09 januari 2017

Ez ji we ra dibêjim zû mirîşkê bibînin !


Mirîşka yê gundî hat dizîn. Zarokên wî xeber danê, gotin bavo, mirîşka me xuya nake, hinekan dizî ye.
Mêrik ji zarokên xwe ra got, ”herin mirîşkê bibînin!”
Lê zarokan guh nedan bavê xwe û li mirîşkê negeriyan, mirîşkê nedîtin.

Demek di ser buhurî, îcar mîhake wan hat dizîn.
Zarokan dîsa çûn ji bavê xwe ra gotin, “bavo mîhake me wenda ye.”
Bavê wan got, “ez ji we ra dibêjim mirîşkê bibînin!”
Zarok matmayî man, gotin bavo mîhî çûye, tu bi dû mirîşkê ketiye…”
Dîsa li mirîşkê negeriyan û mirîşka xwe nedîtin.
Çend roj derbas bûn îcar manga/çêleka wan hat dizîn .
Zarok dîsa çûn ba bavê xwe û gotin, “bavo, manga/çêleka me wenda ye.”
Bavê wan dîsa got, “mirîşkê bibînin”!
Zarokan êdî hew xwe ragirt û gotin, “bavo, manga çûye, xelkê manga me diziye tu hîn bi dû mirîşkê ketiye….”
Bavê wan got:
“Heger we di wexta xwe da mirîşka xwe bidîta, mîha we û manga we nedihat dizîn….”
Dersa em ji vê çîrokê bigrin ev e, gava meriv  ji bo tiştê biçûk xwe sist bike, qîmetê nedê, lê negere, dû ra belayên hîn mezintir tên serê meriv.
Biçûk, mezin, bi qîmet, bê qîmet dibê meriv li malê xwe, li mafê xwe, li welatê xwe xwedî derkeve û biparêze.
Gava diz bibînin mirîşk li wan dihele, ewê , mîhê, mangê, hespa(mihîna)
  te jî bidize, heta ewê mala te, gundê te û welatê te jî ji re vistîne.
Tarîxa me kurdan şahidê vê rastiyê ye. Ji ber ku em bi dû dizên mirîşka xwe neketin, me mirîşaka xwe ji wan nesten, dû ra rojek hat, dizan welatê me jî ji me #dizîn…”
Serokên kurdna, siyasetmedarên kurdan ji vê dîroka xwe ya tirajîk qet ders negirtine, lema jî mîrên dizan, komên dizan li welatê xwe, di nava mala xwe da şarge dikin…

Inga kommentarer: