05 januari 2017

Derewa tirkan ya netewî "tiliya" derve

Demagojî û vireke tirsandinê ya siyasetmedarên tirk ya netewî û mişterek heye; ew jî kurd in, tim bi tirsa kurdan miletê xwe ditirsînin û dixapînin.
Her cara ku îşê wan baş naçe, her cara ku gurrî dibin, her cara ku bi hev dikevin û Tirkiye dibe gola xwînê, sûc dixin hustuyê kurdan û derve, dibêjin "tiliya derve" di vê da heye, Emerîka û Ewrûpa piştgiriyê didin kurdan û dixwazin Tirkiyê perçe bikin.
Ev demeke propagendeya ”perçebûnê”, Sevreke nuh û Sykes-Picot dikin.
Do Erdogan got, dinya li wan hatiye hev û dixwazin ”Sevreke nuh” deynin ber wan.
Îro jî Numan Kurtulmuş eynî tişt dubare kir û got “Sykes-Picota duyem e, ev gelkî vekirî ye.”
Bi vê vira Ewrûpa dixwaze Tirkiyê perçe bike û Kurdistanê çêke tirkan ditirsînin û pê karê xwe dimeşînin.
Ji xwe heta Erdogan nebêje, tiştekî neke hedef, kes newêre, nikane bibêje.
Kurtulmuş û yên wek wî ji bo Erdogan tajî ne, heta ew halanê di wan hil nede, heta ew, wan bera nêçîrê nede, ew newêrin devê xwe vekin.
Ji ber ku Erdogan ev çendake propagandeya tahlûkeya “perçebûna” Tirkiyê dike, Kurtulmuş û yên wek wî jî gotinên Erdogan dubare dikin.
Xwezî ev îdîa rast bûya, xwezî Emerîka û Ewrûpayê piştgirî bida kurdan.
Ew jî zanin vir e, lê ji bo ku mijarê û ûrojevê biguherin, ji bo ku berê milet bidin dereke din, kurdan dikin hedef, dibêjin dixwazin Kurdisanê çêkin.
Çimkî navê Kurdistanê ji bo hemû tirkan wek gurê manco ye, Erdogan viya zane û lema jî perçebûna Tirkiyê û çêbûna Kurdistanê tirkan ditirsîne…
Lê helbet rojekê ewê Kurdistan ava bibe, ew çi bikin jî, ew bitirsin, netirsin jî ewê çê bibe…

XXX


Erdogan nikanîbû zenda Esad ba bide,
nuha haziriyê dike ji bo ku wî destî ramîse
Gotineke pêşiyên tirkan heye, dibêje, ”zenda/destê tu nikanibî badî tu yê maç bikî.
Yanî dibê tu fêrî qebûlkirina têkçûnê bibî. Gava tu bi dijminê xwe, bi raqibê xwe nikanibî dibê tu şertê wî qebûl bikî. Bi gotineke din dibê tu teslîm bibî.
Tiştê Erdogan nuha di bin ra dike ev e, ji bo ku here destê Beşar Esad maç bike û deyne ser serê xwe haziriyê dike, cî xweş dike.
Zilamê wî Numan Kurtulmuş gotiye efendim siyaseta Sûriyê şaş bûye, filan û bîvan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE