04 januari 2017

Li ser kitêbên di sala 2016a da derketine agahiyeke hêja

Cemîl Oguz, mala wî hezar carî ava be, wa ye îsal jî lîsteya kitêpên kurdî yên di sala 2016a da  hatine weşandin di Diyarnamê da weşandiye.
Cemîl Oguz ev çend sal in vî karê hêja dike. Bi xêra vê xebata wî meriv ji hemû kitêbên kurdî yên çap bûne haydar dibe.
Meriv dibîne di sala borî da çend kitêbên bi kurdî (kurmancî û zazakî)hatine weşandin û kîjan weşanxanê kîjan kitêb weşandiye. Heta nuha tu malper, kovar, ya jî dezgeheke ev kar negirt serê milê xwe. Cemîl Oguz ji ber xwe ev yek ji xwe ra kiriye kar û kurdan di vî warî da agahdar dike.
Nivîseke înformatîf û gelkî hêja ye.
Cemîl Oguz gotiye li gel ku wî ji hin weşanxaneyan ra çend caran nivîsî ye lî dîsa jî hemû weşanxaneyan bersîv nedane wî.
Heyf, xwezî her weşanxaneyê lîsteya kitêbên weşandine jê ra şandiba. Çimkî ji bo weşanxaneyan  jî ev xizmeteke baş û muhîm e, xwendevan ji kitêbên weşandine haydar dibe.
Lê weşanxaneyên me tembel in, xelk belaş reqlama wan dike, lê dîsa jî di xwe ra nabînin bersîvê bidin.
Dibe ku hinekan ne ji temberlî, lê bizanetî bersîv nedabin. Her tişt ji kurdan tê. Kanin xizmet û reqlama belaş jî red bikin.
Ji ber ku gelek weşanxaneyên me ji tîcarî bêtir siyasî ne. Ez tenê texmîna xwe dibêjim. Hêvî dikim tenê ji ”tembeliyê” be.
Lê li gel vê kêmasiyê jî navê 22 weşanxaneyan di lîsteya Cemîl Oguz da hene.
Bi texmîna Cemîl Oguz, ancax  ji sedî 5-10ê kitêbên hatine weşandin da derî lîsteyê maye.
Kane rast be çimkî Oguz ev çend sal in vî karî dike û hemû weşanxaneyên kurdî nas dike. Lema jî reqema daye kane rast be.
Tiştekî din jî, dîsa li gorî agahdariya Cemîl Oguz, di sala 2016a da ji 2015a  kêmtir kitêbên kurdî hatine weşandin.
Di sala 2015a da li dora 250 kitêb hatibûn weşandin, ev jimar di sala 2016a da daketiye 190î.
Ev jî paşdaçûneke berbiçav e. Di normalê da dibê sal bi sal zêde bibe, lê wa ye par kêm bûye.
Diyar e şer û teşxeleyên li Kurdistanê, wêranbûna gelek bajarên Kurdisatnê tesîreke negatîf li bazara kitêban jî kiriye. Bi dîtina min ev yek normal e jî, eksê wê, yanî heger kêm nebûya ewê anormal bûya…
Şerê xendekan û êrîşên dewleta tirk ser kurdan û wêrankirina bi dehan bajarên Kurdistanê him di warê aborî da û him jî di warê moral da tesîreke xerab li kurdan kir. Xuya ye vê yekê tesîra xwe li ser weşangeriya kurdî jî kiriye.
Oguz, di dawiya nivîsa xwe da ev agahdarî daye:
Çend Têbinî:
1- Me pirtûkên ku li Bakur û li Tirkiyeyê bi tîpên latînî çapbûne girtine nav vê lîsteyê.
2- Pirtûkên ku çapa wan a duyemîn hatibe weşandin me nexistin nav vê lîsteyê.
3- Hin weşanxaneyan bersiv neşandin. Ji ber vê û ji ber notên li ber dest mimkûn e me hin ji bîr kiribin; ger ji ber van yekan di lîsteyê de kêmasî hebin û weşanxane me agahdar bikin, emê navên pirtûkên wan li lîsteyê zêde bikin.
4- Me navên weşanxaneyan li gor rêza alfabeyê bi rêzkirine
5- Weşanên Evrensel ne kurd e lê weşanxaneyek çepgir e û bi kurdî jî her sal pirtûkan diweşîne.


Inga kommentarer: