11 januari 2017

Çîroka MARîJOKê û GUMGUMOKê …


Ji vê ajalê, heywanê ra li Wêranşarê, li Qerejdaxê dibêjin ”marîjok.”  Bi tirkî jê ra dibêjin ”kertenkele”, bi îngilîzî jê ra dibêjin ”lizard” û bi swêdî jî dibêjin ”ödla”.
Li gorî rîwayetê û baweriya di nava gel da, gava Nemrûd Hz. Îbrahîm Xelîl li Ruhayê avêtiye ji nava êgir da, gumgumokê(gumgumok dişibe marîjokê lê hinekî qartîşî ye ) pifî êgir kiriye, ji bo ku agir zû vêkeve û gurr bibe û marîjokê  jî bi devê xwe av lê kiriye, ji bo ku êgir vemirîne.
Lema jî li Qerejdaxê di nava milet da kuştina GUMGUMOKê sewab û ya MARÎJOKê jî guneh bû, ji me zarokan ra wer hatibû gotin.
Me zarokan gava gumgumok didît, me digot, ”guregup” û me devê xwe digirt, yanî em nedipeyivîn û dû ra me bera pê dida.
Li gorî baweriyê heger devê me vekirîbaa gumgumokê ewê diranên me bijmarta û dû ra jî ewê diranên me biketana. Ji bo ku gumgumokê dianên me nedîta û nejimarta me devê digirt.
Lema jî heta gumgumok dihat kuştin ya jî heta wenda dibû dibê meriv devê xwe venekira û dengê xwe nekira.
Baweriyeke pir balkêş e, ev çîrok çima çê bûye, kînga çê bûye kes nizane. Û ya din jî gelo li hemû beşên Kurdistanê, di nava hemû kurdan da ev çîroka marîjokê û gumgumokê heye ya na, ew jî muhîm e.
Lê li alî din li hemberî gumgumokê û mar baweriyeke dijminane heye. Mar heywanekî , reptîlekî(surungen) jê nayê hezkirin û dibê meriv baweriya xwe pê neyne.
Lê marîjok ne wiha ye.
Li herêma me Qerejdaxê me jê ra digot marîjok, hinek dibêjin marmarok û miheqeq hin navên din jî hene.
Helbet kuştina her heywanî şaş e, mar dibe, gumgumok dibe, çi dibe bira bibe, dibê meriv tu heywanî nekuje, ew xeml û dewlemendiya wealtê me ne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE