02 januari 2017

Hukûmeta AKPê dixwaze kurdan berra hev bide

Ev demeke hin kurd dibêjin hukûmeta AKPê dixwaze ”mesela kurd” çareser bike, ya jî ewê çareser bikira, lê ji ber ku PKKê û HDPê şaşî kirin  û lema jî bûn sebebê hukûmet ”mesela kurd” çareser neke û şer û teşxele berdewam be.
Û li gorî van kesan, heta ku muxatabê hukûmetê PKKê û HDPê be, ne mimkûn e ya jî pir zahmet e ”mesela kurd” çareser bibe.
Yanî ji bo ku hukûmet mafê kurdan bide, bi gotina wan ”mesela kurd” çareser bike, dibê partiyeke nuh, tevgereke ku kanibe bi PKKê û HDPê ra ”reqabetê” bike hebe.
Yanî hukûmet bi hemû partiyên hene qayil nabe,  ji kurdan partiyeke nuh dixwaze.
Ji van kesên wiha difikire yek jî akademîsyen Vahap Coşkun e.
Vahap Coşkun, di hevpeyvîna xwe ya di IMPNEWsê ya bi Yeter Polatê ra li ser vê meselê radiweste û dibêje ”dewlet ji PKKê ra alternatîfekê dixwaze.”
Li gorî Vahap Coşkun heger tevgereke kanibe di warê siyasî da bi HDPê û PKKê ra reqebetê bike derkeve, ewê çareserkirina mesela kurd hêsantir û rehettir bibe. Bi kêmanî hukûmet wiha difikire.
Vahap Coşkun dibêje, ji xwe ji bo vê yekê ev demeke hukûmet li Kurdistanê di nava serokeşîr, ”rîsipî” û kesên malmezin da li alternatîfa HDPê digre, dixwaze tevgereke nuh organîze bike û derxe hemberî HDPê û PKKê.
Bi kurtî wek gelek kesên din, li gorî  îdîa Vahap Coşkûn jî problem PKK ye û HDP ye, heger kurd kanibin alternatîfa PKKê û HDPê derxin ”mesela kurd” ewê rehettir çareser bibe.
Yanî promlem ne hukûmeta AKPê ye, PKK û HDP e, dewlet û hukûmet  dixwaze mafê kurdan bide lê bi PKKê û HDPê ra li hev nake.
Heger ji dêlî PKKê û HDPê muxatabekî din hebe hukûmetê mafê kurdan bide, bi kêmanî hin gavan bavêje.
Bi baweriya ev ev îdîayeke ne rast e, heger ne nezanî û safîyeke siyasî be, demagojî û veşartina siyaseta hukûmetê ya antî-kurd e.
Haydê em ferz bikin ku PKK û HDP neheq in û hukûmet nikane bi wan ra li hev bike.
Baş e, gelek partiyên din hene. PAK, Hak-Par, PSK, OSP, Tevgera Azadî, PDK-Bakur, PAK-Kurd, ma vana hemû ne bes in?
Hukûmet partiyeke çawa dixwaze?
Hadê em bibêjin ku Erdogan PKKê, HDPê û hemû partiyên din jî naecibîne û naxwaze bi wan ra rûne.
Baş e di nava AKPKê da bi hezaran kurdên merivên wî hene. Bira bi wan ra rûne û mafê kurdan bide.
Heger ew jî nabe, bira bi wezîr û parlamenterên AKPê yên kurd partiyeke tam li gorî dilê xwe bide çêkrin û bi wan ra rûne û mafên kurdan muzakere bike.
Çima dixwaze partiyeke din çê bibe?
Sebebê vê çi ye?
Çima tirk ewê çêkirina partiayn ewê dîkteyî kurdan bikin?
Hukûmet, HDPê qebûl nake, hemû partiyên kurd hene qebûl nake, muxatabiya zilamên xwe qebûl nake, lê dixwaze partiyeke nuh bide çêkirin û derxe hemberî PKKê û HDPê.
Çi bo çi?
Armanc çi ye?
Dibê Vahap Coşkun li ser vê yekê raweste. Lê nake
Di vir da diyar dibe ku nêta hukûmetê xerab e, wek ku Vahap Coşkun dibêje ne ku hukûmet  li dû muxatabekî maqûl e, ne ku bi rastî dixwaze mafê kurdan bide û şer rawestîne.
Ev vir e, hemû beyan û axaftinên Erdogan û Bînalî tekzîba vê îdîayê ye. Li gorî Erdogan li Tirkiyê êdî meseleyeke kurd tuneye û hukûmetê her maf daye kurdan.
Lema jî dibê kurd êdî devê xwe bigrin.
Bi çêkirina partiyeke, tevgereke li dijî PKKê hukûmet dixwaze kurdan berra hev bide, dixwaze kurdan bi hev bide kuştin û dû ra jî bixirpişe ser dilê herdu aliyan jî….
Bi baweriya min bi çêkirina partiyeke nuha armanca Erdogan ev e, ne ku maxatabekî ”maqûltir” bibîne…

Heger nêta hukûmetê paqij be, heger nêt ne xapandin û serêlêgerandin be, tew ne hewce ye bi kesî ra jî rûne jî.
Kane mafê kurdan têxe makezaona nuh û bi vî hawî nîşan bide ku ew samîmî ye û dû ra şerê xwe jî bidomîne.
Lê hukûmet viya nake, çimkî naxwaze mefekî qanûnî yê herî biçûk jî bide kurdan, naxaze hebûna miletê kurd û Kurdistanê nas bike, naxwze zimanê kurdî bike zimanê perwerdê.
PKK, HDP çi bike jî, çi tawîzê bide Erdogan û AKPê jî ferq nake.
Partiyeke din çê bibe jî netîceyê naguherîne.
Çimkî problem ne partî û daxwaz û programên partiyan e, problem hukûmet e, hukûmet naxwaze hebûna kurdan nas bike û statuyeke siyasî bide wan.
Hukûmeta bi MHPê ra şirîkatiyê bike û makezagonê çê bike ne mimkûn e mafekî herî biçûk jî bide kurdan, ne mimkûn e hebûna kurdan jî nas bike.
Hukûmeta Enstîtuya Kurd ya Stenbolê bigre ne mimkûn e nêta wê û çareserkirina "mesela kurd" hebe. Kesê van rastiyan nebêje ne samîmî ye û bi devê hukûmetê dipeyive.
Lema jî hemû tiştên li ser PKKê û HDPê tên gotin demagojî û riyakarî ye, piştgiriya siyaseta hukûmetê ya antî-kurd e.
Û axaftina bi devê hukûmetê ye.
Hukûmet tim dixwaze xwe bi heq û PKKê jî neheq nîşan bide.
Hin kurd jî di vî warî da bi hostayî hukûmetê li ber çavê kurdan şîrîn dikin û hemû sûc dixin hustuyê PKKê û HDPê.
Ev îdîa  vir e, hukûmet bixwaze kane sibe bi PKKê û HDPê ra li hev bike.
Di nava hemû partiyên kurdan yek jî bi qasî PKKê û HDPê ne nêzî daxwazên hukûmetê ne.
Daxwazên hemû partiyên kurd ji yên PKK û HDPê zêdetir in. Hukûmeta bi PKKê û HDPê ra li hev neke, bi partiyeke din ra qet nikane li hev bike.
Çimkî daxwazên hemû partiyan ji yên HDPê pêşdatir û zêdetir in. Hemû partî bi kêmanî federasyonê dixwazin.
Lê PKK û HDP tiştekî wiha naxwazin.
Carê HDP dibêje ew ne partiyeke kurd e, ew partiyeke Tikriyê ye…
Û PKK jî ji bo kurdan serxwebûnê, federasyonê û heta otonomiyê jî naxwze.
Ji viya çêtir ?
Ji dêlî ku Vahap Coşkun wek akademîsyenekî kurd vê rastiyê bibêje, ji dêlî ku nêt û planên hukûmetê deşîfre bike û bibêje avakirina partiyeke nuh ne hewce ye, xapandin e, nêtxerabî ye, bi devê hukûmetê dipeyive, avê şolî dike û propagandeya siyaseta hukûmetê dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE