31 juli 2016

Kî bi çi zimanî binivîse xizmetê ji wî zimanî û ji wî miletî ra dike



Hejarê Şamil, çar pênc roj berê ji nivîskar, rojnamevan, siyasetmedar yanî kurdên bi kurdî zanin, lê bi kurdî nanivîsin gazinek kir, navên çend kurdan da û got vana hemû jî bi kurdî zanin, kanin bi kurdî binivîsin, lê nanivîsin, ya jî pir kêm bi kurdî dinivîsin, xemasariyê dikin.


Û di dawiya nivîsa xwe da jî got, ”Ez jî tirkaxêv im lê, tenê tiştekî dizanim: Bê kurdî Kurdistan nabe!"


Rast e, bêyî kurdî ne Kurdistan çê dibe û ne jî zimanê kurdî ji mirinê difilite. Vê rastiyê her kurd baş zane.


Şêst(60)kesî ev gazin û rexneya kekê Hejarê Şamil ecibandiye, di cî da dîtiye û 18 kesan jî bi nivîskî gotine tu rast dibêjî, ji erd heta bi asîman tu bi heq î, gazineke di cî da ye, pêşniyareke rast û maqûl e, filan û bîvan…


Erê kes nabêje ev gotnên te şaş in, kes nabêje tu neheq î, her kes dibêje weleh tu rast dibêjî, dibê meriv bi zimanê xwe binivîse. 
Û ya herî rast jî ev e.


Erê her kes dibêje rexneyeke rast e, di cî da ye, lê belê her kes li gorî vê rastiya, vê heqiya qebûl dike hereket nake.Yanî gotin û kirin hevûdu nagre.


Her kes dibêje rast e, dibê meriv bi zimanê xwe bipeyive û binivîse, lê belê dîsa jî her kes bi kurdî napeyive û nanivîse û dev ji tirkî bernade.


Yanî rastiyê qebûl dikin, lê belê li gorî wê rastiya qebûl dikin tevnagerin. 
Yanî dev ji tirkî bernadin.


Ji salên 1980î da ye ez li ser vê meselê dinivîsim û dibêjim gerek kurd bi kurdî binivîsin û bi hev ra bi kurdî bipeyivin. 


Heger kurd bi rengekî cidî li zimanê xwe xwedî dernekevin, bi zarokên xwe ra bi kurdî nepeyivin, bi kurdî nenivîsin taliya me kurdan bi Xwedê pir û pir xerab e, asîmîlasyon e.Helandina kurda ye.


Û para kurdên bi tirkî dinivîsin û bi van nivîsên xwe kurdan dihewisînin tirkî pir e. Çimkî kurdên bi tirkî li ser kurdan dinivîsin, ji tirkan bêtir kurdan teşwîqî tirkî dikin, ji tirkan bêtir kurdan fêrî tirkî dikin. 


Yanî kurdayetiya wan ji bo kurdan bûye wek kemîneke asîmîlasyonê, kurd bi rehet dikevin vê kemîna wan.


Helbet nêt û armanca kurdên bi tirkî dinivîsin ne eve, lê ew nexwazin jî netîceya nivîsîna bi tirkî ji bo kurdan ev e.


Tirk viya baş dibînin û lema jî zimanê kurdî nakin zimanê perwerdê, nahêlin zarokên kurd bi zimanê xwe bixwînin.


Çimkî ew baş zanin riya helandina kurdan girêdayî asîmîlasyonê ye, kînga piraniya kurdan asîmîle bikin, mesela kurd û Kurdistanê diqede. 


Bi kêmanî piştî mirina zimên mesela kurd û Kurdistanê ewê reng biguhere û azadbûna kurdan, serxwebûna Kurdistanê ewê sed qatî zortir bibe. 


Bi gotineke fin gava kurd bi piranî asîmîle bibin gelo ewê kanibe wek milet bimînin û dîsa jî serxwebûna Kurdistanê bixwazin, ew jî hêjayî minaqeşeyê ye.


Lê ez bi xwe bawer nakim. Ez dibêjim mirin û mayina kurdên bakur girêdayî zimanê wan e, ziman here kurd jî ewê bibin tirk.


Lemjî heta ji tirkan tê giraniyê didin asîmîlasyonê.
Hemû kurd tahlûkeya asîmîlasyon ewê bi xwe ra bîne dibînin, lê dîsa jî dev ji tirkî bernadin.


Argumentê kesên bi tirkî dinivîsin ya herî mezin, dibêjin efendim tirkî bêtir tê xwendin, kurd nikanin bi kurdî bixwînin, heger ew bi kurdî binivîsin kesê nexwîne û lema jî ew bi kurdî nanivîsin. 


Armanca wan ya nivîsîna bi tirkî şiyarkirina kurda ye, heger ew bi kurdî binivîsin kesê nexwîne, lema jî kurdê şiyar nebin, filan û bîvan…


Ji bo siyaseta rojane, ji bo demeke kin, kane hin feydeyên nivîsîn û axaftina bi tirkî hebe. 


Lê berlê ji bo demeke dirêj, ji bo pêşeroja miletê kurd, nivîsîna bi tirkî malwêranî û xizmeta ji asîmîlasyonê ra ye, şewitandina mala kurda ye. Piştgiriya ji siyaseta dewletê ya asîmîlasyonê ra ye.


Nêta kê çi dibe bira bibe, netîceya nivîsîna bi tirkî ev e. Meriv çi biçîne merivê wê biçine.


Tu bi tirkî binivîse tu yê kurdan asîmîle bikî û gelekan jî bi bikî tirk.


Kurdê bi tirkî mezin bibe û bi tirkî bixwîne û dunyayê bi zimanê tirkî bişopîne ew bixwaze nexwaze ewê bi çavê tirkekî li meselan binêre. 


Zimanê tirkî bêyî haya wî ewê hestên tirkî, perspektîv û refleksên tirkî pê ra xurt bike û yên kurdî jî zeîf bike.


Ji ber ku tirk, dewleta tirk, medyaya tirk di heqê kurdan da tu carî ne objektîf in, hemû rastiyên di heqê kurdan da belovacî dikin. 


Û kurdê tenê bi tirkî zanibe, nikanibe bi kurdî jî bûyeran taqîp bike ewê di bin tesîra çavkaniyên tirkî da bimîne û pir hindik wek tirkekî li meselan binêre. Ne her kes be jî bi kêmanî piranî wiha dibe.


Ev aliyekî meselê ye, lê li aliyê din kurd bi asîmîlasyonê ra hemû unsûr û xusûsiyetên netewî, miletbûnê wenda dikin. Çimkî kultur jî, folklor û zargotin jî û edebiyat û muzîk jî bi ziman çê dibin, gava zimanê me bibe tirkî emê bi tirkî afirînin/bixuliqînin. 


Yanî muzîka me, edebiyata me, roman, şiir û çîrokên me, zarogotina me jî ewê ne bi kurdî, hemû bi tirkî bin. 
Gava wiha bibe êdî em dibin tirk, tirkên bi eslê xwe kurd in, lê heliyan, bûn tirk...


Wek li Tirkiyê gelek milet heliyan û bûn tirk, emê jî li van miletan zêde bibin.


Û ji xwe ji nuha da bi milyonan kurd bûne tirk. 
Sibe Kurdistan çê bibe ya jî em mafekî netewî bi dest xin, dîsa jî emê nikanibin ji sedî dehê van milyonên asîmîle bûne vegerînin ser koka wan, ew carê bûne tirk û ewê tirk bimînin.


Lê em vegerin ser hinceta kurdên dibêjin ew bi tirkî dinivîsin ji bo kurd fam bikn, bixwînin, gava ew bi kurdî binivîsin kesê nikanibe bixwîne, ji ber wê ew bi tirkî dinivîsin.


Ev sebeb û hinceteke pir şaş e, di vê dîtinê da hesabekî pêşerojê, şiûr û xemeke netewî ya dûr û dirêj tuneye.


Meriv bi kîjan zimanî binivîse ji wî zimanî û ji wî miletî ra xizmetê dike, meriv edebiyata wî miletî bi pêş dixe û zengîn dike. Meriv li pey xwe mîratekê ji wî miletî ra dihêle.


Elî Herîrî, Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî, Melayê Batê, Ehmedê Xanî, Hecî Qadirê Koyî, Cegerxwîn û hemû şair û nivîskarên bi kurdî nivîsîne em bi wan pir serbilind in, em bi berhemên wan pesnê xwe didin û dibêjin bala xwe bidinê em kurd jî xwedî ziman, edebiyat û huner in, pêşiyên me jî bi qasî pêşiyên faris, tirk û ereban nivîsîne. Lema jî em ji kesî ne kêmtir in.


Lê heger Elî Herîrî, Feqiyê Teyran, Melayê Cizî û Ehmedê Xanî, Melayê Batê û yên din jî weke van kesan bigotana xwendevanên zimanê kurdî kêm in, kes nizane bi kurdî bixwîne, lema jî em bi kurdî nanivîsin û di praktîkê da jî wisa bikrana. 


Yanî ne bi kurdî, bi tirkî, erebî û farisî binivîsandana, nuha wek milet çiyê me hebû, me yê bi kîjan klasîkên xwe pesnê xwe bida û bigota em ji tirk, ereb û farisan ne kêmtir in?



Mileteke bêyî şair û edebiyat ?

Di dema Elî Herîrî, Feqiyê Teyra, Melayê Cizîrî, Melayê Batê û Ehmedê Xanî da xwendevanên zimanê kurdî sed qatî ji nuha kêmtir bûn, bazara kurdî ya wê demê hezar qatî ji ya nuha kesattir bû. 


Lê wan mirovên mezin dîsa jî ne bi zimanekî biyanî, bi kurdî nivîsîn. Gelekên wan ji xwe qet belav jî nekirin. Ji ber ku destnivîs bûn belavkirina wan jî li gorî îro pir zor û zahmet bû. 


Lê îsa jî bi kurdî nivîsîn.
Bi kurdî nivîsîn çimkî xwedî zanîn û şiûreke netewî bûn, zanîbûn yê miletan dike milet û ji hev digerîne ziman e, edebiyat e, zargotin e, folklor e, muzîk e, kultur e. Berhemên miletan in.
Û ev hemû bi zimanekî netewî dibin. 
Bi zimanê xelkê edebiyata kurdî çênabe.


Bi xêra van berhemên kurdî îro em kurd xwedî nivîskar û edebiyateke klasîk in. Li ser bingeha wan danî zimanê kurdî, edebiyata kurdî û her wisa neteweperweriya kurdî, xeyala Kurdistaneke serbixwe nemir, di dilê kurdan da zindî ma û heta roja îro hat.


Lê kurdên îro ne bi kurdî, bi tirkî, erebî û farisî dinivîsin ne xwediyê xem û endîşeyeke netewî ya bi vî rengî ne, ew ji pêşeroja miletê xwe bêtir li zêdebûna çend xwendevan difikirin. 


Edebiyata miletekî hêdî hêdî, bi xebat û berhemên bi sedan, bi hezaran ve çê dibe, bi pêş dikeve û zengîn dibe. 


Meriv dara fêkî di bexçeyê kê da biçîne, fêkiyê wê ji xwediye bexçe ra ye, ewê fêkiyê wê bixwe. 


Meriv gulê di hewşa kê da biçîne, gul ya xwediyê hewşê ye, xwediyê hewşê ewê gulê bîn bike. Gul ewê wê hewşê, wî bexçeyî xweş bike.


Kurdên bi tirkî, erebî û farisî dinivîsin, ji miletê xwe bêtir xizmetê ji ereb, faris û tirkan ra û ji ziman û edebiyatên wan ra dikin. 


Bi çi nêtê dikin bira bikin, netîceya karê wan li zirara miletê kurd e û xizmeta ji asîmîlasyonê ra ye.


Zimanê kurdî bi tirkî bi pêş nakeve, ji mirinê xelas nabe, edebiyata kurdî bi tirkî çênabe.


Nabiyê Ruhayî (1642-1714)jî kurd e û Melayê Cizîrî jî kurd e. 

Lê Nabî bi qelema xwe ji tirkan û ji edebiyata tirkî ra û Cizîrî jî kurdan û edebiyata kurdî ra xizmet kiriye. 


Lema jî Nabî şair û edîbekî edebiyat tirkî ye û Cizîrî şairekî kurd û sertacê hemû şairan e.


Yaşar Kemal jî kurd e, Cemal Sureya jî kurd e. Lê herduyan jî bi tirk nivîsîne, lema jî herdu jî nivîskar û şairên tirk in.


Erebê Şemo, Bêkes, Cegerxwîn, Hêmin, Şêrko Bêkes, Qanatê Kurdo, Eskerê Boyik jî kurd in lê wan bi kurdî nivîsîne. 


Lema jî şair û nivîskarên kurd in û ji ziman û edebiyata kurdî ra, ji pêşketin û geşbûna nasyonalîzma kurd ra xizmet kirine.


Di vî warî da meriv kane bi sedan numûneyan bide lê ne hewce ye, mesela hatiye famkirin.


Yanî kî bi kîjan zimanî binivîse xizmetê ji wî zimanî ra, ji wê edebiyatê ra û ji wî miletî ra dike.


30 juli 2016

Erdogan çima wek berê zêde xwe li HDPê ranakişîne ?




Çendakî berê bi emir û fermana xwediyê Tirkiyê û bavê miletê tirk yê nuh sultan Recep Tayyip Erdogan, îmunîteya(dokunulmazlik) parlamenterên HDPê hat rakirin. Erê ev yek di rû da ne ji bo HDPê tenê bû, lê her kes zane hedef tenê HDP be.
Îcar ji bo ku mesele zêde beloq nebe û bînin usûlê ji mecbûrê qanûneke ji bo hemû parlamenteran derxistin.
Lê hedef tewqîfkirina çend parlamenterên HDPê bû.
Lê li gel ku di ser bûyerê ra zêdeyî du mehan derbas bûye hîn jî neçûne ser HDPê.
Erdogan wek berê xwe zêde li HDPê ranakişîne, ji wê bêtir dajo ser merivên Gulen.
Helbet Erdogan bela sebeb xwe li hemberî HDPê kerr nake, miheqeq xwedî pîlanek e nuh e.
Mêrik raqib û dijminên ewê ji ber xwe da bixînin dixe dorê, lê carnan li gorî guherîna şertan dorê diguhere.
Do hewce bû HDPê ji meclîsê bavêje û çend parlamenterên kurd bavêje hefsê, nuha ew dor û rojev guhert û îcar tiştekî din, mesela darbê derxist pêş.
Îcar çima wiha kir, çima mahkimekirina parlamenterên HDPê sekinand, çima wan nakşînin ber mahkiman ez tam nizanim. Lê tiştê ez zanim miheqeq sebebekî vê guhertinê heye, lema nuha ev mesele texîr kir.
Lê HDP, kurd her di lîsteya Erdogan ya neyaran da ne, di lîsteya kes û hêzên dibê ji ortê rabin û werin pelçiqandin, werin baskokirin da ne.
Îro nebe, ewê sibe here ser HDPê, dosye li ber destê wî ne, ew çi bixwaze wiya bi dewletê û hukûmetê dide kirin. Nuha ji xweli Tirkyê ew xwdiyê her tiştî ye, li jor Xwedê, li jêr ew e.
Nuha dixwaze îşê hevalên xwe yê berê, îşê cimata Gulen efendî biqedîne.

29 juli 2016

Ji bo min berjewendiyên kurd û Kurdistanê di ser her tiştî ra ye

Ji bo min Kurdistan, berjewendiyên kurd û Kurdistanê di ser her tiştî ra ye, ji her tiştî muhîmtir û muqedestir e.

Gava hewce be tirkên ji her fikir û îdeolojiyê, tirkên ji bawerî û partiyên cuda tavilê wek bira destên xwe didin hev û bi hev ra li welat û dewleta xwe xwedî derdikvin. Ji bo wan welatê wan ji her tiştî muhîmtir e.
Mebûs û endamên CHPê û AKPê do li meydana bajarê Eskîşhehirê di mitînga ”Ji bo weten/welêt em di nobetê da ne”, bi hev ra derketine hemberî milet û bi hev ra gel silav kirine.
Serokê MHPê Develet Bahccelî, ji xwe êdî wek aqilmendekî Erdogan hereket dike û aqil dide Erdogan.
Ferdên miletekî, heger şiûr û hestê netewî pê ra hebe, di rojên giran da ferqiyetên xwe yên siyasî û îdeolojîk didin aliyekî û bi hev ra welatê xwe û dewleta xwe diparêzin.
Wek tê dîtn tirk îro ji îslamiyan bigre, heta bi faşîst û sosyal demokratan, ji bo ku dewleta xwe ji perçebûnê, ji zirarê biparêzin dibin yek.
AKP. MHP, CHP qet ferq nake, tirkên ji her fikir û baweriyê bi hev ra ”nobeta demokrasiyê” digrin, yanî li welatê xwe, li berjewendiyên xwe yên netewî xwedî derdikevin.
Em kurd ji vê şiûrê, ji vê zanînê pir dûr in. Em hîn jî gelşên xwe yên hizbî, dînî, siyasî û îdeolojîk di ser berjewendiyên netewî ra digirin.
Em hîn jî îdeolojiya xwe, fikrên xwe yên dînî û hizbî ji yekîtiya netewî, ji Kurdistanê muhîmtir dibînin.
Em dev ji yekîtiya netewî, ji Kurdistanê berdidin, lê dev ji fikrên xwe bernadin.
Û ji bo ku heta nuha tim wiha bûye, lema tirk, ereb û faris bûne xwedî dewlet û em kurd jî mane bindest û kole.
Ez bi xwe ji bo her feydeya kurd û Kurdistanê, ji bo yekîtiya kurdan, ji bo çêbûna Kurdistanê kanim fikrê xwe jî û îdeolojiya xwe jî bidim aliyekî, kanim bi her kurdî ra, bi her hêzê û partiyê ra bixebitim û hevakriyê vikim.
Çimkî ji bo min Kurdistan, berjewendiyên kurd û Kurdistanê di ser her tiştî ra ye, ji her tiştî muhîmtir û muqedestir e.



28 juli 2016

Camêr him li dijî dewleteke kurd e û him jî serokê gerîlla ye



Endamê konseya KCKê Riza Altun, di hevpeyvîna xwe ya bi rojnameya Sefîr da dîsa li dijî dewleta kurd derketiye û gotiye:
”Avabûna dewleteke kurd ewê probleman zêde bike. Em doza kurd wek dozeke netewî ya teng nabînin. Her dewleta ava bûye, bûye sebebê probleman, lema jî em li dijî avabûna dewleteke kurd in. Ji dêlî deleteke kurd û cihêbûnê em ji bo hemû însanên herêmê mucadeleya azadiyê didin.” 
Altûn, li ser Kurdistana rojava jî gotiye:
”Ji bo bakurê Sûriyê em federasyonê dixwazin. Di eynî wextê da em dixwazin navê Rojava ji sîstema federal derkeve. Ji ber ku navê Rojava, federasyona kurdan tîne bîra meriv. Li Bakurê Sûriyê gelek gelên din hene. Rojava jî perçeyekî coxrafya Sûriyê ye.”
Bira Kurdistan li wir bimîne, mêrik tew wa ye li dijî navê ”rojava” ye jî, dibêje bîna kurdayetiyê ji gotina ”rojava” tê, lema jî dibê ev nav tunebe.
Kurdekî, siyasetmedarekî, heta dost û xêrxwazekî kurdan jî riyeke hewqasî xerab nade ber kurdan, ji miletekî wek kurdan bindest ra nabêje dewlet xerab e û lema dibê kurd nebin xwediyê dewletekê.
Lê Altûn dibêje. 
Û ne tenê dibêje wek partî ew dewleteke kurd ya serbixwe naxwazin, dibêje ew li dijî dewleteke kurd in jî.
Ev jî pir muhîm e, meriv kane Kurdistaneke serbixwe neparêze lê gava hinekan parastinn ne li dij be, bibêje ev heqê wan e.
Bes Altûn li dij e û dibê je dewlet xerab e. 
Lê Altûn ne li dijî her dewletê ye, tenê li dijïîdewleta kurd e, nabêje em li jdî dewleta tirk in û em dixwazin wê ji ortê rakin. Nabêje gerek Îran, Îraq û Sûriye wek dewletên netewî nemînin. 
Na, tiştekî wiha ebeden nabêje. Ew tenê li dijî dewleteke kurd e, tenê naxwaze kurd bibin xwedî dewlet.
Altûn hewqasî li dijî navê kurd û Kurdistsanê ye, ji rojavayê Kurdistanê ra wek tirkekî, wek berpirsekî AKPê dibêje ”bakurê Sûriyê”, dibêje bira navê ”Rojava nekeve sîstema federal, heger têkevê ewê kurdan bîne bîra însanan. Ji ber ku gelên din jî li wir dijîn lema jï dibê bîna kurdayetiyê ji federastonê neyê.
Li bakur, başûr û rojhilatê Kurdistanê jî azerî, ereb, tirkmen, asûrî û tirk dijîn, li gorî vê teoriya Altûn dibê kurd li her çar perçên Kurdistanê jî dev ji navê welatê xwe berdin, ji ber ku gelên din li Kurdistanê dijîn dibê kurd ji Kurdistanê ra nebêjin Kurdistan.
Ev yek ne karê aqilan e...
De îcar yê li dijî navê ”rojava” be ji xwe sed carî li dijî navê Kurdistanê ye. 
Yanî camêr him li dijî dewleta kurd e û him jî li dijî navê Kurdistanê ye.
Û ev mêrik ev 32 sal in derketiye serê çiyan û şerê gerîla dike. Partiya wî heta nuha bi dehhezaran ji bo azadiya kurd û Kurdistanê şehîd dane. 
Kesên derketin serê çiyan ji bo Kurdistaneke azad derketin, bi wê armancê bûn gerîla û bûn cangoriyên welatê xwe.
Lê piştî 32 şerê çekdarî, piştî bi dehhezaran şehîd û bedelekî pir mezin û giran, Altûn nuha rabûye wek miliyetçiyekî tirk ji me kurdan ra dibêje dewleta kurd tukaka ye , problem e, lema jî dibê kurd dewleteke serbixwe nexwezin.
Bi dîtina min van kesan carê dane ser riyeke şaş, bêfeyde û ji bo kurdan pir bi zirar. 
Bi gotinê, bi rexnekirinê, yanî em çi bikin jî van camêran dev ji vê siyaseta xwe ya malwêran bernadan.
Mêrik nikane gundekî, bajarekî kurdan ji bindestê tirkan tenê rizgar bike, qala rizgarkirina herêmê dike, dibêje ew ji bo hemû gelên herêmê şer dikin.
Berê jî min çend caran nivîsî, bi baweriya min ne hewce ye meriv zêde serê hev biêşîne, kurdên Kurdistanê, dewletê dixwazin, kurdên dixwazin navê welatê wan Kurdistan be, dibê êdî dev ji hevaltiya Riza Altûn berdin û ji xwe ra li riyeke din bigiren.
Altûn wa ye naxwaze li Sûriyê jî navê Kurdistanê were hildan, dixwaze navê Kurdistana rojava jî bike ”bakurê Sûriyê”, wek tirk ji Kurdistana başûr ra dibêjin ”kuzey Irak” yanî Iraqa bakur.
Kesê hatibe vê nuxteyê ji kurdan ra tiştekî bi ser avê naxwe, heyfa hewqa şerhîd, malwêranî û keda vî miletî ye...

Welatekî difikirm girêka girî...

Ji do da ye kurd ji bo mirî û birîndarên qetlîama Qamîşloyê hêsiran dibarînin, dilê her kurdî xwîn digirî, hawar û fîgana her kurdî dihere erşê ala.
Dîmenên piştî teqînê, sûretên zarok û birîndaran, pêlên êgir hinavê her kurdî tîne xwar...
Li hemberî vê wahşeta erebên barbar her kurd dike qêrîn û hawar û fîgan û naletê li van faşîstên ereb û hevalbendên wan yên tirk dibarînin.
Lê qahr, xemgînî, hawar û fîgan ne çare ye, nikane rê li ber êrîşên wiha bigre.
Heta em kurd wiha bindest bin, bê welat û bê dewlet bin, îdareya welatê me ne di destê me da be, dijmin were di nava me da bihêwire, bi cî û war bibe, felaketên wiha ewê tim were serê me.
Erê êrîşên wiha carnan li welatên din jî dibin, lê miletên xwedî dewlet kanin tedbîrên xwe bigrin, kanin xwe ji me baştir biparêzin. Ji bo vê yekê xwedî îmkan ü dezgeh in.
Yê me li fêzê tiştekî me tuneye, wek miletên xwedîdewlet em ne xwedî îmkan in.
Em kurd ji ber bêdelwet in, lema jî qeder û ewlekariya me ne didestê me da ye, di destê xelkê da ye.
Ji ber em ne xwedî dewlet in em nikanin li welatê xwe her tedbîra em dixwazin bigrin.
Ji bo em kanibin xwe û welatê xwe baştir biparêzin dibê em jî wek xelkê bibin xwedî dewlet, dibê em rojekê berî rojekê ji bin vê bindestiya rezîl xelas bibin, ji bo vê armancê bixebitin û hêzên xwe bikin yek.

Krrîstin xanimê halê kurdan pir xweş aniye zimên, di çend rêzan da dîroka kurdan raxistiye ber çavê xwendevan.
Min rêza pîşî kir navê nivîsa xwe


Welatekî difikirim, girêka girî
Welatekî difikirim, tijje mirî
Welatekî difikirim, axx, xwelîserî
Welatekî difikirim welatekî
Û li vê cîhana zalim
Li rehmê digerim
Derî bi derî
Derî bi derî
Derî bi derî
Derbederî..

///Krîstîn Ozbey



Di êrîşa Qamîşloyê da kane tiliya Tirkiyê hebe

Daîşê qetlîama Qamîşlo girt ser xwe, lê bi baweriya min di qetlîama Qamîşloyê da miheqeq tiliya tirkan heye. Bêyî alîkarî û destega Tirkiyê li Qamîşloyê êrîşke hewqasî mezin ne mimkûn e.
Qatil kî bin jî Tirkiye li pişt wan e.
Ji heta heta nuha tim jî wiha bûye, di hemû êrîşên li hemberî HDPê û kurdan da tim tiliya Tirkiyê heye.
Heger kurd kanibin, heger îmkana wan hebe dibê şopa vê qetlîamê jî bajon, miheqeq şop ewê here Tirkiyê.
Daîş be jî bi emir û daxwaza Tirkiyê kirine, qatil ereb bin jî patron Tirkiyê ye.

XXX


Ereban, dîndaran, xwedênasn, musilmaan îro jî li Qamişlo barbariya xwe, faşîstîya xwe nîşan dan û ketin xwîna gelek kesên siwîl.
Tiştê meriv di vîdeoyê dadibîne teqîneke pir mezin e, wahşet û barbariyeke dûrî aqilan e.
Faşîst, nazîst jî bi qasî van ereb û misilmanan ne barbar bûn...
Ev îdeolojiya îslamî ya nazîst bûye bela serê dinyayê.
Xwedê bela vê îdeolojiya nazîzst û van faşîst û naziyan bide.
Gelek kurdên bawermend hene, baweriya wan bi hebûna Xwedê heye. Ev kesên bawermend dibê ji Xwedêyê xwe ra bibêjin heger tu hebûya dibê te ev barbariya qûlên xwe qebûl nekira.
Ez pir û pir xwemgîn im, dilê min xwïn digrî ((:..

XXX
Huda-Para, kurdên ev 13 roj in li ser emrê Erdogan li gelek bajararên Kurdistanê ”nobeta demokrasiyê”(!) digrin, heta nuha qetlîama Qamîşloyê bi yek gotibê be jî protesto nekirine, li yek bajarekî Kurdistanê li hemberî vê wahşetê meşeke protestoyê nekirine.
Ev 13 roj in ji bo piştgiriya Erdogan bi şev û roj li kuçeyan qîreqîra wan e, eskeran protesto dikin, demokrasiyê diparêzin; lê qatilên, barbarên faşîstên qetlîama Qamîşloyê protesto nakin.
Dibê kurd van bêûjdanan, van bêxîretên hevalên neyar baş nas bikin
Cima qetlîama Qamîşloyê protesto nakin, çima li dijî qatilên îslamî yên ereb û tirk dernakevin?
Cimkî yên hatine kuştin kurd in, çete û qatilên hukûmeta Erdgoan in lema protesto naakin.
Çimkî însaniyeta xwe jî, dînê xwe jî, baweriya xwe jî, îman û ûjdanê xwe jî xistine bin emrê Erdogan û dewleta tirk, lema li hemberî vê wahşetê dengên xwe dernaxin.
Heger zereyê însaniyetê, ûjdan û kurdbûnê bi van zalimên zilamên Erdgoan ra hebûya, ewê li hemberî vê wahşeta qatilên îslamî bêdeng nemana.

27 juli 2016

Dîtina dînê xwe jî di ser hemû dînan ra irqçîtî ye

Ne hemû, lê di nava musilmanan da bi milyonan însan, bi hezaran alimên dînî, şêx û mele, kesên bawermend ji xiristiyan, ji cuhiyan, ji êzdiyan, ji elewiyan û ji bawrî û dînên din nefret dikin, ji ber ku ne musilman in heq li ba xwe dibînin li wan xin, wan pïs bikin û heta wan bikujin jî.
Mesela meleyakî tam musilman ji yekî file, ji yekî cuhû, ji yekî êzdî, ji ber ku ne musilman e, ji ber ku wek wî nafikire, ji ber ku ne îslamê dînekî din dihebîne; ji ber ku ne bi Muhamed bi pêxemberekî din baweriya xwe tîne jê nefret dike, amedeya lêxe, heqaretê lê bike, bikuje, serî wî jêke...
Ji ber ku ne musilman e jê ra dibêja tu kafir î, destkuja wî heram dibîne, pîs dibîne, lema jî naxwe.
Lê alim, keşe û bawermendên xiristiyan ebeden wiha nafikrin, di dilê wan da li hemebrî kesên ji dînên din ebeden ev kîn û nefreta tuneye, li hemberî hemû dînan, hemû baweriyan bi hurmet in. Tu dînî, tu baweriyê cehnimî nabînin. Dibêjin her kes li ser dînê xwe.
Yek keşe û bawermendekî xiristiyan ji ber ku yek musilman e, ereb e jê nefret nake, ji hişî wî derabas nabe lêxe, heqaretê lê bike ya jî bikuje, ya jî jê ra bibêje dînê te beradayî ye û heger tu nebî musilman ciyê te cahnime ye.
Lê musilman viya pir rehet dibêjin
Yanî yekî xiristiyan ji mensûbên dînên din, ji ber ku ew ne xiristiyan in nefretê nake, nabêje ji ber ku hûn musilman in ciyê we cehnime ye, qetla we helal e.
Lê musilman ji xiristiyanan ra viya dibêjin û ji xwe lema jî kanin serê kalekî 86 salî jêkin.
Yanî vê kîn û nefreta di vê dereceya barbariyê da rêberên dînê wî didin wî.
Dibê musilman, alimên îslamê vê şêla xwe ya di heqê dîn û baweriyên din da biguherin, musilmanan tenê cinetî û 6 milyar însanên din jî cehnimî nebînin. Ev baweriyeke pir şaş e. Wek musilman xwe di ser her kesê nemusilman ra, û dînê xwe jî di ser hemû dînan ra girtin irqçîtî ye, rasîzm e…

Erdogan bûye hûtê heftserî



Erdogan bûye cinawir, bûye hûtekî heftserî, kî derdikeve ber dixwe; dide girtin, ji kar davêje.
Qurbanên vî hûtê heftserî yên îro 47 rojnamevan in.
Tirkiye û Kurdistana bûye weletekî tirsê û xofê.
Li welatekî gava kesên wek Nazli Ilicak, Alî Bûlaç, Hîlmî Yavuz, Şahîn Alpay, Mumtazer Turkone werin girtin, li wî welatî êdî ewlekariya tu kesî, tu fikrê, tu muxalefetê tuneye.
Tu ferq êdî di nabêna Koreya bakur, Çînê û Tirkiyê da tuneye, Tirkiye jî êdî welatekî wek Çînî û Koreya bakur e.
Êdî kes nikane li Tirkiyê qala zerreya demokrasiyê, mafên însanî û azadiya fikrî bike.
Demokrasî jî, azadî jî bi qasî destûra Erdogan dide, ya meriv tirşikçiyê Erdgaon e ya jî dijminê wî ye.
Tirkiye bi hemû dem û dezgehên xwe ve bûye malê Erdogan, bûye wek şîrketeke wî ya şexsî, dilê wî çawa dixwaze wwer îdare dike…
Heger ewê her kesê demakê bi Fethulah Gulen ra havaltî kiriye, pesnê wî û xebatên wî daye, di kovar, rojname û telewîzyonên wî da xebitîye, nivîsîye werin girtin, berî her kesî dibê Erdogan, Davutoglu, Bozdag, Arinç, Gul, Çîçek, Şahîn werin girtin; heta hemû avakar/danêr û berpirsiyarên AKPê jî werin girtin. Ji ber ku ji her kesî bêtir ew hevalên Gulen bûn.
Ji Çetîn Altan, Demirel bigre, heta bi Cengîz Çandar, li Tirkiyê ji baskê rastê siyasetmedarê, nivîskar û întellektuelê pesnê Gulen nedaye, ji xebat û faalîyetên wî yên panturkîst û antî-kurd ra li çepikan nexistiye tuneye.
Lema jî ne 47 kes tenê, dibê bi hezaran û di serî da jî Erdogan were girtin.
Ji ber ku hevaltiya Erdogan ya bi Gulen ra pir kevn e û ji ya her kesî bêtir û kûrtir e,.Ne Erdogan û hukûmeta AKPê bûya nuha Gulen di zindanê da bû û tu carî jî hewqasî xurt nedibû.
Yê tevgera Gulen xurt kir, pêşî li zanîngeh, meketeb û malên ”işik/ronahiyê” vekir, di nava her qedemeya dewletê da merivên Gulen bi cî kirin, xistin nava artêşê û polîsan Erdogan û hukûmeta wî ye, wan ev îmakana mezin da Gulen û tevgera wî.
Îcar Erdogan xwe wek dîkê spî dide aliyekî û Nazli Ilicakê û Alpay û nizanim kê digre.
Rast e, Nazli Ilicakê jî û van 47 kesên hatine girtin gelkî pesnê Gulen dane, lê yên zilamên Gulen di nava dewletê da bi cî kirin ne Ilicak û ev kes in, Erdogan û îktîdara wî ye.
Alî Bûlaç, Nazli Ilicak, Cengîz Çandar, Turkone, Alpay yanî 47 kesên îro hatine girtin, heta demek berê jî propagandîst û heyranên Erdogan bûn, radibûn û rûdiniştin û pesnê Erdgoan û îktîdara wî didan. Lê îro Erdogan li hemberî wan bûye hûtekî heftserî û wan jî dixwe…



Erebên îslamî barbariya xwe didomînin

Du musilmanên ereb îro dîsa li Franasayê di dêra Saint-Etienne-du-Rouvray ya nêzî bajarê Rouena Normandiayê da serê keşeyekî 86 salî jêkirine û du kesên din jî dane ber kêran.
Ev yek ji wahşetê jî wêdatir e,
Ji bo ku meriv kalekî 86 salî, merivekî ku meriv nas nake, merivekî tu xerabî bi meriv nekiriye wek mirîşkan şerjêbike, dibê di dilê meriv da kîn û nefreteke bi qasî çiyayê Everestê mezin hebe.
Ev herdu kesên ev wahşet, ev barbarî, ev namerdî kirine ne du kesên dîn û psîkopat in.
Du îslamîstên, du erebên normal in. Xwediyê îdeolojî û bawriyaya îslamî ne.
Meriv pîrek û zarokan jê derxe, li Erûpayê bi sedhezaran ereb kanin barbariyeke wiha bikin. Li hemberî her ewrûpî, her îsraîlî dilê ereban tije kîn û nfret e, bi vê kîn û nefretê mezin dibin.
Yanî mesele ne çend terorîstên Daîşî ne. Bi milyonan ereb, îslamî ne îslamî, Daîş, ne Daîş kanin wahşeteke wiha bikin.
AJi ber ku musilman û bi taybetî jî kesên îslamîst, bawermend, fanatîk, di serî da ereb, lê ji gelên din jî, li hemberî xiristiyan û cuhuyan tije kîn û nefret in, dilê wan wek kerikonê reş e.
Lema jî kanin serê keşeyekî 86 salî û zarokên biçûk jî jêkin.
Bêyî kîn û nefreteke dînî, barbariyeke wiha qet nemimkûn e. Xiristiyan çi çêyiyê, qenciyê, çi însaniyetê bi ereban, bi musilmanan bikin jî pere nake, bi sedhezaran ereb û musilmanên din kanin serê her filieyî, her çihuyî jêkin.
Ev îdeolojî, ev bawerî ne însanî ye, di vê da humanîzm, heq, huqûq
edalet, ûjdan, merhamet tuneye. Li hemberî dîn û baweityên din tenê kîn û nefretê belav dike, zarokên musilman bi kîn û nefreteke îslamî ya netîdî jahrdadayî dikin…
Ne wisa be xortên 18-19 salî hewqasî wahş û barbar nabin, hewqasî ji mirivahiyê dûr nakevin, yên wan ji însaniyetê dûr dixin, dikin vanpîr dê û bav in, civata musilman e, bawermend û meleyên musilman in.
Di kultur aewrûpiyan da, di kultura filehan da, di kultura keşeyê 86 salî da barbariyeke wiha tuneye. Ev xort vê barbariyê ji musilmanan fêr bûne.

26 juli 2016

Zimanê me garantiya hebûna me ye

Ziman, di nabêna însanan da wasiteyeke têkiliyê, heyîneke netewî ye. Bi saya vê wasiteyê û heyîna netewî hemû ferdên miletekî ji hevûdu fam dikin, di nabêna wan da germiyan û ceyraneke netewî peyda dibe, dibin xwediyê tiştekî, heyîneke misterek ya netewî.
Gava zimanê netewî wenda bibe, piştî demekê hestê netewî jî bere bere wenda dibe.
Û dû ra milet bi xwe jî bi riya asîmîlasyonê di nava milet, ziman û kulturên din da dihele û wenda dibe.
Tiştê dewleta tirk, tirk dixwazin bînin sere me kurdan ev e, dixwazin kurdan bi riya asîmîlasyonê bikin tirk.
Her kurd viya dibîne û baş zane.
Her sal bi riya asîmîlasyonê bi hezaran kurd dibin tirk. Dewlet viya dibîne û lema jî zimanê kurdî nake zimanê perwerdê. Ji bo ku kurd hêdî hêdî di nava kultura tirk da bihelin û bibin tirk.
Ziman tunebe ne muzîk, ne edebiayat û ne jî sinetekî netewî dixuliqe.
Milet, bi zimanê xwe, bi kultura xwe, bi muzîk, folklor û edebiyata xwe heye. Gava ziman ji dest here vana yek jî çê nabin û gava ew tunebin milet jî tuneye…

XXX
Erdogan merivekî bi şans e, darbeya 15ê temûzê jê ra bû wek lotoya wî lêxe.
Berî darbeyê li hundur jî rewşa wî pir xerab bû, îtîbara wî daketibû binê sifirê, kesî silav nedidayê.
Lê teşebusa darbaeya 15ê temûzê ew xelas kir, ew çamûrê derxist û kir qehremanê demokrasiyê, ji nuh ve da kir serokekî bêraqib û bi îtîbar.
Êdî li tirkiyê tenê Erdogan û AKP heye, CHP, MHP di destê Erdgoan da bûne qûqla. Erdogan bûye pisik û ew jî bûne mişk, Erdgaon ji xwe ra bi wan dilîze.
Êdî piraniya raqibên wî devê xwe girtine û ji mecbûrî dibêjin em li pişt te ne.
Û ew jî wek padîşahekî dilê wî çi dixwaze wiya dike, dewletê wek şîrketeke xwe ya şexsî dîzayn dike
Di îktîdara AKPê û Erdogan, di îktîdra CHPê û MHPê da yanî kîjan partî were ser hukim, ciyê HDPê, bi gotineke din ciyê kurdan tuneye.
Tirk êdî naxwazin kurdan(dixwaze bira xwe bikin partiya Tirkiyê) di meclîsa xwe da bibînin.
Dibê HDP û PKK vê rastiyê bibînin di zûtirîn wextê da dev ji siyaseta Tirkîyetiyê berdin û bi kurdan ra cepheyeke azadiyê ava bikin.



25 juli 2016

Yaho tirk we qebûl nakin, viya êdî fam bikin, ma hûn bela ne?



Erdogan îro li qesra xwe bi serokên partiyên siyasî ra civînekê çê dike. Ji ber ku Erdogan ban serokê HDPê Demirtaş nekiriye, Demirtaş aciz bûye, li ber ketiye, Erdogan rexne kiriye, gotiye ev ”cilqî û bêaqiliye.”
Yaha hûn fam nakin, hûn bela ne?
Birayê ezîz, tirk we qebûl nakin, HDPê wek partiyeke tirk, Tirkyê nabînin, naxwazin bi kurdan ra, bi kesên dibêjin em kurd in ra rûnin.
Hûn çima viya fam nakin?
Mêrikan naxwazin bi we ra rûnin, hûn xwe biçirînin jî, hûn bi Gulen ra têkevin herbê jî, hûn li dijî cûntayê çi bikin jî ferq nake, dewlet, miletê tirk, AKP, CHP, MHP siyaseta xwe ya di heqê we û kurdan da naguherin, naxqwazin hûn bibin şirîkê dewletê.
Viya fam bikin, qebûl bikin, dev ji hevaltiya tirkan û partiya Tirkiyê berdin, Tirk we naxwazin, ma hûn bela ne?
Ma hûn dixwazin bi zor xwe bikin tirk û partiya tirkan?
Lema jî ya rast û baş dev ji partiya Tirkiyê û tirkîtiyê berdin û vegerin nava gelê xwe, bibin partiyek kurd û Kurdistanî.
Êdî vê rastiyê qebûl bibikin.
Dev ji şelefiya tirkan berdin….



XXX
Madem Erdogan wek serokkomarê Tirkiyê bi HDPê ra rûnane û madem tirk naxwazin di saha siyasî da, di parlamentoyê da cî bidin nûnerên kurdan, wê demê tiştê herî rast HDP tavilê dev ji siyaseta ”partiya Tirkiyê” berde, xwe fesh bike û tenê bi kurdan ra partiyeke kurd û Kurdistanî ava bike.
Ev şêla Erdogan nîşan dide ku tirk êdî naxwzin kurdan bigrin meclîsa xwe, dibêjin meclîsa tirk ji bo tirka ye.
Bi dîtina min ya rast jî ew e. Dibê tirk meclîsa xwe û kurd jî meclîsa xwe avabikin.
Kurd nûnerên xwe bişînin meclîsaxwe û tirk jî nûnerên xwe bişînin meclîsa xwe.
Dibê kurd êdî neçin meclîsa tirk. Çimkî diçin tên avêtin, kes wan muhatap nagire. Lema jî tu sebeb tuneye kurd belaseb herin xwe erzan bikin.
Bi dîtina min dibê PKK jî bi rengekî resmî bibêje ji nuha û pê da ew hew piştgiriyê dide partiya Tirkiyê, partiya kurd û tirkan. Ji nuha û pê da ewê piştgiriyê tenê bide partiyên Kurd û Kurdistanî.

Kurd li hemberî cûntayê xwe bidirînin jî tirk spasî wan nakin



HDP jî bi qasî CHPê û partiyên tirk li dijî cûntayê derket û derdikve.
Hemü partiyên kurdan yên din jî li dijï cûntayê derketin.
HUDA-PAR ji xwe êdî wek şûbeyeke AKPê dixebite, endamên wê wek leşker û mîlîtanên AKPê bi şev û roj kolanan li dijî cûnatayê bi cuzbê dikevin. Ji bo ku xwe bi AKPê û Erdogan şîrîn bikin, ji bo ku bala berpirsiayran bişînin ser xwe, ji bo ku eferimekê ji Erdogan û mezinên AKPê bigrin xwe perçe dikin.
Lê tirk, berpirsiyarên dewletê û hukûmetê wan nabînin û bi gotinekê jî spasî HDPê, Huda-Parê û kurdan nakin.
Bira spaskirin li wir bimîne, tew kes qala kurdan nake, fena ku kurd tunebin, fena ku kurd ne li dijî cûnatyê bin.
Vê rewsê, vê şêla tirkan bala sosyolog Mucahît Bilîcî kişandiye û li ser vê meselê axaftineke kurt û balkêş kiriye.
Bilîcî, muxalefeta li dijî çûntayê wek ”şoreşeke” gelêrî, şoreşeke tirkên îslamî dibîne. Ne ya kurdan.
Lema jî partiyên siyasî, birêvebirên dewlet û hukûmetê spasîyê jî miletê tirk ra dikin, ne ji kurdan ra.
Tirk, kurdan ji derveyî muxalefeta cûnatyê dibînin. Ji ber ku ev meseleya hukumraniyê ye.
Miletê serdest, yên hukumdar tirk in. Tirk naxwazin hukimraniya xwe, îktîdara xwe bi kurdan ra parve bikin.
Li gorî tirkan, kurd kanin bibin hemwelatî, leşker, milîtan, lê şirîkatiya bi hukumraniyê ra yanî bi dewletê ra nayê qebûlkirin. Ev dewlet ya tirka ye û nabe kurd bibin şirîkê wê.
Dibê kurd ji vê bûyerê, ji vê şêla tirkan fam bikin ku tirk bi çavê bindestan, bi çavên xulaman li wan dinêrin.
Xwediyê dewletê miletê tirk e, lema jî kurd nikanin bibin xwediyê payeya liberxwedanê.
Kurd tenê kanin bibin eskerê dewleta tirk, zilm û mîlîtanên partiyan, lê ne xwediyên dewletê.
Ji ber ku dewleta ya miletê tirk e.
Gava cengek tê qezenckirin li gel ku yên dimrin û şer qezenc dikin esker in jî lê kes spasî eskeren nake, her kes spasî serfermandar dike, serfermandar tenê dibe qehreman.
Tirk jî bi çavê eskerên xwe li kurdan dinêrin. Û heta kurd nebin xwediyê dewleta xwe têkiliya me û tirkan ewê tim wiha be.
Axaftineke kin e, wexta we hebe lê guhdarî bikin, hin numûneyên wî meriv ne pê ra be jî di mesela serdest(tirk) bi çi çavî li bindestan(kurdan)dinêrin, ji bo çi tirk spaşî kurdan jî nakin tiştên rast dibêje.



XXX


Li gorî beyana Rêxistina Efûyê ya Navnetewî, kesên ji teşebusa darbeya leşkerî hatin girtin tecawiz jî tê da marûzî gelek îşkenceyên giran bûne.
Leşker û polîsên dewleta tirk ev ne cara pêşîye tecawizî însanan dikin, berê jî gelek caran tecawizî kurdan kirine, cop xistine makatên girtiyên kurd.
Û tim jî ji wan ra maye.
Lê belkî ev cara pêşî ye tirk tecawizî tirkan dikin û him jî tecawizî genaral û amîralan.
Ev ”şeref û rutbe” (!) ev leka reş jî bû qismetê Erdogan û hukûmeta AKPê.
Helbet tiştê wiha bêyî haya hukûmetê nabe, miheqeq hukûmet li hemberî îşkenceyê û bênamûsî û nemiroveyeke wiha çavê digrin lema zilamênê dewletê kanin vê bêşerefiyê û namerfiyê bikin.
Sûcê kesên girtî çi be jî dibê şîkence, heqaret û zulmeke, namerdiyeke bi bî rengî li tu kesî nebe.

24 juli 2016

Tu ne do ”ehmeq” bû û ne jî îro ehmeq î



Bulent Arinç, piştî hewildana darbeya 15ê temûzê li ser hêza Gulen ya di nava dewletê da gotibû:
”Ji ber ku min ev yek berê nedît hûn kanin ji min ra bibêjin ehmeq…”
Aydin Engînê rojnamevan di quncikê axwe yê rojnameya Cûmhûriyetê da ji Arinç ra gotiye:
”Hûn ehmeq bûn ya jî ortax bûn ?, heger ne sûc be dibê meriv viya ji we bipirse.”
Pirseke di cî da û pir jî xweş e.
Helbet ne Arinç û ne jî Erdogan ehmeq bûn, wan pir baş zanîbûn Cimata Gulen çi dike û bi kîjan riyan û metodan dikevin nava dewletê.
Û ne tenê zanî bûn, ji bo ku dewletê bi tevayî têxin destê xwe, bi hev ra plan dikirin.
Çimkî ew û Gulen ortaxê hev bûn.
Gava AKP hat ser hukim di nava dewletê da ne xwedî kadir bû. Lê Gulen xwedî kadir bû, pir hindik di nava dewletê da merivên wî hebûn.
Erdogan jê alîkarî xwest û Gulen jî got ser çavan. Berê jî hevalên hev bûn, ji eynî medresê û terîqetê bûn, xwediyê eynî îdeolojiyê bûn...
Lema jî Gulen li ser daxwaza Erdogan û Arinç ji AKPê ra meriv hazir kirin û Erdogan û Arinç jî ev kadirên Gulen di nava her qedemeya dewletê da bicîkirin.
Ji ber ku yê li ser hukim ne Cimat, AKP bû, serokwezîr ne Gulen, Erdogan bû.
Arinç, Gul, Çîçek, Bozdax wezîr bûn, wan dewlet îdare dikir. Hemû zilamên Gulen bi rengekî sîstematîk, bi emir û destûra Erdogan û Arinç hatin van cî û meqaman, bûn general, hakim, sawcî, polîs û profesor.
Û nuha jî Arinç xwe li xamiyê datîne û dibêje ”hûn kanin ji min ra bibêjin ehmeq !”
Na, kesî xeşîm tuneye. Ne wê çaxê, dema te ew girtin kar tu ehmeq bû û ne jî nuha, gava tu ehmeqiya xwe qebûl dikî tu ehmeq î.
Tu merivekî ji rûvî jî konetir î, tu merivekî pir fêlbaz û durû yî. Ji bo ku tu sûc û mesûliyeta xwe û hevalên xwe sivik bikî tu xwe li ehmeqiyê datînî,
Lê ebeden tu ne ehmeq î, ji ehmeqekî bêtir, tu merivekî fêlbaz, şelaf, durû û bêexlaq î, tu merivekî virek î, çimkî tu eşkere viran dikî…
Dev ji lîstika ”ehmeqiyê berde”, hûn ortaxên hev bûn, ya Gulen bi we ra, ya jî we bi wan ra hîleyek, bêbextiyek kir lema hûn bi hev ketin.

XXX


Medya tirk ya bêşexsiyet û şelaf bênabên qala durûtî û sextekariyên zilamên Gulen dike, ji bo ku xwe veşêrin araqî vexwarine, her babet sexteakrî kirine.
Yekî nizanibe ewê bibêje nuh pê dihesin.
Derewan dikin, ev sextekarî, kalpazanî bi hev ra kirine.
Ji xwe AKP û Gulen bi saya van sextekariyan, durûtiyan, şelafiyan her kes xapandin û xurt bûn.
Erdogan bi vê fêlbazî û dûrrûtiya xwe dunya xapand, Gulen hewetinê, vana rûviyên qulekê û fêlbazên mektebekê ne, dek û dolabên hev, sextekariyên hev baş nas dikin.
Ma Erdgaon 14 sal berê xwe wek şervanekî demokrasiyê nîşan nedida, ma nedigot ewê mafê kurdan bide?
Û bala xwe bidinê nuha çi dibêje...

Aqil tunebe meriv şerm jî nake û li ber xwe jî nakeve



Leşker bi ser nektin, têk çûn, Erdogan bi ser ket.
AKP li ser hukim e.
Erdogan li ser kursiya xwe ye.
Bi dehhezaran leşker, polîs, mamoste, mamûr ji kar hatin avêtin.
Bi hezaran mekteb, nexwaşxane, komel û weqf hatin girtin.
Lê hin kêmaqilên me yên Huda-Parê û AKPê ev 7 roj in hîn jî bi şev û roj li kolanên Diyarbekrê hirehira wan e, ala tirk ya bi xwîna kurdan sor bûye li ba dikin, li erbanê dixin û tekbîran tînin, bi cuzbê dikevin.
Mesle çi ye, çim awiha dikin, ev milet çima naçe mala xwe, çi dixwazin, li pey çi ne meriv fam nake.
Gava kêmaqil hebin kesê bi aqilê wan bilîzin, pê wexta xwe derabs bikin pir in.
Di bûyerên wiha da meriv dibîne ku kêmaqilên kurdan çuqasî pir in, bi sedhezaran merivên totikvala li pelekî nexwedî digerin, bi îşaret û fîtikeke bekçî û polîsekî tirk bi hezaran însan kanin wek qirdan bi rojan xwe li meydanan hol kin.
Gava aqil tunebe meriv dibe qirdê dijmin.
Erdogan zulma nemayî aniye serê wan, bajarên wan bi ser serên wan da hedimandine, gû bi wan dane xwarin, bi hezaran zarokên wan kuştine, lê ew hîn jî li ber xwe nakevin, hîn jî ji Erdogan ra li çepikan dixin, hîn jî ala tirk li ba dikin.
Aqil tunebe meriv şerm jî nake, li ber xwe jî nakeve…
Tu dibêjî belkî gava aqil par bû piraniya îslamiyên me negîştin ser, lema jî ji xulamiyê û nokeriyê pir hez dikin…

XXX


Huda-Par-iyên, kurdên demokrasîparêzên ev heft roj in li Diyarbekrê alên tirk li ba dikin û nobeta Erdogan û demokrasiyê digrin, bira herin li dijî girtina mekteba Dîcle û Firatê jî derkevin, bira herin li ber wê jî nobetê bigrin û mektebeke kurdî biparêzin. Û ji Erdoganê xwe ra bibêjin ma tu çima mekteba Dîcle û Firatê didî girtin?

23 juli 2016

Hukûmetê berê xwe da kurdan û dezgehên kurdan jî



Polîsên dewleta tirk îro li Diyarbekrê girtin ser koleja Dîcle Firat ya Abûqat Sabahatîn Korkmaz û girtin.
Min texmîn dikir ewê wiha bibe, hukûmet ewê berê xwe bide kurdan jî, ewê bixwaze kurdan jî baş basko bikin.
Ev îşareta wê yekê ye ku kurdên demokrat, azadîxwaz, yên ku ji Erdogan û AKPê bêtir li dijî tevgera Gulen in, ewê jî bibin hedefên operasyonên dewletê.
Diyar dibe ku dijberiya cûntayê û Gulen têrê nake, Erdogan ewê hemû hêzên demokrat û azadîxwaz jî bipelixîne.
Girtina Koleje Dîcle û Firat sînyala vê siyaseta AKPê ya rojên pêş e û îşareteke metirsîdar e.
Heger ne wiha bûya Koleje Dîcle û Firat dibê tu carî marûzî operasyoneke wiha nebûya û nehata girtin. Ji ber ku hukûmet Sabahatîn Korkmaz baş nas dike.
Ji bo hemû kurdan û hêzên kurd girtina Koleja Dîcle û Firat îşareteke pir tahlûke û pir xerab e, lema jî dibê hemû hêz, hemû şexsiyet û partiyên kurd bi hev ra li dij vê girtinê derkevin û protesto bikin.
Sibe ewê dor were girtina partiyên kurd jî, girtina endam û berpirsiyarên van partiyan jî.
Lema jî nuha da şêla bi hev ra pir muhîm e, dibê hukûmet vê yekîtiya kurdan bibîne.
Koleja Dîcle û Firat dibê neyê girtin, kar û xizmeta xwe bidomîne. Ez girtina Koleja Dîcle û Firatê şermezar dikim.
Gelek kurdên ji xwe ra dibêjin em kurd in û xwedêgiravî kurdperwer in, lê hîn jî di nava AKPê da ne, dibê ev kurd jî li dijî girtina Koleja Dîcle û Firatê derkevin û li hemberî vê biryarê nerazîbûna xwe nîşan bidin.



XXX
Siyaset ji xwe karekî pir zor e, lê siyaseta kurdan ekstra zortir e. Wek her sinetî dibê meriv ji siyasetê jî fêm bike, gelê xwe û dijminê xwe nas bike, psîkolojiya însan bizanibe û pêşiya xwe bibîne.
Û weke her karî di siyasetê da jî cidî be, siyaset ne lîstik e û ne jî henek e. Jê ra cidîyet û îstîkrar lazim e. Dibê meriv bizane kînga çi bike û çi neke, kînga bajo ser neyar, kînga xwe bide alî û kînga baz de.
Di siaysetê da li gel gelek meziyetan dibê meriv zîrek û cesûr be. Di siyasetê da tirsonekî zeafekî pir xerab e.
Di nava kurdan da gelek kesên ne ehlê siyasetê ne, ji siaysetê bi qasî misqalekî fam nakin, lê di siyasetê da sergovend in.
Lema jî gavekê pêş da û du gavan paş da davêjin. Lema jî nek in dibin û ne jî dirêj, ne xurt dibin û ne jî diqedin…
Tenê nav e. Yanî navî giran e, warî wêran e…

Ji tevgereke panturkîst û îslamîst demokrasî sadir nabe

Tevgera serokê wê dîktator, panturkîst û irqçî be demokrasî jê zuhur nabe û ne mimkûn e tiştên baş¨bike.
Ji bo ku tevgereke siyasî rê li ber demokrasiyê û azadiyan veke, berî her tştî dibê serok û pêşengên wê merivên demokrat û azadîxwaz bin, kesên demokrat bin.
Erdogan, Bînalî Yildirm û serokên AKPê ne merivên demokrat in, Erdogan dîktatorekî irqçî, faşîst û panturkîst e, merivekî kêmfersend û durû ye; bi hemû bawerî û hestên xwe li dijî demokrasiyê ye, li dijî azadbûna miletê kurd e.
De îcar merivekî wiha ewê çawa demokrasiyê bîne.
Ev ne mimkûn e, bi saya îmkan û awantajên piştî darbeya 15ê temûzê peyda bûye, Erdogan ewê bingehê dîktatoriya xwe bêtir qewî bike, ewê bêtir here ser kurdan û tevgera kurd ya azadîxwaz û bêtir xwînê birjîne.
Kurdên ji AKPê û Erdogan hêviya demokrasiyê û çareseriya mesela kurd û Kurdistanê dikin şaş difikirin, hesabekî şaş dikin.
Erdogan ne siyastmederakî nuh e, ne ku nuh tê ser hukim, ev 14 sal in AKP wek partî û Erdogan jî wek serokekî bêraqib li ser hukim in. Erdogan heta nuha çi kiribe, çi anîbe Tirkiyê û Kurdistanê, çi dabe kurdan, ji nuha pê da jî ewê eynî siyasetê bajo. Belkî jî siyaseteke hîn xerab, hîn şerkar, hîn irqçî û panturkîst bimeşîne.
Dibê em xewnan nebînin û bi xeyalên vala xwe nexapînin, Erdogan do çi bû û çi kir, sibe jî ewê eynî tiştî bike.. Û heta tiştên hîn jî xerabtir.
Kîtleyên ev hefteyeke bi şev û roj li meydanan ala tirk li ba dikin kîtleyeke panturkîst, irqçî, îslamî-faşîst e.
Ev însan ne ji bo demokrasiyê û azadiyan li meydanan ala tirk li ba dikin, ji bo dîktatoriyeke panturkîst û îslameke sûnî vê yekê dikin.
Piştgiriya vê tevgera irqçî, îslamî û panturkîst, piştgiriya dîktatoriya Erdogan e, piştgiriya tevgereke irqçî û antî kurd e.
Cûnta bi ser neket, lê hukûmeta AKPê jî wa ye wek cûntayê dajo ser kurdan, dezgehên wan digre.Çimkî herdu jî bi qasî hev neyarên kurda ne.



XXX
Mişkên qulekê ne, hevûdu baş nas dikin
Ji ber ku Erdogan bi destûra xwe, bi destê xwe, bi hesabê ku ewê di bin emir û xizmeta wî da bin bi sedhezaran zilamên Gulen di nava dewletê da bi cî kirine, wan nas dike, hejmar û qeweta wan baş zane.
Lema jî qare qara wî wî ye, dibêje vana dewlet girtine destê xwe.
Mêrik zane, merivên hev in, hevûdu baş nas dikin, mişkê qulekê ne…
Dibêjin li Tirkiyê li ser hev li dora 13 hezar hakim û sawcî hene. Li gorî berdevkên hukûmetê herî kêm 5 hezarê van hakim û sawciyan merivên Cimata Gulen in.
Û ev yek ne tenê di darazê(yargiyê) wiha ye, di perwerdê(milli egîtimê)da, di eskeriyê da, di emniyetê da yanî di hemû qedemiyên dewletê da rewş kêm zêde wiha ye.
De îcar hesab li ba we ye. Yanî mêrikan bi saya alîkariya AKPê dewlet girtine destê xwe. Lema jî ne yek û dudu, nuha bi hezaran ji kar derdixin.
Erdogan zane çi kiriye…

PARVE BIKE