09 februari 2017

Dewlet ewê xebata legal li kurdan zahmet bike

Dozgerê(sawciyê)Wanê ji bo girtina 4 parlamenterên HDPê yên din(Lezgin Botan, Nadir Yildirim, Tugba Hezer Ozturk, Bedîa Ozgokçe Ertan)fezlekeyek şandiye ji wezîrê edaletê ra.
Li Tirkiyê hebûna ”wezîrê edaletê” (!) bêguman komediyeke mezin e. Ev aliyekî meselê ye.
Li aliyê din bi girtina parlamenter, serokên belediyan û siyasetmedarên kurd û jikarderxistina bi dehhezaran kurd, meriv kane bibêje tirk:
1-Dewleta xwe ji kurdan paqij dikin.
2-Şert û îmkanên micadela legal li kurdan yasax dikin.
Netîceya referandûmê çi be jî tirk ewê hemû maf û îmkanên legalîteyê li kurdan yasax bikin.
Him bi qanûn û him jî bi zorbatî ewê vê yekê bikin.
AKPê bi dana hin mafên legal wer bawer dikir ku ewê PKKê biqedîne, bi kêmanî perçe û qels bike û piraniya kurdan bikire, bike havalên xwe.
Lê ev hesab zêde bi ser neket, erê hin kesên pûlperest û bêşexsiyet pir erzan çûn ba AKPê, lê marjînal man.
Û PKK jî ne qediya û ne jî perçe bû.
Di ser da HDP xurt bû, gelek partiyên kurd ava bûn û fikir û daxwaza serxwebûnê roj bi roj geş bû.
Lema jî hukûmeta AKPê, rejîma tirk ji tawîzên xwe poşman bû. Nuha dixwaze dîsa vegerin dûzana berê ya salên 1960î û 1090î.
Ji referandûmê ”NA” jî, ”ERÊ” jî derkeve, bi îhtîmaleke mezin hukûmetê îmkanên xebata legal ewê ji destê kurdan bigre…

XXX


Do, tarîx, wek soran dibêjin raburdû pir muhîm e.
Dibê meriv bizanibe do kê ji bo kurdan çi kiriye û çi gotiye?
Kî li ku bûye û çi parasti ye?
Siyasetmedar, serok û kesên îro pir quretiyê dikin û dibêjin "ez û ne tu kesî din, kes di ser min ra tuneye", do, 40-50 sal berê li ku bûne û çi jahrî belav kirine meriv bizane pir baş e. Lazim e, meriv bizanibe jî...
Meriv do, tarîxê bizanibe baştir fêm dike hinek çima ji bin siya tirkan dernakevin û çima nabin siyasetmedarên netewî.
Lema jî tarîx pir muhîm e...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE