12 januari 2017

HDP bi milyaket bûya jî ewê ev tişt bianîna serî

Celal Dogan di axaftina xwe ya di meclîsa tirk da gotiye:
“Em milyaketê li asîmanan bûna jî ewê ev tiştê bianîna serê me. Ev projeyek bû. Ji bo ku rayên HDPê di 7ê hezîranê da girtibû kêm bikin riyek hebû, ew jî dibê HDPê wek terorîst nîşan bidana.”
Û ji xwe wer jî kirin.
Ji bo kurdan her tim planeke dewletê ya "A, B, C, D," heye. Ev plana Erdogan ya "B" bû. Girtina parlamenteran plana "C" bû.
Tiştê Celal Dogan gotiye pir rast e.
Celal Dogan merivekî biaqil û rastgo ye. Ji destpêkê da ez vê dîtinê dubare dikim.
HDPê her daxwaza Erdogan, serokatiya wî jî tê da, qebûl bikira jî ewê ev tişt bianiyana serê HDPê. Ji ber ku hesabê Erdogan li ser HDP ewê nekeve meclîsê û hemû rayên kurdan ewê ji wî ra bimînin.
Îcar gava ev hesabê Erdogan şaş derket, îcar xwest hilbijartinê dubare bike û bi wê riyê HDPê li derî meclîsê bihêle.

XXX
Wezîrê karên derve yê Trump, Rex Tillerson di îfadeya xwe ya sanatoyê da gotiye, li Sûriyê ewê piştgiriya xwe ya bi kurdan ra bidomînin:
”Li Sûriyê di şerê li hemberî Daîşê da mutefikê me yê herî baş kurd in.”
Sînyalên heta nuha ji ekîba Trump tên ji bo kurdan baş xuya dike. Bawerî û texmîna gelek şirovekaran Trump ewê têkiliya xwe ya bi kurdan ra xera neke. Çimkî li herêmê hêza, miletê herî medenî û demokrat kurd in.
Hêvî dikim ev texmîn rast bin û di rojên pêş da ev texmîn pûç nebin ya jî di eleyhê me da neyên guhertin.

XXX
Generalê teqawit(xaneşîn,emerîkî) ya emeklî Earnie Audino gotiye siyaseta Trump ya Kurdistanê ewê ji ya Obaba cudatir be. Li gorî texmîna generalê kevn Earnie Audino, Trump girîngiyeke mezin dide Kurdistanê û kurdan wek mutefikekî stratejîk dibîne.
Li gorî Earnie Audino, ji ber 5 nuxteyan Trump kurdan wek mutefikê xwe yê stratejîk dibîne.
Ya yekem: Bêyî kurdan Daîş nayê şikandin, îmhakirin.
Ya duyem: Bêyî hebûna hêzeke sunî ya modern hêzên cîhatçî ji ortê ranabin.
Ya sêyem: Ji bo ku di siyaseta Emerîka ya derve da demokrasî bi pêşkeve Kurdistan herêmeke pir muhîm e.
Ya çaran: Siyaseta Emerîka ya Kendavê bi Kurdistaneke serbixwe ewê xurttir bibe.
Ya pêncan: enerjiya ji Emerîka ra lazim li Kurdistanê heye.
Dîsa li gorî texmîna Earnie Audino, Trump ewê giraniyê bide yekîtiya kurdan.
 Bi dil û can hêvî dikim ev texmînên general Earnie Audino rast bin. Ji bo yekîtitê hewcedariya kurdan alîkariya Emerîka heye. Bêyî Emerîka kes nikane kurdan mecbûrî yekîtiyê bike, çimkî li ba Emerîka him gizêr heye û him jî ço. Û ji kurdan ra jî îro “ço” û “gizêr” lazim e, bêyî wê yekîtî pir û pir zor xuya dike.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE