07 januari 2017

Tirkiyeya dijminê kurdên bakur nabe "dostê" kurdên başûr

Heta Tirkiye bi PKKê ra nekeve diyalogeke samîmî dibê kurdên başûr tu carî baweriyê bi berpirsiyarên dewleta tirk û hukûmeta AKPê neynin.
Dewleta li Kurdistana bakur mafê kurdan nede, li kurdan zulmê bike, dezgehên kurdan, tiyatroya kurdî bigre, mamosteyên kurd ji zanîngehan bavêje, bi kurtî dewleta, hukûmata li bakur dijminê kurdan be, li başûr nabe dilxwaz, xêrxwaz û "dostê" kurdan.
Yanî heta ku kurd li Tirkiyê ji hemû mafên xwe yên netewî bêpar û bendest bin, Tirkiye li tu beşekî din nabe xêrxwaz û dostê kurdan.
Baweriya bi eksê vê safî, nezanî û korfahmîya siyasî ye.
Lê bi qasî ez dibînim siyasetmedarên başûr(bi taybetî jî yên PDKê û îslamî)hema hema bi çavê dijmin li tirkan û dewleta tirk nanêrin.
Tiştê kurdên bakur  li hemberî  Îraqê û hukûmeta Ebadî his dikin, kurdên başûr, bi taybetî jî PDK û partiyên îslamî li hemberî Tirkiyê û hukûmeta AKPê his nakin, ew wek kurdên bakur Tirkiyê dijminê xwe nabînin.
Erê PDK carnan qala ”çareseriyeke aştiyane” filan dike, lê ji mecbûrî ye, ne ji dil e, nabe ji  binde bêdeng bimînin. Lê tu carî beyaneke, gotineke dilê tirkan bihêlin nabêjin.
Lema jî terora Tirkiye, hukûmeta AKPê  li hemberî kurdên bakur dimeşîne zêde wan qet eleqedar nake.
Heger Îraqê 10-12 bajarên kurdan wêran bikira kurdên bakur ewê qiyamet rakira, lê ne hukûmeta Kurdistanê û ne jî gelê başûr êrîşên Tirkiyê protesto nekirin, zêde îşê xwe ji neanîn…
Gelê başûr bi giştî zêde îşê xwe ji halê kurdên bakur nayne û dijminatiya Tirkiyê nake, Tirkiye her roj welatê wan bombebaran dike, gelek caran xelkê siwîl jî kuştine, lê kurdên başûr dîsa jî Tirkiyê protesto nake.
Ma we dîtiye kurdên başûr carê teror û zulma Tirkiye li kurdan dike protesto kiribin?
Bi dîtina min ev bêdengiya gel ji ber şêla partiyên siyasî û hukûmeta Kurdistanê tê, dostiya wan bi Tirkiyê ra gel jî bêdeng dike.
Kurdên başûr ne li Kurdistanê û ne jî li Ewrûpayê qet li dijî Tirkiyê dernakevin û piştgiriyê nadin kurdên bakur, zulma Tirkiye li kurdan dike protesto nakin. Bêtir li berjewendiyên xwe û tîcareta xwe difikirin. Ji bo wan ew di ser her tiştî ra ye.


Tu carî naxwazin bi çavê kurdên bakur li Tirkiyê û AKPê binêrin.
Lema jî kêm kes bi çavê dijmin li tirkan û dewleta tirk dinêre, tim dixwazin nabêna wan û tirkan xweş be...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE