11 januari 2017

Li ser tercumeya biwêjan(îdîoman, deyîman)


Di zimanê tirkî da îdîoma(biwêj, deyîm) ”kafayi yemek, kafayi uşutmek” heye. Tercumeya wê ya motemot dibe ”Aqilê xwe xwariye, serê xwe xwariye.”
Kurdekî hêja di malpera xwe da maneya vê biwêja, îdîoma tirkî ya bi kurdî pirsîye.
Ev biwêj di zimanê tirkî da nuh e ya jî kevn e ez nizanim, lê tirk bi kar tînin û kurdan jî ew ji tirkan kopî kirine û ew jî dibêjin:
”Kuro ma te serê xwe xwariye, ma te aqilê xwe xwariye?”
Berî her tiştî ”aqilê xwe xwariye, serê xwe xwariye” yek jî ne bi kurdî ye û nabe meriv bi kurmancî wiha bibêje.
Ev kuştin û rezîkirina kurmancî ye !
Biwêj(îdîom, deyîm), her tim motemot ji zimanekî tercumeyî zimnekî din nabe.
Mimkûn e biwêj bibin, lê piranî nabin.
Ji bo ku meriv di kurmancî da biwêjeke wek ya jî nêzî biwêja zimanekî din bibîne, berî her titşî dibê meriv maneya wê biwêjê ya di wî zimanê da bizanibe.
Yanî ji bo ku em di kurmancî da biwêjeke nêzî biwêja ”kafayi uşutmek, kafayi yemek” ya bi tirkî bizanibin dibê em maneya wê ya bi tirkî zanibin.
Yanî ”kafayi uşutmek, kafayi yemek”Bi tirkî tê çi mane yê?
Piştî ku meriv viya fêr bû, êdî meriv kane li biwêjeke kurmancî ya tê eynî maneyê ya jî nêzî wê bigere.
Bi tirkî maneya ”kafayi uşutmek, kafayi yemek””delirmek, çılgınlaşmak” e.
Yanî dînbûn û renteletî ye...
Îcar dibê meriv li gorî vê maneya tirkî li biwêjeke(îdeomeke, deyîmeke)kurmancî bigire.
Bi baweriya min meriv kane ji bo ”kafayi uşutmek, kafayi yemek” bi kurmancî bibêje, hiş berdaye, xirifî ye, aqil çelqandiye, dev li dara dike, çol û çol dihere, nizane li ku ye, har bûye.
Meriv kane vana hemûyan jî bi kar bîne, lê tu carî nabe meriv bi kurmancî bibêje ”aqilê xwe xwariye, serê xwe xwariye”
Hin kesên kurdînezan gelek caran di bin tesîra tirkî da dimînin û biwêjên tirkî rasterast tercumeyî kurmancî dikin û bi vî karê xwe jî dibin sebebê şaşî û tevliheyên mezin.
Gelek caran min dîtiye hin kesan bi kurmancî gotiye, ”kundur bi serê me da teqiya”!
Bi tirkî biwêja(îdîoma)”kabak başimiza patladi” heye. Hin kes vê biwêja tirkî tercumeyî kurmancî dikin û dibêjin ”kundur bi serê me da teqiya”!
Bi kurmancî nabe meriv bibêje ”kundur bi serê me da teqiya”, ev tinazpêkirina bi kurmancî ye.
Bi kurdî, kurmancî meriv kane bibêje, ”bela di me geriya”, me jî para xwe jê girt û miheqeq bi gelek haweyên din jî meriv kane bibêje. Dibê meriv ziman baş bizane û li biwêjên nêzî wê bigere. Û pir mimkûn e di kurmancî da ew biwêj tunebe. Çimkî hemû biwêjên tirkî di kurmancî da, di kurdî da tune ne, ev ne mimkûn e. Gava tunebe dibê meriv maneya biwêjê(deyimê, îdîomê)binivîse.
Ev qaîde ji bo erebî, îngilîzî û fransî, bi kurtî ji bo her zimanî derbas dibe.
Her wisa hemû biwêjên kurmancî di tirkî da jî tune ne. Lema jî rasterast tercumekirina biwêjên(îdîomên, deyimên)tirkî ne rast e, dibê meriv neke. Ji dêlî wê maneya biwêja(deyîma) tirkî binivîse, ya rast ev e.
Lê li alî din gelek biwêjên(îdîomên, deyimên) ”serîxwarinê” di maneyên din da hene.
Di maneya pitepit û axaftina zêde.
Mesela dê ji gedê xwe ra dibêje, ”law hela huş be, te serê min xwar, te goştê canê min xwar”!
Maneyek din din jî ”serê te bixwe”!
Gava meriv yekî bêminet dike, tiştê wî lê vedigerîne, dibêja ”a ji te ra serê te bixwe, perê te serê te bixwe, filan tiştê te serê te bixwe.”!
Ya jî  ”Ahmed ev çend roj in serê min xwar”!
Yanî wer perê xwe ji min dixwaze, ”serê min xwar” ya jî ”canê min xwar”!
Lê di maneya ”kafayi uşutmuş, kafayi yemîş”a tirkî da na, di kurmancî da gotineke wiha tuneye û yê bi kar bîne jî şaş e, bi baweriya min heramkirina kurmancî ye…



Inga kommentarer: