10 januari 2017

Nûnerê kurdan gotiye ewê nehêlin Tirkiye were perçekirin



Serokê PAKURDê Îbrahîm Halîl Baran gotiye di munaqaşeyên meclîsê da parlamenterekî HDPê ji serokê MHPê Devlet Bahçelî yê faşîst ra gotiye, ”xayinê welêt, emê nehêlin welat were perçekirin…”
Îbrahîm Halîl Baran, navê perlamenter negotiye, kane yekî/yeka tirk be.
Lê bi baweriya min di nava HDPê da kurdên wiha dibêjin jî pir in. Lema jî kê gotiye zêde ne muhîm e, ya muhîm rast ya na ?
Îbrahîm Halîl Baran ne xorteke, merivekî cidî ye, ez bawer nakim buhtanan li HDPê bike, nebihîstibe wiha nabêje. Lema jî ez ji gotina wî bawer dikim...
Helbet meriv naxwaze bawer bike, lê çi heyf ku ewê rast be, hemû parlamenterên HDPê yên tirk kanin vê gotinê û heta gotinên hîn xerabtir jî bikin, yanî bi qasî Devlet Bahçelî ew jî li dijî ”perçebûna” Tirkiyê ne.
Lê ne tenê parlamenterên tirk, kurdên wiha jî di nava HDPê û PKKê da pir in. Ew jî li dijî ”perçebûna Tirkiyê” ne, bi qasî Bahçelî ew jî naxwazin Kurdistanê çê bibe.
Min bi xwe ne ray da HDPê û ne jî ji kesî ra got raya xwe bidê. Di ser da min got dibê kurd rayên xwe nedin HDPê. Lema jî ji bo min ev gotinên parlamenterekî HDPê qet ne surprîz e.
Lê kurdên ray dan HDPê, kurdên ji bo ku HDP qezenc bike eziyet û cefa kişandin, bi şev û roj xebitîn û ketin zindanan, dibê hesabê rayên xwe ji van kesan bikin, bibêjin ma ji bo ku hûn herin meclîsê van gotinan bikin me rayên xwe dan we?



XXX
Gotineke meşhûr heye, ”welatê ronakbîrên wî tirsonek (bizek) bin, zalimên wî pir cesûr dibin.”
Yanî miletê tirsonek dîktatorê wî csûr e..
Heger ne wiha bûya pêxwasekî kolanên Kasimpaşayê nikanîbû hewqasî bêperwa hereket bikira, nikanîbû 70-80 milyon însan êsîr bigirta û pê li serê her kesî kira.
Wek kurdên binxetê dibêjin, mêrik dibîne jê ra didebire, çi bike jê ra dimîne. Û him jî li xwe dihelîne…
Ez ji we ra bibêjim, sebebê vê tirsonekî û bêdengiya tirkan û ronakbîrên wan jî ji ber dijminatiya kurdan tê.
Ji ber ku Erdogan baş êrîşî kurdan dike, zindan tije kurd kirine, lema jî tirk bîna xwe fire dikin, zêde dengê xwe nakin.
Dibêjin heger em bi hev kevin ewê feyde bigihîje kurdan, lema jî kumê bêxîretiyê dane serê xwe.
Ji bo ku kurd azad nebin, kurd nebin xwedî maf, azadiya xwe dikin qurban, dibêjin bira herdu çavên yê kurd derxin, bira çavekî me jî kor be…
Msele hinekî jî ev e…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE