14 februari 2017

Li Berlînê hakim hene !



Qiralê Alman Fredrîkê II.,  bi navê wî yê din Fredrîkê Mezin (Friedrich der Große) di sala 1745 da ji Potsdamê derbas dibe. Ji Potsdamê pir hez dike, ji zilamên xwe ra dibêje:
 ” Min ji vir pir hez kir. Li vê dera hanê ji min ra qesrekê ava bikin”!
Roja din merivên wî diçin li wî ciyî Qirêl ecibandibû dinêrin, bala xwe didinê aşek li wir heye.
Li derîyê êş dixin, qeraş derî vedike. Dibêje:
Kerem bikin.
Dibêjin:
-Qiral Fredrîkê Mezin em şandin. Ji vira pir hez kiriye, dixwaze vira bikire û ji xwe ra qesrekê lê ava bike. Tu ji bo aşê xwe çiqasî dixwazî?
Qeraşê kal dibêje:
-Kê ji we ra gotiye ez aşê xwe difroşim? Ez aşê xwe nafroşim. Perê çi, halê çi…
Bi matmayî dibêjin:
-Dev ji gotinên tewşomewşo berde, Qiral dixwaze.
Qeraşê kal dibêje:
-Çi ji min ra kî dixwaze bikire.  Piştî ku min nefrot, kes nikane bikire.
Ji bo ku îqna bikin pir li ber qerêş didin, lê dikin nakin qeraşê kal îqna nabe.
Diçin meselê ji Qirêl ra dibêjin. Dibêjin ezbenî, li ciyê te ecibandiye aşek heye. Xwediyê êş kalekî dîn e, dibêje ez aşê xwe nafroşim.
Qiral hêrs dibe, dibêje:
- Ji min ra ban bikinê bira were vir. Ezê pê ra bipeyivim.
Diçin qeraşê kal tînin, derdixin huzûra Qirêl. Fredrîkê II. Dibêje:
-Begefendî, ez dibêjim belkî te şaş fêm kiribe, yê dixwaze aşê te bikire ez im. Tu çiqas pere dixwazî bibêje?
Qeraşê kal dibêje:
-Na, min şaş fêm nekiriye, merivên te jî do ji min ra gotin tu dixwazî vira bikirî. Lê belê ez aşê xwe nafroşim.
Fredrîkê II. matmayî ma û got:
-Begefendî înad neke, tu çiqasî dixwazî ezê bi zêdayî bidim te.
Qerêş got:
-Ez xulam, tu Qiralekî mezin î, ez zanim perê te pir e. Tu kanî qesra xwe li her dera Almanyayê lêke. Ev aşa ji min ra ji bavê min maye. Ji wî ra jî ji bavê wî mabû. Ezê jî ji zarokên xwe ra bihêlim. Lema jî ez aşê xwe nafroşim.
Fredrickê II.  ji ser kursiya xwe bi hêrs hêzî ser xwe kir, got:
-Ji bîr neke ez Qiral im ! Ev der malê te yê bi tapû be jî ezê bi zor ji te bistînim. Ezê binêrim hela tu kanî çi bikî?
Qerêş bala xwe da Qirêl û got:
-Esas dibê tu ji bîr nekî li Berlînê hakim hene! Tu kes, qiral be jî ne di ser edaletê ra ye.  Kes nikane xwe di ser edaletê ra û ji edaletê mezintir bibîne. Lema jî kes nikane bi darê zorê aşê min ji min bistîne...

Li Potsdamê Qesra Sansocî (Sanssouci) û ew aş hîn jî li kêleka hev in. Û Qiral Fredrîkê Mezin û qeraş jî bi rengekî adil  dibin cîranên hev…
Sibehan gava Qiral Frederickê II. derdiket baxçê qesrê, qerêş bang dikirê, digot:
-Roja te bi xêr Frederick, min nuh nan  lêxist, ma ji te ra nanekî germ bişînim?
Frederick jî gotiye:
-Edalet, her sibe bi bîna nanekî germ ra ji min ra dihat.
Qesra Sanssouci di nabêna salên 17451747 hat avakirin. Qral Fredrîkê II wek havîngeh bi kar dianî.  Gorra Fredrik II. ji sala 1991ê û vir da ye li parka Qesra Sanssoucisê ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE