23 februari 2017

Kurd do jî bêkes bûn îro jî bêkes in

Li Kurdistana bakur rewş pir xerab e, leşker û polîsên tirk zulmeke nedîtî li kurdan dikin. Dinya li kurdan kirine zindan. Rojê bi sedan kesî digrin bin çavan, terorîze dikin, îşkence dikin, davêjin bin kilîtê.
Her roj li vir û li wir çend kesan înfaz dikin.
Ev serê hefteyekê ye li Nisêbînê operasyoneke leşkerî dimeşînin, hin herêm û gund girtine bin hesargê, sê gund(Xirabê Bava, Talat û Cibilgiraw)ji bin da şewitandin û terşên gundiyan jî dane ber gulan.
Rismên şewatê û terşên hatine gulebaran kirn di medyaya sosyal da belav bûn. Rismên wahşetê ne...
Li dora 300 gundî girtine û 30 kes jî bi îşkenceyên mezin giran birîndar kirine. Hin kes birîndarên giran in û nuha li Mêrdînê di nexweşxaneyan da ne.
Bi kurtî dewleta tirk li hemberî kurdan şerekî qirkirinê, teroreke irqçî û faşîst dimeşîne.
Kurdistan di bin agir da ye, halê milet di her warî da pir xerab e.
Ji roja dewleta tirk ava bûye û vir da ye vê dewletê tim zulm û îşkence li kurdan kiriye, gundên kurdan şewitandine, malên kurdan talan kirine.
Lê li gorî xeberên ji Kurdistanê tên, li gorî raporên parêzvanên mafê mirovan, di tu demê da kurdan zulm û teroreke hewqasî mezin û hovane nedîtiye.
Li seranserê Kurdistanê, bi taybetî jî li herêmên welatparêzî lê xurt e, li ser gel terororeke mezin heye.
Di nava çend mehên dawî da bi hezaran însan ji karên wan hatine derxistin û li dora çar hezar siyasetmedar û kesên welatparêz jî hatine zindankirin.
Dest danîn ser hemû belediyên di destên kurdan dabûn. Piraniya serokên belediyan avêtin zindanê.
Yanî halîhazir li Kurdistanê heq, huqûq, edalet, mafên însanî, ewlehî nemaye, dewlet wek hêzeke îşxalkar û terorîst hereket dike, zulmê li însanan dike, digre, îşkence dike û davêje hundur.
Li hemberî vê zulma nedîtî hin kes û dezgehên kanin dengê xwe bikin, dengê xwe nakin , medyaya tirk xwe kerr û lal kiriye.
Ev bêdengî ji bo wan rûreşieyke mezin e.
Rojek ewê were ev partî, dezgeh û kesên îro dengê xwe nakin, li vê zulmê temaşe dikin ewê şerm bikin, ev bêdengîya li hemberî zulmê ewê wek lekeyek reş li eniya wan bimîne.
Kurd do jî bêkes û bi tenê bûn îro jî bi tenê ne...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE