15 februari 2017

Bernameya ”Podscata Zimên” pîroz dikim !



Xortekî  bi navê Robîn Şahîn daxwaza hevaltiyê ji min ra şandibû. Berî ku ez hevaltiya wî qebûl bikim, min di ser ra bala xwe da profîla wî û hevalên wî. Gava min dît di Radyoya Swêd, di beşê kurdî da dixebite min hevaltiya wî bi kêfxweşî qebûl kir.
Dû ra bi meraq ez ketim malpera wî.
Min dît ku Robîn Şahîn xortekî jîr, zana ye. Û ew û hevalekî xwe yê bi navê Şivan Keleş bi hev ra karekî pir hêja dikin.
Ew û Şivan Keleş bi hev ra di Radyoya Swêd da bernameyeke/programeke bi navê ”Podcasta ZIMAN” (zimên) çê dikin.
Di destpêka bernameyê/prograamê da dibêjin çima wan navê programa xwe kirine ”Podscata ZIMAN”?
Robîn Şahîn kurdekî ji Batmanê ye, li Zanîngeha Uppsalayê zimannasiya îranî dixwîne û di Radyoya Swêdê, di beşê kurdî da dixebite.
Robîn Şahîn, kurdî, swêdî, îngilîzî û tirkî zane. Yanî bi çar zimanan kane bipeyive, binivîse û bixwîne. Ji kurdan ra kesên wiha lazim in...
Şivan Keleş jî xortekî ji Qamîşlo ye û ew li Zanîngeha Manchesterê dixwîne, li ser zaravayên kurdî dixebite. Ew jî bi sê zimanan, kurdî, erebî û îngilîzî zane.
Kurmanciya wî pir xweş e. Kurmanciya kurdên rojava bi piranî gelkî ketiye bin tesîra erebî. Kurmanciya Efrînê û Kobanê ne tê da. Tesîra erebî li ser kurdên wê herêmê kêmtir e.
Axftina kurdên Qamîşlo ne li gorî sentaksa kurmancî ye, lema jî yekî piçekî ne aşînayê erebî be ji axaftina kurdên Qamîşlo, Hesekê, Serêkaniyê, Amûdê, Dêrikê Hemko fêm nake, ya jî pir zor fêm dike. Gotinên erebî jî pir ketiye zimanê wan.
Lê meriv tê dernaxe Şivan Keleş ji  Qamîşlo ye, çimkî kurmanciya wî paqij û dirist e.
Ev herdu xortên kurd yên jîr û zana biryar dane bi hev ra di radyoyê da karekî pir hêja û muhîm bikin.
Di programa xwe ya pêşî da li ser gelşeke kurmancî ya pir muhîm, li ser bandora tirkî li ser kurmancî sekinî ne, jê ra gotine ”tirkmancî”. Û di vî warî da çend numûne dane.
Di numûneyên xwe da qala tesîr û tahrîbatên tirkî li kurmancî kiriye, qala zirarên rêzefîlmîn tirkî dane kurmancî kirine û çend numûne jî ji dublajên TRT6ê dane.
Yanî kurmanciya ji tirkî tê wergerandin, gotin û formên bi riya fîlmên dublajkirî dikevin kurmancî bêguman sentaksa zimên xera dikin.
Û ev jî dibe sebebê kurdên beşên din ji kurmanciya kurdên bakur fêm nekin û hinên caran jî şaş fêm bikin.
Di dawiya programê da bi kurdologê emerîkî Michael Chyet ra hevpeyvînek kirine. Di hevpeyvînê da Michael Chyet, qala çîroka xwe ya fêrbûna kurdî dike.
Navê programê hinekî giran e, lê wek gelek gotin û termên teknîkî û internetê ev peyv jî piştî demekê ewê were fêmkirin. Belkî ji bo kesên wek min kal û xerîbê înternetê zahmet be, jê fêm neke. Ez bi xwe gotina ”Podscat”ê nuh dibihîzim. Lê keç û xortên me ne xerîbê gotina ”Podscat”ê ne.
Û gotina dawî, bi naskirina van herdu xortên jîr û zane û guhdarîkirina li programa ”Podscata ZIMAN”(zimên)ez pir kêfxweş bûm.
Programeke xweş e, heger wexta we hebe hûn jî lê guhdarî bikin. Hûnê poşman nebin….


Linka bernameya "Podscata Ziman"

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE