08 februari 2017

Paqijkirina dewletê ji kurdan berdewam e

Hukûmeta Erdogan AKPê do bi hezaran kesên din ji kar derxistin. Birayê minê mamoste Berzan jî di nava wan da ye, ew jî ji kar derxistine.
Pir li ber ketim...
Salek ji teqawîdiya wî ra mabû.
Mêrikan nehîştin teqawid bibe.
Dixwazin bi birçîbûnê însanan teslîm bigrin û bikin zilamên xwe.
Hukûmetê biryara xwe daye, dewletê ji kurdan paqij dikin, kurdên ne merivên wan bin yek bi yek, heta bigihîje mamosteyan jî ji kar derdixin.
Ev siyaseta AKPê û dewletê siyaseteke antî-kurd e û irqçîtiyeke nedîtî ye.
Kesên ji kar derdixin hemwelatiyên Tirkiyê ne û nasnameya tirk di bêrîka wan da ye.
Li gorî qanûnan dibê dewlet ji ber fikir, bawerî û nîjadê cudahiyê nexe nabêna însanan.
Lê dikin.
Û ne tenê cudahiyê dixin nabêna însanan, kurdên ne ji xwe, kurdên ne merivên dewletê bi birçîbûnê tehdît dikin.
Bi zorbatiyeke dûrî aqilan însanan ji kar davêjin, meaşên wan dibirin, dest didin ser mal û milkên wan, teqawîtiya wan jî betal dikin.
Naziyan jî wiha nekir,
Rejîma Afrîqa Başûr ya irqçî jî wiha nekir.
Sûcê birayê min ji ber ku kurd e û ne merivê AKPê ye. Lema ji kar derxistin.
Yanî dewleta tirk êdî kurdan nake mamûrê xwe jî. Çimkî ji xwe qebûl nake, dijminê xwe dibîne.
Di vê rewşê da dibê kurd jî êdî fêm bikin ku ev dewlet ne dewleta wan e û tu carî jî ewê nebe dewleta wan.
Kesên hîn jî li pey Tirkiya demokratîk û welatekî ortax in xwe jî û gelê xwe jî dixapînin.
Dewleta tirk ne dewleta kurda ye, tu carî nebû dewleta kurdan û ewê tu carî jî nebe dewleta kurdan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE