24 februari 2017

Çîroka kund û kêrgu

Çîrokên  Aisoposê yûnanî ne tenê ji bo zarokan, ji bo mezinan jî tije ders in. Bi qasî zarokan, dersên mezin jî ji wan bigrin pir in.
Ji xwe belkî di destpêkê da ji bo rexnekirina mezinan hatin nivîsîn. Lê ji ber ku wê demê rexnekirina eşkere tahlûke bû, lema jî qehreman bûn lawir, dar û ber û nebat.
Ji bo wê jî her çiqasî qehremanên çîrokên zarokan heywan bin jî, lê di esasê xwe da hemû li ser mirovan û têkiliyên di nabêna wan da ne.

Û ev jî çîroka kêrgu(kerguh, kevroşk, kîroşk) û kundê kûpê êqil

Rojekê kêrgu li daristanê bi telaşeke mezin vir da û wê da baz dida, geh xwe vedişart, geh ciyê xwe diguhezt.
Vê yekê bala kund kişand. Bi meraq ji kêrgu ra got:
-Te xêr e birakê kêrgu, çima tu îro hewqasî bi heyecan î, mesele çi ye, çi qewimî ye?
Kêrgu got:
-Ma te nebihîstiye, dibêjin boxeyekî şêr birîndar kiriye. Lema jî şêr sonda hemû heywanên bi quloç xwariye, rastî kîjan heywanê bi quloç tê dikuje, perçeperçeyî dike.
Kund got:
-Ê çi ji te ra, tu çima direvî?
Kêrgu got:
-Ji ber ku guhên min dirêj in…
Kund çend caran çavên xwe qurç kir û got:
-Kuro yê te ne quloç e, guh e.
Kêrgu got:
-Birakê kund, heta ez bidim fêmkrin yê min ne quloç e, guh e, ezê werim xwarin jî…

Carnan bi rastî wiha dibe, meriv nikane derdê xwe bide fêmkirin. Gava agir bi daristanê dikve hişk û ter bi hev ra dişewitin. Heta tu derdê xwe didî fêm kirin hasil diçe mûsil.
Yanî gava neyar fermanê li hêzekê, li civatekê radike kesên "ham û tam" jî zirarê dibînin..

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE