22 januari 2017

Ahmet Guneştekîn ne resamekî tirk e, ew resamekî kurd e !



Ahmet Guneştekîn resamekî kurd e, li Tirkiyê û li dinyayê gelkî bi nav û deng e û têra xwe tê nas kirin.
Guneştekîn heta nuha li Tirkiyê û li Ewrûpayê gelek pêşangeh vekirin û hemû pêşangehên wî jî olan dan.
Him li Tirkiyê û him jî li Ewrûpa û li dinyayê gelek kes û koleksîyonîst li dû rismên Guneştekîn in.
Ahmet Guneştekîn ev demeke li New Yorkê li ”Marlborough Gallary”  yê pêşangehek vekiriye.

Rojnamevanê tirk Fatîh Altayli çûye pêşangeha wî ya New Yorkê û nivîsek li ser nivîsîye.
Fatîh Altayli di nivîsa xwe da Ahmet Guneştekîn wek resamekî tirk daye nasîn û gotiye:

“Ji sedî 90ê galeriya têra we mezin ji bo eserên resamê tirk hatibû veqetandin.”

Ne Fatîh Altayli tenê, medyaya tirk jî Ahmet Guneştekîn wek resamekî tirk teqdîm dikin û li dinyayê jî wek tirk tê naskirin.

Bêgueman ev ne rast e, Ahmet Guneştekîn ne resamekî tirk, resamekî kurd e.
Berî her kesî dibê Ahmet Guneştekîn bi xwe îtîrazî sifetê “turk resam/resamê tirk” bike û bibêje ew resamekî kurd e.
Çimkî rastî ev e.
Edebiyat bi zimên dibe, lema jî ya muhîm ne ku  meriv ji kîjan miletî ye, ya muhîm meriv bi kîjan zimanî dinivîse.

Yanî di edebiyatê da meriv bi kîjan zimanî binivîse, meriv edîbê, nivîskarê wî zimanî û wî miletî ye.
Lema jî Nabîyê ruhayî (1642-1712) şairekî tirk e û Melayê Cizîrî (1570- 1640) jî şairekî kurd e.

Herdu jî kurd in, lê ji ber ku Nabî bi tirkî(osmanî) û Melayê Cizîrî jî bi kurdî nivîsîye, Nabî şairekî tirk e û Melayê Cizîrî jî şairekî kurd e.

Ji ber ku edebiyat bi zimên dibe, lema tiştê nasnameya nivîskar ya hunerî tayin dike ne qewmê wî, zimanê wî yê nivîskariyê ye.

Ev pîvan ji bo hemû şair û nivîskarên kurd yên nuha jî derbas dibe, kurdên bi tirkî dinivîsin şair û nivîskarên tirk in û yên bi kurdî dinivîsin jî şair û nivîskarên kurd in.

Lema jî Yilmaz Odabaşi şairekî tirk  e, Ahmet Arîf şaîrekî tirk e, Yaşar Kemal nivîskarekî tirk e.
Lê belê Arjen Arî şairekî kurd e. Rojen Barnas şarekî kurd e.
Ne ji ber ku Arjen Arî û Rojen Barnas kurd in lema, ji ber ku bi kurdî nivîsîne ew nivîskarên kurd in...
Meriv kane eynî tiştî ji bo Ahmet Kaya û Şivan Perwer jî bibêje.
Ahmet Kaya kurd e lê stranbêjekî tirk e. Gava tirk ji Ahmet Kaya ra bibêjin hunermendekî tirk rast e. Lê Şivan Perwer stranbêjekî kurd e. Eslê wî çi be jî ew hunermendekî muzîka kurdî ye. Tirk nikanin Şivan Perwer bikin tirk.

Lê resamî hunereke, sinetekî wek stranbêjiyê û edebiyatê ne girêdayî zimên e, bi zimên nabe.
Ji ber ku kurdek li Tirkiyê dijî ya jî hemwelatiyê Tirkiyê ye nabe resamekî tirk.
Lema jî Ahmet Guneştekîn ne resamekî tirk e, ew resamekî kurd e. Ji ber ku bi eslê xwe kurd e, ji Batmanê ye û kurdbûna xwe jî înkar nake…

Ji bo ku meriv ji Ahmet Guneştekîn ra bibêje “resam û hunermendekî tirk”, dibê ew xwe kurd qebûl neke û bibêje “ez tirk im”.

Bi qasî ez zanim heta nuha Ahmet Guneştekîn ne eslê xwe înakr kiriye û ne jî gotiye ew tirk e.
Lê li gel vê jî tirk ji Ahmet Guneştekîn ra dibêjin “resam û hunermendê tirk.”
Çima?
Bi çi heqî û li gorî çi?
Ez Ahmet Guneştekîn nas nakim, dîtinên wî yên li ser nasname û kurdbûna wî çi ye, ne çi ye ez nizanim.

Ez nizanim çiqasî girîngiyê dide nasnama xwe ya netewî?
Lê bi baweriya min sebebê ku Fatih Altayli û tirk ji Ahmet Guneştekîn ra dibêjin “resamê tirk” bêdengiya wî ye.

Gava tirk wî wek resamekî tirk didin nasîn dengê xwe nake, zêde girîngiyê nade vê yekê, lema jî tirk wî dikin resamekî tirk.

Heger Guneştekîn sifetê “turk resam/resamê tirk” qebûl nekira û bigota ez ne resamê tirk im, resamekî kurd im, Altayli û tirkan ewê jê ra negotana “resamê tirk”!
Çima ew resamê tirk e?
Tiştê Ahmet Guneştekîn dike resamekî tirk çi ye?

Dibe ku Ahmet Guneştekîn zêde guh nade sifetê “resamê tirk” û lema jî gava tirk wisa dinivîsin dengê xwe nake.

Lê bi baweriya min şaş e, Ahmet Guneştekîn ne resamekî tirk e, resamekî kurd e.
Û ji bo ku wiha ye dibê viya bibêje û îtîrazî navê “turk resam/resamê tirk” bike û bibêje ez resamekî kurd im.

Heger hemû resamên kurd wek Ahmet Guneştekîn li hemberî guhertina nasnama xwe ya netewî bêdeng bimînin, wê demê hemû resamên Kurd ewê bibin yên tirk,  faris û ereb.
Heger Ahmet Guneştekîn resamekî tirk e, resamê kurd kî ye?
Heger Ahmet Guneştekîn resamekî tirk e, meriv çawa kane bibe resamekî kurd?

Çimkî dewleteke kurd ya serbixwe tuneye. Ji ber vê jî tiştê hunermendê kurd dike hunemendê kurd, ne nasname û pasaporta di bêrîka wî/wê da ye, sekna wî/wê ya siyasî û exlaqî ye, îtîraza wî/wê ya ji nasnameya tirk, ereb û faris ra ye.

Lema jî dibê him Ahmet Guneştekîn bi xwe û him jî hunermendên, nivîskarên kurd li dijî vê derewa tirkan derkevin û bibêjin, Ahmet Guneştekîn ne resamekî tirk e, ew resamekî kurd e.

Bi taybetî jî medyaya kurd dibê li sinetkarên wek Ahmet Guneştekîn xwedî derkeve û nehêle tirk wan bikin sinetkarên xwe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE