30 januari 2017

Şorên çort û vala...



Dinya alem zane li Tirkiyê ”E”ya edaletê jî tuneye, lê Bekir Bozdagê me dîsa jî wezîrê edaletê ye.
Ev jî îroniyeke mexsûsî tirka ye.
Ji bo ku Yûnanîstanê tirkên îltîca kirine nedane Tirkiyê, Bozdag xwe pir aciz kiriye û gotiye:
”Ji bo ku zilamên Fetulah zirar dane Tirkiyê, bi Tirkiyê ra îxanet kirine lema Rojava wan diparêze. Ji nuha û pê da kî çi miamelê bi me ra bike, emê jî eynî miamelê bi wan ra bikin. Emê li gorî esassê muteqabîliyetê bersîvê bidin.”
Biçirrîne…
Belengazê Xwedê, yekî nizanibe ewê bibêje belkî ji Yûnanîstanê û Ewrûpayê her roj bi sedan, bi hezaran însan ji ber zulm û terora dewletên xwe dirivin Tirkiyê.
Kurro li Ewrûpayê bêyî Tirkiyê însan ji kîjan welatî direvin?
Ne tenê îro însan ji Tirkiyê direvin, ev 90 sal in bi milyonan tirk û kurd ji Tirkiyê reviyane.
Li Ewrûpayê bi milyonan tirkên ji birçîna û ji ber sebebên diyasî reviyane hene.
Ji roja hûn Tirkiye ava bûye û vir da ye hûn bûne bela serê Ewûpayê; geh ji birçîna û geh ji ber zulmê û neheqiyê direvin Ewrûpayê.
Îktîdara we ya faşîst jiyan li kurdan û li her kesê muxalif kiriye zindan, di hefsan da cî nemaye, di kawişan da însan bi dor radikvin.
Îcar efendî jî ewê bersîva Ewrûpayê bide (!)
Wek hemşeriyên min rihayê dibêjin, şorên çort û vala…

XXX
Vê kakofoniyê guhên min kerr kir !
Tirkan, asîmîlasyonê em gêj kirine, em dikin nakin, em nikanin riya xwe rast bikin.
Yek dide ser riya rast, deh didin ser xaçeriyên şaş.
Yek dibêje azadî, serxwebûn, deh dibêjin na, bindestî û koletiya tirkan baştir e.
Di van 90 salên borî da tirkan bi perwerdeya xwe, bi dîn û bi îdeolojiyên çep û rast mejuyê me baş çelqandine.
Li ser merseleyeke herî biçûk, herî basît jî em li hev nakin û perçe perçeyî dibin.
Numûneya herî dawî dîtin û fikrên kurdan û partiyên kurd yên li ser referandûmê ye..
Ji her serîyekî dengek derdikeve, li ortê kakofoniyeke guhên meriv kerr dike heye..

XXX
Em kurd wek teyrê başksiketîne,
ji hewa da ketine erdê û dikin û nakin, nikanin bifirin.
Em li bilindiyan, li perên asîmanan dinêrin
û keserên kûr dikşînin, nikanin bifirin.
Em kurd teyrê baskşikestîne,
mane li erdê,
nikanin bifirin...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE