05 januari 2017

Kurdên bakur êdî ji bindestî û koletiya xwe hez dikin



Kurdên Kurdistana bakur(Tirkiyê)berê hêdî hêdî, geh bi xweşî, geh bi zorê fêrî jiyana bindestiyê bûn.
Û ji ber ku fêrî jiyana bindestiyê bûn, dû ra bi salan ra hêdî hêdî ji bindestiya xwe hez kirin, êdî îtîrazî bindestiya xwe nekirin.
Yanî meriv kane bibêje kedî bûn û ji xwediyê xwe, ji dewleta tirk û mezinayî û hukumdariya tirkan hez kirin.
Ne hemû kurd, lê halê piraniya kurdan ev e.
Li bakurê Kurdistanê piraniyeke mezin ya kurdan êdî ji bindestiya xwe razî ye û naxwaze ji bin destê tirkan derkeve.
Lema jî bi dewleta tirk ra, bi îslamîst, faşîst, kemalîst û pan-turkîstên tirk ra li dijî azadiya xwe û gelê xwe derdikevin, li dijî Kurdistana serbixwe derdikein, bi qasî tirkên îslamîst û faşîst ew jî yekîtiya ”axa Tirkiyê” diparêzin.
Û fikir û daxwazên Kurdistaneke serbixwe bi qasî tirkên nîjadpereset û faşîst wan jî ditirsîne.
Tahl be jî, bi me pir giran were jî ev rastiyeke...
 Çimkî dewletê bi asîmîlasyonê û bi gelek metod û riyên din kurd fêrî jiyana bindestiyê kirine, lema jî piraniya kurdan ji halê xwe razî ye û naxwaze ji bindestiya tirkan derkeve.
Serxwebûn, xweîdarekirin, jiyaneke derî bindestiyê kurdan ditirsîne, çimkî kedî bûne…

Xwendevanekî qahrok ji vê nivîsa min gelkî aciz bûye û gotiye, ”Gelé Kurdé bakur kedî nebûye, ê kedî bûne li avrupa dijîn û lı ser kumpîtorê mêranîyê dikin .Mêranî ne li ser kompitorêye mêranî li kolanan û li cihên şer e.”
Yanî yê "kedî" bûye ez im û yên wek min in, yên li Ewrûpayê dijîn.
Baş e emê çi navî li vê tabloyê kin û ji vê realîteya îro heye bibêjin çi?


Li gorî reqemên resmî li Tirkiyê 47.800 cahşên/korîciyên bi maeş û 25 hezar jî yên dilxwaz yanî  ne bi meaş in hene. Vana ekseriyet kurd  in û li dijî kurdan şer dikin.
AKP li Kurdistnê li dora 8 milyon ray digre. Yanî rayên AKPê li seranserê Kurdistanê ji HDPê zêdetir e.
Ez rayên partiyên din nahesibînim.
Li gorî tê gotin li dora 70-80 parlamenterên AKPê kurd in.
Ez parlamenterên partiyên din nahesibînim.
Li her wîlayet, qeza û nehiya Kurdistanê rêxistinên AKPê hene.
Ez yên MHPê, CHP û hêzên din nahesibînim.
Tu kîjan kanala telewîzyonê vedikî, du sê kurd û wek gurên AKPê û dewleta tirk êrîşî kurdan dikin, ji tirkên nîjadperest û faşîstan bêtir li dijî serxwebûna kurdan in.
Û him jî ne li Tikriyê tenê, li Sûriyê jî. Bi dil û can piştgiriyê didin îşxala Tirkiyê ya Kurdistana rojava û îmhakirina YPGê.
Nuha heger ev ne ”kedîbûn” û ne xulamtiya dijmin e çi ye?
Dibê meriv çi navî li milyonan kurdên raya xwe didin dijminên xwe ke?
Dibê meriv çi navî li kurdên di AKPê û MHPê da berpirsiyar, mebûs û wezîr in ke?
Emê ji kurdên ku her şev di kanalên tirkan da bi faşîstan ra bindestî û koletiya gelê xwe diparêzin ra bibêjin çi û çi navî li wan kin?
Kesê vê felaketê, vê ”kedîbûna” bi milyonan kurdî nebîne, înkar bike ne temam e, motajî alîkariyê ye…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE