01 januari 2017

Tirkiyê heta nuha çi çinî nuha wiya diçine

Kesê, zalimê, dîktatorê her tim xerabiyê bi der û dora xwe bike, zulm û neheqiyê li xelkê bike, dawiyê dawî rojekê ewê zulm û xerabî li wî vegere û eynî tişt were serê wî jî.
Tiştê hatiye serê Tirkiyê û ev e.
Erdogan heta nuha li Sûriyû û li Tirkiyê terorîstên cîhatçî û Daîşê ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî bi kar anî, ew ber berdan kurdan û Esad dan.
Lê nuha gava ji Daîşê û terorîstên din ra dibêje ”êdî bes e, ev îş heta vir”, terorîst qebûl nakin û lema jî îcar berê xwe didin Tirkiyê û xelkê siwîl.
Alvêr û hevaltiya bi terorîstan ra wek meriv bi hirçê ra têkeve nava nivîna. Yanî yê bê(ba) biçîne ewê bagerê/bahozê biçine.
Mixabin Erdogan çi çinî wê diçîne…

XXX
Roja we ya sala nû bi xêr gelî dost û hevalan...
Par, sala 2016a ruyê me kurdan nekenand, hin derd û êşên din li kulên dilê me zêde kir.
Hêvîya min ew e sala 2017a wek 2016a ne bêxêr û tije êş be, piçekî ruyê me jî bikenîne.

XXX
Li Stenbolê terorîstan dîsa destên xwe di xwîna xelkê siwîl gerinadin, di êrîşeke terorîstî da 39 mirî û 70 birîndar hene.
Taliya dostayî û hevaltiya bi terorîstan ra ev felaket e.
Hîn kesî êrîşê negiriye ser xwe, lê mekan û şiklê êrîşê nîşan dide ewê karê Daîşê be, ancax terorîstên Daîşê hovîtiyên wiha bikin...
Tê gotin cî(Reîna)jî ya kurdekî dêrsimî ye.Yanî hedef dîsa kurd û kesên ne dînar in. Hedef li şiklê jiyanekê ye. Ji xwe mele her roj di telewîzyonan da êrîşî pîrozkirina sersalê dikin.
Bêyî xemgîniyê tiştek ji destê meriv nayê. Heyf, Xwedê sebrê bide malbatên kesên mirî...

XXX


Camêrekî jîr û biaqil gotiye, ”di jiyanê sê tişt hene ku carê herin hew bi paş da tên; wext, gotin û fersend." !
Di dîrokê da ev cara pêşî ye ji bo azadî û serxwebûnê fersendeke mezin ya zêrîn ketiye destê kurdan.
Fersend ji bo her kesî çê dibe, lê hinek fersendan bi kar tînin û hinek jî bi kar naynin, nikanin, nizani bi kar bîçnin.
Îcar ka em binêrin kurd ewê vê fersenda ketiye destê wan bi kar bînin ya na.
Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem ev cara pêşî ye neyarên me bi hev ketine û fersendeke dîrokî hatiye ber nigê kurdên bakur, başûr û rojava.
Lê hîn ne diyar e ewê kanibin ji vê fersenda zêrîn sûdê bigrin ya na…
Hêvî dikim sala 2017a bibe sala serxwebûna Kurdistanê û azadiya miletê kurd.
Lê ji bo vê berî her tiştî tifaq û zîrekî lazim e…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE