22 november 2016

Bi vê siyasetê Erdogan ewê navê hemû serokên kurdan bide Înterpolê



Tirkiye dixwaze dinyayê jî li kurdan yasax bike
Hukûmeta AKPê ya faşîst jiyan li kurdên Kurdistana bakur kiriye zindan, lê bi vê jî nasekine, wa ye dest bi terorîzekirina kurdên rojava jî kiriye.

Li gorî medyaya tirk dinivîse Tirkiyê ji bo girtinê navê serokê PYDê Salih Muslim, daye Înterpolê.
Bêyî navê Salih Muslim, navê 48 kesên din jî dane Înterpolê.

Yanî mêrikan bi terorîzekirina kurdên xwe qîma xwe naynin, dixwazin kurdên beşên din jî terorîze bikin û jiyanê li wan jî bikin zindan.

Sibe ewê dor were siyasetmedarên başûr û rojhilat jî, ewê navê serokê YNKê, Goranê, PDK a Îranê jî bidin Înterpolê.

Yê îro ji Salih Muslim ra bibêje terorîst, sibe ewê ji Berhem Salih ra jî eynî tiştî bibêje.
Zulm û çavsoriyeke wiha nehatiye dîtin. Ev irqçîtîyeke bêemsal e, ji nazîzmê jî wêdatir e.

Komele, federasyon û rêxistinên kurdan, huqûqnas, nivîskar, rojnamevanên kurd yên li Ewrûpayê dibê li hemberî vê terora dewleta tirk ya sînorên Tirkiyê derbas kiriye bêdeng nemînin û tiştekî bikin.

Dibê kurd bi riya hin huqûqnasan vê meselê bibin dadgeha mafên mirovî ya navnetewî û hemû dadgeh û maqamên têkildar.

Ji ber ku dewleta me tuneye û em miletekî mezlûm û bêkes in Tirkiye diwêre vê zulmê li me bike.
Çawa irqçîtî û terora şexsan û rêxistinan sûc e, dibê irqçîtî û terora dewletan ya li hemberî şexs û milatan jî sûc be.

Dewleta tirk siyasetmedar û ronakbîrên kurdan terorîze dike, li ciyê rehetiyê her kesê muxalif terorîst îlan dike û navê wan dide Înterpolê. Dibê dewleteke nikanibe vê zulmê li însanan bike.

Dibê Salih Muslim û rêxistinên kurdan vê irqçîtî û terora Tirkiyê bibin dadgehên navnetewî û li Tirkyê gilî bikin.



Çareya me dibê em jî wek xelkê bibin xwedî dewlet

Heta ku partî û komeleyên me, dezgehên me bi destûra dewleta tirk vebin, ewê bi emir û fermana eynî dewletê jî werin girtin.

Yê xwedî dewlet, xwedî biryar û xwedî îrade ye jî.
Yên dewletê ji bo xwe hewce nebînin, qedera xwe bi demokrasiya tirkan ve girê bidin, dibê bi girtina partî û komeleyên xwe, bi girtina belediyan û serokên wan, bi girtina mebûsên xwe jî matmayî nemînin…

Heta em bindestê dewleta tirk bin, heta hebûna komele, partî û dezgehên me di destê tirkan da be, yanî heta em li welatê xwe nebin xwedî desthilat garantiya rêxistinên me jî û ya şexsê me jî tuneye. Tirk kînga bixwazin ewê rêxistinên me bigrin û serok û mebûsên me jî bavêjin zindanan.

Yanî heger em dixwazin ji vî halî, ji vê bindestiya rezîl xelas bin, dibê em jî wek tirk û ereb û farisan li welatê xwe xwedî hukim û desthilat bin…

Ha îro em nikanin bigihînin vê hedefa xwe, em nikanin bibin xwedî dewlet, ev tiştekî din e, lê dibê em bizanibin çare ev e, dibê ev yek tim û tim bîra me da be û em ji bo vê armancê bixebitin.

Cihûyan(yahûdîyan) di dema bindestiyê da her rê ceribandin, li welatên xelkê bûn her tişt, hatin meqamên herî bilind, bûn zengînên dinyayê, bûn edîb û alimên herî mezin, lê dîtin ku ne çare ye, heta ew bêdewlet û bindest bin, garantiya tu tiştekî wan tuneye.

Lema jî Herzlê bavê sîonîzma siyasî çare di dewletbûnê da dît û fikrê avakirina dewleteke cihuyan ya serbixwe xist serê cihuyan û cihû ji bo wê xebitîn.

Theodor Herzl ji gelê xwe ra got, ya emê dinyayê wek xwe bikin, ku ev yek ne mimkûn e,  ya jî emê bibin wek dinyayê yanî bibin xwedî dewlet.
Û bi rastî jî  ji bo ku dewlet ji bo xwe kirin armanc, di nava 50 salî da gihîştin armanca xwe.

Dibê em kurd jî wisa bikin û wisa bifikirin.
Dibê em kurd jî bibêjin heta em nebin xwedî Kurdistaneke serbixwe ne li Tirkiyê, ne li Îranê û ne jî li Îraq û Sûriyê ji me ra rehetî tuneye. Partiyên me jî, komeleyên me jî ewê tim werin girtin û ciyê me jî ewê tim zindanên îşxalkarên welatê me bin



21 november 2016

Bêyî Mesûd Barzanî kes nikane gelşa li Kurdistana başûr heye çareser bike

Gelş û dijayetên di nabêna Mesûd Barzanî-PDKê û tevgera Goranê da bi beyan û propagandeyên ji bîr û raya giştî ra çareser nabe.
Heger birêz Medûd Barzanî bi rastî dixwaze krîza li Kurdistana başûr hel bibe, meclîs vebe û hukûmet vegere ser karê xwe û sîstem bixebite, dibê ne bi beyanên propagandeyê, rasterat bi Goranê û YNKê û hemû aliyên din ra têkeve têkiliyê û hevdîtinên rû bi rû bike.
Dibê hevûdu îqna bikin.
Dibê yek ji ber yekî daxwe.
Yek dîn, yek bi aqil.
Berpirsiyariya yê bi aqil ji yê dîn, ji yê bêmesûliyet zêdetir e…
Kî kê îqna dike, kî tawîzê dide kê ne muhîm e, ya muhîm çareserî ye, netîce ye.
Ji bo çareseriyê dibê birêz Mesûd Barzanê ji meqamê xwe, ji desthilata xwe fedekariyê bike.
Ji bo îqnakirina yê hember dibê miheqeq riyekê bibîne.
Gava Goran fedekariyekê neke, bi aqilê Gselîm tevnegere, berjewendiyên netewî di
ser yên hizbayetiyê r anegre, dibê PDK û Mesûd Barzanî bikin, dibê ew berjewendî û pêşeroja gelê xwe di ser her tiştî ra ra bigrin. Û viya nîşanî gel bidin.
Bi israra ez bi heq im, Goran neheq e, lema jî yê neheq dibê neheqiya xwe qebûl bike, ev mesela çareser nabe.
Ez bi xwe vê yekê qet minaqeşe jî nakim.
Çimkî gelşa heyî çareser nake.
Mesele êdî ne kî bi heq û kî neheq e, mesele helkirina vê gelşê ye.
Her ku ev mesele dirêj dibe, mezintir û xerabtir dibe, çareserkirina wê zahmettir dibe. Kane bibe sebebê hin bûyerên pir ne xweş.
Rûdaneke wiha ji bo kurdan, ji bo hemû partiyan malwêraniyeke mezin e.
Hêzên, xêrnexwazên bixwazin ji van gelşên me sûdê bigrin û provakasyona bikin pir in.
Em hemû kurd bibêjin Goran û YNK neheq e mesele çareser nabe.
Lema jî dibê aliyek fedekariyê bike, tawîzê bide, di dîtin û siyaseta xwe ya berê da israr neke.
Gavê paş da bavêje.
Miheqeq riyeke lihevkirinê, yekîtiyê bibîne.
Ev, ji kesî ra ne kêmasî ye, belovacî wê mezinahiyî ye, bi mesûliyeta xwe rabûn e.
Berdewamiya gelşa nabêna PDKê û Goranê her ku diçe  mezintir û xerabtir dibe, pêşeroja Kurdistana başûr dixe bin metirsiyeke pir mezin.
Û heger di demeke pir kin da ev gelş çareser nebe, kane bibe sebebê hin bûyerên gelkî nexweş.
Lema jî dibê ev gelş miheqeq were çareserkirin, meslîsa Kurdistanê vebe, serok vegere ser karê xwe û mesela serokatiyê jî bi riyeke demokratîk were çareserkirin.
Di vir da wek partiya herî mezin û desthilat mesûliyeta herî mezin dikeve ser milê birêz Mesûd Barzanî û PDKê.
Birêz Mesûd Barzanî bixwaze, fedekariya hemû kurd jê hêvî dikin bike, kane gelşa îro li başûr heye di nava hefteyekê da hel bike.
Bi baweriya min bêyî Mesûd Barzanî kes nikane gelşa li Kurdistana başûr heye hel bike.
Tiştê kurd ji birêz Mesûd Barzanî dixwazin û hêvî dikin, çareserkirina vê gelşê ye.
Dibê kurd li hev bikin û destê biratiyê bidin hev.
Û li hemberî neyarên xwe bibin xwediyê şêleke netewî û yekgirtî.
Îcar birêz Mesûd Baranî vê gelşa nabêna PDKê û Goranê çawa çareser dike, kîjan rê û metodan bi kar tîne, çi fedekariyê dike, çi tawîzê din hev ew mesela wî ye. Ya muhîm kurd li başûr li hev werin û bêtifaqî ji ortê rabe.

Meriv ji kûçikê xwe hez dike lê hurmetê nîşanî kûçikê xwe nade



Rojnamevan Lutfu Oflaz, di nivîsa xwe ya îro da qala bîranîneke xwe ya bi milyarderê tirk Sakp Sabancî ra kiriye, gotiye rojekê min ji Sakip Sabincî ra got, ”hûn ji şalûzan(şelafan, dalkavukan) hez dikin.
Li ser vê, Sakip Sabancî jê ra gotiye:
”Rast e, em ji kesên ji me ra şalûziyê(şelafiyê)bikin hez dikin, kêfa me ji wan ra tê, lê belê em hurmetê nîşanî wan nadin. Meriv ji kûçikê xwe hez dike, lê hurmeta meriv jê ra tuneye.”
Bi Xwedê Erdogan û tirk eynî bi çavê Sakip Sabancî li kurdên zilamên xwe dinêrin, erê ji wan hez dikin, carnan pesnê wan jî didin, feqet bi qasî serê derziyê jî hurmeta wan ji kesên bi qewmê xwe ra xayin ketine tuneye.

Nivîsa Lutfu Oflaz 

XXX
Mehdî Ekerê Bismilî mabû wa ye ew jî li dijî perçebûna Tirkiyê derketiye û wî jî gotiye, ”dixwazin xerîteyan nuh bikin.”!
Ji bo ku Erdogan wî jî wek Huseyîn Çelîkê Wanî neqewitîne bêguman dibê Eker bi ruh û can li dijî perçebûna Tirkiyê û avabûna Kurdistanê derkeve. Lê ew çiqasî neyartiya gelê xwe bike jî aqûbeta Huseyîn Çelîk zû dereng ewê ya wî be jî.
Tu carî garantiya zilamtiya dijmin tuneye, rojek tê meriv dikeve rewşa gayê ji cot ra nabe.
Mehdî Eker ji vê hevkariya xwe ya bi dewleta tirk ra şerm nake, lê rojek ewê were zarokên wî, neviyên wî ewê ji van gotin û hevkriya Eker şerm bikin.

XXX

Polîsên tirk îro girtine ser mala serokê belediya Mêrdînê Ahmet Turk û ew girtine.
Serokê belediya Artûkluyê Emîn Irmak jî li belediyê girtine û birine emniyetê.
Li gorî fermana Erdogan daye dewleta xwe girtinên bi vî rengî ewê dom bikin, ewê bi hezaran kesên din jî bigrin.
Helbet ev faşîzm e, terorîzekirina miletê kurd û siyasetmedarên kurd e. Dibê meriv bêdeng nemîne û protesto bike.
Lê êdî ji şermezarkirina girtinên şexsan wêdatir, dibê meriv hebûna dewleta tirk ya li Kurdistanê, hebûna AKPê û partiyên tirk li Kurdistanê protest bike, li dijî îşxalê rabe û li hemberî vê îşxalê bi hev ra micadelê bike.



20 november 2016

Dawiya derew û xapandinê hat

Dawiya derewan hat, Anqere dixwaze dev ji endametiya Yekîtiya Ewrûpayê berde
Serok û xwediyê Tirkiyê yê tikûtenê Recep Tayyip Erdoganê mezin û kûpê aqil gotiye:
”Dibê Tirkiye xwe rehet his bike. Dibê tu carî nebêje ji bo min hebe tune Yekîtiya Ewrûpayê ye. Heger Tirkiye têkeve nava 5ên Şanghayê ewê pir rehet hereket bike. Min ev yek ji Pûtîn ra jî got. Pûtîn got ew li ser viya difikirin.”
5ên Şanghayê çi ye?
Çîn, Rûsya, Kazakîstan, Kirgizîstan, Tacikîstan û Uzbekîstan endamên vê yekîtiyê ne.
Erdogan herwisa gotiye:
”Emê heta dawiya salê jî sebir bikin, bû bû, ya na emê vê dosyayê bgrin.”
Yanî dev ji çîroka endametiya Yekîtiya Ewrûpayê berdin.
Heta nuha min gelek caran got, Tirkiye naxwaze bibe endamê Yekîtiya Ewrûpayê.
Sebebê vê mesela kurd û Kurdistanê ye.
Tirkiye naxwaze bibe endam ji ber ku naxwaze mafê kurdan bide, naxwaze hebûna kurdan bi qanûnî nas bike.
Tirk zanin heta mafên kurdan ên netewî nedin di warê aborî da bifirin jî nikanin bibin endamê Yekîtiya Ewrûpayê.
Çimkî krîterên Yekîtiya Ewrûpayê ne ekonomî tenê ye, demokrasî ye, azadî ye, mafê xwe îfadekirinê ye, edalet e û dana mafê miletê kurd e.
Li weletekeî endamê YE ne mimkûn e hebûna miletekî û zimanê wî yasax be, zarokên wî miletî nikanibin bi zimanê xwe bixwînin.
Li welatekî endamê YE ne mimkûn e navê welatekî, al û sembolên wî yasax bin.
Yanî Erdogan û tirk zanin gava bibin endamê Yekîtiya Ewrûpayê berî her tiştî dibê hebûna kurdan û Kurdistanê û perwerdeya bi zimanê kurdî qebûl bikin.
Erdogan û tirk îro ne amade ne gaveke wiha bavêjin.
Di programa Erdoga û hemû partiyên tirk da ji viya bêtir, tunekirina kurdan heye, tasfiyekirina tevgera kurda ya netewî heye.
Lema jî Ewrûpa çi bike jî tirk ewê tim bahaneyekê bibînin û prosesa endametiyê dirêj bikin.
Endametiya 5ên Şanghayê heger Rûsya û Çîn qebûl bikin mimkûn e, ji ber ku ji bo van dewletan demokrasî, azadî û mafê netewan ne muhîm e.
Û tirk jî li dereke wiha digerin. Yekîtiya tirk dixwazin gereke yekîtiyeke dîktatoran be, yekîtiyeke dermokrasî lê tunebe…



XXX
Vahdetîn Înceyê gula TRTê, heval û berdilkê gelek nivîskar û siyasetmedarên kurd û zilamê Erdogan yê herî sadiq dibêje keçikeka 13 salê heger nîkeha dînî were çêkirin kane bizewice.
ÛÎ dibêje ji bo wî di vê da tu şaşiyek tuneye.
Yeka din jî gotiye keçeka 12 salî kane bi kalekî 60 salî ra bizewice.
Ji xwe ji berdê û berê da ya pedofêlî di li musilmanan da normal tê dîtin.
Ûjdan, merhamet û exlaq tunebe însan kane her tiştî bike...

Hûn çi bikin jî cahş dev ji cahşîtiya xwe bernadin

Hûn çi bikin, çi bibêjin jî hûn nikanin pîsî û namerdîtiya cahştiyê, îxanetê bi cahş û xayinan bidin qebûlkrin.
Yê carê bûye hevalbend û zilamê dewleta tirk hew dev ji îxaneta xwe berdide û dibe kurd.
Tu sabûna cahştiyê û îxanetê bişo, paqij bike li dinyayê tuneye…
Qet bi dû cahş û xayinan nekevin, qet hêviyekê ji wan nekin, ew carê bûne rêber û aqilmendên tirkan û dewleta wan, heta mirinê jî ewê wer bimînin.
Dibê tevgera kurda ya siyasî cahştiyê, îxanetê, hevkariya bi neyar ra tu carî xweş nebîne û ji bîr 
neke…

XXX


Çavuşoglu gotiye, wan li Başîkayê 700 terorîst ji Daîşê kuştine.
Berde binê te erde…
Dereweke bêbinake ye, heta nuha ne we yek kes ji Daîşê kuştiye û ne jî Daîşê ji we.
Şerê we tenê li hemberî kurda ye.
Wezîrê karûbarên derve yê Tirkê gava derew kir, helbet ewê derewên qerse bike, helbet ewê baş biçirrîne.
Lê problema Çavîşoglu nikane cî bide dera xwe ya bi boçik.
Bi sedan kes ji Daîşê kuştine lê termê yekî jî li ortê tuneye.
Piştî cengeke mezin, di kuçe û kolanên Cerablûsê da qira Daîşê anîn, lê ji şansê wan yên xerab ra, hemû termên Daîşiyan bû kelxûdana beroşê û bi hewa ket..
Wek sponsorê Daîşê yê herî mezin, Çavuşoglu mecbûr e hevalbendiya xwe ya bi Daêşê ra înakr bike, mecbûr e derewên wiha bike.
Lê hevalbendiya Tirkiyê ya bi Daîşê ra hewqasî eşkere ye ku êdî her kes bi virên wiha dikene.
Daîş hêzeke girêdayî artêşa tirk e, bi alîkarî û destega Tirkyê şer dike û li ser niga ye.
Çavuşoglu derewên çiqasî mezin bike jî dinya bi vê rastiyê baş zane.

19 november 2016

Çaxa mirina bizinê were nanê şivên dixwe



Wezîrê parastinê yê Tirkiyê Fikrî Işik gotiye ew bi Rûsyayê ra li ser sîstema fuze S-400 hevdîtinan dikin.
Helbet ewê fuze muzeyan nekirin, şantaj dikin, dixwazin xwe hinekî buha bifroşin, lê Emerîka ji henek û şantajên wiha hez nake.

Çaxa mirina bizinê tê nanê şivên dixwe.
Xwezî bi rûsan ra tîcareteke wiha bikirana. A wê demê ewê bela xwe bidîtana.
Emerîka û Ewrûpa kanin tehamulî zirzopiyên Erdogan bikin, kanin dîktatoriya Erdgoan îdare bikin, kanin çavên xwe û guhên xwe ji kirinên hukûmeta AKPê yên antî demokratîk ra bigrin, kanin terora dewlet li hemberî kurdan dimeşîne ji nedîtî ve werin, lê belê ewê tîcreta sîlehan bi rûsan ra tu carî qebûl û efû nakin.
Tîcareta bi Rûsyayê ra ji bo Emerîka û Ewrûpa "xeta sor", heer Erdogan wê xetê derbas bike ewê bela xwe bibîne.
Lema jî hêvî dikim Erdogan bi rastî jî xwe nêzî Rûsyayê bike û ji Rûsyyê sîlehan û fuzeyan bikirin.
A wê çaxê Emerîka tezkereya wî tije bike.
Ji xwe Erdogan nuha jî dîzme derbas kiriye û hemû qirêdiya xwe qedandiye.
Yanî rewşa Erdogan nuha dişibe deveyê ji hawidê xwe dixwe, hêdî hêdî nêzî mirinê dibe….



XXX


Dostekî gotiye, şêwirmendê Trump yê Ewlekariya Netewî Flynnî ji Kurdistan TVê ra gotiye:
”Li Rojhilata Navîna nuh ji 3 ya jî 4 dewletên ewê ava bibin yek jî ewê Kurdistan be.”
Hêvî dikim texmîna Flynnî rast derkeve û em kurd jî hema li beşekî Kurdistanê be jî bibin xwedî dewlet.
Lê ji bo ku Kurdistan çê bibe dibê kurd li hev bin, yekîtiya wan hebe.
Tabloya nuha li başûr û rojava heye zêde ne hêvîdar e, meriv pir ditirsîne.
Hêvî dikim serokên kurdan, partiyên kurd bi lez gelşên nabêna xwe bidin aliyekî û bi tifaqeke netewî derkevin pêşberî dijminên xwe û dinayê.

18 november 2016

Emîrê Daîşê yê li pişt perdê Rojava bi hevalbendiya Daîşê sûcdar dike

Hela hûn bala xwe bidin vê sosireta giran, emîrê Daîşê(Erdogan) yê li pişt perdê, welatên Ewrûpa bi piştgiriya bi Daîşê ra îtham kiriye, gotiye Ewrûpa çekan dide Daîşê.
Li dinyayê dîktatorên wiha rûşuştî û bêheya kêm in. Mêrik wek serokê Daîşê diwêre viya bibêje.
Bi rastî biravo!
Erdogan, li Pakîstanê welatên Ewrûpa bi dijminatiya îslamê tohmetbar kiriye û gotiye:
“Xuya ye kî li gel DAIŞê ye, Rojava li pişt DAIŞê ye. Sîlehên me dest danîne ser nîşanî me didin hemû berhemên Rojava ne. Em dibînin ku ew Daîşê li dijî îslamê bi kar tînin.”
Weleh mêrik pir jêhatî ye, Daîşa wî çê kiriye, ew emîrê Daîşê yê herî mezin e, bi hezaran qatilên Daîşê li Tirkiyê kom û perwerde dike, lê dîsa jî xwe ji vî sûc cirma giran bêrî dike û Ewrûpayê bi piştevaniya Daîşê sûcdar dike.
Weleh helal be jêr e.
Lê sûcê ewrûpiyan e, ew pîs û tirsonek in. Heta nuha ji alîkariya Tirkiyê ya bi Daîşê ra çavên xwe girtin, sûcên Erdogan tim bincil kirin.
Di destê ewrûpiyan da bi hezaran belge hene îspat dike ku Daîşê girêdayî artêşa tirk e û ji alî Tirkiyê ve tê îdare kirin.
Lê ev rastî veşartin û neçûn ser Erdogan.
Û nuha jî mêrik wa ye sûcê xwe dixe hustiyê ewrûpiyan, dibêje we Daîş çêkiriye, hûn alîkariyê bi Daîşê ra dikin.
Nuha li Tirkiyê bi hezaran Daîşî hene. Bi sedan serokên Daîşê li Tirkiyê wek mîr û qiralan dijîn.
Hemû sîleh û cebilxaneya Daîşê ji Tirkiyê dihere. Şargeha Daîşê Tirkiye ye.
Lê mêrik dîsa jî diwêre Ewrûpayê bi hevalbendiya Daîşê îtham bike.
Helal be jê ra, belkî Merkelê bi sûcê hevalbendiya bi Daîşê ra bide mahkimê jî.
Lê ewrûpiyan heq kiriye…



XXX
Emerîka bersîveke pir giran da Erdogan: ”Tiştê Erdogan dibêje ne hêjayî bersîvê ye” !
Berdevkê wezareta karên derve yê Emerîkayê John Kirby, îro bersîv da gotina Erdogan do li Pakîstanê got, ”Rojava li pişt Daîşê ye.”
John Kirby,bersîveke tam layiqî Erdogan da, got:
”Gotineke wiha bersîvê jî heq nake.”
Bi baweriya min heger Emerîka û Rojava hemû têkiliyên Erdogan û Daîşê eşkere nekin û Erdogan nekşînin ber dadgeha navnetewî(Dadgeha Laheyê), Erdogan ewê hîn gelkî pêş da here.
Dibê Emerîka êdî vî zimanê wî yê dirêj di dereke wî ke…
Ew dem hatiye û buhurîye jî…

Dibê esayişa PYDê wek polîsên tirk û Sûriyê zulmê li kurdan neke




Li gorî medyaya kurd dinivîse hêzên esayişa PYDê yên Kantona Cizîrê li Amûdê 6 berpirsiyarên Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê girtine bin çavan.
Navê kesên hatine girtin, cîgirê Serokê wê partiyê Hesen Salih û endamên pîlotburoya PYKSê Ebdisemed Xelef Biro, Enwer Naso, Marûf Mela Ehmed û parêzer Sebrî Mîrza ye.
Girtina berpirsiyar û endamên Partiya Yekîtiya Kurd li Sûrî(Yekît) ji alî esayişa Kantona Cizîrê şaş e, şerm û rûreşiyeke mezin e.
Dibê PYD vê zulmê li kurdan neke, ev ne tu rê ye.
Ez vê kirina esayişa Kantona Cizîrê pir şaş dibînim û ermezar dikim.
Dibê PYD û esayişa Kantonan bi her kes û hêza mixalif ra muamela dijmin neke, wek polîsên rejîma Esed û Beasê neheqiyê û zulmê li kurdan neke, gava bike tu ferqa wê ji rejîma Esed û Erdogan namîne.
Girtin û zindankirina muxalifan şaş e û zirareke mezin dide tevgera kurd ya netewî û yekîtiya kurdan.
Gava li Tirkiyê kurdan, berpirsiyar û endamên HDPê digrin û davêjin zindanê em hemû kurd li dij derdikevin, protesto dikin, dibêjin em ev zul e, faşîzm e.
Kes û hêza zulm û terora tirkan neheq bibîne, rexne bike, dibê ew bi xwe eynî neheqiyê û zulmê li gelê xwe, li muxalifên xwe neke.
Îro ne roja kurd mêraniyê li serê hev bikin, zulmê û neheqiyê li hev bikin, hevûdu bavêjin hefs û zindanan. Îro roja xurtkirina hestên biratiyê û hevkariyê ye.
Îro ji me kurdan ra û bi taybetî jî ji kurdên Kurdistana rojava ra ji berberî û dijminatiyên siyasî bêtir, biratî û hevkarî lazim e, tifaq û yekîtî lazim e.
Bi kirinên muxalifên xwe, PYD zirarê dide xwe û yekîtiya miletê kurd. Di kirinên wiha da ne kara PYDê heye û ne jî ya miletê kurd, tenê zirar e û malwêranî ye. Ev ne tu aqil e, ne tu rê ye. Bi girtinên wiha PYD bawerîya kurdan ya bi hêzên kurd, ya bi hukim û îktdara kurdan qels dike.
Dibê PYD destûrê nede neheqiyên wiha, nehêle hêzên wê zulmê li kurdan û muexalifan bike.
Hêvî dikim her 6 endamên Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê tavilê werin berdan û tiştên wiha careke din dubare nebin.
Bêguman li hemberî dewleta tirk û Daîşê piştgiriya PYDê û gerîla wezîfeyeke netewî ye. Ji roja roj da ye ez xwediyê vê dîtinê me.
Lê li alî din ne rast e meriv li hemberî şaşîyên PYDê, neheqiyên PYD li hêzên din dike bêdeng bimîne ya jî biparêze.

17 november 2016

Dibê kurd êdî hemû hilbijartinan boykot bikin,

Dibê kurd êdî hemû hilbijartinan boykot bikin, ne bibin muxtar û ne jî serokê belediyan
Piştî îşxala belediya Sêrtê û girtina serokê belediyê Tuncer Bakirhan, nuha jî serokê belediya Wanê Bekir Kaya û serokê belediya Mêrdînê Ahmet Turk jî girtin û du mamûrên dewletê, walî û wekîlê walî danîn ser serê herdu belediyan.
Diyar e ji bo ku zêde deng û olan nede, zêde mezin nebe hemû belediyan û serokan di yek rojê da nagrin, hemû serokan di eynî rojê da navêjin zindanê.
Ji dêlî wî piço piço dikin, rojê belediyekê, du belediyan digrin û serokên wan teqîf dikin.
Bi baweriya min ne meclîsa tirk tenê, dibê kurd êdî hemû dezgehên mehelî, ji muxtariyê bigre heta bi encumen û belediyan, dibê dev ji hemûyan berdin, bira dewlet wan jî bi mamûrên xwe îdare bike.
Bira başçawîşan bikin muxtar, polîs û tîmên taybet jî bikin azayên belediyan.
Çimkî dewlet netîceyên hilbijartinan qebûl nake, hurmetê nîşanî îradeya kurdan nade.
Kurd kê hilbijêrin jî gava ne bi dilê dewletê be tavilê wan ji kar digre û davêje zindanê û mamûrekî xwe tayinî dewsa wan dike…
Îcar madem netîce ev e, madem ewê ray û îradeya milet pere neke, wê demê ne hewceye meriv di vê tiyatroya dewletê da bibe fîguran; ya baş û rasttir dibê meriv hemû hilbijartinan boykot bike, nebe muxtar, encumen û serokê belediyan.
Ji dêlî wê dibê meriv li dijî îşxalê û ji bo serxwebûnê bixebite, wê ji xwe ra bike hedef.
Ji xwe dewlet muameleya koletiyê bi kurdan ra dike, lema jî dibê meriv bi hilbijartinên bêyî fonksiyon vê statuya kurdan ya koletiyê veneşêre.
Kurdistan di bin îşxalê da ye û kurd jî êsîr û koleyên tirkan in. Dibê hemû dinya vê rastiyê bibîne…

XXX
Li Kurdistana bakur (li Tirkiyê) bêyî micadele û şerê rizgariyê li ber kurdan tu riyeke din tuneye.
Û viya jî nuha tenê PKK û hêza girêdayî wî kane dest pê bike.
Tirk, kurdan mecbûrî viya dikin.
Tirk dibêjin ya hûnê bindestiya me ya ebedî qebûl bikin û hêdî hêdî bibiin tirk ya jî heger hûn kanin ji me veqetin.
Bi baweriya min zor û zahmet be jî PKK û hemû hêzên kurd dibê riya rizgariya yanî serxwebûnê, veqetandinê hilbijêrin

XXX
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî do li Başîkayê li ser pêşeroja kurdan û serxwebûna Kurdistanê axftineke gelek muhîm kir.
Di axaftina wî da nuxteya herî mihîm got, wan ”li ser venekişandina ji navçeyên kurdî bi Emerîkayê ra li hev kiriye.”
Û di serdana xwe ya dawî ya Bexdayê da ji berpirsiyaran ra eşkereyî qala serxwebûna Kurdistanê kiriye. Ji hukûmeta Ebadî ra gotiye,
” Madem em nikanin bi şîrîkî bijîn, bila em bibin cîranên baş. Em li gel Amerîkayê rêketin û dê ji navçeyên Kurdistanî venekişin.”


Heta nuha dihat gotin Emerîka ne li gel serxwebûna Kurdistanê ye. Lê Mesûd Barzanî di axaftina xwe da dibêje Emerîka piştgiriyê dide serxwebûna kurdan.
Ev xebereke xêrê ye û bêguman dilê hemû kurdan şa dike. Hêvî dikim Emerîka li pişt vê soza xwe bisekine.
Lê bi baweriya min dîsa jî bêyî yekîtiya kurdan nabe, dibê PDK, YNK û Goran miheqeq li hev bikin.
Ez dibêjim heger li hev nekin îlankirina serxwebûnê di tahlûkê da ye.

Ez zanim hûn namerd û neyarekî xedar in



Vira bajarê Şirnexê ye.
Û ala di nava kavilên Şirnexê da li ba dibe jî ala tirk e, sembola zafera wan û îspata têkçûna me ye.
Tirk dixwazin em li wê ala tirk ya di nava kavilên Şirnexê da hêl dibe baş temaşe bikin.
Hulagu jî li Bexdayê wiha nekir.…
Ji bo ku em xwe nas bikin.
Lê ez bawer nakim pozê cahşên me bişewite û namûs di bênamûsên me hilê…
Heta ji we tê pê li serê me kin.
Heta ji we tê bi xurûr û heysiyeta me bilîzin.
Heta ji we tê çavsoriyê û zulmê li me bikin û di nava kavilên bajarên me da ala xwe hildin.
Heta ji we tê nemirovî û barbariya xwe nîşan bidin.
Lê esas ne hewce ye, em zanin hûn çi namerd in.
XXX


Hin kes ji rûvî jî konetir in
Hin kesên sextekar, pûlperest û hin îslamiyên(dîndarên)ji rûvî jî konetir ji bo ku zilamtiya xwe ya AKPê û dewletê veşêrin bi zimanekî pir tûj êrîşî kemalîzmî û kemalîstan dikin, zulma kemalîstan li kurdan kiriye derdixin pêş.
Lê bi yek gotinê jî zulma hukûmeta AKPê li kurdan dike, terora dewlet li hemberî kurdan dimeşîne rexne nakin.
Dijminatiya Erdogan û hukûmeta AKPê li rojava bi kurdan ra dike, şerê li bakur li hemberê kurdan dimeşîne tew nagrinên devê xwe.
Tenê êrîşî kemalîstan û kemalîzmê dikin.
Ji ber ku kemalîst nuh ali erdê ne diperpitin, di nav nigên Erdogan da ne, lema jî êrîşa ser kemalîstan him bêzirar e û him jî maske ye.
Bi vî hawî him zilamtiya xwe ya Erdogan û AKPê vedirşêrin û him jî xwe wek merivên kurdperwer nîşan didin.
Îro li Tirkiyê rexnekirina kemalîstan, Gulen, PKKê û HDPê siyaseta herî bêzirar û heta herî bi kar û qezenc e. perê têda heye.
Erdogan kesên wiha bê xelat nahêlê, miheqeq ya di TRTê da ya jî di dereke din da ji bo ku baş êrîşî PKKê, HDPê, Gulen û kemalîstan bikin karekî dide wan…
Li TRTê binêrin hûnê gelek kesên wiha sextekar û xwefiroş bibînin..

16 november 2016

Heger ji nava we tim ajan derdikeve sûcê we ye



Yenî Ozgur Polîtîkayê, li ser ajanekî bi navê Mehmet Fatîh Sayan nivîseke dirêj belav kiriye.
Xebera li ser mijarê di ANFê da jî heye.
Mehmet Fatîh Sayan, ji Mêrdînê ji qeza Dêrikê ye û muxabirê Denge TVê bûye.
Mehmet Fatîh Sayanê ajan, bi riya muxabiriya Denge TVê, li Almanyayê têkilî bi gelek kes û komeleyên nêzî PKKê ra daniye, ketiye nava hemû komele û dezgehên kurdan û nêzî PKKê, bi kesên wek Remzî Kartal û gelek kesên wek wî ra hevpeyvîn kiriye.
Kes nizane vî ajanê tirkan çiqas zirar daye kurdan.
Ez fêm nakim ajanên dewleta tirk çima tim ji nava komele û dezgehên nêzî PKKê derdikvin?
Ajanên dewleta tirk çima tim kanin têkevin nava komele, rojname û telewîzyonên nêzî PKKê?
Di operasyonên KCKê da bi dehan ajan derketin.
Omer Guneyê qatilê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Soylemezê jî ajanê Tirkiyê bû.
Heta nuha bi sedan ajanên dewleta tirk ji nava rêxistinên PKKê û nêzî PKKê derketine û zirarên pir mezin dane kurdan û tevgera PKKê.
Lê di nava komele û dezgehên nêzî PKKê da tu carî dawiya janan nayê, ajaneke dihere, yekî din tê.
Piştî hewqas serpêhatî, tecrûbe û zirarên mezin dibê ajanek hewqasî bi rehetî nikanîbûya biba muxabirê Denge TV û bi vê maskeyê têkilî bi hewqas însan û dezgehê ra dayniya.
Heta nuha min nebihîstiye ji nava partî û rêxistinên din ajanên tirk derkevin, here were ji nava dezgeh, komele û organîzasyonên PKKê derdikvin.
Dêmeg komele, rêxistin û dezgehên PKKê û nêzî PKKê ji bo ajanan cî û jîngeheke musaîd e.
Dêmeg cî, war û hawirdor ji bo ajanan musaîd e.
Heger li derekê avzêm, gerek, batax tunebe kelmêş çênabe. Çêbûna kelmêşan girêdayî hawirdorê ye.
Lema jî bi dîtina min sûc ne yê dewleta tirk e, dewlet karê xwe dike.
Sûc yê berpirsiyar û serokên van rêxistin, rojname, telewîzyon û komeleyên PKKê ye, ew ji ajanan ra cî û hawirdorê xweş dikin.



15 november 2016

Her cara ku tirk serê ço nîşanî Yekîtiya Ewrûpayê didin ewrûpî dibin pisik û xwe dimelisînin




Wezîrên Yekîtiya Ewrûpayê, ji bo ku li hemberî Tirkiyê siyaseteke mişterek û yekdeng bimeşînn do li Brukselê hatin ba hev.
Li gorî medyaya tirk dinivîse, bêyî Awusturyayê(Osterîkê)hemû welatên endamên Yekîtiya Ewrûpayê fikrê ”berdewamiya muzakereyên endametiya” bi Tirkiyê ra parastine.
Yanî bêyî Austuryayê 27 welatên endamên Yekîtiya Ewrûpayê gotine tirk çi bikin û çi bibêjin jî dibê meriv tirkan îdare bike, dengê xwe neke û têkiliyên endametiyê bi Tirkiyê necemidîne.
Tirk, ewrûpiyan baş nas dikin, zanin ewrûpî çi pûlperest in, lema jî Erdogan û Bînalî Yildirim her roj heqaretên nemayî li wan diikin, henekên xwe bi wan dikin, dibêjin heger hûn têkilî karê me bibin, heger hûn li dijî terora me derkevin û bibêjin demaokrasî û nizanim vir da û wê da, weleh emê tiliya xwe li çavên we xin.
Yildirim îro berî bi wezîrê karên derve yê Almanyayê Steinmeier ra bipeyive, mesajên pir sert da Yekîtiya Ewrûpayê û got:
”Nebî nebî hûn bixwazin eyar bidin Tirkiyê” !
Yildirim got, di rewşeke wiha da hûnê pir poşman bibin.
Di destê tirkan da tenê zor û ço heye, gava bi ewrûpiyan ra dipeyivin çoyê/darê wan tim di destê wan da ye.
Û ewrûpî jî gava çoyê di destê tirkan da dibînin diqutifin, li hemberî tirkan dibin pisik, xwe dimelisînin û dest bi demagojiyên beradayî dikin.
Sebebê vê silbûna ewrûpiyan ya li hemberî tirkan çend quriş pere û kar e, pere her tim ji îman, nirx û demokrasiya wan xurttir e.
Û tirk jî viya baş zanin, lema jî di destekî wan da ço û destekî da jî gizêr heye, gava ewrûpî çav li gizêrê dikevin wek kêrgo xwe davêjin ser gizirê…
Helebet endametiya Tirkyê ya Yekîtiya Ewrûpayê pêkenîn û dereweke, ewrûpî jî û tirk jî zanin tiştekî wiha ne mimkûn e. Ev yek girêdayî azadiya miletê kurd e.
Roja tirk hebûna Kurdistanê û azadiay kurdan qebûl bikin, a wê demê tiştekî wiha kane mimkûn be.
Lê tiştekî wiha tirk di demeke nêz da tu carî qebûl nakin, partiyên tirk, rejîma Tirkiyê gelkî dûrî çareseriyeke wiha ye. Hedefe tirkan nuha mehûkirina tevgera kurd e, teslîmgirtina kurda ye. Ji bo vê yekê kanin her barbariyê û qetlîamê bikin.
Wêrankirian bi dehan bajarên kurdan îspata vê yekê ye.
Ji bo ku tirk mafên kurdan yên netewî bidin hîn pirlazim e, dibê çend nifş derbas bibin.
Lê li gel vê jî tirk naxwazin dawiyê li vê derewa endametiya Yekîtiya Ewrûpayê bînin.


Ji ber ku bi vê hincetê ji Ewrûpayê bi milyar euro xûgê digrin, Yekîtiya Ewrûpayê wek manga şîr didoşin.
Û li alî din ji ber ku berendamin nahêlin YE piştgiriyê bide kurdan. Yanî kara tirkan di qutnekirina daxwaza endametiyê da heye, bi qestî dixwazin ev derew dom bike.

Tirkiyê dîsa gefa qetlîamê li kurdên rojava xwar


Wezîrê parasitinê yê Tirkiyê Fikrî Işik, careke din kurdên Kurdstana rojava bi qetlîamê tehdît dike û dibêje,
”Heger nêzî El Babê bibin û dev ji xeyalên xwe yên yekkirina kantonan bernedin ewê bedêlekî pir mezin bidin. Di hewildanên wan yê berê da we dît me bersîveke çawa da. Di vî warî da biryardariya me berdewam e.”
Yanî mêrik dibêje ewê nehêlin kurd bajarên xwe Efrînê û Kobanê bigihînin hev, ewê nehêlin kurd li Sûriyê bibin xwedî dewlet û statuyeke netewî.
Û gava kurd di viya da israr bikin, Tirkiye ewê êrîşî kurdan bike û bedêlekî pir giran bi wan bide dayin.
Bedêl yanî, ewê gund û bajarên kurdan bombebaran bikin û bi hezaran kurdan bikujin.
Mesele hewqasî vekirî ye.
Ji Esed bêtir neyartiya kurdan dikin. Di şerê Sûriyê da tenê li dijî kurdan e, bêyî kurdan kî çi bike îşê xwe jê naynin. Derdê wan kurd in, dibê kurd li ne li Tirkiyê tenê, li welatekî din jî ji bindestiyê xelas nebin û negihîjin azadiya xwe.
Tabî ev belayeke pir mezin e, kurd ewê ji vê belayê çawa xelas bibin ez nizanim.
Rûsya û Emerîka li hemberî vê siyaseta Tirkiyê ya êrîşkar û antî-kurd çi dibêjin zêde ne zelal e. Lê bi dîtina min Emerîka li dij be jî Tirk ewê guh nede Emerîkayê û êrîşî kurdan bike.
Lema jî dibê kurd hesabê xwe li gorî wê bikin, gavên xwe li gorî tirk ewê guh nedin kesî bavêjin.
Û bi hezaran kurdên xwefiroş, kurdên cahş hîn jî bi AKPê ra ne, yek jî newêre ji Işik û Erdogan ra bibêje hûn çima hewqasî li dijî gelê min in, hûn çima qebûl nakin kurd li Sûriyê bajarên xwe bikin yek û azadiya xwe îlan bikin?


Xwe ji tirkan ra kirine kole û tirk çi bînin serê kurdan jê ra li çepikan dixin

XXX
Hukûmeta AKPê nehîşt guhdar, serdêr(ziyartçî)herin beşdarî civîna HDPê ya meclîsê bibin.
Ji ber ku polîs û bekçiyên Bînalî Yildirim çûna civîna HDPê li guhdar û kurdan yasax kir, berdevkê HDPê Ayhan Bîlgen civîna grûba HDPê ya heftê bi tena serê xwe kir.
Yaho şerm e, êdî bes e, hewqasî jî xwe biçûk nexin. Ji meclîsa tirkên faşîst û neyarên kurdan vekişin. Êdî tu îşê we li wir nemaye.
Ma ji bo ku hûn dev ji vê meclîsa faşîst berdin dibê tirk hîn çi bînin serê we, hîn çi zulm û heqaretê li we bikin?
Bi vê hustuxwariyê, bi vê siyaseta bêşexsiyet hûn him xwe û him jî miletê kurd biçûk dixin.
Tirk we naxwazin, we ji meclîsa xwe diqewitînin, ma hûn bela ne?

14 november 2016

Erdogan: Yê bi felsefe û psîkolojiya şivantiyê nizanibe nikane însên îdare bike !



Recep Tayyip Erdogan gotiye yê bi felsefeya şivantiyê nizanibe nikane însanan îdare bike, nikane bibe siyasetmedarekî baş û ew bi xwe jî şivaneke û dû ra jî gotiye:

”Şivantiyê biçûk nebînin. Yê felsefeya şivantiyê nizanibe, psîkolojiya wê fêm neke, nikane însên îdare bike. Ez jî şivanekim.”


Wek tê zanîn şivan pez ji gur diparêze, lê gava şivan bi gur be kê pez biparêze?
Şivan bê kerî nabe, piştî ku şivan Erdogan be, kerî jî miletê tirk e.
Nuha meriv fêm dike çima Erdogan kane tirkan hewqasî rehet îdare bike. Ji ber ku mêrik felsefeya şivan tiyê baş zane, lema jî keriyê xwe pir rehet diçêrçîne...

XXX
Heta keştîyê negîhne benderê dibê meriv ji kaptan ra li çepikan nexe
Camêrekî gotiye,
”Dibê meriv ji zor û zahmetiyên derketine pêşberî kaptan zêdetir, keştî/gemî gîhandiye benderê/lîmanê ya na, li wê binêre.”
Kaptanên(serokên)me yekî jî keştî negîhandine benderê, yanî li tu beşê welatê me Kurdistana serbixwe, dewleta kurd çênekirine.
Lê dîsa jî hin kes, hin serokan bi asîmanan dixin û hinekan jî dixin binê erdê.
Halbû mesele ne egîdî, mêraniyên berê kirine û retorîka serxwebûnê ye. Ya muhîm netîce ye, keştî gîhandine benderê ya na?
Tiştê em dibînin yê tirsonek jî û yê egîd jî, yên serxwebûnxwaz jî û yên serxwebûnê naxwazin jî wek kaptan hîn keştiya xwe negîhandine benderê û ewê bigihîninê ya na ew jî hîn ne diyar e.
Îcar hewqas çepik û pesin ji bo çi ye?
Bi dîtina min hetanî keştiyê negihînin benderê ji kaptanan yekî jî pesin û çepik heq nekiriye.

 XXX
Di şer da meriv kane qezenc jî bike û wenda jî bike. Lê gava meriv li ber xwe nede ji xwe wenda kiriye.
Kurd li her çar perçên Kurdistanê li hemberî dijminên pir hov bi qehremanî li ber xwe didin. Ji bo ku bi ser kevin. Yên hember çiqasî xurt û hov bin jî kurd mecbûr in li ber xwe bidin. Ya din mirin e...
Heger bi vê liberxwedanê ra li hev jî bikirana, yekîtiya xwe çêkirina zafer sedîsed ya wan bû.
Lê bi qasî di şer da egîd û cnfîda ne, di siyaset û hevkariyê da hewqasî ne jîr in, ev jî dibe sebebê zeîfî û têkçûna wan.

XXX


Axayê dewleta tirk Erdogan, ji bo ku rojekê berî rojekê Trump bibîne û îşê xwe pê bqedîne pir ecele dike.
Berî ku hemû sandoq vebin û netîceya hilbijartinan diyar bibe, Erdoga telefonî Trump kiriye û ew pîroz kiriye û dû ra jî jê ra gotiye, ez dixwazim tu werî bibî mîvanê min.
Trump jî spasî wî kiriye û gotiye, lê min hîn serokatî dewr negirtiye, bi xêr kînga derketim Qesra Spî wê demê…
Lê axayê Tirkiyê gotiye ne hewceye tu heta wê demê bipê, hema lêxe were, ez dixwaim te nuha bibînim…
Çimkî ecela efndî heye…
Miheqeq ji bo xapandina Trump, planek di serê axayê Tirkiyê da heye. Lê mêrik sebir nake zêde bipê, dixwze vê plana xwe ya super berî ku Trump derkeve Qwsra Spî bi wî bide qebûl kirin.
Çimkî pir ecela wî ye, dixwaze Trump zû bixapîne, dixwaze îşê xwe zû pê biqedîne….
Gava dewlet nemîne, her tişt têkeve destê axayekî Kasimpaşayê qeşmeriyên wiha wek jîrîtî û biaqiliyeke mezin tê dîtin…

13 november 2016

Li gorî wezîrê AKPê mebûsên HDPê mişkên kanalîzasyonan in


Wezîrê aboriyê Nîhat Zeybekçî yê hukûmeta AKPê li ser girtin û tewqîfkirina parlamenterên HDPê gotiye:
”Quretî dikirin, digotin em naçin mahkimê. Dewleta cumhûriyeta Tirkiyê, wek mişkê ji kanalîzasyonê derkeve, bi kortika hustuyên wan girt û birin mahkimê…

Ev retorîk ji nefretê jî wîdatir e, ji bo heqareteke hewqasî giran, dibê meriv ji yekî, ji miletekî îkrah bike.
Û Zeybekçî ji kurdan îkrah dike...
Lê ev ne dîtina Zeybekçîyê faşîst tenê ye, Erdogan jî, Bînalî Yildirim jî û ji sedî 99ê tirkan jî wek Zeybekçî difkirin, bi çavê mişkên di lexemê, di kanalîzasyonê da li kurdan dinêrin.
Her kes vê yekê nade der, lê Zeybekçî daye der.
Ez bi xwe wek navê xwe zanim ji sedî 99ê tirkan wek Zeybek kurdan wek mişkên lexemê dibînin, yanî kurdan hewqasî pîs pîs dibînin.
Zeybekçî nebêje jî ez zanim tirk bi vî çavî li me kurdan dinêrin, heger ji wan were, ewê hemû kurdan topî ser bikin, benzînê lekin û bişewitînin.
Kurdê viya nebîne, viya nizane, viya qebûl neke pir saf e, kêmaqil e.
Kurdê ji tirkan hez bike, kurdê bixwaze bi tirkan ra bijî, kurdê nexwaze ji bindestiya tirkan xelas bibe û bibe xwedî dewlet, merivekî gelkî pîs e, li ber xwe nakeve.
Ji ber ku dewlet li pişta Nîhat Zeybekçî ye lema jî mêrik diwêre vê heqareta giran li kurdan bike û bibêje me ew wek mişkên kanalîzasyonan girtin û birin mahkimê.
Heger em ne bindest bûna, ger dewleta me jî hebûya ya jî ev dewlet ya me herduyan bûya Zeubekçî nikanîbû ev heqareta han li me bikira.
Yê min xwe hercara ez heqaretên wiha ji devê tirkan dibihîzim ji xwe ra dibêjim ”axxx bêdewletî çiqasî xerab e, ”heger dewleta min jî hebûya kesî nikanîbû ev heqaret li in û li miletê min bikira.”

XXX
Alimên xiristiyan(file) bi ilm û felsefa xwe, bi îcadên xwe dinyayê diguherînin, ji civata xwe û însaniyetê ra xizmetên mezin dikin.
Alimên musilman jî di telewîzyonan da bi şiklê qûnşuştinê mijûl in, dibê însan bi kîjan destî û çawa qûna xwe bişo?

XXX



Ekonomi Bakanı Nihat Zeybekci, HDP'li vekillerin tutuklanmasıyla ilgili çok sert ifadeler kullandı. Zeybekçi '' Devlet, lağımdan çıkan fare gibi ensesinden tuttuğu gibi mahkemeye götürdü. Bu ülkenin bağımsız mahkemeleri, hakimleri de gereğini yaptı" dedi.

12 november 2016

Dewleta tirk kilît li deriyê 370 komele û saziyan xist



Wek min texmîn dikir û berî nuha jî çend caran nivîsî, dewleta Erdogan rojname, telewîzyon, sîteyên înternetê û saziyên kurdan û yên kêfa wî jê ra nayê yek bi yek dide girtin.
Hîn lîsteya komele û rêxistinên biryara girtina wan hatiye dayin eşkere nekirine, lê bi qasî çapemenî dinivîse biryara girtina 370 komeleyan hatiye dayin.
Ji van komeleyan 47 hebên wan li Diyarbekrê ne.
Dewleta Erdogan helbet ewê bi vê jî nesekine, qala girtina 1200 komeleyan tê kirin.
Yanî di rojên pêş da ewê hemû komele, sazî û partiyên kurdan yên ne girêdayî AKPê û nêzî dewletê bigrin.
Nuha komele û saziyên ewê bigrin tespît dikin, lîsteyan çê dikin. Peyder pey ewê kilîtê li deriyê hemû rêxistin, komele û partiyan xin.
Xwediyê Tirkiyê Erdogan îşareta vê daye, gotiye:
”Gerorge çi gotiye, Hans çi gotiye, me eleqeder nake. Xwedê çi gotiye ew me eleqeder dike…”
Yanî Ewrûpa ewê çi bibêje, dinya ewê çi bibêje, qanûn çi dibêjin ji bo Erdogan ne muhîm e, ya muhîm gotina Xwedê yanî Quran û şerîet e…
Ê heger her tiştê li gorî gotina Xwedê, yanî Quranê û şerîetê be, wê demê Tirkiye bûye Erebîstana Suûdî
Êdî ne qanûn, şerîet derbas dibe…
Yanî êdî qanûn ”qisas bi qisas” e, xwîn bi xwînê, çav bi çav e. Dest û nig ewê werin jêkirin, serî ewê werin firandin…
Lê esas ”Xwedê”, ”şerîet” merîet hemû jî demagojî ye, bi vê gotinê qesta wî ew bi xwe ye, yanî dilê wî çawa bixwaze ewê wer bike, ewê guh nede tu kesî û tu qanûnê…
Van tiştên min li jor gotin her kes texmîn dike. Wek her tim dibêjim, heta Erdogan li ser hukim be, sibe ewê ji îro xerabtir be.
Ev sedîsed e.
Ya muhîm ne zanîna vê pêşeroja tarî ye.
Emê çi bikin, ya ev muhîm e.
Bi baweriya min hemû hêz, şexsiyet û partiyên kurd li hemberî van êrîşan dibê hêzên xwe bikin yek û tifaqeke netewî çêkin û bi hev ra bi qasî ku kanin li ber xwe bidin.
Bêyî tifaqeke netewî û berxwedanê tiştekî din ê meriv bike ez nabînim…



Tirkan îşê me qedandiye



Bi qasî ku tirkan kurd ji ruh û evîna kurdayetiyê û Kurdistanê dûr xistine û di netîceyê da kirine tirk, ereban û farisan ev yek nekirine û nikanûbûne bikin.
Lema jî ronakbîr, nivîskar û siyasetmedarên kurd ji kurdistanê bêtir li metropolên Tirkiyê dijîn, di koçkirina metropolên Tirkiyê da tu şaşiyekê nabînin, ji asîmîlasyonê qet nerehet nabin.
Lema jî bi dilxweşî dev ji kurdî û Kurdistanê berdane û bi zimanê tirkî dipeyivin û dijîn, siyasetê bi tirkî dikin, bi tirkî kurdan dixapînin û asîmîle dikin.
Zirara siyasetmedar û partiyên kurd daye miletê kurd ji ya dewletê mezintir û zêdetir e.
Bi destê siyasetmedar, edîb, hunermend û ronakbîran kurd hogirî tirkî û partiyên tirk û Tirkîyeyî bûne.
Xeta xwar ji gayê pîr da ye.
Gayê pîr mezin û serokên kurdan in, siyasetmedar in, hunermend û ronakîrên kurd in. Nivîskarên bi tikî dinivîs in.
Dewleta tirk pişt li kurdan şikandiye, ji ereb û farisan bêtir kurd helandine û kirine nîvtirk.
Lema jî Kemal Burkay, Yaşar Kaya, Şerafettîn Kaya û gelekên wek wan bîranînên xwe bi tirkî dinivîsin.
Ji ber ku kurdên bakur (Tirkiyê)ji kurdên başûr, rojhilat û rojava bêtir ji kurdayetiyê û hestên netewî dûr ketine, ji wan bêtir heliyane û bûne tirk lema ji asîmîlasyonê ne aciz in.
Lema jî kurdên Kurdistana bakur, siyasetmedar, ronakbîr, nivîskar û hunermedên bakur ji vî halê xwe qet şerm nakin.
Bira şerm li wir bimîne, ji jiyana xwe ya li metrepolan, ji zimanê xwe yê tirkî pir hez dikin, bi wê bextewar û serbilind in.
Kurdên dewletê, ji ber ku kurdên başûr, siyasetmedar û ronakbîrên başûr jî wek wan asîmîle nebûne, wek ku ew li Stenbolê dijîn, ew jî li Bexdayê najîn, wek ku ew bi hev ra tirkî dipeyivin, ew bi hev ra erebî napeyivin, xwe mezin û kurdên başûr jî biçûk dibînin.
Kurdên dewletê, ji ber ku ew kanin li Tirkiyê, li Stenbolê bijîn û di TRTê da bibin karkirê dewleta kolonyalîst û faşîst, tirkan pir demokrat û ereban jî pir faşîst û barbar dibînin.
Muhsîn Kizilkaya do bi şev di TRTê da bêyî ku şerm bike, bi serbilindî ev dîtin parast û got ji ber ku tirk tu cudahîyê naxin nabêna tirk û kurdan, ji ber ku tirk ji ereban demokrattir in, lema ew û bi hezaran ên weka wî li Stenbolê dijîn, lê kurdên başûr nikanin li Bexdayê bijîn.
Zilamtiya dewletê mêrik bêar kiriye, lema jî asîmîlasyonê, tirkbûnê, teslîmiyetê wek şerefekê, wek serbilindiyekê, wek demokratbûna tirkan dibîne, ji dêlî ku şerm bike, bi vî halê xwe bigrî, pesnê tirkan dide.
Ji dêlî ku kurdpewerî û welatparêziya kurdên başûr, girêdana wan ya bi Kurdistanê û zimanê kurdî ve teqdîr bike, pesnê wê bide, bi xerabiyan ereban ve girê dide.
Gava fedî nemîne bext jî nabîne…



11 november 2016

Serokê MITa tirk Emre Taner: Ji bo ku 30 milyon kurd nebêjin çima dewleta me tuneye dibê jinên kurd werin asîmîlekirin



Serokê Teşkîlata Îstîbarata Millî (MITê) yêTirkiyê yê kevn Emre Taner li ser ewê çawa kanibin kurdan ji ortê rakin gotiye, ji bo qedndina kurdan dibê em xwe bigihînin jinên kurd, yanî jinên kurd asîmîle bikin.
Çimkî çavkaniya kurdayetiyê û welatparêziyê zimanê kurdî ye, ew jî li ba dayikan, yanî li ba jinên kurd e.
Û ji bo ku dewlet kanibe bigihîje hedefa xwe yanî ji bo ku kanibe kurdan bihelîne Emre Taner vekirî gotiye:

“Heta hûn xwe ne gihînin jinên kurd, hûn nikanin pirsgirêka kurd çareser bikin. Ji ber ku zimanê dayikê ji wir tê. Ev mijar tenê ne mijara terorê ye. Teror tenê navgînek e, li pişt vê yekê armancên siyasî hene. Kurd dibêjin, em 30 milyon in û çima dewleta me nîne?
Divê em bersiva vê pirsê bidin wan. Me got em xwe bigihînin jinên kurd, lê me nikanîbû. Heta em aliyê civakî yê vê mijarê nebînin, em nikanin pirsgirêka kurd çareser bikin.

Mêrik her tişt pir vekirî gotiye.
Heta ku kurd neyên asîmîlekirin ewê tim pirsa , “çima dewleta me tuneye ?” ji xw bikin.
Ji bo kurd vê pirsê ji xwe nekin, dibê werin asîmîlekirin.

Û asîmîlekirin akurdan jî girêdayî asîmîlekirina jinên kurd e. Roja dewlet jinên kurd asîmîle bike, a wê demê meselakurd dimre.
Tiştê serêkê MITê yê kevn Emre Taner ji dewleta xwe ra dibêje ev e, heger hûn dixwazin mesela kurd , “terorê “ û PKkê biqedînin dest bavêjin jibên kurd, wan asîmîle bikin.

Nuha hûn dibînin ziman, axaftina kurdî  ji bo hebûna kurdan çiqasî muhîm e.
Çimkî ziman nasnameyeke, pasaporteke netewî ya pir muhîm e. Bi zimên mirovê kurd him dibe xwediyê nasnameyeke netewî, nasnameyeke ku ew ne ereb,  ne tirk û ne faris e, kurd e û him jî berdewamiya hebûna xwe digre garantiyê.

Bi zimên kane kultur, edebiyat, folklor û zargotina kurdî bide domandin. Ziman, ji merivê kurd ra li hemberî asîmîlasyonê dibe zirx û wî ji mirinê diparêze.



Lema jî li Kurdistana bakur(li beşên din jî) bingehê, garantiya hebûna kurdan ziman e û ew jî esas di devê dayikan da ye, bi destê dayikan, yanî jinan tê parastin û belavkirin.

Roja ev ziman nemîne, yanî roja kurdya jî wek Emre Taner gotiye, “jinên kurd” asîmîle bibin, mesela kurd dimre, diqede.

Wek Taner jî gotiye, dewletê çavkaniya hebûna kurdayetiyê û kurperweriyê dîtiye û dixwaze vê çavkaniyê zuha bike, lê heta nuha tam nikanîbûye.

Ne ku qet tiştek nekirine, na gelek tişt kirine, xwe gîhandiye beşekî mezin yê jinan, bi sedhezaran jin asîmîle kirine û di warê asîmîlasyonê da mesafeyeke mezin jî bi dest xistine.

Lema jî dewlet giraniyek û ehemiyeteke mezin dide asîmîlasyona jinên kurd, di vî warî da gelek taktîk, rê û dirban bi kar tîne.

Ji bo ku kurd keçên xwe bidin xwendin, ji bo ku dayik bi zarokên xwe ra bi kurdî nepeyivin hezarûyek planan diceribînin.

Lê hîn jî sedîsed negigîştine hedefa xwe, li bajaran hema hema gihîştine hedefa xwe, mane gund. Bes li gundan jî gav bi gav nêzî hedefa xwe dibin.

Wek tê dîtin kurdên bi zarokên xwe ra bi tirkî dipeyivin gunehekî  mezin dikin, dikevin bin webalekî mezin, di praktîkê da dibin alîkarê dewletê û asîmîlasyona miletê kurd.

Li Tirkiyê, li Kurdistana bakur bi zarokên xwe ra xaftina bi kurdî wezîfeyeke welatparêzî ye, bi qasî şerê pêşmerge û gerîlla ê li hemberî Daîşê û hêzên îşxalkar muhîm û muqedes e, redkirina asîmîlasyonê û tirkbûnê ye; remz û pasaporta kurdayetiyê ye.

PARVE BIKE