24 januari 2017

Ji bo serketinê bêhêvîtiyê ji dilê xwe biqewitîne

Ji bîr neke dawiya şeva herî tarî û herî dirêj jî berbang e û roj hiltê. Ji bo serketinê dibê tu bêhêvîtiyê û tirsê ji meju û dilê xwe bavêje, ji ba xwe biqewitîne
Bawerî û hêvî şert û gava pêşî ya serketinê ye.
Heta nuha dinya ji tu zalimî ra nemaye û ji nuha û pê da jî ewê nemîne.
Zû, dereng, îro ya jî sibe wek her miletê gihîştiye azadiya xwe, emê jî bigihîjin azadîya xwe. Dibê baweriya me ya bi serketinê tim sedîsed be, ne sedî nodûneh!
Ya muhîm ji ber van şertên giran em xwe bêhîvî nekin, biryarên cesûr bigrin û rojekê berî rojekê tifaqa xwe çêkin.
Li başûrê Kurdistanê serxwebûn xwe li ser kurdan ferz dike, dibê kurd vê meselê zêde dirêj nekin. Dirêjkirin di eleyhê kurdan da ye. Serxwebûna başûr ewê bawerî û hêzeke mezin bide beşên din jî…
Bi hêvîya dîtina rojên xweş...

XXX
Cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Numan Kurtulmuş gotiye, ”Heger di referandûnamê erê/qebûl derkeve ewê dengê rêxistinên ”terorê” were nuxteya birrînê.”
Ev gotinên Numan Kurtulmuş îtîrafa hukûmeta AKPê ”terorê” sewq û îdare dike, hukûmeta AKPê li pişt terorê ye.
Û heta Erdogan nebe serokkomar ewê terorê nesekinînin, ji bo ku teror biqede dibê Erdogan bibe serokkomar.
Bi baweriya min mêrik bêhemdî rastî ji devê xwe revandiye...

XXX
Ji bo Necmedîn Buyukkaya !
Kurdperwer, xweşmêr, evîndar û canfîdayê kurd û Kurdistanê Necmetîn Buyukkaya (1943-23.01.1984) di 24-01-1984-an, di rojeke weke ya îro da di zindana Diyarbekrê da bi destê qatil û celadên dewleta tirk hat kuştin.
Neco(Necmetîn), kadir û serokekî kurd yê gelkî mezin û hêja yê her çar perçeyên Kurdistanê bû.
Ew serok û canfîdayekî miletê kurd yê bêhempa bû. Wî jiyana xwe bi rengekî profesyonel weqfî rizgarkirina Kurdistanê û azadiya miletê kurd kiribû.
Ew egîdekî kurd û Kurdistanê bû, pêşmerge, serok û canfîdayekî rojên giran bû. Çavê xwe ji mirinê nedikuta.
Ji ber van xusûsiyetên xwe yên bêemsal ew bûbû kelemê di çavê dijmin da.
Û loma jî qatilên dewleta tirk di zindana Diyarbekrê da ew û bi dehan ewladên kurd yên din, bi bêbextî û bi hovîtiyeke mezin, bi îşkenceyê qetil kirin.
Ez, vî welatparêz û kurdperwerê hêja û xweşmêrê kurd û Kurdistanê Necmedîn Buyukkaya di 33-emîn salvegera şehadeta wî da bi hurmeteke mezin bibîr tînim.
Şehîdên kurd û Kurdistanê nemirin!
Necmedîn Buyukkaya di dilê me da ewê her bijî!



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE