27 januari 2017

BOYKOTKIRINA referandûmê çima rast e?

Hin kes û partî ji bo ku ji bin çengê tirkan dernekevin, ji bo ku li Kurdistanê nebin xwedî siyaseteke Kurdistanî, netewî û serxwebûnxwaz ji xwe ra hezar bahane û qal û qîlan dibînin.
Dibêjin efendim ”BOYKOT” piştgiriya Erdogan e.
-Yekîtiya kurdan tuneye.
-BOYKOTê ewê pir zeîf bimîne. Çimkî kurd ji Boykotê ra ne hazir in.
-Kurd ne li ser hev in.
-HDP dibêje NA, Huda-Par dibêje Erê !
-Raya Na, tê maneya "Na" ji bo destûra kevn û nuh.
-Di siyasetê da bêterefî nabe. Em hemwelatiyên Tirkiyê ne û lema jî dibê em tircîhekê bikin.
Welhasilî kelam ji bo ku kurd ji bin çengê tirkan û nebin xwedî siyaset û xeteke Kurdistanî û di referandûmê dîsa bibin dûvikê HDPê û kemalîstan û bibêjin ”Na” ya jî ”Erê”, gelek sebeb û argumentan li dû hev rêz dikin.
Lê kes nabêje em bibêjin ”NA” ya jî ”ERÊ” ewê kara me çi be, wek milet emê çi bi dest xin?
Bi baweriya min dîtina, pêşniyara ”NA”, ya jî ”ERÊ” ji ber ji ber ku em xwe wek miletekî cihê nabînin, ji ber fikrê Tirkîyetiyê ye, kurd carê fêr bûne bibin beşekî sîstema tirk û boçika tirkan. Tirk kîjan konseptê deynin ber me, em jî wê qebûl bikin.
Dibê em xwe ji çarçewê xelas kin.
Erê bêyî HDPê kes li dijî serxwebûnê dernakeve, lê di praktîkê da kêm kes siyaseta serxwebûnê dimeşîne.
Di referandûmê da "Na", qebûlkirina destûra kevn û "Erê" jî qebûlkirina destûra nuh e. Heger bi rastî em dixwazin ji destûra kevn û nuh ra bibêjin "Na", dibê em şîara "BOYKOTê" bilind bikin.
Heger bi rastî em azadî û serxwebûna kurdan dixwazin, dibê êdî em ji tirkan ra bibêjin destûra we ya hebûna me qebûl nake û mafekî herî biçûk jî nade me, em qebûl nakin û BOYKOT dikin !
Dibê em daxwazên xwe yên ji dewltê vekirî bibêjin û eşkere bikin.
Dibê em tu carî ji destûreke hebûna me qebûl nake ra nebêjin "Erê"!
Dibê partiyên kurd êdî têkiliyên bindestiyê red bikin, ji bo xwe statuyeke siyasî bixwazin.
Ji roja dewleta tirk ava bûye, nêzî sed salî ye kurd piştgiriya vê partiyê û wê partiyê dikin.
Netîce sifir e.
Herî dawî piraniya kurdan Erdogan wek hêvî û rizgarkirê xwe dîtin û ev 15 sal in piştgiriyeke xurt danê.
Lê nuha kurd îcar dixwazin ji wî xelas bibin.
Îcar jî dibêjin Erdogan pir xerab û zalim e, bira tirkekî din ya jî CHP were dewsa wî. Belkî ew baştir be…
Tirkekî din, partiyeke din qet baştir nabe.
Çimkî problem di sîstemê da ye.
Heta ku sîstem Tirkiyê ev sîstem be û destûra jî ev destûra irqçî, faşst û antî-kurd be, mafê kurdan yê netewî qebûl neke, Eerdogan here û kî were jî qet ferq nake.
Ji Menderes bigre, heta bi Erdogan, heta nuha me gelek serokên tirk û partiyên wan ceribandin.
Mantix û argumentê me tim eynî bû, filan kes, filan partî ji yê din baştir e.
Dawiya vî îşî nayê.
Hertim jî piştî demekê me gotiye, sal bi sal xwezî bi par, em li piştgiriya xwe poşman bûne…
Û netenê dawiya vî îşî nayê, ev siyaset di netîcê da me di nava tirkan da dihelîne, dike tirk.


Bi baweriya min Erdogan di referandûmê da qezenc bike ya neke, sîstem wek berê bimîne ya jî biguhere ji bo kurdan qet ferq nake.
Carê destûra nuha ji ya AKP dibe referandûmê ne baştir e.
Ya din destûr û qanûn çi be jî Erdogan çi bixwaze wiya dike. Ma nuha her tiştî li gorî qanûnan û destûra esasî dike?
Bêguman na.
Û ji xwe tu carî jî qanûn, destûra bingehîn ji bo kurdan nehatiye bicîanîn.
Heta hebûna kurdan di destûra esasî da, di qanûnan da tunebe, mafê wan nehatibe qebûlkirin rewş ewê tim ev be…
Rayên ”BOYKOTê hindik bin ya jî zêde bin pir ne muhîm e, ya muhîm kurd êdî paradîgma xwe ya siyasî biguherin û di warê siyasî da bibin xwedî fikir û stratejiyek nuh.
Herdu destûr hebûna kurdan qebûl nakin, di herdu destûran da jî mafekî kurdan yê herî biçûk jî tuneye, çima kurd ewê herin ser sindoqan û bibêjin ”NA” ya jî ”ERÊ”?
Sebeb çi ye?
Efendim Erdogan zalim e!
Efendim heger  di referandûmê da "Erê" zêde derkeve her tişt ewê têkeve destê Erdogan.
Ê ji xwe nuha jî her tişt di destê Erdogan da ye, ji referandûmê kîjan netîce derkeve jî ji bo Erdogan zêde ferq nake. Çimkî ew li ser hukim e. Tiştê nuha dike, ewê dîsa bidomîne.
Ya din heta nuha kî ji Erdogan ne zalimtir bûye?
Kî kane bibêje yê were dewsa Erdogan ewê ji wî ne zalimtir be?
Û heger li Kurdistanê di referandûmê ji sedî 70-80î kurdan bibêjin ”NA” ewê kara kurdan çi be?
Qet kareke wan tuneye.
Lema jî dibê kurd di şerê tirkan da nebin teref.
HDPê bi siyaseta xwe ya li dijî Erdogan, ”emê te nekin serokkomar” şaşiyek kir. Çimkî derdê me ne bi şexsan, bi sîstemê ra ye, kî mafê me dide bira bide.
Lê ji ber ku HDPê xwe ne wek partiyeke kurd, wek partiyeke Tirkiyê didît, lema jî da dû qula çend çepên tirk û siyaseteke li dijî AKPê û Erdogan meşand.
Îro jî hîn li ser wê xetê ye.
Wek şerê çekdarî, ”BOYKOT”ê jî dibê kurd ji derekê dest pê bikin û ji dewleta tirk ra bibêjin em destûr û sîstema we ya hebûna me înkar dike qebûl nakin, red dikin, BOYKOT dikin.
Îro ev xet zeîf e, sibe ewê xurt bibe, ji bo ku ev xeta Kurdistanî, serxwebûnxwaz xurt bibe dibê meriv ji derekê dest pê bike.
Û ew dem jî bi vê referandûmê ra wa ye hatiye, dibê meriv vê referandûma tirkan BOYKOT bike…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE