06 januari 2017

Şêr hene, şêrgele hene

Şêr hene, şêrgele hene
ew şêrên gelê xwe ne
duhî hebûn , îro hene
miribin, hin şehîd ketibin
gorna wan helbesta min e
ne di binê axa sar de ne
//Arjen Arî
Hema ji dilê min hat ez vê şiîra Arjen Arî îro bixwînim û belav bikim.
Ez vî şairê mezin bi hurmet û bi evîneke bêsînor bibîr tînim.
Arjen Arî di saxiya wî da kurdan zêde ew nas nekirin û qedrê wî negirtin.
Lê piştî mirina wî her kesî fêm kir ku Arjen Arî şairekî çiqasî mezin bûye...
Nuha di dilê her kurdî da hezkirina Arjen Arî roj bi roj mezintir û mezintir dibe.
Tim wiha ye, piştî mirinê em bi hev dihesin. Xwezî nuha Arjen Arî serê xwe ji gorrê rakira
û bidîta ku kurd çiqasî ji wî hez dikin...

XXX

Li Tirkiyê bawerî, dîndarî û îslamîyet bûye fanatîzim, bûye aletekî siyaseta AKPê û faşîstan, bûye îdeolojiya Erdogan û hemû panturkîstan.
Tirk, ji bo armancên xwe yên siyasî, ji bo ku civatê bikin dijîminê kurdan baweriyê jî, dîn jî, Xwedê jî û îslamiyetê jî îstîsmar dikin.
Miliyetçiyên tirk, îslamîst û kemalîstên tirk pir bêexlaq in û îdeolojîk jî irqçî û faşîst in.

XXX
Qayûmê belediya Diyarbekrê, yanî merivê dewletê bi darê zorê kiriye serokê belediya Diyarbekrê, peymana lîstikvanên Tiyatroya Bajêr betal kiriye û 31 lîstikvanên tiyatroyê jî ji kar derxistine.
Ev jî tê maneya girtina Tiyatroya Bajêr.
Wisa xuya dike li Diyarbekrê hebûn tiyatroyeke kurdî ne bi dilê dewletê bûye û lema jî hemû lîstikvan ji kar derxistine û kilît li deriyê tiyatroyê xistine.
Hukûmeta AKPê ji her tiştê kurdî aciz e. Her tiştê, her mafê çend sal berê wek taktîk dabû, nuha hemûyan yek bi yek paş da digre.
Gava meriv bindest be, mafê meriv girêdayî destûra xelkê be wiha ye, rojekê mafekî dide, roja din distîne.
Wek di xew da îblîs bi meriv bikene. Gava meriv bi xwe dihese fêm dike derew e.
Erdogan eynî tişt anî serê me kurdan. Çend salan hebikekî ben li gewriya me sist kir, lê nuha jî dîsa dijdîne.
Lê îcar tew dixwaze me bi temamî bifetisîne…

XXX


Li gorî xebera Rûdawê PKK razî bûye hêzên xwe ji Şingalê paş da vekşîne. Di vî warî da PKKê û PDKê li hev kirine. Lê li ser wext û şiklê derketina hêzên PKKê ji Şingalê danûstendin hîn berdewam e.
Riya herî rast ev e. Dibê PKK rê li ber pravaksonan bigre.
Hêvî dikim xeber rast be û PKK û PDK li Şingalê neyên hemberî hev û têkiliya nabêna wan baştir bibe

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE