24 januari 2017

Di referandûmê da raya ”Erê” ya jî ”Na” qebûlkirina xulamtî û koletiyê ye



Wek ku hukûmeta AKPê  dixwest, guhertina 18 xalên qanûna esasî di meclîsa Tirkiyê da  bi 339 rayên parlamenterên  AKPê û MHPê hat qebûlkirin.
Ji sedî 99 di referandûmê da jî ewê were qebûlkirin.
Bi gotineke din heta Erdogan sax be, heger qeza û belayek neyê serî, ewê li ser hukim be. Tu kes, tu hêz, tu hilbijartin nikane wî ji ser hukim da bixîne.
Ji ber ku di sîstema parlamenterîzmê da hindik be jî rîska ketina wî hebû, lema jî sîstemeke wer tîne ji bo heta mirinê li ser hukim be.
Sebebê guhertina destûrê yê esasî garantîkirina îktîdara Erdgogan û mabata wî ye, tu têkiliya wê bi guhertina sîstem mîstemê tuneye. Erdogan her tiştî li gorî umrê ewê bijî eyar dike…
Mersele ev e, çîrok ev e…
Em werin ser şêla kurdan ya di referandûmê da….
Bi qasî ez dibînim ji bo kurdan tu ferqek di nabê destûra berê û ya nuh da tuneye, herdu destûr jî bi qasî hev irqçî, faşîst û antî-kurd in.
Di herdu destûran da jî tu mafekî kurdan yê qanûnî tuneye. Çimkî di herdu destûran da jî hebûna kurdan û Kurdistanê tê înkarkirin.
Di nivîseke xwe ya berê da jî min gotibû û careke din jî dibêjim, em ne mecbûr in di referandûmê  da di nabêna du destûrên irqçî, faşîst û antî-kurd da tercîhekê bikin, bibêjin ”erê” ya jî ”na”!
Cepheya CHPê jî bi qasî cepheya AKPê irqçî û antî-kurd e.
Ji ber vê jî bi baweriya min şêla herî rast dibê meriv referandûmê BOYKOT bike û neçe ser sindoqan…
Wek dihat payin wa ye HDPa  partiya Tirkiyê bi CHPê ra ewê di referandûmê da bibêje ”NA”!
Bi baweriya min di refererandûmê da çûna ser sindoqan û bikaranîna raya ”NA” parastina destûra berê ya irqçî, faşîst û antî-kurd e.
Dibê em kurd ji xwe bipirsin, ji bo çi emê herin ser sindoqan û bibêjin ”Erê” ya jî ”Na”?
Di destûra berê û ya nuh da ji bo me kurdan, wek milet çi maf heye ku em li dijî yekê derkevin û yekê biparêzin?

Herdu destûr jî bingeh û qanûnên bindestî û KOLETIYA me kurda in. Li gorî van destûran dewleta tirk hebûna kurdan înkar û îşxala Kurdistanê qanûnî û meşrû dike.
Kîjan destûr dibe bira bibe, qet ferq nake, dengdana ji van destûran yekê, qebûlkirina KOLETIYA  xwe ye. Qebûlkirina halê xwe xwe yê nuha ye…
Bi raya ”Erê” ya jî ”Na” em bindestî, xulamtî û koletiya tirkan qebûl dikin...
Kurdên di nava HDPê da yên ku  xwe kurd dibînin, dibê êdî xwe ji bindestî û dûviktiya tirkan û çepên tirk xelas bikin û xatir ji HDPê bixwazin, bibêjin oxira we ya xêrê be û bi partî û hêzên Kurdistanî ra platformeke Kurdistanî ava bikin.…
Êdî tu tiştekî me û tirkan, çi rast, çi dîndar û çi jî çep, bi hev ra nemaye. Her kes li mala xwe, li  welatê xwe.
Gava pêwîst be, gava em li hev bikin,  em kanin wek partî û hêzên kurd û tirk tifaqê bikin.
Lê di nava partiyên tirk da, bi ”partiya Tirkiyê” û siayseta ”demokratîkkirina Tirkiyê”  xapandin û helandina miletê kurd e.
Yê kurd e dibê êdî vê siyaseta tirkbûnê red bike û di nava partiyên kurd û Kurdistanî da be…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE