07 januari 2017

Rojnamevanê miletekî bindest dibê bi neyarê xwe yê dereceya duyem ra sohbeteke hewqasî dostane neke




Yê dixwaze merazarî û kezebreşî bibe bira çend rojan, di serî da TRT6, li ser hev telewîzyonên tirkan temaşe bike.
Xulam, xayin û cahşên kurdan ji kevir û kuçikên Kurdistanê jî pirtir in.
Ya hawar !
Ya sitar !
Hewqas merivên xwenizan, ruhkole, hewqas cahş û xayin Xwedê nede tu miletekî din…
Kurdên paqij û welatparêz çawa kanin bi van cahş û xayinan ra bijîn meriv fêm nake…
Lê mecbûr in…
Ya baştir ew e ku meriv li telewîzyonên tirk temaşe neke, ya jî pir kêm temaşe bike û her roj hewqas merivên pîs û cahş nebîne û huzûra xwe xera neke…
Ez dibêjim sebebê zêdebûna nexweşiya penceşêrê(kansêrê) di nava kurdên bakur da temaşekirina li telewîzyonên tirk in.
Heger hûn dixwazin merezarî nebin û bi nexweşiya penceşêrê nekevin li telewîzyonên tirkan temaşe nekin û ji naskirina bi hezaran xayin û cahşên kurd xelas bibin…
Telewîzyonên kurd jî ne platformên kêf û huzûr û aramiyê ne, ew jî psîkolojiya meriv xera dikin, lê talî yê me ne, ne bi  avêtin tên û ne jî bi kuştin…
Mesela yê bixwaze merezarî bibe bira li hevpeyvîna Rûdawê bi berdevkê serokezîrê Tirkiyê Numan Kurtulmuş ra temaşe bike.
Xwedê kesî nexe dewsa wî kurdê bi Numan Kurtulmu ra dipeyive.
Li ser navê ”rojnamevaniyê” meriv bi neyarekî xwe yê faşîst ra wek rojnamevanekî  dost, wek rojnamevanekî  tirk napeyive….
Pirsa pêşî ya ji Numan Kurtulmuş bihata kirin, dibê ev bûye: Ev 21 sal in çi îşê bi hezaran leşkerên we li Kurdistana başûr heye?
Çima hûn ji Kurdistanê venakşin?
Çima hûn her roj çiya û baniyên Kurdistanê bombebaran dikin?
Hûn dibêjin em dost in, ma meriv welatê dostê xwe dagir dike?
Hûn dibêjin kurdên başûr dostên me ne. Baş e, çima hûn kurdên bakur nadin?
Ew jî kurd in û ew jî birayên me ne.
Çima hûn bi kurdên başûr ra dibin dost û mafê wam qebûl dikin, lê mafê kurdên bakur nadin?
Çima hûn naxwazin kurdên rojava jî wek me bibin xwedî federasyon?
Çima hûn her roj dibêjin ”emê nehêlin wek Îraqê, Bakurê Sûriyê jî çê bibe?”
Gelo ev gotina dosta ye?
Gelo ev retorîk nayê maneya hûn kurdên başûr hîn jî wek dijminê xwe dibînin?
Çima hûn qebûl nakin kurdên we jî wek me bibin xwedî meclîs û desthilat?
Kesê bi Kurtulmuş ra peyivî ji van pirsên jor yek jî ji berdevkê serokwezîrê Tirkiyê Kurtulmuş nekir.
Ji bo ku meriv wexteke hewqas dirêj li wan gotinên Numan Kurtulmuş guhdarî bike, dibê meriv rojnamevan û kurdekî ewleta tirk be.
Rojnamevanê miltekî bindest, welatekî îşxalkirî bi neyarê xwe yê dereceya duyem ra hewqasî dostane sohbet nake…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE