14 januari 2017

Rûdawê bi berpirsiyarên Tirkiyê ra muhebeta xwe baş pêş da biriye



Ev demeke Rûdaw bi berpirsiyarên hukûmeta AKPê ra muhebeta xwe zêde pêş da biriye, rojê bi berpirsiyar, bi zilam û cahşekî dewletê ra hevpeyvînan dike.
Berê bi Nûman Kurtukmuş ra sohbeteke pir bi ji dil û can kir.
Dû ra  bi endamê komîta merkezî yê AKPê Mazhar Baglî ra peyivînek kirin.
Baglî wek xulamekî Erdogan yê profesyonel dewleta xwe baş parast û PKK û PYD baş neheq kir. Mêrik heval û rêberê dijmin e , ji viya şerm nake, lê di ser da jî PYDê û HDPê rexne dike.
Nuha jî bi Mehdî Eker ra hevpeyvîneke dirêj kirine.
Eker, bêyî ku şerm bike gotiye, Daîş, PKK û FETO şirîkên hev in û bi hev ra dixebitin. Û ”PKK li ser hesabê hin dewletan dixebite.!
Însanê gava bibe berdevkê neyar bêguman şerm pê ra namîne.
Mêrik him cîgirê serokê AKPê ye, him yek ji merivên dewletê yê herî muhîm e,  îşxala dewleta tirk li Kurdistanê bi rêve dibe û him jî  dibêje ”PKKê merivê hin dewleta dixebite.”
Yekî nizanibe ewê bibêje belkî ew (Mehdî Eker) ne cîgirê serokê AKPê ye, ne xulamê dewleta tirk e, wezîr û berpirsiyarekî Kurdistanê ye.
Heger rojnamevanê Rûdawê ne merivê dewleta tirk, lê kurd bûya, ewê jê ra bigota tiştê tu ji bo PKKê dibêjî îdîa ye, lê tu eşkere zilamê dewleta tirk e, tu cîgirê seokê AKPê û berdekê serokwezîr î. Ma ev zilamtiya xelkê û ne îxanet e?
Çima çaxa PKK bibe ”zilamê” hinekan xerab e, çi zilamtiya te ya dewleta tirk ne xerab e?
Lê Rûdaw tu carî pirsên zahmet ji cahş û xayinên kurd nake, ji dêlî wî wan wek mezin û berdevkên Kurdistanê, wek serbilindiya kurdan teqdîmî kurdan dike. Cahşîtiyê, zilamtiya tirkan û îxanetî meşrû dike, şîrîn nîşan dide.
Bi qasî ku xuya ye em çi bikin û çi bibêjin jî em nikanin heyranî  û eşqa Rûdawê ya ji berpirsiyarên dewleta tirk ra kêm bikin. Eşqa wan, têkiliyên wan gelkî kûr û saxlem e, bi rexneyekê, du rexneyan tu carî xera nabe.

XXX
Gotineke pêşiyên ozbekan heye, dibêjin, ”nêçîra rûviyê her derê bi tajiyê wir bike.”
Tirk jî eynen wer dikin, tajiyên me bera me dane.
Û Xwedê heye, tajiyên me jî heta hûn bixwazin pir in û pir beza ne.
Bi ruh û can, bi mirinê li ser pişta me ne…
Ji bo ku nîşanî tirkên xwe diyên xwe bidin ew tajiyên pir bi qîmet in. Ji bo ku kurtêlek nan û hestiyekî zêde bavêjin ji ber wan da.
-Ya kevir qul dike ne hêza avê ye, bênavbiriya/berdewamiya dilopan e.

XXX

Firokeyên şer ên Tirkiyê gundê Seferê yê Kanîmasiya navçeya Amêdiyê bombebaran kirin û di bombebaranê da 4 xanî bi temamî wêran kirin.
Tirk kînga dilê wan bixwaze gundên başûrê Kurdistanê bombebaran dikin û hukûmet jî dengê xwe nake, nabêje çima hûn vê zulmê li me dikin?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE