18 januari 2017

Belengazo ji tirsa Kurdistan înkar kir

Cîgirê serokê AKPê Mehdî Ekerê kurd, çend roj berê di hevpeyvîna xwe bi Rûdawê ra bêhemdî navê ”Kurdistanê” ji devê xwe fistiqandibû.
Di derke hevpeyîna xwe da gotibû:
”Heger wiha nebûya 4-5 sal berê huzûr hatibû, gulên buharê vekiribûn. Li Kurdistanê keç, law, hemû gel, her kes bi hêvî bû…
Lê pepûkê li ber destê Yildirim û Erdogan, wa ye îro ev gotina xwe paş da girtiye û gotiye bi peyva ”Kurdistanê” wî Kurdistana başûr qest kiriye, ne Kurdistana bakur.
Rebenko gotiye, ”gotinên min şaş hatine wergerandin û ezê vê şaşiyê ”serrast bikim. Ji bo başûrê rojhilatê Tirkiyê ne mimkûn e ez îfadeyeke wiha bi kar bînm…”
Belengazo, pepûko, rebenko, evdalko nikane navê welatê xwe hilde.
Yanî nuha tu têkevî binê erdê ne çêtir e?
Bêhemdî be jî, ji bo xapandina kurdan be jî xelk nahêle tu navê welatê xwe bigrî devê xwe?
Yanî nuha tu xwe mêr, xwedî îrade û tiştekî dihesibînî?
Tu yê çawa li ruyê kurdan binêrî?
Tu yê çawa herî Diyarbekirê û Bismil û li ruyê kurdan, nas û dostên xwe binêrî, tu çawa bibêjî tu tiştek î?
Piştî ku tu nikanî navê welatê xwe hildî tu ”0” e !
Heger piçek xurûr bi te ra hebûya,heger te şerm bikira te yê negota ”ne mimkûn e ku tu ji bo Kurdistana bakur tiştekî wiha bibêjî”!.
Heger te ji xwe fedî bikira, tu piçekî li ber xwe keta, piştî vê rezaletê te yê îstîfa bikira.
Diyar piştî Erdogan ev yek bihîst, ban belengazê me kir û guhê wî kişand û jê ra got zû here vê peyva xwe tekzîb bike, bibêje min tiştekî wiha negotiye...
Xwedê kesî nexe vî halî.
Û wî jî wek koleyan ev emirê Erdogan qebûl kir û got li Tirkiyê Kurdistan tuneye.
Meriv şexsiyeta xwe bi kursiya bindestiyê, xulamtiyê naguherîne.
Wek tê dîtin, Erdogan qebûl nake cîgirê serokê AKPê, merivê partiyê yê duyem e, bibêje Kurdistan, îcar ewê çawa mafê kurdan bide?
Tiştekî wiha ne mimkûn e, kurdên AKPê hemû emirqûlî ne, meriv ji vê beyana Eker vê rastiyê baş dibêne.
Eker ne dost û hevalê min e, kurdekî hevalê dijmin e, lê dîsa jî ez bi vê rencîdekirna wî êşiyam.
Gava tirkek heqaretê li kurdekî dike, kî dibe bira bibe, ez pê diqeherim. Ne xema Eker e, lê belê ji dêlî wî va ez li ber ketim…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE