25 januari 2017

Li ser ”dost” û ”dijminan”


Siyasetmedarê îngilîz yê bi nav û deng Lord Palmerston(1784-1865), li ser dostî û dijminatiya dewletan gotiye:
”Dost û dijminên Îngilistanê yên ebedî tune ne, berjewendî/menfaetên wê hene.”
Ev prensîb û qaîde ji bo hemû dewletan derbas dibe, bext û ûjdanê dewletan tuneye, gava hewce be kanin bêbextiyê jî û bêûjdaniyê jî bikin.
Ne hewce ye em zêde dûr herin, di tarîxa me ya dûr û nêzîk da gelek numûneyên bêbextî û îxaneta dewletan heye.
Şoreşa Şêx Mahmûd di netîceya xapandin û bêbextiya kemalîstan da bi ser neket.
Kurdên Kurdistana bakur di netîceya xapandin û bêbextiya kemalîstan da ji Tirkiyê veneqetiyan û nebûn xwedî dewleteke serbixwe.
Komara Kurdstana rojhilat(Îranê) di netîceya îxaneta Stalîn û Sovyetê da têk çû û Qazî Mihemed û serokên komarê hatin îdamkirin.
Sovyetê bêrê jî di dema Şerê Cîhanê yê Yekem da serî li kurdan û serokê Tevgera Azadî Xalid Begê Cibrî gerand û di bin ra piştgirî da kemalîstan.
Bi devkî daxwazên kurdan yên sîlehan û siyasî û dîplomatîk qebûl dikirin, lê di min ra jî serî li kurdan digerandin heta ku kemalîst tedbîrên xwe bigrin.
Bi taybetî jî wezîrê Sovyetê yê karên derve Molotov bi Tevgera Azadî ra bêbextî û xiyaneteke mezin kir.
Şoreşa Kurdistana başûr ya di pêşengiya Mele Mista Barzanî da jî di netîceya îxaneta Emerîkayê û Îranê da şikest.
Yanî numûne pir in, lê ne hewce ye meriv zêde dirêj bike. Siyasetmedar û serokên jîr viya zanin û li gorî wê hesab û kitabên xwe dikin. Dizan ”dost” û ”dijminên” ebedî tune ne. Yê îro dijmin e, sibe kane bibe dost û yê îro dost e jî sibe kane bibe ”dijmin”, ya jî ne dost û ne jî dijmin…
Lema jî dibê em ji serpêhatî û tarîxa xwe, ji şaşiyên pêşiyên xwe ders û ecrûbê bigrin û li gorî wê haziriya xwe bikin.
Dibê em ne li gorî sozên dewletan, li gorî hêza xwe û şert û mercan hereket bikin û careke din nebêjin em xapiyan û nizanim kîjan dewletê bi me ra îxanet kir…
Dibê em bizanibin her kes kane ”îxanetê” bike, ya muhîm gava ”îxanet kir jî dibê em têk neçin…

XXX
Çavê şeliqî ji çavê kor çêtir e. Bira dewleteke me hebe çawa dibe bira bibe, Bira kor be, bira seqet be, bira kût be, bira paşdamayî be. Bira ne demokratîk be, bira feodal be...
Her şiklê dewletê ji bindetiya tirk, ereb û farisan hezar qatî baştir e.



XXX
Gotineke pêşiyên me ya gelkî manîdar heye, ”cîranê xerab mirev dike xwediyê her tiştî, her hacetî.”
Bi taybetî jî tirk û ereban Xwedê neke cîranê tu kurd î. Ne li vê dinê û ne jî li wê dinê…
Dûro bi nûro…
Xwedê sebrê bide kurdên li Tirkiyê dijîn û cîranên wan tirk in…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE