piştî kontrola Îsraîl here ji filistîniyan ra. Yanî Îsraîl berê çi digot ew qebûl kirine.
Erdgoan heta nuha li gunreşan rast nehatibû, digot belkî her kes kurd e û bêhêz û bêxwedî e.
Lê him Îsraîl û him jî Rûsyayê ew rezîl kirin. Îsraîl çi xwestiye û heta hinek jî zêde, Tirkiyê qebûl kiriye.
Û bi dîtina min pir jî baş bûye.
Ji ber ku vî faşîstê sûtal û dinyanedîtî bi îktîdarê serxweş bûbû, agir kiribû dawa xwe, dikira bifiriya,li meydanan, di salonan da birre bira wî, hirre hira wî em ji guhan kiribû.
Lê bi nameya ji Pûtîn ra û bi vê peymana bi Îsraîl li ser dêla xwe ket, pîs bû. 20 milyon dolarê Îsraîl ewê bide jî ne tazmînnat e, hîbe ye. Û ez bawer nakim Îsraîl ji kîsê xwe bide. Miheqeq ewê dîsa donê wan di serê wan bide, ewê tiştekî buha bifroşe wan.
Ya jî bi hawayekî din ewê ji wan derxe û him jî bi zêdayî.
Bi îhtîmaleke mezin di bin ra bi Misrê û Sûriyê ra jî ketine têkiliyan û ji wan ra jî nameyên ”aştiyê, wek ya Pûtîn dişîne, nameyên werin me efû bikin, me şasî kir, werin em li hev werin dişînin.
Çimkî efendî bivik dît, dît ku her kes ne kurd e. Xelk meriv poşman dike. Qebedayîtiya li meydanan rehet e, lê ya muhîm dû ra ye, talî ye, dibê meriv xwe pîs neke, piştî demekê çerxa Û neke, neçe xwe navêje nigê xelkê.
Tiştê nuha Erdogan dike ev e, xwe davêje nigê Pûtîn, Netanyahu, Sîsî, Esed û dibêje min kir hûn nekin, min şaşî kir, min cahilî kir, werin em li hev werin. Em dîsa bibin dostên hev.
Lê ev yek hewqasî ne rehe te, bedelekî vê quretiyê heye, siyaset ne qeşmerî ye, sinetekî cidî ye.
Bi kurtî Erdogan ji bo ku bi Rûsyayê, Misrê, Sûriyê û Îsraîl ra li hev were tawîza nede tuneye, kane sed carî uzurê xwe bixwaze û tazmînatên giran jî bide.
Çimkî cî lê pir teng bûye, rewşa aborîya Tirkiyê pir xerab e.
Û li dinyayê jî êdî her kes bi çavê dîktatorekî berradayî û sûcên li hemberî însaniyetê kiriye li Erdoga dinêre.
Wa ye li Almanya lê gilî kirine, dane mahkimê. Di rojên pêş da giliyên wiha ewê zêde bibin. Yanî li der û hundur cî li Erdogan teng dibe lema jî dixwaze cepheya li hemberî xwe hinekî teng bike. Lema jî nuha dixwaze têkiliyên xwe bi dewletên cîran ra xweş bike.
Lê eynî tiştî li hemberî kurdan nake, ji kurdan uzir naxwaze, naxwaze bi kurdan ra li hev were û mafê kurdan teslîm bike. Ji dêlî wê li Kurdistanê teror û qetîlamên didomîne . Ji ber ku çavê wan kurdan dibire….

27 juni 2016

Zilamên dewletê û cahşên kurd ji bo serokatiya belediya Diyarbekrê xwe di ber hev ra dikin


Di 23ê hezîranê da Erdogan li qesra xwe bi 50-60 kurdên hevalbend, zilam û cahşên dewletê ra civînek çêkir, ji bo şerê li hemberî kurdan ji wan aqil girt, alîkarî xwest û her wisa li daxwaz û pêşniyarên wan guhdarî kir.
Erdogan xwest ew û dewlet şerê xwe yê li hemberî PKKê baştir kordîne bikin, baştir alîkarifya hev bikin.
Navê van zilamên dewletê, van cahşên siyasî û leşkerî bi tirkî kirine ”kanaat onderlerî.”
”Kanaat onderleri”, mefhûmeke psîkolojîk ya nuh e, tirkan ji bo ku ji wan ra nebêjin zilamên dewletê, nebêjin cahş ev nav li wan kirine.
Lê meriv kane wan xwedêgiravî wek muxalefeta PKKê û HDPê qebûl bike. Yanî kesên muxalifên PKKê û HDPê.
Bes vana ne kesên kurdperwer û welatparêz in, piraniya van heval û zilamên dewletê ne, li dijî tevgera kurd ya netewî ne, serokên korîciyan, zilamên dewletê ne.
Bi gotineke hîn rasttir piraniya wan cahş in, rahîştine tivinga dewletê û zarokên kurdan dikujin.
Lê dewlet ji bo ku zilamên xwe maske bike, navekî pîs li wan neke, navê wan kiriye ”kanaat onderkerî.” Yanî serokën fikir û baweriyên cihê, kesên muxalifên PKKê û HDPê.
A di 23ê hezîranê da Erdogan bi van ra li qesra xwe civînek çêkir û ji wan ra got dibê hûn li hemberî ”terorê û terorîstan” bêdeng nemîn, dengê xwe bilind bikin. Hûn dengê xwe bilind bikin dewlet li pişta we ye.
Abdulkadir Selvî dibêje Salim Ensarîoglu ji Erdogan ra gotiye:
”Serokê Federasyona Qorîcîyan û Malbatên Sehîdan Ziya Sozen(yekî Bîngolî ye)ji min ra dibêje, bira min bikin Qayyûmê(yanî berpirsiyarê, serokê)belediya Diyarbekrê, netîceya wê çi be jî min qebûl e, ez dixwazim di nava mehekê da şehîd bikievim. Min jî got çi hewceyî şehîdbûnê ye. Bira min tayin bikin. Du salan ezê ji xelkê ra xizmet bikim. Bira xelk vê xizmetê bibîne û piştî du salan min hilbijêre.”
Wek tê dîtin cahşê serokê qorîciyan Ziya Sozen û Salim Ensarîoglu ji bo ku dewlet belediyê ji HDPê bistîne û bide wan, xwe di ber hev ra dikin. Yek dibêje bira dewlet mehekê min bike serokê belediya Diyarbekrê bira ez werim kuştin. Yê din jî dibêje bira bidin min ezê him neyêm kuştin û him jî bi xizmeta xwe milet ji ser rê da bixînim bikim hevalê dewletê.
Yanî herdu jî wek xulamên dewletê dixwazin li Diyarbekrê mirovên bi rayên milet hatine hilbijartin bi zor ji kar werin girtin û dewlet belediyê teslîma wan bike.
Piştî rakirina parêzbendiya parlamenterên HDPê, Erdogan nuha jî dixwaze çend belediyên di destên kurdan da mane wan jî ji wan bistîne û li cahşên xwe yên siyasî belav bike.
Û cahşên ji bo wezîfeyeke wiha mirina xwe kirina çavên xwe hene, him jî ne yek û ne dudu ne, bi sedan, bi hezaran in.
Erdogan, di civînê ji ”mezin û rîsipiyên” kurdan yên bûne zilam û cahşên dewletê ra bi îftîxar gotiye wan 8 hezar kurd kuştine û heta yek terorîst bimîne ewê dev ji wan bernedin.
Her wisa bi emir û destûra Erdogan Cizîr, Nisêbîn, Gever, Sûr, Dêrik, Lice, Şirnex bi erdê ra hat tep û dûzkirin. Bi sedhezaran kurd bi çol û çepelan ketin. Çeteyên Erdogan li Cizîrê ji zarokên 3 mehî bigre heta kal û pîrên 70 salî kuştin, 178 keç û xortên kurd di zêrzemiyên xaniyan da înfaz kirin û dû ra şewitandin. Tîmên Erdogan hevalkiran derpiyên pîrekên kurdan bi darde dikirin û li ser dîwaran dinivîsandin, "keçno em hatin, hûn li ku ne?"
Lê vana yek jî ne xema "mezin û rîspiyên" kurda ye, ew dîsa jî diherin li Erdogan guhdarî dikin û eniya wî maçî dikin.
"Mezin û rîspiyên”(!) kurdan, yên wek Prof. Salih Yildirimê Şirnexî dîsa jî diçe bi destê Erdogan digre, eniya wî maçî dike û lê guhdarî dike.
Însan çawa kane hewqasî jî bêxîret bibe meriv fêm nake!
Tiştek êdî gelkî zelal e, ev dewlet êdî Kurdistanê ne bi hêza xwe ya leşkerî tenê di bin destê xwe digre, bi xêra van ”kanaat ondereleri”, korîcî û cahşên siyasî û leşkerî kane îşxala xwe biparêze.
Heta bi hezaran kurd zilam û xulamên vê dewleta xwînxwar bin û rahîjin sîleha dewkletê û li hemberî kurdan şer û siyasetê bikin azadbûna kurdan zor e, ji dijmin bêtir yên me nahêlin, yên me şerê me dikin.
Û ev kesên hanê, evên kur roja pêncşemê bi Erdogan ra plan û programa serê li hemberî kurdan çêkirin û bi mektûbên devgirtî pêşniyar û aqil dan dewletê bi serbilindî di nva kurdan da digerin. Fena ku zilamtiya dijmin û cahştî ne şerm be…
Meriv nikane her kesî bi zor bike kurd, lê meriv kane zilamtiya dijmin, cahştiyê wek rûreşiyeke giran, wek qebheteke mezin bibîne…
Li Kurdistana başûr milet wer didît û lema jî çahşan roja fersend dîtin dev ji cahşîtiyê berdan û beşdarî berxwedanê û şerê li hemberî dijmin bûn.

Lînka çend rismên cahşên kurd

26 juni 2016

Mêrik dibêje wî giliyê PYDê bi Tirkiyê kiriye lê guh nedane wî


Endamê Komîteye Karên Derve yê ENKSê Siyamend Haco, ji Al Cezîra ra gotiye di destpêka sala 2013a da wî giliyê PYDê bi hukûmeta AKPê kiriye, lê kesî guh nedaye wî.
Siyamend Haco gotiye:
”Di destpêka sala 2013a da li Anqerê min di hevdîtinekê da ji şêwirmendekî Erdogan ra got li Sûriyê 5-6 hezar şervanên PKKê hene. Min jê ra got ev talûke ye. Lê belê şêwirmend pir bêxem xuya dikir. Min jê ra got alîkariya muxalifên PYDê bikin, ewê ji bo Tirkiyê baştir be. Bi nezaket li min guhdarî kir, lê guh nedida fikrên min.”
Ji ber ku merivên wiha, kesên ku bi dil û can dixwazin bibin xulamên dijminê xwe serok û berdevkên kurda ne meriv şerm dike.
Ev numûne jî nîşan dide ku ENKS ne pqaij e, ji destpêkê da xwestine bibin zilamên tirkan, lê tirkan zêde guh nedane wan.
Mêrik bêyî ku şerm bike, bêyî ku veşêre dibêje wî bala Tirkiyê kişandiye, ji Tirkiyê ra gotiye werin li hemberî PYDê alîkariya ENKSê bikin, yanî me bikin zilamê xwe, lê belê dewletê guh nedaye wî.
Bi serok û siyasetmedarên kurd tu havilê nakin. Tirkan û Îranê piraniya wan kirine zilamên xwe.
Tufî li we û li hemû heval û ajanên neyaran…
Lînka hevpeyvîna Siyamend Haco

XXX
Em zanin Tirkiye, Îran, Sûriye û Îraq dijmin in, xêra kurdan naxwazin, naxwazin kurd nêzî hev bibin û yekîtiya xwe çêkin.
Lê vê siyaseta xwe ne bi zorê, bi riya hin merivên xwe yên di nava hêzên kurd da dixin praktîkê. Bi riya van zilamên xwe partiyan tînin hebberî hev.
Ez nizanim Amed Dîcle zilamê dewleta tirk e ya na. Lê bi vê nivîsa xwe ya li ser PDKê û bi vê kîn û nefreta xwe ya li hemberî Mesûd Barzanî tu ferqeke wî ji zilamekî dewleta tirk yê profesyonel tuneye... 
Ez ne li dijî rexnekirina PDKê û Barzanî me, ez bi xwe jî vê gavê ji siyaseta PDKê û birêz Mesûd Barzanî ne razîme.
Lê tiştê Amed Dîcle di vê nivîsê da dibêje ji rexneyê wêdatir e, neyartiya PDKê û Barzanî ye, êrîşeke dijminane ye.
Amed Dîcle, bi navê hevalbendiya PKKê tim fêsadî û provaktoriyên wiha dike, tim wiha bi kîn û nefreteke neyarane êrîşî PDKê û Barzanî dike.
Lê li gel vê jî hevalên wî jê ra tiştekî nabêjin. Diyar e tiştê ew dibêje bi dilê wan e jî. Bi kêmasî di rojên wiha da dibê meriv bi vê uslûba neyarane êrîşî hev neke. Bi taybetî jî partiyên wek PDK, PKK, PYD, YNK û Goran dibê bi vî rengî hevûdu rexne nekin.
Lema jî ez bi xwe ji Amed Dîcle bi şik im, dilê min lê rûnane. Ne merivê dewleta tirk be jî merivekî fêsad û gelac e, xêra kurdan û yekîtiya kurdan naxwaze.

James Jeffrey: Dibê bernameya serxwebûnê di bêrîka her serokê kurd da hebe


Rûdawê bi sefîrê Dewletên Yekgirtî (DYA) yê Bexdayê û Anqerê yê berê James Jeffrey ra hevpeyvîneke pir baş kiriye.
Jeffrey, di hevpeyvînê da li ser siyaseta Emerîka ya Îraqê û kurdan û daxwaza kurdan ya serxwebûnê tiştên gelkî muhîm dibêje.
Jeffrey dibêje, ”dibê mijara serxwebûnê di bernameya, di bêrîka her serokekî kurd de hebe.”
- Tirkiyeyê di demê êrîşa Daişê da alîkariya kurdan nekir. Sedema vê ne dîlên konsolxaneya Tirkiyê ya li Mûsilê bû. Tirkiyê xwest bibîne ka Amerîka ewê alîkariyê bide Kurdan yan nedê.
Biryara serxwebûnê di destê serokên kurdan da ye û ew jî girêdayî yekîtiya wan e. Biryar ya gelê kurd e.
Jeffrey eşkere dibêje ji bo kurd bikanibin serxwebûna xwe îlan bikin, dibê yekîtiya xwe çêkin.
Lê îro li Kurdistanê bira yekîtiya kurdan li wir bimîne, kurd bûne heft serî, ne meclîs heye û ne jî partiyên hene li hev in.
Di rewşeke wiha perçebûyî da referandûm û îlankirina serxwebûnê hinekî xeyal e.
Ji bo serxwebûnê dibê kurd PDK, YNK û Goran miheqeq li hev werin, di her warî da hêzên xwe bikin yek. Heta ev nebe referandûm jî û serxwebûn jî ewê tenê di gotinê da bimîne...
Jeffrey dibêje, dibê kurd guh bidin Emerîka û qedrê vê hevpeymaniya Emerîkayê bizanibin.
Hevpeyvîneke muhîm e, hêjayî xwendinê ye.


Berdevkê AKPê gotiye ew dixwazin rê li ber avabûna Kurdistanê bigrin

M. Alî Şahaîn îcar rast peyivî, got, şerê wan ne li hemberî terorê ye, ew dixwazin rê li ber Kurdistaneke otonom bigrin, ew dixwazin tiştekî wek Kurdistana rojava li Tirkiyê jî çênebe
Ji giregirên Erdogan Mehmet Alî Şahîn, îcar li xwe mukir hatiye, gotiye şerê me yê li hemberî PKKê ne şerekî li dijî terorê ye, em dixwazin rê li ber ”kurdistaneke otonom bigrin.”
”Baş e çima PKKê bera ser me didin? Dixwazin wek li başûrê me, wek li Rojava-Kobanê, Kurdistaneke otonom ava bikin. Me ev yek ferq kiriye. Lema jî em nuha li hemberî rêxistineke terorê micadele nakin. Di dema şerê rizgariyê da me li hemberî heft dewletan bi çi nêt û bi çi armancê şer dikir, nuha jî em bi eynî armancê şerê rizgariyê yê duyem didin.”
Û dû ra jî gotiye ji bo ku li Tirkiyê jî "Kurdistaneke otonom" çênebe wa her selahiyet daye leşkeran, gotiye destê we ji we ra, heta hûn bi ser dikevin hûn kanin her tiştî bikin.
Ne îro, ev 30 sal in ji bo ku Kurdistan çênebe, ji bo ku kurd ji bindestiya we xelas nebin hûn şerê kurdan dikin.
Teror meror demagojî ye, maskeyek ye, lê netîce wa ye hûn hatin nuxteya îtîrafê; hûn dixwazin rê li ber azadbûna kurdan û çêbûna Kurdistanê bigrin.

XXX
Li ser riya Anqerê 3 otobozên ji Anqerê diçûn Wanê, Qersê û Diyarbekrê gulebaran kirin. Di êrîşê da 7 kes birîndar bûn.
Tirk û walî ji bo ku meselê sivik bikin dibêjin efendim êrîşkar yekî sûtal û krîmînel e, ne teror e.
Gava kurdek kevirekî davêje ji polîsekî, ji wasiteyekê da dibe teror, lê gava 3 otobozên kurdan tên gulebarankirin û 7 kurd birîndar dibin ne teror e.
Ji ber ku êrîşkar tirk e û yên marûzî êrîşê bûne kurd in. Lema jî nabe êrîşeke terorîstî...
Kurdê hîn jî vê dewletê wek dewleta xwe dibîne merivekî gelkî bêxîret e, bêar e û xulamê neyar e...


XXX
Dewleta tirk dest bi şewitandina Licê kiriye. Ji alîkî da bomberan dikin û ji alîkî da jî dişewitînin.
Û kurdên AKPê jî ji dewlet û hukûmeta xwe ra li çepikan dixin, kêf kêfa kurdên xulamên Erdogan e.....

25 juni 2016

Têkiliya di nabêna kurdî û kurdperweriyê da


Mihemed Gozutok bi birêvebirê Pirtukakurdî Bawer Berşev ra hevpeyvîneke balkêş kiriye.
Di hevpeyvînê da Bawer Berşev dibêje herêma herî zêde kitêbên kurdî lê tên firotin Mêrdîn e, di warê xwendina kitêbên kurdî da Mêrdîn tim yekem e.
Û di rêza duduyan da jî Wan tê, li wanê jî kitêbên kurdî baş tên firotin, xwendevanên kurdî li Wanê jî zêde ne.
Li gorî agahiyên Bawer Berşev, Diyarbekir herçiqasî bi nifûsa xwe sê çar caran li Mêrdînê be jî, lê li Diyarbekrê kitêbên kurdî bi qasî ku li Mêrdînê û qezayên wê Nisêbînê û Qezê tên firotin nayên firotin.
Bi saya vê agahiyê em fêr dibin ku di nabêna xwendina bi kurdî û kurdperweriyê da têkiliyeke xurt heye.
Em fêm dikin bê li herêma Wanê û Mêrdînê çima kurdayetî xurt e, HDP çima ji sedî 80-90ê rayên milet digre.
Bajarên kitêbên kurdî zêde lê tên firotin kurdayetî û kurdperwerî jî li gorî bajarên din lê zêde û xurt e.
Lema jî tiştê ez ji salên 1980î da dibêjim, dibê kurd bi hev ra bi kurdî bipeyivin, dibê nivîskarên kurd dev ji tirkî berdin û tenê bi kurdî binivîsin rast e.
Ziman kurdan kurd dihêle, kurdiyatiyê bi pêş dixe, kurdan bêtir dike kurd, hestê kurdperweriyê bi mirovan ra xurt dike.
Heger em dixwazin kurdan ji tirkan dûrxin, ruh û hestê kurdperweriyê bi kurdn ra xurt bikin dibê em bi zimanê xwe bixwînin û binivîsin û bi zarokên xwe ra , bi hev ra bi tirkî nepeyivin.



Xetera herî mezin namerdek bibe xwedî meqam


Xetera, tahlûkeya herî mezin ew e ku namerdek bibe xwedî mewqî û desthilat.
Tirkiye îro ketiye destê namerdên herî namerd, destê kesên herî xerab, lema jî tahlûke pir mezin e
Birêvebirên tirk merivên hewqasî bêheya ne dibêjin ji ber ku Davîd Cemeron li dijî Tirkiyê bû, lema aliyê Brexit di referandûmê da bi ser ket...
Halbû rastî tam eksê wê ye, gelê îngilîz li dijî endametiya Tirkiyê ya Yekîtiya Ewrûpayê ye, li dijî rakirina wîzeyê ji tirkan ra ye.
Hemû Ewrûpa dixwazin rê li ber endametiya Tirkiyê bigrin, tirsa Tirkiye ewê bibe endamê YE ketiye dilê her ewrûpî.
Lê ew dibêjin ji ber ku Cameron li dijî me bû, lema ev netîce derket...
Însan fedî neke kane her tiştî bibêje û bike...

XXX
Terorîstan do bi şev bi bombeyên desta êrîşî ser Rûdawê kirin. Di êrîşa terorîstan ta 4 kes birîndar bûn.
Ev êrîşa li Hewlêrê ser Rûdawê nîşan dide hin valayî û sistiyên ewlehî hene. Dijminên me hîn pir in û rehet nasekinin. Lema jî dibê kurd di tedbîrên xwe da sistiyeê nekin.
Ez êrîşa ser Rûdawê şermezar dikim û ji hemû birîndaran ra şîfayê dixwazim..


XXX
Heger bûye evîndarê celadê xwe miletek
dixwazî azanê, dixwazî çanê pê bide guhdarêkirin
heger îtîraz nake wek kerî îlet
misteheqe jê ra her babet zîlet.
///Emer Heyyam

24 juni 2016

Ewrûpî dawiya dawî ji tirsa tirkan ewê Yekîtiya Ewrûpayê belav bikin


Li Îngilistanê di referandûmê da biserketina aliyê Brexît, yanî aliyê dixwaze Îngilistan ji Yekîtiya Ewrûpayê derkeve li dinyayê bû sebebê krîzeke mezin ya siyasî û aborî.
Piştî vê netîceya li Îngilistanê(li Brîtanya Mezin) li welatên din jî tevgerên li dijî YE ewê xurt bibin û ewê jî referandûmê bixwazin.
Helbet ji destpêkê da li her welatî grûbên nasyonalîst li dijî avabûna Yekîtiya Ewrûpayê bûn.
Lê vana grûbên biçûk bûn, piraniya gelên Ewrûpayê li gel Yekîtiya Ewrûpayê bûn.
Lê belê piştî şerê Sûriyê û Îraqê û koçberên ji van welatan û ji Afrîka û Asyayê û îhtîmala Tirkiye ewê bibe endamê Yekîtiya Ewrûpayê û soza rakirina wîzeya ji tirkan ra hemû ewrûpî ketin panîkê.
Rakirina wîzeya ji tirkan ra îngilîz û Yekîtiya Ewrûpayê qutifand, bi taybtî îngilîz û alman pir û pir tirsyan.

Bi endametiya NATOyê Tirkiye bûbû bela serê Ewrûpayê, lema jî nedixwestin Tirkiyê bikin endamê Yekîtiya Ewrûpayê jî.
Nuha tirsa hemû Ewrûpiyan tirk in, herkes dixwaze welatê xwe ji îşxala bi milyonan tirkên bêkar, birçî, bêwesif û fundamentalîst biparêze.
Herba tirk û kurdan û şandina koçberan berbî Ewrûpayê ve jî gelê îngilîz gelkî tirsand. Li Îngilistanê di referandûmê da tirsa hatina tirkan roleke mezin lîst.
Îngilîzan ji bo ku welatê xe ji îşxala tirkan biparêzin çare di derketina ji Yekîtiya Ewrûpayê da dîtin.
Îro li Ewrûpayê ne Îngilistan tenê, her welat dixwaze rê li ber hatina bi milyonan tirkan bigre.
Yanî meriv kane bibêje li Îngilistanê sebebê bi serketina aliyê dixwaze Îngilistan ji Yekîtiya Ewrûpayê derkeve tirsa tirkan û hinekî jî ya ji koçberên ereban e.
Her welat dixwaze sînorê welatê xwe biparêze, dixwaze rê li ber îşxala tirk û ereban bigre.
Heger tirk di daxwza endametiya Yekîtiya Ewrûpayê da israr bikin Yekîtiya Ewrûpayê ewê belav bibe.
Tirk ev 60 sal in wek karkir hatine Ewrûpayê. Lê hîn jî entegre nebûne, hîn jî bi çavên kafiran û neyaran li ewrûpiyan dinêrin, hîn jî li dû goştê helal digerin, hîn jî destkuja ewrûpiyan(xiristiyanan) heram dibînin.
Îro li her welatê Ewrûpa problem û tirsa herî mezin musilman, ereb û tirk in.
Ewrûpî naxwazin 40-50 milyon tirkên din û hewqasî jî ereb li xwe zêde bikin û malikê li xwe biviritînin.
Tirk û ereban herêma xwe wêran kirin, nuha jî dixwazin eynî tiştî bînin serê welatên Ewrûpayê.
Lê êdî her ewrûpî viya dibîne û lema jî dixwazin rê li ber îşxala tirk û erebên îslamîst û bêkar bigrin…


Kurdê li Tirkiyê bimîne piştî du sê nifşê din ewê bibe tirk


Zarok û neviyên hemû kurdên li Tirkiyê dijîn malê tirka ne, piştî 20-30, 40 salên din ew ”xalis muxlis” tirk in.
Miletên din çawa bûn tirk ewê jî bibin tirk.
Berê jî, piştî avabûna Tirkiyê bi sedhezaran kurd bûn tirk. Heta kurd nebin xwedî deswlet, xwedî îdareyeke netewî ev proses ewê dom bike, kurd ewê tim bihelin û bibin tirk…
Kurdên naxwazin zarokên wan, neviyên wan bibin tirk dibê vegerin welatê xwe. Yên kanin û venagerin dixwazin zarok û neviyên wan bibin tirk.
Kurdên li Ewrûpayê ewê hewqasî zû nehelin, nebin alman, îngilîz, swêdî û norweçî. Lê yên li Tirkiyê piştî du nifşan tirk in.

XXX
Aştî ji şer erzantir e !
Şerê Emerîka Latînê yê herî dirêj, piştî 50 salî do ji alî serokê Colombîyayê Juan Manuel Santos û serokê Gerîlayên-Farcê Rodrigo Londono ve li Havanayê hat îmzekirin.
Serokê Colombîyayê Manuel Santos di axaftina xwe da got, ”Aştî ji tim ji şer erzantir e..”
Hêvî dikim dijminên me jî rojekê fêm bikin ku aştî ji şer erzantir û baştir e, jî û ew jî bi serokên kurdan ra rûnin û mafên kurdan yên netewî qebûl bikin…


XXX
Viktor Hugo di şiîreke xwe da dibêje:
“ Ji wir tirk derbas bûn, her der wêran û şîn e… ”
Gava meriv sûretên Cizîrê, Sûrê, Nisêbînê û Şirnexê dibîne meriv fêm dike ku Vîktor Hugo çiqasî bi heq û xwedî feraseteke mezin bûye... 

23 juni 2016

Çima em 50 milyon kurd bi qasî 300 hezar îzlandî nabin?


Îzlandayê do bi şev bi lîstikeke muhteşem bi gola di saniya dawî da 2-1 berra Awusryayê da.
Nufûsa Îzlandayê teqrîben li dora 300 hezarî ye. Îzlanda welatekî serbixwe ye, endamê NATOyê ye û di Kûpaya Ewrûpayê da ye.
Yanî welatekî nufûsa wî bi qasî qeza min Wêranşarê ye wek welatekî serbixwe beşdarî Kûpayaya Ewrûpayê û dinyayê dibe, lê em kurd nufûsa me 40-50 milyon e em tunene, em beşdar nabin.
Çima ?
Ji ber ku dewleta me tuneye.
Ji ber ku em ne miletekî serbixwe ne.
Nufûsa arnawidan jî herewere 3 milyon e, lê ew jî wek dewleteke serbixwe beşdarî Euro 2016a bûn.
Îrlanda hewitinê, ew jî do li hemberî Îtalyayê bi ser ket. Nufûsa Îralandayê jî li dora 4 milyonî ye.
Her kurd gava li maçên Euro 2016 temaşe dike, dibê tenê li topê û li hunera lîstikvanan û li xweşikiya futbolê nefikire, bibêje ji bo çi Kurdistan tuneye?
Ji bo çi em kurdên nufûsa me 40-50 milyon e tunene?
Û vê yekê ji xwe ra bike derd, pê biqehere, ji xwe ra û ji miletê xwe ra wek kêmasiyeke mezin bibîne.
Û ji ber vê kêmasiyê şerm bike…
Lema jî dibê tu kurd futbolê tenê wek lîstikekê nebîne, wek sporeke meriv wexta xwe pê diborîne nefikire…
Futbol dibê bindestiya me, koletiya me, bêdewletbûna me bîne bîra me…

XXX
Her tişt bi fikir dest pê dike, berê dibê fikrekî meriv hebe û dû ra têkeve rê. Fikrê min, hedefa min, xeyala min dewleteke kurd e, Kurdistaneke serbixwe ye.
Kurdê di serî wî da fikrê, xeyala Kurdistanê, dewleteke kurd tunebe ew kurdekî qelp e, bêkêr e, ji bindestiya xwe memnûn e.


22 juni 2016

Zilamtiya dewleta tirk Muhsîn Kizilkaya zêde bêûjdan û bêbext kiriye


Bi qasî ku xuya dike Muhsîn Kizilkaya dixwaze bibe Mehmet Şerîf Firat û Şukru Sekbanekî nuh. Ew jî wek Şukru Sekban, ji kurdperweriyê gav bi gav berbî tirkçîtiyê ve çerx dike.
Heger sibe ew jî wek Mehmet Şerîf Firat û Şukru Sekban bibêje esas kurd bi koka xwe tirk in ezê matmayî nemînim.
Kizilkaya, di nivîsa xwe ya rojnameya Haber Turkê ya 14ê hezîranê da dîsa bi hunerekîi mezin şelafiya Tirkiyê, dewleta tirk û Erdogan dike û dibêje ”Tirkiye li gorî Sûriyê û Îranê cineta kurda ye.”
Bi gotineke din yanî tirk li gorî faris û ereban xwe hindik li kurdan diboqînin, hindik gû bi wan didin xwarin, hindik wan dikujin û bajarên wan wêran dikin. Û ji ber ku tirk li gorî ereb û farisan xwîna kurdan hindikî dirjînin dibê em spasdarê dewleta tirk û Erdogan bin.
Li gorî Kizilkaya, Tirkiye welatê kurd û tirkan e û dewleta tirk jî ya kurd û tirka ye. Û li Tirkiyê bi qasî mafê tirkan, mafê kurdan jî heye. Ji ber ku kurd jî kanin bibin namzedê serokkomariyê…
Û dû r jî domandiye, gotiye, li gel hemû zulm û neheqiyan jî kurdan tu carî nexwestine ji Tirkiyê veqetin, çimkî kurd li Tirkiyê bi nasnama xwe ya kurdayetiyê kanin bibin her tişt.
Helbet ev îdîa vireke mezin e, kurd bi nasnameya xwe nikanin bibin bekçî jî.
Hulusî Akar, serokerkanê Tirkiye ya ku li gorî Kizilkaya ”cineta kurda” ye hîn do got di 11 mehan da tam 7740 kurd kuştine.
Lê tiştên wiha biçûk tesîrî li Muhsîn Kizilkaya nake, ligorî wî Tirkiye dîsa jî cineta kurda ye, dîsa jî dibê kurd spasdarên dewleta tirk û Erdogan bin.
Van tiştan kemalîstekî, nîjadperestekî, faşîstekî tirk nabêje, Erdogan nabêje, Muhsîn Kizilkayayê Culemêrgî, yê ku heta çend sal berê jî kurdperwerekî dilşewat bû dibêje. Ew êdî ne wek siyasetmedar û ronakbîrê miletekï bindest, wek zilamekî dewleta tirk, wek şelafekî AKPê û Erdogan dipeyive...
Heyf !
Welhasilî kelam ji bo ku dewlet çend qurişê didê ji ser qut neke bêyî ku li ber xwe keve, bêyî ku fedî bike her derew kiriye, Tirkiye kiriye buhuşta kurdan, gotiye kurdan tu carî nexwestine ji bindestiya tirkan derkevin û bibn xwedî welatekî serbixwe.
Beyan û nivîsên Kizilkaya yên van du salên dawî nîşan didin ku ewê sola Mehmet Şerîf Firat û Şukru Sekban di teqê ra bavêje û belkî dawiay dawî ew jî weke wan bibêje kurd bi eslê xwe tirk in.
Pere însên zû pîs dike…
Mehmet Şukru Sekban(1881-1960) ji Erxeniyê ye. Wî jî wek Muhsîn Kizilkaya destpêkê kurdayetî kir, azadî û otonomî ji bo kurdan xwest, li dijî dewletê derket.
Di sala 1908a da di avakirina Kurd Terakkî ve Teavun Cemîyetî(Komela Pêşketin û Alîkariyê) da cî girt û demakê jî li Bexdayê bû endam û birêvebirê Xoybûnnê.
Lê dû ra ji nişkave bû zilamê tirkan û dest bi turkçîtiyê kir, got kurd tirk in û ji qewmê Tûran in.
Wer xuya ye Muhsîn Kizilkaya jî bi lez û bez dixwaze bibe Şukru Sekbanekî nuh...
Mehmet Şerîf Firat(1894-1949), kurdekî ji Wartoyê ye, di salên 1930-150î da ew jî bû turkçî û got kurd tirk in. Di sala 1949a da apê wî ew kuşt.

Nivîsa Muhsîn Kizilkaya 
  
XXX

Cîgirê serokwezîrê Tirkyê Tugrul Turkeşê faşîst hefta berê bi emirberê xwe Orhan Mîroglu ra li Mêrdînê bû.
Turkeş, li Mêrdînê di dema teftîşa emniyetê da di axaftina xwe ya ji tîmên taybet ra gotiye:
”Jidestxwebernedana vê coxrafyayê, Enedoliyê karekî zor e. Bi qehremanên wek we, bi egîdên wek we ev coxrafya ji 1071ê û vir da ye ya me ye.”
Û zilamê me yê nuha li ber deriyê Ertuxrul Turkeş emirber e wek koleyekî pel pel li devê Turkeş nerîye....
Xwedê kesî şaş neke, şaş kir fahş neke, fahş kir şexsiyeta wî li ber nigê faşîstekî wiha bi erdê ra kaş neke…







21 juni 2016

Dêla kûçik tu carî rast nabe

Erdogan dewleta tirk tam kir dewleteke faşîst
Serokê ”Gurên Boz” yê salên 1970î, faşîstê kevn Mumtazer Turkone, di nivîseke xwe da gotiye:
”Nav nayê lêkirin, eşkere nayê gotin lê dewlet hema hema bûye MHP, ev merhele li ber temambûnê ye.
Sloganên ulkuciyan(qest gurên boz, faşîstên tirk in) yên salên 70î, sentezên dost-dijmin, tirkîtî û musilmantî îro bûne îdeolojiya dewletê ya resmî.
Tezên hêzên çep-sosyalîst hîn jî marjînal in.
Aydinlikçiyên ji tradisyona Marksîsmê- Lenînîzmê- Maoîzmê tên, tezên ulkuciyan(faşîstan)yên salên 70î piçekî di sosa Avrasyacîtiyê da dikin û diparêzin.
Îspat dikin ku ´Maoîstên Gurên Boz´ ne efsane ye. Çepên ku Deniz Gezmîş û hevalên wî wek sûseke vîtîrînê bi kar tînin jî wisa ne.”
Wek tê dîtin wa ye faşîst bi xwe dibêjin dewlet li gorî fikir û îdeolojiya MHPê tê îdarekirin.
Di dema 12ê Îlona 1980î da cîgirê partiya faşîst Agah Oktay Guner, di dadgehê da gotibû, ”fikrên me li ser hukim in lê em du hundur da ne.”
Nuha jî eynî tişte e.
Wek Mumtazer Turkone jî gotiye, îdeolojiya MHPa faşîst êdî bûye îdeolojiya dewletê ya resmî.
Lê ne bi riya MHPê, îcar bi riya AKPê, ne bi serokatiya Devlet Bahçelî, bi serokatiya Erdogan û Davutoglu faşîzim li Tirkiyê li ser hukim e.
Êdî ne hewceyî MHPê ye, ji ber ku AKP heye.
Êdî ne hewceyî Develet Bahçelî ye, ji ber ku Erdogan û di nava AKPê da bi sedan mebûs û wezîrên kesên wek Bahçelî faşîst hene.
Yanî meriv êdî bi rehetî êdî kane bibêje li Tirkiye dîktatoriyeke faşîst heye, dewleta tirk bi îdeolojiyeke irqçî û faşîst tê îdarekirin.
Û gelek kurd jî bi kêfxweşî ketine bin emrê vê rejîma irqçî û faşîst û li dijî gelê xwe şer dikin.

XXX

Dêla kûçik tu carî rast nabe...
Puma: Formayên çiriyan li Tirkiyê hatim çêkirin/îmalkirin.
Wek tê zanîn di maça Fransa û Îsvîçreyê da, belkî di hin maçên din da jî çend forma çiriyan.
Derket ortê ku ev malê sexte îşê tirka ye.
Forma bi materiyalên sexte hatine çêkirin û lema jî gava yek destê xwe davêjê diçire.
Kurmê şîrî heta pîrî.
Sextekarî, hîle, xapandin bûye kultur û exlaqê tirkan.
Li dinyayê bi sextekariya xwe deng dane.
Qûmê tevî nîskan dikin.
Keviran tevî nokan dikin.
Avê, rûnê genegan tevî zeytê dikin.
Jahr û zuqûmê tevî zeytûnan dikin.,
Qûma spî tevî birincê dikin.
Alkola sexte çê dikin pê însanan dikujin.
Sîrapê tevgî hingiv dikin.
Di kincan da ya di dezî da ya di astar da ya di qumçeyan/bişkokan da yanî miheqeq di tiştekî sextekariyê dikin.
Tirk bêyî sextekarî nikanin bijîn…
Welahsilî kelam sexteakriyê di her tiştî dikin.
Lema jî li Ewrûpayê ewrûpî malê tirkan nakirin. Ji ber ku bawerî pê nayê.
Dêla/teriya kûçik tu carî rast nabe...

20 juni 2016

Ji bo min ya muhîm kurd bibin xwedî dewlet

Hevalê minê salan Doçent Osman Aytar gotiye ”ew dewleteke demokratîk diparêze, ew tu carî nabêje hema bila dewlet be çi dibe bila bibe…”

Di nava kurdan da kesên wiha difirkirn, kesên dewleteke ”demokratîk”, sosyalîst dixwazin pir in. Bêyî dewleteke ”demokratîk”, sosyalîst li dijî her babetên dewletê yê din in. 

Yanî yên sosyalîst dibê dewleta kurd gerek sosyalîst, ”demokratîk” û yê îslamîst jî dibêjin gerek dewleteke li îslamî be.

Li ser vê mijarê heta nuha min gelek caran nivîsîye. Lê dixwazim careke din jî fikrê xwe bibêjim.

Min tim gotiye ji kurdan ra dewleta herî xerab, yeka wek Tirkiyê, wek Rûsyayê û heta wek Îranê jî ji bêdewletbûnê, ji bindestiya nuha hezar qatî baştir e.

Helbet ez dixwazim dewlweta çê bibe sekuler be, demokratîk be, sosyal be, filan û bîvan…

Lê ez van tiştan nakim şertê xwe yê piştgiriya dewletbûna kurdan.
Ez dewleteke wiha dixwazim, ji bo dewleteke demokratîk, sekuler dixebitim, lê gava hêzeke ne li gorî dîtin û îdeolojiya min, hêzeke muhafezekar, lîberal û heta îslamîst jî Kurdistanê ava bike min qebûl e.

Kesê ”dewleteke demokratîk” (demokrasiyeke çawa, ev jî problem e), adil û nizanim çi û çi bike şertê piştgiriya xwe, di esasê xwe da li dijî dewletbûna kurda ye, li dijî  îktîdara hemû partiyên îro hene.

Ji ber ku kîjan partiya kurd Kurdistanê ava bike û were ser hukim jî ewê civateke wek ya Swêd û Norweçê ava neke, ewê demokrasiya Xerbê tavilê bi cî neke. Tiştekî wiha ne mimkûn e.
Li Kurdistanê partiyeke, serokekî krîterên, prensîbên, demokrasiya Osman Aytar diparêze tuneye. Ji ber ku wek civat em gelkî paşdamayî ne. Dewleta kurd îro çêkin ne mimkûn e dewleteke tam demokratîk, lîberal, sekuler û tam adil û bi edalet be.

Û ya din jî ev dîtin, yanî ”ez her dewletê naxwazim” ne dîtina ronakbîrê miletekekî bindest û rizgarîxwaz e.
Ronakbîrê miletekî bindest dibê ji bo piştgiriya tevgera netewî şertên wiha ferz neke.

Dibê em cephe û yekîtiyeke netewî çêkin. Cephe û yekîtiya netewî jî bi program, hedef û îdeolojiya çep, bi hin şertên wiha nabe…

Hêzên îslamî jî li Kurdistana bakur li dijî her rejîm û her dewleta ne îslamî ne. Ew jî dibêjin PKK, HDP çep in, xwedênenas in, lema jî li dijî dewleta wan û îktîdara wan in.

Osman Aytar jî li dijî her dewleta, her îktîdara ne “demokratîk” e. Maneya xwe ew li dijî îktîdara hemû partiyên kurd e.
Tabî bi dewleteke ”demokratîk” qesta wî çi ye ew jî ne zelal e. Naverok û prensîbên  vê dewleta ”demokratîk” çi ne û ne çi ne ew jî ne diyar e.

Bi dîtina min li ne Kurdistana bakur û ne jî li ya başûr û rojava yek partî jî wek Osman Aytar dixwaze ne “demokratîk” e.

Hemû jî dîktator, feodal, eşîr, muhafazekar û îslamî ne. Partî û hêzên li pîvana Osman Aytar werin jî pir û pir zeîf in. Yanî şansê wan yê pêşengiyê tuneye...

Esas kesê “dewleteke demokratîk” bike şertê piştgiriyê û “her babetê dewleta kurd qebûl neke”, dibê piştgiriyê nede Kurdistana başûr jî. Ji ber ku ew jî ne demokratîk, adil û sekuler in.

Serokê Kurdistana Federe her axaftina xwe bi ” Bismillâhirrahmanirrahim” dest pê dike. Gelek qanûnên antîdemokratîk hene. Ez wan rexne dikim, lê belê ne li dijî dewlet û serokatiya Barznî me. Bira Kurdistan çê bibe kî dibe serok bira bibe.

Sibe li Kurdistana rojava û bakur PYD û PKK werin ser hukim jî eynî tişt e. Ma PKK qey ewê dewleteke wek Osman Aytar dixwaze, wek Îswîçreyê, Emerîkayê ava bike?

Ma qey li Sûriyê Salih Muslim ewê dewleteke, rejîmeke wek ya Swêd ava bike?

Prototîpên dewleta PDK, PYD û PKK çêkin ji nuha da li ber çavên me ne, em dibînin û piştgiryê dikin.

Ez bi xwe dikim.
Yê piştgiriyê bide van partiyan û Kurdistana Federe dibê nebêje ”ez tu carî nabêjim hema bila dewlet be çi dibe bila bibe…”

Heger tu wiha nabêjî wê demê dibê tu piştgiriya PDKê, PKKê û PYDê nekî. Ji ber ku em baş zanin van partiyan yek jî ne li gorî pîvana demokrasiya te ne.

Wek min got, bêguman ez dixwazim dewleta kurd dewleteke demokratîk û sekuler be, lê PKK jî çêke, PYD jî çêke, Mesûd Barzanî, Goran, Talabanî ya jî partiyeke îslamî jî çêke min qebûl e, ezê ne li dij bim û li dij nexebitim.

Ji ber ku tu însan, tu partî ne nemir e, rojekê ewê herin û hinekên din ewê werin dewsa wan. Li cîhanê tu dewlet destpêkê bêkêmasî, mukemel ava nebûye.
 Netîce, ji bo min ya muhîm kurd bibin xwedî dewlet, dewleteke çawa mesela talî ye...



19 juni 2016

Xwelîsero tu yê mezin bibî dîsa bibî ker


Li gund naznavê(leqebê)şivanê axê kiribûn ”ker”. Gundiyan, malbata axê jê ra digotin ”kero” were, kero here…
Pîreka wî rojekê hew deyax kir, jê ra got:
- Mahrûmo, ev çi nav e xelkê li te kiriye? Here ba axê, jê rica bike bira navê te biguherîne, navekî din li te ke.
Gotinên jinikê ket serê şivên û rabû çû ba axê û ji bo ku navê wî biguherîne jê rica kir. Axê rica wî qebûl kir. Dû ra jî bi kêf û bi bez berê xwe da mal û bi dengekî bilind ji nikê ra got:
-Guhert, guhert!
Jinikê got:
-Kir çi?
-Êdî navê min ne ker, dahşik e…
Jinikê li çonga xwe xist, got:
-Wey li min porkurê ! Xwelîsero  tu yê mezin bibî dîsa bibî ker…

XXX
Ji kesê rastgo zêde nayê hezkirin, bi qasî kesên jê hez dikin, kesên jê hez nakin jî hene û heta zêdetir in jî.
Lê dicivatê da serê kesê rastgo û dirist hertim bilind, pişta wî wek tîrê rast û zimanê wî dirêj e.
Lê kesên durû tim piştkul in.
Dijminên meriv zêde bike jî dibê meriv dirist û rastgo be û durûtiyê xweş nebîne.


XXX
Stanîslav Lec, gotiye ”Naskirina sinet(huner)jî sineteke.”
Lema jî sinetkarên sinet nas dikin kêm in. Çimkî naskirina sinet jî bi serê xwe sinetekê bi qasî sinet zor e.

18 juni 2016

Guhdarîkirina li Mueyid Teyib xweşiyeke bêemsal bû


Îro Mueyed Teyib, li Stockholmê li Kitêbxaneya Kurdî zîyefeteke şiirî(helbestê) ya mikemel pêşkêşî me kurdên Stockholmê kir. Ji zûda bû dil û hestên me motajî deng û sureke wiha bû.
Ziyafeteke muhteşem bû. Mueyed Teyib, bi şiirên xwe yên mişt hest û kurdperwerî em mest kirin, dilê me zîz kir, em kûr kûr dan fikirandin û ji me hinek kelogirî kir.
Ez Mueyed Teyib ji salên 1980î da nas dikim, di şevbêrkên li mala wî min gelek caran lê guhdarî kiriye û min hemû şiirên wê yên kev xwendine.
Lê ev cara pêşî bû min li şiirên wî yên nuh guhdarî dikir. Gelek şiirên nuh nivîsî ne.
Mueyed hakimê kurdî ye, xwedî zimanekî bêqusûr, pir zengîn û mecazî ye.
Min îro dît ku Teyib, di van salên dawî da şiirên pir xweş, bi hêz, bi bandor nivîsîne. Ji hemûyan kurperweriyeke bêsînor difûre.
Asta şiirên Mueyed Teyib pir bilind in, ez kanim bibêjim”Şêrko Bêkesekî şiira kurmancî ye…
Lê çi heyf ku Mueyd Teyib li Kurdistana bakur bi qasî ku heq kiriye nayê naskirin. Ya jî bi min wisa tê. Ji ber ku ez ne li welêt im, lema jî kanim şaş bim.
Min nuh bihîst di sala 2014a da dîwaneke wî bi navê "Ne ba min siwar dike / Ne ax min peya dike" ji alî weşanxaneya Avesta ve hatiye weşandin.
Min kitêb nexwendiye, lê îro bû nesîbê min ez li çend şiirên di wê kitêbê da hene guhdarî bikim.
Şiirên mişt hest, evîn, fedakarî, mêrxasî û welatparêzî bûn, dilê herî hişk, mirî jî wek mehîneke seglawî radikir pêdarê…
Kesên ji şiirê hez dikin dibê Mueyid Teyib û "Ne ba min siwar dike / Ne ax min peya dike" bixwînin, bixwînin û bibînin bê Mueyed Teyib evînê, kurdperweriyê, Kurdistanê, azadiyê çawa bi me dide hezkirin…
Ez takebelgê zer û pêtî me
Vê payîza dereng
Bi gulpên vê darê ve mayim
Ne ba
Min siwar diket
Ne ax
Min peya diket
Rojên kurt û tarî
Şevên reş û bêdawî
Wek koremarekî
Di gerdena min aliyayî ne
Ez mirim bo
Fireka bay û
Çengekê hetavê

XXX
Ger elind..
Haşatiyê ji rojê biket
Dê bîte şev
Ger derya..
Haşatiyê ji avê biket
Dê bîte kef
Ger befir..
Haşatiyê ji rengê xwe biket
Dê reş bît û bîte tenî
Ger ez jî haşatiyê
Ji çiya bikem
Ji befrê û Barzanî bikem
Serê xwe
Bo lixav û hefsarên
Qiralê Bexda şor bikem
Heta mirinê
Dê bime kole û benî

XXX
Newroz Dihî û Evro
Gotin:
"Hey ho ..
Roja çekuçê Kawey çû
Nahête ve,
Li welatekî .. ejdehayek bi tinê hebû
Heta ser û tac lê hatîne herişîn
Hizar ser hatine birîn.
Niha .. niho ..
Li her şarekî..
Li her gundekî..
Ejdehayek yê dixorîtin."
Lê negotin:
Li her şarekî..
Li her gundekî..
Bi hizara rêncber û cotyar û pale ne
Hemî cotyar û pale jî
Evro çekuç û Kawe ne!

Îspanyayê Tirkiye nekawt kir


Tirk bi kelogirî ji EURO 2016 vedigerin mala xwe
Ez ji futbolê hez dikim, lema jî her şev di ber titştên din ra li maçan temaşe dikim.
Taximê Kurdistanê di vê turnuvayê da tuneye, lema jî ez wek kurd hinekî hustuxwar im.
Xwezî em jî hebûna.
Lê ji bo wê dibê dewleta me hebe.
Îcar ji ber ku Kurdistan tuneye ez piştgiriya welatê xwe yê duyem, yanî piştgiriya Swêd dikim, lê ew jî baş nalîzin, îşev li hemberî Îtalyayê 1-0 wenda kirin.
Tiştê herî xweş Tirkiyê îşev li hemberî Îspanyayê 3-0 wenda kir.
Îspanyolan futboleke muhteşem lîstin.
Bi taybetî jî pasên wan bi serê xwe hunereke bû, te digot qey ne însan in, lîstikeke kompîtorê ye.
Ez tu maçê da wek îşev kêfxweş nebûm.
Îspanyayê îşev tirk perîşan kirin, îspanyol bûn pisik û tirk jî bûn mişk, li sahê bi wan lîstin.
Maçeke pir xweş bû, ji ber ku tirkanan golek jî navêtin û 3 gol xwarinm di dewsa îspanyolan da bûna, xwezî ne îspanyolan, me 3-0 bera wan bida. Lê ev netîce jî baş e.
Terîmê faşîst bi 0 pûnanê vegeriya mala xwe.
Yanî tirk di grûba xwe da bi 0 pûanê di rêza herî dawî da ne.

Pir xweş e...


XXX
Dibe ku hin kurd bi têkçûna Tirkiyê li hemberî Îspanyayê xemgîn bûbin, lê ez kêfxweş bûm.Ez bi têkçûna dijminê xwe kêfxweş dibim...

XXX

Pars
Tu her roj li qoziya kuçê bi kincên xwe yên peritî(qetyayî), bi destên xwe yên qilêrî li ber xelkê destê xwe vedigirî. Bawer bike tu ferqeke me ji hev tuneye. Belkî tu yê heta dawiya jiyana xwe parsê bikî, pênc qurişê tu li hêviyê yî yek nede te, tu yê ji yekî din bixwazî. Lê belê min, di sernaserê jiyana xwe da, carekê tenê pars kir, bi sewda dilekî bêmerhemet şewitîm. Destê min wer vala, wer vekirî ma, min sond xwar ezê careke din parsê nekim…
///Victor Hugo
Wergera ji tirkî: Zinarê Xamo

17 juni 2016

Di kurdan da seqetiyek heye


Heger ez merivekî dîndar û bawermend bûma minê bigota nifir li kurdan bûye, Xwedê xezeba xwe li kurdan barandiye, ji bo ku ew tu carî ji bindestiyê rizgar nebin, heta û heta bêdewlet, bê welat û xulamên ereb, faris û tirkan bimînin.
Lê ji ber ku ez ji tişên wiha bawer nakim, lema jî nikanim bi vê sebebê bawer bikim, sûc têxim hustuyê Xwedê…
Lê Xwedê ew afaroz nekiribin jî di kurdan da anormaliyek, seqetiyek, kêmasiyek heye.
Heger tunebûya miletekî herî kêm 40-50 milyon nuha ne di vî halê rezîl da bû. Nuha ne 77 serî bûn û her 77 serî jî ji dijmin bêtir ewê ne dijminên hev bûna.
Di dîrokê da tu carî ji kurdan ra tam, bi her hawî li hev nehatiye. Tim û tim kêmasiyek, qelsiyek, gelşek hebû ye nehîştiye kurd ji bindestiyê rizgar bibin.
Carnan şertên hundur di lehê wan da, lê şertên der di eleyhê wan da bûye.
Carnan şertên der û hundur herdu jî di lehê wan da bûye, lê wê demî jî serok û rêberên wan ne tu serok û rêber bûne. Nikanîbûne ji fersend û îmkanan sûdê bigrin.
Carnan rêberên baş hebûne, lê îcar jî şert ne musîd bûne.
Bi gotineke din carnan ard, rûn, ssekir hebûye, lê hostê helawiyê ccêke tunebûye û carnan jî hoste hebûye, lê malzeme tunebûye.
Welhasilî kelam ji bo ku ji bindestiya ereb, tirk û farisan xelas nebin tim rastî astengiyê, gelssekê û kelemekê hatine.
Ev çend sal in li Kurdistana başûr û nuha jî li Kurdistana rojava şertên rizgarbûnê bi her hawî temam in. Milet rabûye ser nigan, hêzeke çekdar ya bi sedhezaran li dijî hêzên xwînxwar û faşîst şerekî mezin dike û serketinên mezin bi dest xistine.
Pêsmerge û gerîla piraniya axa Kurdistanê rizgar kirine.
Dewletên mezin piştgiriyê didin kurdan, dibêjin azadî mafê we ye.
Lê kurd ne li hev in, kurd bi hev ketine.
Partiyên, serokên kanibin yekîtiya miletê kurd çêkin û pêşengiya vê qonax dîrokî bikin û kurdan bigihîn azadî ü serxwebûnê tuneye, tunene.
Yanî şertên der û hundur, yên madî û leşkerî û piştgiriya gel temam e, lê serokên hene ne tu serok in, siyasetmedarên hene ne yên van rojan, vê qonaxê û vî karî ne.
Li tu beşekî Kurdistanê di nabêna kurdan da yekîtî tuneye. Çuqas partî hene hema hema hemû li hemberî hev in.
Ji dêlî ku li başûrê Kurdistanê yekîtiya xwe çêkin û serxwebûna xwe îlan bikin, ketine gewriya hev, şerê hev dikin, dikin hev û du bixwin, emrê girtina hev didin.
Li gorî Avestakurd dinivîse, li Hewlêrê dadgehekê biryara girtina serokê Tevgera Goran Newşîrvan Mistefa daye.
Yanî ev îş e, ev karê aqil e?
Do bera serokê meclîsê dan, îro dixwazin muxalifekî xwe têxin girtîgehê.
Ev şaşiyeke mezin e, biryara destpêkirina şerekî birakujiyê yê dûr û dirêj e.
Di demeke wiha nazik da meriv gaveke wiha şaş û tahlûke navêje. Di rojeke wiha da meriv gelşên nabêna xwe ne bi zorê û biryarên wiha, bi diyalogê, bi îqnakirnê çareser dike.
Heger ev biryar rast be û bi rastî jî Newşirvan Mistefa bigrin, ewê dîsa bi hev kevin, kurd kortika hustiyê xwe dibînin lê serxwebûnê nabînin.
Wek salên 70, 80 û 90î ewê dîsa hev û du bikujin û erebê jî dîsa têkevin ser dilê wan.
Û ev azadî û îdareya heye jî dikane ji destê wan here.
Lê hêvî dikim biryar nekeve praktîkê û di vê siyasetê da neyê israr kirin.
Li Kurdistana bakur û rojava jî kurd ne li hev in.
Li Rojava PYD û ENKS ne li hev in, ji dijmin bêtir neyariya hev dikin.
Li bakur jî PKK û HDP li aliyekî û hemû hêzên din li aliyekî ne. Di nabêna wan da jî tu hevkarî û tifaqeke netewî tuneye.
Li başûr PDK, YNK, Goran û tevgerên îslamî ketine gewriya hev, dikin hev û du bixwin.
Yanî li tu beşekî Kurdistanê di nabêna partiyan da yekîtiyek û programeke netewî tuneye.
Îcar gava rewss ev be serketin ne mimkûn e, ev fersenda çêbûye jî wek yên berê ewê ji dest here, hewqas bedel, hewqas malwêranî, eziyet û cefa û bi sedhezaran şehîd giş ewê bi avê da here.
Emê wek berê dîsa bindest bimînin.
Gava yekîtî tunebe, her yek seriyekî bişîne û hemû serî jî neyarên hev bin, bêguman rizagarî û serxwebûn ne mimkûn e.
Ez nizanim sebeb çi ye, lê axirê di kurdan da kêmasiyek heye, heger tunebûya 40-50 milyon kurd ewê ne bêdewlet û bêwelat bûna, ne di bindestê çar dewletan da bûna...

Bi Xwedê çaya bêşekir nayê vexwarin


Tam ev 7 meh in, yanî ji mijdara par da ye, min dev ji cixarê berdaye. Ji wê çaxê da ye neçûme qahwê.
Û ji wê çaxê da ye min bi nezerê(pinîkêrê) nelîstiye.
Û ne ev tenê.
Ev demeke min xwarin jî kêm kiriye. Yanî zikê xwe zêde têr nakim…
Nan(nên) jî pir hindikî dixwim.
Ji dêlî xwarina zêde û nên, fêkî û sebze dixwim.
Û heta ji min tê dimeşim.
Û kompîtorê jî ne rûnişkandî, ji piya bi kar tînim. Yanî ji pê sorf dikim, dixwînim û dinivîsim.
Li ciyê kar jî kêm rûdinim, tim ji piya dixebitim.
Hînbûna vanan hemûyan zor bû.
Lê yek jî bi qasî çay û qahwa bêşekir ne zor e.
Xanimê şekir jî li min yasax kiriye.
Hemû yasaxên din ez fêr bûm, zor be jî min întîbaq kir, lê ev bêxwediya çay û qahwa, ilim jî çaya bêşekir nayê vexwarin.
Ez dikim nakim ez fêr nabim.
Bi min wek îşkenceyê tê.
Çaya bêşekir ne çay e, wek ez şurûbeke tahl vexwim…


XXX
Xwediyê Tirkiyê û bavê tirkan yê nuh Tayyip Erdogan tehamula wî ji rexneyê ra qet tuneye, kî wî rexne bike, kî karîkatorekî wî çêke çû jê da, tavilê dide mahkimê.
Sadîyê Şîrazî li ser merivên wiha gotiye:
”Heger hûn dixwazin bi merivekî kamil ra bibin dost, rexne bikin. Na heger hûn dixwazin bi merivekî basît ra bibin dost, pesnê wî bidin.
Erdogan ji meth û senayê, ji pesnan, ji zeytkirinê û ji şelafiyê pir hez dike. Lema jî şelefek di kîjan qulikê da hebe dibîne û dike zilamê xwe.
Ji ber vê ye yên li dora wî hemû şelaf û emirber in, yekî xwedî şexsiyet tuneye…

XXX

Ji bo ku meriv rastiyê bibêje dibê meriv dirist be, bi ûjdan û rastgo be.
Însanên bêûjdan, terefgîr û murîd nikanin rastgo bin. Herkes nikane camêr û dirist be.
Lê bi înkarê rastî ji ortê ranabe û derew jî nabe rastî.
Însan ne kor in, dibînin kî çi mal e.

16 juni 2016

Altan Tan jî kuş derket

Min li bejnê nerî bi zêran kirî, laçik rakir qartikê gurrî…”
Altan Tan jî kuş derket…
Li Tirkiyê û Kurdistanê siyaset bûye cambazî, bûye teqlebazî û tîcaret, meriv bi yekî baweriya xwe tîne, jê hez dike, dibêje ev siyasetmedarekî baş e, netewî ye, piştî demekê tu hew dinêrî kuş derket, ew jî cambazekî profesyonel derket.
Meriv êdî nizane baweriya xwe bi kê bîne, bi kê neyne. Piraniya însanan, siyasetmedaran bûne wek gûz û zebeşê kurmî…
Ez û Altan Tan di gelek warên jiyanê da, di warê îdeolojîk, siyasî û dînî da wek hev nafikirin, dûrî hev in.
Lê li gel van fikir û dîtinên me yên cuda jî kêfa min ji Altan Tan ra dihat, min dixwest ew û yên wek wî di nava PKK û HDPê da hebin. Min di nava HDPê da hebûna wî û Tevgera Azadî bi feyde û li qezenca kurdan didît û îro jî ez wer difikirm.
Lê Altan Tan ez hinekî ”xeyalşikestî” kirim. Ez nuha bala xwe didimê wî jî ji nişkave dev guhertiye, ew jî êdî li têleke din û li meqamekî din dixe.
Ew jî ji nişkave bi devê siyastmedarekî tirk, bi devê yekî AKPyî, bi retorîka çep û kemalîstên di nava HDPê da dipeyive.
Ew jî wek dîndar, îslamîst û kemalîstên tirk û kurd, qala cepheyeke li dijî Tirkyê, AKPê û Erdogan dike.
Cepheyeke ku dixwaze bi destê kurdan, bi xwîna kurdan heyfa xwe ji Erdogan bigre û Tirkiyê tevlihev bike û dû ra jî ”dûzanekë bide Tirkiyê.”!
Beyan û hevpyvînîn Altan Tan yên van rojên dawî ez bi xwe matmayî hîştîm, min jê teqleyeke, çiveke, devguhertineke wiha nedipa. Min digot belkï hewqasî rehet dev nehuhere.
Lê texmîna min şaş bûye, tu ferqeke wî ji cambazên siyasetê tuneye yên berê em nas dikin tuneye.
Belkî jî ji ber tirsa girtinê, ji bo ku nekve hefsê lema wiha berbî Erdogan ve çerx dike, van pasên siyasî dide Erdogan.
Lema bi Erdogan û AKPê ra, bi tirkan ra çavên xwe qurç dike û dibêje ew ne ji kurdên ”bolucî/serxwebûnxwaz” e, ew ne li dijî Erdogan û îktîdara wî ye. Ew ne li dijî îktîdara AKPê ye.
Hela hûn carê bala xwe bidin van gotinên Altan Tan:
”Di siyaseta navnetewî da kesên şerê wan bi Tirkiyê ra heye hene. Ji şer jî wêdatir, kesên Tayyip Erdogan naxwazin, dixwazin wî tasfiye bikin hene. Kesên dixwazin AKPê ji ser hukim da bixin hene. Û ya din jî kesên li dijî îslamê hene. Van hêzan hemûyan kurd ji siyaseta xwe ra wek alet hilbijartin. Bira kurd isyan bikin, lêxin, bişkînin ji bo ku armanca wan were cî. Û dû ra jî dixwazin Tirkyê dîzayn bikin. Başe di viya da fêdeya kurdan çi ye?”
Tu ferqeke van gotinên Altan Tan ji yên Galîp Ensarîoglu tuneye. AKP, çep, kemalîst û îslamîstên tirk jî eynî wek Altan Tan bi van argument û retorîkê êrîşî PKKê, HDPê û kurdan dikin.
Altan Tan jî bi van gotinên xwe eynî wek serokên AKPê, kemalîst, çep û îslamîstên tirk dibêje dijminên Tirkiyê û AKPê û Erdogan kurdan bi kar tînin, kurd, ji bo ku Tirkiyê perçe bikin û AKPê û Erdogan bixînin.
Tam ev 90 sal e, ji roja dewleta tirk ya irqcî û faşîst ava bûye û vir da ye dewleta tirk û tirk vê buhtanê û retorîkê êrîşî hêzên kurd û tevgera kurd ya netewî dikin.
Tiliya tu kesî di micadele û liberxwedana kurdan da tuneye, tu kes ne li dijî tirkan û Tirkiyê ye, tu kes naxwaze ”dîzanê” bide tirkyê. Tirk, serok û birêvebirên dewletê û hukûmta AKPê ji bo kuk u micadela miletê kurd ya bi heq, ya netewî reş û terorîze bikin vê demagojiyê dikin.
Heta nuha hemû dinyayê, heta kurdan jî piştgirî dan AKPê û Erdogan, bi hêviya ewê demokrasiyê bînin Tirkiyê û mafê kurdan bidin.
Lê piştî ku Erdogan cî da nigê xwe û karê xwe bi kurdan û dinyayê qedand, dev guhert û bû merivekî din, bû şerxwaz û faşîstekî pir xedar, got li Tirkiyê mesela kurd murd tuneye, mesela terorê heye û emê heta qiyametê, heta yek terorîst nemîne li dijî terorê şer bikin.
Yanî hin dewletên xerîbî dijminên AKPê û Erdogan in, dixwazin Erdogan û AKPê ji ser hukim da bixînin û dû ra jî Tirkiyê dîzayn bikin, buhetaneke bêbingeh e, retorîka AKPê û rast û çepên tirka ye.
Kê bi van argumentan û bi vê retorîka kemalîst, milîyetcî û tirkçî jî êrîşî PKKê û kurdan bikira jî dibê Altan Tan nekira.
Rexnekirina PKKê û xendekan û HDPê dibê meriv neke AKPyî û parêzvanê Erdogan. Bi dîtina min jî siyaseta PKKê ya xendekan û di gelek warê din da jî şaş bû û dibê meriv rexne bike. Dijminatiya AKPê û Erdogan ne rast bû, em kurd nikanin qûna Tirkiyê rast bikin.
Kî mafê med ide bira bide. Ji bo me ya muhîm ew e, ne ku kî li ser hukim e û kî dide.
Lê ji bo rexneyeke wiha ne hewceyî van teroriyên komployê ne.
Jixwe her roj bi sedan, bi hezaran tirk û merivên Erdogan teorîsyeniya van komplo û cepheyên li dijî Tirkyê û Erdogan dikin.
Welhasilî kelam Altan Tan jî kuş derket…
Kurd dibêjin, ”Min li bejnê nerî bi zêran kirî, laçik rakir qartikê gurrî…”


Gerek tu serokekî kurd ne li dijî serxwebûna kurdan be

Gerek tu siyasetmedar û serokê kurd ne li dijî serxwebûna kurdan be, ne li dijî dewleta kurd be.
Serokê PYDê Salih Muslim di hevpeyvîna xwe ya di rojnameya Îraqî El Sabah El Cedîd da gotiye ew ”Li dijî dewleta kurd in û ew di wê baweriyê da ne dema dewleta netewî derbas bûye. Û lema jî ew piştgiriya avakirina dewleta netewî nakin.”
Serokê tevgereke bi hezaran şehîd dane dibê tiştekî wiha nebêje, dibê bibêje serxwebûn mafê me ye jî.
Heger kurd ewê li dijî serxwebûnê û dewleta kurd bin wê demê hewqas xwîn, hewqas şehîd ji bo çi ye?
Bêyî serokên PKKê û PYDê heta nuha min nedîtiye serokê tu miletekî bindest gotibe ew serxwebûnê û dewletê naxwazin.
Wek serokê miletekî bindest meriv çawa kane wiha bibêje meriv fêm nake. Wek her miletî dewleteke serbixwe mafê miletê kurd e jî, mafê kurdan jî heye wek ereb, faris û tirkan bibin xwedî dewlet.
Siyasetmedar û erokê vî heqî ji bo kurdan nexwaze, ya jî layiqî kurdan nebîne di nava şaşiyeke mezin da ye.
Em kanibin dibê em sibe ji bindestiya tirk, ereb û farisan xelas bibin û serxwebûna xweîlan bikin.
Lê kurd îro nikanin tirkan, ereban û farisan ji welatê xwe derxin, ev rastiyeke. Mimkûn e ku Salih Muslim îro siyaseteke li gorî vê realîtê bimeşîne. Meriv viya fêm dike.
Lê ev nayê wê maneyê meriv bibêje em li dijî Kurdistaneke serbixwe ne. Wek partî, wek siysetmedarekî meriv kane serxwebûnê, veqetandinê neparêze, otonomiyê ya jî federasyonê biparêze.
Ev tiştekî din e.
Lê lidijbûna dewleta kurd û Kurdistaneke serbiwe ne rast e, şaş e. Tu kurd, tu siyasetmedar û serokê kurd dibê ne li dijî dewleta kurd be, ne li dijî Kurdistana serxwe be. Dibê bibêje dewleteke serbixwe mafê miletê kurd e jî.

XXX

Ji bo ku meriv rastiyê bibêje dibê meriv dirist be, bi ûjdan û rastgo be.
Însanên bêûjdan, terefgîr û murîd nikanin rastgo bin. Herkes nikane camêr û dirist be.
Lê bi înkarê rastî ji ortê ranabe û derew jî nabe rastî.
Însan ne kor in, dibînin kî çi mal e.

15 juni 2016

Erdogan li hemberî Pûtîn zû melisî


Erdoga bi minasebeta roja netewî ya Rûsyayê ji serokê Rûsyayê Pûtîn ra nameyek şandiye û xwestiye têkiliyên Tirkiyê û Rûsyayê dîsa vegerin qeysa berê.
Yanî dawiya quretî û efetiya efendî wî zû hat, xwe avêtiya dexlê Pûtîn, jê efûya xwe xwestiye…
Lê li gorî medyaya tirk dinivîse, Kremlînê di bersîva xwe da gotiye:
”Nameyeke ne hêjayî bersîvdanê ye.”
Bersîveke pir giran e, lê Erdogan zêde heq kiriye.
Dema balafira rûs xistin Erdogan bi quretiyeke mezin, pişika xwe nepixand û xistina balafirê parast û got ”Ji ber ku sînorê me derbas kir me xist, sibe jî sînorê me derbas bike emê dîsa jî bixînin…”
Lê efe û pozbilindê wan rojan nuha bûye pisîk û ew û serokwezîrê xwe Yildirimê emirber wek dansozan çerx dikin û xwe davêjin dexlê Pûtîn, dixwazin Pûtîn bi wan ra le hev were.
Lê heta Tirkiye uzirê xwe nexwaze û bedelê balafirê û xwîna pîlotê ji teref çeteyên Erdogan va hate kuştin nede, Pûtîn bi şelafiyên wiha nayê nerm nabe.
We destpêkê xwe pir qure kir û gelek fort dan xwe û nuha jî li ber deriyê Kremlînê kûzekûze wa ye, hûn dixwazin Pûtîn we efû bike. Lê web ê wê derê gotiye, eyn hûnê hemû şertên Pûtîn wek efendiyan qebûl bikin. Ev name destpêk e…
XXX

Brokratekî tirk ji Levent Gultekînê rojnamevan ra gotiye, Erdogan jê ra qala hin plan û projeyên xwe kirine. Ew jî gelkî tirsiya ye û ji Erdogan ra gotiye:
”Heger tu nîvê van tiştên xwe bikî li vî welatî ewê herba hundur derkeve.”
Tayyip Erdogan jî ji yê broktat ra gotiye, ”Derdikeve bira derkeve, emê bipelixînin û derbas bin.”
Yanî Erdogan li hemberî kurdan şerekî mezin jî girtiye çavê xwe, tiştekî wiha jî kane bi rehetî bike.
Di vê îdîa yê brokrat da tu şika min tuneye, Erdogan amadeye li hemberî kurdn her hovîtiyê bike. Çekên kîmyayî jî tê da, kane her sîlehê li hemberî kurdan bide bikaranîn.
Dibê kurd viya bizanibin…

14 juni 2016

Heger li Tirkiyê kurdekî 49 tirk bikusta nuha li Tirkiyê halê kurdan çi bû?


Omar Saddiqui Mateenê musilman û afgan, li Emerîkayê 49 însan kuştin û 53 heb jî birîndar kirin. Ev qetlîama hovane ya ji alî yek kesî ve hate kirin di tarîxa Emerîka da qetlîama herî mezin e.
Heta nuha kesî êrîşî malbata qatil Omar Saddiqui Mateen nekiriye, bavê wî, ferdên malbata wî lînc nekirine, malên wan neşewitandine.
Ji ber vê qetlîama hewqasî mezin emerîkiyan, kesên xiristiyan êrîşî musilmanan nekirine, pozê musilmanekî, afganekî, îslamîstekî, meleyekî musilman xîn nekirine.
Bavê qatil di bin çavdêriya polîs da li ma xwe rûniştiye û rehet rehet beyanan dide telewîzyonan û bersîva pirsên rojnamevanan dide. Li gel ku bavê qatil jî wek qatil li dijî kesên homoseksul e û wî jî di axaftineke xwe da gotiye ”Xwedê ewê homoseksuelan ceza bike”, lê dîsa jî heta nuha kesî neçûye ew lînc nekiriye.
Ev yek jî mezinî û medeniyeta, demokrasiya Emerîka û Xerbê nîşan dide. Musilmanan di van çend salên dawî da li Emrîka û li Ewrûpayê bi sedan cînayetên wiha kirin, bi hezxaran xiristiyan, kesên siwîl kuştin, lê ji ber van êrîş û cïnayetên terorîstî li tu weletî kesî êrîşî msilmanan û îslamîstan nekiriye, ew lînc nekirine, mal û dikanên wan neşewitandine.
De îcar bifikirin, heger kurdekî wek Omar Saddiqui Mateen, li Tirkiyê qetlîameke wiha mezin bikira, 49 kes bikuşta û 53 kes jî birîndar bikira, gelo tirkan ewê çi bianiya serê kirdan?
Gelo tirkan heta nuha ewê çend kurd lînc kiribûna, çuqas dikan û malên kurdan talan kiribûn û şewitandibûna?
Heger kurdekî wek Omar Saddiqui Mateen li Tirkiyê qetlîamake wiha kiriba nuha li Tirkiyê belkî xwîn dimeşiya.Nuha dewletê bi xwe jî fermana kurdên Tirkiyê rakiribû.
Bira qetlîameke wiha mezin li wir bimîne, cenazeyê leşker û polîsekî diçe kîjan bajarî, li wir fermana kurdan radikin.
Li gel ku ew di şer da hatine kuştin, ji bo şer çûne Kurdistanê û di şer da hatine kuştin.
Lê dîsa jî tirk êrîşî kurdên wî bajarî dikin, gelek caran wan lînc dikin, mal û milkên wan talan dikin û dişewitînin. Ji ber ku kurd in.
Lê Emerîka, civatên xerbî ne wiha ne, civatên medenî ne, sûc ferdî dibînin, miletê kesê sûcdar ji qetlê û ji sûc berpirsiayr nabînin, baweriya xwe bi dewletê û bi qanûnan tînin.
Lê li Tirkiyê ne dewlet û ne jî milet wiha difikire. Ev jî nîşan dide ku civatên xerbî, civatên xiristiyan ji civat û miletên musilman gelkî medenîtir in. Lema jî piştî qetlîamên wiha kes êrîşî kesî nake.
A ev jî ferqeke mezin ya civatên medenî û ne medenî ye…

13 juni 2016

Tirk li Tirkiyê derketin dua turîstan



Berê gava baran nedibarî gundî, xelk derdiketin dua baranê. Mele dida pêşiya gel û ji Xwedayê xwe lava dikirin ji bo ku baranê bibarîne.

Lê wa ye tirkên me ev îş hinekî din pêş da birine, êdî ne ji bo baranê, ji bo turîstên rûs û ewrûpî werin dua dikin.

Li Alanyayê 400 esnaf bi hev ketine, çûne ber mizgefta Bacoglu û destên xwe li ber Xwedayê mîhrîban û dilovan vegirtine û jê turîst xwestine.

Tu dibêjî belkî Xwedê Teala şîrketa tursîstan dixebitîne.
Kuro ehmeqno, yê malik li we şewitandiye Erdogan e, siyaseta wî ya şerxwaz û faşîst nahêhele turîst werin Titkiyê.

Wî û hukûmeta wî li hemberî kurdan dest bi herbê kir, wî Daîş organîze kir û şand Sûriyê.
Bi vê siyaseta xwe ya şerxwaz û faşîst û antî-kurd ew bû sbebê veciqîna turîstan.
Wî Kurdistan û Tirkiye kir gola xwînê.

Ma welatê herb, teşxele û tevlihevî lê hebe qet turîst diherinê?
Ji dêlî hûn ji bo hatina turîstan duayê bikin, herin bi gewriya Erdogan bigrin, bira şerê li hemberî kurdan rawestîne, bira mafê kurdan bide, bira çete û qatilên xwe ji Kurdistanê vekşîne.

Û gava şer rawestiya, gava kurd gihîştin azadiay xwe a wê çaxê rehetî û îstîkrar çê dibe.
A wê çaxê bêyî dua, turîst ewê li bin guhên hev kevin.

Lê heta Erdgogan li ser hukim be û li hemberî kurdan vê siyaseta faşîzan bimeşîne bi Xwedê hûn bi şev û roj jî dua bikin turîst nayên. Hema heta ji we tê dua bikin, Xwedê ewê tu carî dua we qebûl neke. Ji ber ku Xwedê jî dibêje gerek meriv neheqiyê, zulmê qebûl neke, lê hûn neheqî û zulma li kurdan dibe ne tenê qebûl dikin, hû piştgiriyê didinê, hûn ji barbariya dewleta xwe ra li çepikan dixin…

Heger dijminê we ji we hez dike di we da pûştiyek heye !


Muhsîn Kizilkaya, di sîteya Haberturkê da bersîva nivîsa ”Kurdên Serayê/Saray Kurtlerî” daye.
Sernivîsa((rubrîka)nivîsa wî ”Kurdên Serayê, Tirkên Qendîlê” ye. Sernivîseke balkêş e.
Rast e, bi qasî ”kurdên Serayê”, ”tirkên Qendîlê jî” hene.
Kizilkaya di nivîsa xwe da gotiye heger em ”kurdên Serayê ne, hûn jî tirkên Qendîlîlê ne.
Ew jî rast e. Hin însan nikanin azad û serbixwe bijîn, dibê miheqeq bibin merivên derekê û hinekan.
Û dû ra jî gotiye:
“Ji dêlî ku ez bibim tirkê Qendîlê, ez dibim kurdê Serayê û viya ser serê xwe qebûl dikim.”
Ew jî tercîheke, herkes wekîlê xwe ye.
Lê tiştê herî balkêş, Kizilkaya gotina Che Guevara,
“Heger dijminê we ji we hez dike di we da pûştiyek heye” wek numûne daye herdu aliyan.
Gotineke pir xweş û pir rast e.
Dijmin ji kê hez dike li ber çava ye, Erdogan, AKPê kê dike mebûs, wezîr û şêwirmend di wî da miheqeq pûştiyek heye...
Tabî hin kurd Erdogan, AKPê û dewleta tirk dijmin nabînin. Problem di vir da ye…


Li gorî Profesorê tirk "kesê nimêjê neke heywan e" !


İlahîyatçî Prof. Dr. Mustafa Aşkarê tirk di telewîzyona dewletê da (TRT1ê) gotiye kesê nimêjê neke heywan e:
Musta Aşkar:
”Benderuhê secde dike tenê însan e, heyawan nimêjê nakin û însanê nimêje neke jî heywan e. Di ayetê da jî ev heye. Yanî heywan nimê nakin, yê nimêjê neke jî heywan e. Me wiha got lê Xwedê dibêje ji viya jî xerabtir e…”
Li gorî Mustafa Aşkar, Xwedê dibêje ji heywîn jî xerabtir e…
Heger bi rastî jî ayeteke wiha hebe ibreteke mezin e.
Nuha ev benderuhê ne însan e û ne jî heywan e lê bi navê însanan îlahîyet qedandiye û li zanîngehê bûye Prof.
Û ev mexlûqatê meriv nizane çi teba ye, lê bi fikrê xwe faşîst û nazîst e li zanîngehan dersê dide zarokên kurd û tirkan.
Meriv ji vî mexlûqê di durfê însên da ne ilim, ancax irqçîtiyê, îdeolojiya faşîzmê, nazîzmê, kîn û nefreta li hemberî însanên ne weke wî hov û zebanî fêr bibe.
Bi îktîdara îslamîstan ra derket holê ku îslamîstên tirk bi fikir û îdeolojiya xwe ji faşîstan û ji naziyan jî xerabtir in.
Li Tirkiyê bi hezaran Profesorên wek Mustafa Aşkar hene, bi sedhezaran kesên wek wî û heta ji wî xerabtir difikirin hene.
Wê rojî min li meleykî guhdarî kir, tew wî digot qetla kesê bêyî mazeret nimêjê neke helal e.
Helbet hukûmeta AKPê li pişt van e, ew vê cesaretê ji hukûmetê digrin. Heger hukûmetê ev fikrên Musta Akşar rast nedîta ewê di telewîzyona xwe da neda peyivandin û piştî van gotinên ne însanî, dûrî aqil ewê di heqê wî da lêpirsîn bihata destpêkirin.
Lê ez bawer nakim kes tiştekî pê bike, mêrik sibe ewê dîsa her ser karê xwe û bi van fikir û îdeolojiya xwe ya barbar, neînsanî û nazîst dîsa zarokên xelkê jahrdadayî bike…


Dalkurdê îro jî suryanî-Syrianska girî kir !

Dalkurdê îro jî hemşeriyên me yên suryanî-Syrianska girî kir ! 
Heyran ev Dalkurd jî pir zalim e, kî derdikeve hember wek boldozerê di ser ra derbas dibe û li sahê dike nanik û berdide. Jê ra deplasman ne neplasman qet ferq nake, serketin kiriye armanca xwe û heta nuha tim jî gihîştiyê.
Hêvî dikim ku ev zafer heta dawiya lîgê dom bike.
Tiştê heta nuha aniye serê taximên din, di deplesmanê da îro anî serê taximê hemşeriyên me Syriansaka(taximê suryaniyan) jî.
Maç li bajarê Sodertalje li saha Syrianska bû. Hindik mabû ku maç 1-1 biqede û Syriananska pûana xwe ya pêşî bigre.
Lê Leonard Pllana ev îmkan neda hemşeriyên me yên suryanî û di deqîqeya 94a da rewş kir 1-2.
Bi vê serketinê Dalkurdê wek hertim dîsa dilê dilsoz û terefdarên xwe yên ji dil û sadiq geş kir.
Ji bo vê serketinê ez Dalkurdê, hemû lîstikvan û birêvebirên wê ji dil û can pîroz dikim û ji Dalkurdê ra gelek serketinên wiha dixwazim.
Dîmenek ji kêfxweşiya maça Syrianska û Dalkurdê.
Terefdarên Dalkurdê, keç û xortên kurd bi ala rengîn û bi stranên kurdî him piştgiriya xwe nîşan didin û him jî kêf dikin, serketina taximê xwe pîroz dikin.
Dalkurdê her babet piştgirî heq kiriye.
Dibê kurdên Kurdistana bakur jî êdî dev ji dilxwaziya taximên tirkan, taximên neyarên xwe berdin û li Dalkurdê xwedî derkevin.


12 juni 2016

Ferîdûn Yazar jî çû rahmetê

Abûkat  Ferîdûn Yazar jî çû rahmetê
Mirina bêbext Ferîdûn Yazar jî ji me stend.
Bi wefeta entellektuel û kurdperwerê hêja û dostê bavê min yê salan Ferîdûn Yazar ez gelkî xemgîn bûm.
Ferîdûn Yazar yek ji kadir û kurdperwerên salên 1970î yê pir zana û hêja bû, merivekî sergiran têra xwe zana û bi kultur bû, mêrê cimatan û dozên giran bû.
Ferîdûn Yazar, heta roja mirina xwe tu carî newestiya, di micadela kurdayetiyê da xwe sist nekir, dev ji kurdperweriya xwe û micadela xwe ya kurd û Kurdistanê û doza azadiya gelê xwe berneda, ji bo gelê xwe bêwestan tim di nava xebatê da bû.
Gelê kurd, doza azadiyê zanayekî kurd, kurdperwerekî pir giranbuha wenda kir.
Bira serê zarok û malbata wî û gelê kurd sax be.
Bira gorra wî buhuşt be…

XXX
Li Diyarbekrê depoya weşanxaneya Avestayê şewitandine…
Ez pir xemgîn bûm. fena ku hemû arşîva min şewitandibin.
Nayê gotin kê ev hovîtî û rûreşî kiriye.
Gerek kurdek tiştekî wiha neke, gerek kurdek kitêban, Mem û Zînê, Dîwana Melayê Cizîrî neşewitîne.
Gere kurdek tiliya xwe li çavê xwe nexe, gere hewqasî jî ne neyarê zanînê, dîroka kurdî û edebiyata kurdî be.
Yê ev kar kiriye miheqeq dijmin e, miheqeq neyarê kurdan û dîroka kurda ye.
Kê kiribe ne însan e, neyarê kurda ye, ji ronahiyê, ji zanînê, ji ilm ditirse.
Ji bo dinyayê, jînê roj çi be, ji bo însanan jî kitêb ew e.
Meriv însan be kitêban naşewitîne. Meriv neyartiya kitêban nake.
Dîktator, hov, kesên ji medeniyet û ênsaniyetê bêpar in qedir û qîmeta kitêban nizanin û kitêban dişewitînin.
Li Diyabekrê bi depoya Avestayê ra xezîneyek biçûk ya dîroka miletê kurd jî şewitandin…
Şewitandina depoya Avestayê şermezar dikim. Bira canê xwediyê Avestayê sax be...


XXX
Li hemberî vî dîmenê ji wahşetê jî mezintir gurûzî girt bedena min, bîna min teng bû, kîn û nefreta min ya li hemberî van bênamûs û nazîstên îslamîst yên ereb û tirk bi qasî çiyayê Agiriyê bilind bû.
Heta kurd hebin ewê tu carî vê wahşeta, vê jenosîda îslamîstên ereb û tirk ji bîr nekin...

11 juni 2016

Michael Lerner: .Ji serokê Tirkiyê ra bibêjin bira dev ji kuştina kurdan berde.


Wek tê zanîn xwediyê Tirkiyê û bavê tirkan yê nuh Recep Tayyip Erdogan, bêyî dawetiye, bi zora xwe çû Emerîka ji bo ku beşdarî merasima cenazeyê Muhamed Alî bibe û li ser cenaze şoveke irqçî û faşîzan bike, çend gotinên ne li rê û bêedeb bike.

Lê îdareya Emerîka rê neda vê şova Erdogan û bedevkê malbata Muhemed Alî nehîşt ne ew û ne jî serokê diyanetê Mehmet Gormez li ser cenazeyê Alî bipeyivin, Gormez Quranê bixwîne û potika ji Kabeyê bigrin ser tabûta wî.

Li ser vê muamel gelkî ne xweş û rencîdekirinê bavê tirkan Tayyip Erdogan wek moza sor azirî û bêyî ku beşdarî merasimê bibe ew û zilamên xwe korpoşman vegeriyan malika xwe.

Tiştê herî xweş haham Michael Lernerê li ser cenazeyê Muhemed Alî peyivîye axaftineke pir xweş kiriye, gotiye:

”Dibê Îsraîl filistîniyan, Tirkiye jî kurdan nekuje. Ji serokê Tirkiyê ra bibêjin bira dev ji kuştina kurdan berde. Ji Îsraîl ra bibêjin bira ji Filistînê vekişin.”

Bi hezaran însanên li wir bûn li ser nigan bi çepikan piştgirî dane van gotinên Michael Lerner .
Wek tê zanîn haham Michael Lerner jî şerê Wîetnamê wek Muhamed Alî protesto kiriye û neçûye şer.

Lê îro Emerîka qîmeteke hewqasî mezin dide van du muxalifên xwe yên şerê Wîetnamê. Cenazeyê yekî bi merasimeke mezin radike û yê din jî li ser cenazeyê wî dide peyivandin.

A ferqa Emerîka û Tirkiyê, ya emerîkiyan û ya tirkan ev e. A mezinahiya Emerîkayê di vir da ye. Kane şaşiya xwe qebûl bike.

Heger Erdogan li ber xwe keve, heger fêm bike ev gotinên haham Michael Lerner jê ra bes e.
Lê bawer nakim, çimkî merivên irqçî û faşîst li hemberî rastiyê kerr û kor in, rastiyê nabînin û nabihîzin.

Ev nivîs îspat dike ku dîploma Erdogan tuneye

Ev demeke li Tirkiyê li ser hebûn û tunebûn û sextetiya dîploma Erdogan ya zanîngehê minaqaşeyeke mezin heye. Minaqaşe pir cidî ye û pir mezin geriya ye…
Gelek kes dibêjin dîploma Erdogan ya zanîngehê tuneye û ya tê nîşandan jî sexte ye.
Lema jî ew nikane bibe serokkomar, dibê ji serokkomariyê were xistin.
Ji bo ku li Tirkiyê yek bikanibe bibe serokkomar, dibê zanîngeh(unîversîte)qedandibe.
Recep Tayyip Erdogan lîseya Îmam Xetîbê qedandiye. Û xwedêgiravî dû ra jî ji derve ketiya îmtîhanan û dîploma lîseyeke normal girtiye û dû ra jî ketiye zanîngehê û çar salan jî xwendiye.
Li ser vê meselê heta nuha bi sedan, belkî jî bi hezaran nivîs hatin nivîsîn, mesela heta bi meclîsê û Dadgeha Bilind jî çû...
Lê heta nuha tu kesî wek vê nivîsê bi teferûat, bi gelek delîl û îspatên mantiqî û konkret nîşan nedaye ku dîplomaya Erdogan ya zanîgehê tuneye. Vir û sextekariyeke pir mezin li ortê heye.
Di vê nivîsê da tê nîşandan, Erdogan ne tenê zanîngeh nexwendiye, hemû agahiyên li ser jiyana xwe dane vir in, ew merivekî tarî ye, lîse neqedandiye, tiştê li ser leşkeria xwe gotiye hemû vir in.
Û belkî ji destpêkê da merivê MITê ye.
Heger Erdogan vê nivîsê bixwîne ew bi xwe jî ewê êdî qebûl bike ku dîploma wî ya zanîngehê tuneye.
Heger wexta we hebe miheqeq vê nivîsê bixwînin û Erdogan hinekî din jî ji nêz ve nas bikin.
Piştî ku we ev nivîs xwend hûnê fêm bikin ku Erdogan çi mîtomanekî ecêb mezin e, hemû jiyana wî li ser viran û sextekariyê ava bûye.
Û helbet dizekî herî meşhûr e jî.
Ez bawer nakim di dîrokê da tu serokwezîrê welatekî wek Erdogan hewqas rişwet û bertîl girtibe, hewqasî dizî û sextekarî kiribe.
Tirk wisa bawer dikin ku merivekî normal, siyasetmedarek serokê wan e.
Ne wisa ye, serokê Tirkiyê diz, bertîlxur û mîtomanekî beynelmîlal e, bêemsal e.

Ev nivîs îspat dike ku dîploma Erdogan tuneye.


Tirkan dîsa Kiliçdaroglu rezîl kirin


Ev çend car in malbatên tirk di merasima cenazeyên leşker û polîsan da Kemal Kiliçdarogluyê dêrsimî û elewî protesto dikin, bi hêkan û firingiyan vêdikvin, wî diqewitînin, gotinên pir giran jê ra dikin…
Lê mêrik hewqasî bêşexsiyet, bêrû û bêşerm e ku qet li ber xwe nakeve, mêrik wek rûviyan, bi qeliz tim dihere merasima cenazeyên leşker û polîsên tirk. Bi vê riyê dixwaze xwe têxe çavê tirkan…
Îro dîsa di merasima cenazeyekî da jina polîsê hatiye kuştin ew rezîl kiriye, nexwestiye lê kêlek wî bisekine, ciyê xwe guhestiye û gotiye:
“Em tirk in, polîs in, misilman in. Dawiya wê ne hewceye ez bibêjim. Min xwest ciyê xwe biguherînim. Ji dilê min wer hat, derbasî aliyê çepê yê mudûrê xwe bûm. Min zanîbûya minê nehîşta were cenaze jî, minê destê xwe jî nedayê…”
Ma hewceye ez tiştekî li van gotinên jina polîsê tirk zêde bikim?
Bi dîtina min ne hewce ye.
Lê dibê her kurd, kurdê herî pîs, yê wek Kiliçdaroglu jî êdî baş bizanibe ku serîtewandin jî, xwepîskirin jî, xwe înkarkirin jî pere nake, bi vê îxanetê jî tirk we ji xwe qebûl nakin.
Êdî vê rastiyê fêm bikin û xwe zêde rezîl nekin, dev ji şelafiya tirkan berdin û wek mêran bibêjin em kurd in…

Tirk Kiliçdaroglu protesto dikin.


10 juni 2016

Erdogan di merasima cenazeyê Muhamed Alî da xeyidî û paş da vegeriya Tirkiyê

Erdogan, korpoşman bêyî ku heta dawî beşdarî merasima cenazeyê Muhemed Alî Clay bibe, ziyareta xwe nîvçe birrî û paş da vegeriya Tirkyê
Serokê Tirkiyê û bavê(atayê) miletê tirk yê nuh Recep Tayyip Erdogan, ji bo ku beşdarî merasima cenazeyê boksor Mihemed Alî bibe, bêyî ku kesî ew vexwendibe çûbû Emerîkayê.
Hêviya wî ew bû ku xwe bigihîne Obama û bi çend, kesên mehûr, bi çend siyasetmedar û lîderên xerîb ra çend risman bikşîne.
Lê ev hesab û plana serokê Tirkiyê û bavê tirkan pir xerab têk çû, bêyî ku bi meşhûrekî ra rismekî jî bikşîne, ziyareta xwe nîvçe birî û korpoşman paş da vegeriya Tirkiyê.
Serokê Tirkiyê û bavê tirkan yê nuh Tayyip Erdogan ji Emerîka û malbata Muhemed Alî rû nedît û lema jî beşdarî merasima cenaze nebû, korpoşman kortika hustuyê xwe xurand û revîrevî paş da vegeriya Anqerê.
Li gorî xebera DHAyê, Erdogan xwestiye paçekî Kabeyê bigre ser tabûta Muhamed Alî Clay..
Lê mesûlên cenaze ev yek qebûl nekirine û gotina ”emê dû ra bigrin ser.”
Vê yekê serokê Tirkê û bavê miletê tirk Tayyip Erdogan gelkî aciz kiriye.
Dîsa Erdogan xwestiye serokê diyaneta Tirkiyê Mehmet Gormez Quranê li ser cenazeyê Muhemed Alî bixwîne. Lê ev jî hatiye redkirin.
Li ser vê êdî Erdogan bêyî ku beşdarî merasima cenaze bibe li ereba xwe siyar hatieye û paş da vegeriya ye tirkyê.
Ji bo serokê welatekî ev muamele jê ra mirin e. Obama, ew rezîl kiriye, gotiye em naxwazin te li Emerîkayê bibînin û bi kibarî ew qewitandiye.
Lê Erdogan merivekî bêar e, li ber xwe nakeve…

Zarokên me êdî mezin bûn

Do jî em li Federasyona Komeleyên Kurdistanê li şahiya mezûniyeta keça hemşerî û hevalê minê hêja Mahmûd Lewendî û Muzeyen xatûna giranbuha Berfînê bûn.
Em bi malbatî Berfîna delal pîroz dikin, jê ra jiyaneke dirêj û bextewar û serketî dixwazin.
Û hêvî dikin ku zarokên wê mezûniyeta xwe li Kurdistaneke azad pîroz bikin.
Şahiyeke pir şên û pir xweş bû.
Lewendî bi erbane û qesîdeyên xwe û bi henekên xwe yên xweş û Muzeyen xatûnê jî bi mîvanperweriya xwe ya rûgeş û ji dil hemû mîvanên xwe dilşad kirin. Mala wan ava be û Xwedê Berfînê û Hêliînê ji wan ra bihêle.
Gelek dost û hevalên salan hatibûn. Wek hertim min dîsa bi hinekan ra qala rojên borî kir.
Me bi hev ra xwar û vexwar.
Gelekan hîn cixare dikşand, lê min nedikişand. Ev ferqeke mezin bû. Hin heval şaş man.
Ev heft meh in min dev ji cixarê û wê bîna genî berdaye. Temiya min li hemû hevalan ew jî weka min dev jê berdin.
Bi vî hawî ewê him malê xwe û him jî canê xwe biparêzin û rehet bikin.
Ev meh, meha mezûniyeta teleban e, hema hema her roj, her dawiya heftê şahiya çend zarokên hevalan hene. Her hefte em li yekê ne…
Gelek spas ji bo Mahmûd Lewendî û Muzeyen xatûnê û ji bo wan xwarin, vexwarin û şîraniyên xweş.
Em kurd li Swêd bi ala xwe, bi rengekî azad diçin li ber lîseyan pêşwaziya zarokên xwe dikin.
Geleo li Tirkiyê jî tiştekî wiha mumkûn e?
Gelo li Tirkiyê jî kurd kanin bi ala Kurdistanê mezûniyeta zarokên xwe pîroz bikin?


XXX
Min li ciyê rehetiyê ji xwe kar derxist.
Berê min got ezê telefona xwe biguherim û yeka nuh bikirim. Û min wer jî kir.
Lê dû ra poşman bûm û min telefona wan paş da şand.
Min şîrket(operator) tenê guhert.
Şîrketa berê -3- bû, nuha çûm ser Comvîqê.
Lê bi guhertina şîrketê ra piraniya nemreyên telefonên hevalan wenda bûn.
Nuha ez yek bi yek telefonên wan dixwazim. Bi carê da nabe, hêdî hêdî ezê top bikim…
Nizanim çima hema îşê min qet rast naçe û weselam