10 januari 2017

Erdogan dixwaze dewleta tirk li ser navê xwe tapu bike

Qîjewîja CHPê û kemalîstan pere nekir, dengdana makezagona nuh di meclîsê da bi rengekî eşkere dest pê kir.
Li gorî qanûnê dibê dengdan bi dizî be.
Lê ji tirsa Erdogan û girtina bi hevaltiya Gulen, parlamenterên AKPê rayên xwe eşkere dan.
Belkî yên MHPê jî eşkere dabin, ez nizanim.
Esas meclîs, dengdan vana hemû fasafîso ne, tu fonksiyoneke wan tuneye, nema ye.
Erdogan hemû parlamenter xesandine, lîsteya kesên” Bylock ” bi kar anîne li ba Erdogan e, lema jî ji bo ku neyê girtin her kes raya xwe eşkere bi kar tîne.
 Lê ”Bylock” bi kar neanîbe jî Erdogan kane dîsa jî singekî di qûna wan ke û wan bavêje hundur.
Kî çi bike jî vala ye, Erdogan ewê tim wek xwe bike, mecbûr e, ya na ewê taliya wî jî ya Qeddafî û Seddam e.
Lema jî dibê xwe baş biparêze.
Tirk bela sebeb xwe bi minaqaşe û dengdanên wiha diwestînin.
Tiştê Erdogan dixwaze bi tena serê xwe îdarekirina Tirkiyê û dewletê ye.
Û dibê her dahîre û meqam jî di bin emrê wî da be.
Yanî mêrik di ser xwe ra tu maqamî û tu qanûnê qebûl nake û ewê neke jî.
Dibê tirk viya qebûl bikin û jê xelas bibin.
Yanî dewletê li ser Erdogan tapî bikin û pêxîla xwe jê xelas bikin.
Lema jî ya baştir hema jê ra bibêjin bavo Tirkiye jî û dewlet jî ya te û xelas…
Wekî din tu şansê tirkan tuneye.
Bi Xwedê kî li hemberî Erdogan rabe ewê devê vî biçirîne, ciyê wî ya hefs e ya jî dibê bireve.
Bi baweriya min tirk dewleta xwe çawa îdare dikin, kîjan sîstemê hildibijêrin ji bo me kurdan qet ne muhîm e.
Çimkî halîazir sîstem çi be jî li dijî me ye û tu mafî nade me. Lema jî kurd ne mecbûr in di nabêna kolera û webayê da tercîhekê bikin…
Dibê em qet xwe tevî şerê tirkan nekin, bira bi hev kevin, bira bibin neyrên hev…

XXX
Sibe Hz. Muhemed serê xwe ji gorrê rake û ji tirkan ra bibêje ”bela xwe ji kurdan vekin, mafên kurdan bidin, ji welatê wan vekşin û çêbûna Kurdistanê qebûl bikin, tirk ewê Hz. Muhamed kevir bikin, kevirê pêşî ewê Fetulah Gulan bavêje ji Pêxember da…

XXX


Heger zirarê bide kurdan, tirk(piraniyeke pir mezin) kanin Xwedê jî înkar bikin, ji îslamiyetê derkevin û bi diya xwe ra jî zinê bikin.
Du sê rojan medyaya tirk taqîp bikin, du sê rojan li telewîzyonên tirk temaşe bikin, du sê rojan guh bidin siyasetmedar, akademîsyen û întellektuelên tirk û hûnê heq bidin vê dîtina min.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE