08 januari 2017

"Zor Spas" serokwezîrê Tirkiyê Rûdaw ji kêfa firand

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirêm û birêz Mesûd Barzanî li ofîsa serokwezîrtiyê bi hev ra prenskonfrensek çêkirin.
Bînalî Yildirim hemû kîn û nefreta xwe ya li hemberî kurdên Kurdistana bakur û rojava pir vekirî û eşkere verşiya û got ”PKK, PYD û YPG jî bi qasî Daîşê terorîst û tahlûke ne û bi qasî ku neyarên me ne, neyarên we û Îraqê ne jî.”
Tiştê herî komîk, Bînalî Yildirim di axaftina xwe da li ser zulm û terora PYDê û YPGê jî sekinî, bi şaşşiya jêr xwe hetikand û got:
”Li alî din em nikanin emirwaqiyên PYD li herêma Sûriyê dikin qebûl bikin. Pêşmerge û erebên li wir dijîn ji warên wan derxistin, bi gotineke din ew der îşxal kirin…”
Yek, di vê hevokê da Bînalî Yildirim ji bo ku nebêje ”rojava” ya jî ”herêma kurdan”, dibêje ”herêma Sûriyê”!
Û ya din jî dibêje ”PYDê pêşmerge û ereb ji warên wan derxistine”!
Feqîro derewa dike lê nikane cî bide derewa xwe.
Tiştê ez zanim li Kurdistana rojava pêşmerge tunene û PYDê tu pêşmerge ji warên wan dernexistiye.
Lê ji bo tirkan derew wek fisên tajiyan e, hema berdidin…

XXX


Ji ber ku Bînalî Yildirimê neyarê miletê kurd û Kurdistanê li Hewlêrê di dawiya axaftina xwe ya ji serî heta dawî mişt heqaret, vir û neyartiya kurdan da gotiye ”zor spas”, pir kêfa Rûdawê hatiye, ev gotina Yildirimê irqçî û antî-kurd kiriye xeber û gotiye:
”Serokwezîrê Tirkiyê di dûmahîka axaftina xwe de bi kurdî axivî û got, ´Zor Spas´” !
Xulamê axê bi serbilindî ji xanima xwe ra got, ”axa mi ra vatê kutik !”

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE