31 augusti 2016

Tirkan berê kurdên dewletê tiştek dihesibandin, lê nuha qurişekî xwe jî di topa wan nadin


Siyasetmedarên tirk, birêvebirên dewletê, întellektuelên tirk yanî tirkan berê hewqasî eşkere neyartiya kurdan nedikirin, heta ji wan dihat nêta xwe ya rastîn, ya dilê xwe vedişartin, wek nuha li ruyê kurdan nedigotin.
Mesela Erdogan êdî her roj di telewîzyonan da vekirî dibêje:
”Emê ebeden nehêlin li bakurê Sûriyê dewletek kurd ava bibe. Bira hemû dinyayê bibihîze, bedelê vê çi be jî emê rê li ber avabûna vê dewletê bigrin…”
Cîgirê serokwezîr Numan Kurtulmuş êdî her roj vekirî dibêje, ”Em dixwazin li Sûriyê rê li ber korîdora PYD, YPGê bigrin. Em ji bo viya ketin Cerablûsê…”
Wezîrê karûbarê derve yê Tirkiyê Çavuşoglu dibêje, ”Heger YPG venekişe rojhilatê Fertêt ewê hedefa me be. Emê destûrê nedin korîdora PYDê. Emê tu carî nehêlin li bakurê Sûriyê dewleteke kurd ava bibe…”
Yanî Tirkiye ewê tu carî nehêle Kobanê û Efrîn bigihên hev, tu carî nehêlin kurd li ser axa xwe azad bijîn. Tirkiye ji PYDê û YPGê çi bixwaze dibê PYD û YPG wiya bikin, y ana Tirkiye ewê bi zor wan ji ortê rake.
Mêrik viya pir vekirî û him jî bi dengekî bilind dibê. Û gava dibêje kurdên dewletê jî pel pel lë guhdarî dikin.
Binalî Yildirim li ber kurdên dewletê dibêje, ”Emê destûrê nedin li ser sînorê me dewleeteke kurd ava bibe…”
Kurdên dewletê jê ra li çepikan dixin, di telewîzyona da peyvên Erdogan, Yildirm û Çavûşoglu yên ji serî heta dawî antî-kurd in bi ruh û can diparêzin, dibêjin heqê tirkiyê ye, dibê Tirkiye sînorên xwe ji ”terorîstan biparêze…
Bi kurtî Erdogan û berpirsiyarên hukûmeta AKPê her roj eşkere û bi dengekî bilind dibêjin ”ewê nehêlin kurdên Sûriyê jî wek kurdên Îraqê bibin xwedî desthilat. Ewê nehêlin li bakurê Sûriy jî dewleteke kurd çê bibe. Û ji ber ku me li Îraqê hîştin kurd bibin xwedî federasyon wan şaşiyeke mezin kir. Lê ewê vê şaşiye li Sûriyê dubare nekin.
Tiştên tirk ji bo kurdên rojava dibêjin ev e.
Lê her ku tirk bi vê eşkeretiyê neyartiya kurdan dikin û him jî li welatekî din, kurdên dewletê, kurdên ruhkole bêtir ji Erdogan û ji tirkan ra li çepikan dixin û dibêjin her bijî !
Erdogan û tirkan heta çend sal berê jî ev nêta xwe hewqas vekirî nedidan der.
Bi îhtîmaleke mezin ji reaksiyon û xeyda kurdên dewletê, kurdên zilamên xwe ditirsiyan.
Di dilê xwe da digotin gava ew neyartiya xwe ya kurdan eşkere bibêjin, kurdên dewletê ewê ji wan aciz bibin, xwe bi xeydînin û belkî jî ji hevalbendiya dewletê dûr kevin.
Yanî tirkan wisa texmîn dikirin…
Lê di van salên dawî da AKPê û tirkan gelek kurd baş kedî kirin. Lema jî êdî kes ji heqaretên tirk li kurdan dikin, ji neyartiya Erdogan û birêvebirên hukûmetê xwe aciz nake.
Neyartî û heqaretên Erdogan û berpirsiyarên hukûmet û dewletê bi êdî kurdên dewletê wek şîr û şekir şîrîn tê.
Lem a jî Erdogan û tirkan bi demê ra dîtin ku urdên dewletê pir bêşexsiyet û şelaf in, ew çi bibêjin û çuqasî neyartiya kurdan bikin jî ne xema wan e, ew tu carî xwe ji wan û ji dewletê aciz nakin.
Çimkî koletiyê hesteên netewî, xurûr û şexsiyet bi wan ra nehîştiye.
Lema jî êdî ji xulamtiya tirkan û neyartiya gelê xwe jî fedî nakin.
di telewîzyonan da ji faşîstan bêtir êrîşî PYDê û YPGê dikin, dibêjin ew neheq in, îşxala Tirkiyê diparêzin.
Heta dewlet cuqasî zulmê li kurdan bike û siyasetmedar neyartiya xwe cuqasî vekirî bibêjin, kêfa kurdên ruhkole bêtir ji wan ra tê û bêtir xwe dikin qurbana dewleta tirk û Erdogan.
Gelek însanên pîs, bêşexsiyet hatin vê dinyayê û çûn, lê ez bawer nakim tu pîs û bêşexsiyetên dinyayê bi qasî yên me kurdên bakur pîs û bêxîret bin.
Magî yên me li hemberî vê neyartiya tirkan ya faşîzan, ya antî-kurd qet ne xema wan e, li hemberî vê dijminatiyê tamarke xîretê di wan hilnayê, nabêjin yaho hewqas neyartî jî nabe, êdî bes e ji setê we…
Ne dilê wan û ne jî bivîla wan dişewite, ew hîn jî heval, parlamenter û wezîrên Erdogan û Yildirim in, hîn jî di telewîzyona da ji dewleta tirk ra li çepikan dixin û ji nîjadperest û faşîstan bêtir êrîşî kurdan dikin…

XXX

Erdogan, berpirsiyarên hukûmetê eşkere dibêjin emê nehêlin kurdên Sûriyê jî wek kurdên Îraqê bibin xwedî desthilat. Emê nehêlin li bakurê Sûriy jî dewleteke kurd çê bibe.
Kurdên başûr û kurdên dewletê hîn jî dibêjin Tirkiye, hukûmeta AKPê dostê me ye.
Erdogan vekirî dibêje li vê dinyayê diminê me yê herî mezin kurd in û lema jî emê nehêlin ev dijmin li Sûriyê bibe xwedî maf.
Ji ber ku me li Îraqê hîşt kurd bibin xwedî federasyon me şaşiyeke mezin kir.
Lê emê vê şaşiya xwe li Sûriyê dubare nekin.
Yanî tirk hewqasî cekirî, hewqasî zelal neyartiya xwe ya li hemberî kurdan diyar dikin.
Lê cahşên siyasî, xulanên Erdogan û kurdên me yên başûr dîsa jî dibêjin ”na lo”, qesta wan ne ev e, hûn şaş fam dikin. Hukûmeta AKPê, Erdogan tenê li dijî PKKê û PYDê ne, ne li dijî kurdan in…
Ez ditirsim bi bi vê siyaset rebenokî tirk başûr jî ji ortê rakin…

30 augusti 2016

Dawiya dawî ew roj hat


Erê, dawiya dawî ew roj jî hat, min nuha peymana/kaxeta teqawidiya xwe îmze kir...
Di 23ê meha îlonê, meha pêş me da ezê ji kar û ji hevalên xwe yên salan xatirê xwe bixwazim û wek kokimekî xerîb, wek merivekî teqawid( xaneşîn) herim li malika xwe rûnim û hêdî hêdî xwe fêrî jiyaneke nuh bikim…
Ji ber ku di qederê da ev jî heye, ezê wê jî bibînim û bijîm…
Hêvî dikim ev jiyan û salên teqawidiyê ne kin, hinekî dirêj bajo.
Ji bo ku ez tahhm û lezetekê ji vê jiyanê jî bigrim û wê jî hinekî bijîm û nas bikim...
Yanî hêvî dikim payiz zêde ne kin be...
Lê felek û bextê xwe, hela ka em binêrin destûra me çuqas e...
27 sal berê roja duduyê sibatê gava min li kasaya sîgortayê dest bi kar kir, min qet bawer nedikir ezê tam 27 salan, heta roja teqawidiyê bixebitim.
Ji bo berpirsiyariyên giran û vegera welêt min roj dijmartin.
Em li ser rê bûn, gel, Kurdistan û çiya li hêviya me bûn…
Lê nebû, diyar qederê wiha dixwest û wiha bû.
Lê dixwaze bira qeder be, dixwaze bira tesaduf be, dîsa jî ez ne poşman im. Û bi jiyana xwe, bi dîrok û xebeta xwe ya li surgûnê serbilind im.
Hela ka ez binêrim jiyana teqawidiyê ewê çawa be û bi kîjan surprîzan min matmayî bihêle…

XXX
Civata demokrasî û azadî lê tunebe însan bi piranî dibin durû û şelaf.
Ji ber ku sîstem, derûdor însanan mecbûrî durûtiyê dike, bi wê kulturê mezin dike.
Lema jî di civatên Rojhilat da li gorî civatên Rojava însan bêtir durû, şelaf û ne samîmî ne, ne dobre û rastgo ne.
Hin kes dişibin qurişekî, durû û bêqîmet.
Him davêjin ji meriv da û him jî halanan di meriv hil didin, dibêjin şabaş ji bavê filan kes ra...
Ez ji merivên durû qet hez nakim...

XXX

Ez ji we ra tiştekê bibêjim, Erdogan, Bînalî, Hulûsî û Bahçelî qûna xwe jî biqelişînin Koban û Efrîn ewê bigihîjin hev û wek du xwişkan bi hev şa bibin.
Û wek kurdên başûr, kurdên Kurdistana rojava jî zû dereng ewê bibin xwedî federsyon ya jî otonomî....

29 augusti 2016

Kurd mecbûr in ya riyekê bibînin ya jî riyekê çêkin



Qumandarê bi nav û deng yê hemû wext û zemanan Hanîbal, di sefera xwe ya ser Romayê da gava li çiyayên Alpan rê û dirb pir asê bûye gotiye:
”Ya emê riyekê bibînin ya jî riyekê çêkin !”
Wek Hanîbalê mezin gotiye, ji bo rizgarbûna ji bin vê bindestiya rezîl em kurd jî mecbûr in ya riyekê bibînin ya jî riyekê vekin…

XXX
Heger hinek bi zor têkevin mala we û di hundur mala we da li we xin, dest bavêjin namûsa we û ji wera bibêjin, dibê hûn ji vir herin, vê malê biterikînin.
Li hemberî zorbatiyeke wiha hûnê çi bikin?
Heger piçek xîret û namûs bi meriv ra hebe, merivê jî lêxe û li ber xwe bide.
Tiştê tirk li Cerblûsê, li Minbicê û li Kurdistana rojava dikin ev e, çûne ketine mala kurdan û kurdan dikujin û ji kurdan ra dibêjin, dibê hûn van deran, gund û bajarên xwe, welatê xwe biterikînin.

XXX
Hin însan wek gul û çîçekên naylon sexte ne. Ji dûr va eynî wek gul û çîçekên rastîn pir xweş xuya dikin.
Lê gava meriv ji nêzik ve nas dike, meriv xeyalşikestî dibe, meriv dibîne wek gulên naylon ew jî sextet ne…

XXX
Di stutyoyên telewîzyonan da li hemberî şelafî û cahşîtiya kurdên dewletê miheqeq tirkên li wir matmayî dimînin, li hemberî gotinên wan yên li dijî gelê xwe devê wan ji hev diçe.
Meriv viya ji mirûzê tirkan fêm dike. Nuha ji çavên xwe, ji guhên xwe bawer nakin.
Miheqeq di dilê xwe da ji xwe ra dibêjin, ”yaho meriv çawa kane hewqasî vekirî neyartiya qewmê xwe bike, hewqasî bêheya, bêşexsiyet û bêxîret be?

XXX

Tirkiye ne ji bo şer, ji bo ku alîkariyeke hîn baştir û hîn xurttir bi Daîşê ra bike Cerablûs îşxal kir. Kesê viya nebîne ya pir saf e ya jî hevalê dewleta tirk e.

28 augusti 2016

Ne Salih Muslim, Kemal Burkay jî serokê PYDê bûya Tirkiyê ewê dîsa jî êrîşî kurdan bikira

Bi Xwedê nuha ne Salih Muslim û Rêdûr Xelî, Kemal Burkay û Sertac Bucak jî bibin serokên PYDê û YPGê, tirk dîsa jî li hemberî kurdên Kurdisana rojava ewê eynî vê siyaseta xwe ya êrîşkar û neyarane bimeşînin.
Dewleta tirk bi çete û qatilên Daîşê û cîhadçiyan ra, bi tank û topên xwe çûye ketiye Cerablûsê, li wir û li Minbicê û li gelek derên din gundên kurdan didin ber topan, bi bêperwayî xelkê dikujin, hin kurdên neyarên PKKê û YPG û di bin ra dilxwazên dewleta tirk hîn jî PYD û YPGê neheq dikin, dibêjin yê bû sebebê vê êrîşa Tirkiyê hûn in.
Heta nuha min qet nedîtiya van dostên dewleta tirk yên eşkere û ne eşkere carê jî dewleta tirk neheq dîtibin. Neheq tim PKK û PYD ye, tirk çi bikin jî ne neheq in, neheq tim PKK û PYD ye.
Gava Xwedê ji meriv bistîne wiha ye, meriv zorbatî neheqiya neyar nabîne, tim yê xwe neheq dike.
Bi Xwedê nuha ne Salih Muslim û Rêdûr Xelî, Kemal Burkay û Sertac Bucak jî bibin serokên PYDê û YPGê tirk dîsa jî li hemberî kurdên Kurdisana rojava ewê eynî siyaseta êrîşkar û neyarane bimeşînin.
Çimkî tirk ne li dijî filan partiyê û filan serokî ne, ew li Sûriyê li dijî serxwebûn, federasyon û otonomiya kurdan e, dibêjin gerek ji bindestiyê xelas nebn û nebin xwedî mafekî herî biçûk.
Dendika meselê ev e, ne PYD û YPG ye.
PYDê bi qasî serê derziyê jî xerabî bi tirkan nekiriye, zirar nedaye tirkan.
Tirk ditirsin kurd li Sûriyê bibin xwedî maf. Partî û serok ji bo wan ferq nake, kîjan partî be, kî serok be ewê li dij bin û eynî siyasetê bajon.
Hin kes dibêjin heger PYDê wiha wiha bikira wiha nedibû û Tirkyê êrîş nedikir. Helbet şaşiyên PYDê pir in û dibê meriv rexne bike. Lê PYDê siyaseteke tam li gorî dilê me jî bimeşanda netîce nediguherî, Tirkiyê ewê dîsa êrîşî kurdan bikira.

Mesûd Barzanî wek PKKê û PYDê nake, siyaseteke maqûl dimeşîne, û serxwebûnê dixweaze.
Lê Emerîka û Yekîtiya Ewrûpayê dîsa jî piştgiriyê nadin serxwebûna kurdan; dîsa jî dibêjin gerek hûn bi Îraqê ra bibmînin.
Îro kurd çi bikin jî Emerîka û YE piştgiriyê nadin serxwebûna kurdan.
Lema jî Emerîka li başûr piştgiriyê nede serxwebûna kurdan li rojava jî nade, kî serok be ferq nake.
Yekîtiya kurdan hebe helbet pir baş e û şert e, lê weleh halîhazir li bşûr yekîtiya kurdan hebe jî kes piştgiriyê nade serxwebûna kurdan. Heger ne derew e bira piştgiriyê bidin kurdên başûr.

Û li ser mesela yekîtiya kurdan û siyaseta PYDê ya hizbî û ne netewî.

Helbet ya rast dibê li her beşê Kurdistanê yekîtiyeke kurdan ya netewî hebe, kurd siyaseteke netewî û li gorî realîte, şert û şurtûtên cîhanê bimeşînin.
Dostiya Emerîka û Xerbê bikin.
Lê wiha be jî Emerîka û Yekîtiya Ewrûpayê ewê ne li başûr û ne jî li rojava piştgiriyê nede serxwebûna kurdan.
Sibe ev siyaset kane biguhere, lê îro realîte ev e û kurd çi bikin jî piştgiriyê nadin kurdan.
Ev du sal in YPG bi Emerîka ra mil bi mil li hemberî çete ûqatilên Daîşê şer dike.
Lê dîsa jî pere nake. Her kes zane Tirkiye havalê Daîşê ye, mekeza Daîşê Tirkiye ye.
Lê li ba Emerîka dîsa jî gotina Tirkiyê ji ya PYDê girantir e.
Yanî sebebê her tiştî ne tenê şaşî û kêmasiyên PYDê ne. Dinya îro ne bi me ra, ji me bêtir dostê Tirkiyê, Îranê, Îraqê û Sûriyê ye. Ev rastiyeke. Em înkar bikin jî, her tiştî bikin sûcê PKKê û PYDê jî rastî ev e, naguhere.

Ji Cerablûsê û Minbicê xeberên ne xweş tên

Ji Cerablûsê û Minbicê xeberên ne xweş tên. Leşkerên tirk li çend ciyan êrîşî YPGê û hêzên Sûriya Demokratîk kirine û li hin gundan gelek mirî hene.
Li gorî hin xeberên di medyaya sosyal da belav dibin, artêşa tirk dixwaze here Minbicê û bajarê Al Bab, yanî berbî Helebê ve here û hemû herêmê, heta bi Kobanê jî ji kurdan bigrin.
Sê tankên tirk derbasî aliyê Kobanê bûne û li ser sînor dest bi kolana mewziyan kirine. Bi sedan kobanî li heber tankan rawestiyan e û îşxalê protesto dikin.
Yanî bi kurtî artêşa tirk heziriya êrîşêke mezin dike.
Ji xwe sebebê çûna wan ya Cerablûsê ev e, ji bo ku bi Daîşê ra êrîşî YPGê bikin. Daîşê tenê nikanîbû. Çûn hawara Daîşê.
Mixabin em çi bikin jî hukûmeta AKPê, deleta tirk dev ji kurdan bernade.
Çimkî çavê wan kurdan dibirre.
Dixwazin erdê kurdan zeft kiriye bi Daîşê ra ji kurdn bigrin û bidin Sûriyê. Hesab û hedefa Tirkiyê ev e,
Ji bo kurdan bêyî liberxwedanê tu riyeke din tuneye. Ya ewê teslîm bibin ya jî heta dawiyê li ber xwe bidin.
Bi baweriya min dibê meriv teslîm nebe, heta dawiyê li ber we bide...
2016-0827

XXX

Burhan Hedbî şiroveya xwe rakir. Ji min ra gotibû , "tu ji kurdan ra dibêjî teslîm nebin, ji kerama xwe ra tu ji Ewrûpayê here şer bike…"
Ev jî bersîva min e.
Wek kurdekî, wek merivekî xwedênas ji dêlî ku tu li dijî êrîşkar û zaliman rabî, êrîşa wan mahkûm bikî, tu dixwazî zarokên te, merivên mezlûm teslîm bibin. Yanî tu piştgiriyê didî zulma zaliman.
Tu ji min baştir zanî hedîs dibêje, “Yê li hemberî neheqiyê, zulmê bêdeng bimîne îblîsê bêziman e…”
Ne hewceyî çûna min e, yên li wir têra çeteyên Daîşê û dewleta te dikin.

27 augusti 2016

Namerdekî bi navê Ahmet Hakan li serê kurdan mêraniyê dike


Namerdekî(alçaxekî)bi navê Ahmet Hakan, navê nivîsa xwe ya rojnameya Hurriyetê kiriye, ”Li gorî alçaxekî PKKê şertê demokratbûnê”.
Îro li Tirkiyê heqaretkirina li kurdan, xeberdana ji kurdan ra namerdiya herî rehet û herî bi pere û pûl e.
Kîjan namerd xwe li kurdan rakişîne, kî ji kurdan ra, ji PKKê ra xeber bide ji Erdogan eferimekê û belkî jî çend qurişan digre.
Lema jî Ahmet Hakan ji kurdekî ra gotiye ”namerd”!
Gava çeteyên Erdogan çenga wî şikandin û bi boksan devê wî xwar kirin, Hakan wek dîkê qoqo wiha xwe nedinepixand û ev mêraniya xwe nîşanî wan neda.
Ji ber ku zanîbû bivik tê da heye, kanin wî û bavê wî bi hev ra bixesînin…
Nuha rabûya mêraniya xwe nîşanî kurdekî dide, çimkî zane heqareta li kurdan serbest e û pere dike.
Li Tirkiyê namerdî bûye sinetek, yên wek Ahmet Hakan pê debara xwe dikin…

XXX

Ey mumînên dînê tirkçîtiyê !
Hemû dinya êdî viya fêr bû: Şertê dînê we yê yekem, dibê hûn rê li ber bextewarî û azadiya kurdan bigrin."
///Edîp Yuksel
Bi rastî jî wisa ye, her tirk neyartiya bi kurdan ra ji bo xwe wek şertekî tirkbûnê dibîne.
Her dê û bavê tirk, ji zarokê xwe ra dibêjin, lawê min, keça min, baş guh bide me, her tirk gerek neyarê kurdan be û nehelê li tu dereke dinyayê kurd rehet bikin û ji bindestiyê xelas bibin.

Reva ji kurdbûnê ne çareserî ye


Ji qetlîama Şengalê vir da ye di nava qismekî êzdiyan da minaqaşeyeke ”êzdî ne kurd in” ya jî dibê bibêjin ”em ne kurd  in” dest pê kiriye.
Minaqaşa  û demagojiya ”êzdî ne kurd in” ne nuh e, berê jî li Îraqê, li Ermenistanê hin kurdên cahil û pûlperest ji bo berjewendiyên şexsî tiştên wiha digotin.
Lê tenê çend kes bûn û lema jî kesî zêde guh nedida gotinên wan. Ji xwe di nava êzdiyan da tu îtîbar û giraniyeke wan jî tunebû.
Lê piştî qetlîama Şengalê ev minaqaşe him pir gur bû û him jî ne çend kesên cahil û pûlperest tenê, êdî gelek ronakbîr û kesên hemû jiyana xwe dana xebatên ji  bo kurd û Kurdistanê jî tiştên wiha dibêjin û bi sempatî li fikirên wiha dinêrin, heta heq didin kesên dibîjin ”êzdî ne kurd in.”
Lema jî mesele li gorî berê cidîtir e.
Du sê roj berê kekê Tosinê Reşîd, kurdperperê bi nav û deng jî li ser vê meslê nivîsek nivîsî.
Tiştê min ji nivîsa wî fam kir di mesela êzdî kurd in ya na, ew jî  ketiye taswasê, ew jî êdî li dijî îdîayên wiha dernakeve, ew jî êdî heq dide kesên dibêjin ”êzdî ne kurd in.”
Bi kêmanî dibêje sebebê vê yekê hene û li gorî wî ”kurdên êzdî û misilman êdî nikanin bi hev ra bijîn.”
Kekê Tosinê Reşîd nivîsa xwe wiha dest pê kiriye:
“Van demên dawî hevpeyvîneke min bi radio SBS, ya Australîya, hate belav kirin. Di wê hevpeyvînê de pirsek jî hebû, ka ji bo çi gelek êzdî dibêjin em ne kurd in. Ser vê pirsê jimarek dost û hevalan jî ji min re nivîsîn. Lê ez ê bersiva xwe ji pirseke mayîn dest pê bikim; gelo kurd bûne milet, gelo miletê kurd heye?”
Bêguman miletê kurd  heye û kekê Tosinê Reşîd bi xwe jî li ser edebiyat, dîrok, folklor û zargotina vî miletî gelek xebatên giranbuha kirine û gelek berhemên hêja nivîsîne; hemû jiyana xwe daye xebatên ji bo kurd û Kurdistanê.
Û helbet êzdî jî kurd in û him jî kurdên herî xalis muxlis in, qet dejenere û deform nebûne. Û zimanê wan jî kurmancî ye û welatê wan e jî Kurdistan e.
Êzdayî ne navê miltekî ye, ne navê qewmekî  ji kurdan cuda ye. Êzdayî, wek îslamê û elewîtiyê baweriyeke, dîneke.
Di nav miletê kurd da kurdên êzdî, elewî, musilman, yarsanî, îsewî û cuhû hene.
Lê hemû jî kurd in, tenê baweriya wan, dînê wan ji hev cihê ne.
Lê li gel vê rastiya tarîxî û sosyolojîk jî kes nikane kesî bi zor bike kurd. Heger êzdiyek, musilmanek, elewiyek bibêje ez ne kurd im, ne kurd e. Ne rast e meriv kesî bi zor bike kurd.
Û ji xwe îro li Tirkiyê û li Kurdistana bakur bi hezaran kurdên misilman û elewî dibêjin ew ne kurd in, ew tirk in.
Miheqeq li Îranê, li Sûriyê û Îraqê jî hin kurd dibêjin ew kurd in, ew ereb û fars in.
Bêguman êzdiyên bixwzin kanin viya bikin û bibêjin ew ne kurd in. Ev biryara wan e, ew ji xwe ra zanin.
Lê kes nikane hemû êzdiyan ji kurdayetiyê derxe. Ev xayelekî vala ye. Kî çi propagandeyê bike jî êzdî ewê kurd bimînin.

Ez êşa dilê êzdiyan baş fam dikim, lê li gel vê jî propagandeya, ”êzdî ne kurd in” tiştekî pir şaş e û ji bo êzdiyan jî ne çareseriye.
Redkirina kurdayetiyê ewê rehetiyê û azadiyê nede êzdiyan, ewê halê wan, rewşa wan baştir neke…
Nuha ji ber ku kurd in, xwe kurd qebûl dikin baş xerab kurd, bi kêmanî piraniya kurdan li wan xwedî derdikevin, di rojên teng da diçin gazî û hawara wan, destê biratiyê û alîkariyê dirêjî wan dikin.
Lê gava êzdî pir giştî bibêjin ew ne kurd in, ew êzdî ne, bi dîtina min ev yek ji fayde û alîkariyê bêtir, ewê zirarê bide wan, wan bi tenê bihêle.
Yanî dibê ronakbîr, zana û rîsipîyên êzdiyan mesela redkirina kurdayetiyê hewqasî sivik û basît negirin û bi hestên însanan nelîzin, hiş û mejuyên însanan neçelqînin.
Netîceyên minaqaşe û propaganedeyên “êzdî ne kurd in” ya jî dibê ji kurdayetiyê derkevin ji kurdên musilmanan bêtir ewê zirarê bide êzdiyan bi xwe, gelşên heyî ewê zêdetir bike.
Li Şengalê musilmanan zulmeke pir mezin li êdiyan kirin. Tiştê anîn serê êzdiyan barbarî û ne însanî û qetlîam bû.
Vê qetlîama hovana êzdî pir êşandin. Ez viya û êşa dilê êzdiyan fam dikim û wek kurdekî ez jî di dilê xwe da his dikim. Ji bûyerên qewimîn wek kurdekî şerm dikim.
Rast e, di qetlîama Şengalê da hin kurdên nêzî Daîşê, cahil, nezan û ji hestenên netewî bêpar jî bi êzdiyan ra bêbextî kirin, tevî êrîşên dijmin bûn ya jî li hemberî qetlîamê bêdeng man. Ev jî rast e û vê yekê dilê hemû kurdan êşandiye.
Lê ji ber ku hin kurdên nezan û bêûjdan wiha kirine meriv ji kurdbûnê dernakeve.
Wê demê kî li kê neheqiyê, zulmê bike dibê yê bi heq ji kurdayetiyê derkeve. Ev ne tu rê û ne çaresrî ye.
Ji dêlî wê, dibê meriv van kurdên nezan û fanatîk şiyar bike, di nava civatê da kultureke demokrat û  medenî belav bike.
Lê li alî din hemû kurd ne wek wan kurdên Daîşê, îslamî, nezan û xayin in.
Piraniya kurdan êzdiyan wek birayên xwe, wek ferdên ji qewmê xwe dibînin û bi qasî êzdiyan dilê wan jî dişewite.
Heta nuha bi hezaran pêşmerge û gerîlla di ber Şengalê û êzdiyan da, ji bo azadkirna canên xwe feda kirine û hîn jî ewê bikevin.
Piştî qetlîama Şengalê bi hezaran kurdên bakur deriyên mala xwe ji êzdiyan ra vekirin û destê biratiyê dirêjî wan kirin.
Dibê ev yek jî were dîtin û teqdîr kirin. Ev alîkarî bi saya hestên netewî û mensûbiyeta netewî dibe.
Ji ber ku êzdî kurd in dilê kurdan ji bo wan dişewte û piraniya kurdan li gorî îmkanên xwe çûn hawara wan.
Ya din kurdên li Şengalê bi êziyan ra bêbextî kirin û bi Daîşiyan ra êrîşî wan kirin, kanin êrîşî her kurdê ne ji xwe, kurdên çep, komunîst, ataîst û humoseksul jî bikin.
Em dibînin kurdên îslamî û nêzî Daîşê, yên Huda-Parê PKKê û kurdên elewî jî dijminên xwe dibînin, her roj êrîşî wna jî dikin, wan jî dikujin, qetla wan jî helal dibînin.
Kurdên li Şengalê malên êzdiyan talan kirin û bûn alîkarên Daîşê,  wek min got ji hemû kurdên çep, komunîst û ataîst jî nefret dikin, wan jî wek dijminên xwe dibînin û heger ji destê wan were tiştê anîn serê êzdiyan ewê bînin serê van kurdan jî.
Îcar ji ber ku kurdên Daîşê û îslamî êrîşî me dikin, me ji xwe nabînin ma qey emê ji kurdayetiyê derkevin?
Sûc ne yê kurdayetiyê yê însên e. Bi milyonan însanên me cahil, nezan û fanatîk in, dibê em vê rewşê biguherin. Yanî ev meseleyeke îdeolojîk e û gelşeke civaka kurd  ya mezin e.
Qismekî însanên me hîn medenî nebûne, hîn di bin tesîra neyarên xwe da ne. Lema jî neyartiya qewmê xwe, neyartiya merivên ji qewmê xwe dikin.
Ma bi hezaran qorîcî û cahşên bi dewletê ra îro li hemberî kurdan şer nakin, her roj zarokên kurdan nakujin?
Bêguman dikin û qet nafikrin kî çi ye…
Heger ji destê kurdên Daîşê û Huda-Parê were ewê hemû kurdên ne ji xwe qetil bikin. Û ji xwe li Îraqê, li Sûriyê he roj serê pêşmergeyan bi ”Elah û ekber” jê dikin.
Ji xwe Daîşê êrîşê êzdiyan tenê nekir, êrîşî kurdên misilman jî kir, bi hezaran kurdên misilman jî li Kobanê, li Helebê, li Hesekê û li gelek herêm din kuştin û hîn jî dikujin. Mal û milkên kurdên misilman jî talan kirin.
Ji ber ku ew kurd bûn.
Şerê îro li herêmê ereb û tirk li hemberî kurdan dimeşînin ne şerekî dînî ye, şerekî li ser axê ye, li ser Kurdistanê ye; şerekî li hemberî miletê kurd e.
Çi misilman, çi elewî û çi jî êzdî ji bo neyarên me yên ereb û tirk qet ferq nake. Kî doza kurd û Kurdistanê bike Daîş û Tirkiyê wan neyarê xwe dibînin û dikujin.
Yanî êzdiyên Şengalê ne êzdî, misilman bûna jî çeteyên Daîşî û dewleta tirk kêm zêde ewê eynî tişt bianiya serê wan. Wek li Kobanê, li Serê Kaniyê anî serê kurdên misilman.
Miletê kurd bi hemû dîn, mezheb û pêkhateyên xwe di bin êrîşeke mezin da ye. Reva ji kurdayetiyê, înkara aîdiyeta netewî him ne rast e, ne exalqî ye û him jî ne çareserîye. Roj roja hevkariyê û yekîtiya netewî ye. Ancax yekîtiya me bi me ra bibe alîkar û me ji binê vê zulmê xelas bike…





26 augusti 2016

Bingeha Daîşê li Tirkiyê ye...


Nûnerê Sûriyê yê Neteweyên Yekbûyî Beşar Caferî, li ser têkiliyên Tirkiyê û Daîşê çend gotinên xweş û di cî da kirine. Beşar Caferî li ser îşxala Tirkiyê ya Cerablûsê gotiye:
”Bingeha Daîşê li Tirkiyê ye. Tirkiye çawa kane bibêje li Cerablûsê ew bi Daîşê ra şer dike?
Tirkiyê bi xwe îzin da avabûna Dîşê, ji bo pêşketina Daîşê alîkarî pê ra kir, bi hezaran wasiteyên Toyota û marqeyên bi sîlehan rapêça û dan Daîşê. Ji Ukranyayê, Xirwatîstanê, Bûlgaryayê û ji welatên din ji bo kirîna sîlehan ji welatên Kendavê pere girt….”
Mêrik rast gotiye, her kes zane Tirkiyê Daîş çêkir û heta nuha alîkariyê pê ra dike
Lê dinya bênamûs e, kes tiştekî nabêje.
Tirkiyê hemû qatil û serokên Artêşa Sûriya Azad(OSO bêslî kir û bera canê dinyayê da...
Îcar ev dewlet ewê li Cerablûsê şerê Daîşê bike?
Çima diherin Cerablûsê, bira li Tirkiyê wan bigrin, alîkariyê pê ra nekin û qetlê pê nedin kirin.

XXX
Tirkiyê berî ”îşxalê”, yanî berî dewr û teslîma Cerablûsê ji Daîşê di bin ra, bi dizî alîkariya Daîşê dikir.
Lê piştî ”îşxalê” ne alîkariyê tenê, êdî vekirî, mil bi mil bi çeteyên Daîşê ra li hemberî YPGê şer dikin.
Ji ber ku Tirkiyê alîkariya bi dizî, piştî girtina Cerablûsê bi hokuspokusekê û helbet bi destûra Rûsya û Emerîkayê eşkere û legalîze kir.
Tenê navê Daîşê guhertin, kirin Artêşa Azad ya Sûriyê.
Nav cihê ye, lê çete her eynî çete ne.
Belkî bi xwe ra hinek çeteyên nuh jî ji bo alîkarî biribin ji Daîşê ra. Çimkî di bin destê Tirkiyê da çete pir in.

XXX

Ji bo kurdekî li vê dinyayê karê herî zor û zahmet siyaset e.
Ez gelek caran têm nuxteya dev ji siyasetê û nivîsên siyasî berdim lê bi xwe nikanim, xîreta min, ûjdanê min qebûl nake...
Lê derdê cahil û nezanan jî nayê kişandin...

25 augusti 2016

Yê ji kurdan alîkariyê bixwaze dibê yekîtiya wan biparêze



Li ser îşxala do ya bajarê Cerablûsê û mîzansena, dewr û teslîma nabêna Daîşê û arêşa tirk da, KCKê îro beyanek bealv kiriye û gotiye êrîşa artêşa tirk ya ser Rojava, êrîşeke ser hemû kurda ye, lema jî dibê hemû kurd wek dema Kobanê hêzên xwe bikin yek û bi hev ra li dijî vê êrîşê derkevin.
KCKê bi kurtî wiha gotiye:
” Li hemberî vê êrîşê dibê hemû kurd û hemû hêzên demokrasiyê werin ba hev. Dibê kurd vê êrîşê ne li hemberî kurdên Rojava tenê, li hemberî hemû kurdan bibînin. Û yekîtiya xwe xurt bikin, helwesteke hevpar nîşan bidin û têkevin nava micadelê. Gelê kurd û hêzên demokrasiyê, çawa ku li hemberî êrîşên li dijî Rojava û Kobanê hêza xwe kirin yek û micadele dan, li hemberî vê êrîşê jî dibê li her derê hêzên xwe bikin yek û micadelê bi pêş xin.”
Tespîteke rast û daxwazeke di cî da ye.
Bi rastî jî dewleta tirk neyarê hemû kurda ye û naxwaze kurd li tu beşekî Kurdistanê bibin xwedî maf.
Îspata vê jî ev êrîşa wab ya ser YPGê û ev îşxala waan ya Cerbrûsê ye. Mêrikan qebûl nakin li welatekï din jî kurd bibin xwedï maf.
Dewleta nehêle kurdên welatekî din, kurdên Rojava ji bindestiyê xelas bibin û bibin xwedî mafên netewî, bêguman li Bakur û li dereke din jî ewê nexwaze û nehêle.
Ev rast e.
Lê ez bi qurban, madem ev êrîşa dewleta tirk ya ser Cerablûsê êrîseke ser hemû kurdaye û hûn dixwazin hemû kurd hêzên xwe bikin yek û herin gazî û hawara kurdên Rojava, wê demê çima di rojên fire da hûn viya nabêjin?
Wê demê çima hûn nahêlin pêşmergeyên Rojava û ENKSê derbasî Rojava bibin?
Çima hûn bi wan ra û bi kurdên din ra hevkariyê nakin û cepheyeke netewî ava nakin?
Heger bi rastî hûn dixwazin kurd bi hev ra li dijî êrîşên Tirkiyê derklevin, wê demê cepheyeke netewî ava bikin, wê demê bihêlin bira kurdên din jî li welatê xwe micadleê bidin
Gava hûn dikevin tengasiyê hûn ji kurdan alîkariyê dixwazin, lê gava hûn derdikevin dûzê, firêqetiyê hûn kesî ne nas dikin û ne jî qebûl dikin.
Hûn dibêjin em û em…
Heger hûn di vê gotina xwe da cidî û ji dil in, wê gavê wek we bi ereb û tirkmenan ra kiriye, bi kurdan ra jî hêzên xwe bikin yek, cepheyeke netewî ava bikin û bi hev ra wealtê xwe biparêzin.
Ne ku roja serê we ket tengasiyê gaziyên wiha li kurdan bikin û gava îşê we qediya kurdan ji xwe dûr xin…
Lema jî ne tenê li hemberî vê êrîşa tirkan, ji bo cepheyeke netewî dibê hûn bangî kurdan kin û bibêjin werin em li hembrî neyarên xwe hêzên xwe bikin yek.
Siyaseta rast û netewî ev e, kurd viya ji we dipên û viya ji we hêvî dikin


Heta em nebin yek halê me ewê tim ev hal be

Hin kurd dibêjin Emerîkayê dîsa kurd firotin.
Rûsyayê kurd pir erzan firot, filan û bîvan.
Birayên ezîz, serdest her tim kanin bindestan bifroşin.
Ji bo ku xelk nikanibe me bifroşe dibê em tiştek bin, em kurd ne tiştek in. Yanî em ne ew hêza ku Emerîka û Rûsya zêde hesabê me bikin
Dewlet, gava kara wan tê da hebe, her tim kanin bi kesên bêdewlet ra bêbextiyê bikin û wan bifroşin.
Dinya wiha ye, her kes li kara xwe difikire…
Ji ber ku kesên wek me kurdan bindest û bêdewlet, gava dewleteke bi wan ra bêbextiyê dike, nikane tiştekî bi wê dewletê bike, nikane zirarekê bidê.
Dewlet viya zanin, lema jî her dewlet pir bi rehetî bi kurdan ra bêbextiyê dike, soz û qerarên xwe nayne cî û di roja herî teng da wan li ser piştê li erdê dixe.
Ev yek îro jî kane wiha bibe…
Çimkî zanin tu bedelekî vê îxaneta wan tuneye; ji ber ku zanin kurd nikanin tiştekî bi wan bikin.
Dibê em vê rastiyê bizanibin.
Emerîka jî û Rûsya jî her tim kanin li Sûriyê dev ji ”alîkariya” kurdan berdin û hemû şert û daxwazên Tirkiyê qebûl bikin.
Ji ber ku ji bo Emerîkam û Rûsyayê alîkariya bi kurdan ra mesela kar û zirarê ye, ne meseleyeke exlaqî û hevpeymaniyê ye.
Di vir da îxanet û dostayî, firotin û nefirotin hemû girêdayî exlaq û merhameta wan e.
Û em zanin gelekên caran, gava hewece be dewlet exlaq jî, merhametê jî û ûjdan jî didin aliyekî û li gorî berjewendiyên xwe hereket dikin.
Di normalê da ferdên miletê bêkes ji hev hez dikin, pişta hev digrin. Mesela cihûyên/yahûdiyên hemû dinyayê berî ku bibin dewlet ji hev hez dikirin, alîkariya hev dikirin, xêra hev dixwestin, qet neyartiya hev nedikrin.
Û nuha jî wisa ye, nuha jî cihû ebeden dijminatiya hev nakin, ji hev hez dikin û li ku bin jî tim yekîtiya wan heye.
Lê em kurd ne wisa ne. Li gel ku em bêkes in, bêdewlet in, her kes bêbextiyê bi me ra dike, me di nîvê rê da dihêle, lê em dîsa jî biaqil nabin û yekîtiya xwe çênakin.
Hîn jî bi hezaran kurdên xwefiroş gav û saetê derdikevin telewîzyonan û dixwazin Tirkiye Kurdistana rojava îşxala bike û pişta PYDê bişkîne ji bo ku li Sûriyê dewleteke kurd ava nebe. Wek kurd viya di telewîznên tirk da eşkere dibêjin.
Yanî ne dewleta me heye û ne jî yekîtiya me. Lema jî kes ji me natirse û Emerîka jî û Rûsya jî kanin me li ser pişê bixînin û bi me ra bëbxtiyê bikin.

XXX
Artêşa tirk êrîşî hin gundên Minbicê kirin.
Tirkiyê bi hokuspokusekê Cerablûs ji çeteyên xwe yên Daîşê dewr û teslîm girt û dû ra jî dest bi êrîşan kir.
Tiştê kêm di telewîzyonan da merasima dewr û teslîmê nehat weşandin.
Li gorî xeberên ji herêmê tên rev û paşdavekişîna Daîşê ji bin da vir e. Qismekî wan li ser daxwaza Erdogan ji bo îstirehetê çûbin Tirkiyê jî lê qismê din tebdîlî qiyafet kirine.
Yanî Tirkiyê kinc û unîformeyên çeteyên Daîşê yên reş guhertine û paçekî kesk û paçekî sor bi milên wan ve girê dane.
Û bi vî hawî çeteyên Daîşê bi hukuspokusekê bûne Artêşa Sûriyê ya Azad.
Yanî li ortê tu şer merê bi Daîşê ra tuneye, hemû vir in. Armanc wan rê li ber pêşketinên kurdan û YPGê û Hêzên Sûriya demaokratîk bigrin.
Ji bo ku Kobanê û Efrîn negihîjin û YPG Daîşê ji wê herêmê dernexe, Tirkiyê xwe ji Daîşê ra kir mertal. Ji xwe navê êrîşa xwe jî kirine ”Mertalê Ferêt”!


24 augusti 2016

Tirkiye li Cerablûsê çû gaziya Daîşê


Li gor medyaya tirk dinivîse, leşkerên tirk bi çekên giran û wesaîtên zirxî vê sibehê sînorê Sûriyê derbas kirin û li Cerablûsê çûn gazî û hawara Daîşê û xwe ji Daîşê ra kirin mertal. Helbet bi destûra Emerîka û Rûsya yê. Heger Emerîka û Rûsyayê destûr neda, leşkerên tirk nikanîbûn buhostekê jî têkevin nav aa Sûriyê. Yanî tirk vê tiyatroyê bi destûra Emerîka û Rûsyayê dilîzin. Carê dibê ev were zanîn.
Ji bo ku ji Daîşê ra bibin mertal, navê êrîşa xwe jî kirine "Mertalê Ferêt".
Wek tê zanîn ev çend roj in hêzên kurd Cereblûs dorpêç kirine û li gorî xeberên ji herêmê dihatin bajar li ber ketinêbû.
Çeteyên Daîşê peyderpey bajar terk dikirin û direviyan Tirkiyê.
Diyar e berî ku bajar bikeve destê YPGê û hêzên kurd, Erdogan emrê operasyona Cerablêsê da artêşê, ji bo ku herin Daîşê biparêzin.
Û ev êrîşa Tirkiyê ser YPGê û Cerablûsê nîşan dide ku Daîş yekîneyeke girêdayî artêşa Tirkiyê ye û gava li hemberî kurdan dikeve tengasiyê Tirkiye tavilê dibeze hawara wê…
Lema jî şerê Tirkiyê li hemberî Daîşê vireke mezin e, belkî dixwazin nobetê ji Daîşê dewir bigrin.
Lê ne tenê şer derew e, paşda vekişnadina Daîşê jî vir e.
Li gorî xeberên ji herêmê tên Tirkiyê tenê kinc û navê çeteyên Daîşê guhert. Berê Daîşê bû, nuha nevekî din, navê ordiya azad ya Sûriyê  li wan kir.
Yanî hemû lîstik  û tiyatroya Erdogan e. Û Emerîka û Rûsya jî vê lîstika Tirkiyê baş zanin lê dengê xwe nakin.
Bi kurtî  ji bo ku kurd li Sûriyê jî wek kurdên başûr nebin xwedî maf û statuyeke netewî, Tirkiye amadeye her tiştî bike, bi hezaran kurdî bikuje.
Meriv kane bibêje bi vê êrîşa ser hêzên kurd û îşxala Cerablûsê, Tirkiyê li heberî miletê kurd îro şerekî mezin îlan kir.
Ev şer ewê heta ku here û li ku bisekine nuha ne diyar e. Lê kane bipijiqeTirkiyê jî bibe û bibe sebebê şerekî navxwe û perçûebûna Tirkiyê û azadiya kurdan; ya jî felaketa kurdan...
Wek tê zanîn Erdogan gotibû ji ber ku wan hîşt kurd li başûr bibin xwedî maf û ”bakurê Îraqê çê bibe”, wan şasiyeke pir mezin kir. Li Sûriyê ewê şaşiyeke wer nekin û nehêlin kurd bibin xwedî dewlet û Kurdistaneke din jî çê bibe…
Yanî tirk dixwazin rê li br azadiya kurdan û çêbûna Kurddistanê bigrin…

Mirîdên siyasî ji mirîdên şêxan xerabtir in

Do ji ber ku di hevdîtina serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî û serokkomarê Tirkiyê Erdogan da ala kurd tunebû, min ev nîjadperestiya Erdogan rexne kir, min got ev zorbatî ye, irqçît û neyartiya kurda ye.
Û serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî rexne kir, ji ber ku ev heqaret û zorbatiya Erdogan qebûl kir. Min ji Barzanî ra tiştekî xerab û ne li rê negotiye. Bileks min ev şêla Erdogan li hemberî wî wek heqaretekê dît û lema jî rexne kir.
Ji ber ku Meseûd Barzanî serokê Kurdistana Federe ye, ev statuya wî di qanûna esasî ya Îraqê da jî heye û dewleta Îraqê û hemû dinyayî jî wî wek serokê Kurdistanê qebûl dike.
Tenê Erdogan qebûl nake.
Erdoga, serokê filisîniyan Mahmûd Ebbas wek serok qebûl dike û di serdana wî da ala filistîn li kêlek ala tirk hildide.
Lê serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî wek serok qebûl nake û lema jî di serdanê da ala kurdjî qebûl nekir.
Min ev irqçîtiya Erdogan rexne kir.
Ji dêlî ku her kurd jî wek min vê şêla Erdogan ya irqçî û antî kurd rexne bikin, ji do da ye êrîşî min dikin. Tew hinek peyvên ne xweş ji min ra dibêjin û bi kibarî min tehdît dikin…
Heft xwezî bi apociyan. Di minaqeşeyên wiha da meriv dibîne bê apocî li gorî vanên din çiqasî bînfireh û demokrat in…
Demokrasî, azadiya fikrî bi gotinê nabe, di rojên wiha da meriv dibîne kî çiqas demokrat e…
Hevalbendiyê, siyaseta terefgîr hiş ji serê însanan biriye…

Hin kes dibêjin efendim ez şaş im, di rexneya xwe xwe da neheq in, ji dîplomasiyê tiştekî fam nakim…
Em ferz bikin ez şaş im û neheq im.
Em ferz bikin ez ji dîplomasiyê fam nakim.
Lê bi vê rexneya min ya "şaş" û "neheq" dinya xera nebû, min rê li ber avabûna Kurdistanê negirt. Min têkiliyê serok Barzanî yên bi Tirkiyê ra sabote nekir.
Min li kesî heqaret nekiriye û gotineke tahl jî negotiye.
Min fikirê xwe gotiye, min gotiye dibê serok Barzanî tunebûna ala kurd qebûl nekira. Hûn normal dibînin, lê ez nabînim, ez wek teslîmiyetê dibînim.
Ma ev gotin sûc e ?
Ma serok Barzanî tabû ye, dibê kes wî rexne neke? Serok Barzanî çi bike dibê meriv tim jê ra li çepikan xe?
Ma hûn viya dixwazin?
Kî çi dike bira bike lê ez fikrê xwe dibêjim. Mimkûn e fikrê min ne rast be. Lê dibê azadiya fikrê ne rast, fikrê şaş jî hebe...

23 augusti 2016

Tirkan dîsa dest bi derewên bi boçik û bi fêlbaziyên xwe kirin


Ji bo êrişkirina ser YPGê û îşxalkirina hin herêmên Kurdistana rojava tirkan dîsa dest bi bêbextiyan û derewan kirin. Xwedêgiravî Daîş topan davêje ji Karkamîşê da.
Xwe ji Xwedê dikin, ruyê xwe reş dikin, derewan, buhtanan li Daîşê dikin.
Tiştê dibêjin hemû derew in.
Daîşê teqteqokek jî bera wan nedaye.
YPGê xîçek jî navêtiye ji wan da.
Topên hatine avêtin ya wan bi xwe avêtiye ji xwe da ya jî li ser daxwaza wan Daîş avêtiye.
Ji bo ku êrîşî kurdan û YPGê bikin derewan li hev radigirin. Bextê xwe davêjin.
Ji xwe bi siyasetmedarên tirk ra, bi birêvebirên dewletê û hukûmetê ra bext û exlaq tuneye.
Hemû mîtoman û bêexlaq in. Hemû faşîst in.
Ev segbavên faşîst dev ji kurdan bernadin, xwîna xwe kirine çavên xwe, bûne xwîna kera reş.
Nahêlin kurd li Sûriyê ji bindestiyê xelas bibin.
Kurdan mecbûrî şerekî mezin dikin.
Çavê wan me dibire, zanin em bêkes in lema vê zulmê li me dikin, lema nahêlin kurd rojekê bikenin.
Diyar e ji bo êrişê ji rûsan û Esed destûr girtine. Lema jî li ciyê rehetiyê bela xwe di kurdan didin, gund û bajarên kurdan topbaran dikin.


XXX
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, dîsa teslîmî zorbatî û irqçîtiya Erdogan bû.
Serokê Kurdistana Federe Mesûd Barzanî, îro li Anqerê dîsa ji ber Erdogan daxwar, dîsa zorbatî û bêhurmetiya wî ya li hemberî xwe û gelê xwe qebûl kir û bêyî ala kurd, li ber du alên tirk bi Erdogoan ra derket hemberî kamareyan.
Ez vê irqçîtîya Erdogan û teslîmiyeta birêz Mesûd Barzanî bi şîdet protesto dikim…
Dixwazim gelek tiştên din jî bibêjim lê nabêjim. Ev bes e…

Linka hevdîtinê û ala tirk


Hin kurd bi rastî jî pir neyarên qewmê xwe ne


Bi rûdana hin bûyerên van demên dawî û felaketên tên serê kurdan ra meriv kurdên camêr, kurdên welatparêz û cahş û xulamên tirkan jî baştir nas dike.
Meriv dibîne kî çiqasî paqij û kurdperer e û kî jî çiqasî cahş û xulamê tirkan yê bi dil û can e; şelafekî Erdogan û dewleta tirk yê propfesyonel e…
Heta nuha gava mijar dihat ser zilam û hevkarên AKPê û dewleta tirk, tim navên Mîroglu, Ensarîoglu, Metîner, Kizilkaya, Mazhar Bagli û çend kesên wek wan dihat nitirandin; yanî van navan tim wek numûne û sembolên hevkarên dewleta tirk yên herî xerab dihatin nîşandan.
Lê do gava min çen deqîqeyan li Savcî Sayan û Çetîner Çetîn guhdarî kir, min dît ku ne wisa ye, rahme li gorra kefendiz, Ensarîoglu û Mîroglu li ba Savci Sayan û Çetîner Çetîn ez sond dixwim milyaket in, kurdperwer in...
Piştî ku min çend deqîqeyan li Savci Sayan, Çetîner Çetîn guhdarî kir madê min li hev ket, verşiya min hat, tehamulkirin ne mimkûn bû; ez ji ber kompîtorê rabûm….
Ez dibêjim şelafên(dalakavuxên)bêrûyên wek Savcî Sayan û Çetîner Çetîn di bin destê dewleta tirk da cahşên, ajan-provakatorên pir muhîm in…
Yê li Savcî Sayan û Çetîner Çetîn guhdarî nekiribe bira nebêje min li vê dinyayê şelaf û bêrû dîtiye…
Ez fam nakim meriv çawa kane hewqasî bi dil û can bibe neyarê qewmê xwe ?
Û hewqasî bi dil û can, bi heraret ji xulamtiya tirkan memnûn be û koletiya tirkan biparêze, şîrîn nîşan bide?
Bibêje tu kêmasiyeke kurdan tuneye, em dibin her tişt, her tiştê me heye…
Camêr carê fêrî bindestiyê û xulamtiyê bûye, serxwebûn, dewletbûn, azadî qet nayê bîrê. Dibêje dewlet min dike mamûr…
Ji bo karekî wiha dibê meriv pir bêşexsiyet û ji hemû hestên netewî û kurdayetiyê bêpar be…
Ji 15ê temûzê û vir da ye bi sedan şelaf û cahşên kurd di studyoyên telewîzyonan da li bin guhên hev dikvin.
Yên heta do li ber deriyên Gulen û telewîzyonên wî di dorê da bûn, îro bûne neyarên Gulen û îcar Erdogan bi asîmanan dixînin. Û ji bo ku eferimekê ji Erdogan bigrin ji tirkan bêtir êrîşî PKKê, HDPê û PYDê dikin, neheqî û xeteriyên PKKê yek bi yek rêz dikin…
Gava meriv bîstekê guh dide gotinên wan yên ser kurdan, ser PKKê, ser HDPê û ser Sûriyê û PYDê meriv şok dibe.
Meriv dibîne bi van cahş û zilamên dewletê tenê jî bimîne, ne li Tirkiyê û ne jî li Sûriyê kurd ewê zirnîqekî jî bi dest nexin.
Bi kêmanî ji bo ku kurd li Sûriyê nebin xwedî maf ji merivên dewletê, ji MHPê û AKPê bêtir êrîşî kurdan dikin.
Min Çetîner Çetîn(cend hebên din jî hene min navên wan ji bîr kir)nas nedikir, do min bîstekê lê guhdarî kir. Savcî Sayan jî hewitinê, yek ji yekî xerabtir e.
Xwezî min guhdarî nekira, xwezî ez rastî wan programan nehatama...
Ji bo îzahkirina namerdiya wan ez gotinê nabînim.
Ji ber ku meriv bi însanên wiha ra ji eynî qewmî ye meriv xeyalşikestî dibe, ji xwe şerm dike.
Ez naxwazim zû bi zû pesimîst û reşbîn bim, lê gava meriv her roj bi dehan, bi sedan cahşên wiha dibîne, gava meriv li Wanê, li Batmanê meşên girseyî yên bi alên tirk dibîne, ne mimkûn e ku meriv neheje û bêhîvî nebe.
Bi qenaeta min heta ku hewqas cahş di nava me da hebin, heta ku hewqas kurd xulamên dewleta tirk û neyarên gelê xwe bin serketina me, ez nabêjim ne mimkûn e, lê pir û pir zor e.
Meriv bi çavê serê xwe dibîne, deh qatê, sed qatê hêzên dewletê kurd bûne zilamên dewletê û li kuçe û kolanên bajarên Kurdistanê bi heraret alên tirk li ba dikin û dibêjin ”bimre kurd û Kurdistan” û ”bijî dewleta tirk, bijî bindestî û koletî!”
Diyar e ji bo ku meriv bêhêvî û xeyalşikestî nebe, ji bo ku hewqas kurdên xwefiroş nebîne, dibê meriv li telewîzyonên tirk qet temaşe neke.
Helbet ev yek realîteya mewcûd neguhere, lê bi kêmanî meriv hewqas kurdên namerd nabîne û pê naqehere, pê merezarî nabe, ji derd û qahra bêxîretan xew li meriv nagere…

XXX

Serokwezîrê Tirkyê Bînalî Yildirim gotiye,
”Emê ebeden qebûl nekin li Sûriyê kurd bibin xwedî statu. Dibê Sûriye perçe nebe û grûbek etnîk nebe xwedî avantaj.”
Yanî mêrik dibêje ewê nehêlin kurd li Sûriyê ji bindestiyê xelas bibin û bibin xwedî mafên netewî.
Her kurdê bi namûs û bi şerf, her kurdê xwe xulamê tirkan û neyarên kurdan nabîne dibê van gotinên Yildirim li hemberî xwe û hemû kurdan wek heqareteke mezin bibîne.
Çavsorî û heqareteke ji viya mezintir tuneye.Mêrik dibêje ne li Tirkiyê tenê, li Sûriyê jî dibê kurd kole bimînin.

22 augusti 2016

Irqçîtiyeke wiha barbar naziyan jî matmayî dihêle


Dijminatiya tirkan ya bi kurdan ra, kîn û nefreta wan ya ji kurdan dûrî aqilan e, ji nazîzmê jî gelkî wêdatir e., dibê navekî nuh li vê irqçîtiya tirkan were kirin.
Piştî qetlîama Dîlokê/Entabê, ji dêlî ku herin gaziya kurdan, bi sedan tirk wek gurên har bi hev ketine û bi tekbîr û ”alah û ekber” erîş birine ser taxên kurdan, gelek tax girtine eblûqayê.
Polîs û leşker jî li êrîşkaran temaşe dikin û ji êrîşkaran bêtir şêretan li kurdan dikin, êrîşî kurdan dikin.
Dîsa piştî qetlîamê bi sedan kes li ber nexwaşxaneyan civiyan e, rê girtine û êrîşî însanan kirine, ji bo ku kes neçe xwînê nede birîndaran.
Însan çawa kane hewqasî bêûjdan û zalim be, hewqasî bêmerhamet be? Hewqasî hov û ji hemû hestên însaniyetê bêpar be?
Ev barbarî, ev kîn û nefreta li hemberî miletê kurd ji faşîzmê jî û ji nazîzmê jî wêdatir e, nemiroviyeke dûrî aqilan e.
Merivên viya bikin kanin her qetlîamê û her wahşetê bikin.
Çimkî êdî ji însaniyetê derketine, bûne cinawir, bûne tebayekî hov…
Alên tirk di destên wan da, bi tekbîran û bi ”alah û ekber” rîşî ser goristanan jî kirine, nehîştine malbat miriyên xwe veşêrin.
Irqçîtiyeke wiha, faşîzim û nazîzmeke wiha, barbarî û wahşeteke wiha nehatiye dîtin. Aqilê meriv nagre, hewqas kîn û nefret çawa kane di dilê miletekî da kom bibe aqilê min nagre?

XXX
Li gorî alimên ereb jin ne însan e, heywaneke bi guhan e
Li gorî xebera sîteya Înternethaberê(heger ne derew be) alimên Siûdî gotine jin ne însan e, cinsekî heywanê bi guhan e.
Li Riyadê di panelekê da alimên Siûdî pisstî minaqesseyên dûr û dirêj gihîsstine wê netîceya ku jin ne însan e, cinsekî heywanên bi guhan in. Ji ber ku wek heywanên bi guhan, jin jî bi pêsîr in. Lema jî dibê meriv ne bi ccavên însên, bi ccavê deve û bizinan li jinan binêre û mafê wan jî dibê bi qasî yên bizin û deva be…
Li ruyê dinyayê tu milet wek ereban ne barbar, wahss, hov, neînsan û passdamayî ye. Dînê wan jî, kultura wan jî tam li gorî wan e, ji medeniyet û însaniyetê bêpar û ssusstî musstî ye.
Li gorî vê analojiyê ji ber ku peya(mêr, zilam)wek keran bi kîr in, yanî kîrê wan jî heye û kîrê keran jî heye, wê demê peya ker in.
Ev jî tê wê maneyê hemû zilamên ereb ker in û dibê meriv muamela kera bi wan ra bike.


Sibe ewê ji îro xerabtir be


Hinek dibêjin efendim heger wiha dom bike ewê li Tirkiyê şerekî navxwe derkeve.
Bi dîtina min ev saleke şerê navxwe dest pê kiriye.
Helbet Tirkiye û Kurdistan hîn nebûye Sûriye, lê hêdî hêdî ewê bibe.
Sûriye jî bi carê da nehet vî halî, li wir jî şer hêdî hêdî mezin û berfireh bû.
Tiştê li Tirkiyê dibe jî eynî ye…
Li Kurdistanê deh donzde bajar hatin wêrankirin.
Di van bajaran da 7-8 hezar însan hatine kuştin.
bi sedhezaran însan koçber bûn.
Ma ev ne herb e, ne şerê navxwe ye çi ye gelo?
Li seranserê Kurdistasnê rewşa awarta heye, carnan bi rojan nahêlin kes ji mala xwe derkeve.
Ji bo kurdan li tur derê ne ewlekariya can maye û ne jî ya mal, kes ji siberoja xwe ne ewle ye.
Kanûn manûn, ewlekarî tiştek nemaye, leşker û polîs çi bikin, kê bigrin serbest in.
Ma ev ne şerê navxwe ye çi ye ?
Di hemû telewîzyonên tirk da 24 saetan bi bêujdaniyeke mezin, ji naziyan jî xerabtir êrîşî kurdan dikin.
Kî devê xwe vedike kurdan, PKKê, HDPê wek nokerên Îsraîl û Emerîkayê nîşan dide, qetla kurdan hela dike.
Qetlîamên dewlet dike û dide kirn jî dikin hustuyê PKKê.
Bi sedan alim, profesor, dîndar, siyasetmedar, pispor bi bêûjdaniyeke mezin Daîşê û Cimatê dikin mutefikên PKKê û dibêjin vana bi hev ra dixebitin. Dibêjin belkî PKKê qetlîama Dîlokê/Entabê kiribe.
Yanî derew û bêbextiyên di heqê kurdan da dikin, kîn û nefreta di telewîzyona da li hemberî kurdan belav dikin derî aqilan e, meriv dibêje belkî li Tirkiyê însan nemane, her kes bûye faşîst, nazîst, wahşê dixwaze xwîna kurdan vexwe…
Tiştê meriv di telewîzyona da dibîne û di rojname û medyaya sosyal da dixwîne, beyanên siyasetmedaran meriv dibizîne, diqutifîne…
Meriv dibêje belkî li Tirkiyê tirkekî însan, tirkekî bi ûjdan, rastgo, ne nazîst, ne neyarê kurdan tuneye.
Her kes bi telaqreşiyeke mezin bûyeran, rastiyan belovacî dike û kurdan, PKKê, HDPê dike çavkaniya her xerabiyê.
Di îktîdara AKPê da me dît ku îslamîstên tirk di mesela kurda ne tenê ji kemalîstan, ji faşîst û nazîstan jî xerabtir in. Hemû Daîş in, kanin wek qatilên Daîşê serê her kurdî hilqetînin û xwîna kuran vexwin…
Gava dibe mesela kurd bi îslamiyên tirk ra ne ûjdan dimîne, ne jî exlaq û nej î însaniyet. Hemû dibin wampîr û irqçiyên bêemsal…
Ez tim dibêjim, heta Erdogan li ser hukim be aramî, îstîkrar, aştî nayê Tirkiyê, sibe ewê ji îro xerabtir be.
Heta Erdgoan li ser hukim be ewê tim li vir û li wir bombe biteqin û bi sedan însan werin kuştin.
Heta Erdogan li ser hukim be ji kurdan ra ebeden rehetî tuneye, geh bi navê FETO û geh jî bi navê Daîşê ewê kurdan her bide kuştin.

Yanî heta Erdogan li ser hukim be sibe ewê ji îro pir xerabtir be; ji me jî û ji bo tirrkan jî…

Bi derewan dinyayê dikin dijminên xwe

Li Tirkiyê her teşxeleyê, her tevliheviyê, her belayê, her bûyerê bi derve ve girê dididn, dibêjin tiliya derve tê da heye, Emerîka, Îsraîl, Ewrûpa me bera hev dide.
Ew van bûyeran derdixin…
Emerîka û Îsraîl van teqînan didin kirin.
Ew Daîşê û PKKê îdare dikin.
Emerîkayê Cimaet çêkiriye, ew li pişt darbeyê ye, ew Gulen îdare dike…
Yanî hemû gelşên Tirkyê bi zanetî, bi pîncî bi tiliyeke derve, bi Emerîka, Îsraîl û Ewrûpayê ve girê didin.
Wê demê tirk û kurd kêmaqil in, totikvala ne, zarok in. Lema jî xelk bi wan dilîze, wan bera hev dide, dike dijminên hev.
Helbet ev vireke tirkan ya bi boçik e.
Ji bo ku sûcê xwe veşêrin, terora xwe bidomînin bi virên wiha gel dixapînin, sûcên xwe bincil dikin, her kêmasiyê, her gelşê dixin hustuyê tiliyeke derve, ji bo ku xwe ji mesûliyetê, ji sûc bêrî bikin...
Di hemû kanalên telewîzyonan da bi hezaran ajan û merivên dewletê û hukûmetê vê vira tiliya derve dubare dikin.
Û dawiya dawî bi milyonan însan ji vê vira îktîdarê û siyasetmedaran bawer dikin.
Tiliya derve merve di bûyrên Tirkiyê da tuneye, her tiştî dewlet û hukûmet dike, her tişt di bin kontrola dewletê da dibe.
Qetlîama Dîlokê/Entabê jî bi agahiya dewletê hat kirin. Lema jî ewê kesî negrin. Lema jî Erdogan dibêje kane PKK, PYD û YPG be jî…
Yanî him kurdan didin kuştin û him jî dibêjin we xwe kuştiye. Yanî tinazê xwe bi me dikin.
Û gelek kurdên ruhê xwe bi çend qurişên pîs firotine dewletê ew jî di telewîzyona dewletê da vê bêûjdanî û bêbextiyê li kurdan dikin. Ji bo ku şopê ji ser dewletê wenda bikin…

21 augusti 2016

Qatilên îslamê li Entabê qetlîameke mezin kirin


Qatilên dewleta tirk yên  îslamî, faşîst û hovên neyarên kurdan û însaniyetê li Dîlokê/Entabê di dawetekê da qetlîameke pir mezin kirin, dîsa xwîna kurdan herikandin.
Dawet ya kurda ye û yên hatine kuştin jî hemû kal, pîr, jin û zarokên kurd in…
Li gorî xeberên medyayê di vê êrîşa çeteyên musilman û dewleta tirk da bi kêmanî 50 kes hatine kuştin bi sed kes jî birîndar in.
Yê însan be wahşeteke wiha nake…
Dewlet qetlîamê dixe hustuyê Daîşê, mimkûn e qatil yekî ji wan be. Lê qatil kî be û ji kê be jî merivê dewletê ye, tiliya MITê tê da heye. Daîş bêyî haya dewletê qetlîamên wiha nake.
Mehekê li dijî darbeyê li her dera Tirkiyê û Kurdistanê protestoyên mezin çêbûn, li yek derê jî teqînek çênebû. Lê di daweteke kurdan da ev qetlîam dibe.
Ev ne tesaduf e û nikane tesaduf be.
Ev barbarî û wahşeteke mezin e, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Yê însan be, ne cinawir be hovîtiyeke wiha nake.
Nalet li we û li dewleta li pişt we be !
Nalet li hemû neyarên kurdan be!
Wek her kurdî ez pir xemgîn im, bira serê malbatên kesên jiyana xwe wenda kirin sax be, Xwedê şîfayê bide biîndaran.

XXX
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, li ser qetlîama Dîlokê/Entabê li Stenbolê ji rojnamevanana ra gotiye:
”Terorîst yekî 12-14 salî ye. Ev kane rêxistina terorê ya FETO be, kane PKK be, kane Daîş be, kane PYD, YPG be…”
Yê bibêje PKKê, YPGê, PYDê jî kane ev qetlîam kiribe berî her tiştî merivekî pir bêûjdan, telaqreş, zalim û Xwedênenas e; ji hemû hêjayiyên însaniyetê bêpar e. Û heta tu bibêjî neyarê miletê kurd e. Lema jî dixwaze bi qetlîameke hewqasî mezin henekê xwe dike.
Û ya duyem jî tiliya wî û dewleta wî miheqeq di vê qetlîamê da heye, lema jî bûyerê wisa şêlû dike.
Daîş bi serê xwe, bêyî emrê dewletê qetlîamake wiha nake. Mehekê bi şev û roj li Tirkiyê û Kurdistanê protestoyên li dijî darbeya leşkerî çêbûn. Daîş li tu derê teqteqokek jî neteqand, neda teqandin.
Ji ber ku protestocî merivên dewletê û AKPê bûn, kurdên zilamên AKPê bûn. Meriv zirarê nade zilamên xwe, zilamên xwe nade kuştin.
Yanî ev yek ne tesaduf e, Daîş ne di bin kontrola dewletê da bûye ewê êrîşê wan jî bikira. Lê em dibînin Daîş yanî zilamên MITê êrîşî meş û zilamên AKPê nakin, tenê êrîşî kurdan dikin. Û lema jî Erdogan bi tevêkirina navên PKKê, PYD û YPGê qetlîamê şêlû dike, dixwaze şopê ji ser zilamên xwe wenda bike…


 XXX
Erdogan li dinyayê jî bûye gurê manco, navê wî li her derê tirs û xofê belav dike...
Xelk bi navê wî û bi kirinên wî hevûdu ditirsîne
Serokê Wenezulayê Nîcokas Maduro, gel û muxalefet bi Erdogan tirsandiye, gotiye:
”We dît li Tirkiyê çi bû. Heger muxalefet teşebusî darbeyekê bike, tiştê Erdogan kirin li ba tiştên ezê bikim ewê wek karê zarokan bimîne.”
Ê bavo wa ye Erdogan li dinyayê jî bûye wek gurê manco, xelk êdî bi navê wî, bi kirinên wî hev û du ditirsîne.
Bi Xwedê mêrik zû deng da, di demek nêz da dayik ewê zarokên xwe jî bi navê wî bitirsînin û têkin xew; ewê bibêjin ”zû rakevin Erdogan hat !!!”

20 augusti 2016

Dîsa Emerîka çû gaziya kurdan

Emerîka bi balafiran li Hesekê çû hawara kurdan. Li Kobanê û li Kurdistana başûr jî di roja herî teng da Emerîka çûbû gaziya kurdan.
Ev jî nîşan dide bêyî Emerîka îro kes ne dost û dilşewatê kurda ye.
Bi hêviya PKK, PYD viya fam bikin û têkiliyên xwe bi Emerîkayê ra xera nekin.
Ez dibêjim di êrîşa ser Hesekê da kane tiliya tirkan hebe. Erdogan kane di bin ra bi Sûriyê û Îranê ra li hev kiribe.
Û ji xwe zû dereng Erdogan ewê bi Esed û Îranê ra li hev bike û bi hev ra derkevin hemberî kurdan.
Lema jî dibê PYD nabêna xwe û Emerîkayê ebeden xera neke.
Bêyî alîkarî û dostayiya Emerîka kurd li tu beşekî Kurdistanê nikanin zora dijminên xwe bibin û bigihîjin azadiya xwe. Em mecbûr in siyaseteke li gorî vê rastiyê bimeşînin.
Dewletên dora me hemû dijmin in, ji me ra piştele xurt lazim e. Ev jî tenê kane Emerîka be.
Emerîka ne dost be Yekîtiya Ewrûpa jî ewê xwe nêzî me neke.
Rûsya dîwarekî zêde ne saxlem e ku meriv pişta xwe bispêrê...

XXX
Hukûmeta AKPê bi kîjan dewletê ra bibe dost jî û bibe dijmin jî ji ber mesela kurd e.
Do ji tirsa kurd ewê li Sûriyê bibin xwedî maf êrîşî Esed kirin, piştgirî dan Daîşê û hemû çeteyên îslamî, îro jî dîsa ji ber wê tirsê dixwazin bi Esed ra li hev werin.
Tirsa ewê Kurdistan çê bibe her bi her siyasetmedarê tirk ra bûye paranoya. Heta Kurdistan çênebe tirk ewê ji vê paranoyayê ebeden xelas nebin…

XXX
Zanîngeheke Emerîkayê li Kurdistana başûr li ser serxwebûnê anketek çêkiriye. Li gorî anketê ji sedî 82.3ê kurdan ray dane serxwebûnê.
Wê demê ji sedî 18ê kurdan hîn ji bindestiyê aciz nebûne. Meriv hêvî dike ji sedî 99.9 bigota em serxwebûnê dixwazin.
Heger li başûr ji sedî 82 be, li bakur tew belkî piranî bibêje em serxwebûnê naxwazin, em dixwazin bindest û xulamên tirkan bimînin.
Her tişt ji kurdan tê…


XXX
Erdogan heta nuha dinya li me kurdan kiribû zindan, lê wa ye tirk jî ketin halê me.
Êdî kes ji jiyana xwe ne ewle ye, tirs û xofeke mezin di dilê her tirkî da jî heye. Civata tirk serobinî hev bûye.
Her kes ditirse bi berbanga sibê ra polîs li deriyê wî xe...
Ji bo helandina kurdan Gulen xurt kirin, lê di netîceyê da Gulen bû Frankenstein û berê xwe da wan jî...
Rehetiya tirkan girêdayî azadiya me kurda ye, heta em kurd bindest bin, halê tirkan jî ewê tim ev halê perîşan û rezîl be...

19 augusti 2016

Ji bo serketinê îtîraz û berxwedan şert e


Statuya Şirnex û Culemêrgê nayê guhertin û herdu bajar jî wek berê wîlayet dimînin.
Meclîsa Tirkiyê do pêşniyazqanûna bira navên Şirnex û Culemêrgê(Hekarîyê) werin guhertin û herdu wîlayet jî bibin qeza(navçe) û Cizîr û Gewer jî bibin wîlayet ji nav pêşniyarê derxist yanî pêşniyar red kir.
Li gorî vê netîceyê Şirnex û Culemêrgê ewê dîsa wîlayet bimînin û navên wan jî neyên guhertin û Cizîr û Gewer jî wek berê dîsa qeza (navçe) bin.
Di esasê xwe da pir ne muhîm e dewleta tirk çi statuyê dide bajarên me û çi navî li wan dike.
Ji ber ku bajarên me di bin îşxalê da ne û ev yek derî îradeya me dibe.
Lê li gel vê jî tiştê hukûmeta AKPê kir bêhurmetiyeke mezin û heqareteke li hemû kurdan bû.
Çimkî bêyî ku bi nişteciyên wan bajaran bisêwirin û rayên wan bigrin, biryara guhertina statu û navên Culemêrgê û Şirnexê girtibûn.
Lema jî him nişteciyên van herdu bajaran û him jî kurdan reaksiyoneke mezin nîşan dan.
Û bi qasî xuya dike di deqîqeya dawî da protesto û reaksiyona kurdan netîce da, meclîsî pêsniyar red kir.
Helbet ev yek li ser daxwaza hukûmeta AKPê bû, heger hukûmetê gav paş da navêta pêşniyar ewê bihata qebûlkirin.
Netîce, ev jî nîşan dide bêdengneman, desthilanîn tim baş e, fereca xêrê ye…
Bi îhtîmakleke mezin nerazîbûn, rexne û nûzenûza kurdên dewletê û Erdogan jî pir hindik tesîreke li vê biryara hukûmetê û meclîsê kir.
Bi gotineke din ”tesîr” li Erdogan kir. Ji ber ku meclîs jî û hukûmet jî formalîte ye, nav e, her tişt Erdogan e. Ew çi bibêje meclîs û hukûmet wê dike.
Bi qasî ku min dît ji kurdên dewletê û zilamên Erdogan hinekan gotin guhertina nav û statuya Şirnex û Culemêrgê, bi taybetî jî ya Culemêrgê neheqî ye. Fena ku ev guhertin ne bi dilê wan be jî. Gotin em nikanin vê yekê biparêzin.
Yanî cergî ew bûne ”tajîyên” neyar ev cara pêşî ye ji kurdan ra nêçîrekê dikin.

XXX
Tirkiye bûye hêlîna îslamîst û mafîaya dinyayê
Di binê per û baskê îktîdara Erdogan da Tirkiye bûye hêlîna îslamîstên dinyayê û mafiya Kafkasan.
Ji terorîstên Daîşê bigre heta bi El Nusra, Îxwan û el Qaîdeyê û her babatê hêzên îslamî îro Tirkiye ji xwe ra kirine mekan, şargeh û paytext... Hema hema hemû serok û birêvebirên hêzên îslamîstan li Tirkiyê bicî bûne û kar û barên xwe, şerê sûriyê, Lîbyayê û Îraqê û ji Tirkiyê îdare dikin. Hemû li tirkiyê wek mîran dijîn.
Eynî tiştî meriv kane ji bo mafyaya azerî, çeçen, alban û ereban jî bibêje; wan jî Tirkiye ji xwe kirine war û paytext…
Îspata vê yekê do li Stenbolê kuştina mafîa Rovşen Caniyevê azerî ye. Mêrik bi salan e li Tirkiyê wek mîran di nava tucar û giregirên tirk û azerî da û li derên herî luks jiya ye.
Heta nuha digotin hatiye kuştin, lê do derket ortê ku mêrik nemiriye, li derên herî luks dijî û hevalên wî jî dewletiyên pir mezin in...
Bi xêra îktîdara AKPê Tirkiye ne tenê bû paytexta terorîstên îslamî, her wisa bû hêlîna mafîaya dinyayê jî...


18 augusti 2016

Li Tirkiyê kurd di bin zulmeke mezin da ne

Kurd li Tirkiyê di bin teror û zulmeke pir mezin da ne. Li seranserê Kurdistanê rewş pir xerab e.
Nuha qismekî tirkan jî ji vê terora Erdogan û rejîma wî nesîbên xwe digrin.
Dewletê dinya li kurdan kiriye zindan, Kurdistan bûye girtîgeheke mezin.
Însan bêhêvî û bêçare ne, di dilê her kesî da tirs û xofeke mezin heye, kes ji siberoja xwe ne bawer e. Ne garantiya mal û ne jî ya can maye, hertişt kane were srê her kesî.
Polîs bi berbangê ra kane bavêje ser mala her kesî, her kesî bigre û dest deyne ser hemû mal û milkên wî.
Rewşeke wiha bi xof, bêqnûn li Tirkiyê qet nehatiye dîtin.
Kes bi dilekî rehet bi şev serê xwe nade ser balgiyê xwe. Dewlet bûye wek rêxistineke mafîa û tirs û xofê tixe dilê her kesî…
Ev yek ne ji ber dîktatorî, zalimî û faşîstî Erdogan û rejîma wî tenê ye, kurdên dewletê û zilamên Erdogan jî bi qasî dewletê sûcdar in.
Dewlet ji bêdengiya wan cesaretê digre.

XXX

Hukûmeta AKPê destûr neda sempozyûma ewê di rojên pêş da li Bedlîsê bi navê "Li bajarên kurdan ziman, perwerde û zanîngeh” çê bibe.
Kesên wek Prof. Dr. Kadri Yildirim, Prof. Dr. Hamit Bozarslan, Prof. Dr. Celîle Celîl û sosyolog Îsmaîl Beşîkçî ewê beşdarî sempozyumê bibûna.
Dewleta sempozyûma Beşîkçî û Dr. Hamit Bozarslan yasax bike di rojên pêş da tiştê yasax neke tuneye.
Bi vê yasaxê hukûmeta AKPê nêta xwe û diranê xwe baş nîşanî kurdan da

17 augusti 2016

Aliyên înternetê yên baş û xerab


Bi pêşketina û belavbûna teknolojiyê ra him li welatê me û him jî li dinyayê kesên înternetê, medyaya sosyal bikar tînin roj bi roj zêde dibin.
Helbet gelek feydeyên medyaya sosyal hene, bi saya vê teknîkê, vê tora medyayê însanan gelek îmkanên memezin bi dest xistine. Medyaya sosyal dinya pir biçûk kiriye, hewqas biçûk kiriye, kiriye qutiyek biçûk û daye ber meriv.
Di ekrana vê qutîka biçûk da meriv kane hema hema xwe bigihîne hemû çavkaniyên xeberan û medyaya cîhanê, hemû kitêbxaneyên dinyayê, hemû rojname û telewîzyonên dinyayê.
Yanî vê teknolojiya nuh, înternetê, medyaya sosyal jiyana însên ji kok da guhert, xizmet û îmkanên bêsînor da însanan.
Lê li alî din, gava internet, medyata sosyal rast neyê bikaranîn, gelek zirarên  wê jî hene.
Ezê dixwazin li ser zirara internetê, medyaya sosyal ya herî bêtir me kurdan eleqedar dike û bi rastî jî carnan zirareke pir mezin dide me çend gotinan bibêjim.
Ew jî belavkirina înformasyon û xeberên ne rast û derewan e, yanî belavkirina dezînformasyonê ye.
Di nava kurdan da her roj belkî bi sedan xeberên bêbingeh, vir û dezînformasyon tên belavkirin.
Her roj bi hezaran însan bêyî ku nasnameyên wan yên yarastîn werin naskirin, bêyî ku meriv bizane kî ne, ajan in ya jî kurdên fikrên xwe dibêjin her virê, her xebera bêbingeh belav dikin.
Hinek xwe wek dost, heval û dilxwazên PKKê û PYDê nîşan didin û êrîşê PDKê û Barzanî dikin û hinek jî xwe wek dost û hevalên PDKê û Barzanî nîşan didin û bi vê maskeyê êrîşî PKKê û PYDê dikin.
Bi van fêsadî û carnan jî dezînformasyonên xwe kurdan ji hev sar dikin û zirarên mezin didin yekîtiya kurdan.
Di profîlên xwe da bi piranî rismên serok û şehîdekî, ala kurd û navekî sexte bi kar tînin. Ya rismê gerîlayekî şehîd e ya ala Kurdistanê ye ya jî rismê Mele Mistefa Barzanî û Mesûd Barzanî ye.
Bi vî hewaî meriv nizane yê di pişt risim da kî ye, kurd e ya tirk e, dost e ya dijmin e?
Nêta kê paqij e, kî ajan e, kî ji bo fêsadî û gelaciyê xeberên vir belav dike ne xuya ye.
Ji ber ku nav ne rast û risim ne yê wî/wê ye.
Û di bin vê maskeyê da hinek xwe dikin dostên PKKê û PYDê û êrîşî PDKê û Barzanî dikin û hinek jî xwe dikin dostê PDKê û Barzanî û êrîşî PKKê û PYDê dikin û di heqê vê partiyê û wê partiyê da xeberên ne rast, xeberên vir belav dikin.
Û gelek kes jî bêyî ku bi dû çavkaniyê kevin ji van xeberan bawer dikin û ew jî van derewan belav dikin.
Û gelek kes jî ji dilekî paqij ji van derewan, fêsadiyan bawer dikin û aciya xwe nîşan didin û îcar ew êrîşî aliyê din dikin.
Bi vî rengî fêsadek, provakatorek, zilamekî dijmin bi dereweke di heqê partiyeke kurd û serokekî kurd da bi hezaran kurdan proveqe dike, berra hev dide, dibe sebebê nerindî û tahrîbatên mezin.
Lema jî dibê meriv ji her xebera di medyaya sosyal da belav dibe zû bi zû bawer neke û tavilê belav neke, tavilê reaksiyonê nîşan nede, bikole, li çavkaniyê bigre.
Em zanin dijminên me pir in û ji bo ku hêzên kurdan berra hev bidin bi şev û roj wer li ser kar in.
Bi kurtî înternetê, medyaya sosyal  gelek îmkanên baş û mezin daye me  kurdan jî. Bi saya medyaya sosyal kurd  tavilê ji her bûyera li her quncikê Kurdistanê agahdar dibin û têkiliyê bi hev ra datînin, fikirên hev fêr dibin, ji hev haydar dibin.
Vana hemû îmkanên baş in.
Lê li alî din wek min li jor got, gelek merivên fesad, gelac, nerind û xêrnexwazên kurdan bi belavkirina hin xeberên vir û nerast kurdan berra hev didin, dibin sebebê gelek nerindiyên mezin.
Lema jî dibê meriv hebekî şiyar be û ji her xebera di medyaya sosyal da belav dibe bawer neke, hinekî bi temkîn û bi îhtîyat herket bike…

Her kesê dost xuya dike ne dost e, ”moza hingiv di dev da di boçika wê da derzî heye…”

Nuha jî dora kurda ye


Hukûmeta AKPê hêdî hêdî berê xwe dide kurdan û xebatên wan yên demokratîk.
Diyar e nuha jî dora tasfiyekirina kurda ye…
Walîyê Diyarbekrê Huseyin Aksoy, hemû civîn û xwepêşandan, daxuyanîyên çapemenîyê û meş qedexe kirin.
Ez dibêjim ev destpêk e, yasaxên wiha di rojên pêş da ewê zêde bibin.
Li alî din mehkemeyeke Stenbolê jî rojnameya Ozgur Gundemê jî girt.
Ewê hîn gelekan bigrin.
Di nivîsa xwe ya pa piştî darbeya 15ê temûzê da min got, nuha hedef Gulen medyaya wî ye.
Lê piştî ku îşê cimatê biqedînin ewê berê xwe bidin kurdan. Wa ye li Diyarbekrê dest pê kirin.
Nuha şerê Erdogan û Gulen hinekî gurgîn xuya bike jî, lê di esasê xwe da dijminê dewleta tirk û hukûmetê yê herî mezin û tahlûke kurd in, tevgera kurd ya netewî ye.
Bi dîtina min di rojên pêş da ewê bêtir bajon ser kurdan û bixwazin hemû partî, dezgeh û qezencên kurdan yên salan ji ortê rakin, ji wan paş da bistînin.
Lema jî dibê ji nuha da, hîn dereng nebûye, hemû hêz û partiyên kurd xwe bidin ser hev û bi hemû bi hev ra , bi tifaqeke netewî van êrîş û qedexeyên hukûmetê protesto bikin.
Lê Erdogan sedîsed ewê bixwaze kurdan jî ji ber xwe da bixîne. Êdî çiqasî kanibe…


16 augusti 2016

Tirk bi şîna me şa dibin

Her bûyera, her felaketa, her tiştê kurdan diêşîne, xemgîn dike, bi girî dike, tirkan dilşa û kêfxweş dike.
Ev nexweşiyeke ji irqçîtiyê û ji faşîzmê jî wêdatir e…
Naxwazin tu carî yekê me bibe dudu, tu carî roj bi serê me keve.
Naxwazin li tu dereke cîhanê, li tu beşekî Kurdistanê kurd bibin xwedî mafekî herî biçûk.
Û bi xwestinê û nifiran tenê jî nayên serî, wek dewlet, wek hukûmet, wek milet çi nerindî, çi xerabî ji wan were dikin.
Li vê dinyayê tirkan tenê kurd di ber xwe ra kirine, bi qasî ku ji kurdan nefret dikin ji tu tiştekî din hewqasî nefret nakin.
Bi qasî ku neyartiya kurdan dikin, neyartiya tu miletekî din nakin…
Heger ji destê dewleta tirk, hukûmeta AKPê, partiyên tirk, miletê tirk were, ewê hemû kurdên dinyayê topî ser hev bikin û dû ra jî benzînê lêkin û hemûyan bi carekê da bişewitînin.
Yanî her dewleta tirk, hukûmet aAKPê, partiyên tirk, heta her tirk hewqasî neayrê kurda ye…
Ez û bi milyonan kurd wisa bawer dikin…
Sebebê vê baweriya bi me ra çê bûye ne em in, tirk bi xwe ne, neyartî û zulma wan ya li hemberî miletê kurd e.
Mesela nuha jî bela xwe di kurdên Kurdistana rojava dane, radibin, rûdinin û dibêjin emê nehêlin kurd li Sûriyê bibin xwedî maf, xwdî statu û dewlet.
Efendim em qebûl nakin Sûriye perçe bibe, em qebûl nakin kurd li wir wek kurdên başûr(Îraqê) bibin xwedî federasyon.
Çima hûn qebûl nakin?
Çi ji we ra?
Sûriye welatekî din e, çima hûn xwe tevî meselên Sûriyê û kurdan dikin û ji ereban bêtir naxwazin kurd bibin xwedî maf?
Tirkiye, hukûmeta AKPê ji bo Daîsê, El Nusrayê, tirkmenan tiştekî wiha nabêje, ev neyartiya wan tenê li hemberî miletê kurd e.
Yanî neyartiya dewleta tirk ne tenê li hemberî kurdên bindestiyê wan in, dixwazin li her çar percên Kurdistabnê jî kurd tim bindist bin û hêdî hêdî bibin ereb, faris û tirk. Û di dawiyê da li dinyayê miletekî bi nave kurd nemîne. Ji bo ku bigihîjin vê armanca xwe çi ji destê wan tê dikin…
Kurdê hîn hevaltiya wê dewletê û hukûmeta AKPê dike, hîn jî piştgiriyê dide AKPê bi şiklekî objektîf ew jîn pişgiriyê dide vê siyaseta tirkan ya irqçî, faşîst û antî-kurd….
Di praktîkê da tu ferqa Mehmet Şîmşek, Ensarîoglu, Kizilkaya û hemû kurdên wek wan ji Bînalî Yildirim û Erdogan tuneye…
XXX
Di nava kurdan da kesên ji derewan hez dikin û ji derewçînan ra li çepikan dixin pir in. Lê ev ne exlaqekî baş e, meriv ji rûmet da dixîne.
Camêrekî bi navê Finley Peter Dunne, li ser derewan tespîtek xweş kiriye, gotiye:

”Derewa ji bo armanceke diyar tê kirin, şiklê derewa herî bêexlaq e. Lê belê ya herî pere dike jî ew e.

15 augusti 2016

Tirkên me dîsa dibêjin em qebûl nakin û qebûl nakin...


Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim, do di hevpeyvîna xwe ya di rojnameya Kararê da ji Mustafa Karaalîoglu ra gotiye:
” Ewê mesela Sûriyê bi aktorên herêmê ra çareser bikin. Ev çareserkirin meiheqeq ewê yekîtiya axa Sûriyê biparêze. Yanî li Sûriyê ewê dewleteke PYDê çê nebe…”
Tu dibêjî belkî ev tirk bekçiyên axa Sûriyê ne. Ji Esad bêtir yekîtiya Sûriyê diparêzin. Lê derdê wan, ev bekçîtiya wan ya yekîtiya Sûriyê ji bo kurda ye, ditirsin kurd bibin xwedîmaf.
Berê bekçiyên axa Îraqê bûn, digotin em qet qebûl nakin Iraq perçe bibe.
Lê kurdan Iraq ”perçe” kirin…
Nuha jî eynî tiştî ji bo Sûriyê dibêjin, îcar jî bûne bekçiyên axa Sûriyê.
Ji bo ku kurd li Sûriyê nebin xwedî maf, nebin xwedî statueyeke siyasî û netewî. Ji ber vê tirsê agir ketiye wan.
Hemû daxwaza wan kurd li Sûriyê bindest bimînin û ji bo vê jî ji Esed bêtir bekçîtiya axa Sûriyê dikin.
Lê ew der, ew ax ne Sûrî ye, Kurdistan e û welatê kurda ye.
Lema jî Yildirim û tirk çi bikin jî kurd ewê Sûriyê perçe bikin û ji bindestiyê xelas bibin û wek li başûr, li Sûriyê jî bi kêmanî bibin xwedî federasyon.
Çawa ku avabûna Kurdistana başûr ji Yildrim û hevalên wî ra bû derd, bû kuleke bêrderman, avabûna Kurdistana rojava jî ewê wisa bibe.
Ew çi bikin jî Sûrî ewê perçe bibe, Kurdistan ewê çê bibe, bekçîtiya wan ewê pere neke…


14 augusti 2016

Heqê te jî heye


Hin kes hene nivîsên her nas û dostên xwe, kî çi bibêje jî diecibînin, dibêjin weleh tu rast dibêjî.
Him fikir û dîtinên kesên serxwebûnxwaz diecibînin û him jî yên piştgiriyê didin micadela ji bo demokrasiya Tirkiyê.
Him ji kesên dixwazin demokrasiya Tirkiyê bi pêş xin ra dibêjin hûn bi heq in û him jî ji kesên dibêjin ev karê me ye.
Vê yekê ev çîroka Xoce Nesredîn anî bîra min.
Rojekê du kesên li ser meselakê ketibûn gewriya hev diherin ba Xoce Nesredîn.
Xoce berê li yê dozxwaz(dawacî)guhdarî kiriye û jê ra gotiye ”tu bi heq î…”
Dû ra li yê din, li yê doz lê tê kirin guhdarî dike. Xoce ji wî ra jî gotiye ”tu bi heq î…”
Piştî ku herdu çûne, xanima Xoce bi matmayî ji Xoce ra gotiye:
-Xoce, te ji herduyan ra jî got hûn bi heq in. Ev çawa dibe? Heger yek bi heq be, dibê yê din neheq be. Lê te heq da herduyan jî.
Xoce got:
-Xanim, weleh tu jî bi heq î…
Yê hin kurdan jî bûye ev mesele, dilê kesî ji xwe nahêlin, ji her nas û dostê xwe ra dibêjin “tu rast dibêjî…”
Kî zane belkî ew jî bi heq bin…

XXX

Erdogan gotiye Gulen bi min ra îxanet kir
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan salek berê di telewîzyona A Haberê da gotiye wî bi Gulen ra îxanet nekiriye, wan bi wî ra îxanet kirine û lema jî ewê hesabê vê îxanetê ji wan bipirse.
Demek heta du sal berê jî Erdogan û Gulen hevalên hev yên pir nêz bûn, Erdogan cemaet wek hevalê xwe yê herî nêzî û pêbawer zanîbû. Lema jî qala îxanetê dike. Ji ber ku îxanet di nabêna nas, dost û hevalan da dibe, ne di nabêna dijminan da.
”Dibê ez carê viya eşkere û net bibêjim. Wek şexs ew(yanî cemaet) min pir baş nas dikin. Lê belê ez jî wan pir baş nas dikim. Wan bi Tayyip Erdogan ra îxanet kir. Ez bi wan ra îxanetê nakim. Ez tenê mafê milet ji wan paşda distînim, micadela vê didim. Ez mafê vî welatî ji wan paşda distînim…”
Mêrik bi xwe îtîraf dike wî bi rengekî ne li rê, bi rengekî neheq hin tişt daye cemaeta Feto û ji ber ku wan pê ra îxaner kirin lema jî nuha bi van operasyonan dixwaze wan tiştên pêşkêşî tevgera Gulen kiriye paşda bistîne.
Mesele ev e.

13 augusti 2016

Tirk dewleta xwe reorganîze dikin û naxwazin kurdan nas bikin


AKP, CHP, MHP di bin pêşengiya AKPê da dewleta tirk ya kemalîst, faşîst û antî-kurd ji nuhve reorganîze dikin.
Li gel ku HDPê 6 milyon ray girtiye û di meclîsê da partiya sêyem e jî, tirk, her sê partiyên tirk HDPê nagrin nava xwe, naxwazin HDP bi wan ra beşdarî amadekirina qanûna esasî ya nuh yanî reorganîzeya dewleta tirk bibe.
Ev înakra miletê kurd e
Ev ambargoya partiyên tirk ya li ser HDPê ambargoya li serî miletê kurd e.
Bi qebûlnekirana HDPê û dawetnekirina partiyên kurd yên din, ev her sê partîyên tirk dibêjin em qebûl nakin kurd, heta kurdên tam xwe kurd qebûl nakin û Kurdistanê naxwazin jî di reorganîzekirina dewleta me da bibin xwedî gotin.
Bi kurtî tirk ji kurdan ra dibêjin ev dewlet ya tirkan e, lema jî em qebûl nakin kesên ne tirk, yanî kurd jî wek tirkan bibin xwedî gotin û xwedî maf û bi tirkan ra şikil bidin dewleta tirk.
Ev dewlet ji roja ava bûye dewleta tirk e û ewê dewleta tirk bimîne.
Kurdên xwe kurd dibînin û ji bo kurdan doza mafên netewî dikin dibê vê şêla AKPê, CHPê û MHPê yanî şêla tirkan rast û baş fam bikin û êdî dev ji çîroka ”biratiya tirk û kurdan” û xeyala ”jiyaneke bi hev ra” berdin.
Û her wisa dev ji HDPê û projeya partiya Tirkiyê jî berdin. Wek kurdên başûr partiyên xwe, partiyên kurd ava bikin û ji bo kurd û Kurdistanê bibin xwedî program.
Çare partiya kurd û Kurdistanî ye, programeke kurd û Kurdistanî ye.
Tirk naxwazin kurd bi wan ra bibin xwediyê dewletê û eynî mafan. Tiştê ew difikirin û dixwazin bindestmana kurda ye, dibê kurd wek nuha bindest bimînin heta ku dihelin, dibin tirk….
Tiştê tirk, Erdogan, AKP, CHP û MHP ji bo kurdan difikirin ev e…

Hinek kanin bibêjin HDP ne partiyeke kurd e rast e û ji xwe ew bi xwe jî dibêjin, lema jî beşdar bibe ewê çi were guhertin ku?
Rast e, lê belê HDP ne partiyeke wek MHPê, AKPê û CHPê ye jî û wek wan li mesela kurd nanêre.
Dibê em vê ferqê jî bibînin.
Yanî ne partiyeke kurd be jî, lê belê dîsa jî ji van hersê partiyan baştir e û ji bo kurdan hin mafan, hin tiştên ji wan bêtir dixwaze.
HDP çiqasî ne partiyeke kurd be jî, lê dîsa jî daxwaz û pêşniyarên wê, ewê ne wek yên MHPê, AKP û CHPê bin, ji bo kurdan miheqeq ewê hin daxwazên ji van partiyan pêşdatir bike.
Lema jî tirk naxwazin partiyeke wek HDPê jî bigrin nava xwe. Çimkî naxwazin mafekî herî biçûk jî bidin kurdan.
Kesên HDPê qebûl nekin, nexwazin bi HDPê ra li ser pêşeroja Tirkiyê bipeyivin, kurdên din ji xwe qet qebûl nakin, wan ebeden nakin şirîkên dewleta xwe.
Ev yek.
Û ya din jî HDP çi be jî, sedîsed partiyeke tirk be jî, nîhayet partiyeke legal û demokratîk e û 6 milyon ray girtiye. Afarozkirina HDPê şêleke antîdemokratîk e û neyarane ye...
Dibê meriv vê ambargo û afarozkirinê krîtîk bike û ji vê şêla tirkan ji xwe ra netîceyekê derxe.
Yanî tirk naxwazin hebûna kurdan jî qebûl bikin.

12 augusti 2016

Kurdên ruhkole pir in

Merivên ruhkole di nava her civatê û her mieltî da hene. Lê belê di nava miletên blindest û bêdewlet da kesên ruhkole, kesên heyranê xulamtiyê zêde zêde ne.
Meriv vê zêdebûna kesên ruhkole, kesên heyranê neyarên xwe di nava kurdan da pir rehet dibîne.
Di nava AKPê da, li pey Erdogan bi hezaran kurdên ruhkole hene.
Berê zilamên Gulen jî pir bûn, lê nuha Erdogan fermana wan rakiriye, lema jî hemû ji nişkave bûn zilamên Erdogan. Nuha hemû kurdên rohkole, kmple zilamên AKPê û Erdogan in, dixwazin xwe wer nîşan bidin.
Hinekên van ruhkoleyan pir har in, ji bo ku xezeba xwediyên xwe nekşînin ser xwe, di her tevlieviyê û bûyerê da derba pêşî tim ew li kurdan dixin, wek paşmêrên dijmin ew tim xwe li kurdan radikşînin.
Çimkî merivên ruhkole ne…
Li gel ku dewletê gû bi kurdan daye xwarin, nasnameya wan, zimanê wan qebûl nake, navê welatê wan yasax dike, zarokên wan bi hezaran dikuje, bi dehan bajarên wan bi tank û topan wêran dike, lê kurdên ruhkole dîsa jî dev ji hevaltiya dewletê û hukûmeta AKPê bernadin.
Dewlet çi zulmê, çi barbariyê, çi qetlîamê bike kî tim bi heq e, kurd neheq in.
Çimkî merivên ruhkole ne. Lema tu carî ji zulma dijmin aciz û nerehet nabin.
Feqîr, zengîn, xwenda, nexwenda, abûqat, tuxtor, profesor yanî ji her sinif û tebeqê, ji her bêşî bi hezaran kurdên ruhkole hevalbendiya dewletê, AKPê û Erdogan ji xwe ra wek serbilindiyekê, wek şerefekê dibînin.
Ji ber ku carê fêrî bindestiyê bûne, bi kultura bindestiyê mezin bûne, tu carî nebûne xwediyê îradeya xwe, xwediyê welatê xwe…
Tu carî xwe û welatê xwe îdare nekirine, tim bûne xulamê dewlet û kesên biyanî, tim bi emir û fermana wan hereket kirine û dixwazin ev bindestî dom bike.
Lema jî îro bi hezaran kurdên ruhkole naxwazin ji vê koletiyê û bindestiyê rizgar bibin. Ji xwe tiştekî wiha tu carî nayê bîr û bala wan, hestekî wiha tu carî bi wan ra çê nabe…
Û her cara meriv vî ruhê wan ê kole û rezîltiya bindstiyê rexne dike, xwe gelkî aciz dikin, ji vî ruhê xwe yê kole ra hezar û yek sebebên dînî, îdeolojîk û siyasî dibînin.
Gava meriv qala Kurdistaneke serbixwe û dewleteke kurd dike, hinavê wan diqete, ji dijmin bêtir êrîşî meriv dikin, ji dijmin bêtir li dijî fikir û micadela Kurdistaneke serbixwe derdikevin.
Fikrê Kurdistaneke serbixwe wek dînîtiyekê, wek felaketeke mezin dibînin.
Çimkî merivên ruhkole ne, çimkî ji bindestiya xwe, ji koletiya xwe hez dikin.
Ji ber ku merivên ruhkole ne ji azadbûna xwe, ji efendîbûna xwe ditirsin, dixwazin tim bindest bimînin, tim tepa tirkan li ser serê wan be, tim mamûr û zilamên dewleta tirk bin. Tu carî nebin xwedî dewlet, xwedî mekteb û dezgehên netewî, tim bi zimanê xelkê binivîsin.
Lema jî bayê azadiyê, stranên serxwebûnê, şer û micadela ji bo Kurdistaneke azad û serbixwe kurdê ruhkole gelkî ditirsîne, hinavê wan diqetîne, xewa şevan li wan diherimîne.
Lê ew bitirsin jî netirsin jî, hinavê wan biqete jî neqete jî emê, bi milyonan kurd ewê strana azadîyê û Kurdistaneke serxwe her bistirên, heta ku em bi xwe ra kurdên ruhkole jî ji bindestiyê rizagar dikin û dikin xwedî şexsiyet û Kurdistaneke azad.



Mêrê min e, him ji min hez dike, him li min dixe

Mêrê min e, him ji min hez dike, him li min dixe”, ev mafê wî ye…
Kurdekî bi navê Casim Taş, rewşa kurdên zilamên dewletê, kurdên xulamên Erdogan û AKPê bi teşbîheke pir bi îsabet û di cî da baş raxistiye ber çavan, gotiye:
”Dewleta tirk yê kurd bi erdê ra kaş dike. Qetil dike. Mala wî bi ser serê wî da dihedimîne. Ew, radibe ji pê û wek jina mêrê wê têr lê xistibe û dû ra jî avêtibe kuçê, paş da baz dide ba mêrê xwe. Dibêje ´mêrê min e, him ji min hez dike, him li min dixe.´ Xweza aqil bide vî kurdê meczûb !!!”
Bi baweriya min rewşa kurdên dewletê, kurdên Erdogan, kurdên îro parlamenter û wezîrên AKPê ne, kurdên ku di TRTkurdî da, di telewîzyon û rojnameyên tirk da her roj pesnê ”merivê dirêj” Erdogan didin, ji dêlî ku doza mafê gelê xwe bikin, êrîşî tevgera kurd û kurdên kurdperwer dikin bi rastî eynî wisa ye. Eynî wek vê jina dibêje”, mêrê min e, him ji min hez dike, him li min dixe”, ev mafê wî ye…
Bi rastî jî ev numûne tam li gorî wan û ciyê wan e.
Dewlet zarokên kurdan bi hezaran qetil dike, di zêrzemiyan da dişewitîne, bajarên wan wêran dike, bi sedhezaran kesî mecbûrî koçberiyê û perîşaniyê dike, însanên wan lînc dikin, lê ew dîsa jî ji dewleta tirk û ji tirkan qut nabin.
Dîsa jî ji kurdên welatperwer û bi namûs ra dibêjin, gava meriv rehet nesekine, xulamtiya dewletê qebûl neke helbet dewlet ewê li meriv xe, meriv bikuje û bajarên meriv bi erdê ra tep û dûz bike.
Li gorî van xulamên dewletê û Erdogan, ji bo ku dewlet li kurdan nexe, kurdan nekuje, dibê her kurd weke wan xulamtî û koleteya dewletê û tirkan qebûl bike.
Yanî camêran carê ferî xulamtiya tirkan bûne, xulamtî bi wan wek şîr û şekir xwes e. Çimkî bi xêra xulamtiya, cahştiya ji Erdogan û dewleta tirk ra bûne xwedî meqam û çend qurişên pîs di bêrîka xwe da dîtin....
Lema jî dixwazin her kurd jî weke wan xulamtiya dewletê û Erdogan qebûl bikike û ji zulmê, îşkenceyê, girtin û kuştinê xelas bibe


11 augusti 2016

Çima her kesî alîkarî bi Gulen ra kir û ew kirin taca serê xwe?


Zilam û murîdên Fetulah Gulen yên berê, bi sedan, bi hezaran bûne îtîrafçî û di studyoyên telewîzyonan da pê li serê hev dikin, yek bi yek ji me ra qala pîsî û dînîtiyên Gulen dikin.
Hemû jî merivên xwenda, profesor, nivîskar, general, nivîsjkar in, siyasetmedarên bi nav û deng in, yanî bi piranî merivên elît in, ne kesên xizan, cahil mahil in.
Carnan moderator bi matmayî ji wan dipirsin, dibêjin yaho hewqas profesor, alim, general, filan û bîvan çawa ketin bin tesîr û emrê vî meczûbê berradayî?
Ew jî ji dêlî sebebê rastîn bibêjin, dibêjin ma ne em tenê, bêyî Erbakan û Necdet Sezer, hemû serokên partiyan ji Demirel, Ecevît, Ozal, Yilmaz, Çîller, Bahçelî, Gul, heta bi Erdogan, yanî hemû erkanê dewletê wek me ketin bin tesîra wî û pê ra hevaltî kirin, hemûyan wek me piştgirî danê.
Rast e, eynï wisa ye…
Lê kes sebebê vê piştgiriyê nabêje.
Kes nabêje çima û ji bo çi van hukûmetan, van serokan hemûyan alîkarî bi vî meczûbî ra kirin, sebeb çi bû?
Sebebê vê hevaltiya bi Gulen ra kes naxwaze bibêje çimkî nayê hesabê wan, naxwazin gel viya bizabibe.
Tenê dibêjin em xapiyan.
Lê derew e.
Gulen kes nexapandiye, hemûyan jî Gulen baş nas dikirin ü baş zanîbûn Gulen li Kurdistanê, di nava kurdan da çi dike û hedefa wî çi ye…
Sebebê esasî ya alîkariya bi Fetulah Gulen ra bêguman mesela kurd bû.
Gulen, bi riya dîn û tevgera xwe, kurd ji ser rê da dixistin, nedihîşt hestên kurdayetiyê, kurdperwerî di nava kurdan da û bi taybetî jî di nva xortan da belav û geş bibe...
Yanî tiştê dewletê dixwest bi riya zorê bike, rê li ber bigre, Gulen bi riya dîn û biratiyê îslamê dikir.
Û yek jî dihat hesabê hemû serokan û Erdogan û lema jî her alîkarî pê ra kirin.
Gulen bi mektebên xwe, bi malên xwe, bi qurs û kitêbên xwe, bi rojname, kovar û telewîzyonên xwe li dijî PKKê û tevgera kurd ya netewî şerekî mezin dikir. Li hemberî PKKê û tevgera kurd ya netewî hêzeke, artêşeke dewletê ya mezin bû...
Lem,a jî her hukûmetê, her serokî alîkarî bi Gulen ra kir û çavên xwe ji xebat û organîzebûna wî ya di nava dewletê girtin.
Ferqa Erdogan ji serokên din, Erdogan him ji bo ku Gulen li dijî kurdan bû û him jî weke wî tevgereke îslamî bû, herdu jî xwediyên eynî baweriyê û hedefê bûn.
Yanî him li dijî PKKê û kurdan bi hev ra micadelê bidin û him jî dewlwetê ji destê kemalîstan derxin û bikin dewleteke îslamî.
A Erdogan ji ber van herdu sebeben destegeke mezin da Gulen û hîşt ew zilamên xwe di nva dewletê da, di nva dezgeh û mueseseyên muhîm da bicî bike.
Yanî sebebê piştgiriya bi Fetulah Gulen ra mesela kurd e, dijminatiya wî ya bi kurdan ra ye.
Hemû hukûmetan, hemû serokên pê ra alîkarî kirin, xwestin ji vê îdeolojîya Gulen ya antî-kurd feydeyê bibînin.
Hemû mesele ev e…
Yanî kes nexapiya ye, Gulen kes nexapandiye.

XXX
Hêk bi hêzeke ji derve were şikandin dawî li jiyanê tê, bi hêzeke ji hundur va were şikandin jiyan dest pê dike.
Çimkî guherînên rastîn tim ji hundur va dest pê dikin…
///Îbn Ruşd
Fîlozofê mezin çuqasî rast û xweş gotiye...

XXX
Mizgîn Aslan xanimê gotiye, ” Ger hûn ji axaftina Cizirî û Geveriyan fêm bikin Kurdiya we tewaw e.”
Di bextê min da pîvaneke rast e. Bira cizîrî û hekarî jî bibêjin ew bi kudî zanin. Kurdiya wan ji hingivê Şemzînan jî şîrîntir e

10 augusti 2016

Ev meczûb berê şêxê we hemûyan bû

Cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Nûman Kûrtûlmûş, ji bo Fetulah Gulen gotiye:
”Emerîka miheqeq ewê vî meczûbî teslîmî Tirkiyê bike. Ya ewê meczûb hilbijêre ya jî 79 miletê tirk…”
Meczûb, yanî dîndarê dîn bûye, hiş berdaye, rentele, berradayî, pervers.
Baş e, heger Fetulah Gulen meczûb e, bi baweriya min jî wisa ye û hîn jî xerabtir e.
Wê demê çima Erdogan hewqas sal e murîdê vî meczûbî bû, her daxwaza wî bi cî dianî û heta du sal berê jî tim bi hurmeteke mezin navê vî meczûbî digirt devê xwe?
Çima Cîgirê Erdogan Bulent Arinc û wezîrê karên derve Ahmet Davutoglu diçûn heta bi Emerîkayê ziyareta wî û destê wî maçî dikirin?
Û ne van kesan tenê, heta du sal berê Nûman Kûrtûlmûş bi xwe jî li hemberî vî meczûbî pir hurmetkar bû û ji bo ku wî vegerîne Tirkyê gelkî xebitî.
Lê îro fena ku berê ne hevalê hev bûne, fena ku ev meczûb heta du sal berê ne ”Hoca efendî” û taca serê wan hemûyan bûye, dibêje gereke Emerîka vî muczîbî teslîmî Tirkiyê bike.
Ez jî bi dil û can dixwazim teslîm bike, lê ez hevaltiya hukûmeta AKPê û Kurtûlmûş ya bi vî meczûbî ra jî ji bîr nakim…
Û dibê tu kes jî ji bîr neke…

XXX
Na wele bira Pûtîn rûniştkî pêşwazî lê bikira...
Medyaya tirk medyake zêde qeşmer û heta hûn bixwazin şelaf e, heta hûn bixwazin rezîl û bêexlaq e.
Ji bo hevdîtina Erdogan û Pûtîn gotine:
”Pûtîn ji pê Erdogan pêşwazî kir, Emerîka û Xerbê temaşe kir” !
Yanî li hemberî vê pêşwazîkirina Pûtîn ya bi îhtîşam devê Emerîka û Xerbê ji hev çû ye…
Berde binê we erd e…
Yanî ev gotin e, ev manşet û rojnamevanî ye?
Na wele bira Pûtîn rûniştkî pêşwazî li Erdogan bikira.
Ji bo ku Pûtîn silava wan qebûl kir nizanin kîjan şalûziya bikin. Şexsiyet tuneye, li ber xwe nakevin, ji rojnamevanan bêtir şelav û amîgoyên hukûmetê û Erdogan in.
Pûtîn ne di pêşwazîkirinê da û ne jî di axaftina xwe da tu qîmet neda Erdogan û heyata wî.
Îcar tirk ji bo ku vê yekê veşêrin dibêjin ”Pûtîn ji pê Erdogan pêşwazî kir ”!
Heta nuha min nedîtiye kes mîvanê xwe rûniştî pêşwazî bike…
Lê ji tirkan ra ev jî şerefeke mezin e, çimkî tiştekî din derxin pêş û mezin bikin tuneye…


09 augusti 2016

Ditirsim trajediya sed sal berê hat serê kurdan dubare bibe


Li ser sebeb ya jî sebebên li Kurdistana bakur kurd çima eniyeke/cepheyeke netewî ava nakin ya jî çima nikanin ava bikin ?, gelek fikrên cuda hene.
Li gorî fikrê min gelek sebebên vê yekê hebin jî, lê di eslê xwe da sebebekî wê yê esasî heye.
Ew jî bêkêrî û bêçapîya, bêkapasîtetiya, têrnekirina siyasetmedar û serokên partiyan e.
Tek tûk siyasetmedarên bi rastî kurd û Kurdistanî, xwediyê şiûrekî netewî û dûrbîn hebin jî, hêza wan têrê nake.
Piraniya siyasetmedar û serokên partiyan ne ew kes û serokên xwedî karîzma û feraseteke netewî ne ku kanibin kurdan bînin ba hev, yekîtiyeke netewî ava bikin û bibin rêber û pêşengên vê qonaxa dîrokî.
Mustefa Kemal leşkler, siyasetmedar û serokekî jîr û biaqil bû, lema jî kanîbû kurdan bixapîne, bindest bihêle û ji tirkan û mahcirên balkanî û kafkasî ra dewletekê ava bike.
Û ji ber ku serokên kurdan yên wê demê jî ne jîr bûn, lema bi gotina Mustefa Kemal û tirkan xapiyan û di netîceyê da jî bindest man û wek tirkan nebûn xwedî dewleteke netewî.
Li başûrê Kurdistanê jî gava meriv li tevgera Şêx Mahmûd û kesên dora wî dinêre û wan û tirkan miqayese dike, meriv eynî gelşê dibîne.
Tirk, kemalîst di her warî da ji kurdan jîrtir bûne û lema jî li wir jî kurd xapandin, nehîştin ji tirkan qut bibin û bibin xwedî dewlt.
Qismekî bi tahrîk û provakasyonên tirkan û qismek jî ji ber nezaniya kurdan bi xwe, Şêx Mahmûd û îngilîz hatin hemberî hev û di netîceyê da kurdan şer wenda kir û nebûn xwedî dewlet, man bidestê ereban…
Îro jî li Kurdistanê kêm zêde eynî rewş heye, li başûr û rojavayê Kurdistanê ji bo serxwebûn û azadiya kurddan şertên derve û hundur pir kemilî û musaîd in, hema hema tevahiya dinyayê, hemû dewletên xwedî hêz bûne piştgir û dostên kurdan, piştgiriyê didin azadiya kurdan. Kes li dijî serxwebûna kurdan dernakev, her kes dibêje serxwebûn mafê miletê kurd e jî.
Lê kurd ji bo îlankirina serxwebûna xwe li tu beşekî Kurdistanê ne hazir û amade ne…
Ne li seranserê Kurdistanê û ne jî li tu beşekî Kurdistanê kurdan hîn yekîtiya xwe, cepheyeke netewî ava nekirine.
Ne li seranserê Kurdistanê û ne jî li tu beşekî hîn ne xwediyê program, daxwaz û hedefên miştrek in.
Yanî wek mesela dibêjin ard heye, ava heye, rûn heye, şekir heye, lê hosteyê helawiyê çê bike tuneye.
Mesela me kurdan jî îro ev e…
Di dema Şerê Cîhanê yê Yekem da jî eynî rewş bû, ji bo serxwebûnê rewwşa derve û hundur musaid bû, dewleta Osmanî belav bûbû, dijminên me wek îro ne li ser hev bûn, bi hev ketibûn.
Lê partiya, cepheya û serokê pêşengiya miletê kurd bikira tunebû.
Lema jî tirk û ereb û li Balkanan jî gelek miletan serxwebûna xwe îlan kirin û bûn xwedî dewletên netewî.
Û em kurd jî wek berê dîsa man bidest.
Tirsa min ji wê tirsê ye trajediya sed sal berê hat serê kurdan dîsa dubare bibe, kurd vê carê jî ev fersenda hatiye ber deriyê wan ji destê xwe berdin û dîsa bindest bimînin…
Gunehê xelkê û dîrokê tu carî bi meriv nayê.
Lê heger îcar jî, di vê teşxelaya mezin da jî kurd li başûr û rojavayê Kurdistasnê tiştekî bi dest nexin, nebin xwedî dewleteke netewî çû ji kurdan da, fersend û îmkaneke wiha ewê hew bibînin…


Dawiya dawî Erdogan gihîşt miradê xwe û Pûtîn ew qebûl kir


Erdogan ji bo têkiliyên xwe bi Pûtîn û Rûsyayê ra xweş bike mecbûr e gelek tawîzan bide Pûtîn û gelek şert û daxwazên Pûtîn bîne cî.
Çimkî Pûtîn ewê vê lihevhatinê pir erzan neke, Erdogan çi bike jî Pûtîn ewê fatûreyeke giran deyne ber Erdogan.

Û bi îhtîmaleke pir mezin buhayê wê çi be jî Erdogan ewê ji Rûsyayê destvala venegere, mihaheqeq bi rûsan ra ewê gelek peymanan îmze bike.
Lê ev yek ewê ne bi dilê NATO, Emerîka û Yekîtiya Ewrûpayê be.
Bi taybetî jî Emerîka tu carî naxwaze welatekî endamê NATO û mitefikekî wê bi Rûsyayê ra zêde samîmî bibe û têkiliyên xwe yên aborî û siyasî zêde pêşda bibe….
Lema jî dostiya Pûtîn ewê bibe sebebê xeyd û dilmana Emerîka.
Ev jî ji bo me kurdan pir baş e.
Nabêna Tirkiyê bi Emerîka û Ewrûpayê ra çiqasî xera bibe li feydeya me ye.
Em ciqasî ji Rûsyayê û ji Îranê dûr bin û nêzî Emerîka û Ewrûpayê bin, kanibin bi mitefikê wan bin ji me ra baş e.
Di cepheya rûsan, ereban, farisan û tirkan da ji me kurdan ra bêyî xapandin û xeyalşikestinê tiştekî din tuneye…

XXX

Erdogan, ne HDPê û PKKê tenê, hemû kurdan, hemû partiyên kurdan dijmin dibîne.
Dibê kurd, siyasetmedarên kurd êdî viya fam bikin.
Mitînga Stenbolê îspata vê yekê ye.
Em ferz bikin ji ber hin gelşên wan yên bi HDP ra, HDP venexwendin mitîngê, yanî dawet nekirin.
Lê partiyên kurdan ne HDP tenê ye. Û ji we HDP dibêje ew ne partiyeke kurd e jî.
Bêyî HDPê, belkî 10 partiyên kurdan hene.
Û van partiyan hemû jî di ser da pir, hindik li dijî PKKê û HDPê ne…
Lê dîsa jî ban yek partiyek kurd nekirin.
Ji van partiyan Huda-Par wek mîlîtanên AKPê dixebitîn. Lê ban wan jî nekirin.
Yanî mesele ne HDP tenê, hemû kurd, hemû partiyên kurd dijmin tên dîtin.
Û ya rast jî ev e. Baş bû ku bab kurdan nekirin. Meriv dijminê xwe naezimîne.
Lê hin kurdên ruhkole hîn jî naxwazin vê meseja Erdogan û tirkan qebûl bikin…

08 augusti 2016

Tirsa ji kurdan bi tirkan ra bûye nexweşiyeke bêderman


Tirkan hebûna xwe, him wek milet û him jî wek dewlet bi tunebûna kurdan ve girêdane.
Li gorî miletê tirk û siyasetmedarên wan gava kurd li Kurdistana bakur ya jî li besekî din yê Kurdistanê bibin xwedî dewleteke serbixwe taliya tirkan û dewleta wan e, ewê ji dinyayê biqelin, wenda bibin.
Yanî Tirkiye ewê ji ortê rabe û tirk jî ewê li dinyaê nemînin…
Em dikin nakin, em nikanin vê baweriya tirkan ya bêbingeh biguherînin, tirkan ji vê tirs û xofa vala xelas bikin.
Ji ber vê tirsa ji azadbûna kurda ye siyasetmedarên tirk slogana, ”yek dewlet, yek milet, yek al, yek welat û yek zimanî ”wek papaxanan(tûtiyan)gav û saetê dubare dikin.
Tirsa ji azadbûna kurdan di dilê tirkan da bûye xofeke mezin û paranoyake bêderman…
Û her wisa jî bûye sebebê kîn û nefreteke derî aqilan ya li hemberî kurdan…
Lema jî hema hema her tirk heta tu bixwazî ji kurdan nefret dike.
Lema jî dewleta tirk bi hemû hêz û îmkanên xwe di her fersendê da êrîşî kurdan dike, dixwaze li her derê kurdan wek milet ji ortê rake; bixwe, perçe perçeyî bike
Û ne li Kurdistana bakur(Tirkiyê)tenê, li Kurdistana başûr û rojava jî bi eynî şîdetê dajon ser kurdan.
Ji bo kurd ji bindestiyê xelas nebin û nebin xwedî dewlet, çi ji destê wan tê dikin.
Di vî warî da hemû tirk, hemû hêz û partiyên tirk hemfikir û mitefik in; ji çep û faşîstan bigre, heta bi îslamiyan, her kes dixwaze kurd li tu beşekî Kurdistanê, li tu dereke cîhanê nebin xwedî dewlet.
Tu bigrî her tirk azadbûna kurdan ji bo miletê tirk, ji bo dewleta tirk wek xetereke mezin, wek mehûbûna tirkan dibîne.
Lema jî ji bo azadnebûna kurdan, ji bo ku kurd ji bindestiya tirkan rizgar nebin miletê tirk, dewleta tirk kane her barbariyê bêyî teredut bike.
Mixabin li dinyayê milet û dewletên herî xerab, herî barbar, ji medeniyet û Însaniyetê herî bêpar para me kurdan ketine.
Îşê me pir zor e. dibê em viya baş bizanibin…
Hemû neyarên me kanin wahşetên ji yên Hîtler mezintir û xerabtir bikin. Û Ji xwe di van du salên dawî da ereb û tirkan nîşanî me û dinyayê da ew çi barbar in û kanin her wahşetê bikin…

XXX

Gava ez li risim û vîdeoyên mitînga Yenîkapiyê dinêrim û axaftinên serokên tirkan dixwînim, ji mitîngeke demokrasiyê û azadîxwaz bêtir, mitîng û merasimên Hîtler tê ber çavê min.
Ji her rismî, ji her sloganê, ji her axaftinê irqçîtî, faşîzm û neyartiya kurdan difûre...