10 februari 2017

Serokê Komîteya Xelata Nobelê Per Wastberg: Tirkiye bûye zindana herî mezin


Şapatekî berî nuha PENa Navnetewî di dîroka xwe ya 95 salan da carê pêşî ji bo ku bi hin akademîsyen, siyasetmedar û derûdorên edebî ra hevdîtina bike bi heyeteke herî mezin çû Tirkiyê.
Di programa heyetê da 3 made hebûne: Dibê rojnamevan û nivîsakrên girtî tavilê serbest werin berdan, mesela kurd û referandûm.
Yanî armanca vê serdana PENa Nanetewî piştgiriya bi rojnamevan, nivîskar û întellektuelên girtî ra ye.
PEN dixwaze nîşanî berpirsiyaran bide ew ji rewşa Tirkiyê, ji kirinên hukûmetê ne razî ne.
Heyeta PENê li Tirkiyê Abdulah Gul jî di nava da, bi gelek kes û der û doran ra, bi malbatên nivîskar, rojnamevan û întellektuelên girtî ra, bi siyasetmedaran ra têkilî danî û di heqê girtîyên siyasî da, li ser rewşa kurdan agahdarî top kir.
Heyeta PENê xwestiye bi berpirsiyarên hukûmetê ra hevdîtinan bike, lê tenê wezîrê Kultur û Turîzmê hevdîtin qebûl kiriye, daxwazên hevdîtinên din hukûmetê red kiriye.
Heyeta PENê di dawiya têkilî û hevdîtinên xwe da civîneke çapemeniyê çêkir û bersîvên rojnamevanan da.
Piştî civîna çapemeniyê rojnamevanekî bi navê Murat Şevki Çoban, bi serokê Komîteya Xelata Nobelê Per Wasrberg ra hevpeyvînek kiriye.
Çoban gotiye ”Çima Tirkiye, çima nuha?”
Per Wasrberg gotiye, ” Ji ber ku Tirkiye nuha ji bo kesên rojnamevan, nivîskar û ronakbîran bûye zindana herî mezin.”
Wasberg di hevpeyvîna xwe da gotiye:
”Li Tirkiyê nasyonalîzim roj bi roj zêde dibe, kurd nayên dîtin, ermenî nayên dîtin, li gorî min Tirkiye êdî ne welatekî Ewrûpa yê modern e.”


Li ser referandûmê jî Westberg gotiye ”hemû welatên Ewrûpayê, Emerîka, Kanada, heta Lubnan jî dibêje referandûmeke di van şertan da ne meşrû ye.”
Li Tirkiyê nuha 151 rojnamevan girtî ne. Ji bo bala dinyayê bikşîne ser rewşa Tirkiyê, PENa Navnetewî ewê ji bo piştgiriya bi girtiyan ra kampanyayekê bide destpêkirin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE