07 februari 2017

Perînçekê komunîst dibêje di nabêna wî û Erdogan da tu ferq tuneye

Dogu Perînçekê komunîst bersîva Devlet Bahçeliyê faşîst daye, gotiye ”Gava tu Erdogan tercîh bikî ji xwe tu Perîçek tercîh dikî.”
Yanî ew û Erdogan yek in, xwediyê eynî  fikrê û eynî siyasetê ne.
Mêrik rast gotiye û eynî wiha ye, Erdogan qebûl neke jî ratî ev e.
Çimkî hemû partiyên tirk bûne nîjadperest, irqçî û antî-kurd.
Serokê MHPê Devlet Bahçeliyê faşîst gotibû, heger ew mecbûr bimînin di nabêna Erdogan û Perînçek da tercîhekê bikin, tercîha wwn ewê Erdogan be.
Dogo Perînçekê komunîst ji Çînê bersîv daye Bahçelî, gotiye:
”Bahçelî qala tercîhekê dike. Gotiye heger ew di nava Erdogan û Perînçek da tercîhekê bike, tercîha wî ewê Erdogan be. Erdogan jî tercîh bikin, dibe tercîhkirina Perînçek. Çimkî AKPya Erdogan di gelek waran da hatiye ser siyaseta Vatan Partisî(Partiya Gel)ya Dogu Perînçek serokê wê ye. Şerê li dijî PKKê û FETOyê siyaseta me ya 50 salî ye. Erdogan hatiye ser vê xetê. Berê dijminatiya Rûsyayê dikirin, nuha hatiye ser xeta me ya dostiya bi Rûsyayê ra. Dostiya bi Îranê û Sûriyê ra jî heman tişt e. Endametiya Şangayê jî di programa me da heye….”
Bi kurtî Prînçek gotiye Erdogan hatiye ser fikrê wî û nuha ew û Erdogan xwedî eynî siyasetê ne.
Perînçek rast dibêje, çend şexs û ronakbîr ne tê da, îro li Tirkiyê di nabêna çep, lîberal, dîndar, sosyaldemokrat û faşîstan da tu ferqên zêde nemane. Hela di mesela kurdan da hemû partiyên tirk, yên di meclîsê da û yên derî meclîsê, giş wek hev difkirin.
Lema jî tiştê Perînçek gotiye rast e, AKP, MHP, CHP û VP ya Perînçek wek hev difikirin, hemû jî kanin bi hev ra li hemberî kurdan bibin yek.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE