13 januari 2017

Tirkan dewlet heq kiriye, me kurdan heq nekiriye

Tirkkan dewlet heq kiriye û lema jî bûne xwedî dewlet
û me kurdan jî heq nekiriye û lema jî em mane xulam û bindest
Kurdekî bi navê Xelîl Sîpan di malpera xwe da qala serpêhatiyeke xwe kiriye, gotiye:


”Çend sal berê ez çûbûm Hewlêrê û ez li Otêlekê dimam. Karkerên otelê hemî Kurdên Ezdî bûn. Li vê Otelê hecîkî tirk ji Qeysrê hatibû û ew jî li Otêlê dima. Karkerê Otêlê hemîyan fêrî zimanê tirkî bibûn…”
Nuha de were nemre û de were neteqe?
Mîr û beg tu carî zimanê xizmetkar û xulamê xwe fêr nabe, xulam mecbûr e zimanê mîrê xwe fêr bibe.
Têkiliya me û tirkan eynî wek têkiliya mîr û xulam e, tirk mîrên me ne û em jî xulamên wan in.
Rastî ev e û dibê em qebûl bikin...
Gava tirkek tenê li paytaxta Kurdistanê hemû karkirên otêleke kurdan fêrî tirkî bike, maneya xwe me kurdan xulamtiya tirkan ne carekê, sed carî heq kiriye.
Ev numûne ji hezar û yek lêkolînên sosyolojîk û dîrokî û siyasî baştir îzah dike bê çima tirk bûne xwedî dewlet û em kurd jî bûne xulam û xizmetkarên wan.

XXX
Erê navê kerê bi kerîtiyê derketiye lê di rastiyê da ker heywanekî ne hewqasî ker e, belovaîcî wê pir bi xîret û biaqil e.
Heriya(çamûma) carê ketibê careke din ebeden nakevê. Yanî şaşiya xwe tu carî dubare nake.
Lê însanan ev heywanê xebatkar û biaqil çima kirine sembola ehmeqtiyê ez bi wê nizanim.
Belkî jî ji qahra, ji kumreşiyê, ji dexesiyê navê xwe li kerê kirine.
Çimkî li ruyê dinyayê tu mexlûlaqat, tu benderuh, tu heywan bi qasî însan ne ehmeq e.
Însan him pir baş e û him jî pir xerab e, him bi biaqil e û him jî pir ehmeq e.
Pir mimkûn e însên kerîtiya xwe kirine hustutê kerê.
Bi baweriya min ji însanan bêtir ker tuneye.
Çimkî ew tu carî ji dîrokê û serpêhatiyên xwe ders û tecrûbê nagirin. Heger ne wisa bûya dibê nuha li dinyayê ne sîleh hebûna û ne jî herb…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE