31 oktober 2016

Tirsa ewê wî bikujin Erdogan bizandiye


Di merasima li ser gorra Ataturk da hemû general û leşker saxî kirine
29ê cotmehê, roja ”Cejna Cumhûriyeta” Tirkiyê, wek her tim Erdogan li pêş û hemû erkan û giregirên dewlet û hukûmetê li pey wî, bi helahopeke mezin çûne ser gorra Ataturk, ji bo ku spasî wî bikin, jê ra sujde bibin…
Helbet ne siwîl tenê, bi serokkomar, serokwezîr û wezîr û svîlan ra, hemû qumandarên ordiya tirk jî beşdarî vê merasimê bûne.
Lê gava zabit û general dikin derbasî hundur salona merasimê bibin, çend başçawîşan pêşiya wan birrîne û hemû general, hemû zabit saxî kirine.
Û him jî bi dedaktoran, gava dedaktorê sînyal daye, başçawîşan herdu destên generalan bilind kirin û îcar bi destan ew baş saxî kirine.
Ev ibret û sosireteke giran e.
Serokkomarek, berpirsên hukûmetekê çawa kanin di vê derecê da ji artêşa xwe bitirsin?
Û gava sivîl hewqasî ji leşkeran bitirsin netîceya vê tirsê ewê çi be û here bigihîje ku?
Artêşa, serokkomar û sivîl hewqasî jê bitirse ewê xwe çawa his bike?
Di dîroka Tirkiyê da tiştekî wiha ev cara pêşî ye dibe.
Meriv dibîne ku Erdogan pir ditirse.Hîn jî baweriya wî bi artêşê, bi leşkeran nayê.
Lema jî hukûmet sivîlan, endamên AKPê çekdar dike, sîlehan li zilamên xwe belav dike.
Mêrik ditirse bi hin zabit û generalan ra sîleh hebe û li ser gorra Ataturk, di wê merasimê da wî bikujin.
Ev panîk e.
Sendroma mirinê ew girtiye.
Di rewşeke wiha da dibê here ser psîkologekî.
Yanî motajî tedawiyê ye.
Însanên di vê rewşa panîkê da pir tahlûke ne, kanin her dînîtiyê bikin. Lema jî meriv kani bibêje Erdogan nexweş e, motajî tedawiyê ye.
Lê kesê biwêribe viya jê ra bibêje tuneye. Lema jî ewê tiştê pir xerab bike û bide kirin.
Rojên pir nexweş û pir tarî li pêş kurd û tirkan e.
Meriv ji vê bûyerê jî fêm dike pir qutufî ye û xofa ewê wî bikujin ketiye dilê wî. Ketiye panîkê, ji her kesî şikê dike û ditirse.
Lê bi qasî xuya ye herî bêtir jî ji leşkeran ditirse, lema jî di merasimekê da jî genaralan dide saxîkirin.
Tirsa ewê wî bikujin 24 saetan di dilê wî da ye.
Nizane mirin kînga, li ku û bi çi hawî ewê bi gewriya wî bigre.
Lê ya xerîb generalan çawa ev heqareta mezin qebûl kirine, ew jî pir seyr e…
Lê pêşeroja Erdogan xerab e, ew çi bike jî ewê xerab biqede…


30 oktober 2016

Mezhebê hin kesan pir fireh bûye


Îbrahîm Guçlu daxwaza hevaltiya Facebookê ji min ra şandibû, min qebûl nekir û jê ra got:  ”Ez daxwaza te ya hevaltiyê qebûl nakim.”
Min ev yek di feysa xwe da belav kir.
Li ser vê, gelek nas, dost û heval aciz bûn û ev şêla min rexne kirin. Hinekan ez bi qebetiyê û hinekan jî ez bi apocîtiyê û gelek îthamên din sûcdar kirim.
Bersîvên min dane van rexneyan, bêyî ku navê wan bidim li jêr in. Gava ez navê wan bidim dibê nivîsên wan jî bjiweşînim.
Viya jî ji ber du sebeban nakim.
Yek, ewê pir dirêj bibe.
Dudu, piraniya nivîsan pir şaş in, gelekên wan nayê fêmkirin. Ez naxwazim hewqas nivîsên şaş di bloga xwe da belav bikim. Lema jî bersvên xwe tenê belav dikim. Ji bo ku gelek kesên din jî kanibin bixwînin.

 Bersîva pêşî…,
Yek bi yek bersîva hemû rexneyan dayin zahmet e, ez fikrê xwe yê li ser vê meselê bibêjim.
Berê min ji Îbrahîm Guuçlu pir hez dikir. Lê nuha qet kêfa min ji fikrên wî ra nayê û naxwazim pê ra bibim dost û heval.
Helbet ne TRT6 tenê, gelek kirin û fikrên Îbrahîm Guçlu bi min ne xweş in. TRT6 ya jî TRKkurdî min tenê wek numûne da.
Gava dewletê dixwest li herêma Licê qereqolan ava bike, Îbrahîm Guçlu di progrmekê da avakirina qereqolan parast û got, ”qereqol tunebin leşkerên li ku bimînin?”
Tiştê hîn zêde jî got lê nuha tam nayê bîra min.
Ya din ez ne li dijî her kesê di TRTê da dixebite me. Min çend caran li ser vê meselê nivîsî.
Ez qala merivên ji rêzê, merivên karkir nakim, merivên ne xwediyên îdîayên mezin nakim.
Ez qala yên berê sereokên partiyên kurd bûn dikim, qala endamên polîtburu û komîtyên merkezî dikim.
Ez qala siyasetmedarên bi nav û deng dikim.
Van serok û siyasetmedaran digotin welatê me di bin îşxala dewleta tirk da ye.
Baş e çi hat guhertin û vê dewletê çi da Îbrahîm Guçlu û yên di mistewa wî da ji bo ku ew bi vê dewleta îşxalkar ra li hev werin û herin him jî di telewîzyona dewletê da bixebitin?
Dewletê bi riya TRTê gelek serok û siyasetmedarên kurd pûç kirin û dû ra jî berra wan da.
Eynî tişt anî serê Îbrahîm Guçlu jî.
Û jê ra negotin çima em te ji kar derdixin.
Îbrahîm kir nekir bersîv jî nedanê.
Îbrahîm bi xwe ev yek nivîsî.
Lê kurd van tiştan qet ji xwe ra nakin problem, her tiştî normal dibînin.
Meriv him kane demakê serokê, birêvebirê partiyekê be, serxwebûna Kurdistanê bixwaze û dû ra jî îstîfa bike û here di telewîzyona dewletê da bixebite.
Dibe ku ev çerxkirin, ev teqlebazî siayasî ji bo hin kesan ne normal be, ne bêexlaqî be, lê ji bo min ne normal e. Û ez tu carî xweş nabînim.

Wek min got, ez ne li dijî her kesê di TRTkurdî da dixebite me. Heta kurd nebin xwedî welat ewê ji dewleta tirk ra bixebitin.
Ev tiştekî din e.
Mesela ez nuha herim di TRTê da bixebitim, ma normal e?
Ne şermeke mezin e?
Kî şerm nebîne jî ez bi xwe karekî wiha wek şermeke mezin dibînim.
Lema jî min numûneya birêz Kemal Burkay da.
Ma nuha Mahmûd Osman here di telewîzyon Îraqê da bixebite û Selah Bedredîn û Hemîdê Hecî Dewrêş jî herin di telewîzyona Sûriyê da programan çêkin rast e, normal e, dibê meriv ne li dij be?
Dev ji îdîa û gotinên din berdin, bersîva vê pirsa min bidin.
Ez dibêjim dibê meriv tiştekî wiha pir eyb bibîne û rexne bike.
Yanî bi dîtina min kesê berê serok bû, polît buro, komîteya merkezî bû, siyasetmedarekî naskirî bû û Kurdistaneke serxwe dixwest dibê neçe di telewîzyona dewletê da bi pera programê çê neke.
Rexneya min li kesê wiha ye, ne li herkurdî ye.
Me û dewleta tirk carê deng ji hev aniye, em û dewlet di şerekî da ne. Sê perçeyên welatê me di bin îşxala vê dewletê da ye.
Dibê ev yek li hemberî dewleta tirk bi me ra sekneke netewî û kînekê peyda bike
Ne dewleta tirk dewleta 40 sal berê ye û ne jî em siyasetmedarên 40 sal berê ne.
Bi baweriya min gelek sebebên îdeolojîk, siyasî û exlaqî yên cidî hene ji bo ku kesên xwedî îdîa di dezgeheke wek TRTê da nexebite.
TRT ne zanîngeh e, TRT her şev li ser kurdan çi dibêje, çi belav dike, kê dide peyivandin li ortê ye.
Ji bo min TRTkurdî ne do û ne jî îro, tu carî nebû dezgeheke ez kanibim lê bixebitim, min karekî wiha tu carî layiqî xwe nedît. Lê ji bo hin kesan kane ne problem be. Her kes mesûlê xwe ye.

XXX
Bersîva …..:
Di nivîsa xwe da min pirseke kiriye. Xêra xwe bersîva pirsa min bide, li ser vê pirsa min fikrê xwe bibêje…

Min gotiye, birêz Kemal Burkay here di TRTê da, Mahmûd Osman di telewîzyona Îraqê da û Selah Bedredîn û Hemîdê Hecî Dewrêş jî di telewîzyona Sûriyê da programan çêkin rast e, normal e, dibê meriv ne li dij be ya na?
Dibê meriv hevaltiya wan qebûl bike ya na.
Ez dibêjim dibê meriv tiştekî wiha pir eyb bibîne û rexne bike.

XXX
Bersîva….
Li dora mijarê negerin, li ser vê pirsa min fikrên xwe bibêjin.

Di nivîsa xwe da min pirseke kiriye. Xêra xwe bersîva pirsa min bidin, li ser vê pirsa min fikrê xwe bibêjin…

Di minaqeşên wiha da sekna însên ya li hemberî dewletê û kesên oportunîst û teqlebaz diyar dibe.

Min gotiye, birêz Kemal Burkay here di TRTê da, Mahmûd Osman di telewîzyona Îraqê da û Selah Bedredîn û Hemîdê Hecî Dewrêş jî di telewîzyona Sûriyê da programan çêkin rast e ya na, dibê meriv li dij be ya na?

Dibê meriv hevaltiya wan qebûl bike ya na.
Ez dibêjim dibê meriv tiştekî wiha pir eyb bibîne û rexne bike


.Ji bo hinekan meriv kane here di TRTê da programan çêke, ew nebû here here Dunya TVê,rojekê aqil bide dewletê, roja din pesnê cimatê bide, beşdarî kokteylên medyaya Gulen bibe, lê dîsa jî kurdperwer be, dîsa jî dibê meriv bide ser serê xwe.

Bi Xwedê mezhebê min hewqasî ne fireh e…

XXX
Bersîva…,
Xwezî her siyasetmedar bi qasî min dirist bûya.
Ji bo ku ez ne durû me, ne merivê tu partiyê me, tiştê rast nebînim rexne dikim, lema jî ”dijminên min ji dostên” min zêdetir in, lema jî hevalên tu partiyê ji min hez nakin
Ne yek û dudu, di bloga min da belkî bi sedan nivîsên min yên rexnegirî li ser Ocalan û PKKê hene. Him jî rexneyên pir giran in.
Ez bawer dikim gelek caran te bi xwe jî ecibendiye.
Yanî qulpa hevalbendiya bi PKKê ra hewleke vala ye.
Heger min siyaseta PKKê rast bidîda minê eşkere bigota, min hevaltiya xwe venedişart. Tu sebeb tuneye ku înkar bikim.
Lê ya muhîm ne ku ez çi me û hevalê kê me, min şêlek rexne kiriye. Hûn wê şêlê yanî xebata Guçlu û yên wek wî di TRTê da ras dibînin ya na?
Mijar ev e, tiştên tin qal û qîlên vala ne…



XXX
Bersîva….

Min di nivîsaxwe da jî û di bersîva xwe da jî gotiye, min berê ji Îbrahîm Guçlu pir hez dikir.
Heta çendsal berê jî em dostên hev bûn û min qedir û qîmeteke pir mezin didayê.
Erê di hin waran da em cihê difikirîn. Ev ji bo min qet ne muhîm bû. Îbrahîm Guçlu ne îro, ji zûda ye li hemberî PKKê û Ocalan e. Ev dîtina wîya li ser PKKê ji bo min tu carî nebû problem, tu carî nebû sebebê xerabûna dostaniya me.
Di mesela esasî da, yanî dijminê me yê esasî dewleta tirk e û şer û xebata me jî dibê li hemberî vê hêza îşxalkar be, em mitefik bûn.
Lê Îbrahîm Guçlu nuha ji wê nuxtê dûr ketiye, tabî li gorî fikrê min, nuha dijminê wî yê esasî PKK ye, HDP ye, ne dewleta tirk e.
Ne ku ez dibêjim bira ne li dijî wan be, bira li dijî wan be, lê bira li hemberî dewleta tirk jî, li hemberî cimata Gulen jî wisa bêkompromîs be.
Bi qasî min dîtiye û ez dibînim li hemberî wan wek hevîr e, bi herduyan ra jî demakê nabêna wî baş bû.
Lema jî kane di telewîzyona dewleta tirk da, li gel tu mecbûriyeteke wî ya aborî û siyasî tunebû, kar bikira, di vê yekê da tu şaşîtiyeke siyasî, îdeolojîk û exlaqî nedît.
Bi medyaya cimata Gulen ra jî nabêna wî baş bû.
Lema jî Îbrahîm Guçlu ji bo min êdî ne Îbrahîmê Guçluyê dema Rizgarî û Ala Rizgarî ye, ne mimkûn e ez wek berê jê hez bikim û hurmetê nîşanî wî bidim.
Çimkî ew mezin bû, lê bi çûna TRTê xwe biçûk xist.
Min ne Îbrahîm Guçluyê DDKO, Rizgarî û Ala Rizgarî, Îbrahîmê nuha, Îbrahîmê di telewîzyona dewletê da kar kiriye qebûl nekiriye û rexne kiriye.

"Ohh! Tirkiye welatekî ne baş e, venegere, li vir bimîne."

Kalekî reşikê emerîkî: "Ohh! Tirkiye welatekî nebaş e, venegere, li vir bimîne."
Turkan Tosun keçeke kurd e. Di twîtteke xwe da qala serpêhatiyeke xwe kiriye.
Kalekî reşikê 65 salî li Washingtonê welatê wê jê pirsî ye. Wê jî gotiye, ”Tirkiye”.
Kalê reşik gotiye:
"Ohh! Tirkiye welatekî nebaş e, venegere, li vir bimîne."
Min jî ev şiroveya jêr nivîsî:
”Ji bo ku meriv nizanibe Tirkiye welatekî ne baş e dibê meriv kerr û kor be ya jî bêûjdan û bêbext be. Û wek kurd jî dibê cahş be."
Lê çi heyf hîn jî bi hezaran kurdên dibêjin Tirkiye welatekî baş e, heq, huqûq, edalet lê heye.
Tirkiye zulmê li kurdan nake, heqê kurdan naxwe.
Kalê reşikê 65 salî ji Emerîkayê dibîne Tirkiye welatekî ne baş e, ne welatekî ku meriv lê bijî, lê Mehdî Eker, Mehmet Şîmşek, Muhsîn Kizilkaya, Mehmet Metîner, Cevdet Yilmaz, Galip Ensarîoglu, Cûma Îçten û bi hezaran kurdên din nebaşiya Tirkiyê qebûl nakin û wek komandoyên siyasî yên dewleta tirk zulm û terora dewleta tirk li kurdan dike diparêzin û dibêjin Tirkiye welatekî pir baş e, yên dibêjin Tirkiye ne baş e viran dikin.

 XXX
Wek xwediyê Tirkiyê û bavê miletê tirk, Erdogan êdî ewê rektorên zanîngehan jî tayin bike
Ji nuha û pê da rektorên zanîngehan(unîversîteyan)ewê ji alî Erdogan ve werin tayinkirin.
Berê, rektorên zanîngehan bi hilbijartinê dihatin hilbijartin. Lê xwediyê Tirkiyê û bavê miletê tirk yê nuh Recep Tayyip Erdogan, ev sîstem rakir.
Ê ji xwe ya rast jî êdî ev e.
Çimkî Tirkiye êdî ya şexsê Erdogan tenê ye, lema jî pir normal e ew rektorên zanîngehan jî, hakim û dozgeran, polîs û bekçiyan û hemû mamûrên dewletê tayin bike.
Ji ber ku dewleta ya wî ye, bûye ya wî, karkirên xwe jî helbet dibê ew bigre kar.
Ez di vir da tu anormaliyekê nabînim.
Wek xwediyê Tirkiyê ev mafê wî ye, dilê wî kê bixwaze dibê wî bike rektor, polîs, bekçî, hakim û dozger.
Xwedê li gorî çiyê berfê lê dibarîne, miletê tirk tam layiqî zilamekî wiha ye, faşîstekî qerase…
Tirk ji tirsê, ji ço, ji lêdanê fêm dikin. Kî pê li serê wan ke ji wî hez dikin.
Ço ji cinetê derketiye…
Erdogan jî ev yek fêm kiriye, mêrik miletê xwe baş nas kiriye, lema jî tam li gorî dilê tirkan tevdigere.
Emê çawa ji vê qîrê, ji vê belayê, ji vê girêka bi gû xelas bibin ez nizanim…



29 oktober 2016

Payina edaletê ji dewleta tirk safiyeke mezin e

Hin kurd ji dewleta tirk edaletê dixwazin, edaletê dipên, dixwazin dewlet adil be, bi edalet be, bêqanûnî û bêedaletiyê neke…
Ev, daxwaz û hêviyeke şaş e.
Çimkî dewleta tirk li hemberî kurdan tu carî adil nabe.
Hedefa dewleta tirk tim û tim helandina kurdan bûye.
Ji bo gihîştina vê hedefa xwe, carnan zulma xwe zêde û carnan jî kêm kiriye.
Carnan bûye polîsê baş û carnan jî bûye polîsê xerab.
Lê tu carî gunehê dewleta tirk, gunehê partî û hukûmetên tirk, gunehê miletê tirk bi kurdan nehatiye û îro jî pê nayê.
Wek kurd edaletê ji dewleta tirk, ji hukûmeta AKPê nepên.
Tenê êdî silavê nedin cahş û xayinên xwe û ji wan ra bibêjin hûn jî şirîkê vê zulmê ne û hûn cahş in, hûn neyarê qewmê xwe ne.

XXX
Azadiya Welat, DİHA û gelek rojname û ajansên din girtine.
Gelek akadîmîsyen ji zanîngehan bi dûr xistine.
Ewê hemû partiyên kurd jî bigrin.
Ewê serok û berpirsiayrên partiyan jî bigrin û zindan bikin.
Li Tirkiyê koalîsyoneke faşîst ya MHPê û AKPê heye.
Di rojên pêş da ewê gelek tiştên xerab bikin.
Li başûr û rojava serketinên kurdan Erdogan har kiriye, dixwaze di vê qerembola Sûriyê, Îraqê û bi tehdîda koçberan kurdan baş biêşîne.

XXX
Dr. Saîd Çurukkaya jî tevî karwanê şehîdên Kurdistanê bû !
Xebera reş, xebera ku min tu carî nedixwest bibihîzim, xebera şehîdbûna Dr. Saîd Çurukkaya, min jî nuha bihîst.
Min tu carî nedixwest vê xebera reş û tahl, şehîdbûna Dr. Saîd Çurukkay bibihîzim.
Lê sed heyf û mixabin Saîd, pir zû ji nava me û pêşmergeyên qehreman çû tevî rêfên şehîdên Kurdistanê bû...
Neyarên hov, Daîşiyên namerd, qatil, çeqel û çuqûlên ereb û Tirkiyê, Saîd Çurukkaya bi qeleşî, di temenekî ciwan da ji nava me birin.
Qumandar û lehengê hêzên pêşmerege, egîd û xweşmêrê kurd Dr. Saîd, bi xebat û fedekariya xwe ya ji bo rizgarbûna Kurdistanê di dilê hemû kurdan cî girtiye, bûye lehengekî nemir.
Miletê kurd, her kurdê bi xîret û bi namûs ewê tu carî vî egîdê û xweşmêrê welatê xwe Dr. Saîd Çurukkaya ji bîr neke, tim bi hurmeteke mezin bibîr bîne.
Ji bo ku ez xemgîniya xwe binîmim zimên ez
Cangoriyê Kurdistanê Saîd Çurukkaya nemir e.
Bira serê malbata wî, hêzên pêşmerge û gelê kurd sax be !!!



Şelafekî profesyonel

Şelafekî, ruhkoleyekî, xwefiroşekî bi navê Mehmet Metîner heye. Rast derew dibêjin kurd e.
Mexlûqekî ji hemû cewher, hêjayî û xusûsiyetên însanî şuştî ye, şelafekî pir bêheya ye.
Wek şelafekî bi nav û deng(dalkavûk, şalûz), ji bo ku ciyê xwe nede kesî li ser Erdogan şelafnameyeke mişt methiye nivîsî ye, pir pesnê xwediyê xwe daye û di dawiyê da gotiye:
“Mesaja te da me girt.
Tu bibêjî çi wek te.
Bicîanîna her gotina te deynê hustuyê me ye.
Heger bîat be bîat, îtîat be îtîat.
Bi mirinê em li pey te ne Reîs !”
Bi îktîdara Erdogaan ra jimara şelafan(dalkavukan)bi şiklekî astronomîk bilind bû, kurva wan firiya hewa.
Bi sedan şelafên(dalkavuk) kurd li ber deriyê Erdogan, li dora wî bûne perwane, pey li serê hev dikin.
Ji bo ku ji Erdogan eferimkê bigrin.
Ji boku bala Erdogan bikşînin ser xwe.
Ji bo ku ji Erdogan eferimekê û bexşîşekê bigrin şalûziyên, qeşmeriyên nemayî dikin…
Xwe ji Erdogan ra dikin erd, dikin paspasa sola wî, dikin dismala lîçika wî.
Ev şelafê bi navê Mehmet Metîner, yek ji şelafên bi nav û deng e, herî bitecrûbe ye.
Wek qereçiyê di dawetan da li defê dixe, kî şabaşê zêde bidê, wî bi asîmanan dixe, wî dike lokê hêcê girgîn û ji wî ra xweş dike, halanên herî mezin û bi heybet di wî hildide.
Bi kurtî Metîner şelafekî pir jîhatî ye, wek şelafekî profesyonel û karê xwe pir baş dike…



Beyana Selîm Çurukkaya û çend gotin li ser vê malbata canfîda



Birayê Dr. Seîd Çurukkaya, Selîm Çurukkaya, li ser rewşa birayê xwe û cidîyeta birîna wî agahdariyeke kin belav kiriye.
Agahdariya kekê Selîm Çurukkaya tesîmereke mezin li min kir, kela dilê min rakir.
Di vê beyana wî da ez fêr bûm du birayên wî di ji bo azadî û serxwebûna Kurdistana bakur şehîd ketine û nuha jî Seîd giran birîndar e.
Her kesê tevî xebat û micadela kurd û Kurdistanê bûye pir hindik bedelek daye.
Lê mabata Çurukkaya, wek malbat bedelekî pir û pir mezin daye. Fêrbûna vê êşa wan a giran dilêmin gelkî êşand û hurmet û evîna min a li hemberî malbata Çurukkaya hîn jî mezin bû..
Malbatên bedelên wiha giran dana helbet di nava kurdan da hene, hin dê û bavên 4-5 zarokên xwe wenda kirine, hin malbatên ji kok da wenda bûne jî hene.
Malbata Çurukkaya jî yek ji van malbatên di riya kurd û Kurdistanê da bedelekî pir mezin daye. Malbatên wiha welatparêz, hewqasî fedakar û canfîda pir kêm in.
Beyana kekê Selîm Çurukkaya bi tirkî bû. Dilê min razînebû, min wek kêmasiyekê dîd beyana li ser egîdekî wek Seîd Çurukkaya tenê bi tirkî be.
Lema jî bêyî ku ji Selîm Çurukkaya bipirsim min beyana wî wergerand kurmancî.
Ji bo ku kurdên bi tirkî nizanin ew jî wek min fêr bibin vê malbata kurdperwer ji bo rizgarbûna Kurdistanê bedelekî çiqasî mezin daye…
”Hevalên hêja,
Îşev saet ji 23a û vir da, birayê min Dr. Seîd Çurukkaya hîn di xew da ye. Nirxên xwîna wî berbî normalê ve diçe. Ji Almanya yê Helîkoptereke Ambulans ji bo ku Seîd Çurukkaya bibe Almanyayê li balafirxana Hewlêrê daket.
Kesên di vî warî da xwe diwestînin û xebateke dîplomatîk dimeşînin, kesên ku li ber deriyê nexweşxanê bêyî ku rakevin Seîd dipên, ji hukûmeta Almanya ra, ji kesên li nexweşxanê ji wan ra cî temîn kirin, ji hukûmeta Kurdistana Federe ra spas dikim.
Min du birayên xwe ji bo rizgarbûna Kurdistana bakur şehîd dan, Seîd ji bo rizgarbûna başûr canê xwe feda kir.
Ezê jî ji bo her çar perçeyên Kurdistanê nefesa xwe ya dawî bidim. Hebûna kesên me fêmnakin qet ne xema min e.”
///Mehmet Selîm Çurukkaya

XXX
Ev 3 roj in internet ji ser 8 bajarên Kurdistanê qut kirine
Ev 3 roj in li 8 bajarên Kurdistanê înternet tuneye, bi bo ku kes dîmenên zulm, zorabatî û terora dewletê nebîne, medya cîhanê ji bûyerên diqewimin haydar nebe, hukûmetê têkiliya kurdan û dinyayê qut kiriye.
Bûyerên wiha nîşan didin gava mesele dibe kurd û Kurdistan demokrasî, azadiya çapemeniyê, azadiyên şexsî û yên komînîkasyonê hemû ji bo hukûmetê û dewleta tirk formalîte ne.
Çimkî dewleta tirk, çimkî hukûma AKPê kurdan naxe dewsa însên, lema jî muamela însanan bi kurdan ra nakin.
Gava hewce dibînin li bajarana bi mehan derketina derve li însanan yasax dikin.
Gava dilê wan dixwaze, bi hefteyan, bi mehan nişteciyên bajarekî bê ceyran, bê av dihêlin.
Lema jî 3 rojan qutkirina internetê ne tiştek e, kanin 3 mehan jî qutkirî bihêlin.
Lê gelek kurdên kêmaqil û bêxîret hîn jî fam nekirine ku tirk kurdan naxin dewsa însên, hîn jî bi çavê koleyan li kurdan dinêrin…
Lema jî 3 rojan internetê li ser 8 bajarên kurdan qut dikin…


2016-10-28

28 oktober 2016

Çîroka hechecikê: Di jiyanê da hin fersend hene tenê carekê dikevin destê meriv

Dibêjin carê dilê hechecikekê ketiye yekî. Her roj çûye li ber paça wî veniştiye û bi saetan li mirêk temaşe kiriye.
Rojekê êdî deyax nekiriye û ji mêrik ra  gotiye, ”tu zanî, dilê min ketiye te, ez ji te hez dikim. Pacê veke û min bigre hundur.”
Mêrik matmayî maye, gotiye , ”ev çi gotina beradayî ye? Tu çivîkek e û ez jî însan im. Çivîkek çawa kane bibbe dildarê însanekî? Tiştekî wiha nabe. Here îşê xwe” û hechecik bera hundur nadeye, ji ber paca xwe qewitandiye.
Lê hechecik neçûye, dîsa gotiye:
Hechecikê gotiye:
”Ez ketime bextê te pacê li min veke, min bigre hundur, emê bi hev ra bijîn. Emê bi hev ra bibin dost û heval, emê jiyaneke xweş û rojên bextewar bi hev ra derbas bikin. Derve pir sar e, ez ji sar û sermê dikim biqefilim. Pacê li min veke.” Mêrik dîsa gotiye, ”nabe” û pace lê venekiriye û gotiye ji ber paca min here.
Hechecik çûye lê bîsteke din dîsa paş da hatiye û cara sisiyan ji mêrik ra gotiye:
Ji te rica dikim min bigre hundur. Derve pir sar e, ez dikim biqefilim. Tu zanî ez ne çivîkeke sermayê me, ez kanim tenê di hewayên germ da bijîm. Hegertu min berra hundur nedî, ji mecbûrî ezê koçî welatên germ bikim. Rica min ji te min bigre hundur ji bo ku ez li vir bijîm û neçim welatekên germ. Emê bi hev ra bikin û bixwin, ezê li ser girmika te venim û kêfa te bînin, emê bi hev ra demên xweş derbas bikin. Ji xwe wa ye tu jî wek min bi tenê yî, ewê him sebra me bi hev were û him jî emê bi hev ra kêf kêf bikin.
Lê mêrik dev ji înada xwe bernedaye, gotiye na, ez dixwazim bi tenê bijîm. Ji ber paca min here û min zêde nerehet neke.
Li ser vê bersîva mêrik, hechecik bi dilekî şikestî û bi xemgîniyeke mezin firiya ye û çûye. Lê dû ra mêrik poşman bûye, ji xwe ra gotiye:
”Yaho ez merivekî çiqasî totikvala û kêmaqil im, min çima hechecika xweşik ber ahundur neda, çima min daxwaza wê ya jiyameke bi hev r aqebûl nekir? Emê bi hev ra bimana, ewê sebra me bi hev bihata.
Yanî gelkî poşman bûye. Lê poşmaniya wî jî êdî perenekiriye, hechecik carê çûye û berê xwe daye welatên germ.
Dû ra ji xwe ra gotiye, de tişt nabe, salê tê, gava germê dest pê kir, ewê dîsa were. Wê çaxê ezê wê bigrim hundur û emê bi hev ra bijîn. Û paca xwe vekirîye, tim vekirî hîştiye. Bi hêviya rojekê ewê hechecik dîsa paş da vegere.
Bi hatina havînê ra hechecik jî paş da hatine gund. Lê hechecika wî nehatiye. Heta dawaiya havînê paca xwe negirtiye, wer li ber rûniştiye. Lê hechecik nehatiye.
Ji hechecikên hatine pirsî ye, lê kesî hechecika wî nedîtiye. Çuqasî lê geriya ye, ji her hechecikê pirsî ye jî şopa wê bi dest nexistiye.
Ji bo ku derdê xwe, serpêhatiya xwe bibêje lêxistiye çûye ba kalekî zane, hamîhama, xwediyê aqil û fama. Ji kalo ra serpêhatiya xwe ji serî heta dawî, yek bi yek gotiye.
Kalê zane jê ra gotiye, ”temenê/umrê hechecikan li ser hev 6 meh in. Di jiyanê da hin fersend hene tenê carê dikevin destê meriv, heger meriv ji dest xwe birevîne wek hechecikê difire û dihere û careke din jî hew paş da tê…

Dersa em ji vê çîrokê bigrin; di jiyanê da hin fersend hene tenê carê dikevin destê meriv, tên carê tên ber deriyê meriv. Meriv qîmeta wê nizanibe, nizanibe bi kar bîne ji destê meriv difire û dihere û careke din jî paş da nayê.

Li Kurdistana başûr û rojava fersendeke tarîxî ketiye destê kurdan. Heger siyasetmedarên kurd, partiyên kurd yên xwedî hêz jêr bin, ewê vê fersendê ji dest xwe nerevînin û Kurdistanê ava bikin.
Ev cara duduyan e hechecik tê ber paca kurdan, lê kurd wê diqewitînin, hêvî dikim vê carê jî neqewitînin.



Not:Di çîrokê da umrê hechecikê(dûvmeqesk)6 meh hatiye gotin, lê ev ne rast e, ev çîrok e, umrê hechecikê gelkî dirêjtir e, belkî heta 10-15 salan jî kane dirêj be.

Ê bi kêmanî emê di vê riya bi şeref da bimrin

Ji mûriyê(gêreyê) pirsîne, gotine:
- Ma tu wiha bi ku da diçî?
Mûriyê gotiye:
-Ez diçim hecê
Gotine:
-Bi vê çûnê tu nikanî bigihîjî hecê.
Mûriyê gotiye:
-Ê bi kêmanî ezê di riya wê da bimrim.
Hin kurdên bêxîret, hin kurdên hevalên neyar, hin kurdên bê vîzyon û bê hêvî dibêjin Kurdistaneke azad tenê xeyal e, xebat û micadela ji bo wê kedeke belasebeb e.
Dewleta tirk xurt e, em nikanin bi wan.
Emê kanibin Kurdistaneke azad bibînin ya na ew minaqaşeyeke din e, ew girêdayî gelek faktorên der û hundur e.
Lê heger em bi xwe Kurdistana serbixwe nebînin, wek mûriyê jî gotiye, emê di riya wê da bimrin.
Ev rêwîtî û mirineke pir bi şeref e.
Qenekê kes nikane ji zarok û neviyên me ra bibêje bav û kalên we xayinên qewmê me xwe û hevalên neyar bûn…

XXX
Tu Wan î, tu can î...
Di malpera feysa xwe da ez nuha rastî vê şiîra xwe hatim.
Di 28ê cotmeha 2011 da min li ser erdheja Wanê nivîsî ye.
Min ji bîr kiribû, qet nedihat bîra min. Feysê îro nivîseke min ya din ya 5 sal berê bi bîra min xist, ev şiîr jî min eynî rojê nivîsîye.
Tiştê herî xweş û sebebê ez wê careke din diweşînim, gorbuhuşt Arjen Arî jî ecibandiye û gotiye:
” Ezbenî ji vé helbesté diyar e tu jî hozanvan î!
Arjen Arî”
Ez vî şairê mezin, evîndarê kurd û Kurdistanê bi hurmet bibîr tînim.
Tu Wan î,
tu can î,
lawên te nahêlin tu bibî wêran î.
tu wan î,
tu warê bav û kalên kurdan î
kurd ewê birînên te derman bikin,
te dîsa bikin bûka Kurdistan î.
ji bo te ev soz û peyman e,
ji neviyên Selahedînê Eyûbî
2011-10-28
///Zinarê Xamo

XXX
Kurdan tu carî ji bo hinekên din, bi emrê hinekan şer nekirine, tim ji bo azadî û serxwebûna xwe li hemberî dewletên dagîrker serî hildane û xwîna xwe herikandine...
Îro jî ji ber eynî sebeban kurd li her çar perçeyên Kurdistanê ji bo azadî û serxwebûna xwe bi egîdî şer dikin.


Derew û bêbextiyên tirkan nikane vê rastiyê belovacî bike. Yê bi Daîşê li hemberî kurdan şerekî namerdane dimişîne Tirkiye ye.

27 oktober 2016

Erdogan dibêje ewê nenûkên kurdan bikşîne !



Erdogan nuha jî kurdan bi nenûkkişandinê tehdît dike. Mêrik di axaftina xwe ya do da wek sadîstekî gotiye ”kî li hemberî me destê xwe bilind bike, emê texsîr nekin nenûkên wan bikşînin.”
Bi ”kî” helbet qesta Erdogan kurd in, dibêje heger kurd teslîm nebin û mucadela xwe ya ji bo azadiyê bidomînin, emê nenûkên wan bikşînin.
Weleh ji xwe heta nuha tiştê nekirine ev e; serî jê kirine, guh jêkirine, çav derxistine, bi sedan însan saxsax di zêrzemiyan(bodruman)da şewitandine.
Tiştê kêm, kişandina nenûkan bû, wa ye xwediyê Tirkiyê û bavê panturkîzmê yê nuh Recep Tayyip Erdoganê nenûkkêş, ji muxtaran ra gotiye kî li hemberî wî rabe ”ewê texsîr nekin nenûkên wan bikşînin.”
Bi baweriya min mimkûn e, ji faşîst û nazîstan, ji merivên sadîst her tişt tê, ji bo ku ji kursiya xwe nebe ewê nenûkên kurdan jî bide kişandin…

XXX
Îro ji sedî 99ê tirkan li hemberî kurdan bûne Devlet Bahçeliyê faşîst..
Dîtina serokê MHPê Develet Bahçeliyê faşîst ya ji bo çareseriya mesela kurd her kes zane zor e, şîdet e, girtin û kuştin e.
Li gorî dîtina Bhçelî, dibê li Kurdistanê kevir li ser kevir û serî bi laşan ve nemîne.
AKP nuha li Kurdistanê tam vê siyaseta MHPê dimeşîne; zor, teror, girtin û kuştin.
Girtina siyasetmedaran, serokên belediyan û îşxala belediyên di destê kurdan da.
Yanî erê MHP ne li ser hukim e, lê fikrê wê li ser hukim e, tiştê Bahçelî di îktîdara xwe da ewê bikira, Erdogan deh qatî wê dike.
Û lema jî Bahçelî wek paşmêrekî li pişt Erdogan e.
Bi baweriya min kî çi bibêje jî Erdogan(ez nabêjim hukûmet, ji ber ku hukûmet mukûmet tuneye, Tirkiye Erdgoan e)ewê guh nedê, ewê vê terora li hemberî kurdan bidomîne.
Di rojên pêş da ewê gelek parlamenter, Demirtaş jî di nav da, bi zor bibin mahkimê û hinekan tewqîf jî bikin.
Yanî Erdogan vê teror û êrîşa irqçî û faşîzan ya li hemberî kurdan him li Tirkiyê û him jî li Kurdistana başûr û rojava ewê bi hemû hêza xwe bidomîne.
Ez bawer nakim ji derve, ji alî Emerîka û Ewrûpayê ve reaksiyoneke cidî were.
Erê ewê bi devkî rexne bikin, bibêjin vana kirinên antîdemokratîk in, ”em bûyeran taqîp dikin”, filan û bîvan, lê ewê di gotinê da bimîne.
Ji ber ku Erdogan bi qarta mahciran Ewrûpa û bi Daîşê jî Emerîka êsîr girtiye, dibêje heger hûn zêde min nerehet bikin ezê bi milyonan koçber rêkim ser Ewrûpa û ezê çeteyên xwe yê Daîşê hartir bikim, bêtir bera canê we bidim.
Lema jî Emerîka û Ewrûpa naçin ser Tirkiyê, rewşê îdare dikin. Erdogan viya baş zane, lema jî mêrik her roj wek dîkan dixwîne, dibêje ”kî li hemberî min destê xwe rake ke ezê nenûkên wan bikşînim.”
Tiştê kurd bikin yekîtî û liberxwedan e, dibê Erdogan û civata tirk ya faşîst careke bibîne şîdet, teror, girtin û kuştina kurdan ne çareserî ye. Ev jî ewê wextê bigre…



26 oktober 2016

Planên Tirkiyê li ser Kurdistana başûr pir xeter in

Bi ricayê, bi qurban û heyranê, bi libergerê û zeytkirinê hukûmeta AKPê û Erdogan siyaseta irqçî û antî-kurd bernadin.
Hêviyeke wiha vala ye.
Tiştê kanibe hukûmeta AKPê di vê siyaseta antî-kurd da frên bike yekîtiya kurdan û tifaqa wan ya bi Emerîka û Xerbê ra ye.
Li başûr, li rojavayê Kurdistanê rewş hatiya ber guhertina xerîtiyên Sûriyê û Îraqê.

Miletê bindest ne xwediyê tu tiştî ye

Di êrîşa Daîşê ya li Kerkû kalekî 70 salî, Mam Heme Şîn, peşmergeyekî kevn bûye, rahîştiye keleşa xwe û çûya hawara hêzên ewlekariyê.
Piştî şer, Mam Heme Şîn beyanek daye, gotiye:
”Ez 70 salî me. Şikir ji Xwedê ra mal û milk û perê min heye. 12 zarokên min û gelek neviyên min hene. Lê belê welat ji jinên me, ji zarok û mal û milkê me bi qîmettir e. Heger tu li welatê xwe ne azad bî van tiştan yek jî ne yê te ye.”
Bi milyonan kurdî wek vî kalê hêja ev rastî hîn fêm nekirine, hîn mal û milk û pera di ser welatekî azad ra dibînin. Hîn fêm nekirine ji ber ku bindest in ew ne xwediyê tiştekî ne. Ew tenê bekçî ne.

XXX
Polîsên tirk îro hevserokên belediya Diyarbekrê Gulten Kişanak û Firat Anli girtin bin çavan û dû ra jî girtin ser belediyê
Bi sedan pûlîs nuha belediya Diyarbekrê îşxal kirine û li hundur belediyê saxî dikin.
Nahêlin abûqat û kes here hundur.
Bi hezaran însan li ber belediyê kom bûne û vê zorbatî û îşxala dewleta tirk protesto dikin.
Girtina herdu serokan û îşxala belediyê bi şîdet protesto dikim.

XXX
Heger em naxwazin tirk hertim werin li hustiyê me siwar bin, wek nuha li Amedê dikin, dibê em ji bindestiyê xelas bin, bibin xwedî dewlet, dewletê, serxwebûnê xeyal bikin.
Kesên dewletê naxwazin, wê bêmane dibînin, dibê ji terora li Amedê jî aciz nebin.
Bindestî wiha ye, meriv ne xwediyê tu tiştî ye...




25 oktober 2016

Tahlûke pir mezin e !


Tirkiye Kurdistana başûr bi îşxaleke berfireh tehdît dike.
Kurdistana başûr jî  wek rojava, wek binxetê rûbirûyî tahlûkeyeke pir mezin e.
Wezîrê Tirkyê yê karên derve Çavûşoglu gotiye gava ewlekariya wan têkeve xeterê(ev demagojiyeke vala ye, kes Tirkiyê tehdîd nake, wan çavê xwe berda ye erdê xelkê), wek li Sûriyê kirin, li Îraqê jî ewê herêmeke ewle çêkin.
Yanî ewê Kurdistana başûr jî wek rojava  îşxal bikin.
Dibê Kurdistana başûr û hemû partiyên kurdan vê gefa Çavuşoglu sivik negrin, tirk di gefên xwe da cidî ne û dikin.
Tirk li hemberî kurdan kanin her tiştî, her dînîtiyê bikin.
Tiştê meriv ji Daîşê dipê, dibê meriv ji Tirkiyê jî bipê.
Her tiştê Daîş kani bike, Tirkiye jî kanebike û him jî bi zêdayî.
Başûr, rojava, PDK, PKK, PYD, YNK  qet ferq nake, ji bo tirkan hemû hêz û partiyên kurd neyar û yek in.
Ji xwe gelek derên başûr nuha di bin îşxala leşkerên tirk da ye.
Li başûr belkî li 10 ciyan kampên tîmên taybet û komandoyên tirk hene. Hemû jî tahlûke ne her tim kanin êrîşî kurdan bikin.
Lê ya trajîk hemû tîm û komandoyên tirk jî bi destê serok û hukûmeta Kurdistana Federe hatine bicîkirin.
Lê ewê tu carî bi rehetî dernekevin. Ji roja roj da ye ez viya dibêjim. Siaysetmedarê baweriya xwe bi dijminê xwe bîne û wî bibe li welatê xwe bi cî bike bi gotineke herî sivik ne tu siyasetmedar e, bi destê xwe gorra xwe û ya gelê xwe dikole.
Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim, wê rojê di telewîzyona NTVê da got, ew difikirin li li Kurdistana başûr jî li hemberî terorê herêmeke ewle pêk bînin û di vî warî da Tirkiye û hukûmeta Kurdistanê di eynî fikrê da ne.
Heger ev îdîa rast be felaketeke mezin e. Hêvî dikim vir be, îdîayeke bêbingeh be.
Lê tiştê bûye em nikanin vegerînin qeysa berê. Ya muhîm li hemberî vê tehdîda Tirkiyê em çi bikin û Kurdistana başûr çawa biparêzin?
Bi dîtina min:
1-Dibê hukûmeta Kurdistanû û hemû partiyên kurd van gef û tehdîdên Tirkiyê sist negrin û ji nuha da her tedbîrên leşkerî bigrin û li hemberî Tirkyê yekîtiya xwe nîşan bidin.
2- Dibê hukûmeta Kurdistanê û hemû partiyên kurd li ser van gef û tehdîdên Tirkiyê bi beyaneke mişterek nerazîbûna xwe nîşan nebidin...
3-Dibê hukûmeta Kurdistanê, serokên partiyan vê tehdîda Tirkiyê bi Emerîka û hêzên hevpeyman ra minaqaşe bikin û ji wan alîkariyê bixwzin.
4-Dibê hukûmeta Kurdistanê jî bi Bexdayê ra vekişîna leşkerên Tirkiyê bixwaze û destegê bide Bexdayê.
Belkî meriv kanibe hin tiştên din jî bike.
Lê ya muhîm dibê kurdên başûr li hemberî Tirkyê xwe sist nekin, tahlûke mezin e.
Ji bo Tirkiyê tu ferqa PDKê û PKKê tuneye, mesele prioritet(oncelik)yanî dor e, wext e, cî ye.
Tirkiye îro zêde bela xwe di PKKê dide, lê ev nayê wê manê sibe ewê eynî tiştî neyne serê PDKê.
Bi baweriya min bi qasî ku Tirkiye li hemberî PKKê û PYDê ye, hewqasî jî li dijî PDKê û Mesûd Barzanî ye.
Lê îro nikane bi hev ra êrîşî herduyan jî bike, vî îşî bi dor dike, nuha PKK ye, sibe PDK, YNK ye.
Çimkî tirk ne li dijî partiyan û serokan, li dijî doza kurd û Kurdistanê ne, li dijî avabûna dewleteke kurd in.
Ne li Tirkiyê tenê, li her derê li dij in.
Kî Kurdistanê bixwaze dewleta tirk li dij e, Erdogan, Yildirim û hukûmeta AKPê li dij e.
Ji bo tirkan şexs ne muhîm e, îdeolojî, daxwaz û hedef muhîm e.
Dibê kurdên başûr vê siyaseta tirkan tu carî ji bîr nekin, tu carî soz û ahdên wan baweriyê neynin.
Kî ji tirkan bawer bike, kî pişta xwe bispêre, Tirkiyê ya jî Îranê gorra xwe dikole.

Bêyî bakur li tu beşekî Kurdistanê kesê bi kurdî nizanibe nikane bibe nûner û serokê kurdan

Kekê Sînan Çîftyurek li gundekî Pazarciqê rastî pîreke berferatî, pîra Zelxê, pîreke xwe naskirî û kurdperwer hatiye û ew bi me daye naskirin.
Lê nivîs bi tirkî ye. Min jî çend gotin li ser siayseta bi tirkî got. Pîra Zelxê pîreke zana ye.  fermo him pîra Zelxê nas bikin û him jî rexneya min.
Kekê Sînan, min sohbeta te ya bi pîra Zelxê ra bi dilşadiyeke mezin xwend. Spas ji bo ku te pîra Zelxê, ev pîra xwedî hest û şiûra netewî, ev pîra dilbikul û zana bi me da nasîn.
Kekê Sînan, berê jî me carê li ser muhîmiya nivîsîna bi kurdî sohbeteke kin kiribû.
Bi baweriya min dibê êdî tu vê meselê yanî nivîsîna bi kurdî cidî bigrî û êdî bi kurdî binivîse.
Ne hewce ye ez ji te ra qala muhîmiya kurdî bikim, tu ji min baştir zanî siyasetmedarekî kurd, serokê partiyeke kurd dibê siyaseta kurd û Kurdistanê ne bi tirkî, bi kurdî bike.
Ma Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî, Mele Bextiyar, Newşîrvan Mistefa bi erebî û Mistefa Hîcrî jî bi farisî siyasetê bikin rast e?
Û heger bibêjin em bi kurdî nizanin ya jî baş nizanin, lema jî em xebatên xwe bi erebî û farisî dikin, weşanên xwe bi erebî û farisî dikin, yanî gava bixwazin ew jî wek kurdên bakur bikin, gelo kurd ewê qebûl bikin?
Bêguman tiştekî wiha ne mimkûn e.
Û ji xwe siyasetmedarê bi kurdî nizanibe li başûr û rojhilat û heta li rojava jî nabe, nikane bibe serokê partyeke kurd, nikane bibe nûnerê kurdan.
Lê Kurdistana bakur dibe, mimkûn e û ji xwe yek du kes ne tê da hemû siyasetê bi zimanê tirkî dikin.
Ev tiştekî pir şaş e, her kes şaşiya wê qebûl dike, lê dîsajî dev jê bernadin.
Bêyî Tirkyê li tu beşekî Kurdistanê kesê bi kurdî nizanibe nikane bibe berpirsiyar û serokên partiyan, kes nikane bi erebî û farisî partiya xwe îdare bike.
Siaysetmedarê kurd, serokê kurd dibê bi kurdî bizane û siyasetê jî bi kurdî bike, bi endam û gelê xwe ra bi kurdî bide û bistîne, bi kurdî binivîse.
Ev felaket, yanî siyasetmedarên kurdînezan tenê li Kurdistana bakur tê qebûlkirin.
Bi baweriya min ev tiştekî ji kok da şaş e, siyasetmedar û serokên kurdan li Kurdistana bakur jî dibê siyasetê bi kurdî bike, partiya xwe bi kurdî îdare bike, bi kurdî binivîse. Heger bii kurdî nizanibe dibê fêr bibe. Fêr nebe dibê nebe berpirsiyr û serok…
Bi silavên dostaniyê


Sinan Çiftyürek Bo gotın u pişniyarı teyi baş zor spas. Ez Kurdi baş di xunım u di axifim lı beli bo nivisandını ger ez demak a dırıj vekatinim evji ji bo mın pır zore. Eme çareki bibinin

Emerîkayê got ewê qebûl nekin Tirkiye oksîjeneke nuh bide Daîşê!

Emerîkayê ji Tirkiyê ra got, ”Emê qebûl nekin hûn oksîjeneke nuh bidin Daîşê”!
Berdevkê Emerîka yê karên derve Kirby, li Sûriyê êrîşên Tirkiyê ser hêzên YPGê rexne kir û got, ”Em destegê nadin tu manawrayeke oksîjeneke nuh dide Daîşê û emê çavê xwe ji viya ra negrin.”
Ev çend roj in artêşa Tirkiyê bênabên li Efrînê û li bakurê Helebê li Marê kozikên/sengerên hêzên YPGê topbaran dike, bi balafiran gundên Efrînê bombebaran dike.
Li derên Daîş dişkê û mecbûrî paşdavekişînê dibe, artêşa tirk dikeve dewrê û êrîşî hêzên kurdan dike.
Bi îdîa ewê li hemberî Daîşê şer bikin ketin axa Sûriyê û Cerablûs û gelek derên din îşxal kirin.
Lê careke din derket ortê hedefa Tirkiyê ne Daîş e, kurd in, YPG ye. Her roj êrîşî gundên kurdan û kozikên YPGê dikin. Û heta nuha bi dehan însan kuştin.
Emerîka tim li dijî êrîşên Tirkiyê derketiye, lê ev cara pêşî ye bi zimanekî hewqasî vekirî û sert bala Tirkiyê dikşîne.
Di vê beyana xwe da Kirby ji Tiriyê ra dibêje bi van êrîşên ser YPGê hûn destegê didin Daîşê û bîna Daîşê fire dikin.
Reaksiyoneke pir baş e, êvî dikim netîceyekê bide.

24 oktober 2016

Li pişt êrîşa ser Kerkûkê Tirkiye derket

Li pişt êrîşa ser Kerkûkê Tirkiye derket. Daîşiyekî hatiye girtin gotiye "em bihelîkopterên Tikriyê hatin nava Kerkûkê."
Fermo, bira birêz Mesûd Barzanî û serokên kurdan bibînin dewleta tirk, Erdoganê dost û mitefikê wan, li Kerkûkê ji wan ra çi gorr kola bûn.
Lê dîsa şansê me heye êrîşkar bi ser neketin.
Ev cara duyem e tirk çeteyên xwe Yên Daîşê berra kurdan didin. Cara pêşî xwestin Hewlêrê bigrin.
Tu nemabû tirk bi nîv henekê Kerkûkê ji kurdan bigirin. Û dû ra jî ewê qetlîameke mezin bikirana û Kerkûk ji kurdn paqij bikirana.
Meriv ji dîroka xwe dersê negre, meriv dijminê bavan wek dostê lawan bibîne netîce ev e...
Serok û berpirsiyarên hukûmeta Kurdistanê dibêjin leşkerên tirk pêşmerge perwerde dike.
Carê şermeke mezin e meriv bibêje leşkerên tirk pêşmerge perwerde dike.
Leşkerên tirk bi xwe Daîş in.
Meriv Daîşê nake mamostê xwe yê leşkerî.
Kurdê, siyasetmedarê bi vî çavî li leşkerê tirk nenêre pir saf e...
Û her wisa safiyeke dûrî aqilan e meriv baweriya xwe bi dostiya dewleta tirk û bi hukûemta AKPê û Erdogan bîne.
Daîşiyên êrîşî Kerkûkê kirin sedîsed di kampên leşkerên tirk da, di kampa Selehedîn û yên nêzî Kerkûkê da hatin topkirin û perwerdekirin û dû ra jî bi helîkopteran birin danîn Kerkûkê.
Helîkopter di bin erdê ra nare, ji hewa dihere, çawa dibe kesî nedît?
Ya jî dîtin ji ber ku ya tirk bû saxî nekirin?
Yanî destik û îhmal sedîsed heye, bêyî îhmalê, bêyî destik êrîşeke bi 100 kesî ne mimkûn e.
Siyasetmedarê, kurdê bibêje me ev qeleşî, ev bêbextî ji Tirkiyê nedipa, bira dev ji siyasetê berde û ji xwe ra here karekî din bike...
Bi hevaltiya, bi baweriya bi Tirkiyê ra PDK û kurdên başûr bi agir dilîzin, gorra xwe û ya kurdan dikolin...
Bi vî halê xwe roja pêşî min got Tirkiye li pişt vê êrîşî ye.
Çimkî ez zanim tirk li dû çi ne.
Ji ber safî û xefleta wan tu nemabû tirk Kerkûkê ji destê wan derxin. Netîceya hevaltî û baweriya bi neyar ra ev e.
Lê berpirsiyarên PDKê, Tirkiyeya ku di esasê xwe da neyarê wan yê herî mezin e hîn jî dost û mitefikê xwe dibînin.
Hêvî dikim ev felaketa mezin ji wan ra bibe derseke dîrokî û êdî ji tirkan qut bibin.
Hevaltiya PDKê bi Tirkiyê ra hevaltiya bi mar ra ye. Meriv pir ne saf be baweriyê bi mar nayne....

Emerîka li ber kurdan digere ji bo ku hêzên xwe û dengê bikin yek



Nûnerê Emerîka yê li dijî Daîşê Brett McGurk, ji serokên YNKê ra jî got, yekîtiya xwe çêkin, dengê xwe bi yek in !
Wek tê zanîn di dîrokê da tu carî ji kurdan ra wiha li hev nehatiye, kurd tu carî hewqasî nêzî azadî û serxwebûnê nebûne.
Tu carî dinyayê, dewltên mezin hewqasî piştgirîya siyasî û eskerî nedaye kurdan.
Lê nuha ev hemû hene, şertên der û hundur kemilî ne û qada navneewî da jî ji kuran ra sempatî û piştgiriyeke pir mezin heye.
A di rojeke wiha da di nabêna partî û hêzên kurdan da yekîtiyeke netewî tuneye.
Bi taybetî jî di nabêna PDKê, PKKê, YNKê, Goran û PYDê da tunebûna hevkarî û yekîtiyeke netewî handîkapeke mezin e.
Gava ev hêzan yekîtiya xwe çêkin, partiyên din û yên Kurdistana rojhilat jî ewê bidin dû wan.
Lê ya muhîm yekîtiya partiyên xwedî hê in.
Dinya, Emerîka ji bêtifaqîya kurdan ne razî ye û her kes dixwwze kurd dev ji neyartiya hev berdin û ji bo serxwebûna Kurdistanê hêzên xwe û dengê xwe bikin yek.
A nûnerê Obama Brett McGurk, ev du roj in li Kurdistana başûr ji serokên kurdan ra viya dibêje, dibêje fersendeke tarîxî hatiye ber deriyê we, heger û hûn hêzên xwe û dengê xwe nekin yek, ev fersenda tarîxî ewê ji dest we here…
Kurd li hev nakin, li hev nayên, Emerîka ketiya nabêna wan, dixwaze wan li hev bîne, dixwaze li hemberî dijmin yekîtiya wan çêke.
Em şerm nakin û li ber xwe nakevin.
Dibê Emerîka ev şîret li serokên kurdan nekira, xwezî serokên kurdan xwe neanîna vî deraxî.
Lê wiha be jî hêvî dikim şîretên Brett McGurk serokên kurdan biaqil bike û kêfa dijminan bi xwe neynin…



XXX
Artêşa Tirkiyê êrîşî Efrînê û Kurdistana başûr kir
Di topbarana ser gundên Efrîndê da artêşa tirk 17 kes kuştin û di bombebarana do bi şev ya li nêzî Hewlêrê, li Şêrwan û Mêrgesorjî 3 kes hatin kuştin.
Tirkiye ji operasyon û serketinên pêşmerge û gerîla yên li hemberî Daîşê gelkî aciz e, lê nikane rawestîne.
Lema jî ji qahra ew jî êrîşî ser YPGê û li başûr jî gundên kurdan û hêzên pêşmerege bombebaran dikin.
Hukûmeta Kurdistana Federe û berpirsiyarên kurdan jî li hemberî van êrîşên Tirkiyê bêdeng in.
Bêdengiya berpirsiyarên hukûmeta Kurdistanê nayê qebûlkirin. Tirk xelkê swîl dikujin, dibê protesto bikin..
Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirm ji alîkî da di telewîzyonan da dibêje Mesûd Barzanî mutefîkê me ye, têkiliyên me pê ra pir baş e, lê aliyê din jî bi balafirên xwe gundên kurdan dide bombebarankirin û sivîlan qetil dikin.
Dibê kurd bersîvekê bidin Tirkiyê.

Xwedêo tu dewletê bikî nesîbê me kurdan jî !

”Ya Rebî(Xwedêo) tu dewletê bikî nesîbê me kurdan jî ”!
”Îro li Washîngtonê cenazeyê kurdekî hebû; li goristanê ez jî beşdarî merasima definkirinê bûm.
Mele duayên xwe wiha qedand:
”Ya Rebî, tu dewletê bikî nesîbê me kurdan jî. Bike nesîb ji bo ku miriyên me li ser axa welatê xwe bi azadî razên.”
Ez ne merivekî bawermend im, lê belê gotinên mele yên dilê min ji çavên min herikand.”
///Mustefa Aram Acar

Heger hemû meleyên kurd wiha bigotana bi milyonan kurd nedibûn hevalên dijminê xwe. Hêvî dikim meleyên wiha di nava kurdan da roj bi roj zêde bibin.
Ji bo ku meriv bibe xwedî dewlet dibê meriv dewletê bixwaze, ji bo wê bixebite, ji bo wê dua bike, ji dinyayê bixwaze, ji Xwedê bixwaze.
Heta kurd nebin ji bindestiyê xelas nebin û xwedî dewlet zindîyên wan li dinyayê û miriyên wan jî di gorrê xwe da tu carî rehet nakin.

XXX


Nûnerê Taybet ê Obama Brett McGurk, li ser hevdîtinên xwe yên li Hewlêrê û bi birêz Mesûd Barzanî ra gotiye,
”Me li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî çend civînên girîng û bi sûd pêk anîn, me behsa dabeşkirina Mûsilê li ser 8 nevçeyan kir.”
Li gorî medya kurdî dinivîse Brett McGurk, bi YNKê û grûbên din ra jî ewê hevdîtinan bike.
Bi qasî xuya dike kurd gav bi gav erdên xwe rizgar dikin û bi vî hawî di praktîkê da mada 140î bi cî tînin.
Bi kurtî li Îraqê û Kurdistanê tiştê muhîm dibin, munaqaşe û bazar li ser xerîteyên nuh tên kirin. Di vir da yekîtiya kurdan pir muhîm e. Hêvî dikim PDK, YNK û Goran hemû gelşên xwe yên siyasî, şexsî û hizbî bidin aliyekî û bi yekîtiyeke netewî derkevin hemberî dijminên xwe û bi tifaq li dora masê rûnin.
Ya na miletê kurd ewê zirareke mezin bibîne.

PARVE BIKE