28 januari 2017

Ya îcar Erdogan ewê çi bike?

Ji ber ku Emerîkayê ji PYDê û YPGê ra negot ”terorîst” û têkilî û piştgiriya xwe ya bi wan ra qut nekir, Tirkiyê xwe ji Emerîka xeyidand, ji Emerîka ra got û ”hûn hevaltiya terorîstan dikin, terorîstê baş û xerab tuneye, hemû rêxistinên terorîst bi qasî hev xerab in.”
Û lema jî Tirkiyê wek şantaj xwe nêzî Rûsyayê kir, Erdogan dostanî û muhebeta xwe ya bi Pûtîn ra pir pêş da bir û Pûtîn wek ”birayê xwe yê ezîz” îlan kir.
Lê ya xerab wa ye Rûsyayê jî nûnerê PYDê Fransayê Xalid Îsa do vexwend Moskovayê û rûs pê rûniştine.
Xalid Îsa, bi wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û cîgirê wî ra civiya ye û herdu aliyan li dîtin û pêşniyarên hev yên li ser destûra Sûriya nuh guhdarî kirine.
Yanî bi kurtî, wa ye Rûsyayê jî tirkên me xeyalşikestî kir û bi PYDê ra rûnişt û him jî  di mistewa wezîrê derve da .
Li gorî tirkan,  Rûsyayê ew xapandine û "Moskovayê qazix xistiye wan"
Li gorî agahiya Xalid Îsa û berdevka Pûtîn, Rûsya dibêje dibê PYD jî beşdarî civînên Cenevreyê bibe û sîstema Sûriya nuh jî dibê federasyon be, dibê kurd jî bigihîjin mafên xwe yên netewî.
Meriv kane bibêje Rûsyayê ji Emerîkayê  jî xerabtir kir…
Ez meraq dikim, Erdogan ewê nuha çi bike û ji ”birayê xwe yê ezîz” Pûtîn ra çi bibêje?
Gelo Erdogan ewê Rûsyayê jî wek Emerîkayê afaroz bike û bibêje hûn piştgiriyê didin terorîstan, hûn çawa kanin qala ”federasyonê bikin” ya jî ewê devê xwe bigre û li mala xwe rûne?
Heta nuha ji Tirkiyê deng derneketiye, Erdogan negotiye ”hey Pûtîn”, tu çawa bi nûnerê terorîstan ra rûdinî !
Ez bawer dikim fêm kirin ev îş bi qebedayîtiyê, bi gefan nabe, ew hinekî din jî xwe tev bidin, ewê bêtir li zirarê derkevin.
Çimkî tiştekî ku deynin hemberî Rûsyayê û Emerîkayê tuneye, ev yek ji qama wan dibuhere.
Ya herî baş giran bin û xwe bêtir rezîl û riswa nekin…
Hesabê şaş ji Bexdayê vegeriya, nuha jî dora Şamê ye, ewê ji Şamê jî vegere.
Çawa kurdên başûr ew pîs kirin û hemû gef û fortên wan bi wan dan xwarin, zû dereng kurdên rojava jî ewê eynî tiştî bînin serê wan, ewê jî wan poşman bikin.
Neyartiya kurdan ewê li ser wan gelkî buha rûne…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE