09 januari 2017

Kurdên başûr bi siyaseta ”pişo pişo” tirkan bêtir çavsorî dikin



Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim, piştî serdana xwe ya Bexdayê îro jî li Hewlêrê bû û bi birêz Mesûd Barzanî ra civîneke çapemeniyêçêkir.
Bînalî Yildirim, mêrik bêyî ku mazûbanên xwe bi tiştekî bihesibîne û hurmetê nîşanî wî kurdên dora xwe bide, li Tirkiyê ji bo PKKê, PYDê û YPGê çi dibêje, li Hewlêrê jî di nava koma siyasetmedar û serokên kurdan da  eynî tişt dubare kir û got ”PKK, PYD û YPG jî bi qasî Daîşê terorîst in û tahlûke ne.
Li hemberî vê axaftina Bînalî Yildrim ya bêhurmet û êrîşkar, ku PYD û YPG jî wek Daîşê kir rêxistinên terorîst, birêz Mesûd Barzanî  bi rengekî neheq gelkî pesnê piştgiriya dewleta tirk, hukûmeta AKPê û miletê tirk da û ziyareta Yildirim pir bi ezmanan xist.
Lê bi yek gotinê jî, bi rengekî sergirtî û îmayê be jî li dijî gotin û îthamên Yildirim yên li ser PYDê, YPGê û PKKê derneket û îtîraz nekir.
Bi yek gotinê be jî nîşan neda ew wek Bînalî Yildirim nafikire, ew jî wek Yildirim PYD, YPGê û PKKê terorîst nabîne.
Ev tabloya hazîn ya di civîna çapemeniyê da me dît ya eşkere ye, gelo li pişt perdê, di civînan da çi zoz dan tirknan em nizanin. Bi baweriya min ewê Yildrim û heyeta wî baş memnûn kiribin.
Madem mafê Yildirim heye dîtinên xwe yên li ser PKKê, PYDê û YPGê di mala kurdan da, li paytexta Kurdistanê bibêje, ji partiyên kurd ra bibêje terorîst, wan wek dijminê dibê koka wan were qelandin nîşan bide, heger birêz Mesûd Barzanî  jî wek wî nafikire, dibê wî jî bi zimanekî dîplomatîk nîşan bida ku ew wek Tirkiyê û Yildrim nafikire, ew PKKê, PYDê û YPGê wek Yildirim terorîst nabîne.
Lê Barzanî ev ferqa xwe nîşan nede, bi yek peyvê jî tiştekî li dijî gotinên Bînalî Yildirim negot.
Û ne tenê li dijî Yildirim tiştek negot, di ser da jî axaftineke wiha kir ku meriv kane wê axaftina wî wek qebûlkirin û teyidkirina gotinên Bînalî Yildirim jî şirove bike.
Çimkî wî jî bêyî ku navê Daîşê binitirîne, bêyî ku qesta xwe ya ji terorîstan diyar bike, got ew li Tirkiyê jî û li dinyayê jî ewê bi hev ra li dijî terorîstan şerê xwe bidomînin.


Mesela Barzanî li ser pêwendiyên bi Tirkiyê ra got , “Em amade ne di hemû waran da hevkarî û pêwendiyên xwe pêşve bibin.”
Yanî Tirkiye û Kurdistan ewê bi hev ra li hemberî terorîstan şer bikin. Û em zanin ji bo Tirkiyê terorîst ne Daîşê tenê ye, PKK, PYD û YPG jî terorîstên ji Daîşê xerabtir in. Maneya xwe Barzanî ewê bi Tirkiyê ra li hemberî PYDê, YPGê û PKKê jî şer bikin.
Çimkî negot qesta wî kîjan terorîst e?
Ev yek jî tê maneya piştgiriya axaftina Bînalî Yildirim û yên ji bo Yildirim terorîst in, ji bo Barzanî jî terorîst in.

Bi kurtî tiştê me îro di civîna çapemeniyê da dît û guhdarî kir ji bo birêz Mesûd Barzanî ne şêleke serkeftî û xweş bû.
Kurdên başûr wisa bawer dikin ku gava ew dilê tirkan nehêlin û xwe ji kurdên bakur dûr xin, tirk ewê bela xwe ji wan vekin, bibin dostên wan û di netîceyê da ewê ji xwe ra rehet bikin.
Lema jî li hemberî zulma Tirkiye li kurdan dike bêdeng dimînin û Tirkiyê qet rexne nakin.
Lê bi baweriya min ev hesabekî şaş e. Hesabekî şaş e, çimkî heta ku kurdên bakur, rojava û rojhilat pir hindik mafên xwe bi dest nexin, heta ku şer û teşxle li van hersê beşên Kurdistanê ranewestin ji kurdên başûr ra jî ewê tu carî rehetî tunebe.
Ew çi bikin jî ”bela” kurdên beşên din ewê di wan bigre.
Gava şer û teşxele derdikeve, ew bixwazin, nexwazin kurd ewê birevin Kurdistana başûr, ewê bixwazin wira ji xwe ra bikin stargeh.
Kurdên başûr nikanin û mafê wan jî tuneye rê li ber kurdan bigrin û kurdên ji rojava, bakur û rojhilat ji başûr biqewitînin, ya jî bi Îranê, Sûriyê û Tirkyê ra şerê wan bikin.
Çimkî ew jî kurd in û Kurdistana başûr welatê wan e jî.
Gava mecbûr dimînin ewê birevin wir.
Wek însanên direvin Ewrûpa.
Heger kurdên başûr rê li ber kurdên beşên din bigrin, dest nedin ber wan, di netîceyeyê da ewê li zirarê derkevin, gel ewê viya qebûl qet neke…
Lema jî dibê kurdên başûr tu carî li têla Tirkiyê, Îranê û Sûriyê nexin, daxwazên wan ebeden qebûl nekin. Ji piştgiriya wan netirsin, ji dêlî veşartinê argumentên heqiya vê piştgiriyê bidin pêş.
Ji dêlî hustuxwarkirina li hemberî Tirkyê, Îranê û Sûriyê, dibê nabêncîtiyê bikin, tiştê ji bo xwe ji Îraqê girtin û dixwazin, dibê ji bo kurdên din jî ji Îranê, Sûriyê û Tirkiyê bixwazin.
Dibê PDK û Barzanî li hemberî Tirkiyê siyaseteke hîn bi şexsiyet û netewî bimeşînin û hewqasî jî ji ber tirkan danexun, hewqasî jî bi ya wan nekin.
Çimkî heta ku li Kurdistana bakur, rojava û rojhilat şer raneweste, kurd negihîjin mafê xwe, tevlihevî, rev û çûyin û hatina başûr ewê her berdewam be.
Lema jî ji dêlî ku kurdên başûr ji ber zext û gefên tirkan û farisan xwe bêdeng bikin û bibin piştgirê siyaseta wan, wek kurd dibê ji van dewletan ra eşkere bibêjin mafê kurdan bidin.
Û em nikanin wek we neyartiya gelê xwe û kurdan bikin.
Dibê berpirsiyarên Îranê, Sûriyê û Tirkiyê fêm bikin ku ne mimkûn e ku kurdên başûr wek wan dijminatiya kurdên beşên din bikin ya jî li hemberî zulma li wan dibe bêdeng bimînin.
Çimkî ew jî kurd in, ewladên yek miletî ne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE