08 januari 2017

Polîsên tirk peykerê bîranîna komkujiya Roboskê jî rakirin!



Bi fermana Erdogan ji do da ye polîsên dewleta tirk li Diyarbekrê peykerên(heykelên)belediyan li parkan û li hin derên din danîbûn yek bi yek radikin.
Bi îhtîmaleke mezin ewê ya peykerên Ataturk ya jî yên qatil û neyarên kurdan deynin dewsa wan.
Peykerê bîranîa qurbaniyên komkujiya Roboskê jî di nava peykerên hatine rakirin da ye.
Yanî dewleta tirk tehamulî peykerekî qetlîama Roboskê jî nake. Mêriak naxwazin sembolên komkijiyên wan tînin bîra kurdn hebin. Ev faşîzim e.
Lê bi rakirina peyker hûn nikanin qetlîama xwe bidin jibîrkirin. Ew di hafizae û dilê her kurdî da baş bi cî bûye...
Peykerê qurbaniyên komkujiya Roboskê li Diyarbekrê ji alî belediya Peyasê ve li Parka Rojava hatibû danîn.
Polîsên tirkdo bi şev ew jî rakirin.
Naxwazin li Kurdistanê sembolên qetlîamên wan û kurdayetiyê tînin bîra meriv bimînin.
Berê jî wer kirine, hemû Kurdistan ji şopên kurdayetiyê paqij kirine, her tiştê kurdan û dîroka wan sembolîze dike, tîne bîra meriv, her tiştê şopeke kurdan nîşan dide tarûmar dikin, ji ortê radikin.
Tirk qewmekî barbar û faşîst e, qewmekê dirinde ye, lema jî gur kirine sembola xwe ya netewî.
Di nava lawiran da lawirekî/heywanekî ji gur pîstir tuneye, çimkî çavnebar e, dirinde ye, her tiştê zindî dikuje.
Gur, gava bi keriyek pez dikeve terşekê tenê nagre, kerî bi tevayî dikuje, bêyî gur tu heywanekî din wiha nake.
Ev êrîşên dawî yên hukûmeta AKPê nîşan dide ev hukûmet, ev dewlet neyarê qewmê kurd e û lema jî wek keriyên gurên har li her derê bi kurdan ketine, ji alîkî da qetil dikin û ji alîkî da jî hemû şopên kurdayetiyê, hemû sembolên qetlîamên wan sembolîze dikin ji ortê radikin.
Kurdê ku misqaleke kurdayetî pê ra mabe û tam nebûbe xulam û koleyetê tirkan û neyarê qewmê xwe, dibê êdî li xwe varqile û dev ji xulamtiya AKPê berde û ji bo azadiya gelê xwe bixebite.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE