08 januari 2017

Hin kurd li sernavê hukûmeta AKPê ji kîsê xwe viran dikin




Hin kurdên, hin siyasetmedar û akademîsyenên bi dev kurd û bi dil tirk, di hevpeyvîn û komentarên xwe yên li ser ziyareta serokwezîrê Tikriyê Bînalî Yildirim ya Îraqê da gotin:
”Tirkiye ne li dijî serxwebûna Kurdistana başûr e, di praktîkê da serxwebûna Kurdistanê qebûl kirine. Gava dinya serxwebûna kurdan nas bike, Tirkiye jî ewê naskirina xwe îlan bike, filan û bîvan…
Yanî li gorî îdîa van kesên bi dev kurd û bi dil tirk û tim dixwazin dewleta tirk û hukûmet aAKPê şîrîn û dostê kurdan nîşan bidin,Tirkiye qet ne li dijî serxwebûna kurdên başûr e. Û heta piştgiriyê jî dike. Tirkiye tenê li dijî PKKya û PYDya ”terorîst” e, dibê kurdên ne PKKe yî vê ferqê bibînin û lema jî dijminatiya hukûmeta AKPê û bi taybetî jî dijminatiya Erogan nekin.
Çimkî ew dostên kurdên başûr in û piştgiriyê didin serxwebûna Kurdistanê.
Xwezî ev îdaî rast bûye.
Lê her kesê biçekî siyaseta Tirkiyê taqîb dike, zane ev vireke ji serê wan virekên
kurd mezintir e.
Îspata herî dawî axaftina Bînalî Yildirim ya li Bexdayê ye.
Bînalî Yildirim di axaftina xwe ya Bexdayê da wek papaxana dîsa got ew li dijî perçebûna Îraqê ne, ew hukimranî û yekîtiya axa Îraqê diparêzin û ji xwe leşkerên wan yên li Başîkayê ji bo vê yekê li wir in.
Bînalî Yildirm li Bexdayê pir vekirî got ew li dijî serxwebûna kurdan e û ewê tu carî piştgiriyê nedin teşebus û tevgereke wiha û di nav d ajî cî negrin:

Bînalî Yildirim ji Bexdayê ev mesaj da serokên kurdan û dostên xwe yên PDKê:
”Hukimraniya(serweriya) Îraqê ji bo me pir muhîm e. Emê destûrê nedin tu hewildan û tevgereke zirarê bide hukimraniya(serweriyaya) Îraqê û tu carî di nava tevgereke wiha da cî negrin. Yekîtiya Îraqê jî her wisa ji bo me muhîm e, em dixwazin ev yek were zanîn.”

Yildirim li Hewlêrê jî tu mesaj û beyaneke li dijî van gotinên xwe yên li Bexdayê negot û piştgirî neda serxwebûna Kurdistanê.
Yanî kesên bi dev kurd û bi dil tirk ji bo ku hukûmeta AKPê şîrîn nîşanî kurdn bidin buhtana li Tirkan dikin û him xwe û him jî gelê xwe dixapînin.
Çimkî tirk û bi taybetî jî Erdogan û Yildirim ebeden wek ew dibêjin nafikirin û li tu beşekî Kurdistanê ne dostên kurdan e û piştgiriyê nadin serxwebûna Kurdistanê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE