09 februari 2017

Serî gihîşt muxtar û cahşan jî...



Li Hîzana qeza Betlîsê 19 muxtar û 40 cahş(cerdevan) bi îthama bi dewletê ra ne sadiq in û di bin ra hevalên PKKê ne ji wezîfê avêtine, yanî qewitandine.
Erdogan, dewlet êdî baweriyê bi cahşan jî nayne, ji cahşan jî şikê dikin…
Ji dêlî ku hûnê bibin cahş û bibin qatilên zarokên xwe û dû ra jî werin qewitandin, baştir e tu carî nebin cahş, tu carî nebin zilamên dewleta tirk û bi şeref û heysiyeta bimînin.
Mesela me û tirkan êdî mesela mar û tirb(gorra) spî ye, ne mimkûn e dilê me û wan li hev spî bibe û em baweriyê bi hev bînin.
Di nabêna me da xweîn heye, bi dehhezaran ji me kuştine, zulmeke dûrî aqilan li me kirine…

XXX
Ev adeta rûsa ye, tim bi şaşî li meriv dixin (!)
Balafireke rûs li El Babê bi şaşî (!) li leşkerên tirk gistiye, li gorî serekerkanê tirk dibêje 3 leşkerên wan hatine kuştin û 11 jî birîndar in.
3 kuştî 11 birîndar ne zêde ye, dua bikin mirî ne 30 ne...
Ev adeta rûsa ye, tim bi şaşî li meriv dixin (!)
Bi Xwedê ne bi şaşî ye, rûsan ya bi zanetî lêxistiye, ya jî leşkerên tirk di nava Daîşê da bûne. Rûsan li Daîşê xistine û ew jî bi qatilên Daîşê ra hatine kuştin.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE