09 februari 2017

Dawiya vê lîstikê nayê

Ji sala 1950î da ye kurd li ser navê bidestxistina hin mafan bûne boçika partiyên tirk, her carê piştgiriyê didin partiyekê û dibin dijî partiyeke din.
Di 1950î da gotin CHP xerab e, piştgirî dan DP(Partiya Demokrat) û li dijî CHPê rabûn.
Dû ra gotin AP(Partiya Edaletê) ji CHPê baştir e, îcar dan dû APê û Demirel.
Dû ra gotin AP û Demirel ji bo kurdan xerab e, CHP û Ecevît kane baştir be û rabûn rayên xwe dan CHPê û ji Ecevît ra xebitîn.
Dû ra Ecevît jî vala derket, wî jî siyaseta dewletê ya antî-kurd û him jî piçekî jî zêde ajot.
Welhasil me ji Ecevît jî tu feyde nedît, di piştgriya wî da jî em poşman bûn.
Piştî demekê AKP derket, îcar gurr rabûn dan dû AKPê û Erdogan. Gotin Erdogan naşibe yên berê, ewê mafê kurdan bide. Erê hin kêmasiyên AKPê û Erdogan hene, lê belê ji bo kurdan dîsa jî ji partiyên din baştir e.
Lema jî dibê meriv piştgiriyê bide Erdogan û partiya wî.
Û ev 15 sal in kurdan piştgirîyeke pir mezin dan Erdogan.
Lê netîceya wê Erdogan bû Bahçelî û AKP jî bû MHP.
Nuha jî hin kesên xwe pir zane û biaqil û kesên dibêjin ”BOYKOT” jî pir nezan û ne siyasî dibînin, dibêjin efendim AKP û Erdogan ji bo kurdan pir xerab û tahlûke ne, dibê meriv di siyasetê da realîst be, lema jî dibê meriv di referandûmê da bibêje ”NA”
Yanî piştgiriyê bide CHPê û Kiliçdaroglu û HDPa ji bo ”cumhuriyeta demokratîk û wetenê ortax” dibêje ”NA”.
Yanî îcar AKP û Erdogan ji bo kurdan ne baş in, CHP û Kiliçdaroglu baştir in.
Lema jî dibê meriv bi cepheya CHPê û HDPê ra li dijî AKPê û MHPê derkeve.
Çimkî CHP çiqasî xerab be, dîsa jî ji AKPê û MHPê çêtir e.
Tiştên, argumentên ji bo rastbûna ”NA” yê tên gotin bi kurtî ev in.
Ev 60-70 sal in eynî çîrok e, ev partî nebû, yeka din...
AKP û Erdogan ji bo me xerab in, CHP û Kiliçdaroglu baştir in, lema jî dibê kurd bibin dûvikê CHPê û bibêjin ”NA”.
Partiya mafekî nede me, destûra hebûna me nas neke meriv raya xwe nadê.
Ne destûra nuh û ne jî ya kevn ne hebûna me nas dike û ne jî mafekî herî biçûk dide me. Çima emê bibêjin "NA" ya jî "ERÊ" ?
Bi dîtina min di nabêna CHPê û AKPê da tu ferqeke zêde tuneye. CHP îro muxalefet e, lê dîsa jî tiştekî ji AKPê pêşdatir nabêje.
Kiliçdaroglu ji bo kurdan tu tiştekî ji Erdogan baştir û pêşdatir nabêje û waad nake.
Îcar nuha muxalefet e nabêje, gava bibe îktîdar sedîsed Erdogan çi kir û çi dike, Kiliçdaroglu jî ewê eynî tiştî bike.
Lema jî di referandûmê da ”NA” jî derkve, ”ERÊ” jî derkeve ji bo me ferq neka, ji ber ku di program û siyaseta herdu aliyan da  jî em tunene, ji bo me mafekî herî biçûk jî tuneye.
Erdogan qezenc bike jî neke jî ewê eynî siyasetê bajo, ewê bixwaze tevgera kurd ya legal û demokratîk tasfiye bike.
Ev tişt hedefa hemû partiyên tirk e.
Bi îhtîmaleke mezin hemû mafên legal ewê ji kurdan bigrin. Çimkî dewlet bi dana van îmkanan poşman bûye, netîceya jê hêvî dikirin bi dest nexistin. Lema jî ewê dîsa vegerin siyaseta dewletê ya berê, înkar û îmhayê…
Yanî ewê qada legal li kurdan teng bikin.
Ya rast dibê meriv hew bibe dûvikê vê partiya û wê partiya tirk û dev ji argumentên AKP ji bo kurdan ne baş e û filan partî baştir e berde. Dawiya vî îşî nayê…
Rast e AKP û Erdogan pir xerab in, lê cepheya li hemberî wan jî ji wan ne çêtir in, ne rast e meriv vê carê jî bide dû wan û piştî çend salên din îcar li dijî wan rabe.
Lema jî bi BOYKOTê dibê meriv nîşan bide ku em kurd li dijî destûra nuh û kevn in û em naxwazin ev sîstem wiha dom bike.
Em azadiyê, statuyeke siyasî dixwazin, destûra hebûna me qebûl neke em rayên xwe nadinê û ji bo wê nabin hevalên kesî.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE