12 januari 2017

Murîdên herdu aliyan dişibin hev

Ji pêr da ye di medyaya sosyal da li ser bûyera parlamenterê Goran Elî Heme Salih û parlamenterê Komala Îslamî Soran Omer gelek tişt tên gotin û nivîsîn.
Hemû heval, dilxwaz û murîdên Barzanî bi dil û can zorbatiya, bêqanûnîya hêzên aşayişê diparêjin û dibêjin baş kirine ku nehîştine ev herdu kes herin Hewlêrê.
Eynî wek hin murîdên apocî.
Eynî wek nîjadperestên tirk.
Hin murîdên Barzanî  jî dibêjin ya hûnê serdestiya me qebûl bikin, ya jî hûn xayin in. Em çi bikin rast e û gerek kes dengê xwe neke.
Belkî Barzanî li dijî bûyerê be jî, belkî sibe rexne jî bike. Lê murîd û şelaf dibê murîdî û şelefiya xwe îspat bikin.
Hemû murîd wiha difikirin. Dibê her kes îtîatî wan bike û ji wan ra tim li çepikan xe.
Argumenta hemûyan ya muşterek, vana merivên xerab in, serxwebûnê naxwazin, vana dixwazin Kurdistan bi Îraqê ve were girêdan û vana merivên Îranî ne...
Tew li gorî hin murîdên çavsor, dibê meriv vana û yên wek wan ji Kurdistanê jî derxe…
Yanî kesê Kurdistana serbixwe neparêze dibê li Kurdistanê nemîne, bi darê zorê were celîkirin.
Apocî jî bi rengekî din wisa  dibêjin.
Nîjadperest û faşîstên tirk jî wisa dibêjin.
Bi kurtî nivîs û şiroveyên heval, dilxwaz û murîdên Barzanî meriv gelkî ditirsîne.
Erdogan û faşîst jî dibêjin ya hûnê bibin hevalên me ya jî ji vir herin, vî welatî biterikînin.
Ew jî wek Erdogan dibêjin ”ya devê xwe bigre, ya bibe piştgirê Barzanî ya jî em nahêlin tu herî mala xwe !”
Tew hinek dibêjin yên wek van parlamenteran dibê meriv ji Kurdistanê derxe.
Vana sola apociyan di teqêra avêtine…
Murdîdên Apo jî dixwazin her kes bibêje ”bijî serok Apo”!
Murîdên Barzanî jî dibêjin ya hûnê bibêjin ”bijî serok Barzanî”, ya jî hûn xayin in.
Li Tirkiyê gelek şexs û pariyên kurd federasyonê û serxwebûnê dixwazin. Di programên hemû partiyan da çêbûna Kurdistanê heye û em her roj eşkere dibêjin welatê me ji alî Tirkiyê ve hatiye îşxalkirin û emê rojejê tirkan ji welatê xwe derxin.
Yanî em dibêjin emê Tirkiyê perçe bikin.
Yanî em li dijî Tirkiyê ne.
Em li dijî AKPê û Erdogan in. Û em dibêjin emê Kurdistanê çêkin.
Wê demê gava tirk jî nehêlin em li welatê xwe bigerin mafê wan e. Çimkî em sedîsed li dijî wan in.
Lê gava faşîst û siyasetmedarên tirk tiştekî wiha dibêjin em wan rexne dikin, em  ji Tirkan ra dibêjin ev demokrasî ye, em fikirên xwe dibêjin. Em rastiyê dibêjin. Em ne mecbûr in wek we bifikirn.
Lê demokrasiya em ji bo xwe ji tirkan dixwazin, em qebûl nakin eynî demokrasî li Kurdistanê û ji bo raqibê me jî hebe.
Parlamenterê PDKê Arî Hersîn, nehîştina çûna herdu parlamenteran ya Hewlêrê rexne kiriye. Tiştekî baş e. Lê dibê berî wî bi kêmanî wezîrê karê hundur heta nuha beyanek daba û li ser meselê tiştek gotiba.





Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE