31 december 2016

Me salake pir bêyom li pey xwe hîşt, bi hêviya sala 2017a bibe sala azadiyê

Sala we ya nû pîroz be!
Sala 2016a ji bo kurdên herçar perçên Kurdistanê bû saleke bêyom, mişt komkujî û êş û jan.
Bi taybetî jî dewleta tirk her her salê li me kurdan dike hefs û zindan, nahêlin kurd carekê jî bimizicin, bikenin û bi kêf û şadî têkevin sala nû.
Lê li gel vê jî em mecbûr in bawerî û hêviya bi serketinê, bi azadî û serxwebûnê wenda nekin.
Dawiya tarîtiyê ronahî ye, ez bawer dikim zû dereng li Tikriyê jî û li beşên din yên Kurdistanê jî zafer ewê ya me be. Çimkî em bi heq in, em li ser axa xwe ne û em ji her dem û wextê bêtir bi hêz in. Lema jî emê van rojên mişt êş û komkujî li pey xwe bihêlin û bi Kurdistaneke serbixwe şa bibin.
Bi hêviya dîtina rojên azad û bextewar û Kurdistaneke azad!
Bêyî cahş, xayin û hevalbendên neyaran ez sala nû ya hemû dost, heval û her kurdê bi xîret pîroz dikim.
Bi hêviya sala 2017a ji bo me û gelê me sala serketinê û azadiyê…

XXX
Sersal" ya jî "Sala nû" ?
Xelk û alem bi hemû zimanan "sala nû" li hev pîroz dikin, lê gelek kurdên ne ne "sala nû", "sersalê" yanî serê salê, yanî şeva serê salê li hev pîroz dikin.
"Sersal" û "sala nû" ne eynî tişt e, lê şaşiyê carê cî girtiye, kes niane rast bike.
Wek gotina "em jiyan dikin"!
Ji dêlî ku bibêjin em li xerîbiyê dijîn, dibêjin em li xerîbiyê jiyan dikin.
Ez di bextê we da me, meriv "jiyan nake", meriv dijî ya jî najî...



XXX
Ser xêrê, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê jî bi fermana Erdogan û hukûmeta AKPê hat girtin.
Erdogan û hukûmeta wî û kurdên xulamên tirkan girtina Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê wek diyariyeke sala nû dan kurdan...
Emdstîtuya Kurdî ya Stenbolê 24 sal berê sala 1992a da li Stenbolê ji alî apê Mûsa Anter, Feqî Husên Sagniç û Cemşîd Bender ve hatibû vekirin.
Demokrasiya Tirkiyê ji bo kurdan tim wiha ye, gavek pêş da, du gav paş da ye.
Li Tirkiyê rejîm çi be jî ji bo kurdan kane tim faşîzim be. Nuha faşîzimeke tirk-îslamî li ser hukim e…

XXX
10 sal berê di rojeke wiha da Seddam Husên hat îdamkirin
10 sal berê di 30ê çileya pêşîn(30/12-2006)da Seddam Husênê dîktator û qatilê bi hezaran kurdî li Bexdayê hat îdamkirin.
Ez hêvî dikim taliya hemû neyarên me yên mayne jî wek ya Seddam Husên be û ew jî bêceza nemînin.
Em kurd dîroka xwe zû ji bîr dikin. Bin bala xwe da çend malperên kurdî yên herî mezin û nas yekê jî li ser roja îdama Seddam tiştek nenivîsîbû.


30 december 2016

Kurd bi xwe ji tirkan ra xizmeteke bêhempa dikin


Tiştên tirk û kurdên hevalên tirkan li ser kurd û Kurdistanê dinivîsin hezar qatî ji tiştên bi kurdî tên nivîsîn zêdetir in.
Hemû minaqaşe û nivîsên muhîm yên li ser kurdan bi tirkî ne. Lê haya kurdên tirkînizan ji van nivîsan çênabe.
Nivîsên li ser kurdan û li dijî kurdan berê tenê rojname û medyaya tirkan belav dikirin.
Lê nuha hin sîte û malperên kurdan jî, wek Rûdaw, BasNews û gelek sîteyên din jî li ser navê rojnamevaniyê nivîsên tirkan û kurdên hevalên tirkan belav dikin.
Û bi vî hawî ew jî ji alîkî da him xizmetê ji tirkî ra û ji asîmîlasyona kurdan ra dikin û him jî fikir û dîtinên li dijî kurd û Kurdistanê belav dikin.
Yek rojname û sîteyeke tirkî, yek ajanseke tirkan nivîsên bi kurdî, nivîsên Kurdistanparêzan belav nake.
Lê bi dehan(belkî jî bi sedan) sîteyên kurd, ajansên kurdan nivîsên tirkên panturkîst û antî.kurd belav dikin. Û vê xizmeta ji tirkî û ji dewleta tirk ra jî wek rojnamevniyê, wek xizmetekê difroşin kurdan. Û kurdên belengaz û bêşiûr jî vê xizmeta ji dewleta tirk ra bi memnûnîyet qebûl dikin.
Yanî medyaya tirk ne bes e, hin kurdên me jî di bin xêliya rojnamevaniyê da ji tirkan û dewleta tirk ra xizmeteke baş dikin. Dibê meriv heqê wan nexwe.
Lê kurdên tirkînizan vê xizmata wan nabîne. Çimkî bi tirkî nizanin….

Kurd dev ji zimanê xwe berdidin û tirkî dikin zimanê xwe yê netewî

Ji radyoya Swêd beşê kurdî Beşîr Kavak, li ser taliya kurdî bi Profesor Salih Akin ra hevpeyvîneke xweş kiriye. Heger wexta we hebe miheqeq lê guhdarî bikin.
Salih Akin, li Fransa li zanîngeha Rouenê berpirsiyarê beşê zimanê kurdî ye.
Prof. Salih Akin, di hevpeyvîna xwe da gotiye:
”Kurmancî îro bûye xwedî standartek nivîskî, lê di jiyana rojane da weke zimanê devkî êdî ew kêm tê bi kar anîn û ev xetereke mezin bi xwe re tîne”.
Rast e, heger di demeke kin da li Kurdistana bakur(Tirkiyê)kurd mafê perwerdeya bi zimanê kurdî bi dest nexin, bi baweriya min jî pêşeroja kurdî tuneye, yanî taliya kurdî pir xerab e, kurdî ewê bibe zimanekî mirî yê miletek pê napeyive.
Yanî tiştê hat serê zimanê latînî ewê were serê kurdî jî.
Çawa ku bi perçebûn û dû ra jî bi belavbûna Împaratoriya Romayê ra zimanê latînî jî di praktîkê da mir, ma wek zimanekî antîk. Tenê hin zimanzan fêr dibin.
Heger kurd li Tirkiyê di demek pir nêzîk da li Kurdistanê nebin xwedî maf û desthilat û zarokên kurd bi kurdî nexwînin, wek latînî kurdî jî mahkûmê mirinê ye. Wek zimanekî mirî ji bo fîlolog û lînguîstan ewê bibe qada lêkolînê.
Ji salên 1980î da ye ez dibêjim heger kurd bi rengekî cidî li zimanê xwe xwedî dernekevin(ew jî axaftin e, bikaranîn e)kurdî mahkûmê mirinê ye.
Berê, heta salên 1980 û 1990î kurdî hêdî hêdî dimir, lê pêştî belavbûna telewîzyonê, înternetê û medyaya sosyal, êdî bi çargaviyê berbî mirinê dihere…

Belovacîkirina rastiyê nediristî ye

Malpera IMPNEWSê, li ser makezagona (qanûna esasî) ya nuha li Tirkiyê AKP û MHP bi hev ra hazirkirine û şêla HDPê ya li hemberî vê makezagona nuh bi mamosteyê zanîngehê Vahap Coşkun ra hevpeyvînek kiriye. Faysal Dagli ev hevpevîn di facebookê da parve kiribû. Ev nivîsa min şiroveya li ser wê nivîsa Vahap Coşkun e.

Vahap Coşkun hevalekî AKPê yê biaqil e, zêde xwe deşîfre nake. Lê bi hostayî tim HDPê û PKKê neheq û AKPê jî tim bi heq nîşan dide.
Coşkun  di derke nivîsa xwe da wiha  gotiye:
”Tirkiyê li hemberî Tehdîdên FETO û PKKê ku ji bo xwe wek mesela hebûn û nebûnê dibîne, ji mutefikên xwe alîkariya hêvî dikir negirt, hêza wan li pişt xwe his nekir.”
”Türkiye varoluşsal bir anlam atfettiği FETÖ ve PKK tehditlerine karşı geleneksel müttefiklerinden beklediği desteği alamadı, onların gücünü arkasında hissetmedi.”

Yanî ji ber ku Emerîka bi Tirkiyê ra şerê PKKê nekiriye, di vî warî da têra xwe desteg nedaye Tirkiyê, Coşkun jî wek tirkekî ji Emerîka gazinan dike. Dibêje Tirkiye xeyalşikestî bûye.
Ev jî nîşan dide ku Vahap Coşkun hevalê kê ye û dilê wî bi kê ra ye.
Ya din jî îdîeya efendim HDP li dijî sîsteme serokatiyê derneketa ewê wiha nebûya, tesîra MHPê ewê hewqasî çênebûya, îdîayeke ne rast e û demagojî ye.
Bi dîtina min jî dibê HDP li dijî sîstema serokatiyê derneketa, dijminatiya Erdogan û AKPê nekire. Ji dêlî wê ve daxwazên kurdan bida pêş, bi AKPê ra têketa bazariyê baştir bû. Bi dîtina min jî wiha bikira ewê maskeya AKPê bixista.
Lê HDPê sedîsed piştgirî bida sîstema serokatiyê jî, ji hemû daxwazê AKPê ra bigota erê jî, AKPê ewê herçar madeyên qanûna esasî yên pêşî neguherta, ewê hebûna kurdan nexista qanûna esasî, ewê perwerdeya bi zimanê kurdî qebûl nekira. Yanî HDPê çi bikira jî AKPê daxwazên wê qebûl nedikir û ewê dîsa bi MHPê ra ev taslax amade bikira.
Çimkî AKP bi tu hawî naxwaze hebûna kurdan qebûl bike, statuyeke netewî bide kurdan û viya jî bi qanûnan tescîl bike.
AKP, Erdogan îro pir û pir dûrî vê nuxtê ne.
Lê HDP wek nuha ewê neheq neba, kesî ewê nikanîba bigota çima we piştgirî neda AKPê, çima we şerê Erdogan kir.
Wek min got, AKP naxwaze mafekî herî biçûk yê qanûnî bide kurdan, ew jî bi qasî MHPê li dijî hebûna miletê kurd û perwerdeya bi zimnê  kurdî ye.
Ma Erdogan her roj nabêje ”yek dewlet, yek al, yek welat, yek milet û yek ziman” ?
Kesê gav û saetê bibêje ”yek milet” ewê çawa hebûna kurdan têxe qanûna esasî û perwerdeya bi zimanê kurdî qebûl bike?
Ev ne tiştekî girêdayî şêla HDPê ye.
HDPê çi bikira jî AKPê dev ji siyaseta dewletê ya resmî bernedida û bernade.
Yanî tiştê Vahap Coşkun li ser HDPê gotiye di esasê xwe da demagojî ye û şîrînkirina AKPê û reşkirina HDPê ye.
Mexsed aliyê PKKê û HDPê tim neheq û yê AKPê jî bi heq nîşan bide.
Û Vahap Coşkun viya jî tim dike, lê pir bi hostayî dike…

Ava her kes dîn kir


Di wext û zemanekî pir kevn da li welatekî paş çiyayê Qaf padîşahek hebû. Her îş û karê xwe bi kahîn û rimildaran dişêwirî.
Rojekê kahîn û rimildarên paşê jê ra gotin:
”Di rojên pêş da ewê baraneke zêde û pir bi zirp bibare. Kanî, bîr û sarînc ewê tije av bibin. Lê belê  her kesê ji wê avê vexwe ewê hiş berde û dîn bibe. Temî û wesiya me ev e: Dibê hûn ji wê avê venexwin. Ji nuha da hemû sarîncên qesrê, fera û folên malê  tije av bikin. Û vê meselê jî ji kesî ra nebêjin.”
Padîşê gurra kahîn û rimaldarên xwe kir. Û emir da xulaman, hemû sarîncên qesrê, satil û fera û folên malê tije av kirin.
Wextek derbas bû bi rastî jî baraneke zêde û pir bi zirp barî  û her der di bin avê da ma. Û her kesê ji kaniyê av vexwar dîn bû.
Tenê paşa û malbata xwe dîn nebûn. Çimkî wan ava barana her kes dîn dikir venexwarin.
Lê her ku çû li der û dora paşê kesê biaqil nema. Bêyî paşê û malbata wî her kes dîn bû. Destpêkê vê yekê gelkî kêfa paşê anî. Çimkî her kes dîn bû, yê biaqil tenê ew bû.
Lê piştî demekê paşa poşman bû. Yên dora wî hemû dîn bûn, di nava koma dînan da nizanîbû çi bike.
Ji ber ku yên dora wî hemû dîn bûn, nikanîbû gotinê têxe serê kesî, nikanîbû emir û fermana xwe bi kesî bide qebûl kirin.
Ji ber ku her kes dîn bû kesî guh nedida gotin û fermanên wî, wî çi bigota jî di ser guhê xwe ra diavêtin. Paşa maşa êdî ne xema kesî bû…
Lê ne tenê kesî guh nedida gotin û fermanên wî, di ser da jî jê ra digotin, ”dînooo, dînooo”  û henekên xwe pê dikirin…
Di nava hewqas merivên dîn da jiyan li paşê bûbû zindan, nizanîbû çi bikira. Dawiya dawî hew kanîbû tehamul bike, rabû berê xwe da ser kaniya nêzî qesrê û jê têr vexwar.
Û bi vî  hawî wek her kesî ew jî dîn bû…
Rewşa kurdan jî nuha ev e, gava  yekî zane û biaqil gotineke xêrê dike ji her alî da mirîd êrîşê dibin ser û dibêjin ”dîno, dîno” û henekên pê dikin, dixwazin her kes wek wan bibe merivê aliyekî û êrîşî aliyê din bike…


29 december 2016

Çîroka gurê boz û xayinên me


Gurê boz ji ser qotê zinarekî bilind çêlikê xwe yê nuh bi ser nigan ketibû fêrî nêçîrê dikir, jê ra qala xeterî û tahlûkeyên der û dorê û jiyanê dikir.
Li deşta jêr ya bin quntarê çiyê da keriyek pezê diçêriya bala gurê biçûk kişand. Cara heywanên wiha nedîtibû. Bi meraq ji bavê xwe pirsî:
-Errrik, ewên han çi ne ?
Gurê boz got:
-Ew heywanên tu dibînî pez e ez bi qurban, hemû mîhî ne. Goştê wan pir lezîz e. Gava fersend çê bû vêkeve û bixwe. Ew nesîbê te ne. Tu yê ji goştê wan pir hez bikî. Ilim jî goştê berxikê wan pir nerm û xweş e…
Gurê biçûk îcar şivan nîşan da û got:
-Le ewê kulav lê û çoyek di ber ra ye û li wir sekinîye kî ye? Ew çi teba ye?
Gurê boz bi awirekî cidî îcar dest bi nasandina şivên kir, got:
-Ew li ber pez e, pez diparêze. Navê wî şivan e. Aman aman tu carî xwe nêzî wî nekî. Gava te ew dît tavilê ji wir baz de û here li derekê xwe veşêre.
Bîstek derbas bû, gurê biçûk îcar kûçikê li dora kerî digeriya meraq kir û got:
-Le ewê dişibe me kî ye, ew çima li wir e?
-Gurê boz kesereke kûr kişand û got:
-Axxx, axxx! Erê ew dişibe me lê ne ji me ye. Û yê malik li me viritandiye jî ew xayin e. Ew berê ji me bû, lê nuha kûçikê kerî ye. Pir tehlûke ye. Neyarê me û qewmê xwe ye. Hevza ji xwe wî bike…!
Ev mesela me kurda ye, halê xayinên me ketinê baş teswîr dike, eynî tişt hatiye serê me jî.
Mixabin bi hezaran kurd jî wek kûçikên vê çîrokê bûne zilam û parêzvanên dijminên me. Wek kûçikên dijmin êrîşî qewmê xwe, xwişk û birayên xwe dikin..
Wek seyên gurêx ji dijmin bêtir zirarê didin gelê xwe û tevgera kurd ya netewî. Bi kurtêlan, bi hestiyan ji alî dijmin ve hatine kedîkirin û bûne kûçikên keriyê neyarê xwe.
Gerek meriv kurdên destik û hevalên neyar tu carî ne ji bîr bike û ne jî efû bike.
Dibê meriv hevalbendiya bi dijmin ra, hevkariya bi dewleta tirk ra tu carî xweş nebîne.
Gava meriv hevalbendiya bi dijmin ra xweş bibîne, hinekên din jî ewê cerasteê bigrin û ewê jî bidin ser şopa wan, ewê jî bibin cahş û xayinên qewmê xwe.
Hevalbendiya bi dewletê ra dibê tim wek karekî qirêj, wek rûreşiyekê were dîtin.


Ev aqil têra me nake


Serokên kurdan, gelek siyasetmedar xwe pir biaqil dihesibînin, li gorî wan ew pir biaqilin û serok û siyasetmedarên din ya kêmaqil in, ya jî bi qasî wan ne bi aqil û jîr in.
Mimkûn e, ez nizanim kîjan serok û siyasetmedar super zeka ye, biaqil û jîr e û kîjan jî korfahm e, di serê wî da aqilê çûkekê jî tuneye…
Çimkî tu mîtroyek û mêzîneke meriv aqil û jîrîtiya însanan pê bipîve û biwezîne tuneye.
Xwezî hebûya, wê demê karê me pir rehet dibû…
Lê ev jî heye, Descartes gotiye, ”Biaqilbûn ne tiştek e, ya muhîm dibê meriv wî aqilî di cî da bikar bîne.
Yanî aqilê di cî û wextê da neyê bikaranîn bi kêrî tiştekî nayê, ya muhîm di cî da û rast were bikaranîn.
Lema jî gava em bala xwe didin netîcê û sifreya hazir, em dibînin ku aqilê jîr û biaqilên me jî têrê nake.
Heger têrê bikira nuha kurd li her çar perçên Kurdistanê neketibûn gewriya hev, nuha ji tirs û xofa şerê birakujiyê em neketibûn hev, ji kêfa yekîtiyê û serketinê me dîlan digirt.
Ez dibêjim serok û siyasetmedarê me yê herî biaqil û jîr û mezin jî dibê hinekî din jî zorê bide sînorên aqilê xwe, kêmasiya xwe bibîne û qebûl bike.
Çimkî heger aqilê heyî têra çareserkirina gelşên me bikira nuha destê me ne di gewriya hev da, milê me di hev da bû û em li diyarekî din bûn, di halekî baştir da bûn.
Bi vî aqilê xwe em ne ji dîroka xwe û ne jî ji dijminên xwe dersê û îbretê digrin.
Hewcedariya me bi aqilekî din û siyasetmedarên biaqiltir heye. Bi vî aqilî bi navê Xwedê em nagihîjin tu derê

28 december 2016

Di 700 sal da me 654 kitêbên bi kurdî weşandine


Li gorî lêkolîna M. Malmîsanij, dewra Osmaniyan jî tê de, heta sala 2006a hejmara kitêbên li Tirkiyê  bi zimanê kurdî çap bûne  li ser hev 654 heb in."
Ji van 654 kitêban 580 heb bi kurmancî ne û 74 heb jî bi zazakî(kirmanckî)ne.
Û ji van kitêban 579ê wan di nabêna salên 1990 û 2006a da çap bûne. 103 hebên van kitêban li derveyî Tirkiyê û Kurdistanê û bi piranî jî li Swêd çap bûne.
Kitêbên di dema Osmaniyan da çap bûne herewere 30 heb in. Yanî di nava 600 salên hukmê dewleta Osmanî da tenê 30 berhemên bi kurdî çap bûne.
Hemû berhemên di dema Osmaniyan da çap bûne bi elîfebeya erebî ne û hemû jî şiîrên bi destnivîs in. Hin werger jî hene. Încîl yek ji wan wergeran e.
Li gorî tespîta Malmîsanij, kitêba bi kurdî cara pêşî li Stenbolê di sala 1844a da çap bûye.
Di nava kitêb û wergeran da yên herî zêde şiîr in, 174 heb in. Roman 69 û çîrok jî 65 heb in.
Kitêbên li ser folklorê, ferheng, kitêbên dînî, kitêbên zarokan û kitêb û materylên perwerdeyê jî di nav vê hejmarê da ne.
Lêkolîn heta sala 2006a ye. Bêguman di van 10 salên borî da jî him li Tirkiyê û li Kurdistana bakur û him jî li Ewrûpayê gelek kitbên bi kurmancî û zazakî hatin weşandin. Lê ew ne di vê lokêlînê da tunene.
Gava min jimara 654 dît ez matmayî mam. Çimkî li gorî lêkolînê di nava 700 salan da tenê 580 kitibên kurmancî hatine çapkirin. Meriv naxwaze bawer bike.
Nufûsa Swêd 10 milyon e, par(2015)li Swêd 15.294 kitêbên cûr be hatin weşandin.
Lê me kurdan ne di salekê da, tam di 700 salî da herewere 580 kitêbên kurmancî û 74 kitêbên zazakî weşandine.
Ferqa me û tirkan jî bi qasî ya Swêdiyan mezin e. Li Tirkiyê jî par 49 hezar û 149 kirêb(her babet kitêb di nava vê jimarê da ne. Yên mekteban jî)hatine weşandin.
De îcar hesab li ba we ye. Gava meriv fê ferqa di nabêna xwe û xelkê da dibîne, meriv baştir fêm dike çima em hewqasî paşdamayî û reben in.
Mala Malmîsanij eva be, camêr bi vê lêkolîna xwe jî wek hemû berhemên xwe yên din ji miletê kurd ra xizmeteke pir mezin û bêhempa kiriye.


Emerîka bersîveke pir giran da Erdogan

Berdevkê wezareta karên derve yê Emerîka Toner, bersîveke pir giran da Erdogan…
Erdogan îro dîsa xwe berdaye, gotiye:
”Emerîka û hêzên kolalîsyonê destegê didin Daîşê, PYDê û YPGê. Di destê me da hemû bi tescîl in, bi risman, bi qeydên vîdeoyan hemû di destê me da ne.”
Alîkariya Emerîka ya bi PYDê û YPGê ra ne hewceyî risim û vîdeoyê ye, Emerîka eşkere dibêje ew destegê dide PYDê. Emerîka ev alîkarî tu carî înkar nekiriye.
Lê ya bi Daîşê ra helbet vireke bi boçik e.
Erdogan vê buhtanê li Emerîka û hêzên koalîsyonê dike ji ber ku wek wî nakin, ji ber ku piştgiriyê nadin şer û siyaseta Erdogan ya li Sûriyê dimeşîne.
Û sebebekî din jî alîkariya Emerîka ya bi YPGê ra ye. Erdogan dixwaze Emerîka destegê nede YPGê, lê emerîkî guh nadinê. Ev yek Erdogan Erdogan har û dîn dike.
Ji bo van gotinên Erdogan, berdevkê kar û barên derve yê Emerîkayê Toner, bi gotinekê tenê bersîv daye Erdogan, gotiye bi van gotinan ”Kenê meriv tê”!
Erdogan merivekî pir qebe û sivik e, xwe pir zû berdide, gotinên xwe qet napîve û nawezine, pir rehet tiştê bêbingeh dibêje.
Çimkî gava nikanibe îdîayên xwe îspat bike şerm nake, li ber xwe nakeve.
Lema jî rast, ne rast, çi tê devê dibêje. Ne bi mesûliyet û sergiraniya serokkomarê welatekî, wek simîtfiroşekî kuçeyên Qasimpaşê çi tê devê wî dibêje.
Heger fedî bike bersîva Toner pir giran e. Lê fedî nake, qet ne xema wî ye, kane deh carên din jî eynî tiştî bibêje.

XXX

Di ser qetlîama Roboskî ra 5 sal derbas bûn, lê hîn hî berpirsiyarekî vê qetlîamê nehetiye girtin.
Çimkî yên hatin kuştin kurd in.
Roboskî di dilê her kurdê xwedî ûjdan û her kurdê bi namûs û şeref da birîneke 

27 december 2016

Carnan dibê meriv devê xwe bigre


Teşxeleyên nabêna hin partiyên kurd pir gurr bûye. Heval û dostên vê partiyê û wê partiyê xwe li hev serqot kirine û bi hêrseke mezin dibezin hev. Gotên nemayî ji hev ra dibêjin, her yek hev û du bi zilamtiya dewletekê îtaham dikin.
Bi kurtî nuha di nava kurdan da atmosfera siyasî gelkî ne xweş e, însan zû gotinên ne xweş ji hev ra dibêjin, zû dilê hev dihêlin.
Bi min wiha tê van rojan meriv çiqasî xwe tevî vê teşxelê neke hewqasî baş e. Serê meriv ewê vehesiyayî be.
Tu çi dibêjî miheqeq hinek êrîşî te dikin, te bi hevaltiya vê partiyê û wê pariyê îtham dikin. Dixwazin ya tu yê bi Apocî bî, ya jî Barzanîcî. Wekî din tu rê û tu rastî tuneye.
Rastî şûrkîşiya aliyekî û êrîşî aliyê din e.
Gava meriv şûrê partiyekê, aliyekî nekşîne û êrîşî partiya din, aliyê din neke meriv dibe yê nêtxerab û zilamê aliyekî.
Lema jî ji nuha û pê da heta ji min were ezê xwe tevî teşxeleyên partiyan, tevî teşxeleyên PKKê û PDKê nekim û li ser wan, ne bi başî û ne jî bi xerabî tiştekî nenivîsim.
Ji xwe di warê siyasî da tu rol û giraniyeke nivîsên min tuneye, tenê ”dijminan” ji min ra çê dike…
Min çi nivîsî ye, çi gotiye tu tesîrê li serok û birêvebirên herdu aliyan nake. Emerîka nikane wan li hev bîne îcar ewê guh bidin nivîsên kesên we min…
Lema jî kî çi dike, kî ji kê ra çi dibêje û bi çi îtham dike, kî şerê kê dike ew ji xwe ra zanin.
Bira demek jî wiha derbas be. Hela binêrim çawa dibe. Belkî di deqîqeya dawî da li  xwe varqilin û dijminan bi xwe nekenînin. Gelşên xwe bi diyalogê, bi riyeke aştiyane hel bikin.
Carnan dibê meriv xwe bide aliyekî, devê xwe bigre û li bûyeran temaşe bike.
Çimkî gotin û nivîs bêtesîr e…
Hêvî dikim serokên kurdan riya aqil bibînin û trajediyeke din, birakujiyeke din bi gelê xwe nedin jiyandin.
Rewş krîtîk e, meriv hêvî dike hinek têkevin nabênê û avekê li vî agirî kin, rê li ber şerekî nabêna PKKê û PDKê bigrin. Şerekî nabêna PKKê û PDKê ji bo kurdan ewê bibe sebebê felaketeke mezin. Bi başûr nasekine, ewê pir berfireh bibe. Hêvî dikim tiştekî wiha nebe.
Lê fêsad û gelacên herdu aliyan jî pir in, di medyaya sosyal da ew jî benzînê li êgir dikin.
Ya xerab bêyî xemgînbûnê meriv nikane tiştekî bike…

26 december 2016

Tirkiye dixwaze bi terorîstên ji Helebê xelas kirin cepheya Mertalê Ferêt teqwîye bike


Li gorî medyaya tirk dinivîse, terorîst û çeteyên Tirkiyê ji Helebê ji kuştinê xelas kirin û birin li Idlîbê, di nava çend rojan da ewê malbatên wan bibin Tirkiyê û dû ra jî çeteyan bişînin Kurdistana başûr cepheya şer.
Yanî bi çete û terorîstên ji Helebê hatin xelas kirin cepheya Mertalê Ferêt xurt bikin.
Wek tê zanîn ji bo ku çete û terorîstên xwe ji Helebê ji îmhayê xelas bikin, Erdogan û berpirsiyarên hukûmeta AKPê pir dikirn qîjewîj, ji bo xelaskirina wan xwe diçirandin. Çimkî ji wan ra çeteyên li hemberî kurdan şer bikin lazim in.

Wê demê min di nivîseke xwe da got, Tirkiye dixwaze terorîstên xwe ji Helebê ji îmhayê xelas bike ji bo ku di rojên pêş da wan li hemberî kurdan bajo şer.
Waye ev texmîna min rast derket.
Çete û terorîstên ji Helebê bi silametî xelas kirin, ewê bibin li Cerablûsê, li El Babê û li hin cepheyên din li hemberî kurdan û belkî jî li dijî Daîşê bajon şer.
Malbatên çete û terorîstan jî bi îhtîmaleke pir mezin ewê li Ruhayê û li hin derên din yên Kurdistanê bi cî bikin.
Ji xwe berê 500 hezar ereb li Ruhayê bi cî kirine û demografiya Ruhayê ji kok da guhertine, ereb xistin piraniyê. Ji bo pêşeroja kurdan ev yek felaket e, wendakirina Kurdistanê ye…
Plan û hesabê hukûmeta AKPê ya guhertina demografiya Kurdistanê ne nuh e, ev çend sal in di bin ra, bi dizî hazirî  û plane vê yekê dikin.
Belkî ji ji bo vê yekê hemû bajarên Kurdistanê bi şerê ”xendekan”, bi alîkariya PKKê dan wêrankirin.
Di vê nabênê da bajar û herêmên ewê ereban lê bi cî bikin bi dizî amade kirin.
Yanî pir ne dûr e ku 12, 13 bajarên xera kirin, yanî Şirnex, Nisêbîn, Cizîr, Gever, Farqîn, Diyarbekir, Licê, bi kurtî her dera kurdperwerî lê xurt e ji bo vê yekê wêran kirin û bi sedhezaran kurd ji wan bajaran derxistin.
Xera kirin, ji bo ku dû ra ereban lê bi cî bikin.
Yanî ev lîstik û plana dewletê ji texmîn û speklasyonekê wêdatir, kane rast be.
Li Tirkiyê qala hebûna 3 milyon erebên Sûriyê dikin. Ev nufûseke pir mezin e.
Vegera van koçberan di demeke nêz da ne mimkûn e. Û her ku sal derbas dibin û dem dirêj dibe îhtîmala vegera wan jî zeîf dibe û heta namîne.
Bi baweriya min piraniya erebên Sûriyê, belkî ji sedî 70-80ê wê, heger hîn jî ne zêde, ewê venegere û daxwaza Tirkiyê jî ji xwe ev e.
Hesabê wan ew e ku piraniya vê nufûsa ereb bi zor li Kurdistanê belav bikin û bi vî hawî bi demogarafiya Kurdistanê bilîzin.
Dibê kurd, hemû partiyên kurdan ji nuha da li ser vê plana dewleta tirk û hukûmeta AKPê rawestin û gaveke wiha ji nuha da wek jenosîdê bi nav bikin.

Dibê şerê birakujiyê em ji serê xwe derxin


Ji partiyên kurd kî êrîşî kê bike, kî şer derxe, kî bixwaze gelşên nabêna xwe û hêzeke din bi zorê û bi şer hel bike, ji erd heta bi ezmên neheq e û hatiye lîstika dijmin.
Bêyî xêrnexwaz û dijminên kurdan îro kes naxwaze li başûr û rojava hêzên kurd gelşên nabêna xwe bi şer hel bikin.
Kî şerê nabêna kurdan, problem çi dibe bira bibe, rast û bi heq bibîne ew ne dost e, ne xêrxwazê kurda ye, di bin ra bi dijmin ra hin planan digerîne.
Hevalekî li ser van gotinên min yên jorgotiye, ”Birastî tu tişt bi qasî şerê navxweyî xerab tuneye lê ku rěxistinek xwe li ser herkesî ferz bike û mafê jīyanê ji kesî re nehêle wê çawa be?”
Ev jî bersîva min ya vî hevalî:
Birayê ezîz, ez zanim gelş ne hêsa ye. Lê dîsa jî em mecbûr in bêyî şer riyeke din, çareyeke din bibînin.
Çimkî kurdan gelek caran şer, wek riyeke çareseriyê ceribandin, lê tim û tim hemû alî li zirarê derketin, netîce ji bo wan jî û ji bo miletê kurd jî bû felaket.
Şerê PDKê û YNKê, şerê PKKê û PDKê, şerê PDKê û PDKa Îranê hîn do bû, em giş bûn şahidên wan şeran. Em hîn dijîn.
Ma bêyî zirarê, malwêraniyê û kuştina bi hezaran kurdî kesî feyde jê girt?
Belovacî wê her kes poşman bû, her kesî got şerê birakujiyê şaş bû û dibê careke din kurd şerê hev nekin. Meclîsa Kurdistanê biryar girt, serokên kurdan sos dan miletê kurd.
Yanî dibê meriv ji bo çareseriya gelşên nabêna partiyan tu carî şer rast û bi heq nebîne.
Ez bi xwe nabînim û viya eşkere dibêjim. Û piştgiriya tu alî jî nakim. Tenê dibêjim gerek hûn li hev werin.
Bi baweriya min sebeb û koka berberî û teşxeleyên nabêna PKKê, PDKê, YNKê û Goranê yên îro şerê nabêna salên 1970-2000î ye.
Ji ber şerê salên borî dilê hêzan hîn jî rindikî li hev rûnene, baweriya wan hîn jî bi hev nayê, hîn jî neyartiya hev dikin.
Yanî di ser wan şeran ra 40 sal serbas bûne lê dîsa jî dilê kurdan li hev spî nebûye.
Çimkî yên di qada siyasî da îro siyasetê dikin, serok û kadirên partiyan in hîn eynî meriv in. Tarîx têra xwe hîn kevn nebû, lema jî birîn hîn nekewiyan e, hafiza hîn teze ye.
Lema jî bi baweriya min ji dêlî ku em li yê bi heq û neheq bigerin û şêleke li gorî wê bigrin, em ji hemû partî û aliyan sakîniyê, diyalogê û yekîtiyê bixwzin rasttir û baştir e.
Çimkî piştgiriya me ya bi aliyekî ra meselê çareser nake, dibê em zorê bidin herdu aliyan.
Şer do gelekê caran çawa ku mesele hel nekir, belovacî wê girantir û xerabtir kir, îro jî ewê eynî netîceyê bi xwe ra bîne…
Wek min got, me şer wek metodekî çareseriyê gelek cara ceriband, lê me tu carî jê feyde û netîceyeke cihê negirt û ez bawer nakim îro jî em jê bigrin.


Têkiliya di nabêna fikir û zimên da


Li gorî Eflatûn,(Platon, 428 b.Î. Mirin, 348 b.Î) fikir ji zimên, ziman ji fikir dixuliqe, peyda dibe, sadir û zuhur dibe.
Yanî di nabêna zimên û fikir da têkliyeke pir xurt heye, meriv nikane zimên û fikir ji hev cuda bike.
Rast e, meriv bi zimên fikrê xwe sîstematîze û belav dike. Û bi fikir jî zimanê xwe diguhere û bi pêş dixe.
Îcar gava zimanê meriv seqet, zeîf û ne baş be, meriv ne hakimê zimanê xwe be, fikrê meriv jî seqet û bêserûber dibe.
Gava meriv li kurdan guhdarî dike, di medyaya sosyal da nivîsên wan dixwîne, bixwaze, nexwaze meriv heq dide vê tespîta rahmetiyê Eflatûn.
Kesê hakimê zimanê xwe, edebiyata wî xurt, xwediyê fikrên zelal e û tekûz e…
Romana herî mezin jî, ilim û îrfan jî, teknîk  û îcad jî bi zimên dibe, gava tu ne hakimê zimanê xwe bî di warê fikir û ilim da jî tu nikanî bi pêş kevî..
Em dibînin miletên bi pêş ketine, çûne stêrkan û asîmanan berê zimanê xwe bi pêş xistine, bûne xwediyê zimanekî bi ser û ber û tekûz. Edîbê wan jî, alimên wan jî bi xêra zimanê xwe û ji ber ku zimanê xwe baş fêr bûne, bûne edîb û alimên mezin û berhemê mezin xuliqandine û îcadên mezin kirine.
Bi kurtî bêyî ku meriv zimanê xwe baş fêr bibe û bi pêş bixe, meriv ne kane bibe xwedî edebiyat û ne jî tiştekî bixuliqîne.

Em kurdên bakur qet guh nadin zimanê xwe, dixwazin tim miqlaciyê, cokêrê tirkan bin. Ji ziman û edebiyata tirka ra xizmetê bikin, bibin nivîskar,  edîb, şair û dîroknasên tirkan.
Ji kurdan ji sedî 4-5 kes nikane fikrê xwe ne bi kurdî û ne jî bi tirkî xweşik, bi ser û ber bibêje.
Tu devê kîjan kurdî vekî nikane çar galgalên tekûz li dû hev rûz bike, dibe inte zirta wan û xwe wenda dikin…
Hema li TRT6a dewletê binêrin, ji spîkeran bigre, heta bi moderator û mîvanên programan, hemû wek lalûte ne, wek etarên rişmilî, wek turîstên nuh fêrî kurdî bûbin dipeyivin…
Kîjan kurdê tirkîaxêv devê xwe veke, sebê ew bi kurdî nizane û bi zarok û hevalên xwe ra bi kurdî napeyive dixe hustuyê dewletê, dibêje weleh sûc yê dewletê ye.
Bêguman sûcê herî mezin yê dewletê ye, çimkî perwerdeya bi kurdî nade zarokên kurd. Ji bo ku zimanê kurdî bihele, bimre her dek û dolabê digerîne.
Ev hemû rast in.
Lê li alî din wek însan, wek dê û bav tişt û berpirsiyariyên em bikin jî hene. Em wan wezîfe û wacibên xwe naynin cî.
Dewletê di mala me da kurdî li me yasax nekiriye, nabêje bi zarokên xwe ra, bi nas û dostên xwe ra bi kurdî nepeyivin. Di vê nuxtê da wek însan em bêxîretiyê dikin, em qîmetê nadin zimanê xwe, em tirkî hildibijêrin.
Em nikanin bi dewletê, lê em kanin bi xwe. Bira her kes tiştê kane, tiştê jê tê yanî di mala xwe da, bi der û dora xwe bi kurdî bipeyive ev jî baş e, ev jî şerekî li dijî asîmîlasyonê ye.
Yê vê wezîfeya xwe neyne cî, yê li mala xwe bi kurdî nepeyive û tenê dewletê sûcdar bike durûtiyê dike.

Dijminatiya bi kurdan ra tirk kirine miletekî bêbext û virek

Ji bo ku PKKê neheq nîşan bidin, ji bo ku mafê kurdan nedin siyasetmedar, akademîsyen û elîtên tirk bûne mitoman Yek kes jî rastiyê nabêje
Djminatiya kurdan civata tirk, siyasetmedarên tirk, akademîsyen û elîtên tirk pir bêexlaq, bêûjdan û zalim kiriye.
Welatek bûye welatê virekan, bêbextan, telaqreşan, zaliman, bêûjdan û bêexlaqan.
Bi dehn telewîzyon her roj programên li ser kurdan çêdikin, hemû beşdar ji serî heta dawî bêbextiyê û derewan li PKKê dikin. Spî reş nîşan didin, reş spî. Tu dêbîjî belkî hewqas siyasetmedar, profesor, akademîsyen, lêkolîner filan û fîşmekan hemû ji bo bêbextiyê, buhtanan li PKKê û kudna bikin hatine dinyayê. Meriv mtmayî dimîne, ji nava miletekî çawa kane hewqas siyasetmedar û akademîsyenên virek û kezebreş derkevin?
Meriv nikane li yek programê jî 5 deqîqeyan temaşe bike.
Hedefek her tirkî ya mşterek heye: PKK neheq e û ”terorîst” e û dewlet jî bi heq e.
Û ji bo viya jî derewa nekin, bêbextiya nekin tuneye.

XXX

Kiliçdaroglu gotiye, MHP çiqasî faşîst û neyarê kurda be, ew jî hewqasî faşîst û neyarên kurdan e
Serokê CHPê Kemal Kiliçdarogluyê ”tirkê Xorasanê” gotiye:
”MHP(partiya faşîst)çiqasî nasyonalîst be em jî hewqasî nasyonalîst in, MHP çiqasî ulkucî, yanî xwediyê îdeolojiyeke tirk-îslamê be, çiqasî pan-turkîst be, em jî hewqasî ulkucî ne.”
Eşhedûbîlah, gotina rast rast e…
Bi kurtî Kiliçdaroglu gotiye, MHP çiqasî partiyeke antî-kurd be, çiqasî neyarê kurdan be, CHP û serokê wê Kiliçdaroglu jî hewqasî pan-turkîst e û dijminê kurda ye.
Bi baweriya min Kiliçdaroglu rast gotiye, heqîqeta xwe û partiya xwe eşkere kiriye.
Erê di nava CHPê da çend kesên demokrat hene, lê piraniya CHPê wek Kiliçdaroglu difikirin.
Piştî ku CHPya xwedêgiravî sosyaldemokrat ev e, dibê kurdên HDPê dev ji xeyala hevkriya bi tirkan ra berdin û vegerin ser koka xwe, partiya xwe ya kurd ava bikin û ji bo xwe bixebitin.

25 december 2016

Tirkiye dewleteke qebîh û bêyom e…


 Cemal Ozçelîk, li ser ketina babafira Rûsyayê gotiye:
”Ji roja ku Rûsya bi dewleta Tirk re ketiye nav pêwendiyên dostane, tu musîbet nemaye ku nehatiye serê wan. Sûîqast û mêrkujî ne bes bû, ícar jî balafira wan ket. Em Pûtîn hişyar dikin, heger hûn nigê xwe li gor xwe neavêjin, wê romana Dostoyewskî bi ya navê "Ecune" li we xíne ha. Bira hûn viya bizanibin!”
Bi navê îlahî Cemal pir rast gotiye, Tirkiye welatekî bêyom û qebîh e, cergî bûne dostê rûsan, rûsan ber xwe nedîtiye, felaket li ser felaketê tê serê wan..
Tirkiye dibe dostê kê bela ji ber deriyê wan xalî nabe, taliya wan dibe felaket. Çimkî ji dilê tirkan xerabî û ji ruyê wan jî xwîn dibare.
Wecê Erdogan û Yildirim yên qebîh ket ser rûsan, feqîra yekê wan nabe dudu, piştî qetilkirina sefîrê wan Karlov, nuha jî ev trajediya mezin hat serê wan.
Îro saet li dora 0.6ê sibê balafireke Rûsyayê ya leşkerî di dema ji Soçî diçû Sûriyê bajarê Lazqiyê bingeha(basa, şargeha)leşkerî, ji bo ku konserekê bide leşkerên rûs û bi wan ra Noela xwe pîroz bikin, li ser Derya Reş ket û ji 92 kesan, kes xelas nebû.
Li gorî ku tê gotin di balafirê da 64 endamên Koroya Artêşa Sor, 9 rojnamevan, 8 leşker, hin siwîl hebûne û yek kes jî ji vê trajediya mezin xelas nebûye.
Gelo qesa ye ya jî hatiye xistin hîn ne diyar e. Nuha dibêjin qeza ye....
Hemû Rûsya û dinya medenî ji bo endamên Koroya Artêşa Sor hêsiran dibarîne.
Koroya Artêşa Sor, ji bo moral bide leşkerên di cengê da di sala 1928a da hat avakirin û heta nuha li der û li hundur bi hezaran konser daye. Koroya Artêşa Sor, li dinyayê koroya leşkerî ya herî mezin e û gelkî bi nav û denge e.
Mirina hemû endamên vê koroya meşhûr, bi qasî ku ji bo dewleta Rûsyayê û miletê rûs trajediyeke mezin e, her wisa ji bo hemû dinyayê jî wendabûneke ku ciyê wê nayê dagirtin.
Pir heyf bû, ez pir û pir li ber vê trajediya miletê rûs ketim.
Bi navê îlahî te pir rast gotiye, Tirkiye welatekî bêyom û qebîh e, bibin dostê kê taliya wan felaket e.
Ez werim ser qebîhî û bêyomiya tirkan û dewleta tirk.
Wek Cemal Ozçelîk jî gotiye, Tirkiye bi rastî jî dewleteke pir bêyom û bêoxir e.
Tirkiye bû dostê kê, ruyê wê ket ser kê, felaket jê ra anî. Bû dostê Qedafî, Seddam, Esad taliya wan li ber çava ye.
Tirkiye welatekî pir bêoxir û bêyom e, bi şev têkeve xewna meriv, çer meriv bi xwe hesiya dibê meriv here avdesxanê bû bibêje ciyê Tirkiye lê mîza kerê lê û ji bo wan bimîze.
Bi vî hawî belkî meriv ji qeza û belayê xelas bibe…
Li Wêranşarê gava yekî bêyom diket xewna me, me digot ciyê filan kes lê mîza kerê lê û destava xwe ya biçûk dikir. Ji bo ku qeza û bela ji me dûr biketa.
Dibê meriv eynî tiştî ji bo dewleta tirk jî bike…
Dûro bi nûro, kî ji tirkan û ji dewleta wan dûr be, pê ra hevaltiyê, şirîktiyê, tîcaretê, siyasetê, dîplomasiyê neke ewê rehet be.
Çimkî dewleta tirk dewleteke irqçî, faşîst e, dewleteke teşxele ye.
Esas irk jî iha ne, miletekî pir qebe, cahil, zirzop, ji irqçî û faşîstên her miletî bêtir irqçî û faşîst in.
Tirkiyê heta nuha bi kê ra dostî îş kiriye, deng ji xwe aniye, teşxele derxistiye.
Destpêkê Ermenîstan ne tê da, bi hemû welatên Kafkakan ra têkiliyên wan pir baş bû. Lê dû ra ji Azaerbeycanê bigre, heta Kirgîzostanê, Turkmenîstanê, Ozbekîstanê û Tacîkîstanê, nabêna tikan bi hemû van welatan ra xera bû. Çimkî teşxele derxistin.
Bi yekîtiya Ewrûpayê ra berê nabêna wan baş bû, nuha kes hevza xwe ji Tirkiyê dike.
Emerîka hewitinê, ew jî bi tirkan r aketiye belayê…
Yanî Tirkiye bi rastî jî welatekî bêyom e, kî pê  ra dikeve têkiliyê bela jê ra çê dibe….
Xwedê hevza meriv ji tirkan bike, Xwedê Tirkiyê neke dostê tu dewletê, tu miletî…


XXX
Civat jî wek însanan diguherin, kanin baş ya jî xerab bibin, kanin berbîç başiyê ya jî xerabiyê ve herin.
Tirkiye berê jî welatekî ne baş û paşdamayî bû. Welatê miletekî cahil û nîjadperest bû.
Lê bi îktîdara AKPê ra bûye cehnimeyeke rastîn; him jî di her warî da...
Îro li Tirkiyê însanê bextewar û ji jiyana xwe ewle tuneye. Kes nizane sibe ewê çi were serê wî.
Li her welatê faşîzim û dîktatorî lê hebe însan ji pêşeroja xwe bêhêvî ne…
Lê helbet halê kurdan ji yê her kesî xerabtir e.

Erdogan dibêje hedefa wan ya din Minbiç e !

Xwediyê Tirkiyê yê nuh û bavê tirkan Recep Tayyip Erdogan, li ser îşxala El Babê gotiye:
”Minbiç di dorê da ye. Piştî temambûna operasyona El Babê, hedefa din Minbiç û Reqa ye…”
Ev jî tê maneya di rojên pêş da leşkerên tirk ewê êrîşî YPGê û kurdan bikin, plan û haziriyeke Tirkiyê ya ji bo vê yekê heye.
Tiştê meriv ji van gotinên Erdogan fêm dike, di plan û programa wan da êrîşa ser YPGê û kurdan heye û biryara vê êrîşê girtine.
Yanî di rojên pêş da ewê li Minbicê li hemberî YPGê û kurdan dest bi êrîşeke pir mezin bikin. Tiştên li hemberî PKKê dikin ewê li hemberî YPGê û PYDê jî bikin. Nêta wan ev e.
Li gorî texmîna min, heger êrîş bikin, ewê berî hatina serokê Emerîka yê nuh Trump bikin.
Yanî di vê valahiyê da, berî ku Trump were ser hukim ewê êrîş bikin. Ji bo ku Emerîka tiştekî neke. Plana wan ev e.
Yanî li gorî xwe dixwazin keysperestiyekê bikin. Plana wan ev e.Lê ewê biwêribin têxin praktîkê ya na, ew tiştekî din e.
Dibe ku “şerê” wan yê li El Babê û hin pêşketinên derve vê plana wan texîr bike…
Em kurd rastî belayeke pir mezin hatine, emê çawa ji vê belayê xelasbibin ez nizanim.
Lê ji bo her îhtîmalê dibê PYD van beyanên Erdogan pir cidî bigre û ji nuha da tedbîrên xwe bigrin.
Tiştê kanibe tirkan rawestîne tenê xurtiya me ye, tenê tirs û zor e.
Gava Erdogan tişekî dibêje, biryar hatiye girtin. Ew ji kîsê xwe napeyive.
Gava êrîş bikin kurd helbet ewê li ber xwebidin, lê ya muhîm ewê şêla Rûsyayê û Emrtîkayê çi be?
Gelo Rûsya û Emerîka ewê bihêlin Tirkiye kurdan qetil bike, gelo ewê li êrîşên Tirkiyê temaşe bikin?
Ez ne kanim bibêjim erê û ne jî na…
2016-12-24

24 december 2016

Dibê Nêçîrvan Barzanî berî PKKê dewleta tirk bi vî rengî tehdîd bike !


Nêçîrvan Barzanî li ser hebûna hêzên PKKê li Şingalê gotiye, “Ji bo derxistina wan ji Şingalê eger pêwîst be ewê zor(hêz) were bikaranîn.”

Ev gefeke şer e û dibê meriv bi şîdet li dij derkeve. Nakokiyên nabêna hêzan çiqasî mezin û cidî bin jî zor û şer ne rast e, di demeke wiha krîtîk da ji bo miletê kurd felaketeke mezin e.

Û di ser da ev beyana Nêçîrvan li dijî soz û beyayên Mesûd Barzanî yên li ser şerê birakujiyê jî...
Ev 21 sal in bi hezaran komando û tîmên tirk li 10 herêmên Kurdistanê hene.

Lê ev jimar jî ya medyaya tirk dibêje. Bi diristî kes nizane çend hezar leşkerên tirk, li çend herêmên Kuridistana başûr in.

Nêçîrvan Barzanî heta nuha tu carî ji bo hebûna leşkerên tirk yên li Kurdistanê gotineke wiha nekiriye û gefeke wiha li dewleta tirk nexwariye.

Erdogan hîn do got, "ewê nehêlin li bakurê Sûriyê dewleteke kurd ava bibe ."
Heger Nêçîrvan pir jêhatî ye bira bersîva Erdogan bde, bira ji Erdogan ra bibêje çima tu yê nehêlî "li Sûriyê dewleta kurd ava bibe? Çima tu bela xwe ji kurdan venakî?"
Em kurd xurtên hev in, heger tu pir xurt î vê gotinê berî PKKê ji tirkan ra bibêje…
Ji dewleta tirk ra jî bibêje heger hûn leşkerên xwe ji welatê min dernexin emê ”zorê” bi kar bînin.
Bira hukûmeta Kurdistanê(ne Nêçîrvan Barzanî û PDK) vekişîna ji Şingalê ji PKKê bixwaze, lê ne bi vî hawî û ne bi tehdîda şer û zorê.

Dibê ev yek bi diyalogê û bi îqnayê bibe.
Dibê PKK jî hurmetê nîşanî biryara hukûmeta Kurdistanê û hêzên kurd bide û bi hawakî li hev bikin.
Lê bi dîtina min dibê Nêçîrvan Barzanî berî PKKê, dewleta tirk tehdîd bike û leşkerên wan ji Kurdistanê derxe.

Bi kêmanî dibê nuha eynî tiştî ji Tirkiyê jî bixwaze, bixwaze Tirkiye jî hemû leşkerên xwe ji Kurdistanê derxin.

Bêdengmayina li hemberî îşxala leşkerên tirk û tehdîtkirina PKKê ne şêleke rast û netewî ye.
Di vî warî da dibê partî û hêzên din jî bêdeng nemînin û şêla xwe diyar bikin.

Çimkî ev mesele ne ya PDKê û Nêçîrvan Barzanî tenê ye, mesela hukûmet aKurdistanê ye.

Kumê bênamûsiyê...


Pispor, siyasetmedar û robakbîrên tirk, ji bo çi li Crablûsê û li El Babê ne, ji bo çi ew der îşxal kirine her roj li ber xerîteyên Kurdistana rojava di telewîzyonan da minaqaşe dikin.
Mêrika vekirî dibêjin dibê em nehêlin Efrîn û Kobanê bigihîjin hev, dibê em nehêlin li Kurdistana rojava yekîtiya axa Kurdistanê çê bibe û ew şerîd ji Dêrika Hemo heta bi Efrînê têkeve destê kurdan.
Ji bo ku kanibin rê li ber çêbûna Kurdistaneke mezin û yekbûyî bigrin ji nuha da tedbîrên xwe digrin.
Yanî vekirî û eşkere dibêjin ji bo ku li Sûriyê kurd nebin xwedî maf, ji bo hemû erdê Kurdistanê nekeve dstê kurdan, wan Cerablûs û li El Bab îşxal kiriye.
Lê kurdên dewletê yên li wan guhdarî dikin, kurdên çahş û xwefiroş li hemberî van gotin û planên tirkan yên vekirî xwe li nezaniyê, heta xwe li kerîtiyê datînin.
Fena ku ji van gotinên tirkan, ji vê neyartiya tirkan ya bi kurdn ra qet tiştek fêm nekiribin hereket dikin.
Yanî ji ber bêxîretî û cahşîtiyên xwe, xwe li kerîtiyê datînin û ji faşîstên tirk ra, ji tedbîrên wan yên li hemberî kurdan ra li çepikan dixin.
Kurdê carê bûye şelaf û koleyê tirkan, tirk çi bikin û çi bibêjin jî tamara namûsê tê hilnayê.
Çimkî carê kumê bênamûsiyê da ye serê xwe…

Erdogan jî îro dîsa got, ewê nehêlin li bakurê Sûriyê dewleteke kurd ava bibe !!!
Serokê Tirkiyê Erdogan, dijminatiya xwe ya bi kurdan ra careke din eşkere kiriye û gotiye ewê tu carî nehêlin li Sûriyê kurd bibin xwedî dewlet.
Erdogan wiha gotiye:
”Derdê wan çi ye? Li bakurê Sûriyê dewleteke nuh ava bikin. Emê destûrê nedin avabûna dewleteke wiha. Dibê ev wisa were zanîn. Dibê ev wisa were zanîn…”
Serokkomar Recep Tayyip Ahmet Erdogan
2016-12-24
A Daîşê Erdogan li Sûriyê li hember şer dike ev e, a sebebê îşxala Cerablûsê û El Babê ev e.
û kurdiyê viya nebîne û fam neke jî ker e.
Heta ji keran jî kertir e...
Ez van gotinên Erdogan diyarî hemû perlamenter û wezîrên AKPê yên kurd, diyarî hemû endam û hevalbendên AKPê, diyarî hemû cahşan û xwefiroşên û tajiyên li ber deriyên Erdogan dikim..
Kurdê hîn jî di nava AKPê da bimîne, hîn jî ji Erdogan ra li çepikan xe XAYIN e, xwefiroş e, cahş e û bi qasî Erdogan neyarê miletê kurd e…


23 december 2016

Îslam û demokrasî li dijî hev in

Ne rast e meriv rakirina zorbatiyê ji kesê zorba, demokrasiyê ji yê dîktator bixwaze.
Li Tirkiyê dîktatorekî pir zorba û pir xav, pir cahil û zirzop li ser hukim e. Wek hemû zorba û dîktatoran ewê jî tu carî îktîdara xwe bi rehetî û bi riyeke demokratîk dewrî kesî neke.
Ji bo ku ji ser hukim da nekeve ewê hezar û yek dek û dolaban bigerîne, ewê hemû qanûnên dewleta tirk laçqa bike û li gorî berjewendiya şexsê xwe biguherîne.
Ewê geh bibe dostê Esed, geh bibe dijminê wî.
Ewê geh bibe hevalê Daîşê û Nûsra ye, geh bibe dijminê wan.
Ewê geh bibe dijminê Rûsyayê û Êranê, geh jî bibe mitefikê wan.
Ewê geh bi bibe dostê PYDê û YPGê, geh bibe neyarê wan.
Ewê geh bibe neyarê kemalîstan û ergenekonciyan, geh bibe dostê wan.
Geh ewê bibêje mesela kurd mesela min e, geh bibêje li Tirkiyê mesela kurd tuneye.
Ewê geh bi PKKê ra bi salan hevdîtinan bike, protokolan îmze bike, geh bibê je heta yek ”terorîst” bimîne emê nesekinin.
Ewê geh bibe dost û hamiyê cimata Gulen ya pan-turkîst û antî kurd, geh wê terorîst îlan bike.
Çimkî Erdogan merivekî dekbaz, sextekar, mizawir, irqçî û faşîstekî har e, lema jî tim bi çavê hacetekî bikaranînê li her tiştî û li her têkiliyê dinêre, heta hewce be bi kar tîne û gava îşê wî pê diqede davêje bin kulînê ya jî ser sergo û ji xwe ra hacetekî nuh dibîne…
Îcar milet û der û dora xwe bi wê mijûl dike…
Ev îş ewê wiha dom bike heta ku wek hemû zorba û dîktatoran ew jî li bela xwe rast tê.


Ha meriv li bende be qantir bizê, ha jî ji Erdogan û îslamîstan demokratbûnê bipê, di nabênê da tu ferq tuneye. Îslam antîteza demokrasiyê ye.

Erdogan Gorra xwe bi destê xwe kola

Li Sûriyê hemû derdê Tirkiyê neyartiya PYDê bû yanî dibê li Sûriyê kurd nebin xwedî maf.
Bi gotineke din, Tirkiye ji ber neyartiya bi kurdan ra bû hevalê Daîşê, El Nusrayê û hezar û yek terorîstên cîhatçî.
Û nuha jî ji ber eynî siyaseta xwe ya antî-kurd, îcar jî dibe hevalê Rûsyayê û Îranê. Tiştê bi riya Daîşê, Nusrayê û terorîstên din bi dest nexist, hêvî dike ku bi hevalbendiya Rûsyayê û Îranê bi dest xin.
Dev ji mitefiqên xwe yên berê, Daîşê û Nusrayê ber dide û bi Rûsyayê û Îranê ra cepheyeke li dijî Daîşê û Nûsrayê ava dike.
Lê belê ev çerxkirina siyasî ewê li ser Tirkiyê û Erdogan pir buha rûne, bi îhtîmaleke mezin ewê dawîya Erdogan û îktîdara wî bîne.
Çimkî bi Peymana Moskowayê Tirkiye him berdewamiya rejîma Esed û him jî şerê li dijî Daîşê û Nusrayê qebûl dike.
Tirkiyê heta nuha çûyina(ketina) Esed û bi kêmanî koalîsyoneke bi îslamîstan ra wek şert dida pêş. Lê bi Peymana Moskowayê dev ji vê îdîa xwe berdaye û îktîdara Esed qebûl kiriye.
Di Peymana Moskowayê da nuxteyeke pir muhîm ya din jî PYD û YPG wek rêxistinin terorîst derbas nabe.
Wek tê zanîn Tirkiyê heta nuha digot PYD û YPG ji Daîşê jî xerabtir in û dibê ew jî wek Daîşê û Nusrayê terorîst werin qebûlkirin.
Lê di Peymana Moskowa yê da tiştekî wiha tuneye. Yanî di mesela PYDê û YPGê d jî Tirkiye teslîm bûye û sed û heyştê derece çerx kiriye.
Netîceyên van çerxkirinên Tirkiyê ewê pir giran bin...
Lema jî ez dibêjim piştî Peymana Moskowayê rojên Erdogan û AKPê bi jimar in…
Welhasilîkelam neyartiya Tirkiyê ya bi kurdan ra, siyaseta ”bira kurd diya xwe nebîne”  bi hevaltiya bi terorîstên îslamî ra heta nuha çawa ziraeke mezin da Tirkiyê, hevaltiya bi Rûsyayê û Îranê ra jî ewê zirareke pir mezin bide Tirkiyê.
Berî her tiştî Daîş, Nusra û hemû terorîstên îslamî yên heta îro ji Tirkiyê alîkarî digirtin, piştî vê teqleya Tirkiyê ewê berê tivingên xwe bidin wê û  vê vegera ”û” ya Tirkiyê ewê wek îxanetekê qebûl bikin û hesab ji Tirkiyê bipirsin.



XXX
Heger şewitandina du leşkerên tirk ji alî Daîşê ve rast be, Tirkiyê û Erdogan bela xwe dît. Daîş ewê hemû alîkariyên tirkiyê bi wan ra kiriye jî eşkere bike.
Ji rûvî konetir tuneye
lê li mazatê herî zêde postê wî heye.

XXX

Tirkiye û Daîş, El Baxdadî û Erdogan heta nuha wek goşt û nenûkê bûn. Lê ji nuha û pê da, piştî tifaqa bi Îran û Rûsyayê ra ewê bibin kêr û penêr..
Daîş, Nusra ewê vê îxanetê ji Tirkiyê ra nehêlin.
Yanî ev îhtîmal heye.

22 december 2016

Çîroka etarên zindana Şamê û rewşa kurdan


Çendakî berê di malpera kurdekî  ji Efrînê bi navê Mihemed Hemkoçer, min bîranîneke pir xweş û manîdar xwend.
Reşîd Hemo ji Mihemd Hemkoçer ra  qala vê serpêhatiya xwe ya girtîgeha(hefsa) Şamê kiriye.
Di destpêka salên 1960î da Apê Osman Sebrî û Reşîd Hemo li Şamê di hefsa Elqelee da bûne.
Rojekê Reşîd Hemo û apê Osman Sebrî  li hewşa hefsê piyase û sohbet dikin. Li kêleka wan du hefsiyên din jî ji xwe ra sohbet dikin. Herdu jî kurd in.
Yek ji hevalê xwe ra dibêje:
” Xwezî ez nuha li Şiyê(navê gundekî Efrînê ye) bûma. Ezê daketama nava bexçe. Minê bala xwe bida bahcanên me yên bûne. Minê fîrtek(têrek, xurcek) dagirta...
Hevalê wî jî tim dibêje ”ê, paşê”?
-Minê fîrtê xwe li kerê xwe kira û berê xwe bida gundê jor. Minê fîrtê xwe dayna ser delûbê(cercerê) û minê bi dengê hêlî ban bikira û bogata, werin bahcana, ha werin bahcana…werin bahcanên teze, werin bahcanên bexça…
Hevalê wî yê tim digot, ”ê le paşê…” dibêje:
-Lê gava tu bihata, min berî te bahcanên xwe danîba wir û min ban bikira, te yê çi bikira?
Ew jî dibêje:
-Minê jî dayna kêleka te û ban kira.
Hevalê wî dibêje.
-Minê nehîşta tu ban bikî û bahcanên xwe bifroşî…
Yê din dibêje:
-Çawa te yê nehîşta?
Apê Osman Sebrî ji Reşîd Hemo ra dibêje, vana nuha ewê rabin hev…
-Te dihîşt, min nedihîşt…
Dawiya dawî yek ji yê din ra dibêje:
-Hema va ye ez hatim û hesab bike tu jî li wir î. Hela ka tu yê  ça nehêlî ez ban kim û bahcanên xwe bifroşim!  A ez hatim, ço, ço, hûşşş, hûşşşş, ( kerê xwe disekinîne), min firît(xurc, têr) danî… Hela ka nehêle !
Hevalê wî lê dinêre û dibêje:
-Firîtê(xurcê) xwe ji wir rake, ezê berê bifroşim!
Rakdikim, ranakim, radikim, ranakim û terp û rep radibin hev…
Apê Osman û Reşîd Hemo dikevin nabêna wan, wan ji hev diqetînin. Piştî ku hinekî aş dibin herduyan li hev tînin…
Apê Osman Sebrî ji wan ra dibêje, ”lawo we ji hev xêr e, hûn çi ji hev dixwazin?”
Dibêjin, ”weleh em ji canê xwe aciz in. Me li ser tiştekî tune li hev xist…”
Reşîd Hemo dikene.
Apê Osman Sebrî  jê ra dibêje, ”Ezbenî, bira kenê te pir bi wan neyê, ma ne em jî ji bo tiştekî tune şerê hev dikin…”
Ez dibêjim îro jî aqilê me kurdan hîn aqilê van herdu etarên(çerçiyên) zindana Şamê ye.
Partiyên kurd jî eynî wek van herdu etarên zindana Şamê li ciyê rehetiyê ketine gewriya hev….
Lê ya herî xerab kesê kanibe wan ji hev biqetîne  li hev bîne jî tuneye…



Dawiya dawî Tirkiye ewê di gorra ji xelkê ra kola wer be

Li gorî îdîaya medyaya tirk li Sûriyê li nêzî bajarê El Babê 14 Daîşê 14 leşkerên tirk kuştine.
Ji ber ku medyaya tirk(dewleta tirk jî) kûreya derewan e, lema jî meriv nikane bawer bike. Ez dibêjim vir e, propagande ye. Dibe ku Daîşê El Bab teslîmî wan kiribe û ew jî bi vê derewê payeyekê didin xwe.
Lê îdîa kuştina 14 leşkeran rast be jî meriv nizane mesele çi ye, kê êrîş kiriye û ji bo çi ev teqîn çê bûye...
Lê bi kuştina sefîrê Rûsyayê yê Tirkiyê Karlov, meriv fêm dike ku Daîş, El- Nusra û terorîstên din ji têkiliya Tirkiyê û Rûsyayê ne razî ne. Bi kuştina Karlov jî mesajek dan Tirkiyê.
Yanî mimkûn e Daîşê mesajake din jî dabe Tirkiyê.
Bi qasî meriv dibîne Tirkiye dixwaze hêdî hêdî dest ji ber Daîşê, El Nusra û hemû terorîstên din bikşîne. Bi kêmanî alîkariya xwe weka berê di her warî da nedomîne, kêm bike.
Bêguman ev teqle û çerxkirina Tirkiyê ewê Daîşê û hemû hêzên terorîst gelkî aciz bike û ji ber wê jî ewê bixwzin zirarê bidin Tirkiyê.
Xebera kuştina 14 leşkeran rast e ya na ez nizanim, lê ne rast be jî, bi baweriya min di rojên pêş da ewê êrîşên rastî bikin.
Erdogan gava hemû deriyên Tikriyê ji Daîşê, El Nusrayê û terorîstên din ra vekir, bi hezaran terorîst li Tirkiyê bêslî kirin, gotin emê îşê xwe bi wan biqedînin û dû ra bibêjin ”xerc qediya, emele paydos” !
Lê ev mesele ne lîstika zaokan e, roja Tirkiye alîkariyê ji ser terorîstên îslamî qut bike û bixwaze wan biqewitîne, Daîşê û yên yin ewê berê xwe bidin Tirkiyê û hesab ji Erdogan bipirsin.
Yanî hesabê Erdogan bi hevaltiya Daîşê û terorîstên îslamî ra hesabekî pir şaş û pir tahlûke bû û ez bawer dikim di rojên pêş da Tirkiye ewê bedelekî mezin bide. Heger bixwazin têkiliyên xwe qut bikin û şerê wan bikin.

21 december 2016

Bersîva kurdperwerekî bawermend


Birayê hêja, helbet bawermendên wek terorîstan nafikirin hene, helbet musilmanên li dijî terorîstan hene.
Lê ev netîceyê naguherîne. Heger di nava 57 dewletên îslamê da dewleteke pêşketî, modern û demokratîk tunebe, 1,5 miljar musulman di nava feqîrî û binê zulma dîktaroran da bijîn, heger ji nava 52 welatên îslamê tim însan ji ber feqîriyê, zulmê û tunebûna azadiyê birevin Xerbê û nava alema xirstiyan, dibê meriv qebûl bike problem ji me ye.
Û dibê meriv di nava mala xwe da li sebebê vê yekê bigere. Li kêmasî, şaşî û qusûrên xwe bigre.
Ne mimkûn e têkilî û tesîra dînê îslamê, baweriya me, îdeolojiya îslamê li ser vê rewşa merivên musilman û cîhana îslamê tunebe.
Dema ji nava musilmanan tevger û rêxistinên wek Daîşê, El Qaîdê û bi sedan yên wek wan derkevin,
dema ji nava musilmanan bi milyonan terorîst û qatilên serê însanan wek mirîşkan bi ”Alahu ekber” jêkin derkevin,
meriv nikane bibêje tesîra dîn û îdeolojiya îslamê li ser van kesan tuneye. Sûc tenê yê însanan e.
Ne wisa ye, di kirinên însanan da rol û tesîra baweriyê û îdeolojiyan pir e. Dibê meriv viya bibîne.
Alimên ”kafiran” hesabê roja bicîbûna li ezmanan dikin, yê musilmanan hîn minaqaşeya dibê meriv bi kîjan destî qûna xwe bişo dikin.
Kesê mehekê di telewîzyonan da li waaz û şîret û nesîhetên alimên îslamê guhdarî bike, ewê hiş berde û bi çolan keve.
Tiştê alimên îslamê îro pê mujûl in mijarên serdema kevir û pêşîn bû…
Yên van tiştan bi însanan dide kirin dîn e, îdeolojiya îslamê ye.
Çavkaniya vê fikrê, ilmê van alimên îslamê xwe dispêrinê dîn e, hesîs in, îslamîyet e.
Xelkê di dînê xwe da reform kiriye, dîn û dewlet, dîn û karê dinyayê ji hev qetandine, lê yên me hîn di sedsala 7a dijîn, hîn civateke, jiyaneke li gorî Quranê dixwazin.
Netîce, ne rast e meriv sebebê vê perîşaniya xwe, vê paşdamayinê ne li hundur, tim li derve bigere, tim têxe hustuyê Emerîka, Xerbê û Îsraîl.
Bi sedhezaran musilman li Ewrûpa bê kar û bê îş him bi alîkariya dewletan dijîn û him jî bi çavê neyaran li van dewletan û miletên wan dinêrin. Miletên xiristiyan ”kafir” dibînin, heywanê bi destê wan tên şerjêkirin heram dibînin. Perê ”kafir” didin wan ne heram e, lê xwarina wan, destê wan heram e.
Yên zarokên musilman dikin terorîst û pê xelkê swîl û zarokan didin kuştin alimên îslamî ne, mele ne, di mizgeftan da serê zarokan dişon û dikin dijminên van milet û welatan.
Bi pere û alîkariya dewletên Ewrûpî, mamoste di desrsên dînî da ne agahiyên li ser dînan, kîn û nefreta li hemberî van welatan û xiristiyanan belav dikin. Lema jî zarok dibin dijminên civatên ew tê da dijîn.
Ez me kurdan numûne bidim.
Bêguman dijminên me zalim in û xêra me naxwazin û dixwazin em tim bindest bimînin.
Lê belê sebebê bindestiya me, sebebê tunebûna dewleteke me ya serbixwe ne dijmin tenê ye. Sebebê mezin ji me da ye, em bêkêr, nezan, xeşîm bûne û tim hatine xapandin.
Em tim bêtifaq û şeq şeqî bûne. Ji bo ku em bibin xwedî dewlet me hêza xwe nekiriye yek.
Tiştê mezin, rîsipî, mîr û begên xelkê bîr birine, yên me kurdan bîr nebirine.
Yekî bîr biriye, sed heb li dij derketine û lema jî hemû cîranên me bûne xwedî dewlet û em jî man bindest û kole.
Bi serokên wek Erdogan, bi alimên wek Gulen û bi îdeolojî û normên dînê îslamê hezar û yek sal here jî alema îslamê bi pêş nakeve û nagihê welatên Xerbê.
Heta ku musilman xwediyê van fikiran û vê îdeolojiya îslamî be, hêviya musilmanan ya zikekî têr û jiyaneke azad ewê tim koçberiya welatên Xerbê be…

Ferqa nabêna siyasetmedarên bakur, rojhilat, rojava û başûr..


Wek tê zanîn di nabêna 15 û 16ê mehê da(15,16/12-16)li Zanîngeha Emerîka ya Duhokê li ser serxwebûna Kurdistanê, astengî û avantajên li pêş serxwebûnê konferanseke gelkî mezin û muhîm çê bû. 
Ji kurdan û biyaniyan gelek siyasetmedar, dîplomat û şexsiyetên bi nav û deng beşdarî konferansê bûn û li ser pêşeroja kurdan û serxwebûna başûrê Kurdistanê dîtin û fikirên xwe gotin.

Heta ji min hat, min li vîdeoyên axaftinan temaşe kir û xeberên li ser konferansê xwendin.
Min li Mele Bextiyar, Berhem Salih, Mesrûr Barzanî, sekreterê PDK- Îran Mustefa Hicrî guhdarî kir.
Dema meriv li siyasetmedarên Kurdistana rojhilat û başûr guhdarî dike, meriv ferqeke mezin di nabêna wan û siyasetmedarên Kurdistana bakur da dibîne.

Siyasetmedarên Kurdistana rojava(bêyî Salih Muslim)ji xwe dema dipeyvin meriv nizane çi dibêjin. Meriv ne ji axaftina wan û ne jî ji nivêsên wan fêm dike. 

Çimkî erebî kurdiya wan bi carê da seqet kiriye, xistiye derceya nayê fêm kirin.
Gava meriv li siyasetmedarên Kurdistana rojhilat û başûr guhdarî dike, meriv dibîne siyasetmedarên Kurdistana rojhilat û başûr him bi zimanê xwe ûhim jî bi fikrên xwe kurd in, xwedî zanîneke dîrokî û şiûrekî netewî ne.

Meriv dibîne haya wan ji dîroka wan, ji serpêhatiyên pêşiyên wan, ji têkçûnên serîhildanên kurdan û ji dek û dolabên dijminên wan heye, zanin di dîrokê da çi hatiye serê wan û kê çi kiriye.
Lê gava meriv li siyasetmedarên Kurdisana bakur guhdarî dike, meriv nizane kurd in, tirk in ya jî ji miletekî din in.

Di axaftinên siyasetmedarên kurdên bakur da perspektîv, palpişt û şiûra netewî û Kurdistanî pir zeîf e, lema jî meriv nizane yê dipeyive ji çi miletî ye û çi dixwaze…

Siyasetmedarên Kurdistana bakur bi piranî û berî her tiştî bi kurdî nizanin, dîroka xwe, serpêhatiyên pêşiyên xwe nizanin û lema jî nikanin ji wan numûneyan bidin.

Lema jî axaftinên siyasetmedarên Kurdistana bakur, li gorî yên rojhilat û başûr zanîneke dîrokî nade kesê guhdar, hest û şiûra netewî bi înanan ra gur û geş nake, fena ku meriv li xatibekî meriv ji zimanê wî fêm neke guhdarî bike.

Meriv fê ferqê di nabêna meleyên bakur û rojhilat û başûr da jî dibîne. Meleyên rojhilat û bajûr bêtir netewî ne, xwediyê şiûr û asoyeke milî ne.

Ez van tiştan ne di netîceya lêkolînekê da, li gorî muşahade û tecrûbeyên xwe dibêjim.

XXX
Kurd ya ewê bibin xwedî Kurdistaneke serbixwe ya jî ewê heta û heta wek xulam û koleyên faris, ereb û tirkan bijîn. Heta ku dihelin, dibin faris, ereb û tirk.
Gelek kurd ji nuha da bûne xulam, cahş û heta kûçikên tirkan û bi vê yekê jî pir serbilind in.
Û lema jî li bajarên Kurdistanê bi allên tirk xulamtî û cahşîtiya xwe bi îftîxar nîşanî me didin.

Sal bi sal jimara kurdên dibin zilamên dewleta tirk û neyarên qewmê xwe zêde dibe...


Bi dehhezaran kurd li Diyarbekrê, li Cizîrê û li gelek bajarên din, bi alên tirk ”terora” PKKê protesto kirin.
Lê ev kurdên ku PKK protesto kirin, dewleta ku welatê wan îşxal kiriye, dewleta ku 12 bajarên wan wêran kirin, dewleta ku hîn hebûna wan jî wek milet qebûl nake, dewleta ku nahêle zarokên wan bi zimanê xwe bixwînin protesto nakin.
Bira protestokirina dewletê li wir be, li vê dewleta faşîst, îşxalkar û antî-kurd xwedî derketine, marşên faşîstan xwendine.
Li dijî ”terora ”PKKê ne, lê ne li dijî îşxala welatê xwe ne.
Li dijî PKKê ne, lê belê bi qasî tirkên Qibrisê jî azadiyê û desthilatê naxwazin.
Li dijî ”terora” PKKê ne, lê belê ne li dijî bindestî û koletiya xwe ne.
Çimkî hîn nizanin ji halê wan ji ya koleyan jî xerabtir e.
Hîn di tu qanûneke dewleta tirk da miletekî bi navê kurd û welatekî bi navê Kurdistanê tuneye.
Di meclîsa tirk da gava mebûsekî kurd du gotinên bi kurdî dibêje, navê wê dibe ”xatib bi zimanekî nayê zanîn peyivî” û bi vî hawî derbasî zebtan dikin.
Lê belê ew kurdên li Diyarbekrê û li Cizîrê PKK protesto kirin, ew parlamenterên AKPê yên li Diyarbekrê dan pêşiya kurdan ji vê heqareta dewletê protesto nakin, ji dewletê ra nabêjin hûn çawa kanin vê tinazê bi zimanê min bikin û bibêjin ”xatib bi zimanekî nayê zanîn peyivî”?
Xulamtî, cahştî meriv meriv bêşexsiyet dike, meriv dike heyranê celadê xwe.

XXX
Li Moskovayê lihevkirina Rûsyayê,Tirkiyê û Îranîşê gelo li zirara kurda ye ya na?
Bidîtina min tifaqa Îran û Tirkiyê ne li feydeya me ye. Ne mimkån e ev herdu dewlet xêra me bixwzin.
Ji xwe wa ya di beyana xwe da qala li Sûriyê qala”xetên sor” kirine, gotine ew qebûl nakin Sûriye perçe bibe, filan û bîvan…
Em nikanin rê li ber hevkariya dijminên xwe bigrin.
Tiştê em kanin, dibê em jî wek wan li hev bikin. Bi taybetî serokên, partiyên başûr û rojava dibê qela xwe bikin yek.
Îran û Tirkiye ne dostê tu partiyeke kurd in, dijminê hemû partiyan in. Dibê şika kesî ji vê rastiyêtunebe.

2016-12-20

20 december 2016

Dewleta tirk êdî ewê her qirêjî û cînayeta xwe têxe hustuyê çeteyên Gulen


Medyaya tirk li dinyayê medyaya herî rezîl, herî virik, herî bêexlaq û herî faşîst e.
Gava mijar kurd û Kurdistana be derewa nekin, bêbextî û bêexlaqiya nekin tuneye.
Hal û karê wan derew û belavkirina dezînformasyonê ye.

Faşîstan li gelek bajaran êrîşî ser avahiyên HDPê kirin, li ber çavên polîsan bi dehan avahiyên HDPê şewitandin û alên tirk û alên MHPê yên wek bermalan bi avahiyan da kirin.

Lê medyaya tirk dibêje ev provaksyon e, êrîşkar ne MHP û ne jî AKPyî ne. Ya merivên FETO ne ya jî HDP bi xwe bînayên xwe dişewitîne, ji bo ku li dijî Tirkiyê propagandeya reşkirinê bike.
Însan ancax hewqasî kane rezîl û bêşeref bibe.

Madem êrîşkar ne AKP û MHP ye, bira polîs wan bigre û teslîmî ”edaletê” bike.
Lê ji ber ku medyake qaltax û fahîşe ye, lema jî şerm nake, her derewê, her bêbextiyê pir rehet dike.
Avahiya HDPê ya Qeyseriyê li ber çavê polîsan şewitandin û aleke MHPê ya tu dibê ecêb jî bi avahiyê da kirin, lê polîsan dîsa jî yek însan jî negirt.

Li wan temaşe dikir, heta ku karê xwe diqedandin û dû ra li ber wan digeriyan û digotn, tema, de nuha herin…

Yanî him bi çeteyên xwe êrîşî kurdan dikin û him jî dibêjin êrîşkar ya kurd in ya jî merivên FETO ne.

Wê şevê di telewzyona CNN Turkê da çar profesor, akdamîsyen û pisporên ”terorîzmê” rûniştibûn û bi şiklekî pir cidî digotin yên êrîşî ser avahiyên HDPê dikin û dişewitînin ne MHP û AKPyî ne, bi îhrtîmaleke mezin FETO ya jî HDP, PKK ye. Ji bo ku îmaja Tirkiyê li derve xera bikin van tiştan dikin. Dibê meriv viya ji medyaya derve ra, ji Ewrûpayê ra bibêje.

Du roj berê şêwirmendê Erdogan, Burhan Kuzu di twîtta xwe da li ser êrîşên avahiyên HDPê wih aaqil da çeteyên dewletê:

”Êrîşên ser avahiyên HDPê bi zanîn in. Aman dîqet bikin. Erê di nabêna HDPê û PKKê da tu ferq tuneye, lê metoda êrîşan şaş e..”
Yanî mêrik dibêje her tiştî hewqasî vekirî û li ber polîsan nekin, bira kes we nas neke…
Tirkiye bi hemû muesese û dezghên xwe ve di terorîzma îslamî geriya ye, di her teşkîlata,di her qedemeya dewletê terorîstên îslamî xurt û serdest in.
Û ev yek jî bi xêra îkîtîdara AKPê bû.

Ji ber ku tevgera Gulen, hêzên îslamî jî wek faşîstan panturkîst in û bi qasî faşîstan ew jî neyarên kurdan e, lema jî hukûmetê ew di nava hemû dezgehên dewletê da bi cî kirin.

Lê nuha jî her êrîşa ser kurdan û heta kuştina sefîrî Rûsyayê yê Tirkiyê Karlov jî dixin hustuyê tevgera Gulenê panturkîst û faşîst. Dibêjin qatilê Karlov, Mevlut Mert Altıntaş merivê Gulen e.

Hukûmeta riyeke pir rehet dîtiye, ji nuha û pê da çi curmê, çi qetlîamê bikin, ewê têxin husuyê Gulen û PKKê.
Lema kuştina sefîrê Rûsyayê yê Tirkiyê Karlov jî kirin hustuyê Fetulah Gulen û merivên wî.
Halbû ev sê, çar sal in nabêna wan û tevgera Gulen xera bûye. Lê polîsê qatil ev du sal in girtine wezîfê. Yanî merivê AKPê  ye, hukûmeta AKPê ew girtiye kar.

Lê riyeke rehet dîtine, ji bo ku sûcê xwe veşêrin her xerabiyê dixin stuyê cimata Gulen.
Heger têkiliya dewletê bi polîsê qatil  Mevlut Mert Altıntaş tuneye

tuneye, heger qatil(Mevlut Mert Altıntaş) bi rastî merivê FETO ya jî yê Daîşê ye, çima we kuşt?
Dibê we nekuşta û îspat bikira ew merivê kê ye.

Lê ji ber ku hukûmetê nexwest têkiliyên qatil îfşa bibin, têkiliyên wî û MITê derkevin, ew kuştin.



Terora îslamîyan îcar li Berlînê xwe nîşan da


Terorîstekî îslamî li Berlînê bi kamyonê 9 kes pelixandine û 50 kes jî birîndar kirine.
Almanya îsal milyonek ereb û musilman girt, ev jî mukafata Almanya ye. Dibê ereb û îslamî almann bikujin. Çimkî almanan himêza xwe ji wan ra vekirin.
Musilmanan welatên xwe wêran kirine, li her derê birçî û paşdamayî ne, bi piranî di serdema navîn da dijîn.
Bi milyonan ereb û musilman ji birçîna û ji ber zulmê xwe avêtine bextê xirisyiyanan, ewrûpiyan.
Ji dêlî ku spasdarê wan bin, tiştekî ji wan fêr bibin, bi kîn û nefreteke mezin neyartiya wan dikin û dixwazin welatên Ewrûpayê jî wek yên xwe wêran bikin.
Û ewê bikin jî, çawa li welatên xwe herb derxistin û wêran kirin, eynî tiştî ewê bînin serê Ewrûpayê jî.
Li her welatekî Ewrûpa getoyên musilmanan çê bûne. Tu ferqa van getoyan ji Fasê, Tunisê, Cezaîrê, ji Somaliya û Îraqê tuneye.
Ewrûpî çi bikin jî nikanin ji van îslamîstên faşîst û hov xelas bibin.
Ne hezar, ne du hezar, ne sedhezar in, bi milyonan in.
Parîs, London, Bruksel, Stockholm, Berlîn û gelek bajarên din yên Ewrûpayê bûne wek bajarên Afrîka û ereban.
Heger ewrûpî mucîzeyekê nexuliqînin, pêşeroja Ewrûpa tarî xuya dike, tiştê musilmanan anîn serê welatên xwe, ewê bînin serê Ewrûpayê jî, li van welatan jî ewê herbê derxin…
Hejmara miriyan derket 12.
Tê gotin terorîst qatil ya afgan e ya jî pakîstanî ye, salek berê di ser Tirkiyê r ahatiye Almanyayê. Bi hezaran terorîstîn wek wî şandin Ewrûpayê. Li her welatekî Ewrûpa heger ne bi hezaran be jî, bi sedan qatilên wiha hene.
2016-12-19

Fikri Amedi Gelo çi karê Emrîka û Ewrupa li rojhilata navîn heye ku bombeyan ser Suryeyê, Iraqê û dewletên din de dibarînin.
Îro tistê ku li warê îslamê diqewumin tev hunerê xirîstyan û komunîsfan e.
Derê kutiya pandorayê li Efganîstanê vebu kî îşxal kir Rusya komunîst. Bi sed hezaran Efgan kuştin.
İrak suriye, Lîbya Somali kê îşgal kir. Emrîka Xirîstyan.
Hinekê adilbin adil.
Lê neyartîya we ya li hemberî îslam ú misilmanan hûn kor kirine.


Zinarê Xamo : Bersîva Fikrî Amedî:
Ma jin û zarokên li Berlînê hatin pelixandin dewleta Emerîka û dewletên Ewrûpa îdare dikin?
Ma wan welatên me îşxal kirine?
Ew siwîlên li Berlînê, li Parîsê, li Brukselê û li gelek derên din hatin qetilkirin mirovên humanîst in, alîkariya biyaniyan dikin, ji bo wan pera top dikin, konseran çê dikin.
Wek merivekî bîrewer û zana tu çawa kanî li hemberî qetla siwîlên bêsûc û bêguneh teroreke wiha rast û bi heq bibînî?
Piraniya ewrûpiyan merivên humanîst in, xêrxwaz in û ne dijminê tu dînî û tu miletî ne.
Yek ewrûpî jî wek ku tu rast û misteheq dibînî, kuştina tu kesî rast nabîne, yê terorîst hezar kes kuştibe jî qebûl nake kes neheqiyê û îşkenceyê lê bike û bikuje.
Li Emerîkayê terorîstên ereb di êrîşa 11ê îlona 2001ê da 3000 însan kuştin, lê kesî neçû erebek û musilmanek nekuşt.
Tu dibînî piştî her teqînê tirk çi tînin serê kurdan. Ma heta nuha te qet bihîstiye li welatekî Ewrûpayê piştî teqnekê milet êrîşî mabatên terorîstan û misilmanan kiribin?
Terorîstên îslamî bi hezaran însanan bikujin jî milet êrîşî musilmanan nake û wan lînc nakin.
Vana ferqên pir muhîm in.
Mixabin em, însanên me bi qasî ewrûpiyn ne meen ne.
Di rojên teng da stara koçberan ya herî saxlem û dawî dêr in(kilîse), keşe bi mehan koçberan di dêran da dihewînin û nadin pûlisan û wan ji derxistina derî welêt diparêzin.
Yên terorîstan di teqînan da zarokên wan kuştibin jî wek ku tu qetla ewrûpiyan, xiristiyanan helal dibînî, ew qetla musilmanan helal nabînin, ji te bêtir li dijî siyaseta hukûmetên xwe dertên û destê alîkariyê dirêjî koçberan dikin.
Tu jî zanî xelkê siwîl hukûmetan îdare nakin, siwîl siyaseta dewletan tayin nakin.
Ewrûpîyekî ji rêzê tu carî wek te nafikire, ji kesîra nabêje ”kafir”, dînê xwe di ser dînê kesî ra nagire, pêxemberê xwe di ser pêxemberê kesî ra nabîne.
Lê musilman him dînê xwe û him jî pêxemberê xwe di ser yên xiristiyan ra dibînin.
Emerîkayê û tu welatekî Ewrûpayê bi zor neçûye Îraqê, Sûriye, Lîbyayê, Somalîyê.
Li Afganîstanê berê afgan bi hev ketin, darbe çêkirin. Dû ra yekî ban Rûsyayê kir û yê din jî ban Emerîkayê..
Li van welatên te navê wan gotine berê ew bi hev ketine, li hemberî hev darbe çêkirine û dû ra hinekan ji Emerîka û Ewrûpayê alîkarî xwesine.
Li Sûriyê bi tahrîk û organîzeya Tirkiyê berê ereban çavên hev derxistin, dû ra hinekan pişta xwe spartin Tirkiyê û Suûdî û Qeterê û hinekan jî ban Rûsyayê, Îranê û Emerîkayê kir.
Heger ne alîkariya Emerîka bûya nuha gundekî kurdan jî li Sûriyê tunebû.
Kî li dij be jî wek kurd dibê tu ne li dijî hebûna Emerîka li Sûriyê û alîkariya Emerîka ya bi kurdan ra be
Şikir bike ku li Sûriyê Emerîka hat hawara kurdan.
Heger ne alîkariya Emerîka û Ewrûpayê bûya Daîşê û tirkan ji zû da koka kurdan qelandibûn.
Birayê delal, kes bi zor neketiye welatên musilmanan, em ban wan dikin, em dibêjin werin.
Heger musilman biaqil bin ewê bi hev nekevin, hev û du nekujin û hemû meseleyên xwe bi riyên demokratîk, wek ewrûpiyan bi axaftinê, bi diyalogê çareser bikin.
Hebûna Emerîka li weltaên me ne bi zor e, ji ber kêmaqiliya me ye, bira em jî wek wan biaqil bin, şerê hev nekin.
Ma ew ban me dikin?
Ma ew ji me alîkariyê dixwazin?
Yanî heta em sebebê paşdamayina xwe, sebebê şer û teşxeleyên xwe ne ji kêmaqiliya xwe, tim li derve, ji Emerîka û ewrûpiyan bibînin, em tu carî nikanin ji vî halê perîşan xelas bibin.
Nuh em û tirk ketine gewriya hev û hevûdu dikujin, ma Emerîka, Ewrûpa ji me ra dibêje hev û du bikujin?
Heger gotin jî dibê em qebûl nekin.
Ma Emerîka nahêle tirk heqê me bidin?
Belovacî wê, Emerîka jî, Ewrûpa jî ji tirkan ra dibêjin le hev werin, dibêjin mafê kurdan bidin.
Lê tirk nadin.
Eynî tişt li Îraqê bû.
Ma nuha Emerîqa nahêle Îran mafê kurdan bide?
Ma Emerîka nahêle Esed bi kurdan ra li hev bike?
Ma Emerîka, Rûsya û Ewrûpa nahêle li Sûriyê ereb li hev bikin?
Bêguman na, em kêmaqil in û weselam.
Dibê meriv viya qebûl bike.
Heta em sebeb ji xwe, ji kêmaqliya xwe nebînin em nikanin ji vê gîrdabê xelas

19 december 2016

Polîsekî tirk sefîrê Rûsyayê yê Tirkiyê kuşt


Bi kuştina konsulê Rûsyayê yê Anqerê Andrej Karlov, Tirkiyê derbeke baş li Pûtîn xist.
Erdogan li NY îşê xwe bi Putîn qedand, peymana xelaskirina çeteyên xwe û malbatên wan ji Helebê bi Rusyayê da qebûlkirin û di eynî rojê da jî konsulê wan kuştin.
Ev cînayeteke pir mezin e. Bi texmîna min netîceyên vê cînayetê jî ewê mezin be.
Ez bawer nakim Tirkye vê cînayetê bi her hawî eşkere bike...Çimkî tiliya dewletê da heye.
Qatil polîs bûye.Bi qestî kuştin ji bo ku zêde pêş da neçin. Armanc ne xerab be meriv qatilekî wih amuhîm li ciyê rehetiyê nakuje. Nexwestin bigrin, lema jî bi zanîn kuştin. Helbet Rûs ne zarok in, zanin kuştina qatil tê çi maneyê.
Hela ka em binêrin Putîn ew çi jahrê bixwe…

XXX


Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Tolga Taniş, di vê nivîsa xwe da dibêje rêxistina Îngilîz ya swîl CAR bi artêşa Îraqê ra ketiye wan taxên ji Daîşê hatine stendin û di wan taxan da lêkolîn kiriye.
Di wan taxan da fabrîqeyên pir modern yên sîlehan, cebilxaneyan û bombeyan çêdikin dîtine.
Û ya herî muhîm malzemeyên di çêkirna van sîleh û bombeyan da hatine bikaranîn hemû malê Tirkiyê bûne.
Li gorî rapora CARê hemû malzemeyên Daîşê di çêkirina çekan û bombeyan da bi kar anîne, yên serbest nayên firotin, firotina wan girêdayî îzna dewletê ye, wek potasyum nitrat jî tê da malên Tirkyê ne.
Û gava Tolga Taniş ev yek ji şîrketan pirsiye, gelo ev malzeme çawa û bi kîjan riyê ketine destê Daîşê, jê ra gotine here ji MITa Tirkiyê bipirse, hemû agahî li ba MITê ne.
Di vê nivîsê da meriv dibîne Îngilîzan û Emerîkayê bi delîl tespît kirine hemû malzemeyên Daîşê di çêkirina sîleh û bombeyan da bi kar aniye ji Tirkiyê temîn kiriye.
Bi îhtîmaleke mezin ne malzeme tenê, teknîk, makîne û hoste û pispor jî ji Tirkiyê ne, yanî Tirkiyê ji wan ra çêkiriye û ew fêr kirine.
Nivîseke muhîm e, bixwînin.

A dibê kurd tim wiha bikin

Dibê li hemberî her heqaretê kurd nerazîbûna xwe wiha nîşan bidin...

Pênc(5)partiyên Kurdistana bakur bi beyaneke nivîskî gotinên şêwirmendê serokkomar Erdogan, Burhan Kuzuyê faşîst û neyarê kurdan protesto kirine.
Burhan Kuzu, du roj berê di twittereke xwe da gotibû ”dema li Stenbolê mesela Mûsilê dihat minaqaşekirin namerdan (alçaxan)serîhildana Şêx Seîd derxistin, yên îro jî eynî namerd in.”
Pênc partiyên kurd îro ev gotinên Kuzu protesto kirine û ji Erdogan jî xwesitine ew jî Kuzu şermezar bike.
Tiştê baş baş e, dibê meriv teqdîr bike.
Ji ber ku kurd li hemberî vê heqareta Burhan Kuzu bêdeng neman û tavilê reaksiyoneke baş nîşan dan, lema jî Kuzuyê faşîst twitta xwe xera kir…
Ev cara pêşî ye tirkek û him jî berdevkê Erdogan ji ber aciziya kurdan, gavê paş da davêje.
Dibê ev reaksiyona kurdan û partiyên siyasî ne mexsûsî vê carê be, li hemberî her heqareta li kurdan û mezinên kurdan dibe nerazîbûn û aciziya xwe nîşan bidin.
Gava tirk bibînin tiştê dikin ji wan ra namîne, ewê di gotinên xwe da bêtir sergiran û bi temkîn bin û hewqasî rehet û bêperwa ji kurdan ra xeberan nedin.
Di beyanê da tunebûna navê HAK-PARê bala min kişand. Ev ne cara pêşî ye HAK-PAR xwe tevî hevkarî û protestoyên wiha nake.
Diyar e HAK-PAR naxwaze nabêna xwe û hukûmetê xera bike. Lema jî xwe tevî tiştê kanibe hukûmetê aciz bike nake.
Qey hevalên HAK-PARê naxwazin bi partî û hêzên zêde li dijî hukûmetê ra werin dîtin.
Wê rojê di TRT6ê da min li Kemal Burkay guhdarî kir. Ez matmayî mam.
Fena ku di şerê Sûriyê da Tirkiye, rola Tirkiyê, plan û projeyên Tirkiyê qet tunebin.
Fena ku welatekî bi navê Tirkiyê li wê herêmê tunebe. Fena ku Tirkyê piştgirî ebeden nedabe Daîşê, Nusra yê û hêzên din yên îslamî.
Fena ku di derketina şerê Sûriyê da qet û qet rol û tesîra Tirkiyê tunebe, fena ku hemû serokên çete û hêzên îslamî ne li Tirkiyê bin û ji Tirkiyê alîkariyê ebeden nagrin…
Burkay bi yek gotinê jî Tirkiye rexne nekir, qala plan û projeyên Tirkiyê nekir.
 Hemû xerabî, fêsadî, tevliyevî ji Îranê, Rûsya, Emerîka û Suûdîyê ye. Li Sûriyê planên van dewlwtan hene.
Burkay bi yek gotinê jî qala neyartiya Tirkiyê bi kurdên Kurdistana rojava ra nekir.
PYD, PKK rexne kir, qala planên Emerîkayê, Rûsyayê û Îranê kir, lê Tirkiye ji bîr kir…
Lema jî normal e HAK-PAR xwe tevî protestoyên wiha neke, bi hêzên biçûk miçûk û zêde li dijî hukûmetê ra nekeve nava tiştên wiha…
Dibê hinekî giran be, bi her partiyê ra hol nebe…
 Her 5 partiyên Burhan Kuzu protesto kirine ev in:
Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), PDK-Bakur, Partiya Sosyalîsta Kurdistanê (PSK), Partiya Kurdistanî (PAKURD) û Hareketa Azadî.

XXX
Piştî salekê heyeta PDKê û Tevgera Goran îro li Silêmaniyê, li mala serokê Goranê Newşîrvan Mistefa civiyan.
Berî civîna bi Goranê ra heyeta PDKê bi YNKê ra civiya û serokê heyeta PDKê Fazil û Mîranî û en berpirsê polîtburoya YNKê Mele Bextiyar ra civîneke hevbeş ya çapemniyê kirin û herdu aliyan jî li ser çareserkirina gelşên nabêna herdu partiyan da mesajên hêvîdar dan.
Rewş hatiye nuxteya dibê Newşîrvan û Mistefa Mesûd Barzanî miheqeq li hev bikin. Bêyî lihevkirina van herdu serokan li başûr ne yekîtiya kurdan pêk tê û ne jî Kurdistan çê dibe. Halîhazir gelşa herî mezin di nabêna Mesûd Barzanî û Newşîrvan Mistefa da ye, gava ew li hev bikin, lihevkirina bi hêzên din r ahêsantir e.
Hêvî dikim ji civîna PDKê û Goranê jî xebereke xêrê were û kurd neyarên xwe bi xwe dilşa nekin.

Namerdekî tirk heqaret li Şêx Seîd kiriye


Burhan Kuzu xwedêgiravî profesorê huqûqê ye û aqilmendekî Erdogan yê herî muhîm e.
Bi rastî dîploma Burhan Kuzu ya profesoriyê hebe jî vir e, wek dîploma Erdogan sexte ye.
Lê faşîstekî têra xwe zirzop e, heta hûn bixwazin neyarê miletê kurd e û vê neyartiya xwe jî tu carî venaşêre.
A vî Kuzuyê faşîst ji bo Şêx Seîdê gorbeheşt û hevalên wî bêedebî kiriye û gotiye ”alçax” yanî namerd.
Meriv bi vê heqareta namerdekî wek Kuzu matmayî namîne. Tiştê meriv xemgîn dike û matmayî dihêle bêdengiya kurdên AKPê û hevaltiya wan ya bi Burhan Kuzu ra ye.
Gelek kurdên dîndar, xwedêgiravî dibêjin ew di riya Şêx Seîd da ne, lê bi Kuzu ra di eynî partiyê da ne û pê ra hevaltiya dikin.
Ji van kurdan û hemû kurdên AKPê heta nuha yekî jî bersîva Burhan Kuzu neda û jê ra negot namerd tu û bavê te ye….
Mesela abûqat Abdurehîm Firatê neviyê Şêx Seîd yek ji van kurdên AKPê û dewletê ye, bi Kuzu ra di eynî partiyê da ye.
Ji Kuzu ra nabêje hey merivê bêexlaq û bêterbiye, tu çawa kanî vê heqaretê li kalikê min bikî?
Ji ber ku ji van kurdên bûne kurdên dewletê kes dengê xwe nake, kes xwe naqeherîne, lema Kuzu û yên weka wî diwêrin heqaretê li kurdan bikin. Heger kurdan li hemberî van heqaretên wan xwe kerr û lal nekirana, bersîva wan bida kesî newêrîbû ji kurdan û pêşiyên wan r axeberan bide.
Yanî bêxîretî û silekiya kurdên dewletê, kurdên AKPê vê cesaretê dide Kuzu yên weka wî ku heqaretê li kurdan bikin.
Gava meriv xwe pîs bike xelkê li meriv siwar be, heta çavê meriv jî derxe…

18 december 2016

Çima hûn hewqasî zalim û xedar bûne


Çaxa polîs û leşkerekî tirk tê kuştin medyaya tirk qiyametê radike.
Bi sedan telewîzyon, rojname û malper bi rojan bûyerê dramatîze dikin, hezar û yek derewê û çîrokê pê ve dikin…
Heta ji wan tê hestên însanan û civatê îstîsmar dikin û heta ji wan tê li hemberî kurdan kîn û nefretê di dilê tirkan da diçînin.
General û giregirên dewletê qor bi qor bi qor di merasima cenazede rêz dibin, nutqên hamasî yên pir dilşewat dixwînin.
Ji bo ku însan werin galayanê her riyê, her tahrîkê, her bêbaviyê bi kar tînin.
Di telewîzyonan da bi rojan girî û hawara dê û bavê yê hatiye kuştin, yê malbatê nîşan didin.
Heger hebe gotineke zarokekî biçûk, tevgereke gedeyekî malbatê îstîsmar dikin.
Efendim pîreka wî bi halkî(ducanî) bû, piştî hefteyê ewê biwelide.
Efendim dergîstî bû.
Efendim nuh zewicî bû.
Hefteyek, rojek ji teskereya wî ra mabû.
Welhasil bi rojan hezar û yek çîrokê li hev radigirin û  îstîsmara hestê mirovan didomînin û civatê li hemberî kurdan tahrîk dikin.
Ê heger mirin bi we hewqasî zor e, heger hûn nikanin vê netîceya şer qebûl bikin, wê demê şer nekin, wê demê mafê kurdan bidin û şer rawestînin.
Hûn kînga bixwazin kanin şer rawestînin û rê li ber kuştina zarokên xwe û yên kurdan bigrin.
Bira ne zarokên kurdan werin kuştin û ne jî yên tirkan.
Bira ne dayikên leşker û polîsên tirk bigrîn û ne jî dayikên gerîlayên kurd.
Bira ne zarokên leşker û polîsên tirk swê bimînin û ne jî yên gerîlayên kurd.
Dibê hûn qebûl bikin ku dê û bavên gerîla jî însan in, hestên wan jî heye, dilê wan jî ji bo zarokên wan dişewite.
Lê hûn qebûl nakin kurd şîna zarokên xwe jî bikin, hûn destûrê nadin kes here şîna cîranê xwe, dostê xwe, hevalê xwe.
Hûn nahêlin xal here şîna xwarziyê xwe, ap here şîna biraziyê xwe.
Hûn nahêlin kurd cenazeyên xwe bi roj rakin, hûn nahêlin mele li ser cenazeyê zarokên kurdan duayekê bixwîne.
Hûn dibêjin gerî ne însan e, dibê dê û bavê gerîla termên zarokên bavêjin ji ber kûçikan da.
Hûn termên zarokên kurdan ji gorên wan derdixin.
Hûn gorên zarokên kurdan bi bêûjdaniyeke mezin tahrîb dikin.
Çimkî hûn pir û pir bêûjdan bûne.
Tiştê hûn dikin, tiştê hûn tînin serê kurdan, heqaret û zulma hûn li kurdan dikin hovîtiyeke bêemsal e.
Lê hûn bi vê hovîtiya xwe, bi vê barbarî û zalimiya xwe îftîxar dikin.
Hûn nabînin we însaniyeta xwe ji bîr kiriye…
Gava leşker û polîsên we gerîlayekî kurd dikujin hûn hemû dikin cejn, hûn hemû ji kêfan direqisin.
Jimara gerîlayên hatibin kuştin çuqasî zêdebe, hûn hewqasî pê kêfxweş dibin.
Ev sadîzm e.
Gava bi dehan, bi sedan zarokên kurdan tên kuştin, empatî li ba we dibe sifir, hûn qet nafikirin ku gerîlayên hatine kuştin jî  wek leşker û polîsên tirk însan in, dê û bavên gerîlayên kurd jî hene.
Wek dê û bavên tirk, ew jî li ber kuştina zarokên xe dikevin, dilê wan jî dişewite.
Bi qasî ku ez dibînim hûn gerîla, dê û bavê wî/wê, malbata wî, xweşik û birayên wî/wê qet ji însanan nahesibînin.
Xemgînî û giriyê dê û bavên kurd we kêfxweş dike, çimkî kîn û nefreta ji kurdan bi we ra însaniyet nehîştiye…
Gava hûn xebera bi sedan, bi hezaran zarokên kurdan bi kêfxweşîyeke mezin belav dikin, gava ji ber van qetlan hûn leşker û polîsên xwe pîroz dikin, hûn qet bîr nabin ku kurd jî însan in, hestên wan jî heye, wek we,  ew jî li ber mirina zarokên xwe dikevin.
Li hemberî kuştina bi sedan, bi hezaran keç û lawên kurd, hûn empatiyeke bi qasî meriv ji bo kuştina kûçikekî bêxwedî nîşan dide, nîşan nadin.
Wek însan, wek medya, wek dewlet, wek hukûmet, wek milet, hûn pir bêûjdan û bêmerhemet bûne.
Hûn pir zalim û xedar bûne û ev bêmerhametî û zalimiya we kurdan jî fêrî zalimbûnê dike…

XXX
Li gorî Rûdaw dinivîse, berdevkê HDPê Ayhan Bîlgen gotiye ”wan hemû avahiyên xwe yên li bajarên Tirkiyê vala kirine.”
Gaveke baş û di cî da ye. Dibê kurd dev ji partiya Tirkiyê berdin û li Kurdistanê xwe organîze bikin.
Hemû êrîş di bin kontrola dewletê da dibe. Tirk naxwazin kurd li Tirkiyê bijîn, dixwazin hemû kurdan biqewirînin. Dibê kurd vê rastiyê bibînin û siyaseteke li gorî wê realîteyê bimeşînin.

Musebîbê şer ne PKK ye, hukûmeta AKPê ye


Helbet şer û kuştina însan ne baş e, ji bo tirkan jî û ji bo kurdan jî malwêranî ye.
Kuştina leşker û polîsan jî û ya gerîla jî mesela kurd û Kurdistanê çareser nake û feydeyê nagihîne kesî.
Bi kuştinê ne tirk kanin me biqedînin û ne jî em kanin tirkan biqedînin û dewleta wan teslîm bigrin.
Viya êdî her kes zane û fêm kiriye.

Lê tiştek jî pir vekirî ye, PKK şer rawestîne jî û ranewetîne jî mesela kurd û Kurdistanê çareser nabe.
Îro hêza kanibe him şer rawestîne û him jî mesela Kurdistanê çareser bike dewleta tirk û hukûmet û AKPê ye.
Heta ku dewlet, aliyê tirk dev ji siyaseta înkar û îmhayê, ”yek milet, yek al, yek welat, yek ziman” yanî siyaseta tirkkirina kurdan bernede û hebûna miletê kurd û Kurdistanê bi rengekî qanûnî qebûl neke, PKK çi bike jî şerê kurdan û dewleta tirk naqede.
Tiştê dewleta tirk ji PKKê dixwaze ne çareserî û dîtina riya aştiyê ye, teslîmiyet e, dibêje werin teslîm bibin û bi cezayê xwe razî bin. Mezinayiya miletê tirk û edaleta me qebûl bikin.
AKP bixwaze kane di nava hefteyekê da şer rawestîne, kane tavilê rê li ber teqîna bombeyan bigre.
Lê nake û naxwaze bike.
Çimkî naxwaze dev ji siyaset û îdeolojiya resmî ya înkara kurdan û Kuristanê berde.
Problem ev e.
Lema jî dibê ji PKKê bêtir dewlet, aliyê tirk xwe biguhere.
Hetata nuha dewletê ji Abdula Ocalan çi xwestibe, Ocalan ew daxwaz bi PKKê daye qebûlkirin.
Dewletê xwest şer raweste, PKKê şer rawestand.
Dewletê xwest gerîla derkevin dervayî sînorên Tirkiyê, PKKê daxwaza dewletê bi bedelekî pir mezin bi cî anî.
Di dema derketinê da dewletê bi sedan gerîla kuştin. PKKê dengê xwe nekir.
Dewletê xwest hin gerîla teslîm bibin, PKKê ji Ewrûpa, ji hundur û ji Qendîlê bi dehan gerîla û kadirên xwe radestî dewletê kir.
Dewletê jî ji dêlî ku wan berde, bi dehan sal ceza da wan.
PKKê dîsa dengê xwe nekir.
Dewletê xwest PKK veqetandinê, Kurdistanake serbixwe, federasyonê û heta otonomiyê jî nexwaze, PKKê ev daxwaza dewletê jî qebûl kir û dev ji daxwaza Kurdistana serbiwe berda û siyaseteke li dijî serxwebûnê meşand.
Dewletê xwest PKK ala Kurdistanê wek sembol bi kar neyne, PKKê ev daxwaza dewletê jî qebûl kir û hildana ala Kurdistanê li heval û endamên xwe yasax kir.
Dewletê xwest PKK partiya kurd BDPê fesh bike û partiyeke Tirkiyê ava bike, PKKê ev daxwaza dewletê jî tavilê bi cî anî û partiya Tirkiyê ava kir.
Dewletê ji Ocalan xwest bi qasî kurdan, tirk jî di nava birêvebiriya HDPê da cî bigrin û PKK- HDP bi dewletê ra prtokolekê, li gorî şertên hukûmet dixwaze îmze bike.
PKKê ev daxwaza dewletê jî bi îmzekirina Protokola Dolmabahçeyê bi cî anî.
Lê Erdogan piştî çend rojan li dijî vê protokolê derket û got dewlet bi terorîstan ra tu protokolan îmze nake û ew peyman Dolmabahçeyê çirand.
Dewletê bi riya Ocalan xwest PKK, organîzasyoneke nuh ava bike. PKKê, KCK ava kir.
Dewletê bi sedan ajanên xwe xist nava KCKê û piştî demekê bi hezaran kurd girtin û bi salan(4-5 sal) di zindanan da rizandin.
PKKê dengê xwe nekir, ne got çima we wiha kir?
Dewletê xwest PKK, ne bi namzetên serbixwe, wek partî têkeve hilbijartinên 7ê hezîrana 2015a.
PKKê got baş e û wek partî ket hilbijartinan.
Çimkî li gorî texmîna Erdogan, HDPê ewê nikanibûya benda ji %10 derbas bikira.
Lê tesaduf derbas kir.
Li ser vê, Erdogan got texmîna min şaş derket, lema jî ez vê hilbijartinê qebûl nakim û him hilbijartin dubare kir û him jî dest bi siyaseta şer kir.
Welhasilî kelam heta nuha dewleta tirk û hukûmetên çûne ya nuha li ser hukim, ji Abdula Ocalan çi xwestibin, Ocalan ev daxwaza dewletê û hukûmetan herfiyen bi PKKê daye qebûlkirin.
Lê dîsa jî netîce neguherî ye, dîsa jî şer û kuştin nesekinî ye.
Hin şaşî û kêmasiyên PKkê hene, lê sûcdarê esasî dewlet û hukûmeta AKPê ye, ew naxwazin şer rawest e û aştî were.
Ji ber ku dewleta tirk, hukûmeta AKPê naxwaze hebûna miletê kurd û Kurdistanê qebûl bike û mafê kurdan yên netewî di qanûnan  da bi cî bike.
Hemû siyaseta wan li ser asasê xapandinê ye. Çimkî ne samîmî ne, naxwazin fafê kurdan qebûl bikin û bidin.
Lema jî her carê bahaneykê dibînin.
Siyaseta AKPê ya aştiyê jî û ya şer jî hert tim ji bo tunekirina kurdan bûye, hedefa Erdogan tim û tim tasfiyekirina tevgera kurd ya netewî û belavkirina, qedandin PKKê bûye; ne ku bi PKKê ra li hev bikin û şer rawestînin.
Lihevkirina bi PKKê ra û dana mafê kurdan tu carî nebûye hedefa AKPê û dewletê.
Lema jî ji PKKê zêdetir dibê dewleta tirk, hukûmeta AKPê îdeolojî û siyaseta xwe ya kurd û Kurdistanê biguhere, hebûna miletê kurd û Kurdistanê qebûl bike.
Gava viya bike şer mer namîne, sebebekî ku PKK şer bidomîne, bombeyan biteqîne namîne.

17 december 2016

Faşîst bi emir û destûra dewletê êrîşî kurdan dikin û avahiyên wan dişewitînin


Piştî êrîşa Qeyseriyê tirkan êrîşî ser avahiya HDPê kirine, avahî şewitandin e û ala MHPê bi pêşiya avahiya da kirine.
Nuha gava ez vê nivîsê dinivîsim miheqeq faşîst li gelek deran bi alîkariya polîsên dewletê êrîşî avahiyên HDPê dikin û dişewitînin. Belkî însanan jî bikujin.
Ev ne cara pêşî ye tirk wiha dikin, piştî her teqînê û kuştina leşker û polîsan, êrîşî ser avahiyên HDPê, mal û dikanên kurdan dikin, dişewitînin û talan dikin.
Tabî yê viya dike û dide kirin dewlet e. Lê bi polîs û leşkerên xwe nake, bi çeteyên xwe yên faşîst dide kirin.
Û dû ra jî dibêjin ”xelkê reaksiyon nîşan da” (!)
Ev çetecîtî û talankarî qerekterekî dewleta tirk e, ji roja dewleta tirk ava bûye, dewletê hêzên faşîst tim wek çeteyên dewletê yên siwîl, yên alîkar li hemberî gelên ne musilman û kurdan bi kar anîye.
Jê dêlî ku polîs û leşkerên xwe, gurûhên faşîstan rê dikin ser kurdan û pê kurdan terorîze dikin.
Ev yek li Meraşê, li Sêwasê û li gelek derên din jî kirin.
Êrîşên faşîstan hemû bi organîze û toleransa dewletê dibe, dewlet bi riya polîs û MITê çete û faşîstên xwe dixe hereketê.
Heger dewlet nexwaze ne mimkûn e orta rojê, li ber çavê her kesî li Qeyseriyê bi sedan çeta û faşîst herin têkevin avahiya HDP, bînayê talan bikin, bişewitînin û dû ra jî ala MHPê pê da kin.
Di êrîşa 11 Îlona 2001ê ya Emerîka da çar balafir revandin û bi kêmanî 3000 însan kuştin.
Lê emerîkiyan êrîşî yek erebî û musulmanî nekirin, kesî çipiska xwe jî bi erebekî û li misilmanekî nekir.
Di herdu êrîşên par(2015)yên 13 û 14ê mijdarê da terorîstên ereb û îslamî 130 kes li Parîsê kuştin.
Pişt ra êrîşek du êrîşên din jî kirin, di wan êrîşan da jî gelek kesên siwîl kuştin.
Lê fransizan êrîşî ereban û musilmanan nekirin, mal û avahiyên ereb û musilmanan neşewitandin.
Di êrîşa balafirxaneya Brukselê da 30 kes hatin kuştin û 300 kes birîndar bûn.
Lê belçîkiyan êrîşî ereb û musilmanan nekirin.
Deletê terorîst girtin û ceza kirin.
Li Almanya yê jî terorîstan çend teqîn kirin û gelek kes kuştin.
Lê heta nuha ne li Almanyayê û ne jî li tuwelatekî Ewrûpayê ji ber van teqînên terorîstên îslamî kesî êrîşî ereban û musilmanan nekiriye.
Heta kesî çipiska xwe bi malbatên terorîstan jî nekir.
Êrîşên ji teref”gel” (!) ve tenê li Tirkiyê dibe, tenê li Tirkiyê pêştî her êrîşeke PKKê, TAKê û kuştina polîs û leşkeran, tirk êrîşî kurdan dikin, mal û dikanên wan talan dikin û dişewitînin.
Ev ne êrîşên spontan in, hemû ji alî dewletê ve tên organîzekirin. Dewlet nexwaze, destûrê nede êrîşkaran, ne mimkûn e kes êrîşî kurdan bike.
Yên bikin jî ewê werin girtin û cezakirin.
Ê em dibînin dewletê heta nuha yek êrîşkar jî negirtiye û ceza nekiriye.
Ji ber ku êrîşkar çeteyên dewletê yên profesyonel in, gava hewce be dewlet wezîfê dide wan.
Tiştê îro li Qeyseriyê bûye êrîşa dewletê ye, dewletê bi çeteyên xwe avahiya HDPê da  talankirin û şewitandin

Siyasetmedarê serxwebûnê nexwaze dibê nebe siyasetmedarê kurdan

Tirk, ereb û faris dewletê ji bo heq û ji bo me kurdan jî qebhet dibînin. Bi hawakî sergirtî ji me ra dibêjin, ”em layiqî dewletê ne, lê hûn kurd ne layiq in”, lema jî gereke hûn nebin xwedî dewlet, gerek hûn tim koleyên tirkan, ereban û farisan bimînin.
Bi baweriya min tiştê ereb, tirk û faris ji me ra dibêjin ev e.
Lê belê ya ji vê jî xerabtir, gelek kurdên me jî xwe layiqî dewletê nabînin.
Yanî tiştê layiqî ereb, faris û tirkan dibînin, layiqî xwe nabînin.
Wek ereb, faris û tirkan, ew jî dibêjin dewlet ne heqê me ye. Dibê em tim wiha bindet bimînin.
Siyasetmedarê, serokê dewletê ji bo kurdan nexwaze dibê nebe siyasetmedar û serokê kurdan, dibê kurd kesên wiha ji nava xwe biqewitînin, wan nekin berdevk û nûnerên xwe.
Bi baweriya min xwestina dewleteke kurd û Kurdistaneke serbixwe pîvana kurdbûn û welatparêziyê ye.

XXX
Bîstek din, saet di 14.00a da Federasyona Kurd, li Stockholmê li ber meclîsa Swêd Roja Ala Kurdistanê pîroz dike.
Ez û xanim haziriya xwe dikin, em dikin bi rêkevin.
Emê herin ala kurd û şîara Kurdistaneke serbixwe bilind bikin...
Kurdino, bindestno, hûn jî ji ala xwe hez bikin û Kurdistaneke serbixwe bixwazin.
Kesên ala Kurdisanê qebûl nakin, kesên Kurdistaneke serbixwe, dewleteke kurd naxwazin nekin serokên xwe, nekin berdevk û nûnerên xwe.
40-50 milyon kurd bêdewlet şerm e, ji ber ku dewleta te tuneye wek kurd ji xwe fedî bike.
Tu jî dewletê û welatekî serbixwe bixwaze. Ma çi yê te ji faris, ereb û tirkan kêmtir e?

16 december 2016

Yên li hemberî serxwebûnê asteng in kurd bi xwe ne


Roja Pênşemê (15-12-2016) li Zanîngeha Amerîka ya Duhokê li ser serxwebûna Kurdistanê, îmkan û astengiyên li pêş serxwebûnê konferanseke pir muhîm çê bû.
Li gel serok û berpirsiyarên hemû partiyên Kurdistana başûr, ji Emerîka û çend welatên Ewrûpayê jî gelek siyasetmedar, dîplomat û şexsiyetên muhîm beşdarî konferansê bûn û li ser serxwebûna Kurdistanê bîr û baweriyên xwe gotin.
Bi qasî ku meriv ji xeberên piştî konferansê fêm dike hemû beşdarên konferansê ji bo Kurdistana başûr gotine dema îlankirina serxwebûnê hatiye û ew piştgiriyê didin serxwebûna kurdan.
Mesrûr Barzanî piştî konferansê, li ser pirsa peyamnêrê Rûdawê ev yek teyid kiriye û gotiye:
“Hemû kes li gel wê yekê ne ku gelê Kurdistanê bigihê serxwebûna xwe, her kes dibêjin mafê we ye. Êdî ev yek dimîne ser biryara gelê Kurdistanê, hêvîdar im ev biryar zû were girtin. Eger asteng li pêş vê yekê(serxwebûnê) mabin, kurd bi xwe ne.Wekî din tu astengî li pêşiya serxwebûna Kurdistanê nînin.”
Wek tê dîtin Mesrûr Barzanî vekirî dibêje hemû dinya, yanî ji Emerîkayê bigre heta bi Fransayê, Îngilstanê, Qanada û Yekîtiya Ewrûpayê piştgiriya serxwebûna kurdan dike û hemû jî dibêjin serxwebûn mafê we ye.
Yên li pêş serxwebûnê asteng in tenê kurd in, heger kurd li başûrê Kurdistanê li hev bikin serxwebûn temam e.
Nuha êdî em nikanin bibêjin weleh dinya alîkariya me nake, dinya alîkariyê dike, dibêje serxwebûna xwe îlan bikin, lê kurd ne amade ne, kurd li hev nakin.
Gava Emerîka, Yekîtiya Ewrûpayê, dinya alîkariya serxwebûna meriv bike û meriv serxwebûnê îlan neke sebeb û argument çi bin jî meriv naxwaze ji bindestiyê rizagar bibe.


Tirk ji dîroka xwe dersê nagrin

Gotineke Einstein ya gelkî navdar heye, gotiye:
”Yên tim eynî tiştî biceribînin û li hêviya netîceyên cihê bin ehmeq(xêv) in.” Berpirsiyar û birêvebirên dewleta tirk ev sed sal in, yanî ji roja Tirk ava bûye û vir da ye dixwazin kurdan bi terorê, bi girtin û kuştinê, bi çavtirsandinê teslîm bigrin, asîmîle bikin û taliya talî bikin tirk.
Lê ev sed sal in ji van ceribandinên xwe netîceya dixwazin û xeyal dikin hîn bi dest nexistine û îro jî ewê bi dest nexin.
Lê ji ber ku zêde nîjadperest in, irqçî ne, panturkîst in, ji ehmeqan jî ehmeqtir in. Lema jî tu carî ji dîroka xwe, ji serpêhatiyên xwe dersê, tecrûbeyê nagirin. Diherin û tên, tim eynî tiştî yanî terorê, girtin û kuştinê dubare dikin, diceribînin.
Biaqilkirina tirkan pir zahmet e, li ser kurdan ewê pir buha rûne.
Çimkî zêde irqçî, faşîst û ehmeq in û sal bi sal jî nifşên faşîstir û ehmeqtir radibin…
Lê em mecbûr in rastiyê têxin çavên van ehmeq û faşîstan û wan bînin ser riya rast. Lê ewê wextê bigre û li ser me gelkî buha rûne….

Mala te hezar carî ava Emerê qedirzan

Mala te hezar carî ava be Emerê dilzîz, wefadar û qedirzan.
Ji ber ku 10 saliya blog û Faca min bala te kişand û te li ser blogeriya min ev çend rêzên qedirzan nivîsî bêguman kêfxweş bûm.
Di normalê da kurd di saxiya hev da kêm qedrê hev nizanin, bi piranî piştî mirinê însan tên keşifkirin û bibîranîn.
Lê wa ye te ev adet xera kir…
Careke din mala te va û hêvî dikim tu mekteba xwe biqedînî û rastî xezaleke kurd werî, ji bo ku tu ji vê jiyna bohem xelas bibî…



Omer Faruk Baran
Ku yekem blogerê kurdî ne ew be jî li gorî min pêşengê blogerîya kurdî Zinarê Xamo ye. Apê me, tam neh sal in bêwest û rawest li ser bloga xwe ya hindik rindik dinivsîne. Ji xwe re bi şorê qolay e, mêrik heta îro 3863 nivîs li bloga xwe zêde kirîye û hîn jî dewam dike. Ez jî ew bû neh sal in çend hefteyan carê vedikim çavekî li bloga wî dixînim. Rind zanim, lêkolînerên siba du siba, wê ji nivîsên vê blogê sûd wergirin û gava li ser meseleyekê binivsînin jî wê ji xwe re li têbiniyan bikin çavkanî. Mesela, di nivîsa xwe ya siftih de, ku di Îlona 2007an de hatiye weşandin, Xamo behsa pîrozbahîya 30 salîya DDKDê û dansozekê dike: ''Şîrînperiyeka Swêdî, yeka wek horiyeka bihuştê bû...'' Ji Nûbihar Akademî, Wêje û Rexne û Zaremayê re nivîsek yanî: ''Li Pîrozbahîyên Partî û Rêxistinên Kurdan Dîyardeyên Heyecançêker'' Biblogînin, blog.