22 februari 2017

Kurdê bindestiya xwe diparêze

Kurdekî bi navê Halîl Suleyman Bey Ogullari, nivîsa min ya li ser silava Bînalî Yildirim ya ”Gurê Boz” yanî silava faşîstên tirk rexne kir û got ez ”qewmîyetçîtiyê” yanî neteweperestiyê dikim.
Û li gora wî dibê meriv xwe ji hevkariya MHPê û AKPê aciz neke, ji ber ku kurd jî bi hev ra tifaqê dikin û em bi tifaqa kurdan kêfxweş dibin lê ya tirkan rexne dikin. Ev jî ne rast e.
Dîsa li gora wî, gavaem dewletê bixwazin ev dibe "qewmîyetçîtî", ne şert e dewleta her miletê musilman hebe. Erdogan hemû mafên me dane me, ya muhîm biratiya musilman e û mesla kurd û filistînî jî ne yek e.
Ji ber ku nivîsên wî pir tevlihev bûn jê rarastkirin lazim bû, lema jî min nexwest biguherim û biweşînim.
Ev hersê nivîsên jêr bersîvên min dane ”Halîl Suleyman Bey Ogullari”.

Bersîva Halîl Suleyman Bey Ogullari:
Gava dijminên meriv, partiyên hebûna miletê meriv qebûl nekin, navê welatê meriv qebûl nekin werin ba hev, silavên faşîstan bidin hev, wek kurd dibê meriv pê kêfxweş nebe.
Gava meriv bi yekîtiya dijminê xwe kêfxweş bû, faşîstiya wan normal dît di aqilê meriv da problemek heye.
Gava nabêna kurdan baş dibe ya jî hinek alîkariyê didin kurdan kêfa Develet Bahçelî û Bînalî Yildirim nayê.
Lê wek kurdekî wa ye kêfa te ji dostiya AKPê û MHPê ra û ji silava Yildirim ya Gurên Boz ra tê.
Kurd ji bo ku ji bindestiya tirkan xelas bibin dixwazin yekîtiya xwe çêkin, li alîkariyê digerin.
Lê tirk ji bo ku kurdan bindest û kole bihêlin hêzên xwe dikin yek.
Û tu jî wek kurdekî bi yekîtiya kurdan, bi alîkariya bi kurdan ra dibe diqeherî û bi ya MHPê û AKPê jî kêfxweş dibî.
Yek filistîniyê ji halê xwe, ji bindestiya xwe, ji îşxala welatê xwe memûn tuneye. Her filistînî dixwaze bibe xwedî dwlet.
Yek filistîniyê heyranê Netenyahu tuneye.
Lê bi hezaran kurdên ji bindestiya xwe, ji îşxala welatê xwe razî û heyranê Erdogan hene. Û tu jî yekî ji wan î…

XXX
 Bersîva Halîl Suleyman Bey Ogullari
Yanî gava kurd bibêjin em dixwazin ji bindestiya tirkan derkevin û em jî wek wan bibin xwedî dewlet ev dibe ”qewmîyetçîtî” !
Lê dewleta tirk heye, ev ne qewmîyetçîtî ye.
Ma dînê te, baweriya te ya îslamî dibêje gerek kurd heta û heta bêdewlet bin û koleyên tirk, ereb û ecem bin?
Ma Rebbê Alemê û Qurana pîroz dibêje gerek kurd tu carî nebin xwedî dewlet.
Ma Xwedayê te dibêje min kurd ji bo bindestiyê xuluqandin?
Ma biratiya îslamê ji bo me kurdan tê maneya bindestiyê?
Çima ewê dewleta tirkan, farisan û 22 dewletên ereban hebin, lê belê dewleteke 40-50 miliyon kurdî tunebe?
Wek musilman û dîndarekî kurd çima tu li dijî serxwebûna kurdan û dewleteke kurd e?
Ma Xwedê, Quran û dînê Îslamê li dijî serxwebûna kurda ne, li dijî dewleteke kurd in?
Heger tiştekî wiha heye dibê kurd ji Xwedê bibpirsin, çima ew li dijî dewleta kurd e ?
Û çima 57 dewletên musilman hene?
Tiştê dîndarên tirk ji bo xwe layiq dibînin û dixwazin, wek dîndarekî kurd çima tu naxwazî?
Çima tu jî naxwazî wek dîndarekî tirk, wek Bînalî Yildirim bibî xwedî dewlet, meclîs, al û zanîngeh?
Şaşiya viya çi ye?
Çi yê dewleta kurd li dijî Xwedê û dînê îslamê ye?
Çima Bînalî Yildrim û zarokên xwe ne bi zimanê te, lê tu û zarokên xwe bi zimanê wî dixwînin?
Çima gava filistînî dewletê dixwazin baş e, heq e, lê gava ez dixwazim xerab e û dibim qewmîyetçî?
Çima hebûna dewleta tirk heq e, ne qewmîyetçîtî ye, lê ya kurd ne heq e û ”qewmîyetçîtî” ye?
Madem em musilman birayên hev in, çima ew(tirk, ereb, faris)xwedî dewlet in û em jî bindest?
Çima zarokên tirkan bi zimanên xwe dixwînin, çima her tiştê wan heye û çima yê me tune ye?
Çi yê ez dibêjim, çi yê ”qewmîyetçiyên” kurd dibêjin ji fikrên, ji gotinên, ji îdeolojiya Devlet Bahçelî, Erdogan û Bîanlî Yildirim xerabtir e?
Sebebê ku tu wek kurdekî bûye hevalê Erdogan, Bînalî Yildirim û Bahçelî û dixwazî bindest bimînî çi ye?
Çima tu ne li dijî dewleta tirk î lê tu li dijî dewleta kurd î?
Çima tu dixwazî filistînî bibin xwedî dewlet, lê viya ji kurdan ra naxwazî?
Çima mesela kurd û filistîniyan ne wek hev e?
Çima gava flistînî serxwebûnê bixwazin rast e û mafê wan e, lê gava kurd bixwazin ne rast e?

XXX
Bersîva Halîl Suleyman Bey Ogullari:


Ê madem dewleta tirk ne dewleteke îslamî ye, çima tu hevaltiya wê dikî, çima tu serokên wê diparêzî, çima tu li dijî wê dernakevî?
Kurd hîn nebûne xwedî dewlet, tu li dijî dewleta kurd î. Lê tu ne li dijî dewleta tirk ya irqşî, ”ne îslamî” û faşîst î.
Berî dewleta kurd, dibê tu şerê dewleta tirk bikî.
Taktîkeke îslamiyan ya muşterek heye, ji bo ku sûcên dewleta tirk û hukûmetê AKPê bincil bikin, êrîşî kemalîstan dikin, zulma wan derdixn pêş.
Fena ku nuha kurd gihîştibin hemû mafên xwe.
Fena ku hukûmeta AKPê hemû mafên kurdan yên netewî dabin wan.
Tu dev ji kemalîstan berde, ev 15 sal in îslamî li ser hukim in.
Nuha halîhazir li Tirkiyê wek kurd çi heqê kurdan heye?
Kurro di qanûnan da hîn navê kurd tuneye.
Dewlet hîn hebûna kurdan qebûl nake.
Erdogan her roj dibêje ”yek dewlet, yek welat, yek al, yek milet û yek ziman”!
Ev yek di destûra Evren da heye û him jî di ya Erdogan da.
Hîn zarokan kurdan nikanin bi zimanê xwe perwerde bibin. Li seranserê Kurdistanê yek metebeke kurdan tuneye.
Dewlet hîn navê kurdistanê qebûl nake.
Do mahkimê li Diyarbekrê komela karsazên kurd girt ji ber ku di navê wê da Kurdistan heye. Mahkimê got navekî wiha tuneye.
Heger tu merivekî pir xwedênas, adil û dirist î, li dijî vê zulmê derkeve. Bêje tu derewan dikî Kurdistan heye û welatê min e.
Heger bi rasî tu bi Xwedê bawer dikî, dibê tu li hemberî zulma dewlet li kurdan dike bêdeng nemîne. Yê li hemberî zulmê bêdeng bimîne ”îblîsê bêziman e” . Ev hedîs e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE